You are on page 1of 24

Xelkê Xwedê

21-25
(The People of God)

Mizgînî, Almanya – 2011


EMM, Salunga, Pennsylvania, USA - 2003
Xelkê Xwedê

Guhdarên delal, hûn ji bo guhdarîkirina bernameyên «Xelkê Xwedê» gelek bi xêr hatin.

Di bernameyên «Xelkê Xwedê» de emê li Tewratê, li Zebûrê û li Încîlê binêrin.


Daxwaza van bernameyan ew e ku hûn bi zelalî plana Xwedê û hezkirina wî fêm bikin.

21. Dersa bîstûyekê: Kitêba Pîroz

Em çawa dikarin li ser Xwedê û li ser rastiyê hîn bibin? Îro emê li ser Kitêba Pîroz a ku Xwedê
daye mirovan hîn bibin. Pêşî em dixwazin guhê xwe bidin çend ayetên ji Încîlê. Di nameya
Petrûs a diduyan de weha dibêje:

16
Çaxê ku me hêz û hatina Xudanê me Îsa Mesîh bi we da zanîn, em neketin pey çîrokên ku
bi qurnazî ji ber xwe hatine çêkirin, lê me bi çavên xwe mezinahiya wî dît.
17
Çimkî gava ji rûmeta herî bilind dengekî weha jê re hat û got: «Kurê min ê delal ev e. Dilê
18
min bi wî xweş e», hingê wî ji Bav Xwedê rûmet û siyanet stand. Û gava em bi wî re li ser
çiyayê pîroz bûn, ev dengê ku ji ezmên hat, me bi xwe bihîst.
19
Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal
bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc
20
bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê. Divê berî her tiştî hûn vê bizanin ku tu
21
pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Çimkî pêxemberîtî tu
caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê
gotine.

15
Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos jî, li
16
gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye. Ew di hemû nameyên xwe de li ser
van tiştan dibêje. Di wan de hin tişt hene ku fêmkirina wan zehmet e. Yên nezan û dilê wan
xilupilo, wek ku di nivîsarên pîroz ên din de dikin, van jî çewt şîrove dikin û bi kirina vê yekê
helakbûna xwe tînin.

1
17
Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi
18
xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin. Lê di kerem û naskirina
Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh de bigihîjin. Rûmet niha û her û her ji wî re be. Amîn.
(Petrûs II, 1:16-21; 3:15-18)

Di nameya diduyan de ya ji Tîmotêyos re Pawlos weha dibêje:


10
Lê haya te ji hînkirina min, rabûn û rûniştina min, mebesta min, baweriya min, bîhnfirehî
11
û hezkirina min, ragirtina min, tengahî û cefayên min heye. Tu dizanî li Entakyayê, li
Qonyayê, li Lîstrayê çi tişt hatin serê min. Min di çi cefayan de ragirt! Lê Xudan ez ji hemûyan
rizgar kirim. 12 Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê
bikişînin. 13 Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin
14
û bên xapandin. Lê heçî tu yî, tu di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan
15
aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî. Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên
16
Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.
Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo
17
perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê, da ku mirovê Xwedê, ji bo her karê qenc
bêkêmahî û rapêçandî be. (Tîmotêyos II, 3:10-17)

Niha ji kerema xwe guhdariya şîrovekirina van ayetên ku we bihîstin, bikin.

Beriya ku Îsa Mesîh vegere ezmên, wî ji şagirtên xwe re got: «Gava ku Ruhê Pîroz bê ser we,
hûnê hêzê bistînin û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr hûnê bibin şahidên min.»
Hin ji şagirtên Îsa bi nivîsîna kitêban ji Îsa re şahidî kirin. Çar kitêb li ser jiyan û hîndariya Îsa
Mesîh hatin nivîsîn û em ji wan re «Încîl» dibêjin.
Hin şagirtên Mesîh dixwestin ku hê zêdetir hîndariya Îsa hîn bikin û şîrove bikin û kitêbên din
jî nivîsîn. Em ji wan nivîsaran re dibêjin Nameyên şandiyên Îsa Mesîh.
Zilamê ku ji hemûyên din zêdetir kitêbên Peymana Nû nivîsîn, Pawlosê şandî bû.

Pawlos ji Îsa Mesîh re şahidî dikir


Pawlos di salên pêşî yên Civîna Bawermendan de yek ji şahidên herî mezin bû.
Beriya ku ew baweriya xwe bi Mesîh bîne, wî cefa bi Mesîhiyan dida kişandin û zordarî li wan
dikir. Lê gava ku wî dengê Mesîh bihîst, tevahiya jiyana wî hat guhertin. Êdî wî ji mirovan nefret
nedikir, lê ji wan hez dikir.

2
Çend şagirtên Îsa yên din, mesele Yûhenna û Petrûs jî nameyên ku di Peymana Nû de ne
nivîsandin û her yek ji wan nameyan ji Îsa Mesîh re şahidiyê dike. Di nivîsandina wan name û
kitêban de Ruhê Pîroz rêberiya nivîskaran dikir.
Ew name ji civînên bawermendan re hatin nivîsîn. Mesîhiyan qenc fêm kir ku ew nivîsar
peyamên Xwedê yên taybet in û ew qebûl kirin. Wan ew name parastin û ew xistin nav Peymana
Nû.
Wek ku me berê got, Ruhê Pîroz rêberiya nivîskarên Peymana Nû dikir. Încîl li ser vê yekê
weha dibêje: «Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo
perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê.»
Loma em dibêjin ku hem Peymana Kevin (yanî Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan) û
hem jî Peymana Nû bi hev re peyama Xwedê ya ji bo mirovan in.

Kitêba Pîroz ji du beşan pêk tê


Peymana Kevin beriya hatina Îsa Mesîh hatibû nivîsîn û Peymana Nû piştî hatina Îsa Mesîh hat
nivîsîn.
Di Peymana Kevin de pênc kitêbên Tewrata Mûsa pêxember û Zebûra Dawid pêxember
heye. Di Peymana Kevin de çend kitêbên pêxemberên din û çend kitêbên dîrokê jî hene. Kitêbên
Peymana Kevin bi zimanê Îbranî hatin nivîsîn.
Di Peymana Nû de çar kitêbên Încîlê hene. Kitêba Karên Şandiyan heye; ew jî li ser serhatiyên
Civîna Bawermendan ên pêşî dipeyive. Nameyên Şandiyan û Peyxama Yûhenna jî tê de ne.

