You are on page 1of 24

PLANA XWEDÊ

Tarîxa Karên Xwedê

Pêşgotin

Gelo Xwedayê Afirandar dipeyive? Ma ew xema me dixwe?


Ma em dikarin wî nas bikin? Erê, ew peyivî û peyva wî hîn
dike ku em çawa dikarin wî nas bikin.
Beriya sê hezar û pênc sed salan Xwedê dest pê kir peyvên
xwe da nivîsandin. Û di nav hezar û şeş sed salî de li dor çil
mirovan peyvên Xwedê nivîsîn.
«Tewrat», «Zebûr» û «Kitêbên Pêxemberan» pêşî li ser
çerm hatin nivîsîn û niha ew hemû bi Încîlê ve di «Kitêba
Pîroz» de berhevkirî ne.
Kitêba Pîroz li ser Xwedê û li ser hezkirina wî ya ji bo her
mirovî dibêje.

AFIRANDINA ERD Û EZMÊN


Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. Destpêkirin 1

Erd bêkes û virt û vala bû, tenê av û taristanî hebû.


Ruhê Xwedê li ser avê digeriya.
Xwedê got: «Bila ronahî çêbe.» Û ronahî çêbû. Xwedê dît ku
ronahî qenc e. Wî ew ji tariyê veqetand, navê ronahiyê «Roj»
û yê tariyê «Şev» danî.
Bû êvar û bû sibeh - roja pêşî.
Xwedê got: «Bila qubek hebe ku ava li jêr ji ya jor
veqetîne.» Û Xwedê navê qubê «Ezman» danî.
Bû êvar û bû sibeh, ev roja diduyan bû.
Xwedê got: «Bila ava di bin ezmên de li cihekî bicive û axa
zuwa bê dîtin.» Û ev weha çêbû. Xwedê navê axa zuwa «Erd»
û navê ava civiyayî «Derya» danî. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê got: «Bila erd şînayiyê bide, giyayên ku tov didin û
darên bi tov.» Û ev weha çêbû. Xwedê dît ku ev qenc e.
Bû êvar û bû sibeh, ev roja sisiyan bû.
Xwedê got: «Bila di quba ezmên de ronahî hebin û ji bo roj,
meh û demsalan bibin nîşan.»
Xwedê du ronahî afirandin, da roj serweriya rojê û heyv ya
şevê bike. Û wî stêr jî afirandin. Wî ew hemû xistin ezmên, da
ku ronahiyê bidin dinyayê. Xwedê dît ku ev qenc e.
Bû êvar û bû sibeh, ev roja çaran bû.
Xwedê got: «Bila av ji afirînên jîndar tije bibe û bila li ezmên
teyr bifirin.»
Wî hûtên mezin û hemû afirînên deryayê û hemû teyr li gor
cûreyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e, ew bereket
kirin û got: «Berdar bin û zêde bibin.»
Bû êvar û bû sibeh, ev roja pêncan bû.
Xwedê got: «Bila erd heywanên cûr bi cûr derxe.»
Û wî heywan, dewar û yên ku li ser erdê dişêlin afirandin.
Xwedê dît ku ev qenc e.
Hingê Xwedê got: «Em di sûretê xwe de û mîna xwe mirov
çêkin.»
Xwedê ji axa erdê mirov afirand. Û bîhna jiyanê pif kir pozê
wî û mirov bû afirînekî jîndar. Xwedê mirov, jin û mêr, di
sûretê xwe de afirandin. Wî navê mirovê pêşî «Adem» danî û
Adem navê jinê «Hawa» danî.
Xwedê got: «Mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde, bi jina xwe
re bibe yek û ewê bibin bedenek.»
Adem û Hawa tazî bûn û şerma wan nebû.
Xwedê her tiştê ku çêkiribû dît, her tişt gelek qenc bû.
Bû êvar û bû sibeh, ev roja şeşan bû.
Weha erd û ezman afirîn.
Roja heftan Xwedê ji hemû karên xwe bîhna xwe vekir û ew
roj pîroz kir.
Xudan Xwedê li aliyê rojhilatê, di Êdenê de baxçeyek çand û Destpêkirin 2
tê de darên bedew bi fêkiyên xweş çandin. Li navendê du
darên din hebûn: «Dara Jiyanê» û «Dara zanîna qencî û
xerabiyê».
Xwedê mirov danî baxçe ku wî biçîne û lê bibe xweyî.
Û Xwedê li mirov emir kir, got: «Tu dikarî ji her dara baxçe
bixwî, lê ji ‹Dara zanîna qencî û xerabiyê› nexwe. Gava tu jê
bixwî, eseh tê bimirî.»
Xwedê pirr ji Adem û Hawa hez kir û ji bo jiyaneke baş çi
lazim bû, da wan. Xwedê azadiya bijartinê jî da wan.
Xwedê fersend da mirovên pêşî ku vê destûrê bi şehrezayî bi
kar bînin. Wî dixwest ku Adem û Hawa siyaneta wî bigirin û li
gor emrê wî bikin û tenê ji berê darekê nexwin.
Her tişt gelek xweş û baş bû, da ku mirov di aştî û
bextewariyê de bijiya. Diviya Adem û Hawa li şehrezayiya
Xwedê ewle bibûna û rûmet bidana wî. Diviya wan ji bo
azadiya xwe, xwe bextewar bidîtana.
Lê çaxê yek ya xelet hilbijêre, hingê xerabî pê re tê.
Hê berî afirandina mirov, Xwedê azadiya bijartinê dabû
milyaketan jî. Xwedê dixwest ku milyaket jî siyaneta wî
bigirin. Piraniya milyaketan bijart ku li pey Xwedê herin û
2 Petrûs 2:4
daxwaza wî pêk bînin. Evên ha alî mirovan dikin. Lê hin
milyaketan xeletî hilbijart. Wan hezkirina Xwedê red kir û li
pey milyaketê serhildêr, Îblîs çûn û ketin bin rêberiya wî. Îşaya 14:13-14
Berê ew li ba Xwedê bû, lê ji ber pozbilindî û quretiya xwe, ji
rewş û rûmeta xwe ket. Çimkî ew li hember Xwedê rabû û wî
got: «Ezê textê xwe deynim ser stêran û xwe bikim wek
Xwedê.»
Ew «Yê Xerab» tê gotin, mirovan dixapîne û ew wê perizîna
ku bi tenê ji Xwedê re ye, dixwaze. Carna ew xwe dixe şiklê 2 Korîntî 11:14
milyaketên ronahiyê û bi derewên xwe mirovan ji rê derdixe,
cefayê dide wan û wan helak dike. Lê Xwedê dîwana wî kir û
got: «Agirê dojehê her û her wê cihê te be.»
Di baxçê Êdenê yê xweş de, Îblîs di şiklê mar de hat ba Destpêkirin 3
Hewa. Mar ji hemû afirînên ser erdê, yê herî hîlebaz bû. Wî ji
Hawa re got: «Ma bi rastî jî Xwedê gotiye ku divê hûn ji fêkiyê
hin darên baxçe nexwin?»
Hawa got: «Em dikarin ji fêkiyê hemû darên baxçe bixwin, lê
heçî dara ku li navenda baxçe ye, Xwedê gotiye: ‹Ji fêkiyê wê
nexwin û dest nedinê, da ku hûn nemirin.›»
Lê mar jê re got: «Hûn qet namirin. Xwedê dizane, roja ku
hûn jê bixwin, çavên we wê vebin û di zanîna qencî û
xerabiyê de hûnê bibin wek wî.»
Kitêba Pîroz dibêje ku Îblîs «bavê derewan» e. Erê, wî Hawa Yûhenna 8:44
xapand û li ser Xwedê rast negot.
Jinikê dît ku dar ji bo xwarinê qenc e, li çavan xweş tê û Destpêkirin 3
dikare fêmdariyê bide wê; wê fêkî jêkir, xwar û da mêrê xwe
Ademê ku li ba wê bû û wî jî xwar. Di cih de çavên wan vebûn
û ew bi mana ruhanî mirin. Wan dît ku tazî ne. Wan pelên
dara hêjîrê kirin berkûşk û li xwe kirin.
Çaxê wan dengê Xwedê bihîst, gava ku di nav baxçe de
digeriya, xwe ji ber Xwedê veşartin.
Ji ber ku ew ne li peyva Xwedê, lê li aqilê xwe ewle bûn, wan
guneh kir û bi mana ruhanî mirin û weha têkiliya xwe ya bi
Xwedê re winda kirin.
Xwedê gazî Adem kir û got: «Tu li ku derê yî?»
Adem jê re got: «Gava min dengê te bihîst, ez tirsiyam,
çimkî ez tazî bûm û min xwe veşart.»
Xwedê jê re got: «Kê ji te re got ku tu tazî yî? Ma te ji wê
dara ku min emir li te kiribû ku tu jê nexwî, xwar?»
Adem got: «Jina ku te daye min, ji fêkiyê wê da min û min jî
xwar.»
Xwedê ji jinikê re got: «Ev çi ye ku te kir?»
Jinikê got: «Mar ez xapandim û min xwar.»
Hingê Xwedê ji mar re got: «Ji ber ku te ev yek kir, di nav
hemû heywanan de yê nifir li ser te be! Tê li ser zikê xwe
bişêlî û axê bixwî. Ezê dijminahiyê deynim nav te û jinê û yek
ji dûndana wê, wê serê te biperçiqîne.»
Li vir Xwedê cara pêşî kifş kir ku ewê Xilaskar bişîne; ewê ji
jinê bê û wê Îblîs bindest bike.
Xwedê ji jinê re got: «Ezê êşa te ya zarokanînê pir zêde Destpêkirin 3
bikim û mêrê te wê bibe serwerê te.»
Ji Adem re jî got: «Ji ber ku te guh da peyva jina xwe û te ji
wê darê xwar, ax ji rûyê te ket bin nifirê. Di hemû rojên
jiyana xwe de tê bi zehmet nanê xwe jê bixwî. Ax wê stirî û
diriyan ji te re derxe. Tê bi xwihdana eniya xwe nên bixwî,
heta ku tu vegerî wê axa ku tu jê hatiyî standin.»
Pelên dara hêjîrê nikaribûn tazîbûna Adem û Hawa
binixamtana. Îcar Xwedê ji çêrmê heywanekê ji wan re cil
çêkirin û li wan kir.
Weha bi destê Adem guneh û mirin ket dinyayê.
Hê berî afirandina dinyayê plana Xwedê ev bû ku ji bo 1 Yûhenna 3:4
afûbûna guneh goriyeke bêsûc bê dayîn. Wî dizanibû ku
mirov wê rêberiya wî red bikin û ew bi xwe wê bibin xweyê
jiyana xwe û bi ser nakevin. Xwedê ji vê neguhdariyê re
dibêje «guneh».
Lê plana hezkirina Xwedê ev bû ku Xilaskar bişîne, ku bibe 1 Yûhenna 4:9
gorî û weha her kesê ku bixwaze, afûbûnê bistîne.
Piştre Xwedê Adem û Hawa ji baxçê Êdenê derxistin; wî Destpêkirin 3
milyaket, yanî xêrûb, li rojhilata baxçe danîn û li wan emir kir
ku ew bi şûrên agirî riya «Dara Jiyanê» biparêzin.
Ji ber gunehê Adem hemû mirov bûn mirindar. Lê ji aliyê Romayî 15:21
Xwedê ve hêvî heye.

