You are on page 1of 6

Mizgîniya milyaket li ser bûyîna Îsa Mesîh

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin. Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.

Riya Rastdariyê 61

Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin. Di 60 dersên berî niha de me li Nivîsarên Peymana Pêşî nêrî, yanî me li ser Tewrata Mûsa, Zabûra Dawid û Nivîsarên Pêxemberên din lêkolîn kir, çimkî ew hemû ji aliyê Xwedê ve ji mirovan re hatine dayîn. Di bernama din de me dest bi xwendina Peymana Nû kir, yanî me li Încîlê nêrî. Încîl peyveke Erebî ye û mana wê bi Kurmancî Mizgînî ye. Û bi rastî Încîl mizgîniyeke pir xweş û qenc e, ji ber ku di Încîlê de ji me re tê gotin ku Xwedê tam li gor soza xwe û tam wek ku wî bi devê pêxemberan ji pêşî ve gotibû, Xilaskarê hêzdar şand vê dinyayê. Beriya ku em dest bi xwendina Încîlê bikin, wê pir qenc be ku em careke din bînin ber çavên xwe ku çima armanca Xwedê ew bû ku Xilaskar ji zarokên Adem re bişîne. Ma gelo tê bîra we ku Adem û Hewayê guhê xwe nedan Xwedê û hê li bîra we ye ku wê rojê çi qewimî? Me di Tewratê de dît ku neguhdariya Adem tevahiya dûndana wî, yanî hemû mirov ji padîşahiya Xwedê dûr xistin, birin padîşahiya Îblîs. Ji ber gunehê Adem, em hemû gunehkar tên dinyayê. Gotina pêşiyan heye, dibêjin: «Tijîkên (Çêlikên) maran bê jehr nabin.» Bi vî awayî ji wê rojê ve hevênê guneh di hemû zarokên Adem de heye. Gunehên me, me ji Xwedê vediqetînin û qet tiştek ji destê me nayê ku em xwe li ber Xwedê û Dadgerê xwe, rast û bêsûc derxin. Lê belê şikir ji Xwedê re, çimkî dawiya Nivîsarên Pêxemberan ne ev serhatî ye. Me dîtibû ku tam wê roja ku Adem û Hewayê neguhdarî kirin, Xwedê dest pê kir û hin bi hin plana xwe ya xilasiyê dida zanîn. Xwedê dest pê kir û ji wan re got ku rojekê Xilaskar wê bê dinyayê, da ku zarokên Adem ji hêza Îblîs û ji hêza guneh azad bike. Rast e, ew roja ku guneh ket dinyayê û ket dilê mirovan, rojeke tarî bû, lê eynî wê rojê Xwedê da zanîn ku Xilaskar wê ne ji jin û mêrekî bê, lê wê tenê ji jinekê bê (Destpêkirin 3:15; Galatî 4:4).

1

Erê, ew Mesîhê ku wê xwîna xwe wek goriyeke bêkêmahî birijanda, nedikarî ji bavekî gunehkar bihata. Wek ku Xwedê pîroz û bêkêmahî ye, diviya ku ew jî pîroz û bêkêmahî bûya. Loma Îşaya pêxember heft sed salan beriya hatina Mesîh weha nivîsî: Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî «Îmanûêl» deynin, ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.» (Îşaya 7:14; Metta 1:23) Em di Kitêbên Peymana Pêşî de hîn bûn, keçikeke ku tu caran nêzîkî zilamekî nebûye wê bibûya diya wî Xilaskarî. Niha em dixwazin vegerin Kitêba Încîlê, da ku em bibînin Xwedê çawa soza xwe ya li ser hatina vî Xilaskarê pîroz û bêkêmahî anî cih. Di bernama din de me dît ku milyaket Cibrayîl çawa hat ba Cihûyekî ku navê wî Zekerya bû. Cibrayîl jê re got ku jina wî wê kurekî bîne. Navê wî kurî wê Yûhenna bûya. Wiyê di pêşiya Xilaskar de rê amade bikira. Niha em di Încîlê de berdewam dikin û emê di Mizgîniya li gor Lûqa de ji deriyê pêşî bixwînin. Emê bibînin ku Xwedê çawa milyaketê xwe şand ba keçikeke ku navê wê Meryem bû. Nivîsarên Pîroz dibêjin: Çaxê ku Êlîzabêt di meha şeşan de bû, Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wî Nisret bû, ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem bû. Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan bi te re ye.» Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e? Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Bilind bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Û ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.» Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.» Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya Yê Herî Bilind. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin. Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.» Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû. (Lûqa 1:26-38)

