• Embed Doc
  • Readcast
  • Collections
  • CommentGo Back
Download
 
Pirsên mirovan – Bersivên Xwedê II
Riya Rastdariyê 91
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê
bi we re be!Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa
 Riya Rastdariyê
.Wek ku me di bernama din de kir, îro jî emê li çend pirsên din bin binêrin û bersiva wan bidin. Em ji her kesê ku name ji me re şandiye re, gelek spas dikin. Lê belê, beriya ku em dest pê bikin, divê em we li ser tiştekî haydar bikin. Çaxê ku em bersiva pirsên we didin, em jizanîna xwe an jî ji şehrezayiya mirovên din ne piştrast bin. Ji bo bersivên rast, em bi tenê jiPeyva Xwedê bawer dikin. Em bi xwe bersivên pirsên we nizanin, lê belê Xwedê dizane û wî bersivên xwe di Nivîsarên Pîroz de dane me. Kitêba Pîroz dibêje:
 Peyva Xwedê jîndar û bibandûr e. Ji her şûrê dudev hê tûjtir e. Û heta can û ruh, hem jî movik û mejî ji hev veqetîne,lê diçe; dîwana niyet û ramanên dil dike.
(Îbranî 4:12)Îcar niha emê vegerin ser pirsên we. Û wek cara din, îro jî em gelek şa dibin ku hevalek hatku di vê yekê de alîkariya me bike.1) Gelek spas. Di vê namê de guhdarek dinivîse:
We di bernameyekê de got ku Xerabî nikare ji Xwedê be. Ez vê yekê qebûl nakim, çimkî ez bawer dikim ku Xwedê pêşî tiştênxerab û piştre tiştên qenc afirandin.
Dostê delal, ji kerema xwe bihêle ku em bi pirsekê bersiva pirsa te bidin. Nivîsarên Pîrozdipirsin, dibêjin:
Ma ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl derdikeve?
(Aqûb 3:11) Nexêr, ev qet çênabe. Wek ku ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl dernakeve,wusa jî Xwedê ne serkaniya hem xerabiyê û hem jî qenciyê ye.Guh bidinê, Nivîsarên Pîroz çi dibêjin:
 Xwedê
ronahî 
ye û li ba wî 
qet tarî tune
.
...
Gava kutê ceribandin, bila tu kes nebêje: «Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.» Çimkî 
 Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne
. Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin … Birayên min ên hezkirî, neyên xapandin! Her 
dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî 
ji jor e, ji Bavê ronahiyê tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune. Wî li gor daxwaza xwe, bi peyva rastiyê jiyan da me, da ku em bibincûreyeke berê pêşî yê afirînên wî.
(Aqûb 1:13.14.16-18)
1
 
Pêxemberê Xwedê Habaqûq nivîsiye:
Ya Xudan, ma tu ne ji bêdestpêkê yî? Çavên te jinêrîna xerabiyê paqij in û tu nikarî neheqiyê ragirî.
(Habaqûq 1:12.13)Madem ku Xwedê nikare neheqî û xerabiyê ragire, em çawa dikarin bêjin ku Xwedê yaxerab afirandiye? Ji xwe ev çênabe.Xwedê milyaket afirandin, lê yekî ji wan (Îblîs) ji xwe re hilbijart ku li hember Xwedê rabe.Xwedê Adem afirand, lê Adem bû gunehkar, çimkî wî ji xwe re hilbijart ku guhê xwe nedeXwedê. Peyva Xwedê hînî me dike ku Îblîs û dilê xerab ê mirovan serkaniya xerabiyê ye, lê belê Xwedê û Peyva wî ya pîroz serkaniya qenciyê ne.2) Em tên ser pirsa diduyan. Pirs ev e:
Eger Xwedê hem pîroz û hem jî dilbirehm be,çima ew ji ezmên çavnêriya xerabî, pevçûn, kuştin û şerên li ser vê dinyayê dike, lê wantiştan nade sekinandin? Gelek mirov hene ku di tengahiyên mezin de ne. Ma Xwedênikare alîkariya wan bike?
Erê, Xwedê Xudanê rehm û keremê ye û bi rastî tiştê ku ji bo alîkariya mirovan pêwist e,
wî  ji mêj ve kiriye
! Wî Xilaskarê rastdar Îsa Mesîh şand dinyayê, da ku bi destê wî me bi xwe reli hev bîne û mirov bi xwe jî li hev bên. Loma Mesîh di ber gunehên mirovan de mir. Lê belê beriya ku mirov bikarin ji dil û can li hev bên, divê ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin û wîXilaskarê xwe qebûl bikin.Eger têkiliya di nav me û Xwedê de rast be, hingê têkiliya di nav me û mirovên din de dikare rast bibe. Lê eger ne wusa be, li ser rûyê erdê aştiya rastîn çênabe.Bi rastî, her tişt bi vê yekê ve girêdayî ye ku em çi bersivê didin Xwedê. Pêwist e ku em wêriya ku Xwedê pêk aniye, qebûl bikin.Herweha divê em bînin bîra xwe ku rojekê Xwedê wê dîwana vê dinyayê bike. Xwedê wêdîwana her xerabiya mirovan bike. Peyva Xwedê dibêje ku Xudan Îsa Mesîh wê di dawiyademê de vegere û wê dîwana wan hemû mirovan bike yên ku guhê xwe nedan rastiyê û rastîqebûl nekirin.Îsa Mesîh wê hemû dijminên Xwedê bindest bike û hingê ewê erd û ezmên û her tiştêafirandî nû bike. Hingê ew gotina Nivîsarên Pîroz wê bê cih ya ku dibêje:
 Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe.
...
 Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn.»
(Peyxama Yûhenna 22:3; 21:4)3) Pirsa sisiyan ev e:
Tiştek heye ku ez pê gelek aciz dibim. Ez bawer dikim ku gunehêmin wê ji min re berê xerab bîne. Lê ez bawer nakim ku gunehê min wê ji bo zarokênmin jî berê xerab bîne. Lê belê hûn dibêjin:
«
Adem di bihiştê de guneh kir û ew gunehê
2
 