HABÎL Û QAYÎN

Jina Adem, Hawa bi zaro bû, kurek anî û got: «Min bi saya Destpêkirin 4
Xwedê mirovek bi dest xist.» Û wê navê kurik Qayîn danî.
Hawa kurekî din jî anî û navê wî Habîl danî. Ew mezin bû û
bû şivan. Lê Qayîn bû cotkar.
Piştî demekê Qayîn ji berê erdê diyarî ji Xwedê re pêşkêş kir.
Habîl jî pez anî. Xudan pêşkêşa Habîl qebûl kir, lê li ya Qayîn
nenêrî. Qayîn gelek hêrs ket û rûyê xwe tirş kir. Lê Xwedê jê
re got: «Çima tu hêrs ketiyî û te rûyê xwe tirş kir?»
Xwedê gunehê Qayîn jê re got û da fêmkirin ku divê ew bê
afûkirin. Pelên dara hêjîrê nikaribûn tazîbûn û gunehê Adem
û Hawayê veşêrin, weha jî pêşkêşa bê xwîn qet nikare
gunehan bibexşîne.
Qayîn li gor xwestina Xwedê neperizî wî, guhê xwe neda wî Îbranî 11:4
û tobe nekir. Peyva Xwedê dibêje ku Habîl bi pêşkêşa xwe
baweriya xwe ya rast kifş kir, lê Qayîn wusa nekir.
Di Kitêba Pîroz de Xwedê dibêje ku bê rijandina xwîna goriyê Îbranî 9:22
afûbûna guneh tune.
Qayîn ne tenê li hember Xwedê neguhdarî kir, lê li hember Destpêkirin 4
birayê xwe jî guneh kir:
Çaxê ew li çolê bûn, ew rabû û birayê xwe kuşt.
Xwedê ji Qayîn re got: «Birayê te li ku derê ye?»
Qayîn got: «Ez nizanim. Ma ez berevanê birayê xwe me?»
Xwedê got: «Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. Tu
li ser axa ku xwîna birayê te ji destê te stand, ketî bin nifirê.»
Paşê Qayîn ji ber rûyê Xwedê derket. Ji neguhdariya wî,
mêrkujiya pêşî derket. Lê Xwedê Adem û Hawa pîroz kirin û
kur û keçên din dan wan.

TOFANA NÛH

Piştî gelek salan dinya bi dûndana Adem û Hawayê tije bû. Destpêkirin 6
Xwedê dît ku bi gunehên mirovan dinya tije xerabî bûye.
Fikrên dilê wan û hişê wan her gav li ser xerabiyê bû. Xwedê
xemgîn bû û got: «Ezê van mirovên ku min afirandine ji ser
rûyê erdê rakim.»
Lê Nûh di çavê Xwedê de kerem dît. Ew mirovekî rast û
bêkêmahî bû û bi ya Xwedê dikir.
Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hatiye, çimkî
dinya bi neheqiyên wan tije bûye; ezê mirov û hemû
heywanan helak bikim. Lê tu ji xwe re gemiyekê çêke û tê de
odeyan çêke. Ji derve û hundir ve wê zift bike. Gemî wê sed û
pêncî metre dirêj, bîst û pênc metre fireh û panzdeh metre
bilind be; derî jî çêke. Bi tenê tu, jina te, her sê kurên te û
jinên wan, hûnê bikevin gemiyê. Ji her cûreyê heywanan jî
cot cot nêr û mê bixin gemiyê, lê ji heywanên paqij heft-heft
bixinê.»
Çaxê ku Nûh gemî çêdikir, ji mirovan re digot: «Li Xwedê 2 Petrûs 2:5
vegerin, belkî ew li we bê rehmê û hûn winda nebin.» Lê wan
tinazên xwe bi Nûh dikirin.
Nûh bi mala xwe ve bawerî bi Xwedê anî û çaxê Xwedê got, Destpêkirin 7
ew ketin gemiyê û Xwedê bi xwe derî girt. Paşê Xwedê çil şev
û çil rojan baran barand, li ser dinyayê av bilind bû, ava
binerd da der û av hat heta gihîşt gemiya Nûh û gemî ser avê
ket.
Av ewqas bilind bû ku çiyayên herî bilind jî hatin
nixumandin. Li ser dinyayê hemû afirîn xeniqîn. Mirov,
heywan, yên ku dişêlin, teyrik û hemû tiştên jîndar qir bûn.
Av sed û pêncî rojan li ser erdê bilind bû.
Lê Xwedê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn xweyî Destpêkirin 8
kirin.
Paşê Xwedê li ser erdê bayek rakir û av nizim bû. Hêdî hêdî
av kêm bû û gemiya Nûh danî ser çiyayên Araratê. Şînayî
careke din derket.
Xwedê ji Nûh re got: «Tu û hemû yên ku bi te re ne ji
gemiyê derkevin.» Ew jî derketin û Nûh ji keviran gorîgehek
çêkir û ji Xwedê re gorî pêşkêş kir.
Xwedê Nûh û kurên wî pîroz kir û got: «Berdar bin, zêde Destpêkirin 9
bibin û dinyayê tije bikin. Û bi şînayiyê re ez heywanan jî
didim we, ewê ji we re bibin xwarin. Lê kî ku mirov bikuje,
jiyana wî wê jê bê standin, çimkî mirov di sûretê Xwedê de
afirandiye.»
Û Xwedê got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re
girêdidim. Êdî ez tu caran bi tofanê qira mirovan û heywanan
naynim. Ezê keskesora xwe deynim ser ewran, da ku bibe
nîşana peymanê. Çaxê ez li ser dinyayê baranê bibarînim, ezê
keskesorê bibînim û peymana xwe bînim bîra xwe.»

BIRCA BABÎLÊ

Piştî Nûh, çend qern derbas bûn, lê li ser dinyayê hê ziman Destpêkirin 11
yek bû. Mirov hatin deşta Şînarê li Rojhilata Navîn û li wir cî-
war bûn.
Wan ji hevdû re got: «Werin, em ji bo xwe bajarekî û bircekê
çêkin ku serê wê bigihîje ezmên û em nav û dengê xwe
derxin, da ku em li dinyayê belav nebin.»
Ev yek tam li hember emrê Xwedê bû ku gotibû: «Berdar bin
û dinyayê tije bikin.»
Birca ku wan çêkir, ji bo perizîna rojê, heyvê û stêran bû; ew
ji Xwedê zêdetir diperizîn wan tiştan.
Xwedê ji jor li birca ku mirovan çêdikir nêrî û got: «Ew Destpêkirin 11
miletek in û zimanê wan hemûyan yek e. Tiştên ku goman
kirine wê çêkin û tiştek ji wan re nabe asteng. Werin em herin
jêr û zimanê wan tevlihev bikin, ku hevdû fêm nekin.»
Îcar Xudan zimanê wan tevlihev kir û çêkirina bajêr da
sekinandin.
Loma navê bajêr Babîl yanî «tevlihevî» hat gotin; çimkî
Xwedê li wir ziman zehf kirin, wusa ku mirov li dinyayê belav
bûn.
PÊŞDEHATINA MILETAN: JI BIRAHÎM HETA ÛSIV