Mesîhî Kitêba Pîroz çawa dibînin


Peyama bingehîn a Kitêba Pîroz ew e ku Îsa ew Mesîh e yê ku Xwedê şand dinyayê; ew ji
Xwedê hat, di nav mirovan de rûdinişt, jiyana xwe li ser xaçê da, yanî ji bo afûbûna gunehên
mirovan xwe kir goriyeke bêkêmahî û ji nav miriyan rabû.
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: «Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi
rêberiya pêxemberan ji bav û kalan re gotiye. Lê di van rojên dawîn de, ew bi Mesîh, yanî bi
Kurê xwe, ji me re peyivî.»
Peymana Nû nîşanî me dide ku Îsa ew Mesîh e yê ku pêxemberên Peymana Kevin li ser
nivîsandibûn û li hêviya hatina wî diman. Ji ber vê yekê tevahiya Kitêba Pîroz ji me re pêwist e,
da ku em bikarin tevahiya peyama ku Xwedê daye mirovan, fêm bikin.
Mesîhî bawer dikin ku Kitêba Pîroz peyva Xwedê ya desthilatdar e. Loma ew nivîsar di çavên
Mesîhiyan de gelek hêja û bi qîmet in.

3
Misilman Kitêba Pîroz çawa dibînin
Quran jî siyaneta hemû nivîsarên ku ji aliyê Xwedê ve hatine diyarkirin, digire. Mesele, di
Sûreya al-Maida de weha dibêje:
«Bêje: ‹Gelî xwediyên Kitêbê, heta ku hûn Tewrat û Încîlê û wan tiştên ku ji aliyê Xudanê we
ve ji we re hatine eşkerekirin pêk neynin, tu tiştê we yên ku hûn li ser bisekinin, tune.›» (5:71)

Parastina Nivîsarên Pîroz


Xwedê gelek caran gelê xwe hişyar kir, da ku tu tiştê ku pêxemberan nivîsandibû, neguherin.
Mesele di dawiya Încîlê de ev hişyarkirin heye. Dibêje: «Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên
vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên
ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî. Û eger mirovek ji peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê
derxe, Xwedê wê para wî ji dara jiyanê ya ku di vê kitêbê de nivîsî ye û ji Bajarê Pîroz derxe.»
Mesîhiyên pêşî qenc dizanibûn ku divê her peyv û gotina Kitêba Pîroz bi baldarî û bi hişyarî
bê parastin. Herweha wan qenc dizanibû ku divê fersenda her kesî hebe ku Kitêba Pîroz
bixwîne. Loma wan nivîsarên Kitêba Pîroz her dem kopî kirin û ew nivîsarên nû şandin her cihê
ku civîneke bawermendan lê hebû.
Îro li dor pênc hezar ji wan kopiyên kevin ên Încîlê di destê me de hene. Ji wan kopiyan kifş
dibe ku mirovên ku Încîl kopî kirine, gelek jêhatî bûn; çavê wan lê bû ku tu xeletî neyê kirin.
Herweha kifş dibe ku bi rastî Xwedê Kitêba xwe ya Pîroz parastiye.

Kitêba Pîroz li zimanên din tê wergerandin


Nivîsarên Kitêba Pîroz bi zimanê Îbranî û Yûnanî hatin nivîsîn, lê Mesîhî wê werdigerînin û
dixebitin ku peyva Xwedê bi her zimanî hebe. Çimkî daxwaza Xwedê ew e ku her kes li her derê
bikare guhê xwe bide rastiya Xwedê ya ku di Kitêba Pîroz de hatiye eşkerekirin.
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: «Xilaskarê me Xwedê ... dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û
bigihîjin zanîna rastiyê.»

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikra girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Încîl dibêje:
«Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo
perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê.» (Tîmotêyos II, 3:16)

4
22. Dersa bîstûdiduyan: Riya Rastdariyê (Beşê pêşî)

Mesîh hînî mirovan dikir, jiyaneke ku li Xwedê xweş tê, çi ye û çawa ye. Lê gelek mirov li ser
van gotinên wî gelek şaş diman.
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên Încîlê. Di Mizgîniya li gor Metta de weha dibêje:

1
Îsa elalet dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî. 2 Wî dest bi hînkirina
wan kir û got:
3
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.
4
Xwezî bi wan ên ku şîndar in, çimkî ewê bên aşkirin.
5
Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par bistînin.
6
Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, çimkî ewê bên têrkirin.
7
Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.
8
Xwezî bi wan ên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin.
9
Xwezî bi wan ên ku aştîker in, çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
10
Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan,
çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e.
11
Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi
12
bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li
ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî.

13
«Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda bike, careke din ewê bi çi bê
bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê, ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê
perçiqandin.
14 15
«Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye nikare bê veşartin. Ne jî kes çirayê
pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser pêçirayê ku ronahiyê bide her kesên hundir. 16 Bi
vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wusa şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin
û pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin.

17
«Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji
18
holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an
19
nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih. Loma kî ku ji van emran ê
herî biçûk bişkêne û bi wî awayî hînî mirovan bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de jê re yê herî
biçûk bê gotin. Lê kî ku van emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re

5
20
mezin bê gotin. De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ne di ser a Şerîetzan û
Fêrisiyan re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.

21 22
«We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!› Lê
ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe
re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê
23
agirê dojehê heq bike. Loma, gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê
24
bîra te ku dilê birayê te ji te maye, diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi
birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike. 25 Hê ku tu di riya dadgehê
de yî, zû bi sûcdarkerê xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger û dadger jî te bide
destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê. 26 Bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê dawî nedî, tu
ji wê derê qet dernakevî.

27 28
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!› Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi
dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. 29 Eger çavê te yê rastê te
bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî,
30
lê hemû bedena te nekeve dojehê. Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û ji xwe
bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te neçe
dojehê.

31 32
«Hatiye gotin: ‹Kî jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.› Lê ez ji we re
dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina
wê. Û kî bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.

33
«We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li
34
ber Xudan bîne cih.› Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên, çimkî ew textê
35
Xwedê ye, ne jî bi erdê, çimkî ew pêgeha lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê
36 37
Padîşahê Mezin e û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî spî an reş bikî.
Bila erêya we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.

38 39
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de, diran di ber diran de.› Lê belê ez ji we
re dibêjim, li ber ê xerab ranebin. Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber.
40
Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve
41 42
berde. Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re du kîlometreyan here. Bide wî
yê ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deynan dixwaze, nezivirîne.

