You are on page 1of 12

TIRS

Gotineke pêşiyan heye, weha dibêje: Çaxê biçûk bûm, ji mezinan ditirsiyam; mezin bûm, ji
biçûkan ditirsim.
Erê, tu mirov tune ku nezane ka tirs çi ye. Di jiyana me hemûyan de gelek caran tirs dikeve
dilê me û her roj em di rojnameyan de an di televizyonan de rastî bûyerên ku me ditirsînin tên.

Bêguman ev dinya me bi tirsê tije ye û em qet nikarin bi tevahî ji tirsê birevin. Îcar çaxê ku tirs
bikeve dilê me, divê em çi bikin?

Em dixwazin binêrin ka Kitêba Pîroz li ser tirsê ji me re çi dibêje. Mesele, belkî hûn dibêjin:
«Gelo serkaniya tirsê çi ye? Çima em ditirsin? Ma tirs her gav tiştekî xerab e, an ma ew carna jî
alîkariya me dike? Dema ku tirs zorê li mirovekî bike, ma divê ku ew çi bike? Ma mirov dikare li
hember tirsên dijwar bi ser keve?»

Di Kitêba Pîroz de tirs dabaşeke girîng e: Di Peyva Xwedê de peyv û gotinên wek «tirs»,
«xof», «fikar», «tirsonekî», «tirsehêzî», «ji tirsa lerizîn», «bizdan», «recifîn» û h.w.d. ji 850
caran zêdetir derbas dibin.

Ji bo destpêkê em dikarin bêjin ku tirs wek hawarekê ye; ew di cih de me hişyar dike û ji me re
dibêje ku li dora me talûke heye. Bi vê hişyarkirinê, tirs hem hiş û ruhê me û hem jî tevahiya
bedena me ji bo xweparastinê amade dike, da ku em bikarin ji talûkeyê birevin, an jî li hember
wê rabin.

Carna em qenc dizanin ku em ji çi an jî ji kê ditirsin; lê carna jî bêyî ku em sedem bizanin, tirs


dikeve dilê me û em xwe di halê tirsonekî û dilgiraniyê de dibînin. Hingê em li ser tiştên ku
bikarin çêbin an çênebin dest bi xemxwarinê dikin û hêviya xwe winda dikin.

Yanî tirs dikare me amade bike ku em xwe biparêzin, an jî ew me lewaz dike û hêza me
distîne, heta ku em nekarin rabin an bilivin jî.

Serkaniya tirsê û berê wê

Kêm û zêde ji destpêkê ve tirs di jiyana mirovan de hebû. Çaxê ku Adem û Hewayê di baxçê
Êdenê de guneh kirin, cara pêşî li ser tirsa mirovan tê gotin. Piştî ku wan guhdariya Xwedê nekir
û ji fêkiyê dara zanîna qencî û xerabiyê xwarin, Xwedê wek her gav hat ku ber êvar bi wan re
bipeyive. Lê belê dema ku Xwedê gazî Adem kir û got: «Tu li ku derê yî?», Adem got: «Min li
baxçe dengê te bihîst û ez tirsiyam, çimkî ez tazî bûm; loma min xwe veşart.» (Destpêkirin 3:9-
10)

Di wê gavê de cara pêşî tirsê di dilê wan de zor li wan kir. Çimkî wan hem têkiliya xwe ya bi
Xwedê re winda kiribû û hem jî wan nediwêrî ku di wî halî de nêzîkî Xwedê bibin.
Serkaniya tirsa wan, neguhdariya wan bû û berê neguhdariya wan, hem talûke û hem jî
veqetandina ji Xwedê û bêhêvîtî bû.

1. Talûke
Piştî ku Adem û Hewa ji bihiştê hatin derxistin, wan zû fêm kir ku ew dinya li derveyî baxçê
Êdenê, cihê gelek talûkeyan bû. Niha diviya ku jin û mêr di dinyayeke ne bi dilê mirov û nexweş
de bijiyan.
Îro jî em qenc dizanin ku ew hal û rewş nehatiye guhertin. Di Încîlê de şagirtekî Îsa Mesîh
nivîsiye: «Em bi her awayî di tengahiyê de bûn. Li derve pevçûn û di dilê me de tirs hebû.»
(Korîntî II, 7 :5)
Di jiyana me de du serkaniyên tirsê yên bingehîn hene: Ya pêşî ev e ku dinya bi xwe bi
talûkeyan tije ye û ya diduyan jî ev e ku dijminê mirov, yanî Îblîs heye.

