Ji ber vê yekê hem Meryem û hem jî Ûsiv mecbûr bûn ku herin bajarê Dawid padîşah,Beytlehmê; çimkî ew herdu jî ji dûndana Dawid bûn. Niha emê vegerin Mizgîniya li gor Lûqa û emê ji deriyê diduyan bibihîzin ku Mesîh tam ligor soza Xwedê li
Beytlehmê
çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Di wan rojan de
Qeyser Awgûstos emir da
, ku hemû xelkên dinya Romayê navên xwe bidinnivîsîn. Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hijmartina pêşî bû ku hat kirin.Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. Ûsiv jî ji bajarê
Nisreta
Celîlê
çû
Beytlehmê
, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. Ew çû wêderê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. Gavaew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat û
wê kurê xwe yê nixurî anî
. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
(Lûqa 2:-7)Divê ku em li vir hinekî li ser vê bûyerê bifikirin. Ma we bala xwe dayê ku rewşa bûyînaMesîh çi bû? Em dikarin bêjin ku Mesîh
di rewşeke belengaz de
hat dinyayê. Bi rastî ji boMesîh li Beytlehmê odeyeke xweş û amadekirî nebû ku ew li wir bihata dinyayê. Erê, rast e,Xilaskarê dinyayê û dadgerê dinyayê di afirekî de hat danîn!Belkî hin hene, dibêjin: Ev çi tiştekî ecêb e! Eger bi rastî Îsa, Xilaskarê dinyayê û Xudanêrûmeta herî bilind û dadgerê hemû zarokên Adem be, ma çima ew ne di qesra padîşah de û nedi nav xemlûxêleke mezin de hat dinyayê? Hingê her kesî wê bi zelalî bizaniya ku bi rastî ew padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e.Dostên delal, li vir divê em rastiyeke girîng bînin bîra xwe:
Fikrên Xwedê ne wek fikrênmirovan in
. Rûmeta Xwedê ne wek rûmeta vê dinyayê ye. Bêguman bûyîna Îsa ne bê rûmet bû, lê belê piraniya zarokên Adem ev rûmet nedîtin, çimkî
rûmeta Xwedê û rûmeta vêdinyayê gelek dûrî hev in
.Belkî te mirovên dewlemend dîtine. Tevahiya jiyana wan luks e. Ew di xaniyên mezin ûxweş de rûdinin, cilên wan nerm û biha ne, gelek berdestiyên wan hene û ew, hemû daxwazênxwe pêk tînin. Rûmeta vê dinyayê ev e. Lê belê
rûmeta Xwedê
ne wek van tiştan e
. LomaMesîh ê ku li ba Xwedê di rûmeta ezmên de bû, ne di rewşeke xweş de û ne di xaniyekî mezinde hat dinyayê. Gelek mirovên dewlemend qet nizanin rebenî û tengahî çi ye, lê Mesîh ne wek wan bû. Nexêr, Xilaskarê ku Xwedê ew şand vê dinyayê, da ku zarokên Adem ji hêza Îblîs û ji hêza gunehan xilas bike, di halê nizim de çêbû û di afirekî de radiza.
2
Leave a Comment