6
43 44
«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez bike, ji dijminê xwe nefret bike!› Lê ez
45
ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin, da ku
hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li
46
ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne. Eger hûn ji wan hez
47
bikin, yên ku ji we hez dikin, ma wê xelata we çi be? Ma bacgir jî weha nakin? Û eger hûn bi
tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest jî weha nakin?
48
Loma bêkêmahî bin, çawa ku Bavê we yê li ezmanan bêkêmahî ye. (Metta 5:1-48)

Niha ji kerema xwe guhdariya şîrovekirina van ayetên ku we bihîstin, bikin.


Gelek caran em ji hev dipirsin, dibêjin: «Ya rast a ku divê em bikin, çi ye?» Erê, girîng e ku em
hemû bizanin ku divê em çawa bijîn. Yanî lazim e ku em bizanin, daxwaza Xwedê çi ye.

Emrê herî mezin


Carekê rêberên dîn û diyanetê ji Îsa Mesîh pirsîn ku ew ji wan re daxwaza Xwedê şîrove bike.
Wan jê re got: «Emrê Xwedê yê herî mezin kîjan e?»
Îsa ji wan re weha got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi
hemû hişê xwe hez bike.› Emrê pêşî û mezin ev e. Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez
dikî, ji cîranê xwe hez bike.› Hemû Şerîet û pêxember li ser bingehê van herdu emran in.»

Riya hezkirinê
Ev hînkirina Îsa Mesîh nîşanî me dide ku daxwaza Xwedê ew e ku em ji Xwedê û ji mirovan hez
bikin. Bingehê hemû emrên Xwedê û jiyana rast, riya hezkirinê ye. Bi rastî, emê di vê bernamê û di
bernama ku bê de bibînin ku mana riya rastdariyê ew e ku em li pey Îsa Mesîh herin.
Civîna Bawermendan ji mirovên ku di riya Mesîh de diçin pêk tê û ev rê, riya hezkirinê ye.
Mana wê ew e ku mirov li pey Îsa Mesîh herin.

Çend tiştên ku Îsa hînî mirovan dikir, ew şaş dihiştin. Va ne çend ji van gotinên Mesîh:

Riya xwezikdariyê
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.»
Ev rastî gelek girîng e. Mirovên ku bi ruh belengaz in, ne qure û ne jî pozbilind in. Ew qenc
dizanin ku ew gunehkar in. Ew gunehên xwe venaşêrin û bexişandina Xwedê qebûl dikin. Mana
van tiştan ew e ku wan bi Îsa Mesîh jiyaneke nû standiye. Ew jiyana nû, diyariya Ruhê Pîroz e.

7
Ruhê Pîroz di dilê her bawermendê Mesîh de ye û alîkariya wî dike ku jiyaneke rast bijî.

Silamet
Xwedê ji Mûsa pêxember re gotibû: «Kuştinahiyê nekin!», yanî gotibû: «Divê ku hûn
nekujin.» Lê belê Îsa Mesîh diyar kir ku ne tenê kuştin xelet e, lê nefretkirin jî wek kuştinê xelet
e. Îsa weha got: «Ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin.»
Eger ez bi birayê xwe re ne di silametê de bim, ez nikarim di rastiyê de biperizim Xwedê. Pêşî
divê em bi dijraberên xwe re li hev bên. Eger aştî çêbe, hingê em dikarin bi şahî biperizin Xwedê.

Zewac
Li Çiyayê Sînayê, Xwedê ji gelê Îsraêl re got: «Zînayê nekin!»
Îsa Mesîh diyar kir, yê ku bi dilxwazî li jinekê jî binêre, di dilê xwe de zîna kiriye. Bi vî awayî Îsa
Mesîh erê kir ku zîna gunehekî pirr xerab e. Herweha Îsa got, eger çavê te te bixe guneh, çêtir e
ku ew bê derxistin û avêtin, da ku mirov nekeve ceribandinê.
Îsa Mesîh got ku jinberdan bi carekê xelet e. Serhatiya Adem û Hawayê bînin bîra xwe. Gava
Adem cara pêşî Hawa dît, wî got: «Ew ji hestiyên min hestî û ji goştê min goşt e.»
Li ser vê yekê Xwedê diyar kir ku di zewacê de jin û mêr «dibin bedenek». Bi vê yekê kifş
dibe, dema ku zilam jinekê ji xwe re tîne, Xwedê bi xwe wan bi awayekî newaze dike yek.
Gava zilamek jina xwe berdide, an jî gava jinek mêrê xwe berdide, ew wê zewaca ku Xwedê
daye, xera dikin. Plana Xwedê ya ji bo zewacê ew e ku jin û mêr bi dilsozî û heta ku ew sax bin,
bi hev re bijîn.

Rastî gotin
Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku ew rastiyê bêjin. Ne pêwist e ku şagirtekî Îsa bêje: «Ez
sond dixwim», da ku mirov bawer bikin ku ez rastiyê dibêjim. Dema mirov rastiyê bêje, ew
peyvên biçûk «erê» an «na» têrê dikin.

Afûkirin
Hin mamoste dibêjin: «Çav di ber çav de, diran di ber diran de.» Mana vê yekê ew e ku dema
yek xerabiyê li te bike, tu jî eynî wî tiştî li wî bike. Loma tê gotin: «Ji dostên xwe hez bike û ji
dijminê xwe nefret bike.»
Lê belê Îsa Mesîh got: «Ji dijminên xwe jî hez bikin û ji bo wan mirovên ku tengahiyê didin we,
dua bikin.» Îsa tîne bîra me ku Xwedê li hemû mirovan, li yên qenc û li yên xerab qenciyê dike.