2

Em dixwazin li vir hinekî bisekinin û li ser vê bûyerê bifikirin. Meryem keçikeke ciwan bû û dergistiya Ûsiv bû, lê ew hê nezewicî bûn. Hem Meryem û hem jî Ûsiv ji dûndana Dawid padîşah bûn. Bêguman tê bîra we ku pêxemberên Xwedê hem digotin ku Mesîh wê ji keçikekê bê û hem jî digotin ku ewê ji malbata Dawid padîşah bê. Divê em tiştekî din jî bînin bîra xwe: Wek hemû mirovên din Meryem jî ji dûndana Adem bû. Wek hemû mirovên din, hevênê guneh di dilê wê de jî hebû. Divê ku em vê yekê bêjin, çimkî mirov hene, ew dixwazin Meryemê di ser mirovên din re bigirin û dibêjin, divê ew bê perizîn. Ji xwe ev yek çênabe, çimkî bi rastî tiştekî weha pûtperestî ye. Bêguman Meryem jineke hêjabilind bû, çimkî Xwedê ew hilbijart ku ew bibe diya Mesîh. Lê belê mana vê keremê ne ew e ku ew hêjayî perizînê ye, çimkî Nivîsarên Pîroz dibêjin: Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike. (Metta 4:10) Îcar me di van ayetan de dît ku milyaket Cibrayîl çawa hat ba Meryemê û bi wê da zanîn ku li gor plana Xwedê ewê bibûya diya Xilaskarê ku wê bihata vê dinyayê, da ku zarokên Adem ji hêza guneh xilas bikiran. Herweha Cibrayîl jê re got ku navê kurê wê, wê çi be. Wî jê re got: «Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî.» Navê Îsa ji peyva zimanê Îbranî Yêşû an jî Yêşua tê û mana vê peyvê ev e: «Xwedê xilas dike». Lê belê milyaket Cibrayîl ji Mesîh re navekî din jî got. Gelo we bihîst wî çi got? Wî li ser wî got: «Kurê Yê Herî Bilind». Me bivê û me nevê, milyaket Cibrayîl weha gotiye. Me berî niha di zebûrên Dawid de dît ku Xwedê ji Mesîh re got: Kurê min. Niha me bihîst ku milyaketê Xwedê Cibrayîl jî ji Mesîh re got Kurê Xwedê. Dostên delal, em dizanin ku gelek mirov çaxê navê Kurê Xwedê dibihîzin, dibêjin ku ev yek qet çênebe û dibêjin Astaxfirullah. Lê belê gotina pêşiyan heye, dibêjin: «Bi pirsê mirov diçe mala Xwedê», an jî dibêjin: «Pêşî guhê xwe bidê, piştre biryara xwe bide.» Yanî beriya ku em gotina Kurê Xwedê ecêb bibînin, divê pêşî em fêm bikin ka mana vê gotinê çi ye. Di Nivîsarên Pîroz de ji sed û bîst caran bêtir ji Mesîh re Kurê Xwedê tê gotin. Em bi xwe ji Nivîsarên Pîroz bawer dikin, loma destûra me tune ku em bêjin: «Xwedê ji Mesîh re nabêje

3

Kurê Xwedê.» Madem ku wusa ye, em dixwazin bizanin ku Xwedê çima ji Îsa Mesîh re dibêje Kurê min. Tiştê ku pêşî divê em bizanin ev e: Mana gotina Kurê Xwedê ne ew e ku Xwedê jinek ji xwe re anî û ji wan herduyan re kurek çêbû. Fikrên weha dûrî me bin û her kesê ku weha dibêje an difikire, çêrî Xwedê dike. Xwedê Yê Herî Bilind e, ew ne mirovek e û zarok jê re çênabin. Ji xwe ev fikir tam şaş û xelet e. Em piştrast in ku hûn hemû vê yekê dizanin û qebûl dikin jî. Wextê me tune ku em bi hûrgilî li hemû tiştên ku bi vê dabaşê ve girêdayî ne, binêrin; lê divê hûn vê yekê qenc fêm bikin: Mana Kurê Xwedê qet ne ew e ku Xwedê ji xwe re jinek neanî û hingê ji wan re zarok çêbû. Bi rastî ev tişt zû tê fêmkirin, çimkî di nav Kurdan de jî tê gotin: ez Kurd im kurê Kurdan im, kurê welatê Kurdistanê me, lê em qenc dizanin ku welat ne bav e û ne jî jina welêt heye. Eger yek ji te re bêje «kurê welêt», mana vê yekê ne ew e ku welat bavê te ye, lê dibêje ku tu ji Kurdistanê têyî, yanî cihê te yê esil Kurdistan e. Heçî ew yeka ku tê gotin «Îsa Mesîh Kurê Xwedê ye», jî tam weha ye, çimkî Mesîh ji Xwedê tê; loma Xwedê jê re dibêje Kurê min. Mesîh ji ezmên hat. Beriya ku ew li welatê Îsraêlê bê dinyayê, ew li ba Xwedê bû. Ew bi xwe Xwedê bû. Jê re tê gotin: «Ruhê Xwedê», yanî bi Erebî «Ruh Allâh». (Di Quranê de ji Îsa Mesîh re Ruh Allah tê gotin û ev jî rast e.) Herweha Mesîh «Kalimat Allâh», yanî «Peyva Xwedê» ye ya ku di destpêkê de li ba Xwedê bû. Ma we dizanibû ku hem di Quranê de û hem jî di Încîlê de bi tenê ji Mesîh re tê gotin ku ew «Peyva Xwedê» ye? Nivîsarên Pîroz van tiştan qenc şîrove dikin û dibêjin: Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3 Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî… Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. (Yûhenna 1:1-3.14) Erê, Mesîh Peyva Xwedê ye ya ku ji ezmên hat û bû mirov. Em hemû dizanin ku li vê dinyayê bavê Mesîh nebû. Madem ku wusa ye, yanî madem ku li vê dinyayê bavê wî tunebû, nexwe ew ji ku derê hatiye? Ma ew kurê kê ye? Ji kerema xwe careke din guhê xwe bidin peyvên milyaket Cibrayîl. Wî ji Meryemê re got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya Yê Herî Bilind. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin.» (Lûqa 1:35)
4

