You are on page 1of 23

Patricia St.

John

Hemîd û Berîvan

1.

Mala Hemîd di gundekî biçûk di nav çiyan de bû. Hemîd kurekî yanzdeh salî bû û şivanê
bizinan bû. Ew du sal bû bavê wî miribû. Ji wê rojê ve diviya ku Hemîd bizin xweyî bikirana.
Diya wî dîsa mêr kiribû, lê zirbavê wî ne zilamekî qenc bû.

Hemîd bi keriyê xwe re ji gund derketibû; ew li ser kevirekî mezin rûniştibû û çavê wî li
bizinan bû. Ew li ser bavê xwe difikirî. Dema ku bavê wî hê sax bû, ew ji niha gelek dilgeştir
bû. Wî dizanî ku zirbavê wî ji wî nefret dikir. Lê belê ya hê xerabtir ew bû ku zirbavê wî ji
xwişka wî ya şêrîn jî nefret dikir. Navê xwişka wî Berîvan bû. Rast e, zirbav carna li Hemîd
dixist, lê ev yek ne gelek xema Hemîd bû. Wî tenê dixwest ku xwişka wî bextewar be.
Hemîd dizanî ku diya wî xemgîn e û wî fêm kir ku ev yek bi xwişka wî Berîvanê ve
girêdayî ye, lê qenc nizanibû ka sedem çi ye. Her gav çaxê ku wî diya xwe weha didît, dilê wî
jî bi xemgînî tije dibû.
Jineke din a zirbavê Hemîd hebû. Ew pîr bû û pirr xerab bû. Wê ji diya Hemîd û ji zarokên
wê nefret dikir. Hemîd nizanibû ka çima wê ji wan hez nekir, lê carna wî ji xwe re digot:
«Zarokên wê tune, belkî ji ber vê yekê ew evqas pîs û xerab e.»

Di vê navê de du bizinên biçûk ji kerî dûr ketin û ber bi zeviya genim ve bezîn. Hemîd ji
nav fikrên xwe hişyar bû, li pey wan çû û ew vegerandin.
Di wê gavê de, Hemîd hevalê xwe dît. Ew bi lez û bez ji gund dadiket ba wî. Kifş bû ku
tiştek çêbûbû. Çaxê ew nêzîk dibû, Hemîd gazî wî kir û got: «Çi heye? Ma xêr e?»
Heval got: «Xêr e! Ez hatim, çimkî diya te dixwaze ku tu ha niha herî ba wê. Bilezîne, ew li
ser bîrê li benda te ye. Ezê li keriyê te binêrim.»
Hemîd şivdarê xwe da hevalê xwe û bê gotineke din di şiveriyeke biçûk re hilkişiya gund,
çû ser bîrê. Di rê de ew hem li ser diya xwe û hem jî li ser xwişka xwe difikirî. Wî dîtibû ku
diya wî her gav Berîvan ji ber çavê mêrê xwe û hewiya xwe dûr dixist, da ku ew wê nebînin.
Wê çima weha dikir? Wî nizanibû, lê wî gavên hê firehtir avêtin.
Diya wî li ser bîrê li benda wî dima. Du sitilên vala di destên wê de bûn û Berîvan li ser
pişta wê girêdayî bû.

1
Diya wî got: «Bilezîne, kurê min! Van sitilan veşêre û bi min re were. Divê em bilezînin, an
ne, hewiya min wê li pey min bişîne. Ew guman dike ku ez çûme ser bîrê, da ku ez avê
bikişînim.»
Bêyî ku tiştekî bêje, Hemîd li pey diya xwe çû. Çaxê ew ji mala xwe hinekî dûr ketin û êdî
nehatin dîtin, diya Hemîd keçika xwe Berîvan vekir û ew xist dawa xwe.
Wê ji Hemîd re got: «Qenc li xwişka xwe binêre! Bikene, an guleke spehî nîşanî wê bide!»
Hemîd wusa kir, lê Berîvan nekenî. Hemîd zîq lê nêrî û destê xwe li ber çavên wê hejandin.
Lê Berîvanê qet tiştek nekir.
Bi tirs û dengekî nizim wî got: «Ma ew kor e?»
«Erê, ew kor e.»
Ji bo demeke kin ew bêdeng û bi xemgînî li wir rûniştin.
Hingê diya Hemîd rabû û got: «Bilezîne, kurê min! Ez dixwazim herim ser tirba şêx. Li wir
ezê ji keça xwe re dua bikim.»
Ew hilkişiyan û hatin şkefteke biçûk. Li rex şkeftê, devî hebûn. Gelek kaxez û kincik bi
deviyê ve hebûn. Li gor adetên wan, her kesê ku dua dikir, kaxezek an kincikek bi çiqilên
deviyê ve dikir.
Diya Hemîd hêdî hêdî Berîvan danî ber devê şkeftê. Wê çend caran xwe deverû avêt erdê û
dua kir. Wê gazî Xwedê û Mihemed pêxember kir û hêvî ji wan kir ku keça wê qenc bikin.
Piştre ew rabû û wê qenc li rûyê Berîvanê nêrî. Lê çavên Berîvan hê jî kor bûn.

Hêviya Hemîd û diya wî hatibû birrîn. Ew vegeriyan gund û çaxê dadiketin, roj li pişt çiyan
çû avê. Wan herduyan dizanibû ku Berîvanê roj nedît.
Çaxê ku ew diçûn, Hemîd fikirî, ji xwe re got: «Belkî ji bo Xwedê ne xem e ku Berîvan kor
bimîne? Eger wusa be, şêx alîkariya xwişka min nake. An dibe ku keçên biçûk ne gelekî
girîng in û Xwedê bala xwe nade wan… Ax, ev çi tiştek xerab e ku Berîvan tu caran ronahiyê
nabîne. Ewê her û her di tariyê de bimîne.»
Hemîd ji tariyê ditirsiya. Jê re dihat gotin ku cin di tariyê de digerin. Loma wî gelek bêriya
cihekî ku tarî lê nebe dikir!

Çaxê ku Hemîd û diya wî vegeriyan ser bîrê, wî sitil tije kirin û ew dan diya xwe. Diya wî
zivirî û di bin van sitilên giran de bi zehmet ber bi xênî ve diçû. Hemîd hêdî hêdî daket ba
bizinan. Ew hemû li dor lingên hevalê wî civiyabûn; çavên wan di hingura êvarê de wek
çirayên şîn dibiriqîn.
Wî pariyek nan da hevalê xwe, ji bo alîkariya wî spas kir û piştre bizin li pêşiya xwe ajotin
ber gundê xwe. Ew ji çend xaniyên biçûk derbasî bû, lê ji dûr ve wî ji mala xwe dengekî

2
bilind û bi hêrs bihîst. Dengê wê jina pîr bû û ew ji diya wî xeyidî. Yekî dîtibû ku Hemîd û
diya wî çûbûn şkeftê ba tirba şêx. Jina pîr ji vê yekê haydar bûbû û pirr hêrs ketibû. Wê got:
«Wey jina tiral û xapînek! Ka keça xwe bide min! Ez bi xwe ezê binêrim ka çima tu wê ji min
vedişêrî! Bêje, çima tu bi dizî çûyî tirba şêx?»
Ew bi hêrsê tije bû, wê Berîvan ji destê diya wê stand û bi wê re ber bi çirayê ve çû. Destên
xwe li ser hemû bedena keçikê gerandin, da ku bibîne, ma kêmahiya wê heye an seqet e. Wê
zîq li rûyê wê yê şêrîn nêrî û hingê wê fêm kir. Ew keniya, lê kenîna wê pîs bû û Berîvanê
dest bi girînê kir. Wê Berîvan avêt nav destên diya wê û got: «Ezê her tiştî ji mêrê xwe re
bêjim! Ezê jê re bêjim ku Berîvan kor e!»

Lê belê çaxê ku zirbavê Hemîd hat mal, wî ne bi jinên xwe re û ne jî bi Hemîd re xeber da.
Wek her gav wî serê xwe nizim kir, ket hundirê mezela tarî û rûnişt. Lê wî bi tenê xwarina
xwe dixwest.
Diya Hemîd birinc û nan danîn ber wî. Yên din jî bi nên birinc hildan û xwarin. Beriya ku
ew bixwin, gotin: «Bismillah», yanî «Bi navê Xwedê». Wusa gotin, da ku cin ji wan dûr
bikevin.
Gava ku wan têr xwar, pîrejinê xwişka Hemîd hilda û ew bir ba mêrê xwe. Wê fanos da wî
û got: «Qenc lê binêre!»
Zilam hinekî şaş ma, lê zû dît ku bi rastî Berîvan kor e. Lê ew hêrs neket, wî dengê xwe
bilind nekir û li jina xwe ya ciwan û li zarokên wê nexist.
Ew bêdeng rûnişt, piştre got: «Zarokên kor carna bi kêrî mirovan tên. Wê qenc xweyî bike!
Belkî ewê me dewlemend bike …»
Diya Hemîd mana gotinên mêrê xwe fêm nekir û wê got: «Tu çi dibêjî?»
Wî bersiva wê da, got: «Ewê parsê bike. Ji xwe em nikarin parsê bikin, çimkî em mirovên
bi rêz in. Lê ez parsekekî nas dikim û emê wê bidin wî, da ku li rex wî rûne. Ewê ji vê yekê
hez bike, çimkî dilê mirovan bi keçikên kor dişewite. Emê wê bidin wî û ewê peran bide me.»