8
Eger em bi tenê ji dost û hevalên xwe hez bikin, ma çawa emê ji mirovên xerab çêtir bin?
Mirovên xerab jî ji dostên xwe hez dikin!
Hêza hezkirinê ji hêza nefretkirinê meztir û xurttir e. Eger yek ji dijminê xwe nefret bike,
dijminahiya di nav wan herduyan de çiqas bê, wê meztir bibe. Rojekê ewê şêrr bikin û belkî ew
hev bikujin jî.
Lê belê Îsa ji me re dibêje ku em ji dijminên xwe hez bikin. Eger em wusa bikin, dibe ku
dijminê me dibe dostê me.
Îsa dixwaze ku şagirtên wî hem ji dostên xwe û hem jî ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê li
wan bikin.
Erê, mirov li van hindariyan gelek şaş dimînin, çimkî bi rastî di vê dinyayê de hezkirina rastîn
kêm e.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikra girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Mizgîniya li gor Metta de dibêje:
«Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.» (Metta 3:3)

23. Dersa bîstûsisiyan: Riya Rastdariyê (Beşê diduyan)


Îro jî emê guhê xwe bidin çend hîndariyên Mesîh ên ku mirov li wan şaş dimînin. Ew şîret hînî
me dikin ku divê şagirtên Îsa Mesîh çawa bijîn.
Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin çend ayetên ji Încîlê. Di Mizgîniya li gor Metta de weha
dibêje:

1
«Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan
ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe. 2 Loma, çaxê ku tu xêrê
bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan de dikin, da ku pesnê wan
bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 3 Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila
destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike, 4 da ku xêra te veşartî be. Bavê te yê ku
tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana te bide te.

9
5
«Gava ku hûn dua dikin, nebin wek ên durû, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di
kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan
xelata xwe standiye. 6 Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji
Bavê xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê
bergîdana te bide te.
7
«Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi
pircarkirina peyvan wê bên bihîstin. 8 Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê we hê berî ku hûn ji
wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
9
«Hûn bi vî awayî dua bikin:
Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be.
10
Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
11
Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
12
Û li deynên me bibihûre, wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
13
Û me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.

14 15
Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre.
Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.

16
«Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da
17
ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. Lê
18
çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo, da ku mirov nebînin ku tu bi
rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê
bergîdana te bide te.

19
«Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin,
dixwin û diz dikevinê û didizin. 20 Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û
21
bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin. Çimkî xezîneya we
li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.

22 23
«Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî. Lê
eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de
tarî be, ew çi tariyeke mezin e!

10
24
«Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din
hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji
Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.

25
«Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an
çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û
26
beden jî ne di ser lixwekirinê re ye? Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û
ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser
wan re ne? 27 Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
28
«Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew
29
ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman jî di hemû rûmeta xwe de
30
wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di
tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey
31
kêmîmanno? Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî
‹Emê çi li xwe bikin?› 32 Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane
33
ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li
34
rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn. Loma ji bo sibê xeman nexwin,
çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.

1 2
«Dadbar nekin, da ku hûn jî neyên dadbarkirin. Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar
bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji
we re jî bê pîvandin. 3 Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de
nabînî? 4 An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê
ku girş di çavê te de ye? 5 Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de derxe, hingê tê zelal
bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
6
«Tiştê pîroz nedin kûçikan û ne jî durên xwe bavêjin ber berazan. An na, ewê wan di bin
lingên xwe de biperçiqînin û bizivirin we perçe perçe bikin!

7 8
«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe.
Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe. 9 Kî ji we,
10
gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir bide wî? An gava ku masî bixwaze, wê mar bide
wî? 11 Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê
li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!

11
12
«Loma her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin, çimkî
hînkirina Şerîetê û pêxemberan ev e.

13
«Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet
14
e û yên ku pê ve diçin gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê
dibînin hindik in.

15
«Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew
16
gurên har in. Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran
17 18
diçinin? Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide. Dara
19
qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide. Her dara ku berê qenc
nede tê birrîn û avêtin nav êgir. 20 Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin.

21
«Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan› wê bikevin Padîşahiya
22
Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê. Wê rojê gelek
wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me
23
cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?› Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re
bêjim: ‹Min hûn qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›

24
«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku
25
xaniyê xwe li ser latê ava kiriye. Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê
26
ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin. Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û
27
nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê ava kiriye. Baran dibare, bahoz
radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»

28 29
Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, elalet li hînkirina wî gelek şaş ma. Çimkî wî ne
wek Şerîetzanên wan, lê wek yekî xweyî desthilatî ew hîn dikirin. (Metta 6:1-34 û 7:1-29)

Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ku we ji Încîlê bihîstin.

Îsa Mesîh hîn dikir digot, bila mirov qencî û pêwistiyên olî ne ji bo ku mirovên din pesnê wî
bidin, bike.
Mesele, dema ku em tiştekî didin belengazan, ne rast e ku em ji mirovên din re bêjin: «Min
qencî li yekî belengaz kir!» Bi tenê Xwedê bizane ku em çi dikin, têre me dike; ew bi xwe wê me
ji bo wan tiştên ku em dikin, pîroz û bimbarek bike.

12
Dua û rojî
Dema ku em dua bikin, bila daxwaza me ne ew be, ku em bala mirovên din bikişînin ser xwe.
Naxêr, çêtir e ku em bikevin odeya xwe, derî bigirin û hingê dua bikin.
Dema ku em rojiyê bigirin, ya rast ew e ku em vê yekê ji mirovên din re eşkere nekin. Çimkî
Xwedê li dilê me dinêre û ewê me pîroz û bimbarek bike.
Ma gelo, ya qenc ew e ku Xwedê pesnê me bide, an ku mirov pesnê me bidin?
Herweha Îsa Mesîh got ku dive em di duayên xwe de wek ku pûtperest dikin, gelek peyvan
dubare nekin. Îsa hînî şagirtên xwe kir ku ew çawa dua bikin û mînakek da wan.
Wî got: Dema ku hûn dua bikin, weha bêjin:
«Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be.
Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
Û li deynên me bibihûre, wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
Û me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.»

Îsa Mesîh vê rastiyê jî tîne ber çavên me: Gava em li sûc û gunehên mirovên din bibihûrin,
Xwedê wê li sûc û gunehên me bibihûre. Lê belê, eger em li mirovên din nebihûrin, Xwedê jî li
me nabihûre.

Dewlemendî
Mirov nikare xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji peran re bike. Loma divê em xema pere û
mal û milk nexwin, çimkî Xwedê hewcedariyên me dizanê û ewê xema me bixwe.
Di jiyana me de ya herî girîng bila Padîşahiya Xwedê û riya jiyana rast be. Eger em ji bo van
tiştan xemê bixwin, Xwedê wê her tiştê ku ji me re lazim e, bide me.
Xwedê naxwaze ku em ji bo roj û salên ku bên xeman bixwin. Xwedê bi xwe wê me xweyî bike.

Nermî
Xwedê bi dilê bêrehm û bi hişkî li mirovan nanêre. Naxêr, ew duayên me dibihîze û bersîvê
dide me û qenciyê li me dike. Loma Xwedê dixwaze ku em jî li hember mirovên din nerm bin.
Îsa got: Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin, çimkî hînkirina
Şerîetê û pêxemberan ev e. Ji vê gotina Îsa re «Qanûna zêr» tê gotin.

