• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Kurtvebira IV: Îsa Mesîh
Riya Rastdariyê 96
Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Me di sê bernameyên beriya niha de dest bi kurtvebira peyama pêxemberên Xwedê kir.Xwedê hez bike îro emê vê kurtvebirê bibin serî. Dabaşa bernama me ya îro ev e:
Temam bû!
Wek ku me dît, Xwedê Kitêba Pîroz kir du beş: Beşê pêşî Peymana Kevin e û beşê diduyanPeymana Nû yanî Încîl e. Heçî Peymana Kevin e, ew ji Tewrat, Zebûr û ji NivîsarênPêxemberan pêk tê.Me di beşê Kitêba Pîroz ê pêşî de dît ku bavkalê me Adem guhê xwe neda Xwedê û bi vêyekê hemû dûndana xwe xist bin padîşahiya Îblîs. Lê belê em hîn bûn ku Xwedê soz dabû kurojekê wiyê Xilaskarekî hêzdar bişanda nav zarokên Adem. Ew Xilaskar wê bihata, da ku wîew ên ku baweriya xwe bi wî bianîna, xilas bikiran û ew vegerandan Padîşahiya Xwedê.Ev soza newaze di Peymana Kevin de dabaşa herî girîng bû.Erê, plana Xwedê ew bû ku wiyê Xilaskar bişanda dinyayê. Loma wî gazî Birahîmê pîr kir û jê re got:
 Ezê te bikim miletekî mezin û … hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te pîroz bibin.»
(Destpêkirin 12:2.3)Îcar me dît ku Xwedê Birahîm çawa kir bavê gelê Îsraêl. Heçî ew gel bû, Xwedê NivîsarênPêxemberan spartin wan. Di nav 1500 salan de wî bi devê gelek pêxemberan peyva xwe jigelê Îsraêl re şand. Xwedê bi Ruhê Pîroz peyva xwe xist hişê wan pêxemberan û ji Mûsa bigire û heta bi Yûhenna, peyva xwe bi destê wan da nivîsandin. Xwedê bi rêberiya van pêxemberan mirov hişyar dikirin û xerabî û neheqiya zarokên Adem dianî ber çavên wan.Herweha wî soza hatina Xilaskarê rastdar ê ku wê xwîna xwe birijanda, da ku deynê gunehênwan bida, dida wan.Bi ser de me dît ku di dema Peymana Kevin de ji bo bexşandina gunehan serjêkirinaheywanan, yanî gorî pêwist bûn. Xwedê peymana xwe bi gelê xwe re girêdabû û li gor vê
 
 peymanê ev qanûn hebû ya ku digot: Bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin, çimkîmeaşê ku guneh dide, mirin e.Loma mirovên ku ji Xwedê ditirsiyan ji destpêkê ve gorî pêşkêşî Xwedê dikirin. Lê belêgoriya heywanên wan nikaribû guneh xîş bikiran, çimkî heywan ne wek mirovan hêja ûgiranbiha ne.Mesele em dibêjin, tirimbêla kurê min a leyîstokê heye; ma kurê min dikare here cihêfirotina tirimbêlên mezin û ji firoşkar re bêje: Ji kerema xwe, ji dêla tirimbêla min a leyîstokêvê Mersedesê bide min. Nexêr, ji xwe ev çênabe, çimkî qîmeta tirimbêla leyîstokê yek an dulîra ye, lê qîmeta Mersedesê çend hezar in.Herweha goriyên heywanan nikaribûn gunehên mirovan rakin, çimkî qîmeta mirov û qîmetaheywanan ne yek e. Erê, Xwedê emir kir ku gorî bên dayîn, lê ew gorî tenê mînakên goriyarastîn bûn a ku wê bihata dayîn. Ew wextê ku Xwedê goriya rastîn, yanî Xilaskarê rastdar  bişanda vê dinyayê wê bihata. Û bi hatina wî Xilaskarî, Peymana Nû wê dest pê bikira.Goriyên heywanan tenê ji bo demekê bûn, çimkî guneh bi pêşkêşkirina wan her û her nehatxîşkirin.Beşê Kitêba Pîroz ê diduyan Încîl e, bi Kurdî jî Mizgînî ye. Di Mizgîniyê de em dibînin kuXwedê çawa peymaneke nû bi mirovan re girê dide. Ev peymana nû bi xwîna Xilaskarê ku jiezmên hatiye ve, girêdayî ye.Di Încîlê de jiyana Îsa Mesîh ji me re tê gotin. Îsa Mesîh ew Xilaskarê pîroz e û wî manawan hemû goriyan anî cih û ew temam kirin.Wî xwîna xwe li ser xaçê rijand û bi vî awayî wî rê li