Ev yek bi vî awayî çêbû. Heftiyê carekê çaxê ku bazirgan dihatin bajêr, Berîvan hê nebûyî
du salî ji parsekekî re dihat dayîn. Parsker zilamekî kor û feqîr bû û cilên wî qirêjî bûn. Ew bi
xwişka Hemîd re ji sibê zû heta êvarê li ser erdê rûdinişt û pars kir.

***

Kar û xebata Hemîd ew bû ku xwişka xwe sibê zû, piştî taştê, li ser pişta xwe bibe bazarê ba
yê parsker. Ber êvarê ew dîsa diçû bazarê, perên ku wê distandin berhev dikirin û xwişka xwe

3
ya biçûk û pirr westayî dibir mal. Çiqas diçû, Hemîd bêtir ji xwişka xwe hez dikir û wê jî pirr
ji birayê xwe yê mezin hez dikir.
Hemîd dizanî ku Berîvanê pirr ji bazarê nefret dikir. Her gav qerebalix hebû, toza axê ew
aciz dikir, mêş li ser rûyê wê digeriyan û kêç li bedena wê digeriyan. Loma, eger fersenda
Hemîd hebûya, wî şîranî jê re dikirrî. Pêşî wî bi xwe hinekî dialîst û beriya ku vegere, dida
wê. Piştre Berîvan li rex parsker bi tenê dima.

Diviya ku Berîvan heta saeta çaran li bazarê bima, lê Hemîd her gav zû dihat û li hêviya
dengê banga melê dima. Gava ku bangdêr derdiket û ji bo nimêjê gazî dikir, ew derdiket,
destê parsker maç dikir û xwişka xwe hildida. Gelek caran xwişka wî dinivist. Wî dizanî ku
tevahiya rojê bi tenê pariyekî nan û av dane wê. Carna, dema ku wê gelek pere distandin,
perrik jî didan wê. Loma Hemîd her gav dixebitî ku tiştekî şîrîn bi xwe re bibe. Hemîd pirr
aciz dibû ku xwişka wî tevahiya rojê bi wî parsekê pîs re bimîne, lê tiştek ji destê wî nehat.

***

Şevekê ji nişkê ve Hemîd hişyar bû. Di xaniyê wan de odeyek tenê hebû û ew li ber dîwêr
di nav nivînan de bû. Yên mezin bi hev re xeber didan. Çaxê ku Hemîd bihîst ku wan çi got,
tirs ket dilê wî. Zirbavê wî weha digot: «Fersenda me tenê ev e, em çi bikin. Yekî din tune ku
bixwaze wê bikirre. Parsker wê here bajarekî din û dixwaze wê bi xwe re bibe. Ewê wê xweyî
bike.» Girîn ket qirika diya Hemîd û wê got: «Ewê bimire! Ew hê biçûk e! Ew lewaz û zeyîf
e!»
Hemîd pirr dixwest ku rabe û here ba diya xwe. Diviya ku ew di ber dilê wê de bihata û ew
biparasta. Wiyê bigota: «Destûra we tune ku hûn xwişka min bifiroşin!» Lê belê wî newêrî ku
tiştekî bêje û bêdeng ma.
Hingê wî dengê pîrejinê bihîst. Wê got: «Bi rastî, ji bo keçikeke kor çêtir e ku bimire.»

Piştî demeke dirêj wî zanî ku zirbav û pîrejin ketine xewê. Diya wî hê hişyar bû. Hêdî hêdî
ew di tariyê de nêzîkî wê bû û jê re got: «Ev qet çênabe. Ew nikarin weha bikin, bi rastî ez
nahêlim ku xwişka min bê firotin.»

4
2.

Piştî vê yekê Hemîd nikaribû raze. Çawa wê çêbûya ku zirbavê wî xwişka wî bifirota
parsekekî pîs? Ne tenê di malê de tarî bû, di dilê Hemîd de jî tariya reş hebû û wî hê bêtir ji vê
tariyê nefret dikir. Çiqas qenc bû ku Berîvan ji tariyê netirsiya, çimkî wê tu caran ronahî
nedîtibû!

Hemîd çavên xwe girtin û rûyê parsker ê tarî li rex rûyê xwişka xwe ya şêrîn dît. Wî
dizanibû, eger Berîvan di destê parsker de bimîne, ewê zû bimire. Bêguman wiyê ew biêşanda
û belkî lê bixista jî. Hemîd di nav wan fikran de di nav nivînan de hişyar ma û di hişê xwe de
xebitî ku ji bo xilaskirina xwişka xwe riyekê bibîne. Beriya ku bikeve xewê, wî careke din
dengê diya xwe bihîst; wê bi girîn digot: «Ey keça min a şêrîn! Ey keça min a şêrîn!»

***

Sibê zû zirbav bi lingê xwe li Hemîd xist û jê re got: «Hey kurê tiral, rabe! Bilezîne û here
ber bizinan!»
Hemîd wek ku qet ranezabû rabû, doşeka xwe li hev pêça û dest û rûyê xwe şuştin. Hingê
wî pariyek nan xwar û çay vexwar. Ew pê hesiya ku diya wî zîq lê nêrî. Wê bi birûyên xwe
nîşanek da wî û wî di cih de fêm kir ku wê dixwest ku wî zû bibîne.
Hemîd derket û li hevalê xwe geriya. Çaxê wî ew dît, nan da wî, da ku ew dîsa here ber
bizinan. Hingê wî xwe li pişt sêncekê veşart û li benda diya xwe ma. Diya wî jî zû ji mal
derket, ket axur. Hemîd hêdî hêdî çû, da ku neyê dîtin û hingê ew jî ket hundir.
Diya wî li ser axê rûniştibû û destar dihêra. Hemîd destê xwe danî ser milê wê, pirsî û got:
«Diya min, ma te rê dît ku em Berîvanê xilas bikin?»
Ew li kurê xwe zivirî û qenc li rûyê wî nêrî. Kurê wê yanzdeh salî bû, ew biçûk û lewaz bû,
lê wê dizanibû ku ew xurt û biryardar e. Herweha wê dizanibû ku wî pirr ji xwişka xwe hez
dikir.
Wê got: «Kurê min, erê, min riyek dît. Tu bi xwe, tê xwişka xwe xilas bikî!»
«Ev wê çawa çêbe? Ez tevahiya şevê hişyar mam û ez fikirîm, lê min tu rê nedîtiye. Ezê
çawa wê xilas bikim?»
Diya wî destên xwe ji ser destar hildan û danîn ser çokên wî.
Wê got: «Qenc guhê xwe bide min. Çaxê ku tu hê zarokekî biçûk bûyî, bavê te ez û tu birin,
em çûn aliyê din ê çiyayan ba tirba şêxekî. Piştre bavê te dixwest ku em careke din 25 km
herin bajarekî. Li wir wî dixwest hin tişt û mişt bikire. Em ji sibê zû heta êvarê çûn. Roj zehf

5
germ bû, em tî bûn û toza kamyonan em pirr aciz kirin, hema bêje em xeniqîn. Carekê min tu
di çavkaniyekê de şuştî û me di hewşa xanekî de şeva xwe derbas kir...
«Çaxê em gihîştin bajêr, lingên min pirr diêşan û te jî ta girtibû. Bavê te çû bazarê û ez li
cihekî, li ser erdê rûniştî bûm. Tu di dawa min de di bin siya darekê de bûyî. Jinek ji bajêr hat
û ji min re got: ‹Ma zarokê te nexweş e?›
Min got: ‹Erê, kurê min ta girtiye.›
Wê got: ‹Rabe, bilezîne, hê wext heye; em bi hev re herin mala hemşîreya Îngilîz. Ewê
dermanan bide te.›
Lê min got: ‹Perên min tunin. Yên xerîb dewlemend in û di xaniyên mezin de rûdinin. Ew
min qebûl nake.›
Lê ew li ser ya xwe ma, got: ‹Nexêr, ew di maleke wek malên me de rûdine. Ew bi navê Îsa
Mesîh alîkariya feqîran dike. Ez bawer dikim, Mesîh mîrzayê wê ye.›»

Hemîd qenc guhê xwe dayê. Wî ev serhatî tu caran nebihîstibû. Diya wî berdewam kir û
got: «Wê jinê ez birim û em di kolanên biçûk re çûn heta ku em gihîştin xaniyekî ku deriyê wî
vekirî bû. Gelek mirov ji wî xaniyî derketin. Hin jî bi zarokên biçûk ve hatibûn û wan derman
jî bi xwe re birin. Min dît ku tu kes natirse. Em tam di demê qenc de çûbûn, hemşîre hê li wir
bû. Ew, yek bejinbilind bû, porê wê zer bû û çavên wê şîn bûn. Hemşîreyê bi hezkirineke
mezin rahişt te û derman dan min. Kurê min, bi wan dermanan tu sax bûyî. Bi rastî, ez van
tiştan tu caran ji bîr nakim.
«Di odeya hemşîreyê de wêne hebû. Ew wêne pirr xweşik bû: Di wî wêneyî de zilamek
hebû; rûyê wî nerm bû. Zarokekî biçûk û zarokên din li dor wî civiyabûn û bêtirs li wî dinêrîn.
Min pirs kir ka ew zilamê di wêne de kî ye û wê hemşîreyê got ku ew Îsa Mesîh e. Xwedê ew
şandibû, da ku ji her kesî re rê veke ku ew bikarin nêzîkî Xwedê bibin. Wê got: Ew, mirovan
qenc dike û ew ji mezinan û ji zarokan û ji dewlemendan û ji feqîran jî hez dike. Bi rastî, her
tişt nayê bîra min, lê ez dizanim ku ew hemşîre ji Mesîh hez dike û ji ber vê yekê ew alîkariya
mirovan dike.»