Bêguman talûkeyên vê dinyayê dikarin me bitirsînin. Di şeva beriya ku Îsa Mesîh wê bihata
kuştin de, ew bi şagirtên xwe re li ser jiyana di vê dinya tarî de peyivî û ji wan re got: «Min ev
tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi
zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.» (Yûhenna 16:33)

Erê, her mirov di vê dinyayê de tengahiyê dibîne û ev tengahî û tiştên zehmet li ser milên me
barekî giran in û zorê li me dikin.
Loma Îsa Mesîh hat vê dinyayê, da ku li hember dinyayê bi ser keve û di tengahiyan de
alîkariya me bike.
Wî qenc dizanî ku carna tirs qet naxwaze dev ji me berde û jiyana me ewqas zehmet û dijwar e
ku em cesareta xwe winda dikin û em li hember tirs û bêhêvîtiyê bi ser nakevin. Gotina pêşiyan
dibêje: Tirs hebe erd giran dibe.
Tevahiya dinyayê ketiye bin bandûra guneh û heta îro jî di bin bandûra nifira guneh û di bin
giraniya guneh de dinale. Nexweşiyên me, belayên ku tên serê me, felaketên mezin, xerabiyên
pîs, qezayên dijwar, ceribandinên xapînek, mirina zarokên biçûk, bêbextiyên xayîn – serkaniya

2
van hemû tiştan ew neguhdariya dê û bavê me Adem û Hawa bû. Wan ji xwe re guneh hilbijart û
bêguman guneh bi carekê hat vê dinyayê û her tişt xera kir û tevlihev kir.

Bi rastî carna mirov dikare bêje ku em di şêrr de ne û ji bo vê yekê sedem heye. Erê, dijmin
heye û divê ku em wî nas bikin.
Her dijmin her gav dixwaze dijberên xwe bitirsîne. Îblîs jî ji destpêkê ve hem dijminê Xwedê û
hem jî dijminê mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin bû. Û bi taybetî ew heta îro dijminê
wan mirovan e yên ku li gor emrên Xwedê dikin.
Di destpêkê de Îblîs ket şiklê mar ê ku jina pêşî Hewa xapand û got: «Ma bi rastî Xwedê
gotiye: ‹Qet ji fêkiyê dareke baxçe nexwin?›» (Destpêkirin 3:1)
Li ser vê yekê Xwedê nifir li mar kir û ji wê rojê ve di nav Mesîh û Îblîs de dijminahî heye.
Loma di Încîlê de dibêje: «Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku
dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.» (Petrûs I, 5:8)

Îblîs çi dike?
Încîl ji Îblîs re dibêje «bavê derewan» û «xwedayê vê dinyayê». (Yûhenna 8:44; Korîntî II,
4:4)
Armanca wî ew e ku hişê mirovan kor bike, da ku ew ronahiya rastiyê nebînin. Ew dixwaze ku
em li Xwedê ewle nebin û em li ser hezkirina Xwedê bikevin şikê. Herweha ew dixwaze ku em ji
alîkariya Xwedê piştrast nebin û di halê teng de xwe nespêrin wî. Armanca wî ew e ku bi her
awayî baweriya me sist bike. Çimkî di Încîlê de dibêje: «Bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê
xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî
digerin xelat dike.» (Îbranî 11:6)

Îblîs li her fersendê digere ku me bitirsîne, me bixe şikê û bi vî awayî têkiliyên me xera bike.
Ew qenc dizane ku gelek caran em ji Xwedê zêdetir li mirovên din ewle dibin û em ne siyanet û
rûmeta ku ji Xwedê tê dixwazin, lê em rûmeta ku ji mirovan tê dixwazin
Lê belê em ne tenê ji tiştên zehmet an ji tiştên bi talûke ditirsin; tirsa me her gav jî ev e ku em
tiştên xwe yên hêja û delal winda bikin.

2. Veqetandina ji Xwedê

Adem xwe tenê û bêhêz dît, ji ber ku guneh ew ji Xwedayê wî yê ku ew xweyî dikir,
veqetandibû. Mirina Adem a pêşî ne ew bû ku bedena wî mir, lê belê ew bû ku ew ji Xwedê hat
veqetandin û wî têkiliya xwe ya bi Xwedê re winda kir.

