• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Şîva Xudan
Riya Rastdariyê 81
Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Wek ku gelek ji we dizanin, ev demek e ku em di xwendina xwe ya Nivîsarên Pîroz degihîştin Încîlê, yanî Mizgîniya Xwedê. Mizgîniya Xwedê ji me re şîrove dike, dibêje: Îsa,Mesîh e, yanî Xilaskarê pîroz e yê ku hatiye vê dinyayê, da ku zarokên Adem ji desthilatî ûhukumdariya Îblîs rizgar bike. Me dît ku
Xilaskar ji hemû mirovên din cihê ye. Ew PeyvaXwedê ye ya ku di destpêkê de bi Xwedê re bû, ew bû mirov û hat vê dinyayê
.Îsa Mesîh di bûyîna xwe de bêhember bû, çimkî ew bi hêza Ruhê Xwedê ji keçikekê çêbû,yanî diya wî keçikek bû.Herweha
qerektêrê
Îsa Mesîh bêhember bû, çimkî xasîtiya wî tam pîroz û paqij bû. Ew jiguneh bêrî bû û wî tu caran guneh nekir.
Karên wî 
jî bêhember bûn; tu kes tune ku wek wîkerametên ewqas mezin kiribin. Hêza Îsa Mesîh li ser Îblîs, li ser cinan, li ser ba û ava golê, liser nexweşî û mirinê hebû. Heçî
hînkirina wî 
bû, ew jî bêhempa bû; neyarên wî jî ev yek qebûl kirin û gotin:
«Tu mirov, tu caran mîna vî mirovî nepeyiviye!»
(Yûhenna 7:46)Erê, rast e, Îsa Mesîh di bûyîna xwe de, di qerektêrê xwe de, di karên xwe de û di peyvênxwe de bêhember bû. Van hemû babetan kifş dikir ku ew kî ye, lê dîsa jî hemûyan fêm nekir ku ew ew Xilaskar e, yê ku ji ezmên hatiye. Piraniya zarokên Adem fêm nekirin ku bi rastî Îsakî ye. Wan Îsa pêxember hesiband, lê wan fêm nekir ku Xwedê bi xwe hatiye serdana wan.Heçî rêberên dîn û diyanetê yên Cihûyan bûn, wan ne tenê fêm nekir ku Îsa kî ye, herweha ewşêwirîn ku çawa wî bikujin!Di dersa xwe ya din de me dît ku Îsa ji ber durûtî û xerabiya wan, erzê Şerîetzanan ûrêberên dîn şkand. Wan gotinên wî bihîstin, lê dîsa jî wan tobe nekir. Bervajiyê vê, nêt ûdaxwaza wan bi tenê ev bû ku
Îsa bê kuştin
!Îsa Mesîh dizanibû ku ewê li Orşelîmê bihata kuştin; herweha wî dizanibû ku kahîn ûrêberên dîn wê li kuştina wî bigeriyan. Wek ku me dît, Îsa ji şagirtên xwe re got ku kahîn ûŞerîetzan wê cezayê mirinê li ser wî bidin. Wî gotibû ku wanê ew radestî Romayiyan bikira,
1
 
da ku tinazên xwe bi wî bikirana, tif bikirana wî, li wî bixistana û ew xaç bikirana. Lê piştî sêrojan ewê ji nav miriyan rabûya. Bi vî awayî Îsa ji pêşî ve li ser mirina xwe ya li ser xaçê û liser rabûna xwe ya ji nav miriyan gotibû.Lê belê Îsa ne tenê ji pêşî ve got ku ewê
çawa
bimire û
li ku derê
bimire, lê belê îro emê bibînin ku hem jî Îsa got ku ewê
kengê
bimire. Niha em dixwazin ji Mizgîniya li gor Metta, ji deriyê 26’an bixwînin û emê bibînin ku Îsaçawa şagirtên xwe li ser mirina xwe ya li ser xaçê haydar kirin. Nivîsarên Pîroz dibêjin:
Gava ku Îsa ev hemû peyvên ha xilas kirin, ji şagirtên xwe re got: «Hûn dizanin ku piştî durojan Cejna Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin.»