Wê Hemîd xist himbêza xwe û jê re got: «Kurê min, ez dizanim ku ewê ji ber hezkirina
Mesîh keça min biparêze û wê xweyî bike. Divê ku tu bi xwişka xwe re herî ba wê.»
Hemîd bi lerizîn got: «Ez çawa çêkim, dayê? Ezê herim ku derê? Ez rê nizanim û ez ji
tariyê ditirsim!»
Li ser vê yekê diya Hemîd bi hûrgilî her tişt jê re şîrove kir û jê re got ku divê di kîjan riyê
de here û çawa di rexê robar di newalê de biçe. Di dawiyê de wê got: «Çaxê ku hûn nêzîkî

6
bajêr bibin, belkî kamyon wê we bibe. Lê eger nebe, divê ku tu peya herî. Xwedê wê te
biparêze.»

Dilê Hemîd bi tirsê tije bû, lê belê qebûlnekirina hêviya diya wî di fikrên wî de qet derbas
nebû. Wî dizanibû ku kardestiya wî ev e û wî biryara xwe da ku biceribîne. Ji xwe wî ji hemû
dilê xwe dixwest ku xwişka wî ji zirbavê wê yê xerab û ji wî parskerê pîs bê parastin. Ji bo vê
yekê çi lazim bûya, ew amade bû ku bike. Tirsa wî bi tenê ew bû ku belkî ew bi ser nekeve.

Piştî wan gotinan, diya wî ew şand ber bizinan û Hemîd tevahiya rojê li ser plana diya xwe
difikirî û hemû şîretên wê anîn bîra xwe.

Wê şevê ew hişyar ma û dît ku heyv çawa hêdî hêdî derdikeve. Çaxê ew piştrast bû ku
zirbav û pîrejin ketine xewa giran, ew hêdî hêdî û bê deng rabû, ji xênî derket û xwe li pişt
axur veşart. Zû diya wî xuya bû; di destên wê de xwişka wî Berîvan radiza.
Bêyî ku ew bipeyivin, wê keça xwe bi pişta Hemîd ve girêda. Ji nişkê ve Berîvan hişyar bû
û serê xwe rakir, lê çaxê ew pê hesiya ku ew li ser pişta birayê xwe ye, wê serê xwe danî
sermilê wî û dîsa bi xew ve çû.
Diya Hemîd du samûn dan wan û piştre wê herdu destên Hemîd girtin û ew maç kirin.
Hemîd jî destên diya xwe maç kirin û ew xist himbêza xwe. Piştre ew zivirî, ji hewşê derket û
di tariyê de ji gundê xwe dûr ket.

***

Heyvê hinekî li wir kir ronahî, lê piştî demekê ew di bin siya darên zeytûnan de çû û ew
çend caran terpilî. Ew ji taristaniyê ditirsiya, lê dîsa jî ew bi lez pêş ve çû, da ku ji gundê xwe
dûr keve. Tevahiya şevê ew çûn û sibê zû, çaxê ku êdî roj hilat, ew sekinîn. Wan nan xwar û
Hemîd Berîvan bir çemê biçûk, bi destê xwe av da wê û serçavê wê şuşt.

Riya wan di rexê robar de diçû. Pişta Hemîd êşiya, lê wî dizanibû ku diviya beriya ku roj
germ bibe, ew hinekî din pêş ve herin. Carna wî lingên xwe yên kul di ava robar de hênik
dikir û dişuştin.
Di dawiyê de, wî êdî nikaribû ku here. Serê wî êşiya, pişta wî êşiya û wî nikaribû êdî
gaveke tenê jî bavêje. Wî xwe di zeviya genim de dirêj kir, xwişka xwe danî ber lingên xwe û
serê xwe danî ser milê xwe. Ew ewqas westayî bû, ew pê nehesiya ku ew zevî çiqas nêzîkî
gundekî bû. Ew herdu di cih de bi xew ve çûn.

7
Lê belê Berîvan gelek dirêj raneza. Ew pirraniya şevê li pişta Hemîd razabû û hingê êdî wê
dixwest ku here ba diya xwe. Wê ji dûr ve dengek bihîst û guman kir ku diya wê li wir e.
Dengê ku wê bihîstibû wek dengê destarê diya wê bû, loma ew rabû û çarlepkê (çaleçepka)
çû, ji birayê xwe dûr ket.
Cilên wê çirriyan, li ser her dera wê û heta li ser porê wê ya gijgijî jî ka hebû. Wê destên
xwe bilind kirin, bi desthejandinê ber bi dengê destar ve çû û gazî kir: «Yadê, yadê!»
Hemîd qet tiştek nebihîst. Tevahiya wê rojê ew ji bêhêziyê radiza.
Çaxê ku roj diçû ava, ew ji nişkê ve hişyar bû û li dora xwe nêrî, ka Berîvan li ku derê ye?
Tirs ket dilê wî, lê wî aqilê xwe winda nekir. Hêdî hêdî ew jî tewa û çarlepkê ber bi sênca
zeviyê ve çû û bi dengekî nizim gazî navê xwişka xwe dikir.
Ji nişkê ve çavê wî lê ket! Ew di dergehê xaniyekî de rûdinişt. Di gumana Hemîd de hema
bêje tevahiya xelkê gund li dor wê civiyabû û li dîtina wê keçika kor û xerîb gelek şaş diman.
Hemîd fêm kir ku divê ew xwe veşêre heta bibe şev û hingê ewê here û wê bibe ba xwe.

Dema ku bû şev û di tu xaniyê gund de ronahî nema, Hemîd rabû, hêdî hêdî çû wî xaniyê ku
Berîvan tê de bû; wî ew bi destên xwe yên xurt hilda û bi wê re derket. Dilê wî kir kutkut û
bîhna wî çikiya, lê ew bi soz û biryarê ji nû ve ket rê. Beriya ku bibe êvar, zirbavê wî guman
nedikir ku ew bi Berîvanê ve bifitile, lê hingê wî wê dest pê bikira û li wan bigeriya. Ji ber vê
yekê Hemîd êdî tenê bi şev diçû. Ew hê ji tariyê ditirsiya, lê dîsa ew di riya xwe ya dûr de pêş
ve diçû.
Carna Hemîd û Berîvan jinên dilbirehm didîtin. Wan hinekî nan û av didan wan û carna bi
roj ew vedişartin. Lê bi şev ew dîsa diketin riya xwe.
Piştî gelek rojan ew gihîştin bajêr.

Diya Hemîd jê re gotibû ku wî wê çawa ew kolana teng bidîta û wî her tişt wek ku wê
gotibû, dît jî. Ew hat nêzîkî xaniyê hemşîreya Îngilîz û dît ku gelek kurikên biçûk û qirêjî
diketin hundir.
Piştî demekê Hemîd ji hundirê xênî dengê stranekê bihîst.
Deriyê xênî vekirî bû û va ye, wî ew wêne dît. Tam wek ku diya wî jê re gotibû, wî zilamekî
bi rûyê nerm di nav çend zarokan de dît. Ew zarok qet netirsiyan û wan bi şahî li rûyê wî şexsî
dinêrî.
Êdî ew gihîştibû armanca rêwîtiya xwe! Ew di nav çopê de li ser axê rûdinişt û hêdî hêdî
xwişka xwe Berîvan ji xewê hişyar kir.

8
3.

Ji ber ku Berîvan hat hişyarkirin, ew hinekî aciz bû; bîhna çopê nexweş bû, ew kelegirî bû û
wê dixwest ku dîsa raze. Hemîd ditirsiya ku xelk wê bi wan bihesiya û jê re got: «Bise,
xwişka delal! Ji kerema xwe niha negirî! Qenc guhê xwe bide min: Divê ku ez te li vir
bihêlim. Eger tu bigirî, jinek wê bê û wê li te bixe. Lê eger tu negirî, ewê şîraniyê bide te. Zû
halê te wê pirr qenc bibe û tê şa bibî. Qet negirî!»
Berîvanê ev yek fêm kir; wê qenc dizanibû ku mana lêxistinê çi ye û ew gelek birçî bû jî.
Eger bi negirînê wê şîranî bistanda, wê dixwest ku bi zirav bibe.
Hemîd kincên wê daweşandin û bi tiliyên xwe porê wê hilû kir. Wî ew rahişt û ew danî ber
deriyê xaniyê hemşîreyê. Careke din wî qenc li wêneyê Mesîh û zarokên li dora wî nêrî. Wî
guman kir ku çavên Îsa yên tije hezkirin rasterast li wî û li xwişka wî dinêriyan.

Ji hundir dengê zarokan hat bihîstin. Ne wek dersa xwendina Quranê xuya dibû, lê wî
nizanibû ku wan çi dikir. Hingê wî bi zelalî dengê dersdar bihîst. Wî got: «Îsa Mesîh dibêje:
Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe.»
Piştre wî bihîst ku zarokan ew peyv çend caran dubare kirin. Hemîd bi xwe jî carek du
caran ew peyv gotin û ew xistin hişê xwe, da ku rojeke din li ser mana wan bifikire. Hingê wî
pariyek nan ê herî dawî xist destê xwişka xwe, ew danî ser axê û bi dengekî nerm got: «Bi
xatirê te, xwişka min a delal, bîne bîra xwe ku min ji te re çi got.»
Ew rabû û derket, da ku xwe di kolanên tarî de veşêre. Çavên wî bi hêstiran tije bûn û ev
fikirîna bixem ji bîra wî neçû, wî got: «Ezê tu caran xwişka xwe ya delal nebînim, ezê tu
caran wê nebînim!»