Çar sed sal piştî tofanê, Xwedê li Rojhilata Navîn, li bajarê Ûr Destpêkirin
li Avram, yanî li Birahîm xuya bû û jê re got: «Rabe, ji welatê 11:27-32
xwe û ji nav mirovên xwe derkeve û here wî welatê ku ezê Destpêkirin 12
nîşanî te bidim. Ezê te bikim miletekî mezin û ezê te bereket
bikim. Yê ku te pîroz bike, ezê wî pîroz bikim û yê ku nifiran li
te bike, nifir wê li ser wî be. Û hemû milet wê bi te bên
pîrozkirin.»
Wek ku Xwedê ji Avram re gotibû, ew wusa çû. Ew ket rê, çû Destpêkirin 15
gihîşt welatê Kenanê. Dîsa Xudan li Avram xuya bû û got:
«Ezê vî welatî bidim dûndana te. Li ezmên binêre û eger tu
bikarî, stêran bijimêre; weha dûndana te jî nayê hijmartin.»
Hingê hê zarokên Avram û Sarayê tune bûn. Lê Avram ji
Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin.
Avram got: «Xudan, ezê çawa bizanim ku ev welat wê bibe
yê min?»
Xwedê lê vegerand: «Qenc bizane ku dûndana te wê di
welatekî din de bibe xerîb û çar sed salan zordestî wê li wan
bê kirin. Wê wan bikin kole, lê ezê dîwana wan zordaran
bikim. Piştî wê yekê dûndana te wê bi heyîneke mezin
derkeve û nifşê çaran wê vegere vî welatî.»
Lê jina Avram Sarayê jê re zarok neanîn û pîr bû jî. Loma wê Destpêkirin 16
ji Avram re got: «Here ba Hacera cêriya min a Misirî, da ku ji
wê ji min re zarok çêbin.» Avram razî bû.
Îcar Hacerê jê re kurek anî, navê wî kir Simayîl.
Erê, Birahîm ji Xudan hez dikir, lê dîsa baweriya wî ya ku
Xwedê wê ji Sarayê kurek bida wî sist bû.
Piştî sêzdeh salan, çaxê Avram not û neh salî bû, Xwedê dîsa Destpêkirin 17
lê xuya bû û got:
«Ez Xwedayê Karîndar im, di riya min de here. Ezê navê te
yê nû ‹Birahîm› deynim, yanî: ‹Bavê elaletan›. Û navê
Sarayê wê bibe ‹Sara›, yanî: ‹Şahbanû›. Ezê wê bereket
bikim û ji wê kurekî bidim te. Sara wê bibe diya netewan.»
Birahîm hêvî ji Xwedê kir û got: «Xwezî Simayîl li ber te
bijiya!»
Xwedê lê vegerand û got: «Ji bo xatirê te ezê Simayîl
bereket bikim û dûndana wî pirr zêde bikim, ezê wî bikim
miletekî mezin.»
Xwedê soza xwe anî sêrî. Ji Simayîl miletên Ereban rakir. Destpêkirin
25:12-18
Hingê Xwedê got: «Ezê peymana xwe ya herheyî bi kurê Destpêkirin
Sarê Îshaq re û bi dûndana wî re girêdim.» 17:19
Sara jî bi zaro bû, ji Birahîm re kurek anî û navê wî Îshaq Destpêkirin 21
danîn.
Çaxê Îshaq mezin bû, Xudan xwest ku baweriya Birahîm kifş Destpêkirin 22
bibe. Wî jê re got: «Birahîm! Birahîm!»
Wî got: «Va me ez.»
Xwedê got: «Kurê xwe Îshaq yê hezkirî û tenê, bibe û here
welatê Moriyayê û li ser çiyayekî ku ezê bêjim te, wî ji min re
bike gorî.»
Sibê zû Birahîm rabû û wek ku Xwedê jê re gotibû, kurê xwe
Îshaq bir û çû. Piştî sê rojan wî ji dûr ve ew dera ku Xwedê
gotibû, dît. Birahîm êzingên ji bo goriya şewitandinê danîn ser
milê Îshaq. Wî bi xwe jî agir û kêr hildan û herdu bi hev re
hilkişiyan çiyê.
Îshaq ji bavê xwe pirsî û got: «Bavo, vane agir û êzing; lê
berxê goriyê li ku derê ye?»
Birahîm got: «Lawo, Xwedê bi xwe wê berxê goriyê peyda
bike.» Û ew bi hev re hilkişiyan wî cihê ku Xwedê ji Birahîm re
gotibû. Li wir wî gorîgehek çêkir, êzing li ser nijinandin, Îshaq
girêda û danî ser êzingan.
Birahîm kêra xwe kişand, ku kurê xwe serjêke, lê milyaketê
Xudan ji ezmên gazî wî kir û got: «Birahîm! Birahîm!»
Wî lê vegerand: «Va me ez.»
Milyaket jê re got: «Destê xwe dirêjî kurik neke û ziyanê
nede wî. Niha ez dizanim ku tu ji Xwedê ditirsî û te kurê xwe
yê yekta ji ber wî venegirt.»
Birahîm serê xwe bilind kir û dît ku li pişt wî di nav deviyê de
beranek bi strûhên xwe hatiye girtin. Birahîm beran hilda û ji
dêla kurê xwe ve serjêkir û şewitand.
Kitêba Pîroz dibêje ku Birahîm ji soza Xwedê piştrast bû û Îbranî 11:17-19
bawer dikir ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake.
Xwedê ji Birahîm re got: «Ezê te bereket bikim û dûndana te
pirr zêde bikim û wan bikim wek stêrên ezmên. Bi dûndana
te, hemû milet wê pîroz bibin, çimkî te guh da gotina min.»
Çaxê Birahîm ev bihîst, ew şa bû: Xilaskarê ku di baxçê Yûhenna 8:56
Êdenê de hatibû sozdan, wê ji dûndana wî buya.
Ew tiştê ku Birahîm kir, mînaka wê yekê bû ku Bavê ezmanî
wê rojekê Kurê xwe yê yekta ji bo hemû mirovan bikira gorî.
Îshaq mezin dibû û bû bavê du kurên cêwî, Esaw û Aqûb. Destpêkirin
Xwedê navê Aqûb guhert, kir Îsraêl. Xwedê ew bijart, da ku bi 25:19
dûndana wî, soza xwe bîne serî. Destpêkirin
32:28
Diwanzdeh kurên Aqûb hebûn. Yek ji wan, Ûsiv, bi destê Destpêkirin 37-
birayên xwe bi koletî hat firotin. Lê piştî demekê ew bi alîkarî 41
û rehma Xwedê li Misrê bû wezîrê Firewn.
Di dilê Ûsiv de tirsa Xwedê hebû. Ew li birayên xwe bihûrt û Destpêkirin 47-
wî ew hemû anîn Misrê, da ku li wir bijîn û ji xelayê xilas 50
bibin.
Bi wî awayî mala Aqûb, yanî gelê Îsraêl, hatin Misrê. Tam
wek ku Xwedê ji Birahîm re gotibû, ew hatin wî cihê ku wê lê
bibûna bindest.

DERKETIN

Dûndana Îsraêl tev, li Misrê zêde bû. Hingê Firewnekî nû yê Derketin 1


ku nizanibû Ûsiv kî bû, ji Misriyan re got: «Gelê Îsraêl ji me
zêdetir û bi qewettir e. Divê em şehreza bin, nebe ku ji nişkê
ve şerek çêbe, ew bi dijminên me re bibin yek û bi me re şer
bikin.»
Misriyan zarokên Îsraêl kirin kole û xebateke gelek giran
danîn ser milê wan. Lê çiqas jiyana wan giran dikirin, ew hê
bêtir zêde dibûn.
Hingê Firewn gazî pîrikên gelê Îsraêl kir û ji wan re got:
«Çaxê jinên wan keçan bînin, bihêlin; lê çaxê kuran bînin,
wan bikujin.»
Îcar jineke Îsraêlî kurek anî û ew veşart, lê çaxê ku nikarî wî Derketin 2
veşêre, sepetek hilda, zift lê xist, kurik danî tê de û di nav
qamîşan de veşart. Hingê keça Firewn çû ber çem ku xwe
bişo, wê dît ku li wir sepetek heye. Vekir dît ku zarokek tê de
digirî.
Dilê keça Firewn pê şewitî û wê got: «Ev yek ji zarokên
Îsraêliyan e.»
Wê ew zarok hilda, ji xwe re kir kur û navê wî Mûsa danî ku
tê wergerandin: «Ji avê derxistî.» Bi vî awayî Mûsa bû
mîrasxwerê padîşahiya Misrê.
Çaxê Mûsa mezin bû, çû serek da Îsraêliyan û hal û cefayê
wan dît. Wî dît ku çawa yekî Misrî li yekî Îsraêlî dixe. Mûsa
guman kir ku kesek li dor wî tune, yê Misrî kuşt û di nav qûmê
de veşart. Lê gava ev yek gihîşt guhê Firewn, wî emir kir ku
Mûsa bê kuştin. Loma Mûsa revî, çû welatê Midyanê û li wir
ma.
Piştî çil salan ew Firewn mir. Gelê Îsraêl hê di koletiyê de
dişewitî û zarîna wan gihîşt ba Xwedê. Hingê Xwedê peymana
xwe ya ku bi Birahîm, Îshaq û Aqûb re girêdabû, anî bîra xwe.
Mûsa zewicîbû û pezê xezûrê xwe diçêrand. Di çolê de Derketin 3
milyaketê Xudan di nav diriyê de di pêta êgir de lê xuya bû.
Agir bi diriyê ketibû, lê nedişewitî.
Mûsa got: «Ka ez herim û li vê ecêbê binêrim, çawa dirî
naşewite?»
Ew nêzîk bû û Xwedê ji nav diriyê gazî kir û got: «Mûsa!
Mûsa!»
Mûsa got: «Va me ez.»
Xwedê got: «Nêzîkî vir nebe, pêlavên xwe bêxe, çimkî ew
erdê ku tu li ser î, pîroz e. Ez Xwedayê bav û kalên te me,
Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im.»
Mûsa ji dîtina Xwedê ditirsiya û rûyê xwe nixumand.
Xwedê got: «Min cefayê gelê xwe dît û nalîna wan bihîst.
Haya min ji kul û derdên wan heye. Ez hatim ku ez wan ji
destê Misriyan rizgar bikim û wan bibim welatekî qenc; li wir
şîr û hingiv diherike. Niha were, ez te bişînim ba Firewn, da ku
tu gelê min, zarokên Îsraêl, ji Misrê derînî.»
Mûsa lê vegerand: «Ez kî me ku ez herim ba Firewn û gelê
te ji Misrê derînim? Çaxê ez ji wan re bêjim: ‹Xwedayê bav û
kalên we ez şandime› û ew bêjin: ‹Navê wî çi ye?› hingê ez çi
bêjim?»
Xwedê ji Mûsa re got: «Ez ew im yê ku Ez im. Ji gelê Îsraêl
re bêje: ‹Ez im, ez şandime ba we.›»

