• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Vejîn û Jiyan
Riya Rastdariyê 78
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Me di lêkolîna xwe ya Încîlê ya heta niha de dît ku
gelek nav û payenavên Mesîh
, yanîyên Îsa hene. Ev payenav ji bo naskirina Îsa alîkariya me dikin. Me bihîst ku ev payenavên ha ji Îsa re tên gotin:
 Peyva ku di destpêkê de bi Xwedê re bû, Kurê Yê Herî Bilind, Kurê Mirov, Berxê Xwedê, Xilaskar, Nanê Jiyanê, Ronahiya Dinyayê, Xudanê Rûmetê, Derî û ŞivanêQenc
. Îro emê li du payenavên din binêrin. Ew jî ev in:
Vejîn
û
 Jiyan
.Me dît ku Îsa li seranserê welatê Cihûyan digeriya û xelk hîn dikir, qencî dikir, yên nexweş,yên kor, yên şil û şeht, yên felcî û yên cinoyî sax dikirin. Elaletên mezin li pey wî diçûn, lê belê pisporên dîn û diyanetê, yanî Fêrisiyan, çavnebariya wî dikir. Wan nikaribû ne
şehrezayiya
hîndariya wî û ne jî
kerametên nedîtî 
yên ku wî dikirin, înkar bikin.Îro dîsa em dixwazin bi bûyerên Mizgîniya Xwedê, yanî bi bûyerên Încîlê berdewam bikin.Emê bibînin ku
Îsa çawa kerameteke newaze kir û bi vê yekê rûmeta Xwedê ya ku dihundirê wî de bû eşkere kir, da ku mirov baweriya xwe bi wî bînin
.Emê niha ji Mizgîniya li gor Yûhenna, deriyê 11’an bixwînin. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Mirovek bi navê
 Lazar 
nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê
 Meryemê 
û xwişka wê
 Mertayê 
bû. Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn. Herdu xwişkan ji
 Îsa
re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê kutu jê hez dikî nexweş e.» Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.» Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew durojên din jî li wî cihê ku lê bû ma.
 (Ji xwe Îsa dizanibû ku Lazar wê bimira. Lê mebesta Îsa ew bû ku ew bi mirina Lazar, hêzaXwedê ya ku di hundirê wî de bû, eşkere bike, da ku xelk bawer bike ku ew ji ezmên hatiyenav wan.)
1
 
Paşê
[yanî piştî du rojan]
wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.»Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?» Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Dostê me Lazar bi xew veçûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.»Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.» Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje. Li ser vê yekê Îsabi eşkereyî ji wan re got: «
 Lazar miriye
. Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da kuhûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.» Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da kuem bi wî re bimirin.» Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya
çar rojan
Lazar kirine gorê. Beytanya nêzîkî Orşelîmê bûû li dora sê kîlometreyan jê dûr bû. Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma. Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedêbixwazî, ewê bide te.» Îsa ji wê re got: «
 Birayê te wê dîsa rabe
Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, RojaVejînê ewê dîsa rabe.» Îsa ji wê re got: «
Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî. Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?
»Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, yê ku wêbihata dinyayê.» Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.»Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa… Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ewdît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimirGava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya ûkederê ruhê wî girt. Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?»Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.» Îsa giriya. Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!» Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
2
 
 Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derêwê bû. Îsa got: «
 Kevir rakin
 Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ewmiriye.» Îsa ji wê re got:
«Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?
» Îcar kevir rakirin. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorêrawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.» Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «
 Lazar, were derve
Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa jiwan re got: «
Wî vekin û bihêlin bila here
(Yûhenna 11:7-44)Beriya ku em bala xwe bidin dawiya vê serhatiyê, wê qenc be ku em hinekî li ser vêkerameta mezin bifikirin. Ji damezrandina dinyayê û heta îro jî tu kesî nebihîstiye ku hêzayekî hebe ku sê an çar rojan piştî mirina mirovekî bikare wî ji nav miriyan rake. Me bihîst kuLazar çar rojan di gorê de ma û bîhn jî ketibû wî. Lê belê Îsa Mesîh tam ev yek kir: Wî Lazarêmirî piştî çar rojan ji nav miriyan rakir.Hêza mirinê ji Îsa Mesîh re nebû asteng, çimkî ew bi xwe hem Peyva Xwedê bû û hem jîew bi xwe Jiyan e û ji ezmên hatiye. Wî jiyana xwe ji tu kesî nestandiye. Wek ku Xwedê bixwe jiyan e, wusa jî Mesîh bi xwe jiyan e. Herweha, wek ku Xwedê dikare mirovên mirî jinav miriyan rake, wusa jî, Mesîh dikare li gor daxwaza xwe can bide her kesî, çimkî ew bixwe
Serkaniya
 
Jiyanê
ye.Loma çaxê ku Îsa gazî Lazar kir ku ji gorê derkeve, laşê wî nûvejen bû, ew rabû û li ber çavên hemûyan ji gorê derket. Ji ber vê yekê Îsa ji xwişka Lazar re gotibû:
«
Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî 
 Niha emê li dawiya vê bûyerê binêrin, da ku em bibihîzin piştî ku Cihûyan dît ku Îsa çawaLazar ji nav miriyan rakir, wan çi kir. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin,
bawerî bi wî anîn
.
 Lê hinek ji wan
jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin. Îcar Fêrisî û serekên kahînan, civîna giregiran gazî ba hev kirin û gotin: «Emê çi bikin? Evmirov gelek nîşanan çêdike. Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, wê hem cihê me yê pîroz û hem jî miletê me ji holê rakin.»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...