wî ji wî gihîşt hemû dûndana wî û loma Xwedê wê zarokên Adem ceza bike. Ma ev raste?
»Gotina pêşiyan dibêje: «Nexweşiya vegir li ser nexweşê pêşî tenê namîne.» Ev gotina pêşiyan, rast dibêje û em dixwazin vê yekê hinekî şîrove bikin:Eger zarokên we hebin û ew di mala we de mezin bibin, qerektêrê wan wê li gor dê û bavêwan derkeve, qenc an xerab; wek ku dê û bav dibêjin, zarok wê wusa bêjin; tiştê ku dê û bavdikin, zarok wê wusa bikin. Zarok ji dê û bavê xwe hîn dibin û heta bandûra hewldanên dê û bavan, wê li fikrên wan jî bibe. Em hemû ji malbata Adem û Hewayê ne. Dê û bavê me guhêxwe nedan emrê Xwedê. Gelo ma em ne wek bav û kalên xwe ne? Ma kî ji me dikare bêje:«Ez tu caran ji riya Xwedê dûr neketime», an: «Min her gav li gor emrên wî kiriye»? Nexêr, em nikarin weha bêjin; di van tiştan de em hemû sûcdar in.Çaxê ku em hatin dinyayê, hevênê guneh di dilê me de hebû. Dilê me zû ji Xwedê dûr dikeve û em zû emrên wî dişkênin. Xasîtiya me weha ye, tije guneh e. Lê belê me ev xasîtiyaxwe ji ku derê stand? Erê, me xasîtiya xwe ji Adem stand. Wek nexweşiyeke vegir, gunehêAdem di nav me hemûyan de belav bû. Me bivê an me nevê, rewş ev e. Peyva Xwedê eynîtiştî weha ji me re diyar dike, dibêje:
Guneh bi destê yek mirovî, mirin jî bi destê guneh ket dinyayê; bi vî awayî 
mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir 
.
(Romayî 5:12)Lê şikir ji Xwedê re, hêvî heye, çimkî Peyva Xwedê weha jî dibêje:
 Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî,
[yanî bi neheqiya Adem]
hemû mirov sûcdar derketin,wusa jî bi karê rastdariyê yê yekî,
[yanî bi rastdariya Îsa Mesîh]
ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat.
(Romayî 5:18)4) Em niha tên ser pirsa çaran:
Çima di Kitêba Pîroz de du beş hene, yanî çima PeymanaKevin û Peymana Nû hene?
Bi kurtî em dikarin weha bersiva vê pirsê bidin: Her tiştê ku pêxemberan beriya hatinaMesîh di Nivîsarên Pîroz de nivîsandiye, di Peymana Kevin de ye. Her tiştê ku di Peymana Nû de nivîsî ye, piştî bûyîna Mesîh hatiye nivîsandin. Yanî peyama pêxemberên Xwedê ya diPeymana Kevin de ev bû: Xwedê wê Mesîh bişanda vê dinyayê.Lê belê peyama Peymana Nû ev e: Wek ku Xwedê bi devê pêxemberan gotibû, wî Mesîhşand! Ew li gor soza Xwedê hat!Loma em şikir ji Xwedê re dikin ku di Nivîsarên Pîroz de du beş hene: Peymana pêşî ûPeymana nû. Çimkî em dikarin bi vî awayî bi zelalî bibînin ku hemû sozên Xwedê çawa hatin
3
of 00

Leave a Comment

You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...
You must be to leave a comment.
Submit
Characters: ...