You are on page 1of 6

Kurê Pîroz

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.

Riya Rastdariyê 63

Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin Di bernama xwe ya din de me di Încîlê de li serhatiya newaze ya bûyîna Îsa Mesîh nêrî. Me dît ku tu kesê wek Îsa hatibe dinyayê tune. Wek ku pêxemberan ji pêşî ve gotibû, diya wî keçikek bû û ew bi hêza Xwedê li bajarê Dawid Beytlehmê çêbû. Şeva ku Îsa ji dayik bû, Xwedê ordiyeke milyaketan şand ba çend şivanên ku bi şev li herêma Beytlehmê li ber keriyê xwe bûn. Yekî ji milyaketan ji wan re got: «Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e.» (Lûqa 2:10.11) Îro em dixwazin piçekê hem li zaroktiya Îsa û hem jî li xortaniya wî binêrin. Mizgîniya Xwedê ji me re dibêje ku piştî bûyîna Îsa, çar kur û çend keç ji Ûsiv û Meryemê re çêbûn. Îsa bi wan xwişk û birayên xwe re mezin bû. Mala wan di bakurê Îsraêlê de li bajarê Nisretê bû. Wek ku me dît, Ûsiv ne bavê Îsa bû, lê belê di çavên xelkê de, Îsa kurê Ûsiv dihat hesabkirin. Ûsiv xerat bû û Îsa jî li mal bi xebata xeratiyê mijûl dibû. Yanî Îsa xebateke giran hîn bû. Nivîsarên Pîroz li ser wê demê weha dibêjin: Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû. (Lûqa 2:52) Îsa li Nisretê mezin bû û wek hemû zarokên din, wî jî dixwar û vedixwar; ew radiza, ew dileyistî û ew diçû mektebê. Lê belê ferqeke mezin hebû: Îsa tu caran guneh nekir û di vê yekê de ew ne wek zarokên din bû. Tu caran xebera nebaş ji devê wî derneket (Petrûs I, 2:22). Tu caran ew ne mecbûr bû ku bêje: Li qusûra min nenêrin, an: Li min bibihûrin!, çimkî wî tu caran tiştekî xerab nekir. Di dilê wî de hevênê guneh nebû. Qerektêrê wî bêkêmahî û tam pîroz û paqij bû. Qet tu xerabî di şexsê wî de nebû. Di her tiştê ku wî kir de, wî li gor armanc û daxwaza Xwedê kir û bi dilê Xwedê bû. Bedena wî wek bedena mirovên din bû, lê xerabî di hundirê wî de nebû. Nivîsarên Pîroz vê yekê bi van gotinan eşkere dikin, dibêjin:
1

Serokkahînê me [yanî Xilaskarê me] ne wusa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin. (Îbranî 4:15) Dema ku Îsa bû sî salî, wext hat ku dest bi kardestiya xwe bike. Rojekê wî xatir ji mala xwe xwest, ji bajarê Nisretê derket û çû aliyê Çemê Urdunê. Li wir Yûhenna peyva Xwedê bi xelkê dida zanîn û di ava çem de mirov imad dikirin. Ma Yûhennayê imadkar tê bîra we? Ew şeş meh beriya Îsa hat dinyayê. Xwedê ji bavê wî Zekerya re got ku Yûhenna wê di pêşiya Mesîh de here û dilê gelê xwe ji bo Mesîh amade bike. Yûhenna xelk hişyar dikir û ji wan re digot: «Divê hûn tobe bikin, yanî divê hûn ji gunehên xwe vegerin û xwe ji bo hatina Mesîh amade bikin û wî qebûl bikin, çimkî Mesîh wê bi navê Xwedê bê.» Ji kerema xwe guhê xwe bidin van peyvên Mizgîniyê yanî Încîlê. Mizgîniya li gor Metta li ser Yûhenna û li ser kardestiya wî weha dibêje:
1

Di wan rojan de Yûhennayê imadkar li çola Cihûstanê derket meydanê û weha dest bi

hînkirinê kir: 2 «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!» 3 Yûhenna ew e ku Îşaya pêxember weha li ser wî gotiye: «Dengê yê li çolê gazî dike: ‹Riya Xudan amade bikin, Şiveriyên wî serrast bikin!›»
4

Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî

û hingivê çolê bû. 5 Hingê ji Orşelîmê, ji hemû Cihûstanê û ji tevahiya herêma Çemê Urdunê dihatin ba wî, 6 gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn. (Metta 3:1-6) Em dixwazin li vir hinekî bifikirin. Gelo we fêm kir ku Yûhenna ji xelkê re çi digot? Bi kurtî gotinên wî ev bûn: «Ji gunehên xwe vegerin û tobe bikin. Mesîh hatiye û wê zû dest bi kardestiya xwe bike. Xwe ji bo hatina wî amade bikin û ji xerabiyê vegerin!» Ew mirovên ku gunehên xwe li ber Xwedê eşkere kirin, ji aliyê Yûhenna ve di avê de imad bûn. Loma ji Yûhenna re Yûhennayê imadkar hat gotin. Ji xwe imadbûnê nikaribû gunehên mirovan xîş bikirana, lê ew nîşana wê yekê bû ku wan ji dil û can tobe kiriye û bi wî awayî wan xwe ji bo hatina Mesîh amade kiriye ku wî Xilaskarê xwe qebûl bikin.
2

Di nav wan mirovên ku dihatin ba Yûhennayê imadkar de, hem Sadûqî û hem jî Fêrisî hebûn. Ew di wê demê de di nav Cihûyan de du komelên mirovên dîndar bûn. Sadûqî Cihûyên dewlemend bûn û xwe bi serwerên Romayiyan ve girêdabûn. Wan xwe zilamên dîndar hesab dikir û gelek ji wan kahîn bûn, lê wan Nivîsarên Pêxemberan red dikir û digotin ku divê bi tenê Tewrat yanî Şerîeta Mûsa bê qebûlkirin. Fêrisî jî pisporên dîn û diyanetê bûn û xwe ji dil û can dabûn duakirin û rojîgirtinê û gelek xêr didan mirovan. Lê belê perizîna wan jî pûç bû, çimkî wan dixwest ku bi xêr û kirinên xwe yên qenc, yanî bi hewldana xwe li Xwedê xweş bên. Herweha Fêrisiyan hîndariyên xwe bi Peyva Xwedê ya rast re tevlihev dikir û wan, hemûyên din ên ku ne endamên komela wan bûn, kêm didît. Yanî hem Sadûqî û hem jî Fêrisî bi dev diperizîn Xwedê, lê dilê wan dûrî Xwedê bû. Niha em dixwazin bi serhatiya Yûhennayê imadkar berdewam bikin û emê guhê xwe bidinê ka wî çi bersiv da wan pisporên dîn û diyanetê. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî û Sadûqiyan gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên maran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin? Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin. Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake! Ji xwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir. Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê Pîroz û bi êgir imad bike. Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.» Hingê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad bibe. Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin, ma tu têyî ba min?» Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em, hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû. (Metta 3: 7-15) Erê, Yûhennayê imadkar Îsa Mesîh di Çemê Urdunê de imad kir. Belkî hin wê bêjin: Madem ku Îsa bê guneh bû, çima wî ji Yûhenna xwest ku ew bê imadkirin? Rast e, ji bo Îsa Mesîh qet mecbûrî nebû ku ji aliyê Yûhenna ve bihata imadkirin, ji ber ku di tevahiya jiyana wî de sedema tobekirinê peyda nedibû. Yûhenna gunehkar imad kirin, îcar çima Îsa hat ba wî, da ku ew jî imad bibe?

3

Îsa li ser vê yekê çi got? Wî ji Yûhenna re got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Îsa bi imadbûna xwe ne tenê mînakek da me, lê herweha wî kifş kir ku ew hatiye, da ku wek me bijî û di ber me de bimire. Di dawiya vî deriyê sisiyan de, Nivîsarên Pîroz dibêjin: Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.» (Metta 3:16-17) Dostên delal, ew dengê kê bû ku hat bihîstin? Erê, ev dengê Xudan Xwedê bû! Û Xwedê çi got? Xwedê li ser Îsa weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.» Me di bernameyên berê de bihîst ku di Nivîsarên Pîroz de Dawid pêxember û milyaket Cibrayîl ji Mesîh re gotin: Kurê Xwedê. Û niha me bihîst ku Xwedê bi xwe ji Îsa re got: «Ev e Kurê min ê delal.» Çima Xwedê weha got? Wek ku me di bernameyeke xwe ya din de dît, Îsa Kurê Xwedê ye, çimkî ew rasterast ji ezmên hat dinyayê. Li ser vê dinyayê, bavê Îsa tunebû. Xwedê Peyva xwe ya herheyî xist malzaroka keçikekê û bi vî awayî Peyva Xwedê, yanî Îsa, beden stand. Lê li vir em sedemeke din jî dibînin ku ji Îsa re Kurê Xwedê tê gotin: Ew ji hemû mirovan veqetandî ye û ne wek wan e. Îsa di çi û çi de, ne wek zarokên Adem e? Her kesê ku ji dûndana Adem tê, gunehkar e. Di hevênê me hemûyan de guneh heye, lê heçî Îsa ye, ew ne wusa ye. Ew ji guneh bêrî ye. Di tevahiya jiyana xwe de, wî qet tu guneh nekir. Di hatina wî ya dinyayê de têkiliya jin û mêrekî nebû, lê Ruhê Pîroz hebû. Mesîh bû mirov û xasîtiya me stand, lê ew nebû yekî gunehkar. Xasîtiya wî bêkêmahî û paqij û pîroz bû û wusa jî ma. Loma wek ku dilê bav bi zarokekî ku bi ya wî dike, xweş e, dilê Xwedê bi wî xweş bû. Carna tê gotin: Kur wek siya bav e. Yê ku kur bibîne, dizane ku bav çawa ye. Herweha, yê ku Îsa nas bike, wê bizane ku Bav Xwedê çawa ye, çimkî Îsa ji Xwedê hat, da ku cewhera Xwedê, yanî xasîtiya Xwedê nîşanî me bide. Tu kesî tu caran Xwedê nedîtiye, lê Mesîh ew ji me re da zanîn. Di nav mirovan de, Îsa yê tenê ye ku cewhera wî pîroz e, çimkî ew yê tenê ye ku ji Ruhê Xwedê yê Pîroz hatiye. Loma Xwedê şerm nekir û ji ezmên dengê xwe da bihîstin û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»

