• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Hatina Ruhê Pîroz
 
Riya Rastdariyê 87
Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Di çend dersên me yên berî niha de me ji Încîlê bihîst ku
Îsa Mesîh her tiştê kupêxemberên Xwedê ji pêşî ve li ser mirin û rabûna wî gotibûn, anî cih
.Me dît ku Îsa xwîna xwe ya pîroz li ser xaçê rijand, da ku deynê gunehê zarokên Adem bide. Herweha me dît ku wan ew ji xaçê anî xwar û ew di goreke ku di latê de kolandî bû, hatveşartin. Lê belê di roja sisiyan de Xwedê ew ji nav miriyan rakir. Piştî ku Îsa rabû, ew di navçil rojan de ji şagirtên xwe re xuya bû û bi gelek delîlan eşkere kir ku bi rastî ew zindî ye.Li ser vê yekê me di bernama xwe ya din de dît ku Îsa çawa li ber çavên şagirtên xwehilkişiya ezmên
Gelo tê bîra we, beriya ku ew vegere ezmên, Îsa li şagirtên xwe çi emir kir?
Em dixwazin vê yekê careke din bixwînin:
Gava ku Îsa bi wan re bû, wî tembîh li şagirtan kir ku ji Orşelîmê dernekevin, lê
li hêviyasoza Bav bin
. Wî got: «We ev soz ji min bihîstiye. Yûhenna bi avê imad kir, lê piştî çend rojan
hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin
.
...
 
Gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min
Çaxê wî ev tişt gotin
 ,
hê wan lê dinêrî, ew bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew ji ber çavê wan stand. Gava Îsa diçû û wan zîq li ezmên dinêrî, ji nişkê ve du mirovên cilspî li bawan rawestan.Wan got: «Celîlîno, çima hûn li vir radiwestin û li ezmên dinêrin? Ev Îsayê ku ji nav we ber bi ezmên ve hat hilkişandin, çawa we dît ku ew hilkişiya ezmên, wusa jî wê vegere.»
(Karên Şandiyan 1:6-11)Îcar Îsa ji ba şagirtên xwe çû, vegeriya bihiştê, yanî zivirî wî cihê ku jê hatibû dinyayê. Ewli milê Xwedayê herî bilind ê rastê rûnişt û ew di rûmeta ezmanî de ye heta wê rojê ku ewvegere û dîwana dinyayê bike.
1
 