3
Wî ne tenê fêm kir ku bedena wî tazî ye, lê belê ew pê dihesiya ku hem ruhê wî û hem jî dilê
wî ji Xwedê dûr ketiye. Neguhdariya wî ew ji wî Xwedayê ku jiyan dabû wî, veqetand. Bi rastî
ne ecêb e ku tirs ket dilê wî!
Çaxê ku em bi xwe jî guneh dikin û guhê xwe nadin Xwedê, em wek Adem pê dihesin ku di
nav me û Xwedê de newaleke kûr heye. Em xwe bi tenê dibînin, em ji xwe ne piştrast in û em
dikevin şikê. Eynî ew tirsa ku ketibû dilê Adem, dikeve dilê me jî.

3. Bêhêvîtî

Adem û Hewayê nikaribûn di baxçê Êdenê de bimînin. Xwedê ew derxistin û hêvî nebû ku
ewê rojekê li wir vegeriyan. Lê belê ew ne tenê ji Xwedê dûr ketin, ew ji hevdû jî dûr ketin:
Adem sûcê xwe qebûl nekir û ew xist stûyê Hewayê. Wê jî xwe parast û êdî diviya ku ew herdû
hîn bibûna ku di dinya ne bi dilê mirov û nexweş de ewê çawa bikarin bijîn.
Êdî tirs ketibû nav têkiliya wan û heta îro jî weha maye: Jin ji mêrên xwe ditirsin, mêr ditirsin
ku jinên wan ji wan hez nekin; dê û bav ditirsin ku zarokên wan ji riya rast derkevin. Zarok
ditirsin ku dê û bav bi hev re nemînin û xebatkar ditirsin ku ew ji kargehê bên derxisitin.

Her gav tirs ne tiştekî xerab e

Lê belê her gav tirs ne tiştekî xerab e. Loma em dixwazin hinekî li vê dabeşê binêrin ku kengê
tirs alîkariya me dike û kengê ew zorê li me dike.

Ji ber ku di jiyana me de gelek hal û bûyerên talûke hene, carna pêwist e ku em bitirsin. Yanî
divê şehrezayî, tirs û mêranî bi hev re hebin.

Tirs me hişyar dike, da ku çavên me di halê teng de kor nebin. Mesele dema ku ez şeş salî
bûm, min emrê bavê xwe avêt pişt guhê xwe. Wî ji min re got ku «Divê tu nêzîkî wan latan nebî,
çimkî li wir gelek mar hene.» Lê belê min guhê xwe neda hişyarkirina wî û piştî demeke kin
marekî bi lingê min ve da û em mecbûr bûn ku em biçin doktor. Hê qenc tê bîra min ku min
çawa ew herdu birînên biçûk ên dinanên mêr di lingê xwe de dîtin û ji nişkê ve tirseke dijwar ket
dilê min. Heta îro jî ez ji maran ditirsim û bi rastî ev tirs ne tirseke xelet e!
Wek ku me got, divê şehrezayî, tirs û mêranî bi hev re hebin. Bi tenê mirovên bêaqil tu caran
natirsin. Dûrî me be, lê çaxê ku agir bikeve xaniyê me, pêwist e ku em bitirsin û xwe biparêzin.
Eger di halekî weha de mirov nezane ku tirs çi ye, ew nikare tiştê ku ji bo parastina wî lazim e,
bike.
4
Di Tewratê de çend mesele hene ku ji me re dibêjin carna qenc e mirov ji talûkeyê bireve.
Mesele dibêje Şawûl padîşah xebitî ku Dawid bikuje. Rojekê wî dixwest bi rimê Dawid bi dîwêr
ve bizeliqîne. Lê Dawid xwe ji ber Şawûl hilanî û rim di dîwêr de çû. Dawid jî bazda û wê şevê
xilas bû.

Careke din bi şev padîşah mirovên çekdar şandin mala Dawid, da ku li benda wî bimînin û
sibehî wî bikujin. Lê jina Dawid Mîxal haya wî pê xist û jê re got: «Eger tu îşev canê xwe xilas
nekî, sibe tê bêyî kuştin.» Hingê Mîxal Dawid di pencerê re daxist xwar, ew revî û xilas bû.
(Samûêl I, 19:10-12).

Herweha piştî bûyîna Îsa Mesîh, milyaketekî Xwedê di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe,
rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî
Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.» (Metta 2:13) Ûsiv jî guhê xwe da şîreta milyaket û
bi mala xwe ve reviya, çû Misrê.

