• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Bûyîna Îsa Mesîh
 
Riya Rastdariyê 62Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa
 Riya Rastdariyê
.Di dersa me ya din de me di Încîlê de dît ku Xwedê çawa milyaketê xwe Cibrayîl şandwelatê Îsraêl, yanî ew şand bajarê Nisretê ba keçikeke ku navê wê Meryem bû. Milyaket jê rexuya bû, da ku jê re bide zanîn ku ewê bi hêza Ruhê Xwedê bi zaro bibe û wê kurekî bîne ûwê navê wî
Îsa
deyne. Me dît ku mana navê Îsa ev e:
Xudan xilas dike
.Yanî me dît, ew wextê ku gelê Îsraêl pir li bendê bû, êdî hatibû. Xwedê hê di wê roja kuAdem û Hewayê cara pêşî guneh kiribûn de, ji wan re soz da ku
Xilaskar
wê bê û niha ewXilaskar 
di malzaroka keçikekê de bû
û wê zû bihata dinyayê.Sernivîsara bernama îro ev e:
Bûyîna Mesîh
.Beriya ku em vegerin Mizgîniyê û binêrin ka Mesîh çawa hat dinyayê, em dixwazin bifikirin ku ew
di demeke çawa de
çêbû.Di wan rojan de padîşahê bajarê Romayê, yanî Qeyser Awgûstos hukumdarê gelek milet ûwelatan bû. Gelê Îsraêl jî di bin destê wî de bû. Lê belê padîşahiya Romayê jî nikaribû ji planaXwedê re bibûya asteng. Xwedê biryar da ku ew di wê demê de Xilaskar bişîne dinyayê ûXwedê wê bi destê wan, gotinên pêxemberan bianîna cih.Ma tê bîra we ku Mîxa pêxember heft sed salan beriya bûyîna Mesîh çi gotibû? Mîxa dazanîn ku Mesîh wê li bajarê Dawid
Beytlehmê
bê dinyayê.Lê belê Meryem bi xwe ne li Beytlehmê, lê li
Nisretê
rûdinişt û ew herdu bajar kêm û zêde150 km ji hev dûr bûn. Îcar Mesîh wê çawa li Beytlehmê bihata dinyayê?Dostên delal, hûn qenc dizanin ku li ba Xwedê her tişt dibe û tu tişt jê re nabe asteng. EwXwedayê rastîn e û li gor peyva wî her tişt pêk tê. Ew bi her tiştê ku biqewime dizane. Xwedêweha kir:Çaxê ji bo Meryemê dem hat ku kurê xwe bîne, Qeyser Awgûstos emir da û got ku divê her kes here bajarê malbata xwe û li wê derê ji bo bacdayînê navê xwe bide nivîsandin.
1
 
Ji ber vê yekê hem Meryem û hem jî Ûsiv mecbûr bûn ku herin bajarê Dawid padîşah,Beytlehmê; çimkî ew herdu jî ji dûndana Dawid bûn. Niha emê vegerin Mizgîniya li gor Lûqa û emê ji deriyê diduyan bibihîzin ku Mesîh tam ligor soza Xwedê li
Beytlehmê
çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Di wan rojan de
Qeyser Awgûstos emir da
 , ku hemû xelkên dinya Romayê navên xwe bidinnivîsîn. Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hijmartina pêşî bû ku hat kirin.Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. Ûsiv jî ji bajarê
 Nisreta
 