ber me vekir ku li gunehên me bibihûre. Çima diviya ku Xilaskar ji ezmên bihata? Bersiv sivik e: Her zarokê Adem gunehkar e û di bin hukumdariya gunehan de ye. Yekî gunehkar nikare gunehkarekî din xilas bike. Eger çewalê birinc ê li ser milê te 50 kîlo be, tê çawa çewalê hevalê xwe jî hildî ser milê din?Yekî gunehkar nikare cezayê gunehkarekî din hilde ser xwe. Lê belê li ser milê Xilaskar ÎsaMesîh tu barê guneh nebû, çimkî ew Kurê Xwedê yê ruhanî bû, yanî Peyva Xwedê bû ya ku jidestpêkê ve bi Xwedê re bû. Ew ji keçikekê çêbû û bû mirov; bedena wî wek ya me bû, lê dixasîtiya wî de, tu guneh nebû. Barê guneh li ser milê wî tunebû. Loma Xwedê dikaribû ku barê gunehên me hemûyan daniya ser milê wî. Îsayê pîroz di ber hemû neheqiyên me de mir û piştî sê rojan ew ji nav miriyan rabû, da ku jiyaneke nû bide me. Şikir ji Xwedê re, wî mirin,gor, Îblîs û guneh bindest kirin!
 
Em hemû di çala gunehan de hatine dinyayê û ji bilî Îsa Mesîh ê ku ji ezmên hat, tu kes tuneku bikare alîkariya me bike. Eger hûn baweriya xwe bi wî bînin, ewê we ji çala gunehanhilkişîne û xilas bike. Ew ji ezmên hat, da ku zarokên Adem ji gunehên wan xilas bike. Piştîku wî ev yek kir, ew vegeriya ezmên, da ku ji bo wan ên ku baweriya xwe bi wî tînin,mehderê (yanî şefaetê) bike. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin:
Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê ûmirovan de jî bi tenê aştîkerek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl.
(Tîmotêyos I, 2:5.6)
Çimkî ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmananhê bilindtir bûyî diviya. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêk anî, ew li jorê, li milê Yê Mezin êrastê rûnişt.
(Îbranî 7:26; 1:3)Me di Încîlê de dît, çaxê ku Îsa Mesîh li ser rûyê erdê bû, hinan ji wan mirovên hingê baweriya xwe bi wî anîn. Mirovên ku fêm kirin Îsa Mesîh kî ye, bi vê yekê gelek şa û dilgeş bûn. Wan dizanibû ku bi hezaran salan pêxemberên Xwedê li ser hatina Mesîh digotin û hingêêdî wan ew bi çavên xwe dît! Me bihîst ku di nav şagirtên Îsa Mesîh de hin çûn ba maliyênxwe û ji wan re gotin:
«
 Me Mesîh dît!» «Me Îsayê Nisretî dît, yê ku Mûsa di Şerîeta xwe deû pêxemberan li ser nivîsîne
(Yûhenna 1:41.45)Lê heyf û mixabin, piraniya mirovên di dema Îsa de fêm nekirin ku bi rastî ew kî ye. Loma Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
 Peyv di destpêkê de bi Xwedê re bû. Û Peyv bû xwîn û goşt, bikerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikarewê binixême. Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. Ew hat mala xwe,lê gelê wî ew qebûl nekir.
(Yûhenna 1:2.14.5.10.11)Wek ku me dît, gelek mirov bûn şahidên nîşan û kerametên Mesîh ên mezin. Hêza Îsa di ser hêza bager, nexweşî, cin, guneh û mirinê re bû, lê dîsa jî mirovan fêm nekir ku Îsa kî ye,çimkî Îblîs hiş û çavên dilê wan kor kiribûn. Elaletên mezin li dor Mesîh diciviyan û destêxwe li wî didan, lê wan nizanibû ku ew kî ye!Di gumana wan de ew pêxemberekî wek pêxemberên din bû, lê wan fêm nekir ku hemûtijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di şexsê wî de bû.Heçî rêberên dîn û diyaneta Cihûyan bûn, me dît ku wan ji dil û can Îsa red kir. Wan hesûdîû çavnebariya wî kir û biryar dan ku divê ew bê kuştin. Wan ew radestî Romayiyan kir û di
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...