Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» - yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin - «wê bê û gava kuew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.» Îsa jê re got: «
Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im
.» Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?» Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: «
Werin, wî mirovî bibînin, yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?
» Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
...
Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku minberê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn. Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lavakirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma. Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye
, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.
»
(Yûhenna 4:4-30.39-42)Serhatiya jinika Samerî ev e. Bi rastî ev serhatî gelek girîng e, çimkî em hîn dibin ku jinekegunehkar çawa rastî Îsa hat û fêm kir ku Îsa Xilaskarê dinyayê ye û ji aliyê Xwedê ve hatiyeşandin. Vê yekê tevahiya jiyana wê guhert. Di destpêka hevpeyvînê de jinika Samerî nizanibûku kî bi wê re dipeyivî. Rast e, ew şaş ma ku yekî Cihû bi wê re peyivî, lê
li gor bîr ûbaweriya wê, Îsa wek Cihûyên din bû.
Lê belê Îsa ji wê re çend tiştên ecêb gotin û wê hin bihin fêm kir ku tu mirov tune ku bikare wan tiştan bizane. Tiştê ku wê ji vê yekê derxist, wêgot: «
Îsa yek ji pêxemberên Xwedê ye.
»
Lê belê di dawiyê de çavên dilê wê vebûn û wêfêm kir ku Îsa ji pêxemberekî hê meztir e. Wê dît ku ew Mesîh, yanî Xilaskarê dinyayêye yê ku hemû pêxemberan li ser wî gotiye.
Çaxê ku jinika Samerî bi zelalî fêm kir ewê ku li ser bîrê rûniştî ye û bi wê re dipeyiveMesîh e, wê cerê xwe danî, rabû bi lez çû bajêr û ji her kesî re got:
«Werin, wî mirovî bibînin, yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»
Li ser vê yekê xelkê bajêr derket, hatin ba Îsa û jê hêvî kirin ku li ba wan bimîne. Îsa jî durojan ma û hînî wan kir ka ew çawa dikarin dilekî nû û paqij bistînin û li gor rastiyê biperizinXwedê. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin:
Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn û wan ji jinikê re got: «
Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwebihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.
»
(Yûhenna 4:41.42)
3
Add a Comment