Yûhennayê imadkar (Yahya

)

Riya Rastdariyê 60

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin. Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin Cara din me dersên xwe yên li ser beşê pêşî yê Nivîsarên Pîroz, yanî dersên li ser Tewratê, li ser Zebûrê û li ser Nivîsarên Pêxemberan xilas kirin. Navê vî beşî Peymana Kevin e. Îro emê dest bi beşê diduyan bikin, yanî emê li Peymana Nû binêrin. Çima Xwedê Kitêba xwe ya pîroz kir du beş, yanî çima hem Peymana Kevin û hem jî Peymana Nû heye? Ji bo vê yekê gelek sedem hene. Divê pêşî em fêm bikin ku hemû gotinên Peymana Kevin beriya hatina Îsa Mesîh hatibûn nivîsandin. Ji aliyê din ve hemû gotinên Peymana Nû piştî hatina Mesîh hatin nivîsîn. Loma peyama pêxemberên Xwedê di Peymana Pêşî de ev bû: «Xwedê wê xilaskarek, yanî Mesîh bişanda!» Lê belê peyama Peymana Nû ev e: «Xwedê li gor soza xwe û tam li gor gotinên pêxemberên Peymana Pêşî Mesîhê xwe şand!» Ev di nav Peymana Kevin û Peymana Nû de ferqeqe girîng e û em piştrast in ku we ev yek qenc fêm kir. Carna hin mirov hene ku rexnan li Nivîsarên Pîroz dikin û dibêjin: Çima Peymana Kevin û Peymana Nû hene? Ew guman dikin ku mirovan dixwest kitêbên pêxemberan ên orijinal betal bikin an di cihê wan de kitêbeke nû derxin. Lê belê rastî ne ev e. Peymana Nû qet gotinên pêxemberan ên di Peymana Pêşî de betal nake. Bervajiyê vê, Peymana nû ji me re dibêje ku Xwedê çawa gotinên wan pêxemberan û mana Peymana Pêşî anîn cih! Di Peymana Pêşî de, hemû pêxemberan mirov hişyar kirin, gotin: «Mesîh wê bê! Rojekê, ewê bê! Xwedê wê wî bişîne!» Lê belê di Peymana Nû de, em dibînin ku Mesîh hat. Mesîhê ku hemû pêxemberan li ser digot, êdî hatiye. Ew hat û wî her tişt pêk anî. Ji ber vê yekê em bi dilekî şa hem ji bo Peymana Kevin û hem jî ji bo Peymana Nû pesnê Xwedê didin. Çimkî di van herdu beşên Kitêba Pîroz de em dibînin ku Xwedê li ser soza xwe ma, gotinên xwe anîn bîra xwe û li gor dilsoziya xwe her tişt anî cih.
1

Xwedê li gor soz û peyvên Tewratê, li gor soz û peyvên Zebûrê û li gor soz û peyvên Nivîsarên Pîroz kir û Xilaskar şand vê dinyayê. Wek ku ji tovekî biçûk dareke mezin çêdibe, wusa jî gotinên Peymana Pêşî di Peymana Nû de digihîjin û mezin dibin. Ji Peymana Nû re navekî din jî tê gotin. Ew nav Încîl e. Încîl peyveke Erebî ye û ji zimanê Yewnanî tê; mana wê Mizgînî yanî Mizgîniya Xwedê ye. Û bi rastî ew tam weha ye. Încîl mizgîniyeke pir xweş e, çimkî di Încîlê de ji me re tê gotin ku Mesîh çawa gotinên pêxemberan anîn cih û ji zarokên Adem re rê vekir, da ku ew bikarin bi Xwedê re li hev bên û her û her li ba wî bijîn. Heçî Încîl yanî Mizgînî ye, divê hûn fêm bikin ku ew ne bi destê Mesîh bi xwe hatiye nivîsîn. Wek ku Xwedê bi destê gelek mirovan Peymana Pêşî da nivîsandin, weha Xwedê bi destê gelek mirovan Peymana Nû jî da nivîsandin. Xwedê bi destê çar zilaman serhatiya jiyana Mesîh da nivîsandin. Ew çar zilam ev in: Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna. Lê çima Xwedê li çar zilaman emir kir ku serhatiya Mesîh binivîsin? Ma zilamekî tenê têra vê yekê nekir? Bi rastî ji bo vê yekê sedem heye û sedem ev e: Xwedê dixwest ku em qenc fêm bikin ku ev peyam tam rast e û qet ne lazim e ku mirov li ser vê peyamê bikeve şikê. Em dikarin ji gotinên Încîlê piştrast bin. Wî bi destê çar zilaman peyva xwe ya pîroz erê kir. Mesele em bêjin: Mase bi lingekî tenê çênabe, çar ling lazim in û hingê mase qayîm disekine. Weha jî çar şahid ji şahidekî tenê çêtir in û mirov li gotinên wan bêtir ewle dibe. Erê, Xwedê dixwest ku li ser jiyana Mesîh qet şik nemîne. Loma Xwedê bi devê çar şahidan ji me re got, da ku em bizanin di Încîlê de her tişt rast e. Wek ku wî gotinên xwe xist hişê pêxemberan, weha wî li çar zilaman jî emir kir ku li ser jiyana Mesîh her tiştê girîng binivîsin. Ew çar zilam di dema Mesîh de di wê herêma ku ew lê dima de dijiyan û wan li ser Xilaskarê dinyayê tiştên ku bi çavên xwe dîtin û bi guhên xwe bihîstin, nivîsandin. (Eger em rast bêjin, Xwedê ji heşt zilaman re got ku li ser serhatiya jiyana Mesîh binivîsin, çimkî nameyên Pawlosê şandî, nameyên Petrûsê şandî û yên Aqûb û Cihûda jî li ser Mesîh dibêjin – û ew hemû bi hev re bi awayekî temam û newaze li hev digirin.) Erê, carna em dibihîzin ku mirov dixwazin li hember Mizgîniya Xwedê rabin û dibêjin: «Mirov nikare li gotinên Încîlê ewle bibe. Me bihîstiye ku Încîl hatiye guhertin. Kî dizane, belkî şaşîtî tê de hene.»