Di van hemû serhatiyan de heqê mirovan hebû û rast bû jî ku ew bitirsin û birevin, çimkî bi
rastî talûke hebû. Dawid dizanî ku Xwedê wê ew bikira padîşah, lê dîsa jî wî nikaribû li mala
xwe rihet bisekiniya û li hêviya standina taca xwe bima!

Gelek caran tirs dijminê me ye

Lê belê gelek caran tirs ne hevalê me ye, lê dijminê me ye.


Xwedê em afirandin, da ku em bi mirovên din re di têkilyên qenc de bijîn. Lê belê guneh
nahêle ku têkiliyên me bêkêmahî bin. Loma em ditirsin ku eger hevalên me bizanin bi rastî em kî
ne, ewê dev ji me berdin; em dixwazin ji dost û hevalên xwe hez bikin, lê esehîtî tune ku ew jî
wê ji me hez bikin, an na. Em newêrin dilê xwe ji yekî din re vekin, çimkî belkî ew dilovaniyê
nîşanî me nede. Bi vî awayî gelek caran tirs ji me re dibe asteng ku em nêzîkî hev bibin û em
dest pê dikin, xwe ji hevdû vedişêrin.

Herweha em dixwazin ku jiyana me bi armanc û bi mane be. Em dixwazin ku jiyana me bi ser


keve, lê belê em ditirsin ku belkî jiyana me wê pûç û vala be.
Gelek caran tirs, şikê bi xwe re tîne. Bi taybetî eger dê û bavê me hezkirina xwe nîşanî me
nedin, em qet ji xwe piştrast nabin. Belkî em ji tirsa serneketinê êdî qet newêrin ku em tiştekî nû
biceribînin. Hingê daxwaza me tenê dibe ew ku jiyana me rihet be û ji aliyê tu tiştî ve neyê
guhertin an tevlihevkirin. Em naxwazin di tu tiştî de xeletiyê bikin û di dawiyê de em di tu tiştî
de pêş ve naçin.

5
Lê belê ji ber ku jiyaneke bê tirs çênabe, divê em hîn bibin çaxê ku tirs bikeve dilê me, em çi
bikin.
Di vê yekê de çend çareseriyên xelet hene:
- Em dikarin tirsa xwe înkar bikin û xwe li hember tirsê bitevizînin.
- Em dikarin tirsa xwe li pişt tiştekî din veşêrin. Gelek caran em dibin mirovên hişk an em
hêrs dikevin an jî em li belayê digerin, ji ber ku em dixwazin tirsa xwe veşêrin. Em naxwazin ku
maliyên me an mirovên din me bêrûmet bikin, loma em zorê didin wan ku siyaneta me bigirin.
Lê belê bi vî awayî em nikarin ji dil û can û bi dilovanî bi mirovên din re bidin û bistînin û em
mecbûr dibin ku em hem tirsa xwe û hem jî şexsiyeta xwe ya rast ji ber çavên mirovan veşêrin.
- Em dikarin bêjin: «Ji xwe tirsa me heye, lê belê ev ne tiştekî girîng e»; yanî heta ku ji
destê me bê, em tirsa xwe kêm dikin.
- Hin mirov tirsa xwe li ber mirovên din dinepixînin, yanî ew tirsa xwe hê meztir dikin, ji
ber ku ew naxwazin li ser pirs û pirsgirêkên xwe yên din bipeyivin.

Bi rastî ev riyên xelet qet nikarin alîkariya me bikin û hin bi hin tirsa me wê hê dijwartir bibe.

Eger wusa be, emê çawa li hember tirsê bi ser kevin?

Dema ku tirs di jiyana me de rayê xwe diavêje, qenc e ku em bînin bîra xwe ku Xwedê ji hemû
tirsên me xurtir e û meztir e. Ew dixwaze hêzê bide me, da ku em bikarin hêza tirsê bişkênin.
Divê ku tirs ji dilê me bê deranîn û divê ku rastiya Xwedê di dilê me de bê çandin, da ku em
bikarin li gor daxwaza Xwedê bijîn. Îsa Mesîh weha gotiye: «Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we
azad bike» (Yûhenna 8:32).

1. Ji ber tirsê nereve!


Qebûl bike, ku tu ditirsî û vê yekê înkar neke. Dawid pêxember di jiyana xwe de gelek caran
rastî tirsê hat û tirsa xwe qet înkar nekir. Mesele di Zebûrê de wî nivîsiye:
«Dilê min di hundirê min de bi jan e, tirsa mirinê ket ser min.
Tirs û lerizînê ez girtim, sehwê ez rapêçam.
Min got: Xwezî wek kevokê bazkên min hebûna! Ezê bifirîma û rihet bibûma.
Ezê birevîma derên dûr, minê li çolê daniya.» (Zebûr 55:4-7)

Tiştekî qenc e ku mirov tirsa xwe eşkere bike û bi yekî din re li ser bipeyive.

