• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Îsa Mesîh wê vegere
 
Riya Rastdariyê 88
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Îro em di xwendina
Nivîsarên Pîroz
de dest bi bernama 88’an dikin. Me di lêkolîna xwe yaku me
bi rêzê ve
şopandiye de dît ku Ruhê Pîroz kêm û zêde di navbera hezar û pênc sedsalan de peyvên beşê pêşî yê Kitêba Pîroz xistin dilê pêxemberan, da ku wan binivîsin. Bi vîawayî Tewrat, Zebûr û kitêbên pêxemberan pêk hatin. Navê vî beşê pêşî
Peymana Kevin
e.Di Peymana Kevin de hemû pêxemberan mizgîniya Xwedê bi mirovan didan zanîn û digotinku Xwedê pîroz û rast e û dîwana her gunehî dike. Ji aliyê din ve Xwedê tije rehm e ûnaxwaze ku zarokên Adem di nav gunehên xwe de helak bibin. Loma Xwedê bi devê pêxemberên xwe soz dabû ku Xilaskarek, yanî Mesîh wê bihata vê dinyayê, wê ji keçikekêçêbûya, wê bi awayekî bêkêmahî pîroz û paqij bijiya û xwîna xwe li ser xaçekê birijanda, daku li gunehên zarokên Adem bihata bihûrtin. Erê, wek ku me dît, pêxemberên Peymana Kevinli ser hatina vî Mesîhê Xwedê nivîsandin.Di beşê Nivîsarên Pîroz ê diduyan de, yanî di
Peymana Nû
de, di Încîlê de me dît, di demaku Xwedê kifş kiribû de, wî Xilaskarê dinyayê Mesîh li gor soza xwe û li gor nivîsarên pêxemberan şand. Mesîh jî Îsayê Nisretî bû. Tu kes wek wî li ser vê dinyayê nebû, çimkî ew bêqusûr, bêkêmahî û tam pîroz û paqij bû.Îsa bi hêza Xwedê tije bû, çimkî ew bi xwe Peyva Xwedê ya di bedena mirov de bû. Xwedêli ser wî got:
«Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»
(Metta 3:17)Lê belê mirovên wê demê Pîrozê Xwedê xaç kirin û kuştin. Lê belê di roja sisiyan deXwedê ew ji nav miriyan rakir û piştre ew ji aliyê gelek şahidan ve hat dîtin. Piştî 40 rojanXwedê ew hilkişand ezmên û cihê herî bilind da wî. Lê belê plana Xwedê bi vê yekê xilasnebû.Destpêka serhatiya Riya Rastdariyê hebû û me lê nêrî. Lê herweha dawiya serhatiya RiyaRastdariyê jî heye.
Vê dinya xerab, dawiya karên Îsa Mesîh hê nedîtiye!
Peyva Xwedê jime re dibêje ku Îsa wê vegere û wê Îblîs û milyaketên wî yên xerab bavêje agirê dojehê.
1
 
Herweha ewê vegere ku di Roja Dawî de dîwana zarokên Adem bike û vê dinyayê nûvejen bike. Erê, dabaşa dersa me ya îro ev e:
Îsa wê vegere
.Îro emê ji kitêba dawî ya Peymana Nû, yanî ji
Peyxama Yûhenna
bixwînin. PeyxamaYûhenna kitêbeke kûr û bi bandûr e, çimkî Xwedê di vê kitêbê de ji me re dibêje ku di dawiyavê dinyayê de çi wê çêbe. Di Peyxama Yûhenna de 22 derî hene û ew li ser serketina biserfiraz a hemû bawermendên Mesîh dibêje. Lê belê ji bo wan ên ku bawer nakin, ev kitêb tije bûyerên tirsdar e, çimkî di vê kitêbê de kifş dibe, eger mirovek nexwaze ku Îsa Mesîh
Xilaskarê
xwe qebûl bike, di dawiyê de Îsa Mesîh wê
dadgerê
wî mirovî be. Eger em
BerxêXwedê
qebûl nekin, emê rastî
Şêrê
 
Xwedê
bên, çimkî Îsa Mesîh ê ku xwe kir berxê goriyê,wê vegere û wê wek şêrekî dîwana mirovan bike. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin:
 Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe, hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne.
(Selanîkî II, 1:7.8) Niha em dixwazin guhdariya çend perçeyên Peyxama Yûhenna bikin. Piştî ku Îsa Mesîhvegeriya ezmên, wî milyaketê xwe şand ba Yûhennayê şandî û jê re tiştên ku wê di dawiya vêdinyayê de çêbin, şîrove kirin. Di deriyê pêşî de Yûhenna weha nivîsiye:
 Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbinnîşanî xulamên wî bide
. Û wî ev bi destê milyaketê xwe şand û ew bi xulamê xwe Yûhenna da zanîn. Yûhenna jî li ser wan hemû tiştên ku wî dîtibûn şahidî kir, yanî li ser peyva Xwedê û li ser şahidiya Îsa Mesîh. Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wanên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e. Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê û ji heft ruhên ku li ber textê wî ne, kerem û aştî li ser we be.
 Rûmet û karîn her û her ji wî re be, yê ku ji me hez dike û bi xwîna xwe em ji gunehênme azad kirine û em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn. Amîn
.
Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn
. Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa ûOmêga Ez im.»
(Peyxama Yûhenna 1:1-8; kinkirî)Di deriyê 19’an de wî weha got:
«Piştî van tiştan, min li ezmên dengekî bilind bihîst, wek dengê elaleteke mezin bû û digot: ‹Helêlûya! Xilasî, rûmet û hêz, yên Xwedayê me ne! Çimkî 
2
 
dîwankirina wî rast û dadperwer e.
 Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike.
 Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re
 Dilsoz 
û yê
 Rast 
tê gotin;ew di şer û dîwankirinê de
dadperwer 
e. Çavên wî wek pêta êgir in û li ser serê wî gelek tachene. Navekî wî yê nivîsî heye ku ji wî pê ve tu kes nizane. Û cilek li xwe kiriye ku li xwînêhatiye xistin û
navê wî 
 Peyva Xwedê 
 ye
. Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqijhatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin. Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku limiletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe. Li ser cilê wî û li ser kemaxawî navekî nivîsî heye:
 Padîşahê Padîşahan û Xudanê Xudanan
(Peyxama Yûhenna 19:1.2.11-16; 11:15)
Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala bêbinî û zincîreke mezin hebû. Wî ejder, marê kevin ê ku
 Îblîs
e, girt û ew hezar salî girêda. Wî ewavêt kortala bêbinî, ser wî girt û mor kir, da ku heta hezar sal temam bibin êdî miletannexapîne. Piştî vê yekê divê ku ew demeke kurt bê berdan.Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîndîtin… Ew vejiyan û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan. Ewê derkeve, da ku wan miletênku li ser her çar riknên erdê ne bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hijmara wanwek seylaka ber deryayê ye. Ew derketin ser pehnahiya erdê û hawirdora wargehê pîrozan ûbajarê hezkirî girtin. Lê ji ezmên agir hat xwarê û ew xwarin.
 Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê dene. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin
. Hingê min
textekî mezin ê spî 
û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan ûcihek ji bo wan peyda nebû. Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêbvebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban denivîsî bûn, hatin dîwankirin. Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarêmiriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin. Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina diduyan e.
Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir 
.
(Peyxama Yûhenna 20:1-5.7-15; kinkirî)
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...