2

Dostên delal, yê ku bi Peyva Xwedê re şer bike, li hember Xwedê radibe û bi wî re şer dike. «Tu kes nikare bi hêkê şer bi latê re bike.» Tevahiya Nivîsarên Pîroz ji Xwedê ye û em dikarin ji dil û can li peyvên wî ewle bibin, ji wan piştrast bin, wan qebûl bikin û li gor wan bikin jî. Wek ku Peyva Xwedê di Tewratê de, di Zebûrê de û di Nivîsarên Pêxemberan de bê kêmahî ye, weha jî Încîl bê kêmahî ye. Nivîsarên Pîroz nikarin bên betalkirin û nikarin bên şkandin. Xwedê mezin e û ew bi xwe Peyvên xwe yên pîroz diparêze. Ji bo her kesê ku ji dil û can li rastiyê digere, rastiya Xwedê di Nivîsarên Pîroz de heye. Hêza tu mirovî tune ku bikare Peyva Xwedê biguhere, çimkî Peyva Xwedê herdem dimîne û sax e. Ew ne peyvên me ne, lê belê Xudan bi xwe di Încîlê de weha dibêje. Wî got: Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin. (Metta 24:35) De vêca guhdarên delal, piştî vê pêşgotinê, wext hat ku em niha bala xwe bidin nivîsarên Peymana Nû, yanî em dest bi Încîlê bikin. Di bernama din de me li ser Melaxî pêxember bihîst. Ew çar sed salan beriya hatina Mesîh pêxember bû û piştî wî, Xwedê di nav 400 salan de pêxemberekî din neşand nav gelê Îsraêl. Çima di wê demê de dengê Xwedê nehat bihîstin? Bersiv ev e: Xwedê tu pêxemberên din neşandin, çimkî hemû kitêb û peyamên Peymana Pêşî temam bûn. Xwedê gotinên xwe gotin û beriya ku Mesîh bê, tiştekî pêwist nemabû ku bi devê pêxemberan bihata gotin. Bi tenê diviya ku mirov li benda hatina Mesîh û li hêviya Peymana Nû biman. Me di bernama din de bihîst ku Îşaya pêxember û Melaxî pêxember li ser plana Xwedê çi gotin. Wan got ku Xwedê wê pêxemberekî bişîne, da ku ew di pêşiya Mesîh de riya wî amade bike. Gelo tê bîra we ku navê wî pêxemberî çi bû? Erê, navê wî Yûhenna bû, yanî Yûhennayê imadkar, an jî Yahya. Navê bavê Yûhenna, Zekerya bû. Zekerya kahîn bû û wî di Perestgehê de li ser gorîgehê gorî pêşkêşî Xwedê dikirin. Em niha Încîlê vekin û em guhê xwe bidin gotinên Lûqa. Wî li ser bûyîna Yûhennayê imadkar di deriyê pêşî de weha gotiye: Dema Hêrodês padîşahê Cihûstanê bû, kahînek ji koma Ebiya hebû. Navê wî Zekerya bû. Jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû. Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan bê kêmahî rêve diçûn. Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn. Rojekê … wî di dora koma xwe de ji Xwedê re xizmeta kahîntiyê dikir… Di dema şewitandina bixûrê de tevahiya elaleta xelkê li derve dua dikir.
3

