You are on page 1of 3

SERHATIYA ŞAWÛL

Şawûl dibe padîşah
(Samûêl I, 9-11)

Di eşîreta Binyamîn de mirovek hebû, navê wî Kîş bû. Ew mêrxasekî bi zirav bû. Kurekî wî
yê xort û xweşlaw hebû, navê wî Şawûl bû. Di nav gelê Îsraêl de xortekî ji wî çelengtir nebû;
ji milê xwe bi jor ve ser hemû gel diket.
Rojekê Xwedê ji Samûêl pêxember re got: «Sibe di vî wextî de ezê ji herêma Binyamîn
zilamekî bişînim ba te; wî li ser gelê min Îsraêl mesh bike. Ewê gelê min ji destê dijminan
xilas bike. Çimkî min li hal û rewşa gelê xwe nêrî û hawara wan gihîşt ba min.»
Dotira rojê, çaxê Samûêl Şawûl dît, Xudan ji wî re got: «Va ye, ew zilamê ku min li ser wî
ji te re gotiye, ev e! Ev wê hukumdariyê li ser gelê min bike.»
Samûêl jî rahişt firaxa xwe ya rûn û bi serê wî de rijand, ew ramûsa û got: «Xudan tu li ser
mîrasa xwe mesh kirî, da ku tu bibî rêberê gelê wî.»
Piştî vê yekê, Samûêl gelê Îsraêl li Mîtspayê li ber Xudan kom kir û ji wan re got: «Xudan
Xwedayê Îsraêl weha dibêje: ‹Ji Misrê min Îsraêl derxist; ji destê Misriyan û ji destê hemû
padîşahiyên ku hûn dan tengiyê, min hûn azad kirin.›
Lê belê we îro ew Xwedayê xwe yê ku hûn ji hemû bela û tengahiyên we xilas kirine, red
kir û ji wî re got: ‹Padîşahekî deyne ser me.› Îcar niha li gor eşîret û bavikên xwe, li ber
Xudan rawestin.»
Û Samûêl hemû eşîretên Îsraêl anîn pêş û pişk li eşîreta Binyamîn ket. Wî eşîreta Binyamîn
li gor malbatên eşîretê anî pêş û pişk li malbata Matriyan ket. Îcar pişk li kurê Kîş Şawûl ket,
lê çaxê li wî geriyan, ew xuya nebû. Wan careke din ji Xudan pirsî: «Ma hê kesekî din ê ku bê
vir heye?»
Xudan got: «Va ye, wî xwe di nav pergalan de veşartiye.»
Îcar ew bezîn çûn, ew ji wir anîn û çaxê ew di nav gel de rawesta, ew ji milê xwe bi jor ve
ser hemû gel diket.
Hingê Samûêl ji tevahiya gel re got: «We ew zilamê ku Xudan bijartiye, dît? Di nav
tevahiya gel de hemberê wî tune.»
Û tevahiya gel kir qîrîn û gotin: «Bijî padîşah!»
Piştî vê yekê Samûêl rêz û tertîbên padîşahtiyê ji gel re got û di kitêbê de nivîsî û kitêb danî
Perestgeha Xudan.
Lê belê hin mirovên bêkêr hebûn, digotin: «Ma ew zilam çawa wê me rizgar bike?» Lê
Şawûl guh neda wan û tiştek negot.

***

Piştî demekê padîşahê Amoniyan Nahaş li hember gelê Îsraêl derket û ordîgeha xwe li ber
bajarê Yabêşê danî û li dora wî girt. Xelkê Yabêşê jê re got: «Ji me re sond bixwe ku tu me sax
bihêlî û emê xwe teslîmî te bikin.»
Nahaş ji wan re got: «Şertê min ev e: Ezê çavê rastê yê we hemûyan derxim, da ku ji gelê
Îsraêl re bibe şerm.»
Li ser vê yekê rihspiyên bajêr gotin: «Heft rojan bide me, ku em qasidan bişînin Îsraêl û
eger yekî ku me xilas bike tunebe, hingê emê xwe teslîmî te bikin.»
Nahaş qebûl kir û qasid derketin, hatin bajarê Şawûl û wan mesele ji gel re got. Çaxê xelkê
bihîst, hemû bi dengekî bilind giriyan.
Şawûl li pey gayên xwe ji zeviya xwe vedigeriya û pirsî: «Çima ew hemû digirîn?»

