• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Pirsên Mirovan – Bersivên Xwedê
 
I
Riya Rastdariyê 90
Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser 
 Riya Rastdariyê
ji we re bipeyivin.Dostên delal, em gelek spas dikin ku çendan ji we name ji me re şandin. Em hêvî dikin kuname, kitêb û CD’yên ku me ji we re şandine, di pirsên we de alîkariya we kirine. Herwehaem ji hemû guhdarên bernameyên Riya Rastdariyê re jî spas dikin.Bila Xwedê we pîroz û bimbarek bike û di fêmkirina riya rast a xilasiyê de alîkariya we bike.Îro û di bernama ku bê de em dixwazin tiştekî nû bikin. Em dixwazin bi we re li çend
pirsên
ku me ji we, yanî ji guhdarên bernameyên xwe standine, binêrin. Di bersîvên xwe de,
emê bi tenê Nivîsarên Pîroz bi kar bînin
, çimkî bi tenê Peyva Xwedê dikare di tariyê deronahiyê bide me. Di Zebûrê de li ser vê yekê weha dibêje:
 Peyva te çira gavên min ûronahiya riya min e.
(Zebûr 119 :105) Niha em tên ser pirsên we. Îro hevalekî hat studyoyê ku di vê yekê de alîkariya me bike.1) Gelek spas. Pirsa pêşî ya ku me di nameyekê de stand, ev e
: Dînê wan mirovên kubernameyên Riya Rastdariyê diweşînin, çi ye?
Ev demeke dirêj e, Xwedê xist dilê me ku em li rastiyê, yanî li
rastiya Xwedê
bigerin.Daxwaza me ew bû ku em bi xwe peyvên Xwedayê rastîn bizanin. Loma me Kitêba Pîroz,yanî Tewrat, Zebûr, Nivîsarên Pêxemberan û Încîl, xwend. Me fêm kir ku Îsa Mesîh ewXilaskar e yê ku hemû pêxemberan li ser nivîsandiye. Îsa Mesîh goriya dawî û bêqusur e û wîdeynê gunehên zarokên Adem da û wan xîş dike. Her kesê ku baweriya xwe bi wî bîne, wêher û her li ba Xwedê bijî. Îsa Mesîh ji Xwedê hat û ew bi tenê dikare me bibe ba Xwedê. Mehemû hêviya xwe bi wî ve girêdaye.Îcar em kî ne? Em
şagirtên Îsa Mesîh
in. Di Quranê de ji me re tê gotin:
«Ahl al-kitab»
,yanî yên
«Xweyî Kitêb»
. Hinên din ji me re dibêjin:
«Mesîhî»
, yanî
«bawermendên Mesîh»
.Ev jî rast e, lê belê em dixwazin bînin bîra xwe ku gelek mirov hene, ji xwe re dibêjin
1
 
«Mesîhî» (an jî «Xirîstiyanî»), lê belê mana vê yekê ne ew e ku ew bi xwe bawermendênMesîh in.Eger mirovek bi tenê bi adetên Mesîhiyan bike, mana vê yekê ne ew e ku ew di dilê xwe deyekî Mesîhî ye. Mirov li gor adetên dîn û diyanetê bike jî, ev yek nikare têkiliya di navXwedê û wî mirovî de pêk bîne. Bi tenê Îsa Mesîh dikare mirovekî bibe ba Xwedê. Şikir jiXwedê re ku Mesîh, hem Xilaskarê me ye û hem jî Xudan û dostê me ye. Wî em nêzîkîXwedê kirin û li pêşberî mirinê cesaret û piştrastiyê dide me. Her roj ew dilsoziya xwe ûhezkirina xwe nîşanî me dide. Bi saya Îsa Mesîh, Xwedê her tiştê ku bi jiyana herheyî vegirêdayî ye, daye me. Bi Mesîh, hemû hewcedariyên dilê me pêk tên.2) Gelek spas. Pirseke din heye û ew pirseke gelek girîng e û divê bersîveke zelal bê dayîn.Yekî din weha nivîsiye:
Tiştek heye, min gelek aciz dike. Min di Quranê de xwend ku pêxemberê me Mihemedli me hemû Misilmanan emir kir ku em ji Tewratê û ji Încîlê bawer bikin. Ez bi xwesiyaneta Tewrat, Zebûr û Încîlê digirim û min dest bi xwendina wan kir. Lê belê hevalênmin ji min re dibêjin ku em nikarin ji wan kitêban piştrast bin, çimkî ew hatine guhertinû xera bûne. Ew dibêjin ku mesele Încîla ku ez dixwînim, ji Încîla eslî cihê ye. Hûn li servan tiştan çi dibêjin?
Beriya ku em bersîva vê pirsê bidin, çend pirsên me jî hene. Rast e, mirov hene ku dibêjinkitêbên kevin ên pêxemberan hatine guhertin û xera bûne. Lê belê ma serkaniya fikrên weha jiçi ye? Kê gotiye ku Încîl hatiye guhertin? Bi rastî ev rexneyeke pir giran e! Ma ji bo vê yekêîspat hene? Ma kesek heye ku bikare bêje, Încîl
kengê
hatiye guhertin? An ma kesek heye ku bizane, ew
 ji aliyê kê ve
hatiye guhertin? Û ew
li ku derê
hatiye guhertin? Ma kesek heye ku bikare bêje,
çi
hatiye guhertin? Bi rastî ma kesek heye ku bikare îspat bike, bêje, Încîl hatiyeguhertin?Eger hûn ji dil û can li rastiyê bigerin, hûnê bibînin ku Xwedê, Peyva xwe ya pîroz parastiye. Wî bi xwe peyvên xwe xistin dilê pêxemberan û wan ew bi rêzê ve nivîsandin. Ewmirovên ku dibêjin: «Încîl hatiye guhertin», baweriya xwe bi kurt û pistên pûç û vala tînin.Qet delîl tune ku Încîl an Nivîsarên Pîroz hatibin guhertin. Qet bingehê van rexneyan tune. Lê belê gelek delîl hene ku Nivîsarên Pîroz
nehatine
guhertin.
2
 
