• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Gotinên rast û tehl
 
Riya Rastdariyê 80
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivinDi dersa me ya din de me dît ku Mesîh, yanî
Îsa
çawa
ket Orşelîmê
.
Wî dizanibû
kuOrşelîm bajarê wan kahîn û Şerîetzanên ku li kuştina wî digeriyan e. Wî her tiştê ku wê bihataserê wî dizanibû, lê ev yek jê re nebû asteng ku neçe Orşelîmê. Îsa dizanibû ku ew hatiyedinyayê, da ku jiyana xwe ji bo gunehên mirovan bike gorî. Wî dizanibû ku piştî çend rojêndin kahînan wê ew bigirta û xaç bikirana.Loma, guhdarên delal, hûn îro li ku derê bin, li wê derê bin, em ji we hêvî dikin ku hûnqenc bala xwe bidin gotinên Îsa Mesîh. Emê bibihîzin ku wî çawa serwerên Cihûyan hişyar kirin û ew li ser durûtî û xerabiya wan haydar kirin.
Gotinên
ku îro emê bibihîzin, hinekî
tehl
in, lê ew
rast
in. Erê, carna bihîstina rastiyê, mediêşe, lê gotina pêşiyan rast dibêje: „Rastî tehl e“. Di dersa îro de emê gelek gotinên hem rastû hem jî dijwar bibihîzin.Wek ku me di dawiya dersa din de dît, Îsa ket Orşelîmê û her roj diçû Perestgehê û xelk hîndikir. Û her roj Şerîetzan û serwerên dîn û diyanetê li fersendekê digeriyan ku wî bi gotina wî bigirin û derxin ber dîwanê, da ku wî bikujin.Lê belê ew ji xelkê ditirsiyan, çimkî xelkê bi dilxwazî guhê xwe dida her gotina Îsa.Di Mizgîniya li gor Lûqa, deriyê 20’an de Nivîsarên Pîroz dibêjin:
Çavê
Şerîetzan û serekên kahînan
li Îsa bû û wan casûsên ku xwe rast nîşan didan, şandinba wî, da ku ew wî bi xebera wî bigirin û derxin ber dîwan û desthilatiya walî. Wan ji wî pirsî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, lêbelê tu riya Xwedê rast hîn dikî. Îcar ma ji bo me çêdibe ku em bacê bidin Qeyser an na?» Lê Îsa bi qurnaziyên wan hesiya û bi durûtiya wan dizanibû û got: «Çima hûn mindiceribînin? Ji min re zîvekî bînin ku ez bibînim.»Wan jê re zîvek anî. Wî ji wan pirsî: «Ma ev resm
[wêne]
û nivîsîn ên kê ne?»
1
 
Wan got: «Yên Qeyser in.» Îsa jî ji wan re got: «
 Madem ku wusa ye, tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê 
Wan nikaribû wî li ber xelkê bi gotina wî bigirin, ew li bersîva wî şaş man û devê xwe girtin.
(Lûqa 20:20-26; Marqos 12:15.16)
 Eynî rojê
 Sadûqiyên
ku digotin vejîna miriyan tune, hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Mamoste,Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê jibirayê xwe re rake.› Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt. Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yêheftan, hemû mirin. Piştî hemûyan jin jî mir. Îcar Roja Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe yakê? Çimkî hemûyan ew anîbû!» Îsa li wan vegerand û got: «
 Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz û hêza Xwedê nizanin
.
(Metta 22:23-29)
 Zarokên vê dinyayê jinê tînin û mêr dikin. Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wêdinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; ew careke din nikarin bimirin, eweynî wek milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, çimkî ew zarokên vejînê ne. Mûsa jî da xuyakirin, ku mirî wê ji nû ve rabin. Ew di serhatiya diriyê de navê Xudan hildide û dibêje:‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb.› Îcar ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in.»
(Lûqa 20:34-38)
Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma. Gava
Fêrisiyan
bihîst ku Îsa devêSadûqiyan girtiye, li hev civiyan. Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî: «Mamoste, diŞerîetê de emrê herî mezin kîjan e?» Îsa lê vegerand û got: «‹
 Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.
Emrê pêşî û mezin ev e. Yê diduyan jî wek vî ye: ‹
Wek ku tu ji xwehez dikî, ji cîranê xwe hez bike.
Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emranin.»Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî: «
 Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Ew kurê kê ye?
»Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê Dawid e.» Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje: ‹Xudan ji Xudanê min re got: Li milê min ê rastê rûne heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.› Eger  Dawid ji wî re bêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?»
2
 
 Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide.
Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî  jê bipirse
.
(Metta 22:33-46)
 Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got:«Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa rûdinin. Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin ûbînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin,
çimkî ew dibêjin û nakin
; barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan barantiliya xwe jî bilebitînin. Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin. Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin. Hez dikinku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin. Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye. Ne jî bila kes jiwe re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we.
Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe
.«
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbasbibin.
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derya û bejê li hev didin, da ku hûn yekî bînin ser baweriya xwe, lê gava ku we ew anî jî hûn du caran ji xwe bêtir wî dikin kurêdojehê.
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviyaku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. Hey rêberên kor! Hûn pêşûyê dipalînin, lêdevê dadiqurtînin.
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn derveyî tas û sêniyan dişon, lêhundirê wan ji tiştên talankirî û çavbirçîtiyê tije ye. Hey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û sêniyan bişo, wê derveyê wan jî paqij bibe.
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne. Bi vî awayî hûn jî ji derve wek ên rast li mirovan xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tije durûtî û neheqî ne.
Wey li we
hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey durûno! Hûn gorên pêxemberan ava dikin û qubênmirovên rast dixemilînin. Û hûn dibêjin: ‹Eger em di dema bav û kalên xwe de bijiyana, meyêbi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.› Bi vî awayî hûn li hember xwe şahidiyê dikin ku hûn
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...