Hemîd di kolaneke tarî de rûdinişt û pirr xemgîn bû. Careke din ew peyvên dersdar hatin
bîra wî: «Ez ronahiya dinyayê me.»
Hemîd dizanibû ku ronahiya heyvê an ronahiya stêran çi ye. Wî bi ronahiya çirayan, bi
ronahiya fanos û bi ronahiya rojê dizanî, lê wî qet nizanibû ku ronahiya dinyayê çi ye. Wê
çiqas xweş û qenc bûya eger tu caran ne pêwist bûya ku ew di tariyê de biçûya! Ew şevên ku
ew bi serê xwe bi xwişka xwe ve di riya dûr de diçû, hatin bîra wî û ew lerizî. Di wan şevan
de dilê wî tije tirs bû û hingê dîsa eynî ew tirs ket dilê wî.

Piştî ne bi gelekê, Hemîd dengê zarokan bihîst. Ew hemû ji xaniyê hemşîreyê derketin. Wî
serê xwe bilind kir û bihîst ku wan li ser keçikeke kor ji hev re digot. Hemşîreyê keçik dîtibû
û her kesî dipirsî ka ew ji ku derê ye û çawa hatiye bajêr?

9
Çaxê ku ew kurik derbas bûn, Hemîd vegeriya cihê xwe yê berê yê di nav çopê de. Wî dît
ku deriyê xaniyê hemşîreyê girtî bû. Lê di odeyeke jor de wî ronahî dît. Hemîd çû aliyê din ê
kolanê, da ku bêtir wê ronahiyê bibîne û ji xwe re got: «Ronahî çi tiştekî qenc e!»
Dengê zarokan hat bîra wî; wan gotibû: «Yê ku li pey min bê, tu caran di tariyê de rêve
naçe.» Ew hinekî li ser wan gotinên xweş difikirî û hingê ji xwe re got: «Xwezî bi min, eger
tu caran ne pêwist be ku ez di tariyê de biçim. Xwezî tarî nebûya û bi tenê ronahî hebûya!»
Demekê Hemîd zîq li pencerê nêrî û dît ku jinek di odê de digeriya. Di destê wê de zarokek
hebû. Kifş bû ku ew zarok qet netirsiya û rihet bû. Wî destekî biçûk dît ê ku bi rûyê jinikê ve
diçû. Hingê wî tam zanî ku ew xwişka wî ye. Ji ber ku Berîvan kor bû, wê bi destê xwe li rûyê
hemşîreyê ‹dinêrî›.

Hemîd pirr şa bû ku Berîvan hatibû qebûlkirin, lê wî bi xwe nizanibû ku here ku derê. Loma
ew vegeriya cihê xwe yê di nav çopê de. Wî xwe bi tişt miştan nixumandin, serê xwe danî ser
milê xwe û bi xew ve çû. Wê şevê wî kurikê birçî û bêxweyî xewnek dît: Di xewna xwe de wî
Berîvan dît. Xwişka wî di destên wî zilamê nerm ê di wêne de bû; ew rihet bû û zilam pirr ji
wê hez dikir.

***

Sibê zû Hemîd rabû. Hewa sar bû û ew req bûbû. Fikra wî ya pêşî Berîvan bû, lê hingê ew
pê hesiya ku ew bi xwe gelek birçî ye. Ew di kolanan re ber bi bazarê ve diçû û hêvî dikir ku
hinekî nan bibîne.
Zû xelkê bajêr jî rabû û bazirganan dest bi xebata xwe kir û dikanên xwe vekirin. Bîhneke
xweş ket pozê Hemîd û wî jê fêm kir ku ji wir ne dûr şîranî tên firotin. Ew zivirî û dît ku
zilamekî kade çêdikirin û difirotin.
Zilam qehirî, çimkî diviya ku her gav dev ji xebata xwe berda û agir di firnê de gurr bikira.
Hemîd ziravê xwe qayîm kir û ji zilêm re got: «Mîrzayê min, ma alîkarek ji we re lazim e?»
Zilam qenc lê nêrî. Ew bi Hemîd razî bû û jê re got: «Baş e, rahêje hewadankê û firnê germ
bike. Lê hay ji xwe hebe, eger tu diziyê bikî, polîsxane li aliyê din ê kolanê ye!»

Hemîdê reben rûnişt û dest pê kir, bi hewadankê agir gurr kir. Ew der germ bû û qeweta wî
nema. Lê wî biryar dabû ku ji bo taştê peran bi dest bixe û wî berdewam kir. Piştî demekê
zilam got: «Bes e! Were, kadeyan bixe vir!»
Hemîd ewqas birçî bûbû wî guman dikir ku ew deng ji cihekî gelek dûr hat! Piştî ku ew du
saetan xebitî, zilam pirs kir, got: «Ma te taştê xwariye?»

10
Hemîd bi rêzgirtinî got: «Nexêr, min tiştek nexwariye; û şeva din jî min tiştek nexwaribû...»
Zilam çend kade dan wî û dema ku wî dixwar, wî dît ku çend zarokên ku di kolanê de li
erdê rûniştî bûn, li wî nêrîn. Mala wan tune bû. Emrê wan kêm û zêde wek ê Hemîd bû û kifş
bû ku ew hemû jî birçî bûn.
Berî nîvro zilam cihê xebata xwe girt. Hemîd jêhatî bû û zilam jê re got ku ew dikare sibe jî
bê û hin pere jî parî marî dan wî.
Hemîd rabû, lê ew kurik hatin ba wî û dest bi pirskirinê kirin, gotin: «Tu ji ku derê yî? Tu
çima hatiyî vir? Dê û bavê te li ku derê rûdinin? Tu bi xwe li ku derê rûdinî?»
Hemîd nexwest ku rastiyê bêje û hem jî nexwest ku derewan bike, loma wî got: «Ez ji
gundekî hatime; ez dixwazim xebatê bibînim; dê û bavê min mirine, loma mala min tune.»
Wan jê re got: «Mala me jî tune. Tu dikarî bi me re bî, lê divê pêşî tu samunekî bikirrî û li
me leva bikî. Hingê emê ji te re bêjin ku em li ku derê her roj şîvê distînin.»
Hemîd bi lez samûnek kirrî û hinek zeytûnên reş jî standin. Ew di bin darekê de rûniştin û
bi hev re xwarin.
Êvarê ew bi wan zarokan re çû û dît ku ew çûn mala hemşîreyê. Derî vekirî bû, lê Hemîd
tirsiya ku bikeve hundir. Wî ji xwe re got: «Eger hemşîre bizane ku ez birayê Berîvanê me,
belkî ew êdî nexwaze Berîvanê xweyî bike.»
Lê hingê wî ronahî û germiya odê dît, bîhna xwarinê hat wî û wî biryar da ku here hundir.
Wî ji xwe re got: «Eger ez qet tiştekî nebêjim, Berîvan nizane ku ez hatime – û ez pirr
dixwazim wê bibînim!»

***

Bi vî awayî Hemîd her roj ber êvarê diçû mala hemşîreyê ku şîvê bixwe. Û her êvar,
zarokan ji Peyva Xwedê dibihîstin. Hemşîre pê dihesiya ku Hemîd di nav wan kurikan de bû
û bi nermî bi wî re xeber dida.
Dilê Hemîd pirr rihet bû: Li ba hemşîreyê ronahî û germî hebû; xwarin hebû û xwişka wî ya
şêrîn Berîvan li wir bû! Halê xwişka wî pirr qenc bû, ew paqij bû û di gumana wî de qet tiştek
din ne lazim bû ku bihata kirin.

Lê belê hin bi hin Hemîd hîn dibû ku tiştek din lazim e. Hemşîreyê ji zarokan re li ser wî
şexsê di wêne de digot. Wê ji zarokan re got ku ew şexs ji hemû zarokan, ji kur û keçan hez
dike. Wê got ku navê wî şexsî Îsa Mesîh e û got ku ew ji ezmên hat dinyayê.
«Ew li ezmên li ba Xwedê bû, lê wî dev ji rûmet û bilindahiya xwe berda û di ber me de bû
belengaz. Ew li ezmên bû û wek ku hûn dizanin, li ezmên tu tarî tune. Lê belê ew hat vê dinya

11
tarî û cezayê gunehên me hildan ser xwe û di ber me de li ser xaçê mir, da ku me bikirre û em
bibin yên wî.»
Hemîd plana zirbavê xwe anî bîra xwe: Zirbavê wî dixwest ku Berîvanê bifiroşe parskeran.
Wî ji xwe re got: «Eger ji destê min bihata, minê bêtir pere bidana wî û minê xwişka xwe ji
xwe re bikirriya.»
Hemşîreyê berdewam kir, got: «Mesîh dikare me ji xwe re bikirre, çimkî wî bihayê herî
mezin û giran daye, yanî wî jiyana xwe ya bêguneh da. Tu kes tune ku bikare bihayekî
bilindtir bide. Wî ewqas ji me hez kir ku di ber me de mir. Eger em bên ba wî û baweriya xwe
bi wî bînin, yanî eger em jê re bêjin ku ew gunehên me afû bike û bibe xilaskarê me, hingê
ewê me her û her ji tariya gunehan xilas bike. Wî soz daye me ku em her û her li ba wî di
rûmeta Xwedê de bimînin. Ew bi xwe çû ba Xwedê, da ku ji bo me cihekî amade bike.»

