• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Îsa Mesîh hildikişe ezmên
 
Riya Rastdariyê 86
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivinEv demeke dirêj e ku em li Mizgîniya Xwedê, yanî li Încîlê dinêrin. Me li gelek bûyer ûserhatiyên jiyana Xilaskarê mezin Îsa Mesîh nêrî.Me dît ku mana navê
Îsa
ev e:
 Xwedê xilas dike
, yanî
 Xwedê rizgar dike
. Herweha me dîtku li gor zimanê Yewnanî mana
Mesîh
ev e:
 yê ku
(ji aliyê Xwedê ve)
hatiye rûnkirin
, yanî
 yê ku ji bo kardestiyeke bilind hatiye kifşkirin
. Xwedê, Îsa Mesîh kifş kir ku zarokên Adem jidesthilatiya guneh xilas bike.Lê belê me dît ku
piraniya xelkê fêm nekir ku bi rastî Îsa kî ye
. Hinan digot ku ew pêxember e, lê ew tênegihîştin ku ew bi xwe Peyva Xwedê ye ya ku ji ezmên hatiye û di navmirovan de li ser vê dinyayê bûye mirov. Hinên din jî wek serekên kahînan û rêberên Cihûyançavnebariya wî dikirin û di dawiyê de ew dan kuştin, ew xaç kirin. Lê belê Xwedê ji pêşî ve bi van hemû tiştan dizanibû û li gor plana xwe ew rêz kiribûn.Mirina Mesîh a li ser xaçê tam li gor plana Xwedê bû; loma wî bi devê pêxemberan ji zû veli ser van tiştan digot.Di bernama din de me dît ku Xwedê di roja sisiyan de Îsa vejand, yanî ji nav miriyan rakir.Îsa xwîna xwe rijand û bi vî awayî deynê gunehên zarokên Adem da. Ew mir, da kumirovan ji hêza guneh, ji tirsa mirinê û ji cezaya dojehê xilas bike û rabûna Îsa Mesîh a ji navmiriyan kifş dike ku Xwedê ew yeka ku Mesîh xwe kir gorî, ji bo bexişandina gunehan qebûlkir.Piştî ku Îsa rabû, ew ji şagirtên xwe re xuya bû. Wî di dest û lingên xwe de birînên bizmaran nîşanî wan dan. Herweha me xwend ku Îsa bi şagirtên xwe re xwar, da ji wan re kifş bibe ku ew zindî ye.Di Încîlê (
Mizgîniyê
) de tê gotin ku Îsa çawa di nav çil rojan de ji şagirtên xwe re xuya bû û ji wan re li ser Padîşahiya Xwedê peyivî.Carekê çaxê Îsa ji wan re xuya bû, ji pênc sed mirovan bêtir civiya bûn. (Korîntî I, 15:6)
1
 
Lê belê ji bo vejîna Îsa Mesîh delîlê herî mezin ew e ku ew (bi saya Ruhê Pîroz) di dilê bawermendan de rûdine. Yanî eger mirovek baweriya xwe bi Îsa bîne û desthilatiya wî qebûl bike, Îsa wê bikeve dilê wî.Bi alîkariya Xwedê em dixwazin îro li ser 
desthilatiya Mesîh a mezin
bipeyivin. Xwedê bixwe ew desthilatî daye wî û emê bibînin ku
Îsa çawa xatir ji şagirtên xwe xwestin ûhilkişiya ezmên
.Ji bo vê yekê emê dest bi deriyê herî dawî yê Mizgîniya li gor Metta bikin.
 Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê. Gava ku wan ewdît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn. Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên
hemû desthilatî 
ji min re hatiyedayîn. Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîrozimad bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ezherdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»
(Metta 28:16-20)Gelo we bihîst ku Îsa ji şagirtên xwe re çi got? Wî got:
«Li erdê û li ezmên
hemû
 