1
Wan jê re got û çaxê wî bihîst, Ruhê Xwedê bi hêz hat ser wî û hêrsa wî rabû. Wî cotek ga
perçe perçe kir û bi destê qasidan şandin hemû herêmên Îsraêl. Qasidan li her derê digot: «Her
kî ku li pey Şawûl û li pey Samûêl dernekeve, gayên wî jî wusa wê bên perçe perçe kirin.»
Tirsa Xwedê ket ser gel û ew hemû bi hev re derketin ba Şawûl û Samûêl. Wan ji qasidên
bajarê Yabêşê re got: «Sibe gava roj germ bibe, hûnê rizgar bibin.»
Gava qasidan ev yek ji xelkê Yabêşê re got, hemû şa bûn. Wan ji Nahaş re got: «Sibe emê
xwe teslîmî we bikin û hûn çi bixwazin, bi me bikin.»
Dotira rojê, Şawûl zilam kirin sê birr û li ber destê sibehî ket nav ordîgeha Amoniyan û heta
nîvro li wan xistin û ji wan ên ku reviyan, dido bi hev re neman.
Piştî vê yekê, xelkê got: «Ew kî ne, yên ku digotin: ‹Ma bi rastî Şawûl wê li ser me bibe
padîşah?› Wan bînin vir û emê wan bikujin!»
Lê belê Şawûl got: «Îro tu kes neyê kuştin, çimkî Xudan îro gelê xwe rizgar kir.»

Şawûl li gor emrê Xwedê nake – Amalekî
(Samûêl I, 13 + 15)

Piştî demekê Filistînî kom bûn ku bi Îsraêl re şer bikin; sê hezar erebeyên şer û şeş hezar
siwar û wek seylaka ber lêva deryayê gelek leşker derketin û ordîgeh danîn. Çaxê Îsraêliyan
dît ku ew di talûkê de ne, wan xwe di şkeftan û di nav deviyan de, di latan û di celx û çalan de
veşart. Şawûl hê li Gîlgalê bû û hemû gel di pey wî de, dilerizî.
Samûêl ji Şawûl re gotibû, ku li benda wî bimîne û Şawûl li gor wî wextê ku Samûêl kifş
kiribû, heft rojan li benda wî ma, lê belê Samûêl nehat Gîlgalê. Û leşker ji ba Şawûl diçûn.
Hingê wî got: «Heywanên ji bo goriya şewitandinê û ji bo pêşkêşên aştiyê ji min re bînin.»
Û wî goriya şewitandinê pêşkêş kir.
Tam gava ku wî pêşkêşkirina goriyê xilas kir, Samûêl hat. Şawûl çû pêşiya wî ku silavê
bideyê.
Lê Samûêl got: «Te çi kir?»
Şawûl got: «Çaxê min dît ku leşker ji dora min diçin û di roja kifşkirî de tu nehatî û Filistînî
civiyan, min got: ‹Niha Filistînî wê êrîşî me bikin, lê min kerema Xudan hê nexwestibû.›
Loma min zor li xwe kir, min goriya şewitandinê pêşkêş kir.»
Lê Samûêl ji Şawûl re got: «Te bêaqilî kir. Te ew emrê ku Xudan Xwedayê te li te kiribû
negirt; eger te bigirta, wiyê padîşahtiya te ji bo her û her qayîm bikira. Lê niha padîşahtiya te
ji te re namîne. Xudan ji bo xwe li zilamekî li gor dilê xwe geriya û Xudan ew danî ser gelê
xwe ku bibe rêber; çimkî te emrê Xudan negirt.»

***

Careke din Samûêl hat ba Şawûl û jê re got: «Xwedê ez şandibûm ku ez te mesh bikim,
bikim padîşahê gelê wî. Niha guhê xwe bide gotinên wî:
‹Xudanê ordiyan weha dibêje: Min tiştê ku gelê Amalekiyan li gelê min kir, ji bîr nekir.
Çaxê ew ji Misrê derketin, wan riya gelê min birî û li hember wan rabûn, şer kirin. Niha here,
bi Amalekiyan re şer bike û yek ji wan mirovên sûcdar an heywanên wan qet nehêle.
Hemûyan bikuje.›»
Şawûl gazî leşkerên xwe kir û derket, çû ba paytextê Amalekiyan. Wî ji gelê Keniyan re
got: «Ji nav Amalekiyan derkevin, nebe ku hûn bi wan re bên kuştin. Çimkî çaxê gelê me ji
Misrê derket, we qencî li wan kir.» Hingê Kenî ji herêma Amalekiyan derketin.
Piştre Şawûl êrîşî Amalekiyan kir û li wan xist. Wan, hemû gelê Amalekiyan dan ber devê
şûr û ew bi tevahî qir kirin. Lê belê Şawûl û leşkerên wî padîşahê Amalekiyan Agag girtin û