Mûsa got: «Ya Xudan, ez ne mirovekî zanebêj im, ez Derketin 4


zilamekî dev û ziman giran im.»
Xudan lê vegerand û got: «Yê ku ziman daye mirov kî ye?
Ma ne ez im? De here! Birayê te Harûn yekî zanebêj e. Jê re
bêje ku ew çi bêje û ezê tiştê ku hûnê bêjin û bikin, hînî we
bikim.
Çaxê tu herî Misrê, tê li ber Firewn kerametan bikî. Lê ezê
dilê wî hişk bikim û ew nahêle ku hûn derkevin.
Hingê jê re bêje: ‹Xwedê weha dibêje: Îsraêl kurê min ê
nixurî ye: Kurê min berde, da ku biperize min, lê eger tu
nehêlî, hingê ezê kurê te yê nixurî bikujim.›»
Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û her tişt gotin. Wan got: Derketin 5
«Xudan Xwedayê Îsraêl dibêje: ‹Gelê min berde.›»
Lê Firewn li wan vegerand: «Ew Xudan kî ye ku ez li gor
peyva wî bikim? Ez Xwedayê we nas nakim û ez Îsraêl jî
bernadim.»
Mûsa vegeriya û ji Xudan re got: «Ya Xudan, çima te ez Derketin 6
şandim? Min bi navê te ji Firewn re got, lê te gelê xwe rizgar
nekir.»
Xwedê lê vegerand: «Ez Xudan im. Ez li Birahîm, Îshaq û
Aqûb bi navê Xwedayê Karîndar xuya bûm.»
Hingê Xudan ji Mûsa re eşkere kir ku ewê xwe li Misrê wek
Xwedayê Xilaskar kifş bike û bi Misriyan bide fêmkirin ku divê
tu mirov neperize tiştê afirandî, lê biperize Xwedayê rast.
Xudan ji Mûsa û Harûn re got: «Herin ba Firewn û şivdarê Derketin 7
destê xwe li ser ava Misrê dirêj bikin.»
Wek ku Xudan emir kiribû, Mûsa û Harûn wusa kirin. Av li
hemû welatê Misrê bû xwîn. Masî hişk bûn, çem genî bû û
Misriyan nikaribûn ji tu deran ava vexwarinê bianîna.
Xudan ji Mûsa re got: «Here ba Firewn û bêjê: ‹Xudan weha Derketin 8
dibêje: Gelê min berde, da ku biperize min. Lê eger tu
bernedî, ezê bi beqan hemû welatê te biherimînim.›»
Lê Firewn dilê xwe hişk kir.
Piştî vê yekê beqan welatê Misrê girt. Ew ketin nav xelkê,
nav malên wan, nav nivînên wan û nav hemû firaxên wan.
Îcar Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: «Herin hêvî ji Xwedê
bikin ku beqan ji ser me rake û ezê gelê we berdim.»
Lê çaxê Firewn dît ku ev bela derbas bû, tam wek ku Xwedê
gotibû, dîsa dilê xwe hişk kir.
Loma Xwedê gelek bela anîn ser welatê Misrê. Her car
Firewn soz dida ku gel berde, lê çaxê bela derbas dibû, wî
dîsa dilê xwe hişk dikir û soza xwe dixwar.
Harûn bi şivdar li erdê xist û hemû toza erdê bû pêşû; li ser
mirov û heywanan pêşû hebûn. Hingê sêrbazan ji Firewn re
got: «Ev karê Xwedê ye.»
Piştre Xwedê mêşên xerab anîn ser Firewn û ser xulamên wî.
Bi belayeke din Xwedê hemû dewarên Misriyan kuştin, lê tu
ziyan negihîşt gelê Îsraêl.
Hingê Mûsa xweliya tendûrê hilda û li ber Firewn, ber bi Derketin 9
ezmên ve reşand. Ji vê yekê li ser Misriyan û li ser heywanên
wan kûnêr çêbûn.
Piştî vê, Xwedê got ku ewê teyroka giran li ser Misrê
bibarîne. Yên ku bi gotina Xudan bawer kirin, xulam û
heywanên xwe bi lez anîn hundir. Lê yên ku gotina Xudan
girîng negirtin, xulam û heywanên xwe li çolê hiştin. Wek ku
Xwedê gotibû teyrok tevî agir barî û qira hemû xulam û
heywanên wan ên li derve anî û weha jî hemû dar û baxçe
şkandin. Tenê li ser wî erdê ku gelê Îsraêl lê dima, teyrok
nebarî.
Piştre Xwedê ewqas kulî anîn ser welatê Misirê, ku welat bû Derketin 10
tarî. Wan her şînayiya ku ji ber teyrokê mabû, xwar û li Misirê
tu şînayî nehiştin.
Piştre Xwedê tariya taristan anî ser Misrê; mirovan nikaribû
hev bibînin û ji malên xwe derkevin. Ev tarî sê rojan li ser
welêt ma. Lê ji bo gelê Îsraêl ronahî hebû.
Firewn hê jî gelê Îsraêl berneda, lê gef li Mûsa xwarin û got:
«Dûrî min keve, roja ku tu bêyî ber çavên min, tê bimirî.»
Mûsa got: «Te qenc got, êdî ez rûyê te nabînim.»
Hingê Xudan ji Mûsa re got: «Ezê belayeke din a hê girantir Derketin 11
bînim ser Firewn û ser Misriyan. Piştî wê, ewê gelê min berde
ku hûn ji Misrê derkevin. Ev bela wê hemû nixuriyan bikuje; ji
nixuriyê Firewnê li ser text, heta bi nixuriyê cêriya li ber êş,
hemû wê bimirin. Li hemû welatê Misrê zarîneke wusa giran
wê çêbe, ya ku tu caran çênebûye û çênebe jî.
Weha ji gelê Îsraêl re bêje: ‹Bila her mal li gor hesabê Derketin 12
nefsên xwe berxekî hilde. Bila ew berx yeksalî, nêr û bêqusûr
be. Tevahiya gelê Îsraêl piştî çar rojan bila berxan serjêkin. Bi
baqek geya xwîna wî berxî hildin û li serderê û li herdu rexên
dêrî bixin. Û tu kes heta sibehî zû ji malên xwe dernekevin.
Divê hûn wê şevê berx li ser êgir bikin kebab û bixwin. Lê qet
hestiyan neşkênin. Wî goştî bi nanê şkeva bixwin. Ew cejna
Xudan e.
Wê şevê ezê di welatê Misirê re derbas bibim û hemû
nixuriyên mirov û heywanan bikujim. Ez Xudan im û ezê
dîwana hemû xwedayên Misrê bikim. Lê xwîna li ser malên ku
hûn tê de ne, wê bibe nîşan: Çaxê ez xwînê bibînim, ezê ser
we re derbas bibim û nahêlim ku helakker bê ba we û li we
bixe.
Û her sal ji bo bîranînê, vê şîva nanê şkeva pîroz bikin. Ev,
cejna Xudan a Derbasbûnê ye.›»
Wek ku Xudan emir dabû Mûsa û Harûn, zarokên Îsraêl
wusa kirin.
Û nîvê şevê Xudan hemû nixuriyên Misriyan - ji nixuriyê
Firewnê li ser text, heta nixuriyê girtiyê di zîndanê de - kuştin.
Hemû nixuriyên heywanan jî hatin qir kirin. Nîvê şevê Firewn,
xulamên wî û hemû gelê wî hişyar bûn û li Misrê şîneke mezin
hebû. Mala ku mirî tê de nebûya, tune bû. Lê ew malên ku
xwîna berx li serderê xistibûn, helakker neket hundir.
Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û got: «Rabin û ji nav
gelê min derkevin, hûn jî û gelê Îsraêl jî. Wek ku we got,
herin, biperizin Xwedayê xwe.»
Hingê Misriyan li gelê Îsraêl teng kir ku zû zû ji welêt
derkevin, çimkî wan digot: «Ji rûyê van, emê hemû bimirin.»
Û çaxê gelê Îsraêl derket, Misriyan zêr, zîv û cil dan wan.
Hemû gelê Îsraêl - çend mîlyon mirov – derketin û wan pez û
dewarên xwe bi xwe re birin.
Tam wek ku Xwedê ji Birahîm re gotibû, dûndana wî bû
bindest û piştî çar qernan bi heyîneke mezin derket. Ew
miletê mezin ku Xwedê jê re digot «nixuriyê min» ji Misrê
derket û li rexê deryayê konê xwe danî.
Xwedê ji Mûsa re got: «Firewn wê zû bêje: ‹Ji ber çolê, pêşî li Derketin 14
gelê Îsraêl hatiye girtin.› Ezê dilê Firewn hişk bikim û ewê li
pey we keve, lê rûmeta min wê eşkere bibe û Misrî wê
bizanin ku Xudan ez im.»
Û wek ku Xwedê gotibû, Firewn û xulamên wî gotin: «Me çi
kir ku me gelê Îsraêl ji xulamtiya xwe berda?»
Firewn şeş sed erebeyên şer, leşkerên siwarî û hemû ordiya
xwe hildan û ket pey gelê Îsraêl. Li ber lêva Deryaya Sor ji
nişkê ve ser wan de girt. Çaxê wan Misrî dîtin, ew gelek
tirsiyan û hawar kirin Xwedê.
Lê Mûsa got: «Netirsin, bisekinin û xilaskirina Xudan bibînin.
Ev Misriyên ku hûn niha dibînin, êdî tu caran hûn wan
nabînin. Îro Xudan wê ji bo we şer bike.»
Xudan ji Mûsa re got: «Şivdarê destê xwe ser deryayê dirêj
bike û wê biqelêşe. Û gelê min wê di deryayê re, di ser axa
zuwa re derbas bibe.»
Mûsa şivdar ser deryayê dirêj kir û Xudan bayekî rojhilatê yê
xurt anî ser deryayê û derya qelişî. Îsraêl di deryayê re, di ser
axê re derbas dibû; li herdu aliyan av wek dîwêr sekinî bû.
Misrî jî bi hespan, erebeyan û bi siwaran ve ketin pey gelê
Îsraêl û di ser axa zuwa re di deryayê re diçûn. Lê Xudan
ordiya Misrî tevlihev kir û tekerên erebên wan derxistin û
hespan nekaribûn wan bikişînin.
Misrî bizdiyan û gotin: «Birevin, çimkî Xwedê bi me re şer
dike!»
Xwedê ji Mûsa re got: «Destê xwe li ser deryayê dirêj bike.»
Çaxê Mûsa destê xwe li ser deryayê dirêj kir, av paş de hat û
derya bû wek berê. Hemû ordiya Firewn bi hespan ve di bin
avê de winda bû. Xwedê bi vî awayî leşkerên Misriyan helak
kirin, ew di bin avê de hiştin. Lê gelê Îsraêl ser axa zuwa, di
deryayê re derbas bû. Çaxê wan kerameta Xwedê dît ku wî
çawa dîwana Misriyan kir, hingê ew ji Xwedê tirsiyan, rûmet
dan wî û baweriya xwe bi xulamê wî Mûsa anîn.