desthilatî  ji min re
hatiye dayîn. Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min.»
Çima Îsa Mesîh got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ya min e?»Di xwendina Tewratê de me dît ku Xwedê çawa mirovê pêşî, yanî Adem afirand. Me xwendku Xwedê desthilatî da wî ku ew bibe serwerê her tiştê ku Xwedê li ser erdê afirandibû.Daxwaza Xwedê ew bû ku Adem hem li ber Xwedê bijî û hem jî bi Xwedê re her û her serweriyê bike. Lê belê roja ku Adem guhê xwe neda emrê Xwedê û ji fêkiyê dara zanînaqencî û xerabiyê xwar, wî ew desthilatî winda kir.De vêca em hemû zarokên Adem in û em dizanin ku «nexweşiya vegir li ser nexweşê pêşîtenê namîne»; loma me jî ev berbijarî winda kir û em bi vî halê xwe ve nikarin li ber Xwedê bijîn û bi wî re serweriyê bikin. Wek Adem em hemû gunehkar in, em dûrî Xwedê û dûrîrûmeta wî di bin hukumdariya guneh de çêbûne.Lê belê, em şikir ji Xwedê re dikin, çimkî wî di Nivîsarên Pîroz de nîşanî me kir ku wî plana xwe ya ji bo xilaskirina zarokên Adem pêk anî. Wî li ber me
deriyek 
vekir, da ku em diwî deriyî re li Xwedê vegerin, bikevin Padîşahiya wî û bibin hevparên rûmeta wî.Ew derî
Mesîhê pîroz
bi xwe ye. Ew ji ezmên hat, wî xwîna xwe rijand û jiyana xwe kir gorî, da ku me ji gunehên me paqij bike û me li Xwedê vegerîne. Wek ku Adem hatibûceribandin, Îsa Mesîh jî ket ceribandinê, lê Îsa Mesîh qet tu caran guneh nekir. Wek ku Xwedê
2
 
 bêkêmahî, bêqusûr û pîroz e, Îsa Mesîh bêkêmahî, bêqusûr û pîroz bû. Loma Xwedê şermnekir ku jê re bêje
Kurê min
. Îcar piştî ku Îsa jiyana xwe da, kir gorî û bi vî awayî guneh xîşkirin, Xwedê ew ji nav miriyan rakir, ew kir Xudanê xudanan û
li erdê û li ezmên hemûdesthilatî 
da wî.Belkî hin wê bipirsin: «Eger bi rastî Îsa Xudanê her tiştî be, çima ev dinya ha hê tije xerabî,tengahî û guneh e?»Ji kerema xwe guhê xwe bidin Nivîsarên Pîroz ku ew çi bersîvê didin. Ew dibêjin:
Çawa ku hemû bi
 Adem
dimirin, wusa jî hemû wê bi
 Mesîh
bên vejandin.
 Lê her kes di dora xwe de
: Berê pêşî Mesîh; piştre, di hatina Mesîh de yên wî wê rabin. Piştre, çaxê kuMesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike û padîşahiyê bide destê Bav Xwedê,wê bibe dawî.
(Korîntî I, 15:22-24)
 Ewê 
ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş ûelem jî 
wê nebin
; çimkî tiştên berê bihûrîn.»
(Peyxama Yûhenna 21:4)Ji van peyvan û ji gelek ayetên Kitêba Pîroz ên din em hîn dibin ku Xwedê hemû desthilatîda Îsa Mesîh, da ku ew li ser hemûyan serwertiyê bike û bibe dadgerê hemûyan. Lê belê hetaîro hê wî serwertiya xwe eşkere nekiriye û wî hê dest bi dîwankirina mirovên vê dinyayê jînekiriye. Lê belê em vê yekê dizanin: Rojekê Îsa Mesîh wê vegere û di wê rojê de serwertiyawî wê li ber çavê hemûyan eşkere bibe, ewê bibe padîşahê tevahiya dinyayê û ewê her tiştî nû bike.Loma, hûn kî bin û hûn li ku derê bin, Xwedê emir li we dike ku hûn
tobe bikin
,
 jigunehên xwe
 
vegerin
,
li wî 
 
bizivirin
 
û ji mizgîniya xilasiyê
 
bawer
 
bikin
. Wek ku hûndizanin, mizgînî jî ev e ku Îsa Mesîh di ber me de mir û ji nav miriyan rabû [û ew niha li milêXwedê yê rastê rûniştî ye].Eger mirov ji dil û can bawer bike, Xwedê wê bi navê Îsa li hemû gunehên wî bibihûre û bihêza Ruhê Pîroz dilê wî nû bike; hingê wê her û her di nav Xwedê û wî mirovî de aştî hebe.Eger hûn baweriya xwe bi Mesîh bînin, ewê bi Ruhê Pîroz bê
dilê we
û wê li wir 
padîşahiyaxwe
saz bike.Heta ku Mesîh bi xwe vegere û dîwana dinyayê bike, ew vê dinyayê naguhere. Lê belê ewdixwaze û dikare niha dilê te û jiyana te biguhere! Gelo tê destûrê bidî wî ku di dilê te de padîşahiya Xwedê damezirîne?
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...