You are on page 1of 3

Gera min li Xwedê

Şahîn Kaya

Ez ji Xwedayê bilind û dilovan re gelek şikir dikim ku can û jiyana min di çavê wî de
gelek hêja xuya bû ku wî ez ji riya guneh û xerabiyê xilas kirim û dil û jiyana min nû kir.

Ya xwişk û birayên delal ên ku dixwazin bigihîjin serfiraziyê û dixwazin di Padîşahiya
Xwedê de jiyana herheyî bistînin. Eger hûn bixwazin, ji kerema xwe guhê xwe bidin wan
peyvên ku dikarin we bigihînin ronahiya herheyî.

Bi destûra we niha ezê çend peyvan ji we re bêjim, ku Xwedê çawa ronahiya xwe xist
dilê min, ez ji taristaniyê derxistim û pêşiya min kir ronahî. Erê, Îsa Mesîh jiyana herheyî
da min. Ez dixwazim ji we re hinekî li ser vê serhatiya xwe bipeyivim, da ku hûn jî ji bo
canê xwe alîkariyê ji Xwedê bistînin û gazî wî bikin, da ku ew we xilas bike. Çimkî kêfa
wî gelek ji wan mirovan re tê, yên ku ji bo jiyana herheyî li wî digerin.

Li gor gotina diya min, ez di sala 1945an de di gundekî biçûk de hatim dinê. Piştî ez
bûm 12, 13 salî, êdî min dizanî ku guneh heye û guneh canê mirov helak dike, dibe
dojehê. Vêca çaxê ku min tiştekî nerast dikir, tirsa Xwedê diket dilê min, wijdana min
gelek reht dibû û min ji gunehan nefret kir. Lê belê min nedikarî wek ku min dixwest ez
bikim: Min sixêf dikirin û wextê ku mirovan xerabî li min dikirin, ez ji xelkê dienirîm. Lê
ew tirsa Xwedê ya ku di dilê min de bû herdem ji min re digot: «Tu bimirî, tê herî ku
derê? Eger tu herî cehnemê, tê çawa li wê derê herheyiya xwe derbas bikî?»
Ez hingê ne Fileh û ne Misilman bûm. Ez li mirovên qenc digeriyam, lê min nedidîtin,
ji ber ku yên ji hemû dilê xwe ji Xwedê ditirsiyan nebûn.

Xelkê wê herêma ku ez tê de dijiyam Misilmanên tîr bûn. Lê min tirsa Xwedê di dilê
wan de nedidît. Xelkê baweriya xwe bi şêx û melan dianîn, ji ber ku ew xelk kor û di
tariyê de bûn. Ev e ku Îsa Mesîh dibêje: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu
jî nakevin çalê?» (Încîl, Mizgîniya li gor Lûqa, 6:39).

Çiqas dihat, bêhtir guneh di hindurê min de mezin dibû. Ez ketim sala 15an, 16an û min
tam guneh fêm kir. Min dît ku şehwet heye – û şehwet di hindurê mirovan de tiştekî gelek
xerab e. Min gelek jê nefret dikir, lê min nedikarî ku ez wê ji hindurê xwe derxim. Erê,
daxwaza mirovan a ku dixwazin bizewicin, yanî jinê bînin, mêr bikin, ne tiştekî xerab e; lê
çaxê mirov bi çavê xerab, yanî bi şehwet li yekê binêre, hingê xerab e. Ez wusa mam, heta
ku Încîl ket destê min, min ew dixwend, lê min fêm nedikir.

