• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Îsa Mesîh tê girtin
Riya Rastdariyê 82
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa
 Riya Rastdariyê
.Di bernama din de em li ser 
Şîva Xudan
hîn bûn. Îsa ew şîv, beriya ku ew bimire bişagirtên xwe re xwar. Me bihîst ku Îsa ji diwanzdeh şagirtên xwe re got: «Yek ji we wê xayînderkeve û wê min radestî neyarên min bike.»Me dît ku Îsa nan û kas da şagirtên xwe; wî ji wan re got: «Şkandina nên mînaka şkandina bedena min e û kasa ku we jê vexwar mînaka xwîna min e ya ku wê di ber gelekan de bêrijandin. Bi vî awayî Îsa careke din bi şagirtên xwe da zanîn ku ew hatibû dinyayê, da ku jiyana xwe bide, yanî bibe ew goriya dawî û bêkêmahî ya ku gunehan xîş dike û jiyanaherheyî pêşkêşî mirovan dike.Îro em dixwazin guhdariya çend gotinên Îsa yên din bikin. Ew jî wek ên din pirr 
manedarû newaze
ne.
Şeva beriya ku parêzgerên Perestgehê bên ku wî bigirin, wî ew peyv jişagirtên xwe re gotin.
Emê niha ji Mizgîniya Yûhenna, ji deriyê 14’an bixwînin. Îsa dizanibû wextê wî hat, ku jiyana xwe bide. Loma wî ji wan re weha got:
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe
bi Xwedê 
bînin û baweriya xwe
bi min jî 
bînin.
 Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wusa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim?
Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm ûwe bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. Hûn riya wî cihê ku ez diçimêdizanin.»Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?» Îsa ji wî re got: «
 Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav
. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn wî nas dikin û weew dîtiye.» Filîpos jê re got: «Ya Xudan, ka Bav
[Xwedê]
nîşanî me bide, ev têra me dike!» Îsa jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas nekirime?
Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye
; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî me bide›? Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re me
1
 
û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi minre dimîne, karên xwe dike. Ji min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe, ji ber van karan bawer bikin.Madem hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. Û ezê ji Bav bixwazim û ewê
 Alîkarekî din
bide we, da ku her û her bi we re bimîne. Ew
 Ruhê Rastiyê 
ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we redimîne û ewê di dilê we de be. Ez we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. Piştî demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnêmin bibînin. Madem ez dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe reme, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike,ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»Cihûda - ne yê Îsxeryotî - ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê xwe ji me re eşkerebikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?» Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê jiwî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin. Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire. Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime. Hê ez li ba we,min ev tişt ji we re gotin. Lê
 Alîkar - Ruhê Pîroz 
- yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemûtiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we. Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilêwe reht nebe û netirsin!»
(Yûhenna 14:1-11.15-21.23-27)Bi van gotinan Îsa di ber dilê şagirtên xwe de hat û ew ji bo tiştên ku wê çêbûna, amadekirin.Ma we bihîst ku wî li ser 
Alîkar
çi ji wan re got? Bi rastî gelek girîng e ku hûn van peyvênÎsa bi zelalî fêm bikin, çimkî îro mirov hene, dixwazin mana wan gotinan xelet bidin bawerkirin. Ew dibêjin ku Îsa li ser hatina pêxemberekî din got. Lê belê mana peyvên Îsa neew bû. Îsa ne li ser pêxemberekî din got, çimkî li gor peyvên Îsa ew Alîkar ne mirovek e, lê belê ruhekî ku nayê dîtin e. Ewê bihata dilê şagirtên Îsa yên rastîn.Gelo ew Alîkar kî ye? Îsa Mesîh qet şikê nahêle û bi zelalî dibêje ku ew kî ye. Ji keremaxwe careke din guhdariya peyvên Îsa Mesîh bikin. Wî got:
 Ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we,
da ku her û her bi we re bimîne
.
 Ew  Ruhê Rastiyê ye
; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî 
2
 
nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û
ewê di dilê we de be
. Ez we sêwî nahêlim;
ezê 
dîsa bêmba we.
 Alîkar 
-
 Ruhê Pîroz 
- yê ku Bav wê
bi navê min
bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike ûwê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.»
(Yûhenna 14:16-18.26)Careke din pirsa me eynî ev e: Alîkar kî ye? Îsa li ser kê dibêje û soza hatina kê dideşagirtên xwe?
Alîkar Ruhê Pîroz
e, yanî Ruhê Xwedê ye. Eynî ew ruh di hundirê Îsa Mesîh de bû. Mesîhgot ku Xwedê wê Ruhê Pîroz bixe dilê hemûyên ku wê baweriya xwe bi Mesîh bînin û Xilaskar û Xudan qebûl bikin. Îsa Mesîh soz da şagirtên xwe ku piştî mirin û rabûna wî ya jinav miriyan, ewê vegere ezmên û wê Ruhê xwe yê pîroz bişîne dilê wan, da ku ew wannûvejen bike, wan paqij bike, hêzê bide wan û wan
ber bi hemû rastiyê ve bibe.
(Yûhenna16:13; herweha li Tîtos 3:4-7 binêre)Xwedê hez bike, piştî çend dersên din emê bibînin ku her tişt tam li gor van gotinên Mesîhçêbû: Wek ku Îsa soz dabû, deh rojan piştî hilkişîna wî ya ezmanan, Ruhê Pîroz ji jor hat ûdest pê kir, di dilê hemû şagirtên Îsa de rûnişt û rêberiya wan kir.Di bernameyeke din de emê hê bêtir li ser wî Alîkarî, yanî li ser Ruhê Pîroz hîn bibin, çimkîew dikare dilê mirovekî ezperest biguhere, bike mirovekî ku ji Xwedê hez bike û bixwaze ligor emir û daxwazên wî rêve here.Lê niha em dixwazin vegerin Mizgîniyê, da ku em bibînin, di wê şeva taybet de piştî ŞîvaXudan çi çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Piştî ku wan zebûrek strand,
derketin
Çiyayê Zeytûnê. Hingê Îsa ji wan re got: «Îşev hûnê hemû li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn:‹Ezê li şivên bixim û miyên kerî wê belav bibin.›
[Zekerya 13:7]
 Lê piştî ku ez ji mirinê rabim, ezê beriya we herim Celîlê.» Petrûs lê vegerand û got: «Hemû jî li ser te dudilî û sist bibin, ez tu caran dudilî û sist nabim.» Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îşev, berî ku dîk bang bide tê sê caran minînkar bikî.» Petrûs got: «Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.» Hemû şagirtan jî weha got. Hingê Îsa bi şagirtên xwe ve çû cihê ku jê re ‹
Gêtşemanî 
› digotin û ji wan re got: «Hûn livir rûnin, heta ku ez herim dera ha û dua bikim.»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...