• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Dîwankirina Îsa Mesîh
Riya Rastdariyê 83
Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Ev demeke dirêj e ku em di Nivîsarên Pîroz de lêkolînê dikin û me gelek caran dît ku pêxemberên Xwedê çawa
plana xilasiyê
didan zanîn. Wek ku me bihîst, Xwedê ev planaxilasiyê amade kir, da ku gunehkaran ji helaka herheyî xilas bike.Lê belê, ma ev plana xilasiyê çi bû? Bi rastî plana Xwedê ya xilasiyê ew bû ku Mesîh wê liser xaçê bimira û ew mir. Pêxemberên Xwedê şahidî kirin ku divê Mesîh bimire û xwîna xwedi ber hemû mirovên nerast û neheq de birijîne, yanî diviya ku wî cezayê hemû gunehên mehilgirtana ser xwe, wek berxekî bêqusûr ê ku dibû gorî, bibûya pêşkêsa gunehên mirovan.Bi tenê bi vê riyê Xwedê li gunehên me dibihûre. Bi tenê bi vê riyê rastdarî û dadperweriyaXwedê tên parastin; yanî bi riya goriyeke bêkêmahî hem rastdariya Xwedê û hem jî hezkirinawî ya ji bo me li hev digirin û pêk tên.Êdî em di xwendina Kitêba Pîroz de ya ku bi rêzê ve berdewam dike, hêdî hêdî digihîjinserhatiya ku di nav hemûyan de ya herî girîng e. Yanî emê di bernameyên ku bên de li ser mirin û rabûna Mesîh bibihîzin. Xwedê hez bike emê îro û di çend bernameyên din jî bibîninku Îsa Mesîh çawa gunehên mirovan hildan ser xwe û bi mirina xwe gunehên me bexişandin,ew xîş kirin.Di bernama din de me dît ku serekên kahînan pere dan şagirtekî xayîn ê ku navê wîCihûdayê Îsxeryotî bû. Wî rêberiya wan kir û ew birin wî cihê ku Îsa bi şagirtên din ve lê bû.Herweha me dît ku wan çawa Îsa
girt
, destên wî girêdan û birin bajarê Orşelîmê. Ev çi tiştekîecêb e! Çima Îsa, yê ku ew bi xwe hêza Xwedê bû, hişt ku dijminên wî, wî bigirin? Erê, wîxwe teslîmî wan kir,
da ku Nivîsarên Pêxemberan bên cih
, çimkî wan digot ku Mesîh wêcefayê bikişîne û bimire û di roja sisiyan de ji nav miriyan rabe. Bi vî awayî her kesê ku baweriya xwe bi wî bîne, wê afûbûna gunehan bistîne. Tam wek ku pêxemberan digot, Mesîhwê bibûya
wek berxê ku ji bo serjêkirinê tê birin
. (Îşaya 53:7)
1
 