Celîlê 
çû
 Beytlehmê 
 , bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. Ew çû wêderê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. Gavaew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat û
wê kurê xwe yê nixurî anî 
. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
(Lûqa 2:-7)Divê ku em li vir hinekî li ser vê bûyerê bifikirin. Ma we bala xwe dayê ku rewşa bûyînaMesîh çi bû? Em dikarin bêjin ku Mesîh
di rewşeke belengaz de
hat dinyayê. Bi rastî ji boMesîh li Beytlehmê odeyeke xweş û amadekirî nebû ku ew li wir bihata dinyayê. Erê, rast e,Xilaskarê dinyayê û dadgerê dinyayê di afirekî de hat danîn!Belkî hin hene, dibêjin: Ev çi tiştekî ecêb e! Eger bi rastî Îsa, Xilaskarê dinyayê û Xudanêrûmeta herî bilind û dadgerê hemû zarokên Adem be, ma çima ew ne di qesra padîşah de û nedi nav xemlûxêleke mezin de hat dinyayê? Hingê her kesî wê bi zelalî bizaniya ku bi rastî ew padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e.Dostên delal, li vir divê em rastiyeke girîng bînin bîra xwe:
Fikrên Xwedê ne wek fikrênmirovan in
. Rûmeta Xwedê ne wek rûmeta vê dinyayê ye. Bêguman bûyîna Îsa ne bê rûmet bû, lê belê piraniya zarokên Adem ev rûmet nedîtin, çimkî
rûmeta Xwedê û rûmeta vêdinyayê gelek dûrî hev in
.Belkî te mirovên dewlemend dîtine. Tevahiya jiyana wan luks e. Ew di xaniyên mezin ûxweş de rûdinin, cilên wan nerm û biha ne, gelek berdestiyên wan hene û ew, hemû daxwazênxwe pêk tînin. Rûmeta vê dinyayê ev e. Lê belê
rûmeta Xwedê
 
ne wek van tiştan e
. LomaMesîh ê ku li ba Xwedê di rûmeta ezmên de bû, ne di rewşeke xweş de û ne di xaniyekî mezinde hat dinyayê. Gelek mirovên dewlemend qet nizanin rebenî û tengahî çi ye, lê Mesîh ne wek wan bû. Nexêr, Xilaskarê ku Xwedê ew şand vê dinyayê, da ku zarokên Adem ji hêza Îblîs û ji hêza gunehan xilas bike, di halê nizim de çêbû û di afirekî de radiza.
2
 
Yanî tu kes nikare bêje ku Mesîh bi tenê ji bo mirovên dewlemend hatiye û nikare bêje kuMesîh halê teng û reben nizane.Bervajiyê vê: Xwedê dixwaze ku
her kes
bizane, Xilaskarê ku hatiye dinyayê
 ji bo her kesî 
hatiye û
her kesê
ku baweriya xwe bi wî bîne, wê xilas bibe. Bila ew pîr an xort bin, bila ew jin an mêr bin, bila ew serbest an xulam bin, ferq tune, çimkî Nivîsarên Pîroz dibêjin:
 Hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin. Bi ser ku ew dewlemend bû jî 
 , ew bû belengaz 
 ,
da ku hûn bi belengaziya wî dewlemend bibin
.
(Korîntî II, 8:9)Em hemû bê daxwaza xwe hatine dinyayê; Mesîh yê tenê ye ku bi daxwaza xwe hilbijart ku bê dinyayê û wî hilbijart ku di halê belengaz de bibe mirov. Niha em dixwazin vê serhatiya bûyîna Mesîh ya newaze berdewam bikin û ayetên wê yênherî xweş jî bixwînin.Wê şeva ku Îsa hat dinyayê, Xwedê milyaketên xwe şandin ba çend şivanan. Ew li dor Beytlehmê bi şev li ber keriyê xwe bûn. Niha guhê xwe bidinê û bibihîzin ka Xwedê çawamizgîniya bûyîna Mesîh da zanîn. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt.
 Milyaketekî Xudan
 ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku jitevahiya gel re ye.
 Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e
. Bilaev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.»Û ji nişkê ve
ordiyeke leşkerên ezmên
bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan ûdigotin:«
 Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî yesilamet 
Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.» Îcar ew bi lez çûn. WanMeryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man…
 Şivan vegeriyan û wek ji wan re hatibû gotin, ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan ûrûmet didan wî.
(Lûqa 2:8-18.20)Amîn.
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...