Hemîd qenc guhê xwe da van gotinên şêrîn. Çavên wî zîq li rûyê hemşîreyê dinêrîn, lê
carna wî serê xwe dizivirand, da ku wêne bibîne. Di dilê wî de daxwazeke kûr hebû ku Îsa
Mesîh bêtir nas bike.

Ruhê Xwedê nîşanî hemşîreyê da ku divê ew hinekî bêtir bi Hemîd re xeber bide. Loma wê
jê re got ku hinekî din bimîne. Wê destê xwe danî ser milê wî û bi dengekî nerm jê re got. Wê
didît ku hê tirs di dilê wî de heye.
Lê çaxê Hemîd dengê hemşîreyê bihîst û anî bîra xwe ku ew jineke qenc e, wî dest bi
xeberdanê kir.
Berîvan bê deng di kuncikeke odê de rûniştibû. Lê dema ku wê dengê birayê xwe bihîst, ew
rabû, destên xwe dirêj kirin û ber bi wî ve hat. Wê çengên xwe yên zeyîf xistin stûyê wî û
Hemîd ew himbêz kir.
Ji nişkê ve hemşîre pê hesiya ku wan hevdû nas dikir û wê pirs kir: «Ma ew xwişka te ye?
Qet netirse ku tu bêjî erê; eger tu kes nebe ku wê xweyî bike, ew dikare li ba min bimîne.»
Li ser vê yekê Hemîd her tişt jê re got; wî jê re got çawa zirbavê wan dixwest ku Berîvan bê
firotin û hingê wî xwişka xwe anî û hat vê derê, da ku ji bo wê cihekî qenc bibîne.
Çaxê ku wî her tişt got, dilê wî pirr rihet bû û pirr jî şa bû, ji ber ku wî dît ku destûra xwişka
wî heye ku li ba hemşîreyê bimîne.

Piştre hemşîreyê got: «Êdî bû dereng, belkî hevalên te çûne mizgeftê û li wir ji xwe re cihek
dîtine ku razin. Îşev tu dikarî li vir bimînî. Ezê Berîvanê bixim nav nivînan û hingê em dikarin
hê bêtir xeber bidin.»

12
Ew derket û Hemîd bi serê xwe di odê de ma. Wî cara pêşî hinekî li dor xwe nêrî û li ser
textekî sêniyek dît. Gelek hêk tê de hebûn.
Di cih de wî destên xwe yên qirêjî dirêj kir, du hêk di bin cilên xwe de veşartin, dîsa rûnişt û
li benda hemşîreyê ma.
Ew zû vegeriya û got: «Kerem ke, nêzîk bibe, were ba ronahiyê, di kuncikê de tarî ye.»
Hemîd şerm kir û hêdîka got: «Li vir baş e, li vir ji min re xweştir e.»
Hemşîreyê zû fêm kir ku tiştek ne rast çêbûye; wê dizanibû ku Hemîd ji tariyê ditirsiya.
Çima niha ew dixwaze ku di tariyê de bimîne?
Ew çû ba wî û jê re got: «Kerem ke, rabe û destên xwe bilind bike.»
Hemîd neliviya. Hemşîreyê destên xwe xistin bin cilên Hemîd û ji nişkê ve hêk şkestin.

Piştî ku ew hat şuştin û cilên nû standin, hemşîreyê bi dengekî nerm jê re got: «Hemîd, te
guneh kir, loma te nexwest ku tu bêyî ber ronahiyê. Te hêkên min dizîn. Ji bo vê yekê ceza
lazim e. Lê belê ji ber ku ew hêkên min bûn û min ji bo wan pere dane, ez li te dibihûrim.»
Û wê got: «Hemîd, ez ji te hez dikim. Ez dixwazim ku tu her gav bêyî ba min, lê ji kerema
xwe soza xwe bide ku tu êdî tu caran li mala min diziyê nekî.»
Hemîd serê xwe kir ber xwe. Cara pêşî bû ku ew li diziya xwe poşman bû. Ne tenê ji ber ku
diziya wî kifş bûbû, wî şerm kir, lê ew ji dil û can poşman bû.
Hingê hemşîreyê jê re got: «Vê yekê tu caran ji bîr neke: Guneh û tarî hevalên hev in. Lê
belê Îsa Mesîh ronahiya dinyayê ye. Ew ji te hez dike û dixwaze ku tu di ronahiya wî de bijî.
Ew hat, da ku te ji gunehan xilas bike. Ew dixwaze ku tu bibî yê wî. Ji bo vê yekê wî bihayê
herî mezin, yanî jiyana xwe da. Ew dixwaze ku rojekê tu li ba wî di padîşahiya ezmanan de
bî. Li wir qet tarî tune. Lê belê ew dixwaze niha jî, di jiyana te de bi te re be. Ma gelo tu
dixwazî gunehên xwe li ber wî eşkere bikî û jê re bêjî ku te paqij bike?»

Hemîd dest bi girînê kir, lê wî qet şerm nekir. Wî gotinên hemşîreyê fêm kiribûn. Çi tiştekî
ecêb bû ku Îsa Mesîh ji wî hez dikir û bihayê herî bilind dabû, da ku ew bibe yê wî.
Hemşîreyê jê re got: «Tu dikarî herî ser çokan û ji Xwedê hêvî bikî ku ew gunehên te afû
bike. Gelo tu bawer dikî ku Îsa Mesîh ji bo te li ser xaçê mir? Gelo tu dixwazî ku ew bibe
xilaskarê te?»
Hemîd ji dil û can got: «Erê, ez dixwazim.»

Wê şevê Hemîd dilê xwe vekir û bi saya Îsa Mesîh hezkirina Xwedê qebûl kir. Hemîd ji
tariyê derbasî ronahiya Xwedê bû.

13
4.

Li Îngilîstanê keçikek hebû, navê wê Jenny bû. Dê û bavên wê pirr dewlemend bûn, lê serê
salê ji nişkê ve Jenny nexweş ket. Doxtor got ku nexweşiya wê giran e; şîreta wî ew bû ku
Jenny demekê li derveyî Îngilîstanê bimîne; hingê di hewa xweş û germ de ewê dîsa qenc
bibûya.
Hemşîreya me, xwişka bavê Jenny bû û çaxê ku dê û bavên wê şîreta doxtor bihîstin, ew
anîn bîra xwe, çimkî di cihê wê de kêm û zêde her gav tav hebû. Loma rojekê bavê Jenny got:
«Emê herin serdana xwişka xwe û emê du sê heftiyan li ba wê bimînin.»
Piştî çend heftiyên din, ew ketin rê û bi ereba xwe ber bi başûr ve çûn. Jenny pirr şa û dilgeş
bû çimkî cara pêşî ewê biçûya welatekî dûr. Wê ji meta xwe jî pirr hez dikir. Meta wê jî gelek
ji bo Jenny dua dikir, çimkî wê dizanibû ku Jenny hê derbasî ronahiyê nebûye.
Riya wan dûr bû û di rêwîtiyê de Jenny gelek stran gotin. Wê pirr ji straneke taybet hez
dikir; gotinên wê yên dawî ev bûn: «Rêberê min be û min bibe ronahiyê!»
Piştî çend rojan, bavê Jenny ereba xwe li ber otêlekê sekinand. Dê û bav peya bûn û ji xwe
gelek zarok li dor wan civiyan û her kesî dixwest ku çenteyên wan hilgire û hinekî pere
bistîne. Jenny di erebê de ma, heta hemû çente birin otêlê û zarok winda bûn. Êdî wê hem
meta xwe û hem Berîvan dît û pirs kir, got: «Metê, ev kî ye? Te ji me re negot ku keçika te
heye ... Ew gelek delal û şêrîn e!»
Jenny nêzîkî Berîvanê bû û gelek mirovan li keçika biyanî nêrî, çimkî porê wê zer û çavên
wê şîn bûn. Hem cilên wê û hem pêlavên wê spehî bûn û laşê wê spî bû...

Jenny pê nehesiya, wê bi tenê Berîvan dît. Wê bûka leyîstokê pêşkêşî wê kir, lê ji xwe
Berîvanê ew nedît û qet bala xwe nedayê. Jenny aciz bû û got: «Ji xwe bûkeke wê ya weha
xweşik tune, lê dîsa jî ew naxwaze wê qebûl bike. Eger ew nexwaze, xem tune; ew ji min re
xweşik e û ezê wê ji xwe re bihêlim.»
Bi wan gotinan ew zivirî û dev ji keçikê berda. Lê meta wê destê wê girt û got: «Were,
binêre. Berîvan kor e; wê bûka te nedît. Wê ne bi nêta xerab wusa kir.»
Lê belê Jenny acizbûyî ma û got: «Çima te ji pêşî ve negot?»
Hemşîreyê li biraziya xwe nêrî û di dilê xwe de dua kir, got: «Ya Xwedê, ji kerema xwe
ronahiya xwe nîşanî Jenny bide. Beriya ku ew vegerin, bila ew Mesîh xilaskarê xwe qebûl
bike. Ya Xudan, fersendê bide min ku ez ji wê re li ser te bêjim.»
Piştî ku dê û bav hemû tiştên xwe di otêlê de xistin odeya xwe, ew çûn mala hemşîreyê.