6
Belkî ev pirs dikarin alîkariya me bikin ku em bêtir tirsên xwe fêm bikin:
- Ez niha ji çi ditirsim?
- Ez dixwazim ji çi birevim?
- Eger ez niha netirsiyam, minê çi bikira?
- Diviya ku çi bihata guhertin, da ku ez netirsiyam?
- Ma ez ji kurt û pistên mirovên din ditirsim?
- Eger ew tiştên ku ez xema wan dixwim, rast derkevin, çi wê çêbe?
- Ya herî xerab a ku dikare çêbe, çi ye?

Dema ku em li ser pirsên weha bifikirin, emê zêdetir tirsên xwe fêm bikin û hingê em wek berê
guman nakin ku divê em ji wan tiştan birevin.

2. Ji tirsên xwe hîn bibe!


Tirs çi bi we dike? Ma ew we hê nêzîktirî Xwedê dike, ji ber ku bi tenê Xwedê dikare we
biparêze? An hûn hê zêdetir bi xwe û bi tengahiyên xwe ve mijûl dibin û hêviya xwe bi xwe ve
girê didin? Bersîva van pirsan wê fikir û xemên dilê me kifş bike.
Lê belê her tirs ne tenê pirsgirêkeke ruhanî ye. Ji xwe ya herî girîng ew e ku em hemû xemên
xwe bibin ber Xwedê, lê carna tirsa me bi lewazbûna bedena me ve jî girêdayî ye. Eger em têr
nexwin û venexwin û bi şev ranezin, tirs û xemên me wê her meztir bibin.

Gelek caran ya girîng ne ew e ka em ditirsin, an natirsin, lê pirsa girîng ew e, ka em ji kê


ditirsin. Çaxê ku tirs dikeve dilê me, hingê kifş dibe, ka em ji Xwedê re an ji mirovan re xizmetê
dikin.
Ji bo vê yekê emê mînaka Kalêb bînin bîra xwe. Kalêb di dema Mûsa pêxember de nêrevan bû
û bi 11 mêrxasên din re hatibû şandin, ku li welatê Kenanê nêrevaniyê bikin. Ew çûn û wan dît
ku sûrên bajarên Kenaniyan mezin û xurt bûn û leşkerên wan jî ji Îsraêliyan meztir û xurtir xuya
dibûn. Îcar nêrevan vegeriyan ba Mûsa û ji xelkê re gotin ku wan çi dîtiye. Di cih de kifş bû ku
baweriya nêrevanên din sist bû, lê di Kalêb û Yêşû de ruhekî din hebû û ew ji dil û can li pey
Xwedê çûn. Yên din digotin: «Em nikarin li hember wan derkevin, çimkî ew ji me xurtir in.»
Wan di nav gelê Îsraêl de li ser welatê Kenanê agahiyên xerab dan û gotin: «Welatê ku me
nêrevaniya wî kir, xelkê xwe dixwe; hemû mirovên ku me li wir dîtin, mezin û gir in. Em di
çavên xwe de wek kuliyan bûn û di çavên wan de jî em wusa bûn.»
Lê belê Kalêb ji alîkariya Xwedê piştrast bû û li soza wî ewle dibû; wî got: «Rabin, em ha niha
derkevin û welêt bi dest bixin, çimkî eseh em dikarin vê yekê bikin... Tenê serê xwe li hember

7
Xudan ranekin. Ji miletê welêt netirsin, çimkî emê wan daqurtînin. Ew siya ku wan diparêze, ji
ser wan çûye û Xudan bi me re ye. Hûn ji wan netirsin.» (Hijmartin 13:30; 14:9)
Bêguman di fikrên nêrevanên din de gelek sedem hebûn ku gelê Îsraêl ji dijminên xwe bitirse.
Lê belê wan, an soza Xwedê ji bîr kirin, an jî li ser wê sozê ketin şikê.
Bi tenê Kalêb û Yêşû fêm kirin ku bi rastî sedema tirsa gel nebaweriya wan e. Tirsa wan
ewledariya wan a bi Xwedê xera kiribû.
Loma Xwedê ji Mûsa re got: «Ma heta kengê ev gel wê min kêm bibîne? Min di nav wan de
gelek keramet kirin, lê heta kengê ew qet baweriya xwe bi min neyînin?» (Hijmartin 14:11)