13
Riya ku diçe bihiştê û riya ku diçe dojehê
Îsa Mesîh got: «Deriyê ku dibe helakê, fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin,
gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin, hindik in.»
Em ji vê gotina Îsa hîn dibin ku hindik mirov wê wê riya ku diçe ezmên ji xwe re hilbijêrin.
Piraniya mirovan riya fireh û rihet a ku diçe dojehê, çêtir dibînin.
Gelek mirov dibêjin: «Em bi ya Xwedê dikin», lê belê bi kirinên xwe ew kifş dikin ku ew ne ji
Xwedê û ne jî ji mirovên din hez dikin. Ew, mirovên nerast in. Di Roja Dawî de Xwedê wê wan ji
ba xwe dûr bixe.
Îsa li ser mirovên bi vî awayî weha got: «Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir.»

Yên şehreza û yên bêaqil


Di dawiya van dersan de Îsa Mesîh meseleyek got, da ku mirov fêm bikin hale wan ên ku
guhê xwe didin hîndariya Mesîh wê çawa be û çi wê bê serê wan ên ku hîndariya wî red dikin.
Îsa ev yek weha şîrove kir û got:
«Her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li
ser latê ava kiriye. Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe,
çimkî li ser latê hatiye avakirin.»
«Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser
seylakê ava kiriye. Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi
hilweşîneke mezin dikeve.»

Di Riya Rastdariyê de herin.


Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, xelk li hînkirina wî gelek şaş ma. Çimkî wî ne wek
mamosteyên Şerîetê, lê wek yekî xweyî desthilatî ew hîn dikirin.
Guhdarên delal, ji kerema xwe bînin bîra xwe ku mana Riya Rastdariyê ew e ku mirov li pey
Îsa here.
Civîna Bawermendan ji mirovên ku di vê riyê de diçin, pêk tê. Em di riya Mesîh de diçin. Û
riya Mesîh, riya hezkirinê ye. Erê, riya Îsa Mesîh ew e ku em ji mirovan hez bikin û bibexişînin.

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikra girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Îsa Mesîh got:
«Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin.» (Metta 7:12)

14
24. Dersa bîstûçaran: Bereketa Mesîh

Bêguman Xwedê bi Mesîh kerema xwe li her mirovê ku ji wî dixwaze, dike. Lê belê kerema
Xwedê çi ye û çawa ye? Îro emê li ser vê dabaşê çend tiştên girîng hîn bibin.
Pêşî emê guhê xwe bidin çend ayetên Încîlê. Nama ji Îbraniyan re weha dibêje:

14
Loma, madem ku Serokkahînê me yê mezin ê ku di ezmanan re derbas bûye, Kurê Xwedê
Îsa heye, em wê baweriya ku em eşkere dikin hişk bigirin. 15 Çimkî Serokkahînê me ne wusa ye
ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek
me hatiye ceribandin. 16 Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe
û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.
23 24
Kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin. Lê ji ber ku Îsa her û her
dimîne, kahîntiya wî xilas nabe. 25 Ji ber vê yekê ew dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê
dibin, bi tevahî xilas bike. Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê bike.

11
Her kahîn roj bi roj radibe, xizmetê dike û gelek caran eynî goriyên ku qet nikarin guneh
12
rakin, pêşkêş dike. Lê viyê ha ji bo her û her tenê goriyek di ber gunehan de pêşkêş kir û li
milê Xwedê yê rastê rûnişt.
13 14
Ji hingê û pê ve, ew li bendê ye heta ku dijminên wî bibin pêgeha lingên wî. Çimkî wî bi
pêşkêşekê ew ên ku tên pîrozkirin, her û her gihandine bêkêmahîtiyê.

21 22
Û li ser mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye. Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji
wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a
23
baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin. Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin;
çimkî ew ê ku soz daye ewledar e. (Îbranî 4:14-16; 7:23-25; 10:11-14; 10:21-23)

Niha ji kerema xwe guhê xwe bidin şîrovekirina van ayetên ku we bihîstin.
Tiştê ku Îsa Mesîh niha dike çi ye? Me di bernameyên bihûrtî de dît ku Îsa Mesîh piştî rabûnê,
vegeriya ezmên. Lê belê, ew niha li ezmên çi dike? Ma ew bîhna xwe vedike, yanî ma ew êdî li ba
Xwedê ji bo me tu tiştî nake? Belê, ew dike; Xwedê Îsa Mesîh şand, da ku ji bo me bibe hem
pêxember û padîşah û hem jî kahîn.

Di vê dersê de emê li kardestiya Îsa Mesîh ya kahîntiyê binêrin. Îsa Mesîh kahînê me ye û mana
vê yekê ew e ku ew alîkariya me dike. Eger em baweriya xwe bi wî bînin, emê ji wî bereketê bistînin.

15
Kar û xebata kahîn
Belkî tê bîra we ku birayê Mûsa pêxember Harûn serokkahînê gelê Îsraêl ê pêşî bû. Herweha
kurên Harûn jî kahîn bûn.
Serokkahîn Harûn di gelek tiştan de alîkariya xelkê dikir. Wî heywan serjê dikirin û ew dikirin
gorî, da ku bi vî awayî li gunehên mirovan bê bihûrtin. Herweha wî li ber Xwedê ji bo gelê xwe
dua dikir. Wî di perizîna Xwedê de rêberiya gelê xwe dikir û ji dêl gel ve diyariyên spasdariyê
pêşkêşî Xwedê dikirin.
Lê belê Harûn ne serokkahînekî bêkêmahî bû, çimkî ew jî mirovekî lewaz bû. Bi rastî, Harûn
pûtek, yanî golikekî zêrîn da çêkirin, da ku gelê Îsraêl biperize wî heykelî û ev yek gunehekî
mezin bû. Herweha Harûn wek hemû mirovên din mir û hinên din bûn kahîn û ketin cihê wî.