***

14
Çaxê ku Jenny parsker di qerpalên qirêjî de û zarok di kolanan de dîtin, wê pozê xwe yê
biçûk rakir û çaxê wê dît ku meta wê mifta xwe xist deriyê xaniyekî kevin, ew zendegirtî ma;
wê pirs kir û got: «Ma bi rastî tu di xaniyekî weha de rûdinî? Ev qet ne xweş e!»
Lê belê dema ku meta Jenny destûra wê da, ku alîkariya wê bike, Jenny ew rebenî û qirêjî
zû zû ji bîr kirin. Hemşîreyê li zarokeke biçûk dinêrî. Pêşî dê û bavê Jenny qebûl nekirin ku
keça wan destê xwe bide keçikeke nexweş, lê hemşîreyê got ku qet nexweşiya wê ya vegir
tune.
Jenny bi şid got: «Nexweş be an ne nexweş be, ev qet ne xema min e! Ezê alîkariya vê
zaroka biçûk bikim, eseh ezê alîkariyê bikim!»

Wek ku meta wê jê re gotibû, wê tasek, kevçikek û hinekî şekir anîn. Wek ku wê her roj
tiştekî weha dikir, wê ji refê derman û çaydank birin, lê belê wê ji rengê dengê meta xwe hez
nekir. Jenny hîn nebû ku yekî din emir lê bike, lê meta wê jê re got: «Tas û kevçikan bişo û
piştre hebikan hûr bike û bixe nav hinekî av. Niha şûşê bide min.»
Jenny xwest ku ew yeke girîng bê hesabkirin, loma wê berdewam kir û alîkariya meta xwe
kir.
Piştî demekê halê zarokê hinekî çêtir bû û hemşîreyê destûr da diya wê ku wê bi xwe re
vegerîne mala xwe. Jenny bi vê yekê gelek ji xwe piştrast bû û got: «Eger ez mezin bibim, ez
jî, ezê bibim hemşîre. Ezê emir li yên din bidim û ezê zarokên nexweş qenc bikim.»
Û pirsî, got: «Ma tiştekî din heye ku divê ez hîn bibim?»
Meta wê got: «Erê, bêguman tiştên din hene, lê emê careke din li ser wan tiştan xeber bidin.
Hûn mêvanên min in û min hê çay û xwarin amade nekirine. Ez bawer dikim ku hûn gelek
birçî ne, ne wusa?»
Lê Jenny difikirî, ji xwe re digot: «Ji xwe ezê her tiştî hîn bibim. Ez pirr jêhatî me û ez di
sinifa xwe de ya herî biaqil im. Dê û bavê min dewlemend in û çi tiştê ku lazim be, ewê peyda
bikin.»

***

Piştî çend rojên din Jenny, meta wê û Berîvan bi hev re çûn ku di parkeke xweş de seyranê
bikin. Çaxê ku wan dixwar, Jenny ji meta xwe pirsî got: «Metê bêje, ji bo ku ez bibim
hemşîre, lazim e ku ez çi tiştên din hîn bibim?»
Wê bersiva wê da û got: «Ev pirseke qenc e. Ew tişt bi daxwazên te ve girêdayî ne. Eger tu
bixwazî bi tenê xema nexweşan bixwî û alîkariya wan bikî, hingê divê ku tu bibî hemşîre an
doxtor. Lê belê, piştî ku mirovên nexweş sax bibin, ew zû zû dîsa nexweş dikevin. Carna ew

15
birçî dimînin û ji ber ku ew nikarin xwarinê ji xwe re bikirrin, dîsa nexweş dikevin. Gelek
hene, ew pirr zeyîf in û zû dimirin.»
Jenny serê xwe bilind kir, li meta xwe nêrî û got: «Eger wusa be, çima hûn ewqas xwe
diwestînin?»
Meta wê got: «Bedena mirov ne ya herî girîng e. Canê her mirovî heye û canê zarokan jî
heye. Xwedê ji hemû mirovan û ji hemû zarokan hez dike. Ew dixwaze ku ew her û her li
ezmên di nav rûmeta Xwedê de bijîn. Eger em bixwazin alîkariya mirovan bikin, divê ku em
riya xilasiyê nîşanî wan bidin. Dewlemendî, pere, an saxîtî nikarin mirovan şa bikin. Pêwist e
ku hemû mirov Îsa Mesîh nas bikin, ji ber ku wî, ew riya ku diçe ezmên vekiriye. Lê belê eger
tu bi xwe Mesîh nas nekî, tu nikarî riya xilasiyê nîşanî mirovên din bikî.»
Jenny şaş ma û bersiv neda.

Meta wê berdewam kir, got: «Guh bidê, Jenny. Hemû mirovên di vî welatî de ji mirinê
gelek ditirsin. Di çavên wan de, mirin tariyeke zehf mezin e, bi rastî, tariyeke herheyî ye.
Loma ew tên ba min, da ku dermanan bistînin û nemirin. Ew naxwazin nexweş bikevin, çimkî
ew ji mirinê ditirsin. Ez dermanan didim wan, lê belê ez li ser Mesîh jî dibêjim. Çimkî Mesîh
di ber wan de mir, da ku jiyana wan a herheyî hebe. Ez dermanan didim wan, da ku ew
bibînin ku Mesîh xema wan dixwe û dixwaze alîkariya wan bike. Hezkirin ne bi gotinê ye.
Loma ez dixwazim bi kirinên xwe nîşanî wan bidim ku hezkirina Xwedê çawa ye. Eger tu
bixwazî bibî hemşîreyeke qenc, divê tu bizanî ku Mesîh di dilê te de dijî. Ew dixwaze bi
karên destên te ji mirovan hez bike. An nexwe tê bi fanoseke vala biceribînî ku tu di tariyê de
ronahiyê bidî.»

Jenny demekê bê deng ma; hingê wê pirs kir: «Metê, tu çawa dizanî ku Îsa Mesîh di dilê te
de dijî?»
«Ma tu çi difikirî, ronahî çawa dikeve fanosê?»
«Divê mirov fitîlekê bixeyê û wê pê bixe...»
«Ev tam rast e. Divê ku em deriyê dilê xwe ji Îsa Mesîh re vekin. Yanî em jê re bêjin ku em
dixwazin wî qebûl bikin. Em jê hêvî bikin ku ew gunehên me afû bike û dilê me paqij bike.
Em bawer bikin ku ew di ber me de miriye û jiyana herheyî dide me. Hingê ewê bi jiyana
herheyî re ronahiya xwe jî bixe dilê me.»

Li ser vê yekê Jenny got: «Ez bawer nakim ku divê Îsa min paqij bike. Dilê min ne qirêjî
ye; ma tu dibêjî ku ez gunehkar im?»

16
Meta Jenny ew xist himbêza xwe û bi dengekî nizim got: «Ev hê ne pênc deqîqe ye ku tu li
vir î, min fêm kir ku tu keçeke gunehkar î.»
Jenny veciniqî û hem jî şaşmayî û acizbûyî got: «Ev ne rast e! Diya min her gav dibêje ku
ez keçikeke qenc û delal im.»
Meta wê got: «Bila, lê belê Xwedê dibêje ku em hemû gunehkar in. Gunehkar nikarin herin
ezmên û ew rûmeta Xwedê nabînin. Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh ji gunehan bêrî bû û hingê tê
zû fêm bikî ku hem ezperestî û hem jî serhişkî guneh e. Min ew herdu tişt li ba te dîtin. Lê
belê Îsa Mesîh dikare te ji gunehan paqij bike, çimkî ew bê guneh e.»

Jenny êdî nexwest ku meta wê hê zêdetir li ser vê dabaşê bêje. Ew rabû ser piyan û got:
«Diviya ku çavê min li Berîvanê bûya! Nebe ku ew riya xwe winda bike! Herweha ez guman
dikim ku divê em vegerin. Dê û bavê min wê li benda me bin.»
Ew hemû rabûn û vegeriyan mala hemşîreyê.

Lê belê wê şevê xewa Jenny nehat. Ew di nav cihê xwe de zivirî û li ser gotinên meta xwe
difikirî. Di dawiyê de ew rabû û cil li xwe kirin. Wê dê û bavên xwe di salona otêlê de dîtin û
ji wan re got: «Ez dixwazim herim ba meta xwe. Min bibin mala wê, ez dixwazin hinekî li wir
bimînim û pê re xeber bidim. Ewê dîsa min vegerîne otêlê.»
Çaxê wê dît ku bav wê bêje «Na », hêstirên çavên wê hatin û wê bi dengekî nerm û nizim
got: «Ji kerema xwe, eger çêbe min bibin...»
Gava hemşîreyê biraziya xwe li ber dêrî dît, hinekî ecêbmayî ma, lê di dilê xwe de wê
dizanibû ku çima Jenny ne rihet e.