4

Di wextê ku îro ji me re maye de em dixwazin di Mizgîniya li gor Metta de ji deriyê 4’an bixwînin. Emê bibînin ku piştî imadbûna Îsa, çi çêbû. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Hingê Ruh Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin. Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû û yê ku diceribîne – yanî Îblîs – , hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê bî, ji van keviran re bêje, bila bibin nan.» Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.›» Piştre Îblîs ew bir Bajarê Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê bî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin…›» Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan Xwedayê xwe neceribîne.›» Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.» Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›» Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin. (Metta 4:1-11) Sê caran Îblîs xwest ku Îsa bixapîne û biceribîne, da ku ew guneh bike. Sê caran jî Îsa bi ayetên Peyva Xwedê bersiva wî da. Wek ku Îblîs di baxçê Êdenê de Adem û Hewa ceribandin, wusa jî wî Îsa Mesîh di çolê de ceriband. Lê belê Îsa qet gunehek tenê jî nekir û neket xefika Îblîs. Çima Yê Xerab Îsa ceriband? Bersiv ev e: Îblîs dizanibû ku Îsa bi xwe Xilaskarê pîroz e yê ku ji ezmên hatiye, da ku zarokên Adem ji hêza guneh û ji hêza wî xilas bike. Îblîs ev yek jî dizanibû: Eger Îsa gunehek tenê jî bikira, wiyê nekariya zarokên Adem ji hêza guneh xilas bikirana. Loma nêta Îblîs ew bû ku tengahiyê bide Mesîh û her gav li hember wî bisekine û eger çêbe, wî bixapîne. Lê belê Îsa ji pêşî ve qenc bi nêta Îblîs dizanibû û ji aliyê wî ve qet tiştek qebûl nekir. Erê, Îblîs di ceribandina dê û bavê me Adem û Hewayê bi ser ket, lê di ceribandina Îsayê pîroz de ew qet bi ser neket. Îsa Mesîh tu caran guneh nekir, çimkî Xwedê nikare guneh bike. Erê, kur li bavê xwe tê.
5

Îsa Peyva Xwedê ya zindî û bi hêz bû û ew bû mirov. Xwedê ew şand, da ku ew zarokên Adem ji hêza Îblîs û ji hêza guneh xilas bike. Rast e, ji Mesîh pê ve tu kes tune ku bikare me ji Îblîs û ji gunehan rizgar bike, çimkî ew yê tenê bû ku li hember Îblîs û li hember guneh bi ser ket. Loma Nivîsarên Pîroz dibêjin: Ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmanan hê bilindtir bûyî diviya. Ji wî re nediviya ku ew her roj wek Serokkahînên din, pêşî di ber gunehên xwe de û piştre di ber gunehên gel de goriyan pêşkêş bike. Çimkî çaxê ku xwe bi xwe pêşkêş kir, ev yek bi carekê anî cih. (Îbranî 7:26-27) Dostên delal, em gelek spas dikin ku we qenc guhê xwe da van tiştên girîng. Em hêvîdar in ku hûnê di bernama ku bê de jî bi me re bin. Hingê emê bibihîzin ka çima çend ji şagirtên Yûhennayê imadkar êdî bi wî re negeriyan û li pey Îsa çûn. Bila Xwedê dil û hişê we veke ku hûn mana dersa me ya îro qenc fêm bikin. Niha em bi van gotinên Kitêba Pîroz silavan li we dikin: Îsa Mesîh xuya bû, da ku guneh rake; û li ba wî guneh tune. (Yûhenna I, 3:5)

6