Mesîh her û her kahîn e


Lê belê plana Xwedê ya qenctir hebû. Xwedê dixwest ku ji bo her kesî kahînekî bêkêmahî
hebe û kardestiya wî tu caran xilas nebe. Ew kahînê bêkêmahî Mesîh Îsa ye.
Beriya ku dinya bê afirandin, Xwedê Mesîh destnîşan kir ku bibe kahînê me yê bêkêmahî.
Încîl li ser vê yekê weha dibêje: «Mesîh jî ji bo ku bibe Serokkahîn, xwe bi xwe bilind nekir, lê
belê Xwedê ew bilind kir û jê re got: ‹Tu Kurê min î, îro tu ji min re bûyî.›»

Em bi pênc xalan dizanin ku Îsa Mesîh ew kahînê me yê bêkêmahî ye. Ew jî ev in:

Ya pêşî: Mesîh ji aliyê Xwedê ve hat şandin vê dinyayê, da ku di nav me mirovan de bijî. Loma
Mesîh halê me dizane. Ew qenc dizane ku gelek caran jiyan ji bo me zehmet e.
Ya diduyan: Jiyana Îsa Mesîh bêkêmahî bû. Wî nîşanî me da ku jiyanek bê guneh çêdibe.
Jiyana Mesîh ji bo me mînaka bêkêmahî ye ku em li pey wî herin.
Ya sisiyan: Mesîh bi rehm û kerem û bi hêzê tije bû. Çaxê ku ew li ser vê dinyayê bû, wî bi
awayekî newaze yên nexweş qenc dikirin û alîkariya belengazan dikir.
Ya çaran: Mesîh li ser xaçê jiyana xwe da û xwe ji bo gunehên me kir goriya bêkêmahî.
Ya pêncan: Mesîh ji nav miriyan rabû. Ew niha sax e û li ba Xwedê ye.

Bêguman hûn dibînin ku tu caran kahînekî wusa nebû. Tu caran hêz û kerema mirovekî ne
wek ya Mesîh bû. Ji bilî Mesîh tu caran tu kesî jiyana xwe li ser xaçê nedaye, nebûye gorî
(qurban) û ji nav miriyan ranebûye.
Bi rastî, ev tişt gelek girîng in. Bi tenê Mesîh dikare serokkahînê me be.

16
Kar û xebata Mesîhê Serokkahîn
Erê, Îsa Mesîh serokkahînê me yê bêkêmahî ye. Lê belê ew çi dike?
Ew her roj bi Ruhê Pîroz di vê dinyayê de dixebite. Kar û xebata Mesîh ew e ku alîkariya me
bike. Erê, ew pênc tişt ên ku Mesîh bi wan alîkariya me dike, ev in:

Ya pêşî: Mesîh me ji gunehên me rizgar dike. Her cara ku em ji Xwedê lêbihûrtina gunehên
xwe bixwazin, Xwedê li me dibihûre, çimkî Mesîh jiyana xwe di ber me de daye.

Ya diduyan: Mesîh li hember guneh û li hember Îblîs hêzê dide me. Mesîh halê me dizane û
alîkariya me dike, çimkî ew bi xwe jî li ser vê dinyayê bû. Ew tam dizane ku em kî ne û ew
alîkariya me dike ku em bikarin bi hêza wî ji gunehan vegerin û jiyaneke rast bijîn.

Ya sisiyan: Mesîh li hember Îblîs û li hember ruhên xerab hêzê dide me. Em dizanin ku Îblîs
her gav dixwaze xerabiyê bixe jiyana me û mala me. Gelek ruhên xerab an cin jî hene û ew di
xerabîkirinê de alîkariya Îblîs dikin. Gelek caran ew ruhên xerab mirovan diêşînin û ditirsînin.
Lê belê eger em ji Îsa Mesîh bawer bikin, ew ruhên xerab nikarin nêzîkî me bibin, çimkî Îsa
Mesîh ji Îblîs xurtir e. Mesîh bi xwe got ku emê bi navê wî ruhên xerab derxin.

Ya çaran: Îsa Mesîh keremê li me dike û bereketa Xwedê dide me. Her cara ku em bi navê Îsa
Mesîh dua bikin, Xwedê dengê me dibihîze. Dema ku em ne rihet bin, an em bitirsin, an dema
ku em nexweş bin an bêçare bin, Xwedê bi Mesîh hanê dide me, yanî ber dilê me de tê û
alîkariya me dike. Di demên tengahiyê de, ew hêzê dide me.

Ya pêncan: Bi rêberiya Mesîh, em dikarin nêzîkî Xwedê bibin. Îsa Mesîh ji hemû
bawermendan re rê vedike ku ew nêzîkî Xwedê bin û hevpariyeke nû ya bi Xwedê re dide wan.
Gelo ma tu carnan ditirsî ku tu li ber Xwedê dua bikî? Mesîh rê li ber me vedike ku bê tirs û
bê şik em bikarin li ber Xwedê bisekinin.

Ji rê dernekevin!
Mesîhî gelek caran ji bo jiyana nû ya bi Mesîh re, dibêjin «Rê», an jî «Riya nû». Ev rê, riya
hezkirinê ye û riya bereketê ye. Lê belê divê em hay ji xwe hebin, çimkî mirov dikare zû ji vê riyê
derkeve.
Eger me hay ji xwe ne be, hem ew mirovên ku Îsa qebûl nakin, hemî gunehên me û hem jî
Îblîs dikarin me ji Riya nû derxin. Loma alîkarî ji me re pêwist e.

Ji bo ku em ji Riya nû dernekevin, ji bo me ev çar şîretên qenc hene:

17
Ya pêşî: Kitêba Pîroz bixwîne û her roj li ber Xwedê dua bike.

Ya diduyan: Ji mirovên din re Mizgîniya Îsa Mesîh bêje.

Ya sisiyan: Bi bawermendên din re biperize Xwedê. Bawermendên din dikarin şîretan li te


bikin, bi te re dua bikin û cesaretê bidin te. Încîl dibêje: «Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo
hezkirin û kirinên qenc bişidînin. Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe
bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja hatina Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin
hevdû.» (Îbranî 10:25)

Ya çaran: Eger tu bêyî ceribandin, ji Xwedê bixwaze ku hêzê bide te, da ku tu bikarî ji
ceribandinê birevî. Eger tu guneh bikî, ji Xwedê bixwaze ku ew te bibexişîne.