 Niha em dixwazin bi xwendina Încîlê berdewam bikin, da ku em bibînin di vê
şeva reş ûtarî 
de, yanî piştî girtina Îsa Mesîh çi çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Îsa birin ba Serokkahîn. Hemû serekên kahînan, rihspî û Şerîetzan li wir civiyabûn
. Petrûs ji dûr ve li pey wî çû, heta ku ew gihîşt hundirê hewşa Serokkahîn. Li wir bi parêzgeran re li ber êgir rûniştibû û xwe germ dikir. Îcar serekên kahînan û hemû civîna giregiran, ji bo ku biryara kuştina Îsa bidin, li hember wî 
li şahidiyê digeriyan
 ,
lê peydanedikirin
. Gelekan li ser wî şahidiya derewîn da, lê şahidiya wan hevdû nedigirt. Hingê hinek rabûn û li ser wî şahidiya derewîn dan û gotin: «Me bihîst ku vî mirovî got: ‹Ezê vê Perestgeha ku bi dest hatiye avakirin, hilweşînim û di sê rojan de ezê Perestgeheke din a kune bi dest hatiye çêkirin, ava bikim.›» Lê dîsa jî şahidiya wan hevdû negirt. Serokkahîn rabû, li navendê rawesta û ji Îsa pirsî:«Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?» Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir.Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: «Ma tu Kurê Yê Pîroz Mesîh î?» Îsa got: «
 Ez im
. Û ‹hûnê bibînin ku Kurê Mirov li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye û biewrên ezmên tê.›» Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: «Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye? Weçêrkirina wî bihîst! Hûn çi dibêjin?»
 Hemûyan jî ew sûcdar dît û gotin ku ew yê kuştinê ye
. Hingê hinekan dest pê kir û tif kirinwî, rûyê wî nixamtin, dan ber kulman û jê re gotin: «Ka pêxemberîtiyê bike!»Parêzgeran jî ew girt û dan ber sîleyan.Gava
 Petrûs
li jêr li hewşê bû, ji xizmetkarên Serokkahîn keçikek hat ba wî. Gava wê dît ku Petrûs xwe li ber êgir germ dike, çav lê zîq kirin û got: «Tu jî bi yê Nisretî re, bi Îsa re bûyî.» Lê wî înkar kir û got: «Ez nizanim û fêm nakim ku tu çi dibêjî.» Piştre derket derveyî hewşê û dîk bang da. Gava ku keçika xizmetkar ew li wê derê dît, wêdîsa ji yên wê derê re got: «Evê ha jî yek ji wan e.» Lê Petrûs dîsa înkar kir. Piştî gavekê yên ku li wir bûn dîsa ji Petrûs re gotin: «Bi rastî tu jî ji wan î, çimkî tu jiCelîlê yî.» Lê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: «Ez wî mirovê ku hûn li ser dipeyivin nas nakim.» Di cih de dîk cara diduyan bang da. Û Petrûs gotina Îsa ya ku ji wî re gotibû, anî bîra xwe:«Berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.» Li ser vê yekê dest pê kir û giriya.
(Marqos 14:35-72)
2
 
Çaxê bû sibe hemû serekên kahînan û rihspiyên gel ji bo ku Îsa bikujin bi hev şêwirîn. Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî. Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got: «Min guneh kir. Ez bûm sedemê xwîna bêsûc.»Wan lê vegerand û gotin: «Me çi ji vê ye? Tu bifikire.»Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê û derket. Ew çû û wî xwe daleqand.
(Metta 27:1-5)
 Îcar 
 Îsa ji ba Qeyafa
yê Serokkahîn
birin qesra wali 
 
Romayiyan
. Serê sibê zû bû û Cihûneketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnêbixwin. Loma
 Pîlatos
derket derve, hat ba wan û pirsî: «Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?»Wan bersîva wî da û got: «Eger ev ne mirovekî xerabkar bûya, me ew teslîmî te nedikir.» Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin û li gor Şerîeta xwe dîwana wî bikin.»Cihûyan lê vegerand û gotin: «Destûra me tune ku em tu kesî bikujin.» Ev çêbû, da ku gotina Îsa ku pê îşaret kiribû, ka ewê bi mirineke çawa bimire, bê cih. Hingê Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Ma tu Padîşahê Cihûyan î?» Îsa lê vegerand û got: «Tu vê ji ber xwe dibêjî an hinekên din ev yek li ser min ji te re gotine?» Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çikiriye?» Îsa bersîv da û got: «Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye; eger padîşahiya min ji vê dinyayêbûya, ji bo ku ez nekevim destê Cihûyan, xizmetkarên min wê li ber xwe bidana. Lê padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.» Pîlatos jî jê re got: «Nexwe tu padîşah î?» Îsa bersîv da û got: «Tu ji bo min dibêjî ku ez padîşah im. Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û jibo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim. Her kesê ku ji aliyê rastiyêbe, guhê xwe dide dengê min.» Pîlatos jê pirsî: «Ma rastî çi ye?» Piştî vê pirsê, Pîlatos dîsa çû derve ba Cihûyan û ji wan re got: «
 Ez tu sedemasûcdarkirina wî nabînim
.
(Yûhenna 18:28-38)
 Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.»Gava Pîlatos ev bihîst, wî pirsî û got: «Ma ev mirov ji Celîlê ye?»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...