• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Xaçkirina Îsa Mesih
Riya Rastdariyê 84
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivinDi bernama din de me dît ku rêberên Cihûyan ên dîn bi şev Îsa girtin û ew birin malaSerokkahîn; wan şahidên derewîn anîn û
ew sûcdar kirin
. Piştre wan ew anîn ba walî Pîlatos,da ku ew bê xaçkirin. Leşkeran Îsa dan ber qamçiyan, ji stiriyan tacek çêkirin û dan serê wî,ew riswa kirin, li rûyê wî xistin, tif kirin wî û bi çîtikekê li serê wî xistin.Bi vî awayî
zarokên Adem, Yê Rast, yanî Xudanê rûmetê yê ku ji ezmên hatibû, nasnekirin û ew înkar jî kirin
.Ew mirovên ku cefa dan Îsa Mesîh, bi gotinên pêxemberan nizanibûn, lê dîsa wan ew pêxemberîtiyên ku digotin, divê Mesîh bi destê gunehkaran cefayê bibîne, anîn cih.Em niha bi xwendina Încîlê berdewam dikin û emê bibînin ku
Îsa Mesîh çawa tengahî dîtû li ser xaçê mir û bi vî awayî plana Xwedê ya xilasiyê pêk anî 
.Beriya ku em dest bi xwendinê bikin, divê hûn bizanin ku di dema Îsa de li Îsraêlê waliyêRomayiyan hukumdarî dikir. Li gor adetên Romayiyan, hin xerabkarên sûcgiran ên ku dihatinkuştin, bi bizmaran li darekî an jî li xaçekê dihatin xistin û ew li wir dihiştin, heta ku ew bimiran. Ev cûreyê mirinê, mirineke pirr tehl, dijwar û şermezar bû û bi tenê tawanbar ûxerabkarên herî mezin bi vî awayî dihatin kuştin.Belkî di nav we de hin wê bêjin: Ma bi rastî Xwedê dixwest ku Mesîhê pîroz û rast bimirineke evqas êşdar û şermezar bimira?Li ser vê yekê em dikarin weha bêjin:Mirina Îsa mirineke ewqas tirsehêz û dijwar bû, çimkî guneh sûcekî gelek tirsehêz û mezine.
Tevahiya dinyayê di bin barê guneh de ye
. Em hemû gunehkar in û di çavên Xwedayêrast û pîroz de, gunehên me, sûcê herî xerab e.
Ji bo ku Xwedê li gunehên me bibihûre, divêgunehên me li gor rastî û dadperweriyê bên dadkirin
. Xwedê, gunehan bi her awayînabexişîne, yanî ew bi awayekî ne dadperwer li gunehan nabihûre çimkî ew dadgerekî rast ûdadperwer e; ji ber vê yekê ew her gunehî wek ku pêwist e ceza dike.
1
 
Cezayê guneh mirin û agirê dojehê ye. Divê ew ceza
bi tevahî 
 bê dayîn. Mizgînî ev e kuXwedê Xilaskarekî rast û pîroz şand dinyayê, da ku cezayê gunehên me bi awayekî bêkêmahî bikişîne. Ew Xilaskarê rast û pîroz Îsa bi xwe ye.Sedema xezeba Xwedê ew e ku me hemûyan li hember wî guneh kiriye. Lê Xilaskar hat, daku cezayê gunehên me bikişîne, da ku xezeba Xwedê nekeve ser me.Dostên delal, em niha we vedixwînin ku hûn ji dil û can guhê xwe bidin peyvên Încîlê. Emêniha li
serhatiya mirina Îsa Mesîh
binêrin. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin:
 Hingê Pîlatos Îsa teslîmî wan kir, da ku wî xaç bikin
. Li ser vê yekê wan Îsa bir. Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re ‹Cihê Qoqê Serî› - bi Îbranî ‹Golgota› - digotin.
 (Yûhenna 19:16-17)
Û gava ew dibirin, wan Şimûnê ku ji Kûrênê bû û ji zeviyê vedigeriya, girtin. Xaç danîn ser  pişta wî ku ew wê li pey Îsa bibe. Elaleteke mezin ji xelkê li pey Îsa diçû, di nav wan de pîrek  jî hebûn ku li singê xwe dixistin û li ser Îsa digirîn. Du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin. Çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din limilê wî yê çepê. Hingê Îsa got: «
Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!
» Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirinû digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilasbike!» Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik jê re anîn û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!»
(Lûqa 23:26-27.32-37)
 Pîlatos depikek nivîsî û bi xaçê ve danî. Tiştê nivîsî ev bû: «ÎSAYÊ NISRETÎ, PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.» Gelek Cihûyan ev nivîsdek xwend, çimkî cihê ku Îsa li xaçê xistibûn nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yewnanî hatibû nivîsîn. Lê serekên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re gotin: «Nenivîse ‹Padîşahê Cihûyan›! Binivîse ku‹Vî mirovî got: Ez Padîşahê Cihûyan im.›» Pîlatos bersîv da: «Min çi nivîsîbe, min nivîsiye.» Piştî ku leşkeran Îsa li xaçê xistin, wan cilên wî hildan, kirin çar par, da ku ji her yekî re parek bikeve. Kirasê wî jî hildan. Kiras ji serî heta binî honandî û bêdirûtin bû. Îcar ji hevdûre gotin: «Werin em vî nedirînin, em pişkê bavêjin, ka wê ji kê re bikeve.» Ev çêbû, da ku ew
[peyva Dawid a di Zebûrê de]
 
bê cih
:«Cilên min di nav xwe de leva kirin û ji bo xiftanê min pişk avêtin.»
[Zebûr 22:18]2
 
 Hingê leşkeran tam evên ha kirin.
(Yûhenna 19:19-24)
Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? Deka xwe û me xilas bike!» Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî? Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine,distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!»Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu bigihîjî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!» Îsa jî lê vegerand û got: «
 Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!
»
(Lûqa 23:39-43)
 Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt. Û saet di sisiyan de Îsa bi dengekî bilind qîriya: «
 Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?
» ku bê wergerandin:«
 Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?
»Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: «Binêrin, ew gazî Êlyas dike.» …
[Yekî dingot]:
«Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê?»
(Marqos 15:33-36)Xelkê weha got, çimkî wan fêm nekir ka Îsa çi gotibû û wan fêm nekir ku di wê saetê de çiçêbû jî. Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku piştre taristanî ket ser welêt, yanî ji nîvro heta saetsisiyan tariyeke mezin tevahiya welêt girtibû.
Di wan saetên tarî de Xwedê tevahiya cezayêgunehên zarokên Adem danî ser milê Xilaskarê pîroz û bi wî da kişandin
, da ku her kesêku baweriya xwe bi Xilaskar bîne, tu caran helak nebe.Bi rastî, hişê mirov nikare kûrahiya cefa û tengahiya ku Îsa di ber me de kişand, bistîne.
 Piştî vê yekê êdî Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat. Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, wî got: «
 Ez tî me.
» Firaxek ji sihikê tijekirî li wê derê bû. Avgirek li nav sihikê xistî bi serê darikê gûrizê vedanîn û dirêjî devê wî kirin.Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «
Temam bû
» û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «
Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!
›» Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da.
(Yûhenna 19:28-29; Lûqa 23:46)
 Hingê perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe.
 Sersedê ku li pêşberî Îsa rawesta bû, gava dît ku Îsa çawa ruhê xwe da, got: «Bi rastî jî, evmirov Kurê Xwedê bû!»
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...