Wê qet tiştek negot û piştî demekê Jenny dest pê kir, got: «Metê, te got ku Îsa Mesîh dikare
dilê me paqij bike. Mana wê çi ye? Ji kerema xwe vê yekê ji min re şîrove bike.»
Meta wê li rex wê rûdinişt û got: «Rast e, Jenny, tu gunehkar î û dilê te ne paqij e. Lê sedem
ne ew e ku tu ezperest û serhişk î. Nexêr, lê belê ji ber ku tu gunehkar î, tu serhişk û ezperest î.
Bi van tiştan gunehkariya me kifş dibe; gunehkarî di tevahiya jiyana me de ye.
«Em nikarin xwe bi xwe ji vê gunehkariyê xilas bikin; tiştek ji destê me nayê. Divê yekî din
bê û alîkariya me bike û me ji gunehên me xilas bike. Ji me re yek divê ku cezayê gunehên
me hilde ser xwe. Bi tenê Îsa Mesîh dikare vê yekê bike, çimkî wî tu caran guneh nekir. Wî
cihê te stand, yanî ew ji dêla te mir. Loma gunehên te dikarin bên efûkirin.
«Ew afûbûn diyariya wî ye, yanî belaş e. Divê wek diyariyê bê qebûlkirin. Û bi rastî, em
nikarin berdêla afûbûnê bidin jî; ev yek ji destê me nayê. Lê em dikarin baweriya xwe bi Îsa
Mesîh bînin û diyariya wî, yanî afûbûna gunehan, bi şahî qebûl bikin. Tiştê ku ew ji me

17
dixwaze, ev e. Em gunehên xwe eşkere bikin û jê hêvî bikin ku ew bibe xwediyê jiyana me.
Hingê ewê tariya guneh ji jiyana me derxe. Ewê ronahiya xwe bide me. Hingê em bi zelalî
fêm bikin ka mana van gotinan çi ye. Wî got: Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê,
tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»

Jenny difikirî û hingê got: «Metê, ez dixwazim ku Îsa Mesîh dilê min ê qirêjî paqij bike. Ez
dixwazim ku ronahiya wî, tariyê ji dilê min derxe, da ku ez bikarim alîkariya mirovên din
bikim. – Eger ez ji Îsa Mesîh hêvî bikim, ma bi rastî ew wê bê dilê min?»
Meta wê got: «Biraziya min a delal, eger tu bawer bikî û pişta xwe bi wî ve girê bidî, eseh
ewê her gav bi te re be.»
Li ser vê yekê Jenny got: «Bi rastî, ez bawer dikim; erê metê, ez baweriya xwe bi Îsa Mesîh
tînim.»
Bi vî awayî ew keça dewlemend a ji Îngilîstanê, ji tariya gunehan derbasî ronahiya
padîşahiya Xwedê bû.

5.

Niha em vegerin ser dabaşa Hemîd:


Hemîd her roj diçû mala hemşîreyê. Wî Încîlek stand û wî pirr dixwest ku hînî xwendinê
bibe. Û ji ber ku wî dixwest hîn bibe, ew zû jî hînî xwendinê bû!
Hemîd pirr şa û dilgeş bû – heta ku mêvanên hemşîreyê bi keça xwe ve ji Îngilîstanê hatin.
Di destpêkê de, dilê wî tije çavnebarî bû, çimkî wî bihîst ku wê keçikê ji hemşîreya wî ya
delal re digot «Metê».
Lê belê çaxê wî dît ku ew qenciyê li xwişka wî dikin, ew li çavnebariya xwe poşman bû.
Dema ku ewê vegeriyan welatê xwe, wiyê dîsa dest bi dersên xwendinê bikira.

***

Rojekê çaxê ku wî wek her gav sibê zû bi hewadankê agir gur dikir û kade nijilandin, çavê
wî ket aliyê din ê kolanê û li wir zilamek dît. Hema bêje dilê wî ji tirsa sekinî. Zilamê ku wî
dîtibû, bêguman zirbavê wî bû!

18
Di wê gavê de di kolanê de hemşîre bi mêvanên xwe ve rastî zirbavê wî hatin. Û Berîvan jî
bi wan re bû! Wî dît ku zirbavê wî qenc li wan hemûyan nêrî. Di cih de Hemîd xwe li pişt
maseyê veşart û bi êgir mijûl bû. Wî ji xwe re got: «Divê ku ez çi bikim? Ya herî qenc ev e ku
ez birevim. Berîvan ne di talûkeyê de ye. Ew bi hemşîreyê û bi mêvanên wan re ye. Fersenda
zirbav tune ku xwişka min birevîne.»
Hemîd qenc dizanibû ku wan hemûyan pirr ji xwişka wî hez dikir û çavên wan lê bûn. Lê
ew bi xwe di talûkeyê de bû.
Ew fikirî, ji xwe re got: «Eger zirbavê min, min bibîne, ewê min bigire û li min bixe û wê
emir li min bike ku ez xwişka xwe ji mala hemşîreyê birevînim. Erê, divê ku ez zû zû
birevim.»
Bêyî ku tiştekî ji firoşkar re bêje, ew rabû û revî. Ew bilez di kolanan re diçû, ji bajêr derket
û xwe veşart.
Wî tevahiya şevê li derveyî bajêr derbas kir û plana wî ew bû ku du rojên din jî li wir bima.
Lê belê dotira rojê, wî sibê zû dengê hemşîreyê bihîst. Bi dengekî bilind got: «Hemîd! Hemîd!
Tu li ku derê yî? Ji kerema xwe, zû were! Hevalê te got ku tu reviyî vir. Em ketine tengahiyê!
Divê tu alîkariya me bikî! Ji kerema xwe were ba min!»

Hemîd êdî nikaribû xwe veşêre û ji cihê xwe derket, ji nişkê ve li ber hemşîreyê sekinî.
Hemşîre hem şaş û hem jî şa bû û jê re got: «Ez qet fêm nakim ku hûn çawa dikarin xwe
veşêrin û ji nişkê ve dîsa xuya bibin.»
Lê Hemîd pirs kir, got: «Te çima gazî min kir? Çi çêbûye?»
Wê got: «Kurê min, derdekî mezin heye. Berîvan winda bûye. Em nizanin ew li ku derê ye.
Me ew nedîtiye. Em çûn bazarê û me Berîvan çend deqîqeyan li ba biraziya xwe hişt, lê ji
nişkê ve ew winda bûbû. Biraziya min nizane ka çi çêbû an çawa çêbû.»
Hemîd lerizî û got: «Zirbavê min hat û ew revand.»
«Tu çawa dizanî?»
«Roja din min ew di bazarê de dît. Çaxê ku hûn di kolanê re derbas dibûn, wî hûn dîtin. Wî
qenc li xwişka min nêrî û min dizanibû ku wî dixwest ku wê birevîne û bifiroşe parskerekî.
Min nizanibû ku weyê xwişka min bi serê xwe li ba biraziya te bihişta.»
Hemşîreyê bi dengekî nerm got: «Hemîd, min nizanibû ku zirbavê te hatibû; min nizanibû
ku Berîvan di talûkeyê de ye. Te dizanibû, lê tu revî. Me herduyan jî tiştekî xelet kir, lê niha
divê ku em wê bibînin.»
Hemîd got: «Ev çênabe.»

19
Hemşîreyê qebûl nekir û got: «Çima çênabe? Plana min heye. Bêguman mêvanên min
amade ne ku bi ereba xwe herin gundê te. Ezê bi zirbavê te re xeber bidim û ezê riyekê
bibînim ku ew xwişka te bide min.»
«Lê tu rê nizanî.»
«Rast e. Divê ku tu bi me re bêyî û rê nîşanî me bidî.»
Hemîdê çavtirsiyayî got: «Eger ez bi we re bêm gundê xwe, ma tu dizanî çi wê bê serê
min?»
«Xeman nexwe, tiştek nayê serê te. Bi tenê divê ku tu xaniyê we nîşanî me bidî; ew têra me
dike. Çi dî lazim be, emê bikin.»

Ew vegeriyan bajêr û eynî wê rojê hevalên Hemîd dîtin ku ew di erebeya xweş a biyaniyan
de ji bajêr derket û ber bi gundê xwe ve çû. Wan çiqas çavnebariya wî dikir!
Hemîd keniya û destê xwe hejand. Wî nexwest hevalên wî bibînin ku hê jî tirs di dilê wî de
heye. Rojeke pirr xweş bû û Hemîd anî bîra xwe ku ew wê şevê çawa bi xwişka xwe ve bi
zehmet hilkişiya vî çiyayî.
Hemşîreyê û zilamê Îngilîz tirsa Hemîd direvandin û jê re digotin ku xeman nexwe. Her tişt
wê qenc çêbe. Dîsa jî ew xemgîn bû, çimkî wî bêriya diya xwe dikir. Ewê gelek nêzîkî wê
bibûya, lê wiyê nekariya ew bidîta ...

***

Çaxê ku roj diçû ava, ew nêzîkî gundê Hemîd dibûn. Diviya ku wan ereba xwe di navenda
gund de bihişta, çimkî kolan pirr teng bûn. Hemîd hêdî hêdî pêş ve çû, xwe ji çavên gundiyan
veşart û rê nîşanî hemşîreyê û zilamê Îngilîz kir. Wî xaniyê xwe û ronahiya pelên êgir dît. Wî
bi dengekî nizim ji wan re got: «Ji dara hêjîrê wêvetir, xaniyê sisiyan yê me ye.»
Hemşîreyê got: «Baş e, emê hevdû li ba erebeyê bibînin. Niha vegere!»
Lê belê Hemîd venegeriya. Wî xwe veşart û li ser ronahiya di dilê xwe de difikirî. Çiqas
xweş bû ku ew êdî ji tariyê netirsiya! Herweha êdî ne pêwist bû ku ji cinan bitirse.
Hêdî hêdî ew çeleçepka nêzîkî xaniyê xwe bû, ji dizî ve li hundir nêrî û guhê xwe da
gotinên mezinan.

Wî dît ku zirbavê wî rabû û xêrhatiniya mêvanan kir. Wî bihîst ku mirovekî bi lez hin tişt û
mişt kirin û hingê dengê hemşîreyê ket guhê wî. Wê got: «Ez hatim, da ku ez li ser halê keça
we ya kor hîn bibim. Beriya heft mehan, birayê wê ew anî ba min, da ku ez wê xweyî bikim.

