Yêşû

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin. Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.

Riya Rastdariyê 44

Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin. Di bernameya din de me xwendina kitêbên pêşî yên Nivîsarên Pêxemberan, yanî xwendina Tewratê xilas kir. Me di Tewratê de dît ku guneh çawa ket dinyayê û nifir anî ser mirovan. Herweha me dît ku Xudan Xwedê soz da ku Xilaskarekî bişîne vê dinyayê, da ku zarokên Adem ji nifira guneh xilas bike. Xwedê li gor plana xwe ya xilasiyê, gazî Birahîm kir û jê re got ku dev ji mala bavê xwe û welatê xwe berde û here welatekî dûr, yanî here welatê Kenanê. Mebesta Xwedê ew bû ku ji Birahîm miletekî mezin rabe û ji wî miletî Xilaskar jî rabe. Çaxê ku Birahîm gihîşt welatê Kenanê, Xwedê jê re xuya bû, soz da wî û got: «Ezê hemû welatê Kenanê ku tu niha bi xerîbî lê rûdinî, bidim te û dûndana te, da ku her û her bibe milkê wan.» (Destpêkirin 17:8) Îro emê bibînin ku Xwedê çawa soza xwe ya ku wî beriya demeke dirêj dabû Birahîm, anî cih û welatê Kenanê xist destê zuriyeta Birahîm. Navê welatê Kenanê îro Îsraêl e. Di deriyê dawî yê Tewratê de me bihîst ku Mûsa çawa li ser çiyayê ku li ber sînorê Kenanê bû, mir. Piştî mirina Mûsa, cihgirê wî Yêşû, bû rêberê gelê Îsraêl. Xwedê Yêşû kifş kir ku bikeve cihê Mûsa. Heta niha me çend caran li ser Yêşû bihîst. Yêşû zilamekî rast bû û wî ji her tiştê ku Xwedê gotibû û ji her soza Xwedê bawer dikir. Çaxê ku piraniya gelê Îsraêl guhê xwe nedan Xwedê, ew dîsa dilsoz ma û ji sozên Xwedê piştrast bû. Yêşû yek ji nêrevanên gelê Îsraêl bû û çaxê ku ew cara pêşî hatibûn ber sînorê Kenanê, wî û Kalêb ji Xwedê bawer dikirin. Gelê Îsraêl dixwest ku Yêşû û Kalêb bidin ber keviran, ji ber ku wan herduyan gel hişyar kir û ji wan re gotin ku divê ew soza Xwedê bînin bîra xwe û herin ku welatê Kenanê bistînin. Eynî ew Yêşû yê ku beriya çil salan ji aliyê gelê Îsraêl ve hatibû redkirin, niha ji aliyê Xwedê ve hat hilbijartin, ku bibe rêberê wan û wan bibe welatê Kenanê! Îro emê ji Kitêba Yêşû bixwînin. Ev kitêb di nav Tewrat û Zebûrê de ye. Kitêba Yêşû ji me re dibêje ku Xwedê çawa soza xwe ya ku dabû Birahîm, anî cih. Xwedê jê re gotibû: «Ezê
1