Dema ku em bixwazin ji tirsên xwe hîn bibin, emê bibînin ku gelek caran tirsa me ya ji
mirovan, tirsa me ya ji Xwedê kêm dike û hingê em sozên wî yên newaze ji bîr dikin. Lê belê
Încîl tîne ber çavê me ku Xwedayê me Xwedayekî çawa ye û dibêje: «Îcar em li ser van tiştan çi
bêjin? Piştî ku Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be? Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê
belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me?» (Romayî 8:31-
32)

3. Dev ji tirsên nerast berde!


Gelek caran tirs di dilê me de heye û sedem ew e ku em naxwazin bi tenê xwe bispêrin Xwedê.
Eger em nexwazin li Xwedê ewle bibin, hingê kî dikare di tirsa me de alîkariya me bike?

Dema ku kumik ji serê gelê Îsraêl ket, keçeliya wan xuya bû, fikrên dilê wan kifş bûn. Wan
nedixwest ku ji Xwedê bawer bikin û ew bi tirs û talûkeyan ve mijûl dibûn. Lê belê tam ji ber vê
yekê Xwedê nehişt ku ew nifş bikeve welatê sozdayî. Xwedê bi xwe got: «Ji wan mirovên ku
rûmeta min û nîşanên ku min li Misrê û di çolê de kirin, dîtin û dîsa jî deh caran ez ceribandim û
guhê xwe nedan dengê min, ji wan tu kes wî welatê ku min bi sond soz daye bavkalên wan,
nabîne.» (Hijmartin 14:22-23)
Piştî gelek salan pêxemberekî din li ser eynî dabaşê weha gotiye: «Hûnê bi vegerîn û rihetbûnê
xilas bibin. Hêza we wê bi bêdengî û ewledariyê be.» (Îşaya 30:15)
Çaxê ku tirs bixwaze bikeve dilê me, pêşî çi tişt wê bê bîra me? An pêşî emê çi bêjin? Dawid
pêxember ji Xwedê re weha gotiye: «Di roja tirsê de ez li te ewle dibim.» (Zebûr 56:3)
Eger gotinên ku Dawid dibêje, em jî nebêjin, divê em vê yekê ji Xwedê re eşkere bikin û tobe
bikin. Divê ku em ji nalîn û lomekirinê vegerin û pêşî ne ji mirovan, lê ji Xwedê alîkariyê
bixwazin.

8
Eger em ji Xwedê zêdetir ji mirovan bitirsin, dawî her gav wê pir xerab be. Lê dema ku Îsa
Mesîh me ji tirsa gotin û kurt û pistên mirovan azad bike, hingê emê bikarin di jiyaneke nûbûyî
de rêve herin û ji dil û can ji Xwedê û ji mirovên din re xizmetê bikin.
Bavê me yê ezmanî bi gotinên nerm tîne bîra me ku tu tişt tune ku bikare me ji hezkirina
Xwedê veqetîne. Încîl li ser vê yekê weha dibêje:
«Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Piştî ku Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?
Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her
tiştî nede me. Ma kî dikare bijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan rast derdixe Xwedê ye.
Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê
Xwedê yê rastê ye û mehdera me dike. Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an
tengahî, an êşandin, an xela, an tazîbûnî, an talûke, an ku şûr? Wek ku hatiye nivîsîn: ‹Tevahiya
rojê em di ber te de tên kuştin û wek miyên serjêkirinê tên hesibandin.›
Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin. Çimkî
ez piştrast im ku ne mirin, ne jiyan, ne milyaket, ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên,
ne hêz, ne bilindahî, ne kûrahî û ne jî afirînekî din dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê
me Mesîh Îsa ye, veqetîne.» (Romayî 8:31-39)

Herweha Xudan tîne bîra me ku ew tu caran dûrî me nakeve û dev ji me bernade. Ew weha
dibêje: «Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.» (Metta 28 :20)
Û Pawlos li ber dawiya jiyana xwe weha gotiye: «Xudan wê min ji her tiştê xerab rizgar bike û
ji bo Padîşahiya xwe ya ezmanî xilas bike.» (Tîmotêyos II, 4:18)