Hingê em ji gundê xwe çûn herêmeke din. Li wê derê jî gelek Filehên bi nav Fileh
hebûn, lê belê bi dil ew ji Încîlê dûr ketibûn. Ez digeriyam ku ez yekî wusa bibînim, ku li
jiyana pîroz bigere û armanca wî jiyana herheyî be. Lê belê wextekî dirêj di wê navê de
derbas bû, min kesekî weha nedît. Min ji xwe re digot: «Ez çi bikim, tu kes li Xwedê
nagere; eger yek here bihiştê, ez ê diduyan im.» Lê dilê min ji min re digot: «Dema ku tu
bimirî, belkî tu herî cehnemê. Çimkî tu gunehkar î û lazim e, tu tobe bikî û ji gunehan
xilas bibî.»
Erê, ji zaroktiya min ve pirseke girîng di dilê min de hebû. Wek ku dengekî herdem di
hindurê min de ji min re digot: «Tu bimirî, tê herî ku derê?» Vêca min qet nedikarî ku ez
bersîva vê pirsê bidim. Min gelek caran di xeyalên xwe de gelek tiştên ji hêza xwe der
xeyal kirin û min bi vî awayî ev pirsgirêk di xeyalên xwe de çareser dikirin. Lê piştî ku ez
li ser vê yekê difikirîm, dîsa ew deng dihat: «Tu bimirî, tê herî ku derê?» Hingê min digot:
«Her tişt pûç û betal e» û li hember wî dengî ez bêbersîv dimam. Vêca min ji xwe re digot:
«Divê ez ji hemû dilê xwe tobe bikim.»

Bi vî awayî min tobe dikir, lê careke din ez diketim nav gunehan. Baweriya min winda
dibû! Lê rojekê min mirovek dît, ku Încîl di destê wî de bû. Wî ji her kesî re digot û wî bi
xwe jî li gor Încîlê dikir. Çaxê min ew dît, min li jiyana wî û li jiyana xwe jî nêrî. Hingê
min tam zanî ku ez gunehkar im. Eger ez tobe nekim û ji gunehan xilas nebim, ezê helak
bibim.

Çaxê ku min ew mirovê ji xwe rastir dît, bi carekê tirsa Xwedê ket dilê min. Ez çend
rojan bi wî mirovî re geriyam. Min dixwest ku ez jî wek wî mirovê qenc bijîm, lê min
nedikarî ku ez wusa bikim.
Rojekê ez pir tirsiyam. Wek ku agir girtibû dil û kezeba min û hindurê min diperitî.
Min digot: «Niha erd wê vebe û wê min daqurtîne.» Û yekî din di dilê min de digot: «Eger
tu ji hemû dilê xwe ji gunehên xwe venegerî, tê helak bibî, yanî tê herî dojehê.»

Ez wê şevê ketim hindur û min derî li pişt xwe girt. Barekî giran li ser pişta min bû û ez
di bin wî barî de pir westiyabûm. Wek ku Îsa Mesîh dibêje: «Werin ba min, ey hemû yên
westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn
bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin.» (Încîl,
Mizgîniya li gor Metta, 11:28-29).
Ez jî wusa bargiran bûm û wê şevê min gazî Îsa Mesîh kir. Min ji hemû dilê xwe tobe
kir û min got: «Ya Xudan, min ji ezaba herheyî xilas bike. Ez ji vê dinyayê tiştekî
naxwazim, bi tenê ez dixwazim, ku tu min xilas bikî!»

Xwedê dil û devê min vekir. Tiştên ku lazim bûn min ji Xwedê bixwestana û xwe li ber
wî nizim bikira ku wî duayên min bibihîstana, Xwedê ew peyv tanîn ber devê min û min
digotin. Min dua dikir û dilê min rihet dibû – wek ku Xwedê li ba min bû û ji min re got:
«Ez duaya te dibihîzim.» Min dilê xwe li ber wî vala kir û ew barê ku li ser pişta min bû,
ket û çû, winda bû.

Ez wê şevê rihet û bi dilekî şa razam. Sibehî ez rabûm, min fêm kir ku ez bûme yekî
din. Dilê min û fikrên min hatibûn guhertin. Ez wek teyrekî sivik bûbûm; min digot:
«Vêca ezê bifirim!» Dinya û tiştên di dinyayê de hemû di çavê min de bûn wek zibil.
Şahiyeke wusa mezin ket dilê min ku nayê gotin. Ez gelek şa bûm, min şikir ji Xwedê re
kir û rûmet û bilindahî da wî. Îsa Mesîh ez bi xwîna xwe ya pîroz şuştim û hemû gunehên
min afû kirin (bexşandin). Xwedê û Îsa Mesîh ji min re bûn wek hevalan.