hemû welatê Kenanê ku tu niha bi xerîbî lê rûdinî, bidim te û dûndana te, da ku her û her bibe milkê wan.» (Destpêkirin 17:8) Girîng e ku em bînin bîra xwe dema ku Mûsa mir hê welatê gelê Îsraêl nebû. Ew hê di çol û çolistanan de digeriyan û heçî welatê Kenanê bû, gelek milet û egîd û mêrxas tê de rûdiniştin. Lê belê plana Xwedê ew bû ku ew wan miletan ceza bike û helak bike, çimkî wan miletan bi awayekî pîs gunehên herî xerab dikirin. Li gor plana Xwedê, welatê Kenanê yê pir qenc wê bibûya welatê Îsraêl. Niha emê binêrin ku Yêşû û gelê Îsraêl çawa ketin welêt, wan ew çawa xist destê xwe û ji xwe re kirin milk. Di deriyê pêşî yê Kitêba Yêşû de, weha dibêje: Piştî mirina Mûsayê xulamê Xudan, Xudan bi xizmetkarê Mûsa, Yêşûyê kurê Nûn re peyivî û got: «Xulamê min Mûsa mir, niha rabe, tu û tevahiya vî gelî di çemê Urdunê re derbasî wî welatî bibin, ê ku ez didim wan, didim gelê Îsraêl.» Wek ku min ji Mûsa re gotibû, her dera ku binê lingê we pêlê bike, min daye we. Sînorê we wê ji çemê mezin heta bi Deryaya Mezin a li Rojavayê be. Di hemû rojên jiyana te de, tu kes nikare xwe li ber te bigire. Ka çawa ez bi Mûsa re bûm, wusa ezê bi te re bim jî; ez te nahêlim û ez dev ji te bernadim. Hêzdar be û bi zirav be, çimkî tê wî welatê ku min ji bav û kalên wan re sond xwariye ku ez bidim wan, bi mîrastî li vî gelî leva bikî. Bi tenê hêzdar be û gelek bi zirav be û hay jê hebe ku tu li gor tevahiya Şerîeta ku xulamê min Mûsa li te emir kiriye, bikî. Bi milê rastê, an jî bi milê çepê ve ji wê dernekeve, da ku li her dera ku tu biçiyê, tu bi ser kevî. …Şev û roj li ser wê kûr bifikire û hay ji xwe hebe ku tu li gor her tiştê ku tê de nivîsî ye, bikî; hingê tê di riya xwe de serfiraz bî û tê bi ser kevî. Va ye, ez emir li te dikim: Hêzdar be û bi zirav be, netirse û nelerize, çimkî tu herî ku derê, Xudan Xwedayê te wê bi te re be.» Yêşû emir li serleşkerên gel kir û got: «Di nav war de derbas bibin û emir li gel bikin, bêjin: Ji xwe re zade ji bo xwarinê amade bikin. Piştî sê rojên din hûnê derbasî vî Çemê Urdunê bibin ku hûn herin, wî welatê ku Xudan Xwedayê we dide we, ku hûn wî bi milkîtî bistînin.» (Yêşû 1:1-11) Piştî vê yekê Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku Yêşû çawa du nêrevan şandin û ji wan re got: «Herin, qenc li welêt binêrin û bi taybetî li bajarê Erîhayê nêrevaniyê bikin.» Nêrevan jî çûn, ketin Erîhayê û sûra wê ya xurt û bilind dîtin. Bi şev wan xwe li Erîhayê di mala Rexabê
2

de veşart. Lê belê çend mirovan dît ku ew ketin mala wê û ji padîşahê Erîhayê re xeber şandin, jê re gotin: «Hin Îsraêlî hatin bajêr ku nêrevaniyê bikin». Loma padîşahê Erîhayê leşkerên xwe şandin ba Rexabê, da ku nêrevanan bigirin, lê Rexabê ew li ser bên veşartibûn. Piştî ku leşker çûn, Rexab gazî nêrevanan kir û ji wan re got: «Ez dizanim ku Xwedayê we Xudan, Xwedayê rastîn e. Hem jî ez dizanim ku Xwedayê we wê vî bajarî û tevahiya vî welatî bide destê we. Miletên welêt bihîst ku Xwedê çawa ava Deryaya Sor li ber we zuwa kir û hemû dijminên we helak kirin. Ez bawer dikim û dizanim ku Xwedayê we Xudan, Xwedayê rastîn e. Loma ez hêvî ji we dikim ku hûn sond ji min re bixwin ku hûnê min û mala min biparêzin. Çaxê ku hûn bikevin vî bajarî, me sax bihêlin û ji mirinê xilas bikin.» Herdu nêrevanan lê vegerand û gotin: «Gava Xwedê bajarê te bixe destê me, emê te û hemûyên ku li ba te di mala te de ne, biparêzin.» Di deriyê sisiyan de Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku diviya gelê Îsraêl di Çemê Urdunê re derbas bibûya, lê belê çem fireh û av jî boş bû. Elaleteke ku sê milyon mirov bû û di nav de jin û zarok hebûn, wê çawa derbas bibûya? Bersiva vê yekê sivik e, çimkî Xwedayê karîndarê her tiştî yê ku di Deryaya Sor re rê li ber wan vekiribû, hê eynî bû! Xwedê dîsa rê li ber wan vekir û ew li ser axa zuwa di Çemê Urdunê re derbas bûn. Bi vî awayî tevahiya gel gihîşt welatê Kenanê û li ber bajarê Erîhayê yê mezin sekinîn. Ji xwe xelkê Erîhayê hemû derî û dergeh girtibûn. Tu kesî nikaribû biketa bajêr û tu kesî nikaribû jê derketa. Di deriyê pêncan de Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku Yêşû nêzîkî bajarê Erîhayê bû û çaxê wî serê xwe hilda, wî zilamek dît. Di destê zilêm de şûrê tazî hebû. Yêşû jê pirsî, got: «Tu hevalê me yî an tu alîgirê dijmin î?» Wî zilamî jê re got: «Ez serdarê ordiya Xudan Xwedê me.» Yêşû deverû xwe avêt erdê. Li ser vê yekê serdarê ordiya Xwedê jê re got: «Çaroxên xwe ji lingên xwe derxe, ji ber ku ew erdê ku tu li ser disekinî, pîroz e.» Yêşû jî weha kir. Dostên delal, gelo hûn dizanin yê ku ji Yêşû re got, kî bû? Erê, ew Xudan bi xwe bû ku ji bo demeke kin ji Yêşû re xuya bû. Me berê jî dîtibû ku Xwedê di şiklê mirov de ji Birahîm re xuya bûbû; me dît ku ew çawa di şiklê pêta êgir de di diriyê de ji Mûsa re jî xuya bûbû. Û niha em dibînin ku Xwedê di şiklê serdarê bilind de ji Yêşû re xuya bû. Xwedê tam wek ku ji Mûsa re got, ji Yêşû re jî got; wî got: «Çaroxên xwe ji lingên xwe derxe, ji ber ku ew erdê ku tu li ser disekinî, pîroz e.»
3