DEH EMIR

Gelê Îsraêl ji Misrê derket, lê zû kir pitepit û ji Mûsa re got: Derketin 16-17
«Te em anîne çolê, da ku em bimirin?! Ne av û ne jî nanê me
heye!»
Xwedê li gor rehma xwe ya mezin ji latê av ji wan re deranî.
Û wî got: «Ezê ji ezmên nên bidim we; her sibe zû hûn rabin û
bicivînin.» Xwedê wusa kir û gel navê wî nanî kir «Manna».
Hingê gel gihîşt çola Sînayê û li ber çiyayekî konên xwe Derketin 19
danîn.
Rojekê li ser çiyê bû birûsk û gurînî. Dengekî boriyê yê bilind Derketin 20
ji ewrekî tarî dihat û xof û tirs ketibû dilê gel. Çiya dilerizî,
çimkî Xudan di nav êgir de hatibû xwar. Xudan Mûsa gazî
serê çiyê kir û ji bo gel emir dan wî.
Xwedê bi Mûsa re peyivî û ev deh emir li ser du ferşan
nivîsîn û got:

«Ez Xudan Xwedayê te me; min tu ji Misrê, ji mala koletiyê


deranî. Derketin 20
1. Ji bilî min min, tu xwedayên te yên din nebin!
2. Ji xwe re pûtan çêneke û li ber wan xwe netewîne.
3. Navê Xudan Xwedayê xwe badîhewa neyne ser devê xwe.
4. Bila roja Şemiyê li bîra te be, da ew ji te re pîroz be.
5. Qedrê dê û bavê xwe bigire.
6. Nekuje.
7. Zînayê neke.
8. Nedize.
9. Li hember tu kesî şahidiya derewîn neke.
10. Çavê xwe neavêje mala tu kesî, ne jina wî, ne jî tu tiştê
wî.»

Bi van emran Xwedê pîvana pîroziyê danî, lê di şkandina


wan de tiştê ku diviya ew bikin jî, ji wan re got.
Wî got: «Ji min re gorîgehekê çêkin û li ser wê ji min re Qanûna
goriyan bidin û ezê we pîroz bikim. Xwîn wê gunehên we Qahîntiyê
17:11
binixumîne û ezê li we bibihûrim.»

PÊXEMBERÎTIYÊN KU JI BO XILASKAR HATINE GOTIN

Piştî çil salên di çolê de, gelê Îsraêl gihîşt welatê sozdayî Yêşû 1-11
Kenanê.
Heyfa miletên Kenanê ku wan Xudan Xwedê red kiribûn.
Gelê Îsraêl bi wan re şer kir. Xwedê bi gelê xwe re bû û gel li
welatê ku Xwedê ji Birahîm, Îshaq û Aqûb re soz dabû, bi cih
bû.
Xudan kahîn rakirin, da ku serkariya gorîkirinê û perizîna Qanûna
Xwedê bikin. Serokkahîn jî salê carekê diçû pişt perda Kahîntiyê
8-9; 16
Perestgehê a ku di navbera Xwedê û mirovan de bû û li wir ji
bo hemû gel li ber Xwedê disekinî.
Piştî gelek salan Dawid bû padîşahê Îsraêl. Xwedê ew 1 Samûyêl 16
hilbijart û li ser wî got: «Ew yekî li gor dilê min e.» Xwedê bi
devê wî û bi devê pêxemberên din ji gelê xwe re got.
Çaxê Îsraêliyan guneh dikir, Xwedê bi destê wan
pêxemberan ew hişyar dikirin û digot: «Eger hûn guhdariya
min nekin, miletekî din wê bê û welatê we wêran bike.»
Dîsa gelê Îsraêl emrên Xwedê avêtin pişt guhê xwe, li gor 2 Dîrok 36:16
gotina wî nekirin, li hember wî rabûn û gelek pêxemberên wî Metta 23:37
dikuştin.
Ji ber vê yekê, heşt sed sal piştî derketina wan ji Misrê, li gor Yêremya 52
gotina Xwedê gel bi dîlîtî hat sirgûnkirin Babîlê û Aşûrê.
Lê Xwedê di dîlîtiya wan de jî bi wan re dipeyivî û gazî wan
kir, ku tobe bikin. Wî li ser Xilaskarê ku wê bihata ku mirovan
ji guneh xilas bike, ji wan re digot.
Mîxa pêxember ji pêşî ve got ku Xilaskar wê li ku derê bê Mîxa 5:2
dinyayê û li ser heyîna wî ya herheyî got:
«Ey Beytlehm! Ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl
bike, wê ji te rabe û rojên wî bêdestpêk in.»
Xwedê hê berî bûyîna Xilaskar, kifş dikir ku ewê ji mala Îşaya 9:6-7
Dawid padîşah be.
Bi nivîsînên pêxember Melaxî jî Xudan da zanîn ku qasidekî Melaxî 3:1
taybetî wê gel ji bo hatina Xilaskar amade bike.
Zekerya jî pêxemberîtî kir, got: «Ey xelkê Orşelîmê, va ye Zekerya 9:1
padîşahê te tê, ew rastdar û serfiraz e. Ew bi nefsbiçûkî li
dehşikekê siwarbûyî tê.»
Dawid hê berî hezar salî nivîsî ku Xilaskar wê ji pêşî ve Zebûr 41:9
bizane ku hevalekî wî, wê xayîntiyê li wî bike û Zekerya Zekerya 11:2
pêxember heta bi vê yekê jî nivîsî ku heqê xayîntiyê wê 30
zîv bin.
Bi devê Îşaya pêxember Xwedê got ku Xilaskar wê gelek Îşaya 53:5
cefayê bikişîne. Wê tif bikinê û wî bidin ber qamçiyan.
Dawid li ser mirina Xilaskar zelal nivîsî, got: «Wê dest û Zebûr 22:16
lingên wî qul bikin, lê hestiyên wî naşkênin.»
Hingê Xilaskar wê bêje: «Xwedayê min, Xwedayê min, te Zebûr 34:20
çima ez berdam?» Yên li wir sekinî wê pê bikenin û bêjin: «Li Zebûr 22:1; 7-8
Xwedê ewle bû, de bila wî xilas bike.»
Dawid nivîsî jî, çaxê ku Xilaskar tî bibe, wê ji dêl avê ve Zebûr 69:21
sihikê bidin wî. Û wê cilên wî li xwe leva bikin û ji bo xiftanê Zebûr 22:18
wî pişkê bavêjin.
Îşaya pêxember nivîsî ku temaşevan wê li ser rûyê wî yê Îşaya 52:14
birîndar ecêbmayî bimînin.
Zekerya pêxember di Kitêba Pîroz de nivîsî ku dûndana Zekerya 12:10
Dawid, yanî xelkê Orşelîmê wê rojekê li wî yê ku bedena wî
qul kirine, binêrin.
Ev hemû pêxemberîtî gelek sedsalan, hê berî hatina Xilaskar
hatibûn nivîsîn.