2
ew nekuştin û ji pez û dewaran jî yên qenc û qelew nekuştin; bi tenê tiştên lawaz û bêqîmet
qir kirin.
Li ser vê yekê peyva Xudan ji Samûêl re hat û Xwedê jê re got: «Ez poşman im ku min
Şawûl kir padîşah. Ew êdî ji min dûr ket û wî li gor emrên min nekir.»
Çaxê ku Samûêl ev bihîst, ew gelek aciz bû û tevahiya şevê li ber Xudan dua dikir.
Dotira rojê ew sibê zû rabû, çû ku Şawûl bibîne û hat bajarokê Gîlgalê.
Şawûl jê re got: «Xwedê te pîroz bike. Min emrê Xwedê pêk anî.»
Lê Samûêl got: «Madem ku wusa ye, ev çi qarîna miyan û qorîna dewaran e, tê guhên
min?»
Şawûl got: «Xelkên min ew anîn. Wan pez û dewarên herî qenc parastin, da ku wan ji
Xwedayê te Xudan re bikin gorî. Her tiştê din me qir kir.»
Samûêl jê re got: «Bisekine û guhê xwe bide wan gotinên ku Xudan şeva din ji min re
gotin.»
Wî jî got: «Bêje.»
Samûêl got: «Ma tu nebûyî serokê eşîretên Îsraêl î? Rast e, te xwe hêja nedît, lê Xudan tu
mesh kirî û tu li ser Îsraêl kirî padîşah.
Xudan tu şandî û ji te re got: ‹Here, wan mirovên xerab, Amalekiyan qir bike.› Çima te li
gor emrê Xwedê nekir? Çima te destê xwe dirêjî malê talanbûyî kir? Te di çavê Xwedê de
tiştê xerab kir.»
Şawûl jê re got: «Min li gor emrê Xwedê kir. Ez derketim û min bi Amalekiyan re şer kir û
ew qir kirin. Min padîşahê wan girt û anî vir. Xelkê min ji talanî pez û dewarên herî qenc anîn
vir, da ku wan ji Xudanê te re bikin gorî.»
Lê belê Samûêl jê re got: «Tu çawa difikirî:
Ma Xudan wek ku ji guhdarîkirina peyva xwe hez dike, ji gorî û pêşkêşan hez dike?
Va ye, îtaetkirin ji qurbanê û guhdarîkirin ji bezê beranan çêtir e.
Çimkî serîhildan wek sêrbaziyê ye û serhişkî wek pûtperestî ye.
Ji ber ku te emrê Xwedê red kir, wî jî tu red kirî ku êdî tu nikarî padîşah bimînî.»
Li ser vê yekê Şawûl ji Samûêl re got: «Min guneh kir. Min guhê xwe neda emrê Xudan û
peyvên te. Ez ji xelkê tirsiyam û min guhê xwe da dengê wan. Ez rica dikim, li gunehê min
bibihûre û bi min re vegere ku ez biperizim Xudan.»
Lê belê Samûêl got: «Ez bi te re venagerim, çimkî te emrê Xwedê red kir û wî tu red kir ku
êdî tu nikarî padîşah bimînî.»
Û çaxê Samûêl zivirî ku here, Şawûl bi kirasê wî girt û kiras çiriya. Hingê Samûêl jê re got:
«Îro Xudan padîşahiya gelê Îsraêl ji ser te çirand û ew daye yekî ku ji te qenctir e. Xwedê
derewan nake, ne jî poşman dibe. Ew ne mirov e ku poşman bibe.»
Şawûl got: «Min guneh kir; lê ez hêvî dikim, li ber rîspiyên gel û li ber Îsraêl hurmetê ji
min re bike; bi min re vegere, da ku ez biperizim Xudan.»
Û Samûêl bi wî re vegeriya û Şawûl perezî Xudan.
Di wê rojê de Samûêl li ber Xudan padîşahê Amalekiyan Agag kuşt. Hingê ew vegeriya
Ramayê mala xwe û Şawûl çû Gîbeyayê mala xwe.
Ji wê rojê û heta ku mir, Samûêl careke din neçû ba Şawûl û wî careke din ew nedît.

www.erf.de/mizgini

3