• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Îsa Mesîh dikeve Orşelîmê
Riya Rastdariyê 79Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Me di dersa beriya niha de dît ku
Îsa Mesîh çawa zilamekî ku çar rojan di gorê de mabû, ji nav miriyan rakir
. Hêza mirinê ji Îsa re qet nebû asteng, çimkî ew bi xwe vejîn û jiyan e.Îro jî em dixwazin di Încîlê de berdewam bikin û emê bibînin ku Îsa çawa ket Orşelîmê, yanîket wî bajarê ku ewê lê bihata kuştin.
Wî ji pêşî ve her tiştê ku wê bihata serê wî dizanibû
:Wî dizanibû ku rêberên dînê Cihûyan wê ew radestî Romayiyan bikira, da ku cefayê bidin wîû wî xaç bikin. Îsa bi van hemû tiştan dizanibû, lê dîsa jî
wî biryara xwe da ku hereOrşelîmê
. Încîl li ser vê yekê weha dibêje:
Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.
(Lûqa 9:51)Dema ku Îsa ber bi Orşelîmê ve diçû, wî ji şagirtên xwe re got:
«Imadeke min heye ku divêez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe.»
(Lûqa 12:50)Me beriya niha dîtibû ku mana imadê carna mirin e û bi van gotinan Îsa Mesîh ji şagirtênxwe re diyar kir ku ewê li Orşelîmê bimire, yanî wê bê xaçkirin.Çima Îsa ji dil biryar da, ku here Orşelîmê? Bi rastî ew çû Orşelîmê, da ku jiyana xweradestî wan ên ku wê ew bikuştana, bike. Ev çiqas
ecêb
e! Eger hûn bizanin ku di bajarekî demirovên ku bixwazin cefayê bidin we û li kuştina we bigerin hene, ma bi rastî hûnê biryaraxwe bidana ku herin wî bajarî? Tiştê ku Îsa Mesîh kir, tam ev bû. Îsa dizanibû, ew hatiyedinyayê, da ku di ber gunehên dinyayê de bibe gorî. Îsa nehat vê dinyayê, da ku bi kêfa jiyanavê dinyayê şa bibe, lê
ew hat, da ku ew gotinên pêxemberan bîne cih
. Pêxemberan digot:Mesîh wê cefayê bikişîne û li çiyayê ku Birahîm ji dêla kurê xwe berx kiribû gorî, xwîna xwe birijîne. Diviya ku mînak û nîşana gorîkirina berxan di mirina Îsa de bihata cih.Loma Îsa çû Orşelîmê û bi rastî ew bajar ji bo wî wek kortala şêrên birçî bû yên ku li bendanêçîrê bûn. Niha emê xwendina Încîlê berdewam bikin. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
1
 
 Îcar 
ew li ser rê bûn
û hildikişiyan
Orşelîmê 
. Ew li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî dimanû ew kesên li paş dihatin ditirsiyan. Îsa dîsa
her diwanzdeh kişandin aliyekî û dest pê kir ew tiştên ku wê bihatana serê wî ji wan re got.
(Marqos 10:32)Wî got:
«Va ye, em derdikevin Orşelîmê û
hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê  Mirov hatine nivîsîn, wê bên cih.
 
(Lûqa 18:31)
 Kurê Mirov wê
bê dayîn
destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê
cezayê mirinê li ser wî bidin
û
wî bidin destê miletan
. Ewê
tinazên xwe bi wî bikin
 ,
tif bikinê 
 ,
bidin ber qamçiyan ûwî bikujin
.
Û piştî sê rojan ewê ji nav miriyan rabe
(Marqos 10:33.34)
 Lê şagirtan tu tişt fêm nekir 
. Ev peyv ji wan re veşartî ma û tiştên ku wî gotin, fêm nekirin.Çaxê Îsa nêzîkî Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û pars dikir. Gava wî bihîst kuelaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?» Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»Yê kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê Dawid, li min were rehmê!»Û yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire; lê wî hê bêtir kir qîrîn û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!» Îsa rawesta, emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî: «Tu çidixwazî ku ez ji te re bikim?»Wî got: «Ya Xudan, bila çavên min bibînin.» Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin, baweriya te tu xilas kirî.»Û wî di cih de dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê.
(Lûqas 18:34-43)
Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir 
kereke
girêdayî ya bidehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin. Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»
 Ev wusa çêbû, da ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih
: «Ji bajarê Siyonê rebêjin: ‹Va ye, Padîşahê te bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî,li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.›» [Zekerya 9:9; Îşaya 62:11]Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin. Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû. Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê. Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan ûdigotin:«Hosanna ji Kurê Dawid re!
2
 
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»
(Metta 21:1-9)
 Hin ji Fêrisiyên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!» Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît û
li ser wî giriya
û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiyate ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin
… çimkî te wextê serdana xwenezanî 
(Lûqa 19:39-41.44)
Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «
 Ev kî ye?
» Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.» Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve.
 Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin
.Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹
Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.
 Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran
›.» Li Perestgehê, kor û şil û şeht anîn ba wî û wî ew qenc kirin. Lê gava ku serekên kahînan ûŞerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehêde digotin: «
 Hosanna ji Kurê Dawid re!
», hêrs bûn û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çidibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev yek qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr pesin deranî.›»
(Metta 21:10-16)[Mana peyva Hosanna ev e : Bila Xwedê me xilas bike!]
Serekên kahînan û Şerîetzanan ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew jiwî ditirsiyan, çimkî tevahiya elaletê li hînkirina wî gelek şaş dima.
(Marqos 11:18)Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got:
«
 Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hat 
. Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta kuliba genim nekeve erdê û nemire, bi tenê dimîne, lê eger ew bimire, gelek ber dide. Niha dilêmin ketiye tengiyê. Ez çi bêjim? Ma ez bêjim: ‹Bavo, min ji vê saetê xilas bike›?
 Na, ji bo vê  yekê ez hatime vê saetê 
. Bavo, navê xwe bi rûmet bike.» Li ser vê yekê dengek ji ezmên hat: «Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim.» Ew elaleta ku li wê derê rawesta bû û ev bihîst, got: «Ezmên kir xurexur Hinekan jî digot: «Milyaketek bi wî re peyivî.»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...