Gelo we bihîst ku Îsa li şagirtên xwe çi emir kir? Beriya ku vegere ezmên, wî ji wan re got:«Li Orşelîmê bimînin heta ku hûn ji ezmên hêza Ruhê Pîroz bistînin.»Belkî hin wê bipirsin bêjin: «
Ew Ruhê Pîroz kî ye?
»Ruhê Pîroz hem Ruhê Xwedê û hem jî Ruhê Îsa Mesîh e. Ew bi Bav Xwedê re û bi Kur,yanî bi Îsa re yek e, lê dîsa jî ji wan cihê ye. Ew di bêdestpêkê de û ji beriya afirandina erd ûezmên ve bi Bav û bi Kur re hebû. Wî Ruhê Xwedê di demên berê de rêberiya pêxemberandikir û peyvên Xwedê bi wan dida zanîn. Pêxemberan bi saya Ruhê Pîroz hem peyvên Xwedênivîsandin û hem jî ji xelkê re digotin. Ruhê Pîroz Ruhê Yê Herî Bilind e; Ruhê Pîroz hat ser Meryema keçik, da ku ew bibe diya wî zarokê pîroz Îsa.Ew Ruhê Pîroz di hundirê Mesîh Îsa de bû. Îsa li ser wî digot û soz da şagirtên xwe ku piştîhilkişîna wî ya ezmanan, ewê Alîkarekî, yanî Ruhê Pîroz bide wan.Wî li ser vê yekê weha got:
«Ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her ûher bi we re bimîne. Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.»
(Yûhenna 14:16.17)Bi rastî girîng e ku em van peyvên Îsa Mesîh ên li ser hatina Alîkar bi zelalî fêm bikin.Carna mirov dibêjin ku Îsa bi van gotinan soz dabû ku pêxemberekî din wê bê. Lê belê jigotinên Îsa kifş dibe ku wî ne li ser mirovekî digot. Wî got ku
Alîkar wê ne mirov be, lê wêruh be
; wî got ku
tu kes nikare Ruhê Pîroz bibîne
û got ku
ewê di dilê şagirtan de be
. Îcar Ruhê Pîroz kî ye?Ruhê Pîroz ew ruh e yê ku Xwedê dide hemûyên ku baweriya xwe bi Mesîh tînin. Wek kuew ji nû ve bên dinyayê, ew wan mirovên ku Mesîh qebûl dikin, nû dike. Ew wan paqij dike,ew hêzê dide wan, ew wan dike zarokên Xwedê û di rûmeta Xwedê de parê dide wan.Îro emê bibînin ku Xwedê çawa di roja
Pentîkostê
de Ruhê xwe yê pîroz şand ser şagirtênÎsa Mesîh. Roja Pentîkostê cejneke mezin a gelê Îsraêl bû. Ew cara pêşî di dema Mûsa pêxember de hat pîrozkirin û hûn dikarin li ser vê yekê di Tewratê de bixwînin. Di wê rojê degelê Îsraêl di dema dirûna genim de ji Xwedê re ji bo hemû bereket û pîrozbahiyê şikir dikir.Lê belê îro mana herî girîng a cejna Pentîkostê ew e ku Xwedê di wê rojê de Ruhê Pîroz şand,da ku ji wê rojê pê ve di dilê hemû bawermendên Mesîh de rûne.Cejna Roja Pentîkostê 50 rojan piştî Cejna Derbasbûnê çêbû û plana Xwedê ew bû ku RuhêPîroz 50 rojan piştî mirin û rabûna Îsa Mesîh bişanda ser şagirtan.
2
 
 Niha em dixwazin di Încîlê de berdewam bikin û emê bibînin piştî ku Îsa şagirtên xwehiştin û vegeriya ezmên, çi çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Hingê 
[şagirtên Îsa]
 
 ji dera ku jê re digotin Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê 
. Ev çiya biqasî kîlometreyekê ji Orşelîmê dûr bû. Gava ku ew ketin bajêr, çûn oda jorîn a ku lêrûdiniştin. Petrûs, Yûhenna, Aqûb, Endrawis, Filîpos, Tûma, Bertolomeyos, Metta, Aqûbêkurê Halfayos, Şimûnê welatparêz û Cihûdayê kurê Aqûb li wir bûn. Van hemûyan hergav bihev re, tevî hinek jinan, bi Meryema diya Îsa û birayên wî re, xwe dan duakirinê.
(Karên Şandiyan 1:12-14)
Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn
. Û ji nişkê ve jiezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. Zimanên wek  pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.
 Hemû bi Ruhê Pîroz tijebûn
û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn. Hingê li Orşelîmê, Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn. Li ser vî dengî elaleteke mezin civiya û tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê ne? Ma çawa çêdibe ku her yek jime zimanê xwe yê dê dibihîze? Partoyî, Mêdî, Elamî, yên ku li Mezopotamyayê, Cihûstan, Kepedokya, Pontos û Asyayê, li Firîgya û Pamfîlyayê, li Misrê û li aliyê Lîbyaya li dora Kûrênê rûdinin, yên ku ji Romayê hatin, Cihû û Xwedêperestên ji miletên din, Girîtî û Ereb. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên Xwedê yên mezin dibêjin.» Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?» Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»
 Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû, dengê xwe bilind kir û ji wan re got 
: «Gelî Cihûyan ûhûn hemû yên ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên min, vê yekê qenc bizanin. Wek ku hûndifikirin, ev ne serxweş in. Çimkî niha saet nehê sibê ye. Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember hatiye gotin:‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje: Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim. Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin… Hingê, her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.›
[Yoêl 2:28.32]
Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bikerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî,di nav we de kirine dizanin.
 Li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin ûwe ew bi destê yên ku Şerîetê nas nakin li xaçê xist û kuşt 
.
 Lê Xwedê ew vejand 
û êşên
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...