Bîne bîra xwe ku Xwedê Îsa Mesîh kifş kir ku ew alîkarê te be û hêzê bide te, ku tu bikarî di
Riya Nû de bimînî û pêşve herî.
Vê yekê jî bîne bîra xwe: Ji bo ku mirov bikeve Riya Mesîhîtiyê, bawerî lazim e, yanî divê
mirov baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne.
Herweha bi tenê bi baweriyê mirov dikare di vê Riya nû de pêş ve here.
Încîl dibêje: «Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wusa bi wî re girêdayî rêve herin. Bi
wî ve ra bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila
şikirdariya we zêde bibe.» (Kolosî 2:6.7)

Di dawiya vê dersê de, ji kerema xwe vê ayetê hîn bibin û bînin bîra xwe. Di van peyvan de
fikra girîng a vê dersê bi kurtvebirî tê gotin.
Di Încîlê de dibêje:
«Ji ber vê yekê Mesîh dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, bi tevahî xilas bike.
Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê bike.» (Îbranî 5:27)

18
25. Dersa bîstûpêncan: Padîşahiya Xwedê tê

Gelo ma hûn dizanin ka dawiya vê dinyayê wê çawa çêbe? Di Încîlê de çend tişt li ser vê yekê
ji me re tên gotin.
Di kitêba Încîlê ya dawî de, yanî di Peyxama Yûhenna de, weha dibêje:

9
[Li ezmên] lavijeyeke nû distrandin û digotin:
«Tu hêja yî ku kitêbê bistînî û morên wê vekî.
Çimkî tu hatî serjêkirin û te bi xwîna xwe
ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;
10
Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn
Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»
11
Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek
12
milyaketan bihîst û hijmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû. Bi dengekî
bilind digotin:
«Berxê serjêkirî hêja ye ku hêz, dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet, rûmet û pesin
bistîne.»
13
Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û
hemû tiştên di wan de, digotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re
be!»
14
Û çar afirîdên jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn.

11
Hingê min textekî mezin ê spî û yê ku li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan
12
û cihek ji bo wan peyda nebû. Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin.
Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di
kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin. 13 Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û
diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat
14
dîwankirin. Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina
diduyan e. 15 Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.

1
Hingê min erdekî nû û ezmanekî nû dîtin; çimkî ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn û êdî
2
derya tunebû. Min dît ku Bajarê Pîroz, Orşelîma nû wek bûka ku ji bo mêrê xwe hatiye
xemilandin, ji nav ezmên ji Xwedê dihat xwar. 3 Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot:

19
«Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û
4
Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be. Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan
paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê
bihûrîn.»
5
Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse,
çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in». 6 Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk
û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye. 7 Yê ku bi ser bikeve wê ji van
tiştan parê bistîne û ezê Xwedayê wî bim û ewê kurê min be. 8 Lê heçî yên tirsonek in, yên
bêewle, yên ku di nav pîsîtiyê de ne, yên ku kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên
pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ya ku bi êgir û kewkurtê
dişewite. Mirina diduyan ev e.»

1
Hingê milyaket çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ew wek cama zelal bû û ji textê Xwedê û
2
Berx derdiket û di nava kolana bajêr de diherikî. Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû;
diwanzdeh cûreyên fêkî pê ve tê û ew her meh fêkiyê xwe dide. Û pelên darê ji bo saxbûna
miletan in. 3 Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be û
xulamên wî wê xizmetê ji wî re bikin. 4 Ewê rûyê wî bibînin û navê wî wê li ser eniya wan be. 5
Û êdî nabe şev û hewcedariya wan bi ronahiya çirayê û bi ronahiya rojê namîne, çimkî Xudan
Xwedê wê ronahiyê bide wan û wê her û her padîşahiyê bikin.
(Peyxama Yûhenna 5:9-14; 20:11-15; 21:1-8; 22:1-5)

Niha ji kerema xwe guhdariya şîrovekirina van ayetan bikin.

Li her dera dinyayê tevlihevî û tengahî zêde dibin û xelk ditirsin. Em ji hev dipirsin, dibêjin:
«Ka çi dî wê biqewime?» Û em hemû li riyekê digerin ku ev tengahî û tevlihevî bên sekinandin.
Kitêba Pîroz dibêje, heta ku Padîşahiya Xwedê bê, zehmetî û tengahî wê zêde bibin.
Hingê Roja Dawî, yanî Roja Dîwanê wê bê û di wan rojên dawî de ev erd wê helak bibe û erd
û ezmanê nû wê bên çêkirin. Bajarê pîroz ê ku Xwedê li ezmên amade kiriye, wê bê erdê û ew
bajarê pîroz wê bi hezkirina Xwedê tije be.
Di kitêba Peymana Nû ya dawî de, yanî di Peyxama Yûhenna de gelek tişt li ser Roja Dawî û li
ser Bajarê Xwedê yê Pîroz tên gotin. Xwedê di vê kitêbê de ji Yûhennayê şandî re ev rastî diyar
kirin. Dema ku ev peyxam ji Yûhenna re hat, ew zilamekî pîr bû, lê wî her tiştê ku Xwedê li ser
van rojên dawî nîşanî wî da, bi hûrgilî nivîsand.

20
Mesîh wê dadgerê mirovan be
Tiştê ku Xwedê di destpêka kitêbê de ji Yûhennayê şandî re diyar kir, ew e ku Îsa Mesîh wê
vegere vê dinyayê. Milyaket û afirînên ezmên wê gelek şa bibin û wê bi stranan pesnê Mesîh
bidin. Di yek ji wan stranan de weha dibêje:
«Ya Îsa, tu hêja yî, çimkî te jiyana xwe da û xwe kir gorî (qurban),
da ku bi xwîna te ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî mirov ji gunehên xwe xilas bibin.
Te ew kirin zarokên Xwedê û ew bûn gelê Xwedê.»

Û bi hezaran milyaket û mirovên biçûk û mezin û her tiştê jîndar wê dest pê bikin û pesnê
Xwedê bidin. Dengê pesndana wan wê bilind bibe, heta ku tevahiya erd û ezmanan wê bi pesnê
Xwedê tije bibin. Ewê bêjin:
«Tu hêja yî ku hêz, dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet, rûmet û pesnan bistînî.»