Dema ku em van sozên Xwedê bînin ber çavê xwe, baweriya me û cesareta me wê xurt bibin û
emê ji nû ve bizanin ku Xwedê bi me re ye û sedem tune ku em bitirsin: «Xudan bi me re ye.
Hûn ji wan netirsin.» (Hijmartin 14:9)

Dawid gelek caran li hember tirsa xwe rabû û her car xwe spart destê Xwedayê xwe. Wî di
Zebûrê de gotiye:
«Ronahiya min û xilasiya min Xudan e, îcar ez ji kê bitirsim?
Qeweta jiyana min Xudan e, îcar ez ji kê bibizdihim?» (Zebûr 27:1)

Di zebûreke din de dibêje: «Xudan bi min re ye; ez natirsim. Ma mirov dikarin çi bi min
bikin?» (Zebûr 118:6)

9
Herweha Încîl hînî me dike ku «di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina temam tirsê ji dil
derdixe; çimkî di tirsê de cefa heye û yê ku ditirse di hezkirinê de bêkêmahî nebûye.» (Yûhenna
I, 4:18)

Dîsa jî divê em ji bîr nekin ku di xizmeta Xwedê de carna em rastî talûkeyan tên. Îsa Mesîh ji
şagirtên xwe re got: «Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi
ser ketim.» (Yûhenna 16:33)
Yanî wî ew hişyar kirin ku di tengahî û talûkeyan de cesareta xwe winda nekin û bînin bîra
xwe ku Îsa bi wan re ye. Eger em nezanin ku Xwedê bi hezkirineke mezin ji me hez dike,
cesareta me wê winda bibe. Herweha bêyî hezkirineke kûr, cesareta herî mezin jî pûç e.
Xwedê naxwaze ku tirs me bidehfîne, lê belê dixwaze ku hezkirina wî ya mezin me bidehfîne.
Çimkî hezkirina wî di ser her tiştî re ye û wê hezkirinê hêza tirsê, hêza mirinê, hêza guneh û
hêza Îblîs jî bindest kiriye.

Heta îro jî mirovên şehreza ji Xwedê ditirsin.

Gotina pêşiyan rast dibêje; dibêje: Ji wî bitirse yê ku ji Xwedê natirse.


Kitêba Pîroz gelek caran emir li me dike ku em ji dilekî safî ji Xwedê bitirsin. Mesele Silêman
padîşah gotiye: «Tirsa Xwedê destpêka zanînê ye, lê yên bêaqil şehrezayî û şîretê kêm dibînin.»
(Gotinên Silêman 1:7)

Û di Zebûrê de dibêje: «Xudan bi yên ku ji wî ditirsin, bi yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve


girê didin, dilşa dibe.» (Zebûr 147:11)
Herweha di Gotinên Silêman de dibêje:
«Tirsa Xwedê destpêka şehrezayiyê ye û naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye.» (Gotinên Silêman
9:10)
«Tirsa Xudan digihîne jiyaneke têr û bê derd.» (Gotinên Silêman 19:23)
«Tirsa mirovan xefikê vedide, lê belê yê ku li Xudan ewle dibe, tê parastin.» (Gotinên Silêman
29:25)

Silêman bi awayekî qenc ev dabaş bi kurtî anî ber çavê mirov û got:
«Ji Xwedê bitirse û emrên wî bîne cih; tiştê ku ji mirov tê xwestin ev e.» (Peyvbêj 12:13)

Tirsa Xwedê di Încîlê de jî derbas dibe û ji bo Îsa Mesîh dabaşeke girîng a hînkirina wî bû. Wî
ji şagirtên xwe re got:

10
«Ez ji we re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî
xerabtir bikin. Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, yê ku piştî dikuje,
dikare bavêje dojehê; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin! Ma pênc çivîk bi du peran nayên
firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî ji bîr nekiriye. Wusa jî hemû mûyên serê we hijmartî ne.
Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.» (Lûqa 12:4-7)

Beriya ku Îsa weha bêje, gelek mirovên dîndar li hember wî û şagirtên wî rabûbûn. Îsa fêm kir
ku ev dijberî şagirtên wî tirsandin. Loma wî anî bîra wan ku divê ew bi tenê ji Xwedê bitirsin. Ya
girîng ne ew e ku em ji mirovan bitirsin, lê em ji Xwedê bitirsin, çimkî di Roja Dawî de
dîwankirin wê di destê wî de be.