Îro li her derê muzeyên mezin û xwendegehên bilind hene. Di kitêbxaneyên wan de pisporan bi hezaran destnivîsarên kevin ên Încîlê û yên tevahiya Peymana Nû berhev kirine.Gelek ji van destnivîsaran beriya bûyîna Mihemed hatine nivîsandin. Herweha destnivîsarênPeymana Kevin, yanî destnivîsarên Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan beriya demaMihemed hatine nivîsandin. Eger hûn van destnivîsarên kevin bi kitêbên îro re rû bi rû bikin,hûnê zû bibînin ku Xwedê çiqas qenc Peyva xwe parastiye. Încîla ku em îro dixwînin, tamwek Încîla di dema Mihemed de ye. Her kes dikare bi çavên xwe bibîne ku tiştek nehatiyeguhertin.Wek ku me gotibû, pêxemberên Xwedê peyvên Xwedê nivîsandin. Hingê hê kitêb nebûn, lêew li ser çermê mî û bizinan, an jî li ser kaxezên ji papîrosê dihat nivîsandin.Katibên Cihûyan, yanî nivîsvanên wan ew nivîsarên pêxemberan kopî dikirin. Ew nivîsvan ji bo vê xebatê dihatin perwerdekirin û wan bala xwe dida herf û nuqteyên herî biçûk jî, da ku
kopî tam wek destnivîsara eslî be
. Mesele di her nivîsarê de herf dihatin hijmartin û herfa dinavenda kitêbekê de dihat îşaretkirin, da ku kifş bibe kopî tam wek nivîsara orijinal e. Eger dikopiyekê de xeletî bihata dîtin, tevahiya wê kopiyê dihat şewitandin! Ew nivîsvanên Cihûyan ji Xwedê ditirsiyan û wan qenc dizanibû, mirovê ku peyva Xwedê biguhere, li hember Xwedê bi xwe radibe û xezeba wî tîne ser xwe.Belkî we li ser 
destnivîsarên Qumranê
bihîstiye? Ew destnivîsarên bi nav û deng di sala1947’an de li çolê di şkeftekê de hatin dîtin. Ew destnivîsar, destnivîsarên Peymana Kevin in,yanî destnivîsarên Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan in. Ew sed an du sed salan beriyahatina Îsa hatine nivîsandin. Lê belê ew destnivîsar tam wek wan destnivîsaran in ên ku 1000salan piştre hatine nivîsandin. Bi rastî Kitêba Pîroz nehatiye guhertin!Dema mirov qenc bifikire, hingê wê kifş bibe ku tu kes nikare Kitêba Pîroz biguhere. Eger mirovekî bixwesta ku ew biguherta, diviya ku wî hemû Kitêbên Pîroz ên ku li her derê ne, biguhertana. Ev yek wê çawa çêbe?Em dizanin ku destnivîsarên Kitêba Pîroz yên eslî (yanî yên orijinal) bi zimanê Îbranî,Aramî û Yewnanî hatin nivîsandin. Lê belê hê beriya bûyîna Mesîh, Peymana Kevin a Îbranîli zimanên Aramî û Yewnanî dihat wergerandin û beriya rabûna Mihemed, Încîl ji kêmahî ve li
heşt zimanên din
(Latînî, Gotî, Ermenî, Suryanî, Koptî, Gurcistanî, Etiyopî û Nûbî) hatibûwergerandin û li her derê belav bûbû.Îro perçeyên Kitêba Pîroz ji kêmahî ve bi 2000 zimanan hene. Erê, Xwedê Peyva xwe ya pîroz parast û xulamên Xwedê, wê werdigerînin zimanên hemû miletan, çimkî Xwedê
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...