Belkî we bihîstiye ku mirov hene, dibêjin: «Erê, em dizanin ku li ser vê dinyayê bavê Îsa nebû, lê bûyîna wî ya ji keçikekê ne gelekî lazim e. Xwedê tenê dixwest ku hêza xwe nîşanî me bide. Xwedê di destpêkê de bê dê û bav Adem afirand. Piştre wî Hewa afirand û diya wê nebû, çimkî Xwedê ji parsûyekî ku wî ji Adem stand Hewa afirand. Û heçî Mesîh e, Xwedê ew afirand û vê carê tenê jinek lazim bû.» Ew dibêjin: «Sedema ku bavê Mesîh tune, tenê ev e: Xwedê dixwest hê bi awayekî din hêza xwe kifş bike.» Dostên delal, rast e, Xwedê, Karîndarê her tiştî ye û tiştek tune ku ji destê wî neyê. Lê belê heçî bûyîna Mesîh e, divê ku em qenc fêm bikin ku sedema vê yekê ne tenê nîşandana hêza Xwedê bû. Nexêr, sedemeke hê gelek girîngtir hebû. Guhê xwe nedin wan mirovên ku dixwazin we bixapînin! Sedemeke pir girîng heye, loma piştî afirandina Adem û Hewayê bi gelek hezar salan, Îsa Mesîh ji keçikekê çêbû. Ma hûn dizanin sedem çi bû? Nivîsarên Pîroz bi zelalî vê yekê ji me re şîrove dikin û dibêjin: Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike. (Tîmotêyos I, 1:15) Îsa bû mirov û hat vê dinyayê, da ku zarokên Adem xilas bike, çimkî ew zarokên Adem hem windabûyî bûn, hem gunehkar û murdar bûn û hem jî bê hêvî li benda dîwana Roja Dawî bûn. Loma çênedibû ku Mesîh ji mirovên gunehkar çêbûya. Wek ku me gelek caran dît, li gor plana Xwedê diviya ku Mesîh xwîna xwe birijanda û bi vî awayî berdêla gunehên me bida. Wek ku di Peymana Pêşî de berxê ji bo goriya Cejna Derbasbûnê bêqusûr û bêkêmahî bû, diviya ku Xilaskar bêsûc û bêkêmahî bûya, da ku ew bi xwe bibûya goriyeke temam û bêkêmahî. Li ser vê yekê qenc bifikirin. Eger deynê te gelek be, ma tu dikarî deynê yekî din bidî? Nexêr, eger tu bixwazî deynê yekî din bidî, divê deynê te bi xwe nebe. Herweha diviya ku Mesîh ji deynê guneh bêrî bûya, da ku wî bikariya deynê gunehên zarokên Adem bidabûya. Bi rastî Xwedê dixwaze em qenc fêm bikin ku di nav Mesîh û zarokên Adem de ferqekî bêsînor heye. Em kurên Adem in, lê Mesîh Kurê Xwedê ye. Ji ber gunehan, zarokên Adem murdar in, lê Îsa Mesîh wek barana ezmên paqij e. Wek ku Xwedê, rast, paqij û pîroz e, ew jî rast, paqij û pîroz e. Loma Xwedê şerm neke ku jê re bêje «Kurê min». Dostên delal, em hêvîdar in ku bi van hemû tiştan niha hûn bêtir fêm dikin çima diviya ku Îsa Mesîh ji keçikekê çêbûya. Û em hêvîdar in ku hûn bêtir fêm dikin ka mana kurê Xwedê çi ye, yanî çawa rast tê fêmkirin.
5

Bernama me ya îro ber bi dawiyê ve diçe û em niha dixwazin ji Mizgîniya li gor Metta serhatiya bûyîna Mesîh ji we re bixwînin. Meryem bi zaro bû û piştî demekê, yanî piştî çend mehan, Xwedê milyaketê xwe careke din şand vê dinyayê, ew şand ba dergistiyê Meryemê Ûsiv. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin: Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê Pîroz bizaro ye. Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê kurê Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e. Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» Ev hemû çêbûn, da ew peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: «Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin», ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.» Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî. Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî. (Metta 1:18-25) Îro wextê me nemaye, lê Xwedê hez bike emê di bernama ku bê de hê bêtir di Mizgîniyê de li ser bûyîna Îsa Mesîh bixwînin. Heta hingê van peyvên milyaketê Xwedê bînin bîra xwe. Wî li ser Mesîh weha ji Ûsiv re got: Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» (Metta 1:21)

6

Related Interests