• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Dilê Xwedê
 
Riya Rastdariyê 77
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa
 Riya Rastdariyê
.Me di hemû dersên xwe yên li ser Nivîsarên Pêxemberan de dît ku Xwedê
hem pîroz ûhem jî rastdar
e û tu caran guneh qebûl nake. Herweha me dît ku ew
dilbirehm û dilovan
e.Ev yek ji bo me mizgîniyeke pir şêrîn e, çimkî bêguman em hewceyê rehma wî ne. Em hemûli hember Xwedê rabûn, me hemûyan Xwedê êşandin; neheqî û gunehên me di çavê Xwedêde mekrûh in û eger rehma Xwedê li me neyê kirin, emê li gor gunehên xwe bên dîwankirin ûhelak bibin.Îro em dixwazin
du mesele
yên ku Îsa ji xelkê re gotin, ji we re bixwînin. Bi van herdumeseleyan emê li ser 
dilovaniya Xwedê hîn bibin û emê bibînin ku gunehkar çawadikarin rehm û kerema Xwedê bistînin.
Di
mesela pêşî 
de emê li
du zilam
an binêrin. Yekî ji wan rehma Xwedê nestand, lê yê dinew stand. Yek ji wan herduyan ji nav komela Fêrisiyan bû; ew di duakirinê de, di rojiyê de ûdi dayîna xêran de gelek bi xîret bû. Di çavê mirovan de, ew ji Xwedê ditirsiya û zilamekî pirr dîndar bû. Zilamê din bacgir bû û di çavê mirovan de ew gunehkarekî mezin bû, çimkî piraniya bacgiran ne dilsoz bûn. Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin mesela yê Fêrisî û Bacgir. Emê ji Mizgîniya Lûqa,deriyê 18’an bixwînn. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Îsa ev mesele jî ji hinekên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm dibînin re got:«
 Du mirov
hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû.
Yê Fêrisî 
li ser piyan rawesta û
 ji xwe re
weha dua kir: ‹Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ezne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me. Ez diheftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.› Lê
 yê bacgir 
ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹
Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê 
!› Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe.
Çimkî her kesê ku xwebilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin
(Lûqa 18:9-14)
1
 
Dersa ku Îsa bi vê mesela kin hînî me dike, çi ye? Bi kurtî, Îsa hîn kir ku Xwedê li wan ênku sûc û neheqiya xwe
qebûl dikin
, tê rehmê. Ji aliyê din ve ew dîwana wan dike ên ku xwe
di çavên xwe de
li ber Xwedê rastdar 
hesab dikin
. Nivîsarên Pîroz vê yekê weha şîrove dikindibêjin: «
 Xwedê li hember pozbilindan disekine, lê keremê li nefsbiçûkan dike
.» (Petrûs I,5:5)Tiştê ku di çavê mirovan de hêja ye, Xwedê kêm dibîne.Mirov hene, dibêjin:
Ez
mirovekî rast im!
Ez
duayên xwe dikim!
Ez
ji malê xwe xêr ûxêratan dikim!
Ez
diçim mizgeftê.
Ez
diçim dêrê!
Ez
vî tiştî dikim û vê jî dikim. Ma Xwedêwê wan mirovên ku weha pesnê xwe didin, qebûl bike? Ma bi dilê Xwedê ye ku mirov bêje:«Ez û ez û ez!»? Nexêr, Xwedê bi xêr û karên ku ji dilekî pozbilind tên, şa nabe.Xwedê ji dilê pozbilind û qure nefret dike. Gelo tê bîra we ku nixuriyê Adem Qayîn bihewldana xwe dixwest nêzîkî Xwedê bibe? Ma Xwedê goriya wî qebûl kir? Na, Xwedêgoriya wî qebûl nekir. Û heta îro jî dilê Xwedê bi
hewldanên mirov
şa nabe, çimkî hemûhewldana mirov di çavê Xwedê de ne temam in û ew bi qusûr in. Xwedê ne li hewldana medinêre, lê ew dixwaze ku em
rewşa xwe, yanî gunehkariya xwe
qebûl bikin. Bacgir li sîngêxwe xist û got:
«
Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê 
Dilekî weha şkestî, bi dilê Xwedê ye. Lê ew ji pozbilindiya wan ên ku xwe ji yên dinqenctir dibînin, nefret dike. Yê Fêrisî xwe bi yê bacgir re rû bi rû kir û ji xwe re got:
«Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar,an jî ne wek vî bacgirê ha me.»
Xwedê wê çawa mirovekî weha qebûl bike?Yê Fêrisî fêm nekir ku di Roja Dawî de Xwedê wê me ne bi gunehkarên hê xerabtir re rû birû bike. Nexêr, lê ewê bala me bikişîne ser Şerîeta xwe ya pîroz û bêkêmahî, ya ku dibêje:
 Kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.
 (Aqûb 2:10)Çimkî Xwedayê ku gotiye:
«Zînayê neke», gotiye jî: «Şahidiya derewîn neke».
Îcar, eger tuzînayê nekî, lê tu şahidiya derewîn bikî, te Şerîeta Xwedê şkandiye.Madem ku wusa ye, tu nikarî bikevî bajarê ezmanî, yanî tu ji aliyê Xwedê ve nayêyîqebûlkirin bihiştê, çimkî Nivîsarên Pîroz dibêjin:
Qet tiştekî murdar nakeve nav bajêr. Û yênku pîsîtiyê dikin û derewan dikin jî, nakevin nav wî.
(Peyxama Yûhenna 21:27)Loma zarokên Adem
hewceyê rehm û dilovaniya Xwedê ne
.Hevalên delal, ma we jî wek bacgirê di vê meselê de,
rehm û dilovaniya Xwedê
standiye?An hûn hê diceribînin ku hûn
bi hewldana xwe
rastdar bibin?
2
 
 Niha em dixwazin herin ser 
meseleya diduyan
. Di vê meselê de emê bibînin ku dilê Xwedê bi rehm û hezkirinê tije ye. Dilê Xwedê wek dilê bavekî ku ji zarokên xwe hez dike ye. DiMizgîniya Lûqa, deriyê 15’an de em weha dixwînin:
 Îcar hemû bacgir û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî bikin. Fêrisî ûŞerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!» Îsa ev mesele ji wan re got:«
 Du kurên mirovekî hebûn
.
 Kurê biçûk 
ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê paraku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir. Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir. Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî dehat. Ew ket tengahiyê û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe,ber berazan. Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lêkesekî ew jî nedidayê.Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wandimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim. Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo,min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin.Min bike wek yekî ji paleyên xwe.›Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve
bavê wî 
ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî.Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand. Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.› Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî. Conegayê dermalekirî bînin û serjêkin,da ku em bixwin û şahiyê bikin, çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû ûva ye, hatiye dîtin.›Û dest bi şahiyê kirin. Di wî çaxî de
kurê wî yê mezin
li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst. Wî gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ka çi bûye?Yê xulam jê re got: ‹Birayê te hatiye, bavê te conegayê dermalekirî serjêkiriye, çimkî ew sax û silamet vegeriyaye.› Birayê mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî kir. Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim,lê te tu caran karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim. Lê gava ev kurê te, yêku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te conegayê dermale ji wî re serjêkir.›
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...