Xudan Xwedê weha berdewam kir û ji Yêşû re got: «Binêre, min Erîha, padîşah û mêrxasên wê dan destê te. Hûn hemû mirovên çekdar, carekê li hawirdora bajêr bizivirin. Şeş rojan weha bike. Li ber sindoqa Peymanê divê heft kahîn heft boriyên ji strûhê beranan hilgirin. Lê roja heftan heft caran li hawirdora bajêr bizivirin û bila kahîn li boriyan bixin. Çaxê hûn bibihîzin ku ew bi dengê dirêj li boriyên ji strûhê beranan bixin, divê tevahiya xelkê bi dengekî bilind bike qîrîn; hingê sûra bajêr wê di cihê xwe de bikeve û xelk, her kes ber bi pêş xwe ve, bila bikeve nav.» (Yêşû 6:2-5) Piştî vê yekê Xudan ji Yêşû veqetiya. Di cih de Yêşû çû û ji gelê Îsraêl re her tiştê ku Xudan jê re gotibû, da bihîstin. Hingê Yêşû emir kir ku ew Sindoqa Peymanê hilgirin û carekê li dor bajêr bizivirin. Lê belê wî ji wan re got: «Nekin qîrîn, dengê xwe nedin bihîstin û divê peyvek ji devê we dernekeve, heta wê roja ku ez ji we re bêjim: Bikin qîr! Hingê bikin qîr.» Piştî ku ew carekê li dor bajêr zivirîn, ew vegeriyan ordîgehê û şeva xwe li wir derbas kirin. Di roja diduyan de ew carekê li dora bajêr zivirîn û vegeriyan ordîgehê. Şeş rojan wusa kirin. Lê belê di roja heftan de, ew sibê zû rabûn û heft caran li dor bajêr zivirîn. Di cara heftan de, gava kahînan li boriyan xist, Yêşû ji xelkê re got: «Bikin qîrîn, çimkî Xudan bajar da destê we.» (Yêşû 6:16) Çaxê xelkê dengê boriyan bihîst, wan bi dengekî bilind kir qîrîn û dîwar di cihê xwe de hilweşa û her kes ber bi pêş xwe ve çû û zilamên Îsraêl ketin bajêr û bajar standin. Bi vî awayî Yêşû û gelê Îsraêl di welatê Kenanê de bajarê pêşî bindest kirin. Di wê rojê de tevahiya xelkê Erîhayê hat kuştin; bi tenê mala Rexabê wek ku nêrevanan jê re sond xwaribû, sax ma. Rexab ji pûtên pûç li Xwedayê rastîn ê gelê Îsraêl vegeriya û jê bawer kir. Loma ew û tevahiya mala wê helak nebûn. Gelo çima Yêşû û gelê Îsraêl dikaribûn ew bajarê asekirî bistandan û biketan welatê ku Xwedê ji wan re soz dabû ku wê bida wan? Ew bi ser ketin, çimkî wan ji Peyva Xwedê bawer kir. Xwedê bi wan ên ku ji Peyva wî bawer dikin re ye.