20
Ez pirr dixwazim ku ew vegere ba min. Ew keça we ye, hûn li gor daxwaza xwe biryarê bidin.
Lê belê ez amade me ku ji her kesî bêtir peran bidim we.»
Zirbav got: «Ez li ser keça xwe tiştekî nizanim. Rast e, birayê wê beriya heft mehan ew
revand, lê ji wê rojê ve min ew nedîtiye û qet tiştek nebihîstiye. Eger ew vegere ba min, ezê bi
şahî wê bişînim ba we.»
Derî nîvvekirî bû û Hemîd dît ku diya wî li aliyê din ê êgir rûniştî bû. Wê zîq li hemşîreyê
nêrî. Hemîd dizanibû ku mana wê yekê çi ye. Çaxê ku diya wî newêriya tiştekî bêje, wê weha
dikir. Hemîd dît ku diya wî serê xwe hinekî bi aliyê pîrejinê ve hejand û di cih de hemşîreyê
fêm kir. Wê dît ku li pişt pîrejinê beteniyek hebû. Tiştek di bin de veşartî bû. Hemîd bi lerizînê
dît ku hemşîre ber bi beteniyê ve çû. Ji nişkê ve wê gazî kir, got: «Berîvanê! Berîvanê!»
Zirbav neliviya, reng li rûyê wî nemabû. Pîrejinê destê xwe dirêjî beteniyê kir, lê êdî bûbû
dereng. Berîvan bi qîrîneke şa ji bin beteniyê derket û hemşîreyê ew himbêz kir. Careke din
hemşîre zivirî ba zirbav, lê ew pirr hêrs bû. Zilamê Îngilîz gavek avêt pêş. Ew, zilamekî mezin
û xurt bû û zirbav ji xwe re got: «Nexwe çêtir e ku ez peran bistînim û bihêlim ku Berîvan bi
wan re vegere bajêr.»

Çaxê ku Hemîd ev yek dît, wî di cih de vegeriya erebê, xwe veşart û li hêviya xwişka xwe
ma. Lê ji nişkê ve dengekî nas û şêrîn bi dizî gazî wî kir, got: «Hemîd! Kurê min! Kurê min ê
delal!»
Hemîd rabû û destê diya xwe maç kir. Ew herdu paş ve ketin û di bin siyê de sekinîn.
«Kurê delal, tu çawa yî, tu baş î? Ez pirr şa me ku te Berîvan anî ba vê hemşîreya qenc.
Divê çavê te her gav li ser xwişka te be, bêguman zirbavê te wê careke din biceribîne ku wê
birevîne.»
Li ser vê yekê Hemîd ji diya xwe re got ku wî çawa xaniyê hemşîreyê û ew wêne dîtibûn û
got: «Ya herî qenc ew e ku ez niha zilamê li ser wî wêneyî nas dikim. Ew Îsa Mesîh e û ew
niha li ezmanan e, sax e!»
Wî ji diya xwe re got ku ew ji Încîlê gelek tiştên qenc hîn bûye û got: «Bi rastî, ez
dixwazim hê bêtir li ser Mesîh hîn bibim!»
Diya wî ew himbêz kir û got: «Baş e û hingê tê bêyî ba min û her tiştî ji min re bêjî, da ku
dilê min jî şa bibe.»
Hemîd serê xwe danî ser milê diya xwe. Xwezî wî bikariya li ba wê bima! Lê wî biryara
xwe dabû û jê re got: «Ez dixwazim niha vegerim; divê ku ez hê bêtir hînî xwendinê bikim û
hê bêtir li ser Mizgîniya Xwedê hîn bibim. Dema dirûtinê, ezê vegerim mal û ezê her tiştî ji te
re bêjim.»

21
Dengê gavan hat bihîstin. Diya Hemîd destê kurê xwe maç kir û hemşîre bimbarek kir.
Hingê ew zivirî û bi dilekî giran vegeriya mal.

Tam gava ku zilamê Îngilîz, hemşîre, Hemîd û Berîvan siwar dibûn, zirbavê wî hêrsketî ber
bi wan ve bezî û kir qîrîn, got: «Bila Berîvan bi we re bê, lê Hemîd nikare bi we re bê. Ez
dizanim ku ew li vir e – û ew li vir dimîne!»
Yê Îngilîz bi lez motor pêxist û agir da ereba xwe, wusa ku di hundir de hemû ketin ser hev.
Lê belê xem tune bû, ew hemû parastî bûn û ji zirbavê xerab dûr ketibûn – û Berîvan jî bi wan
re bû!

Hemîd paş ve dinêrî, li gundê xwe dinêrî. Mala wî li wir bû, lê li gor bîr û baweriya wî, di
wî gundê biçûk de, tu kesî tu caran navê Îsa Mesîh nebihîstibû.
Wî di dilê xwe de dizanî ku rojekê ewê bi serê xwe û belkî peya vegeriya gundê xwe. Ewê
bê tirs bihata, çimkî ronahiya di dilê wî de wê cesaret bida wî.
Bi dengekî nizim wî ji xwe re got: «Îsa got: Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min bê, tu
caran di tariyê de rêve naçe.»

***

Bêguman ji wê rojê ve hemşîreyê hê bêtir çavdêriya Berîvanê dikir û êdî ew bi serê xwe
nehişt. Wê bi çavê xwe zirbavê wê dîtibû û bi nêta wî dizanî.

Rojekê Hemîd pirr xemgîn bû; êdî pêwist bû ku mêvanên hemşîreyê vegeriyan Îngilîstanê û
Hemîd bihîstibû ku hemşîreyê ji mêvanên xwe re gotibû: «Erê, ez dizanim, ya herî qenc ew e
ku Berîvan bi we re bê û biçe mektebeke ji bo zarokên kor. Lê bêyî ku hûn sozekê bidin min,
ez nahêlim ku ew bê. Sozê bidin min ku hûnê hê bêtir jê re li ser Îsa Mesîh bêjin. Heta ku ew
Mesîh nas neke û qebûl neke, ne tenê çavên wê wê kor bin, lê dilê wê jî wê kor be û ev yek hê
xerabtir e.»
Di dilê xwe de Hemîd dizanî ku ya herî qenc ji bo xwişka wî, ew e. Mêvanên Îngilîz soz
dan û hemşîreyê destûr da ku Berîvan bi wan re here.

Roja kifşkirî hat û Hemîd û hemşîreyê, Berîvana biçûk bi rê xistin. Careke din çavên wî tije
hêstir bûn, lê wî qet şerm nekir. Heta ku erebe dît, wî destê xwe hejand û piştre ew bi
hemşîreyê re hilkişiya kolana dirêj û teng.
Bi xemgînî wî got: «Êdî xwişka min qet hewcedara min namîne.»

22
Hemşîreyê ew bir mala xwe û ji wî pirs kir, got: «Ma tu dixwazî li ba min bimînî? Eger tu
bixwazî, tu dikarî kurê min ê biçûk bî.»
Wî serê xwe hejand û got: «Ez gelek razî me, ev wê pirr baş bûya, lê çênabe. Ez dixwazim
hê bêtir ji Încîlê hîn bibim û di dema dirûtinê de, ez dixwazim vegerim gundê xwe. Ez
dixwazim ji diya xwe û ji hevalên xwe re li ser Îsa Mesîh bêjim. Bila her kesê ku bixwaze, li
ser wî bibihîze. Çawa li vir ez di kêf û şahiyê de bim û di gundê min de mirov di tariyê de
dimînin?»
Wek ku diya wî dikir, hemşîreyê ew himbêz kir û got: «Bi rastî, niha ez dizanim ku
ronahiya dinyayê, yanî Îsa Mesîh, hatiye dilê te, çimkî tu dixwazî ku mirovên din jî li ser
Mesîh hîn bibin. Ji bo vê yekê min dev ji welatê xwe berda û ez hatim vir, da ku mirov
ronahiya dinyayê bibînin û qebûl bikin. Ma tu dizanî ku Îsa Mesîh carekê got: ‹Herin her çar
aliyên dinyayê û Mizgîniyê bi hemû mirovan bidin bihîstin.› Erê, em herdu jî, emê vê yekê
bikin.»
Hemîd ew gotinên hemşîreya delal tu caran ji bîr nekirin.

Dema dirûtinê hatibû û Hemîd xatirê xwe ji hemşîreyê xwest û ket rê. Wî demekê dirêj
destê xwe jê re hejand.
Êdî tirsa tariyê di dilê wî de nemabû. Erê, belkî li mal wê li wî bixistana, wî ev yek
dizanibû, lê dîsa jî dilê wî bi şahî û hezkirinê tije bû. Ew hezkirin, hezkirina Îsa Mesîh bû;
Hemîd ji wî hez dikir, çimkî ew mir, da ku Hemîd xilas bibe û herweha Hemîd ji mirovên ku
hê Îsa Mesîh nas nekiribûn, hez dikir. Loma ew mizgînvanê biçûk bi cesaret li riya xwe çû.
Wî nedît ku hêstirên şahiyê çavên hemşîreyê çawa tije kirin.

***

Tiştekî din maye ku emê bêjin: Erê, Berîvana delal jî li Îngilîstanê Îsa Mesîh xilaskarê xwe
qebûl kir û her çiqas kor bû jî, wê Îsa Mesîh, yanî ronahiya dinyayê dît.

Serkanî:
"Star of Light" by Patricia St. John
Hemîd û Berîvan li gor serhatiya No Darkness At All hatiye amadekirin.
© 2005 Bible Visuals International, PO Box 153, Akron PA 17501-0153, www.biblevisuals.org
Wergera Kurdî (Kurmancî) © 2010 Mizgînî, PO Box 1128, D-35441 Biebertal / Almanya, mizgini@aol.com
Hemû maf parastî ne.

23

You might also like