You are on page 1of 2

Mirov tên ba Îsa Mesîh: Zexayos

Zexayos zilamekî dewlemend û xweyayî bû. Wî li ba mirovan hezkirin nedîtibû û ew ji aliyê


mirovan ve nehat hezkirin.
Zexayos li bexşandina gunehan, li siyanetê û li têkiliya bi mirovên din re digeriya. Lê ew
bacgir bû û wî ji bo Romayiyan, yanî ji bo dijminên gelê xwe bac dicivand; loma ew di çavê
hemwelatiyên xwe de wek yekî xerîb dihat hesibandin û ji aliyê Romayiyan ve jî ew kêm dihat
dîtin. Lê belê Îsa bala wî kişand û Zexayos xwest ku bizane ka ew kî ye. Di dawiyê de Îsa bû ewê
ku gunehên wî bexşandin, qîmet da wî û ew bi Xwedê û bi mirovan re li hev anî.

Di Mizgîniya li gor Lûqa, di deriyê 19’an de em li ser zilamekî ku navê wî Zexayos bû


dixwînin. Ew di dema Îsa de li bajarê Erîhayê bacgir bû û ji bo Romayiyan dixebitî. Lê belê ji
eslê xwe ew ne Romayî bû, lê Cihû bû.

Leşkerên împeratoriya Romayê welatê Cihûyan bin dest kiribûn û Zexayos hevkarê dijmin
bû. Mana navê Zexayos ev e: «Yê paqij» an jî: «Yê bêsûc», lê belê bervajiyê vê yekê rastir bû.
Sazûmana Romayiyan a bacgiriyê xebateke pîs û xerab bû. Mafê bacgiriyê ji aliyê wan zilaman
ve dihat standin ên ku ji yên din zêdetir pere didan serekên Romayiyan. Yanî karê bacgiriyê di
mezadê de dihat firotin û hingê wan bacgiran nirxê bacê bilind dikir û dîsa wan li gor qanûnê bac
didan Romayiyan û perên zêde ji xwe re dihiştin. Di çavên Romayiyan de di nav bacgir û
pêzewengan de gelek ferq nebû û Cihûyan jî ew wek talankeran hesab dikirin.

Erîha ne bajarekî gelek mezin bû, lê ji rojhilat riyeke girîng di bajêr re derbas dibû û gelek
bazirgan di wir re derbasî Çemê Urdunê dibûn. Zexayos ji wan hemû bazirganan bacên bilind
distandin û bi vî awayî bû zilamekî dewlemend.
Ji ber ku ew bacgir bû, wî qenc dizanibû ku kî ji bo çi di bajêr re derbas dibe.
Rojekê gelek mirov ji Celîlê hatibûn Erîhayê; wan dixwest ku herin Orşelîmê ku Cejna
Derbasbûnê pîroz bikin. Îsayê Nisretî jî di nav wan mirovan de bû. Zexayos li ser Îsa bihîstibû.
Wî dizanibû ku ew mamosteyekî rast e û rastiyê hîn dike; wî bihîstibû ku Îsa Mesîh gelek
kerametan dike û xelkê digot ku Îsa bi xwe Mesîhê Xwedê ye.
Di nav Îsa û Zexayos de dan û standina fermî nebû, lê Zexayos dixwest ku Îsa nas bike. Loma
wî dixwest ku Îsa bibîne. Û dema ku Zexayos dixwest ku tiştekî bike, wî nehişt ku tiştek jê re
bibe asteng. Bejna Zexayos kin bû û gelek mirov li dor Îsa civiyabûn; loma wî qet Îsa nedît û
nikaribû nêzîkî wî bibe.
Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik, da ku Îsa bibîne, çimkî ewê di wê
riyê re derbas bibûya.

1
Çaxê Îsa hat wî cihî, wî li jor nêrî û jê re got: «Zexayos, bilezîne, were xwar, çimkî divê îro ez
li mala te bimînim.»

Zexayos lezand, hat xwar û bi şahî Îsa anî mala xwe. Lê hemûyên ku ev yek dîtin, kirin
pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.»
Di çavê xelkê de her mala ku bacgir biketa hundirê wê, ew mal heram an murdar dibû û tu
kesî nexwest ku bikeve mala bacgirekî. Xelkê Erîhayê bawer nekir, lê belê Îsa bi şagirtên xwe ve
bû mêvanê Zexayos!

Zexayos mirovekî qenc bû an neqenc bû, ne girîng bû, lê tiştê ku wî ji Îsa re got pirr ecêb bû;
wî got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî
tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.»
Îsa bi vê yekê gelek şa bû û got: «Îro xilasî gihîşt vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e. Ji bo
vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»

Kurt û pist û fikrên xelkê êdî ne girîng bûn. Îsa Mesîh û şagirtên wî, Zexayos qebûl kirin.

Êdî Zexayos bû kurekî Birahîm ê rastîn. Ji xwe ew bi eslê xwe kurekî Birahîm bû, ew Cihû bû
û navê wî navekî Cihû bû. Lê mana gotina Îsa ev bû: Zexayos wek Birahîm bû mirovekî
bawermend. Berê wî çi kiribe jî, an berê ew kî bûbe jî, niha wî baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî û
Xwedê ew rast hesab kir.

Zexayos hê di nav xelkê Erîhayê de rûdinişt û ew êdî li wî nebihûrtine. Lê Xwedê li wî bihûrt.


Kî wê bifikiriya ku Îsayê Nisretî û Zexayos nêzîkî hev bibûna? Lê Îsa rast gotibû: «Kurê
Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»

Erê, Zexayos zilamekî dewlemend bû, lê di nav mirovan de siyaneta wî nebû û wî tu hezkirin
nedît. Herweha wijdana wî ne rihet bû û wî tu tam û lezet ji jiyana xwe û ji dewlemendiya xwe
nestand û ev yek bû sedem ku Zexayos li tiştekî din bigere. De vêca çaxê ku wî bihîst, yek heye
jê re Îsa Mesîh dibêjin û ew ji hemû mirovan hez dike, yanî ew ji gunehkaran jî hez dike, wî
nehişt ku tiştek jê re bibe asteng ku nehêle Îsa Mesîh bibîne.
Di dawiyê de wî ne tenê Îsa Mesîh dît, lê wî fêm kir ku Îsa dikare gunehkaran ji bandûra
gunehan rizgar û azad bike. Her mirovê ku diçe ba wî û xwe dispêre wî, ji bo derdên xwe
çareseriyê dibîne. Îsa cihêtiyê naxe nav mirovan, lê her kesê ku berê xwe bide wî, li ba wî rehm
û keremê dibîne û ji aliyê wî ve tê hezkirin.

www.erf.de/mizgini

You might also like