(Metta 26:1-2)Ma we bihîst ku Îsa ji şagirtên xwe re çi got? Wî bi wan da zanîn ku zarokên Adem wê wî
di roja Cejna Derbasbûnê
de xaç bikin. Dema ku me di Tewratê de lêkolîn kir, em li ser Cejna Derbasbûnê hîn bûn. Cejna Derbasbûnê di meha pêşî ya Cihûyan, yanî di Adar an di Nîsanê de dihat pîrozkirin. Her sal di vê Cejnê de Cihûyan dianî bîra xwe ku di dema Mûsa pêxember de çi çêbû. Hingê gelê Îsraêl li Misrê di bin destê Firewn de bû û ew di tengahiyekemezin de bûn. Di wê demê de Xwedê li gor plana xwe ya xilasiyê û li gor dadperweriya xwe biryar da ku li Misrê her nixurî bimire. Lê ji bo wan ên ku ji wî bawer dikirin û li gor peyvawî kirin, riya xilasiyê hebû. Xwedê emir li wan kir ku di nav gelê Îsraêl de di her malê de berxekî bêqusûr bê serjêkirin û xwîna wî li deriyên xaniyên wan bê xistin. Xwedê soz dabûwan û gotibû:
«
Çaxê ez xwînê bibînim, ezê di ser we re derbas bibim
(Derketin 12:13)Gelê Îsraêl li gor vî emrê Xwedê kir û nixuriyên wan nemirin, lê ew hemû xilas bûn. Xwedêew bi xwîna berxekî xilas kirin.Kêm û zêde ew hezar û pênc sed sal bû ku Cihûyan her sal di Cejna Derbasbûnê de berxserjêdikirin, da ku bînin bîra xwe, Xwedê li Misrê çawa ew ji wê belaya mirinê xilas kiribûn.Lê belê, Xwedê nexwest ku ew bi tenê
paş ve binêrin
û tiştekî derbasbûyî bînin bîra xwe. Bidestê wan berxên ku dihatin gorîkirin, Xwedê dixwest ku ew li
rojên ku bên
jî binêrin û lihêviya hatina Mesîh bimînin. Çimkî rojekê xwîna Mesîh jî wê bihata rijandin. Ew xwîna kuMesîh rojekê li ser xaçê birijanda, wê gunehkar ji belaya herî xerab, yanî ji agirê herheyî yêdojehê xilas bikirana.Ew mirina Xilaskar a li ser xaçê wê goriya bêkêmahî û herî dawî bûya. Wê goriyê, wê
mana hemû goriyan
û tevahiya Şerîeta Xwedê bianiya cih. Xwedê li gor şehrezayiya xwe
2
 
dixwest ku Xilaskar xwîna xwe di roja Cejna Derbasbûnê de birijîne, da ku mane û mînakakûr a van berxên ku dibûn gorî, bê cih.Me dît ku ji destpêkê ve plana Xwedê ew bû ku gunehkar ji dîwana Roja Dawî xilas bibûnaû êdî dem hatibû ku Xilaskar Îsa Mesîh ev plana Xwedê pêk bianiya. Niha emê vegerin Nivîsarên Pîroz û emê careke din ji Încîlê bixwînin.
Gava ku Îsa ev hemû peyvên ha xilas kirin, ji şagirtên xwe re got: «
 Hûn dizanin ku piştî durojan Cejna Derbasbûnê ye. Wê Kurê Mirov bidin dest, da ku bê xaçkirin
 Hingê serekên kahînan û rihspiyên gel, li qesra Serokkahînê ku navê wî Qeyafa bû civiyan ûbi hev şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û wî bikujin. Lê wan digot: «Bila
ne
di cejnê de be, da kudi nav xelkê de hengame çênebe.» Hingê yek ji diwanzdehan, ku jê re Cihûdayê Îsxeryotî digotin, çû ba serekên kahînan û jiwan pirsî: «Eger ez wî bidim destê we hûnê çi bidin min?» Îcar wan jî sî zîv hijmartin û danê. Ji wê demê ve Cihûda li keysekê digeriya ku Îsa bidedest.
(Metta 26:1-5.14)
 Di roja pêşî ya Cejna Nanê Şkeva de, roja serjêkirina goriya Cejna Derbasbûnê şagirtan ji Îsa pirsî: «Tu dixwazî ku em herin, şîva Cejna Derbasbûnê li ku derê amade bikin, ku tubixwî?» Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: «Herin bajêr. Mirovek wê rastî we bê ku cerekî avê hildigire, li pey wî herin wî xaniyê ku ew bikevê. Ji xwediyê wê malê re bêjin: ‹Mamoste jite dipirse: Ka ew oda min a mêvanan a ku ez bi şagirtên xwe re li wê şîva Cejna Derbasbûnêbixwim li ku derê ye?› Hingê ewê li qata jor odeyeke mezin a raxistî û amadekirî nîşanî webide; li wê derê ji bo me şîvê amade bikin.»Şagirt ketin rê, hatin bajêr û wan hemû tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin. Û wan şîvaCejna Derbasbûnê amade kir.
(Marqos 14:12-16)
Gava bû çaxê şîvê 
 , Îsa bi Şandiyan re li ser sifrê rûnişt û ji wan re got: «
 Hê ji berî ku ez cefayê bikişînim, dilê min gelek xwest ku ez bi we re vê şîva Cejna Derbasbûnê bixwim.
Çimkî ez ji we re dibêjim, heta ku di Padîşahiya Xwedê de pêk neyê, ez tu caran ji vê cejnênaxwim.»
(Lûqa 22:14-16)
Çaxê li ser sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek jiwe wê min bide dest - yekî ku bi min re xwarinê dixwe.» Ew xemgîn bûn û destpêkirin yek bi yek ji Îsa pirsîn: «Gelo ez im?»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...