KARÊN ÎSA MESÎH


Piştî sirgûnbûna heftê salî, Xwedê rê li ber gelê xwe vekir ku Ezra; Nehemya
vegerin welatê xwe. Bi tenê komeleke biçûk ket rê. Ew û
Cihûyên li her derê di bin hukmê miletên din de bûn.
Piştî 500 salan, çaxê Cihû bindestên Romayiyan bûn, xortekî Metta 1
bi navê Ûsiv keçikek ji xwe re nîşan kir; navê wê Meryem bû.
Herdu jî ji malbata Dawid bûn.
Lê berî ku ew bên ba hev, Meryem bi Ruhê Pîroz bi zaro bû.
Hingê milyaketê Xwedê di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got:
«Ûsiv, netirse ku tu dergistiya xwe Meryemê ji xwe re bînî,
çimkî ev zarok ji Ruhê Pîroz e û wê Kurê Yê Herî Bilind bê
gotin. Navê wî Îsa deyne, yanî ‹Xilaskar›, çimkî ewê gelê xwe
ji gunehên wan xilas bike.»
Xwedê bi devê Îşaya gotibû: «Xudan bi xwe wê nîşanekê Îşaya 7:14
bide we: Va ye, keçik wê kurekî bîne û wê navê wî ‹Îmanûêl›
deynin, yanî ‹Xwedê bi me re ye›.» Û wusa çêbû.
Diviya ku Ûsiv û Meryem ji bo mirovjimartinê biçûna Lûqa 2
Beytlehmê. Li wir Meryemê kurê xwe yê nixurî anî û wan
navê wî Îsa danî.
Wek ku pêxemberan gotibû, Îsa li Beytlehmê ji dûndana
Dawid padîşah hat. Li wir, li çolê şivanan bi şev nobedariya
keriyên xwe dikir. Milyaketê Xudan xuya bû û rûmeta Xudan
hawirdora wan kir ronahî - û ew gelek tirsiyan.
Milyaket ji wan re got: «Netirsin, ez mizgîniya şabûneke
mezin ji her kesî re didim. Îro ji we re xilaskar Mesîh çêbûye.»
Ev zarok Îsa Mesîh bû. Ew mezin dibû û bi şehrezayiyê pêşve
diçû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.
Çaxê Îsa nêzîkî sî salî bû, Yûhenna derket çolê, hîn dikir û Metta 3
xelk imad dikirin.
Wî digot: «Tobe bikin, xwe ji bo Xudan amade bikin!»
Yûhenna ew qasid bû ku li gor peyvên pêxemberan hatina Melaxî 3:1
Xilaskar da zanîn.
Îsa bi xwe jî ji bo imadbûnê hat çemê Ûrdunê. Dema ku Yûhenna 1:29
Yûhenna ew dît, wî got: «Va ye! Berxê Xwedê, yê ku gunehên
dinyayê radike.»
Çaxê Îsa imad bû û ji avê derket, ezman vebû û Ruhê Metta 3
Xwedê di şiklê kevokê de hat xwar û li ser wî danî.
Û dengekî ji ezmên got: «Ev e Kurê min ê delal, dilê min bi
wî xweş e.»
Piştî vê yekê Îsa çil roj li çolê ma. Îblîsê ku di baxçe de Hawa Metta 4
xapandibû, hat û xwest Îsa biceribîne; lê Îsa nehat xapandin.
Îblîs Îsa bir serê çiyayekî bilind û hemû padîşahiyên dinyayê
bi rûmeta wan ve nîşanî wî dan û got: «Eger tu ji min re herî
ser çokan, ezê van hemûyan bidim te.»
Îsa jê re got: «Dûrî min keve Îblîs! Di Kitêba Pîroz de nivîsî
ye: ‹Biperize Xwedayê xwe û tenê jê re xizmetê bike.›»
Kurê Xwedê bû mirov û wek ku em tên ceribandin, ew jî bi Filîpî 2:5+6
her awayî hat ceribandin, lê wî qet guneh nekir. Di tiştê ku Korîntî I,
Adem ketibû de, Îsa bi ser ket. Û ev yek kifş dike ku Îsa 15:21+22
Xilaskarê mirovan e; berxê ku Xwedê şandiye, ew e.
Îsa bi gotin û gelek kerametan eşkere kir ku ew Xilaskarê Yûhenna 5
sozdayî ye.
Wî mirovekî ku sî û heşt salan seqet bû, qenc kir.
Yekî kotî jî hat, xwe deverû avêt ber Îsa û got: «Xudan, eger Lûqa 5:12-16
tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»
Îsa destê xwe danî ser wî û got: «Paqij bibe» û di cih de ew
sax bû.
Îsa çavên mirovekî ku ji zikmakiyê ve kor bû vekir. Yûhenna 9

Jinek jî ya ku nexweşa diwanzdeh salan bû û ji textoran tu Lûqa 8:43-48


feyde nedîtibû, bi dizî destê xwe li cilê Îsa da. Îsa lê vegeriya
û got: «Netirse, baweriya te tu qenc kirî.»
Nexweşên cûre-cûre dianîn ba Îsa û wî hemû jî qenc dikirin. Metta 9:35

Îsa gazî diwanzdeh zilaman kir ku li pey wî herin. Wî hêz û Metta 10


desthilatî da wan û ew şandin ku li ser Padîşahiya Xwedê hîn
bikin, cinan derxin û nexweşan qenc bikin.
Nav û dengê Îsa zû belav bû û li her derê elalet diciviyan, da Yûhenna 6
ku wî bibihîzin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. Carekê, pênc
hezar mirov birçî bûn. Zarokekî xwarina xwe da Îsa, wî jî ji
Xwedê re şikir kir û ew li elaletê belav kir. Hemûyan xwar, têr
bûn û diwanzdeh selik parî zêde man.
Lê mirov hê li delîlan digeriyan, ma ka Îsa ji Xwedê hatiye.
Wan got: «Bav û kalên me li çolê Manna xwarin, çawa hatiye
nivîsîn: ‹Xwedê ji ezmên nan da wan.›»
Îsa bersîva wan da: «Nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê
û jiyanê dide dinyayê.»
Xelkê got: «Vî nanî her dem bide me.»
Îsa got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe;
yê ku baweriyê bi min bîne, qet tî nabe.»
Îsa got ku ewê gelek cefayê bibîne, wê ji aliyê serekkahîn û Lûqa 9:22
mezinên gelê xwe ve bê redkirin û kuştin. Lê roja sisiyan ewê
ji nav miriyan rabe.
Serwerên Cihûyan hînkirina Îsa qebûl nedikirin. Lê yek ji Yûhenna 3
wan, Nîkodêmos, bi şev hat ba Îsa, çimkî ew li rastiyê
digeriya.
Îsa jê re got: «Eger mirov ji nû ve çênebe, ew nikare
Padîşahiya Xwedê bibîne.»
Nîkodêmos pirsî: «Ma mirovekî ku pîr bûbe, çawa dîsa
bikeve zikê diya xwe û ji nû ve çêbe?»
Îsa şîrove kir, got: «Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji
Ruh çêdibe ruh e. Şaş nemîne ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji
nû ve çêbin.›»
Nîkodêmos jê pirsî: «Ev yek çawa çêdibe?»
Îsa jê re got: «Tu mamosteyê Îsraêl î – ma tu vê yekê nizanî?»
Û Îsa ji bo jiyana nû jê re weha şîrove kir: «Xwedê wusa ji
dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku
baweriyê pê bîne, helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî wê
hebe. Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê
şand da ku dinya bi wî xilas bibe. Sedemê dîwanbûnê ev ku
ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez
kir, çimkî karên wan xerab bûn. Yê ku baweriya xwe bi Kur
tîne, jiyana wî ya herheyî heye, lê yê ku bi ya Kur nake,
jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»
Hingê Nîkodêmos fêm kir û bawer kir.
Îsa ji jinekê re got: «Kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî Yûhenna 4
nabe. Lê ew av wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe
kanî.»
Jinikê got: «Ez dizanim ku Mesîh wê bê. Çaxê ew bê, ewê li
ser her tiştî ji me re bêje.» Îsa jê re got: «Ez, yê ku bi te re
dipeyivim, ez ew im.»
Carekê Îsa ji xelkê re got: «Yê ku bixwaze li pey min bê, bila Metta 16:24-26
xwe înkar bike û li pey min bê. Eger mirovek hemû dinyayê bi
dest bixe jî, lê canê xwe winda bike, çi feyda wî heye? Hay ji Lûqa 12:15+34
xwe hebin, xwe ji temahiyê biparêzin, çimkî jiyana mirov ne
bi pirbûna malê wî ye; xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li
wir be.»
Di wan rojan de serekên kahînan û zanayên dîn civiyan û Yûhenna
wan got: «Em çi bikin? Îsa gelek kerametan dike; eger em wî 11:47+48
weha bihêlin, hemû wê baweriya xwe bi wî bînin, Romayî jî
wê bên û hukumê me betal bikin.»
Hingê Îsa bi desthilatî hîn dikir. Ew ket Perestgehê û ew ên Metta 21:12-17
ku tê de bazirganî dikirin derxistin. Wî got: «Hatiye nivîsîn: ‹Ji Îşaya 56:7
mala min re wê mala dua bê gotin›, lê we ew kiriye ‹şkefta Yêremya 7:11

