You are on page 1of 2

Mirov tên ba Îsa Mesîh: Yayîros

Di Încîlê de, yanî di Mizgîniya li gor Metta, Marqos û Lûqa de em li ser serhatiya zilamekî
ku li Kefernahûmê rûdinişt dixwînin. Navê wî zilamî Yayîros bû.

Yayîros di Kefernahûmê de zilamekî girîng û dîndar bû, ew ji Xwedê ditirsiya û serekî kinîştê
bû. Lê belê wê rojê ev yek ne gelekî girîng bû. Di wan rojan de di çavê Yayîros û mala wî de bi
tenê tiştek girîng bû: Keça wan a 12 salî gelek nexweş bû û wan dizanî ku ewê bimire. Lê belê
hêviyeke wan a tenê mabû: Îsa Mesîh di bajarê Kefernahûmê de bi hêz û desthilatiya Xwedê
çend mirovên nexweş sax kiribûn.

Loma Yayîros rabû çû, ku li Îsa bigere. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî, jê gelek
lavlav kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew
qenc bibe û bijî.»
Îsa rabû û bi şagirtên xwe ve bi wî re çû. Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng
dikir.

Li Kefernahûmê jinikek hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû, ne tenê mehê carekê, lê
her gav xwîn jê diçû. Li gor Şerîeta Cihûyan, vê yekê ew murdar dikir. Her kesê ku destê xwe li
wê bida, ew bi xwe jî wê murdar bibûya û çaxê ku mirovek li ser wî kursiyê ku ew li ser
rûniştibû rûnişta, ew jî wê murdar bibûya.
Jinikê ji destê gelek hekîman gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû ku qenc bibe,
dîsa jî feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû. Wê jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû.
Bêguman, Îsa dikarî ew qenc bikira. Lê her gav elaleteke mezin li dor wî hebû. Û çaxê ku xelk bi
wê bihesiya, wan wê nehişta ku ew nêzîkî wan bibe.
Pirsa wê ya din jî ew bû: Ma Îsa wê destê xwe daniya ser wê, an wî jî wek hemûyên din wê
nexwesta nêzîkî wê bibûya, da ku murdar nebe? Lê belê belkî wê dikarî bi dizî nêzîkî wî bibe û ji
pişt ve destê xwe li kirasê wî bide? Tu kes wê bi vê yekê nehesiya ...

Hingê ew jinik di nav elaletê re nêzîk bû û destê xwe li kirasê Îsa Mesîh da.
Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên
min da?» Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got: «Hosta, elalet li te tê hev û li te teng dikin.»
Lê Îsa got: «Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam, ku hêz ji min derket.»
Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û li pêş
tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû..
Îsa jê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
Jinik bi vê saxbûna xwe gelek şa dibû, lê belê ji bo Yayîros ev derengmayîn pir zehmet bû. Û
tam di wê navê de wan xeber da wî ku keça wî ya biçûk mir. Êdî Îsa dereng mabû. Bêguman
Yayîros fikirî, ji xwe re got: Xwezî em ji bo vê jinikê ranewestana!
Lê belê Îsa Mesîh weha nefikirî. Wî got: «Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!» Û
ew pêş ve çûn.

Îsa sê şagirt - Petrûs, Yûhenna û Aqûb bi xwe re birin. Li malê şîn û girîn hebû û dikirin
qîjeqîj. Îsa got: «Xwe bidin aliyekî. Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Keçik nemiriye, lê ew di
xew de ye.»
Yên ku şîn digirtin û digirîn dizanibûn ku keçik miriye; herweha wan dizanibû ka ew çiqas
qîjeqîjê bikin, ewê ewqas zêdetir peran bistînin. Hingê adet bû ku jinan dilorand û kela xelkê
germ dikirin.
Îcar ew bi Îsa keniyan, ew fikirîn û wan got: «Ma gelo ew nizane ku ew miriye?» Lê Îsa bala
xwe neda wan.

Çaxê ku Yayîros ket hundir, wî bi çavên xwe dît ku keça wî miriye. Lê Îsa rahişt destê wê û
wek ku keçik sax be, bi wê re peyivî û got «Talîta qûm!», yanî: «Keçikê, ez ji te re dibêjim:
Rabe!»
Keça Yayîros sax bû û êdî ew dijiya, ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe.

Ji bo Yayîros kerametek çêbû; herweha ew jinika nexweş sax bû û êdî dikarî ku dest bi
jiyaneke nû bike.
Dema ku Îsa sekinî û bi jinika saxbûyî re peyivî, ev ji bo Yayîros kêlîkeke herî zehmet bû,
çimkî eynî di wê demê de keça wî wê bimira.

Jinika nexweş destê xwe li kirasê Îsa da û di wê yekê de maneyeke girîng hebû. Di wê demê
de dema ku yekî destê xwe li kirasê mirovekî bi desthilatî bida, hingê wî xwe dispart wî mirovî û
dixwest ku ew ji aliyê wî ve bê parastin.
Hêza kirasê Îsa Mesîh bi xwe tunebû û ne jî ew keramet sêrbazî bû; û herweha ne baweriya
jinikê bi xwe ew sax kir. Încîl dibêje: Hêz ji Îsa çû û ew sax kir. Yanî wê jinikê baweriya xwe bi
şexsê rast anî. Hêza Îsa Mesîh ew qenc kir.
Yayîros jî wê zû kerameteke hê meztir bidîta, lê dema ku Îsa rawesta û ew jinik sax kir, wî
nikaribû ev yek bizaniya. Lê di jiyana wî de ew kêlîka herî tarî û dijwar bû fersenda dîtina hêz û
rehm û kerema Xwedê. Bi rastî, carna di jiyana me de jî weha çêdibe.

www.erf.de/mizgini

You might also like