Hingê milyaketekî Xudan jê re xuya bû û li aliyê rastê yê gorîgeha bixûrê rawesta. Gava Zekerya ew dît, şaş bû û tirs ket dilê wî. Milyaket jê re got: «Zekerya, netirse! Çimkî duaya te hat bihîstin û jina te Êlîzabêt, wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna deynî. Ewê ji te re bibe şahî û geşî û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin. Çimkî ewê li ba Xudan mezin be. Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê Pîroz tije be. Ewê gelekan ji zarokên Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne. Û ewê bi Ruh û bi hêza Êlyas pêxember li ber Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.» Zekerya jî ji milyaket re got: «Ma ezê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.» Milyaket lê vegerand û got: «Ez Cibrayîl im, yê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin, da ez ji te re bêjim û vê mizgîniyê bidim te. Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer nekir.» Di vê navê de xelk li hêviya Zekerya bû. Ew şaş man, ka çima ew demeke dirêj di Perestgehê de ma. Û gava ew derket derve, wî nikaribû bi wan re bipeyive û ew têgihîştin ku wî di Perestgehê de dîtiniyek dîtiye. Wî bi îşaretan ji wan re digot û lal ma. Gava rojên xizmeta wî temam bûn, ew vegeriya mala xwe. Piştî wan rojan jina wî Êlîzabêt bizaro bû … û wê got: «Va ye, di van rojan de Xudan ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.» (Lûqa 1:5-8.10-25; kinkirî) Yanî em dibînin ku Xwedê çawa milyaketê xwe Cibrayîl şand ba Zekerya û jê re got ku jina wî Êlîzabêt wê kurekî bîne. Ew kur wê bibe pêxemberekî mezin û ewê di pêşiya Mesîh de riya wî amade bike. Di dawiya vî deriyê Încîlê de, Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Gava dema zarokanîna Êlîzabêtê hat, wê kurek anî. Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn. Û di roja heştan de ji bo sinetkirina kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin. Lê diya wî li wan vegerand û got: «Na, navê wî wê Yûhenna be.» Wan jê re got: «Di nav mirovên te de kesek bi vî navî tune.» Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike Wî nivîsdekek xwest û weha li ser nivîsî: «Navê wî Yûhenna ye.» Hemû şaş man. Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da. Tirs ket dilê hemûyên ku li dora wan rûdiniştin û li seranserê
4

çiyayên Cihûstanê li ser van tiştan hat peyivîn. Û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin: «Gelo ev zarok wê bibe çi?» Çimkî destê Xudan li ser wî bû. Û bavê wî Zekerya bi Ruhê Pîroz tije bû, wî pêxemberîtî kir û got: «Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re, Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir. Wî ji mala xulamê xwe Dawid strûhekî xilasiyê - yanî Xilaskarekî hêzdar - ji me re rakir, - Çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotibû Ku me ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike, Da li bav û kalên me bê rehmê Û peymana xwe ya pîroz, wê sonda ku ji bavê me Birahîm re xwaribû, bîne bîra xwe ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin Û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de bi paqijî û rastî biperizin wî. Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Bilind bê gotin, Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan, xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn. Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me, Xudan wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me, da ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de û di bin siya mirinê de rûniştine Û ewê berê lingên me bide ser riya silametê.» (Lûqa 1:57-79)

Ere, çaxê ku Yûhenna çêbû, Zekerya bi van gotinan pesnê Xwedê da, ji ber ku wî fêm kir ku êdî dema hatina Mesîh nêzîk bûye. Yûhenna bi xwe ne Mesîh bû, lê ew qasidê Mesîh bû û ew hat, da ku hatina Mesîh bide zanîn û mirovan ji bo Mesîh amade bike. Guhdarên delal, gelek spas ku we qenc guhê xwe dayê. Em ji we hêvî dikin û em pir dixwazin ku hûn ji bo bernama ku bê jî bi me re bin. Hingê emê bibînin ku Xwedê milyaketê xwe Cibrayîl şand ba Meryema keçik, da ku jê re tiştekî pir girîng bêje. Di dersa ku bê de emê gelek rastiyên kûr bibihîzin, loma jê nemînin şûn de! Heta hingê li ser van gotinên Zekerya qenc bifikirin ên ku dibêjin:

«Pesin ji Xudan re …, wî ji mala xulamê xwe Dawid strûhekî xilasiyê - yanî Xilaskarekî hêzdar - ji me re rakir, - çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên xwe yên pîroz gotibû. (Lûqa 1:68-70)
5