4

Çaxê ku bajarê Erîhayê ket destê gelê Îsraêl, çima Rexab û maliyên wê bi hemû mirovên din re nemirin? Ew sax ma, ji ber ku ew ne tenê li hêz û kerametên Xwedê şaş ma, lê wê bawer kir û aliyê gelê Xwedê girt. Nivîsarên Pîroz vê yekê qenc şîrove dikin û dibêjin: Bi baweriyê, piştî ku Îsraêlî heft rojan li dora sûrên Erîhayê zivirîn, ew hilweşiyan. Bi baweriyê, Rexaba fahîşe bi neguhdaran re nehat helakkirin, çimkî wê nêrevan bi aştî qebûl kiribûn. … Lê bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike. (Îbranî 11:30.31.6) Xwezî wextê me hebûya ku me bikaribûya di kitêba Yêşû de li hemû serhatiyên din jî binêriya! Heyf û mixabin wextê me tune. Lê belê bizanin ku di vê kitêbê de hûr û kûr ji me re tê gotin ku Xwedê çawa bi Yêşû û bi gelê Îsraêl re bû û bajar bi bajar tevahiya welatê Kenanê da destê wan. Xwedê soza xwe anî cih. Loma em di deriyê 21’ê de dixwînin ku Xudan wek ku ji bavkalên wan re sond xwaribû tevahiya welêt da gelê Îsraêl. …. Xudan wek ku ji bavkalên wan re sond xwaribû, ji her aliyî ve rihetî da wan. Ji hemû dijminên wan yekî jî nikaribû li hember wan bisekiniya, çimkî Xudan hemû dijminên wan dan destê wan. (Yêşû 21:43.44) Dostên delal, Xwedê li ser soza xwe ma û her dem li ser soza xwe dimîne. Tiştê ku wî beriya demeke dirêj ji Birahîm re gotibû, wî anî cih. Ma wî li gor soza xwe welatê Kenanê da gelê Îsraêl? Bêguman wî tam wusa kir. Xwedê dilsoz e û li ser sozên xwe dimîne. Çaxê ku mirov bifikirin, bêjin: «Xwedê dereng dikeve», hingê dîsa ewê li ser soza xwe bimîne. Li gor nêrîna mirovan, belkî wusa xuya bibe; lê ew dem li gor plana Xwedê ye. Ji bo demeke dirêj mebesta Xwedê ew bû ku welatê Kenanê bida gelê Îsraêl, lê ew li hêviya baweriya wan ma. Wek ku me dît, demeke dirêj kişand heta ku gelê Îsraêl dest bi bawerkirinê kir û ji soza Xwedê piştrast bûn. Dê û bavên wan, bereketa welatê Kenanê nedîtin û ew neketin wir, çimkî wan ji sozên Xwedê bawer nekir. Eger em mijarê bînin ser xwe bi xwe, gelo emê çi bêjin? Pirs ev e: Ma em ji Xwedê bawer dikin? Bi rastî pirs ne ew e, ma hûn bawer dikin ku Xwedê heye, an hûn bawer dikin ku Xwedê yek e. Îblîs bi xwe jî bawer dike ku Xwedê heye û Xwedê yek e! Pirs ev e: Gelo ma tu bi rastî ji Xwedê û ji Peyva wî bawer dikî? Ma tu ji Xwedê hez dikî? Gelo ma tu ji dil û canê xwe ji Peyva Xwedê bawer dikî? Gelo ma hûn dizanin sozên Xwedê
5

ji bo wan ên ku bi rastî bawer dikin, çi ne? Ma bi rastî tu xweyiyê jiyana herheyî yî? Gelo ma te Ruhê Xwedê, yanî Ruhê Pîroz standiye? Her kesê ku baweriya xwe bi awayekî rast bi Mizgîniya Xwedê tîne, Ruhê Xwedê jî distîne. Rast e, piraniya zarokên Adem dibêjin: «Em bawer dikin ku Xwedê heye.» Lê belê ew mirovên ku bi rastî sozên Xwedê yên mezin dizanin û ji wan bawer dikin, pir hindik in. Guhdarên delal, Xwedê ji we hez dike û dixwaze bi awayekî ku nayê gotin we bimbarek û pîroz bike, lê divê ku hûn Peyva Xwedê bizanin, jê bawer bikin û li gor wê bikin. Li ser vê yekê Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: «Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine û di fikra mirov re derbas nebûne,Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.» (Korîntî I, 2:9) Em pir dixwazin ku hûn nebin tiral, lê hûn bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê. (Îbranî 6:12) Guhdarên delal, em spas dikin ku we qenc guhê xwe dan serhatiya Yêşû. Heta cara ku bê, qenc li ser van gotinên Nivîsarên Pîroz bifikirin ên ku dibêjin: Em pir dixwazin ku hûn nebin tiral, lê hûn bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê. (Îbranî 6:12)

6

Sign up to vote on this title
UsefulNot useful