Roja Dawî, yanî Roja Dîwanê


Lê belê ew roj ji bo hemû mirovan ne rojeke şahiyê ye. Çaxê ku Mesîh bê, ewê ji nişkê ve bê,
ewê wek birûskekê bê. Roj wê tarî bibe û rengê heyvê wê wek xwînê sor bibe. Stêr wê xuya nebin
û ezman wê wek bûrrekê bê pêçandin; erd wê biheje, çiya wê dakevin û giravên deryayê wê di
cihê xwe de bilivin. Hemû mirovên mezin û biçûk, yên dewlemend û yên belengaz, padîşah û
xulam, yanî her kesê ku ji Xwedê hez nake, wê here nav çiyan û xwe di şkeft û qulan de veşêre.
Ewê gazî bikin: «Ey çiyano, bikevin ser me û me ji ber çavên Xwedayê herheyî veşêrin!»
Gelo çima di wê rojê de gelek mirov wê ji Mesîh bitirsin? Sedem ev e: Di wê roja dawî de,
ewê dadger yanî hakim be. Ji destpêka dinyayê ve, hemû mirovên ku mirine wê ji goran rabin û
wê li ber textê dîwanê bisekinin. Ewê li ber dadger, yanî li ber Mesîh Îsa bisekinin û kitêb wê bên
vekirin. Di wan kitêban de li ser her mirovî rastî wê bê dîtin. Tiştek tune ku di wê rojê de veşartî
bimîne.

Kitêba Jiyanê
Încîl dibêje, piştî wan tiştan, tiştekî taybet wê çêbe. Kitêbeke din wê bê vekirin û navê wê,
Kitêba Jiyanê ye. Di Kitêba Jiyanê de hemû navên wan mirovên ku li gunehên wan hatiye bihûrtin,
nivîsî ne. Wan mirovan, Mesîhê ku Xwedê şandibû erdê, da ku mirovan ji gunehên wan xilas bike,
qebûl kir.
Di wê saetê de, Mesîh wê wan mirovên ku nave wan di Kitêba Jiyanê de bê dîtin, gazî ba xwe bike
û wê ji wan re bêje: «Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve

21
ji bo we hatiye amadekirin, bistînin.»
Lê belê mirov wê hebin ku navê wan di Kitêba Jiyanê de neyê dîtin. Mesîh wê weha ji wan re
bêje: «Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs û milyaketên
wî hatiye amadekirin.»
Bêguman hûn qenc fêm dikin ku ji bo hin mirovan, ew roj wê roja şabûnê be, lê ji bo hinên
din, ew roj wê rojeke tirsehêz be.

Guhdarên delal, de vêca em li ser xwe çi dibêjin? Di Roja Dîwanê de Mesîh wê ji te re çi bêje?
Gelo ewê navê te di Kitêba Jiyanê de bibîne? Gelo te qebûl kiriye ku Mesîh hat vê dinyayê, da ku
me ji gunehên me xilas bike?

Bajarê Pîroz
Piştî Roja Dîwanê, Padîşahiya Xwedê wê di erd û ezmanekî nû de bê sazkirin. Încîl dibêje, ew
mirovên ku navê wan di Kitêba Jiyanê de hatiye dîtin, wê her û her li ba Xwedê di Bajarê Pîroz de
bin.
Êdî xemgînî û êş û jan namînin. Di Bajarê Xwedê de roj jî ne lazim e, çimkî Xwedê bi xwe wê
ronahiya wî be. Hemû mirov wê bi dara jiyanê û bi çemê ava jiyanê şa bibin. Mirin jî di wî bajarî de
tune.
Bi rastî, em li vê dinyayê nikarin fêm bikin ku rûmeta Padîşahiya Xwedê wê çiqas mezin be.
Încîl li ser vê yekê dibêje: «Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine û di fikra mirov re
derbas nebûne, Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.» (Korîntî I, 2:9)
Lê belê em dizanin ku Padîşahiya Xwedê wê pir xweş û tije şahî be, çimkî guneh û xerabî
nikarin bikevinê. Mana vê yekê bînin ber çavên xwe! Xwedê bi xwe wê bi hemû mirovên ku li
gunehên wan hatiye bihûrtin re bijî.

Divê em hişyar bin!


Hemûyên ku Îsa Mesîh Xudan û xilaskarê xwe qebûl dikin, bi hev re xelkê Xwedê ne. Rojekê Îsa
Mesîh wê bê û wê xelkê Xwedê vexwîne Bajarê Xwedê yê pîroz û ewê her û her li ba Xwedê bijîn.
Loma me ev ders amade kirine. Em dixwazin ku her kes xwe ji bo hatina Mesîh amade bike.
Mesîh got: «Erê, ezê zû bêm!» Û hemû bawermendên Mesîh dibêjin: «Amîn, were ya Xudan
Îsa!»

Dostên delal, bînin bîra xwe, daxwaza Xwedê ew e ku hûn Îsa Mesîh Xudan û Xilaskarê xwe
qebûl bikin û siyaneta wî bigirin.

22
Dema ku hûn Îsa Xilaskarê xwe qebûl bikin, hûnê bizanin ku hemû gunehên we hatine
bexişandin. Hûnê bizanin ku Xwedê, Bavê we yê ezmanî ye. Û hûnê bizanin ku hûnê bên
qebûlkirin ezmên.
Eger hûn bixwazin Îsa Mesîh Xilaskarê xwe qebûl bikin, hûn dikarin bi min re dua bikin. Hûn
dikarin van peyvên ku ez dibêjim, li pey min dubare bikin.

«Ya Xwedayê erd û ezmên, ez spas dikim ku te Îsa Mesîh şand vê dinyayê.
Gelek spas ku Îsa Mesîh nîşanî min da ku tu ji min hez dikî.
Ez şikir dikim ku Îsa jiyana xwe li ser xaçê da, da ku li gunehên min bê bihûrtin.
Ez şikirdar im ku Îsa Mesîh ji nav miriyan rabû, da ku jiyana herheyî bide min û ezê her û her
di Padîşahiya te de bim.
Ez dizanim ku ez yekî gunehkar im.
Ez ji te hêvî dikim ku tu li gunehên min bibihûrî.
Ez niha dixwazim ku tu ji bo xatirê Îsa Mesîh gunehê min bibexişînî û ez vê yekê qebûl dikim.
Ez dizanim ku Îsa Mesîh jiyana xwe di ber min de da û ez dixwazim ku ew bibe Xilaskar û
Xudanê min.
Ya Xwedayê min, ji kerema xwe alîkariya min bike, wek ku Îsa Mesîh ji mirovan hez dikir, ez jî
ji mirovan hez bikim.
Şikir ji te re ku te gunehên min rakirin û ez qebûl kirim.
Ez gelek spas dikim ku te navê min di Kitêba Jiyanê de nivîsand.
Ez bi navê Îsa Mesîh ê ku Xilaskar û Xudanê min e, dua dikim. Amîn.»

Ev bername ji aliyê Mizgîniyê ve hatine amadekirin.


Serkaniya van bernameyan, dersên «Xelkê Xwedê» ye.

23

You might also like