• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Rabûna Îsa Mesîh
Riya Rastdariyê 85
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa
 Riya Rastdariyê
.Di dersa din de me dît ku
Îsa Mesîh
çawa
li ser xaçê xwîna xwe rijand
,
da ku deynêgunehên mirovan bide û riya ku dibe aştiya herheyî li ber me gunehkaran veke.
Her tişt tam wek ku pêxemberên Xwedê gotibûn, hat cih: Mesîh hat riswakirin, wan ew da ber qamçiyan û piştre ew xaç kirin. Wek ku berxê bêqusûr di cihê kurê Birahîm de mir, wusa jî Xilaskarê bêguneh Îsa, di ber me hemûyan de mir.Beriya ku bimire, Îsa gazî kir, got: «
Temam bû
.» Erê, hezar caran şikir ji Xwedê re, ÎsaMesîh plana Xwedê ya xilasiyê bir serî, ew temam kir.Mirina Mesîh a li ser xaçê di tevahiya Nivîsarên Pîroz de bûyera herî girîng e. Çimkî bisaya mirina Îsa, Xwedê bêyî ku dadperweriya xwe bişkêne, dikare li gunehên me bibihûre.Erê, mirina Îsa Mesîh bûyer û
mizgîniya herî girîng
e, lê îro emê li
mizgîniya herî newaze
 binêrin, çimkî emê niha bibînin ku
Xwedê
çawa
Îsa ji nav miriyan rakir
.Wek ku me beriya niha bihîst, piştî mirina Îsa, leşkerekî bi rimê newqa wî Îsa qul kir û dicih de av û xwîn jê herikî; bi vê yekê kifş bû ku bi rastî Îsa miribû.Herweha me dît ku zilamekî dewlemend laşê Îsa hilda û xist goreke nû a ku wî ji bo xwe dilatê de kolabû. Kevirekî mezin ê girovir li ber devê gorê hat gindirandin û ew hat girtin. Yanîher tişt tam wek ku pêxemberên Xwedê gotibûn, hat cih.Piştre Mizgîniya Xwedê weha dibêje:
 Dotira rojê - rojekê piştî roja Amadekirinê - serekên kahînan û Fêrisî çûn ba Pîlatos û gotin: «Ezbenî, di bîra me de ye, hê ku ewê xapînok dijiya, gotibû: ‹
 Piştî sê rojan ezê rabim
.› Ji bo vê yekê emir bide, da ku gor heta sê rojan bê parastin. An na, şagirtên wî dikarin bêncesedê wî bidizin û ji gel re bêjin ku ew ji nav miriyan rabûye. Hingê xapandina dawîn wê ji ya pêşî xerabtir be.»
1
 
 Pîlatos got: «Nobedarên di emrê we de hene. Herin û hûn çawa dizanin, wusa gorêbiparêzin.» Ew jî çûn gor parastin, kevir mor kirin û nobedar danîn ber.
(Metta 27:62-66)
 Piştî Şemiyê,
roja pêşî ya heftiyê 
serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binêrin. Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû.
Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat  xwar, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt 
. Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.
(Metta 28:1-4)Îcar gava jin gihîştin gorê,
wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye, lê gava ew çûnnav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît. Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan. Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «
Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin? Ew ne li vê derê ye,ew rabûye
. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot: ‹Divê Kurê Mirovbikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.›»Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe. Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtanû ji hemûyên din re her tişt gotin. Yên ku xeber ji Şandiyan re anîn, ev in: MeryemaMejdelanî, Yohana, Meryema diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn. Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir. -
Çimkîşagirtan
hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. – Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima.
(Lûqa 24:2-12; Yûhenna 20:9)
 De
îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû
. Ev gund bi qasî  yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû. Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn. Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn,
 Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû. Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin
. Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan û yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: «Ma tu yêbi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!»Wî ji wan pirsî û got: «Çi çêbûye?»Wan got: «Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî, yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber  Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayêmirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir? Lê me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Jibilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne. Bi ser de çend jinên ji nav me em
2
 
 şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin kumilyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî. Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me rene, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wusa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.» Îsa ji wan re got: «
 Hey hûn bêhişno, hûn ên ku bi derengî bi wan hemû gotinên pêxemberan bawer dikin. Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û biketa rûmeta xwe?
» Îcar wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser 
wî 
di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ewê hê wêvetir biçûya kir. Lê wan liber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne. Û gava ew bi wan re li ser  sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şkand û da wan. Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû.Wan ji hev re got: «Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrovedikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?»Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yêndin ên bi wan re li hev civiyayî dîtin. Wan ên din digotin: «
 Xudan bi rastî rabûye û xwenîşanî Şimûn
[Petrûs]
daye
Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şkand, wan çawa ew nas kir. Hê ew wusa bi hev re dipeyivîn,
 Îsa bi xwe di nav wan de rawesta
û got: «Silamet li ser webe!» Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin. Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne?
 Li dest û lingên min binêrin
 , ez bi xweme. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûndibînin, ez bi goşt û hestî me!»Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî. Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar. Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in:
 Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di  Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.» Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên Pîroz fêm bikin. Û wî ji wan re got:«Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wanre bê danbihîstin. Hûn şahidên van tiştan in.
»
(Lûqa 24:13-48)
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...