Ev tişt di sala 1968an de di jiyana min de çêbûn. Ez ji nû ve welidîm. Ev e ku Îsa
Mesîh dibêje: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirov ji nû ve çênebe, ew nikare
Padîşahiya Xwedê bibîne.» (Încîl, Mizgîniya li gor Yûhenna, 3:3).
Ev tiştên ku ez dibêjim, Xilaskarê me Îsa Mesîh gotine. Mana «ji nû ve çêbûnê» ne ew
e, ku mirov wê bi bedenê ji nû ve çêbe, lê wê bi Ruh ji nû ve çêbe. Wek ku Îsa Mesîh got:
«Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e. Li peyva ku min ji te re
got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne. Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê
dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe
weha ye.» (Încîl, Mizgîniya li gor Yûhenna 3:6-8).

Xwedê tenê dikare vê yekê bike. Ev ne karê mirov e. Tiştê ku lazim e mirov bike, bi
tenê ev e ku ew bi awayekî rast û dirist ji tevahiya dilê xwe, gazî Xwedê bike û baweriyê
bi Îsa Mesîh bîne, xwe bispêre wî.
Tu dikarî weha bêjî: «Ya Xwedayê min, hemû dilê min û hemû jiyana min biguhere û
paqij bike. Bi xwîna Îsa Mesîh dilê min bişo û gunehên min afû bike (bibexşîne). Jiyana
min nû bike û jiyana herheyî bide min. Ji îro û pê ve ez dixwazim ji bo te bijîm.»
Çaxê ku mirov ji dilekî rast û dirist, ji hemû dilê xwe tobe bike û dua bike, Xwedê wê
jiyana nû bide wî û wî nûvejen bike û navê wî wê di kitêba jiyanê de bê dîtin. Hingê dilê
wî mirovî wê tije şahî bibe û ewê hezkirina Xwedê fêm bike.

Ya xwişk û birayên delal, ev tiştên ha ji bo jiyana we ya herheyî gelek girîng in. Eger
hûn guhê xwe bidin van peyvan, bêguman hûn naxesirin, çimkî ew ji bo canê we jiyanê
tînin. Ev dinya ha pûç e û ji tu kesî re namîne. Eseh rojekê emê ji vê dinyayê herin û emê
herin ber textê Xwedayê rast û dadperwer. Hingê Xwedê wê bi dadperweriya xwe ya
mezin dîwana me bike. Eger me di vê dinyayê de ji hemû dilê xwe tobe nekiribe û
gunehên me bi xwîna Îsa Mesîh nehatibin şuştin û me ji Xwedê jiyana nû nestandibe, di
Roja Dawî de Xwedê wê me bavêje agirê dojehê (cehnemê).
Lê belê eger me di vê dinyayê de baweriya xwe bi Îsa Mesîh anîbe û me tobe kiribe,
eger em bi xwîna Îsa Mesîh hatibin şuştin û me bi baweriya ku bi navê Îsa Mesîh e, jiyana
nû standibe, di Roja Dawî de Xwedê wê jiyana herheyî bide me û emê bi wî re her û her di
Padîşahiya Ezmanan de bijîn.

Ya xwişk û birayên hêja! Ji bilî Îsa Mesîh, tu dîn, mezheb û baweriyên din nikarin
mirovan ji gunehên wan xilas bikin. Bi tenê Îsa Mesîh mirovan ji gunehan xilas dike,
jiyana wan diguhere û jiyana herheyî dide wan. Ew Xilaskarê mirovan e.
Ez ji hemû dilê xwe dixwazim ku Xwedê ji bo vê yekê çavên we yên ruhanî veke, da
ku hûn Xilaskar Îsa Mesîh nas bikin, baweriyê bi wî bînin û bibin wêrisê jiyana herheyî.