rêbiran.›»
Îsa ev jî got: «Daxwaza yê ku ez şandime, ev e ku her kesê Yûhenna
baweriya xwe bi Kur bîne, jiyana wî ya herheyî hebe û di Roja 6:40+64
Dawî de ezê wî rakim. Lê li vir hin hene ku bawer nakin.»
Îsa ji destpêkê ve dizanî yên ku bawer nakin kî ne û kî wê wî
bide dest.
Di nav xelkê de ji ber Îsa dubendî derket. Ji mezinên Yûhenna 7:43
Cihûyan jî gelekan bawerî bi wî anî, lê ji ber zanayên dîn ev Yûhenna
yek eşkere nekirin, da ku ji kinîştê neyên avêtin. Wan ji pesnê 12:42+43
Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.
Pirraniya serwerên olî li kuştina Îsa digeriyan, lê fersend Marqos 11:18
nedidîtin, çimkî tevahiya xelkê guhê xwe dida hînkirina wî.
Wî careke din di Perestgehê de hîn kir û got: «Ez ronahiya Yûhenna 8
dinyayê me; yê ku li pey min bê, qet di tariyê de rêve naçe,
lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.»
Û ji wan ên ku bawerî bi wî anîn re got: «Eger hûn bi gotina Yûhenna 10
min bikin, hûn bi rastî şagirtên min in. Hûnê rastiyê bizanin û
rastî wê we azad bike. Eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê
azad bin.
Ez derî me. Yê ku bi destê min bê ba Xwedê, ewê xilas bibe.
Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.
Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas dikim û ew li
pey min tên. Ez jiyana herheyî didim wan û ew qet helak
nabin. Û tu kes nikare wan ji destê min derxe.»
Piştî hînkirina xwe ya di sê salan de, Îsa ji şagirtên xwe re Marqos 11
got ku dehşikekê bînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Îsa lê
siwar bû û ket Orşelîmê. Elaleteke mezin civiya, di pêşiya wî
de diçûn û wan bi dengekî bilind digot: «Hosanna! Padîşahê
ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li ezmên silamet û li
bilindahiyan rûmet!»
Lê çaxê Îsa nêzîkî bajêr bû, lê nêrî û li ser giriya, çimkî gel Lûqa 19:41+42
hê ew Xilaskarê sozdayî qebûl nedikir.
Paşê Îblîs ket dilê Cihûdayê Îsxeryotî yê ku şagirtekî Îsa bû. Lûqa 22
Ew bi serekên kahînan û bi serweran re li hev hat, da ku Îsa
bide destê wan. Wan soz da Cihûda ku sî zîvî bidin wî û ji
hingê pê ve ew li keysekê digeriya ku çaxê li dor Îsa kes
nebe, wî bide dest.
Îsa dizanibû ku wextê mirina wî hatiye û bi şagirtên xwe re Marqos 14:17-
Cejna Derbasbûnê çêkir. 25

Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şkand,
da wan û got: «Bigirin û bixwin; ev bedena min e ya ku ji bo
we tê dayîn; vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
Îsa kasek jî hilda, şikir ji Xwedê re kir û got: «Hildin, hûn
hemû jê vexwin; ev peymana nû ya bi xwîna min e, ya ku ji
bo afûbûna gunehan di ber gelekan de tê rijandin. Ez ji we re
dibêjim: Êdî ez ji berê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ez di
Padîşahiya Bavê xwe de bi we re dîsa vexwim.»
Û got: «Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê û bi Yûhenna 14:1-
min jî bînin; di mala bavê min de gelek ode hene. Dema ku 6
ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim
ba xwe, da ku hûn bi min re bin. Hûn dizanin ez diçim ku
derê, hûn rê dizanin.»
Lê Tûma got: «Em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê
bizanin?»

Îsa jê re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê


min be, tu kes nayê ba Bav.»
Wê êvarê, Îsa anî bîra şagirtan ku tengahî wê bên. Wî got: Yûhenna
«Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku ji min jî nefret kiriye. 15:18-25
Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike.»

XAYÎNTIYA CIHÛDA Û XAÇKIRINA ÎSA

Piştî şîvê Îsa bi şagirtên xwe ve ji bo duakirinê çû baxçê Marqos 14:32-


Gêtşemaniyê. Piştî duaya wî, serekên kahînan, rihspî û 45
parêzgerên Perestgehê hatin ku wî bigirin.
Cihûda ku beriya hingê bi Îsa re xwaribû, rêberê wan bû. Ew
hat ba Îsa û bi xayîntî ew ramûsa.
Hingê Îsa got: «Yê ku hûn lê digerin, ez im» û ji nişkê ve Yûhenna 18:6
hemû piştpiştkî çûn û ketin erdê.
Lê Îsa hişt ku leşker wî girêdin û bibin hewşa serokkahîn. Lûqa 22:63-65
Leşkerên Perestgehê tinazên xwe bi Îsa kirin û tif kirinê. Wan
çavên wî girêdan, li rûyê wî dixistin û digotin: «De
pêxemberîtiyê bike, ma kê li te xist?»
Sibehî zû ew birin ba Pîlatosê waliyê Romayiyan û Îsa sûcdar Lûqa 23
kirin, gotin: «Me dît ku ev çawa gelê me ji rê derdixe.»
Piştî ku wî Îsa kişand pirsê, Pîlatos ji gel û ji mezinên wan re
got: «Vî mirovî tiştekî nekiriye ku bê kuştin; em lêxin û wî
serbest berdin.»
Lê elaletê dikir qîrîn û digotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!»
Pîlatos xwest ku dilê gel xweş bike; wî Îsa da ber qamçiyan û
emir kir ku ew bê xaçkirin.
Leşkerên Romayî ji stiriyan tacek honandin û danîn ser serê Marqos 15:17-
wî. Xiftanekî sor lê kirin û gotin: «Bijî, padîşahê Cihûyan» û li 19
wî dixistin.
Piştre xaçekî ji dar danîn ser milê Îsa û wî ew hilkişand wî Lûqa 23
cihê ku jê re digotin «Qoqê Sêrî», yanî bi Îbranî «Golgota».
Nêzîkî wî cihê ku Xwedê berî gelek salan ji Birahîm re gotibû Dîrok II, 3:1
ku ew kurê xwe yê yekta li wir bike gorî, Kurê Xwedê yê
yekta hat xaçkirin.
Hingê Îsa got: «Bavo, wan afû bike; ew nizanin ku ew çi Lûqa 23:34
dikin.»
Îsa di nav du rêbiran de hat xaçkirin. Leşkeran cilên wî li xwe Yûhenna
leva kirin û li ser xiftanê wî pişk avêtin. Bi vî awayî 19:23+24
pêxemberîtiya Dawid hat sêrî.
Elalet sê saetan li wir ma û bi mezinên gel re Îsa nizim Lûqa 23:35+44
dikirin, digotin: «Xelk xilas kirin; eger ew Mesîhê Xwedê be,
bila xwe jî xilas bike!»
Îşaya 53:6
Piştre, sê saetan tariyê welat girt û peyvên pêxemberan
hatin cih: «Xwedê cezayê gunehên me danî ser wî».
Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te Marqos 15:34
çima ez berdam?»
Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat û ji bo ku Nivîsara Pîroz bê Yûhenna 19:28
cih, got: «Ez tî me.» Lûqa 23:36+37
Leşkeran avgirek li nav sihikê xistî dirêjî wî kirin û gotin:
«Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!»
Îsa sihik vexwar û got: «Temam bû. Bavo, ez ruhê xwe Yûhenna 19:30
didim destê te.» Paşê wî serê xwe war kir û ruhê xwe da.
Çaxê Îsa mir, roj bû tarî, erd hejiya û perda Perestgehê jî Lûqa 23:45
çiriya. Metta 27:51
Marqos 15:39
Sersedê Romayî gava ev tişt dît, got: «Bi rastî jî ev mirov
Kurê Xwedê bû.»
Hingê leşker hatin û teşkên rêbirên ku li rex Îsa hatibûn Yûhenna
xaçkirin, şkandin; lê gava wan dît ku Îsa ji xwe miriye, teşkên 19:31-33
wî neşkandin. Leşkerekî newqa Îsa bi rimê qul kir û di cih de
av û xwîn herikî.
Weha Nivîsara Pîroz hat cih, a ku gotiye: «Tu hestiyê wî Zebûr 34:20
nayê şkandin» û «Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine Zekerya 12:10
binêrin.»
Ber êvarê, Ûsivê ji Arîmetyayê û Nîkodêmos hatin, cesedê Yûhenna
Îsa rakirin, mûrê bîhnxweş lê kirin, bi cawên keten ew 19:38-42
pêçandin û danîn gorê.
Li ser xwestina Cihûyan gor hat morkirin û nobedarên Metta 27:62-66
Romayî ew parastin.