Di Încîlê de em li ser tirsê fikreke din a balkêş dibînin. Şandiyê Îsa Mesîh Pawlos gotiye:
«Îcar, ji ber ku em dizanin tirsa Xudan çi ye, em dixwazin baweriya mirovan bînin.» (Korîntî II,
5:11)
Yanî ji ber ku Pawlos dizanibû ku rojekê Xwedê wê jiyana wî hêre bike, wî dixwest ku ew li
gor kardestiya xwe, Mizgîniya Xwedê li her derê belav bike.
Dema em bînin bîra xwe ku Xwedê, an wê kirinên me qebûl bike, an jî qebûl nake, hingê haya
me wê ji berpirsiyariya me hebe û emê bixwazin li Xwedê xweş bên.
Pawlos ne tenê dixwest ku ew bi xwe ji ber xezeba Xwedê bireve, lê wî dixwest ku dilê Xwedê
bi jiyana wî û kirinên wî xweş be û wî dixwest ku gelek mirovên din jî Mizgîniya Xwedê
bibihîzin û xilas bibin.

Tirsa herî mezin

Niha divê ku em li ser tirsa herî mezin jî bipeyivin:


Gelek tişt hene ku di çavên me de hêja û biha ne û em naxwazin wan winda bikin. Lê belê ji
hemû tiştan bêtir tu kes tune ku bixwaze jiyana xwe winda bike.
Bêguman tirsa herî mezin tirsa mirinê ye û tu kes tune ku bikare ji ber mirinê bireve. Di Încîlê
de dibêje: «Ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e.» (Îbranî 9:27)

Mirin ne tenê dawiya vê jiyana me ye: Mirin mirovan ji Xwedê dibire, ew veqetandina kûr e,
valahiya dil e û tenêbûnî ye; yanî mirin ew e ku em ji Afirandarê xwe dûr dikevin.
Îsa ji pêşî ve dizanibû ku ewê di mirina xwe de ji Bavê xwe yê ezmanî bê veqetandin; loma wî
di baxçê Gêtşemaniyê de got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim.» (Metta 26:38)

11
Lê belê Mizgîniya şêrîn ew e ku Îsa Mesîh di ber me de mir, da ku em di mirinê de ji Xwedê
neyên veqetandin. Bi mirina wî, em jiyana herheyî distînin û jiyana herheyî me ji tirsa mirinê
azad dike.
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: Îsa ew ê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal
kiriye û ew ên ku di hemû jiyana xwe de bi tirsa mirinê bûne xulam, azad kirine. (Îbranî 2:14-15)

Herweha Dawid di Zebûrê de gotiye:


«Erê, ez di geliyê siya mirinê re derbas bibim jî,
Ez ji xerabiyê natirsim, çimkî tu bi min re yî.
Gopal û şivdarê te di ber dilê min de tên.» (Zebûr 23:4)

Îşaya pêxember jî li ser eynî şivanê qenc nivîsiye û weha gotiye:


«Di nav we de kî heye ku ji Xudan ditirse û guhdariya gotina xulamê wî dike?
Yê ku di tariyê de rêve diçe û ronahiya wî tune,
bila li navê Xudan ewle bibe
û pişta xwe bi Xwedayê xwe ve girê bide.» (Îşaya 50:10)

Erê, tirsa herî mezin tirsa mirinê ye, lê belê ji bo me mirovan Mizgîniya Xwedê heye û ew bi
xwe bi van peyvên newaze hêviyê dide me û weha dibêje:
«Hey mirinê, kanê serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanê derziya te li ku derê ma?
Derziya mirinê guneh e; hêza guneh jî şerîet e. Lê şikir ji Xwedê re yê ku bi destê Xudanê me Îsa
Mesîh serketinê dide me.» (Korîntî I, 15:55-57)

Xwendavanên delal, di tirsa mirinê de, hêviya we çi ye?


Îsa Mesîh hem tirsa mirinê û hem jî mirin bi xwe bin dest kiriye û ew îro sax e. Ew mirovên ku
xwe bispêrin wî û wî xilaskarê xwe û padîşahê jiyana xwe qebûl bikin, wê her û her bi wî re
bijîn.

Serkanî:
Ji bo vê nivîsarê, pirtûka Înglizî “When Fear Seems Overwhelming” (Discovery Series, RBC Ministries, Grand
Rapids, © 2003) hat bi kar anîn.
Ayetên Încîlê ji pirtûka “Încîl – Mizgînî” (Kitab-ı Mukaddes Şirketi, Istanbul, © 2005) hatin standin.
Amadekarî: Mizgînî, 2010

12

You might also like