RABÛNA ÎSA MESÎH

Lê roja sisiyan, erdhejîneke mezin çêbû û milyaketekî Xudan Metta 28:1-4


hat, kevirê ber derê gorê gêr kir. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û
bûn wek miriyan.
Çaxê şagirtên Îsa hatin ser gorê û kevir ji cihê xwe gindirî Lûqa 24:1-9
dîtin, tevlihev bûn. Ji nişkê ve du mirovên cilspî xuya bûn û
gotin: «Hûn çima di nav miriyan de li yê sax digerin? Ew ne li
vir e, ew rabûye. Bînin bîra xwe ku wî digot: ‹Divê ez bikevim
destê gunehkaran, bêm xaçkirin û roja sisiyan rabim.›»
Hingê gotina Îsa hat bîra wan.
Wê êvarê Îsa hat nav şagirtan û got: «Silamet li we!» Lûqa 24:36-44

Lê ew ji tirsa bizdiyan. Wan guman kir ku ruhekî dibînin.


Îsa ji wan re got: «Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe
me. Rûh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin ez bi goşt û
hestî me. Wek ku min ji we re gotibû, her tişt wusa qewimî,
çimkî her tiştê ku Şerîeta Mûsa, Zebûr û Kitêbên Pêxemberan
li ser min gotine, hat cih.»
Wî hişê wan vekir û got: «Hatiye nivîsîn, divê Mesîh cefayê Lûqa 24:46-48
bikişîne û roja sisiyan ji nav miriyan rabe û bi navê wî tobe û
afûbûna gunehan wê di nav hemû miletan de bê danbihîstin.
Hûn şahidên van tiştan in.»
Paşê Îsa ji gelek mirovan re xuya bû û eşkere kir ku ew sax e 1. Korîntî 15:3-
û ji nav miriyan rabûye. Wî ji şagirtên xwe re got: «Herin 8
hemû dinyayê û Mizgîniyê bidin her kesî.» Marqos 16:15

Îsa çil rojan li ba şagirtan ma û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser Karên Şandiyan
we; hingê hûnê hêzê bistînin û ji Orşelîmê bigire, heta bi 1:3-10
hemû Cihûstan û Sameryayê û heta bi serê dinyayê bibin
şahidên min.»
Hê wan lê dinêrî, Îsa bi ezmên ve hat hilkişandin û ewrekî ew
stand. Du mirovên cilsipî ji wan re gotin: «Hûn çima li ezmên
dinêrin? Çawa we dît ku Îsa ji ba we çû, wusa jî ewê vegere.»
Îcar şagirtên Îsa Mesîh çûn, Mizgîniya wî didan, imad dikirin
û ji hemûyan re digotin: «Xilaskar Îsa rabûye, ew sax e.»
Wan bi Nivîsarên Pîroz nîşan dida ku bi Adem guneh û mirin, Korîntî I, 15:20-
lê bi Îsa afûbûna gunehan û rabûna miriyan hat dinyayê. 23

Şagirtan digot: «Yê ku baweriya xwe bi Îsa bîne, yanî wî Korîntî I,


Xudan û Xilaskarê xwe qebûl bike, piştî mirinê, wê di Roja 15:51+52
Dawî de rabe û bi yên sax re bê hilanîn û bigihîje Îsa Mesîh.» Selanîkî I,
4:16+17
Peyva Xwedê vê jî dibêje: «Ezman wê vebe û Îsa wê bi Peyxama
padîşatî û hukumdarî vegere vê dinyayê. Navê wî wê ev be: Yûhenna
19:11-16
‹Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan.› Û leşkerên ezmên
wê bi hespên boz li pey wî bên.»
Wek ku Zekerya pêxember gotiye, Îsa wê li ser çiyayê Zekerya 14:4
Zeytûnê bisekine û ev çiya wê biqelişe.
Û Mesîh wê padîşahê hemû dinyayê be.
Lê piştî hezar salî, Îblîs wê dîsa derkeve, da ku miletan Peyxama
bixapîne. Yûhenna
20:7-15
Hingê Xwedê wê ji ezmên agir bişîne; ewê wan ên ku li pey
Îblîs çûne, bixwe. Û piştre Îblîsê derewker wê bê avêtin nav
gola êgir. Li wir, ewê şev û roj, her û her ezabê bikişîne.
Û li pêş textê mezin hemû mirî – mezin û biçûk – wê li ber
Xwedê rawestin. Û navê kê di Kitêba Jiyanê de ne nivîsî be,
wê bê avêtin nav gola êgir.
Lê di erd û ezmanê nû de, Xwedê wê bi gelê xwe re be û wê Peyxama
ji çavên wan hêstiran paqij bike. Li wir êdî mirin wê tune be, Yûhenna
21:1-4
ne şîn, ne êş û girîn, ne jî cefa, çimkî tiştên berê wê
derbasbûyî bin.
Li wir roj ne lazim e, ne jî heyv, çimkî rûmeta Xwedê û Peyxama
şewqa Berxê Xwedê wê ronahiyê bidin. Ewê her û her Yûhenna
padîşahiyê bikin. 21:23-25; 22:5

Li wir dara jiyanê wê hebe û li wê derê qet nifir wê nebe.


Îsa got: «Yê ku tî ye, bila bê û bila belaş ji ava jiyanê vexwe. Peyxama
Ezê zû bêm. Xwezî bi wî, yê ku li gor peyvên min diçe. Yê ku Yûhenna
22:17
guhê xwe bide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike,
ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.» Yûhenna 5:24

Plana Xwedê ji bo te ev e!

DUA

Te niha xwend ku Xwedayê Afirandar û fermandar ji bo te Nehûm 1:7


xeman dixwe. Tu dikarî wî nas bikî û plana wî ya ji bo xwe
bizanî. Lê Xwedê pîroz e û divê em li gor şertên wî bên ber wî.
Ew dixwaze ku tu biperizî wî tenê û ew Xudanê jiyana te be. Romayî 3:23
Wek ku Adem û Hawa guh nedan Xwedê, gunehê me
hemûyan jî heye, çimkî me li gor wî nekir.
Kitêba Pîroz dibêje, eger yek emrekî Xwedê tenê jî bişkêne, Aqûb 2:10
ew gunehkar e. Tu çiqas rast bî û qenciyê bikî jî, tu nikarî xwe
li ber Xwedê rast û bêsûc derxî; tu ji Xwedê dûr î.
Lê Xwedê bêçaretiya te dizane û ji hezkirina xwe Kurê xwe
şand ku ji bo afûbûna gunehên te bimire. Încîl dibêje: Romayî 6:23
«Berdêla guneh mirin e, lê diyariya Xwedê, bi saya Xudanê
me Îsa Mesîh jiyana herheyî ye.»
Jiyana herheyî diyariya Xwedê ye, ne bi karên qenc e. Îsa ji
Nîkodêmos re got ku ji bo jiyana herheyî divê mirov ji nû ve Yûhenna 3
çêbe. Îcar divê tu ji Ruhê Xwedê biwelidî çimkî Xwedê Ruh e
û eger mirov nebe yekî ruhanî, nikare nêzîkî Xwedê bibe.
Loma divê tu ji Îsa bixwazî ku ew bê jiyana te û gunehên te
bibexşîne.
Eger tu bixwazî bibî zarokê Xwedê û Îsa bibe Xilaskarê te, tu
niha dikarî weha dua bikî:
«Ya Xwedê, ez qebûl dikim ku ez gunehkar û sûcdar im. Lûqa 18:9-14
Şikir ji te re ku Îsa bi mirina xwe cezayê gunehê min kişand.
Zebûr 51
Niha ez dixwazim ku Îsa Mesîh bê dilê min û bibe Xudan û
Xilaskarê min. Ya Îsa, şikir ji te re ku tu hatî dilê min. Amîn.»
Eger te weha dua kiriye, bizane ku Îsa tu qebûl kiriyî. Ji niha Zebûr 32
û pê ve guhê xwe bide peyva Xwedê, dua bike û bi wan ên ku
li pey Îsa diçin re bicive. Eger tu weha bikî, tê hê bêtir
hezkirina Xwedê bibînî.
© Wergera Kurdî (Kurmancî):
Mizgînî
Mizgini@aol.com
Hemû mafên wê nivîsarê parastî ne.
Nisan 2005