Mirov tên ba Îsa Mesîh: Jineke Samerî

Ew bi sedsalan e ku Rojhilata Navîn cihê dubendî û devjeniyên polîtîkî û olî ye. Du hezar salan beriya niha yek ji wan devjeniyan, ew dubendiya di nav Cihû û Sameriyan de bû. Dîrok û serhatiya Sameriyan weha ye: Piştî mirina kurê Dawid Silêman padîşah, gelê Îsraêl ji hev veqetiya, bû du milet û carna dijminahiya hev jî kirin. Bajarê Orşelîmê ma paytextê Cihûstanê û bajarê Sameryayê bû paytextê çend eşîrên Îsraêliyan ên din. Piştî sê sed salan, padîşahê Aşûriyan gelek Cihû ji hawirdora bajarê Sameryayê sirgûn kirin û ew di bajarên Aşûrî û Mêdan de bi cih kirin. Padîşahê Aşûriyan di cihê wan Cihûyên sirgûnkirî de, gelek miletên biyanî, bi pûtên wan ve anîn û di welatê Sameryayê de cihwar kirin. Bi vî awayî Cihûyên ku li Sameryayê mabûn, bi miletên pûtperestan re dan û standin û piştre ew wek Cihûyên rast nehatin qebûl kirin. Di dema Îsa Mesîh de qet dan û standin di nav Cihû û Sameriyan de nebû. Samerî di herêmeke di nav Celîlê û Cihûstanê de rûdiniştin û çaxê ku Cihûyan dixwest ji Celîlê herin Orşelîmê, an diviya ku di herêma Sameriyan re derbas bibûna an jî diviya riyeke dûr û dirêj li der dora wê herêmê ji xwe re hilbijartan. Serhatiya me ya îro, serhatiya jineke Samerî ye. Dem nîvro bû û hewa germ bû; ji bo gelek mirovan ev dem demê rihetbûnê bû. Lê jinikek ji gund derket û çû ser bîrê ku avê bikşîne. Wê dizanî ku di wan saetan de bêpêjinî heye û ewê bi serê xwe here û bê. Lê belê li ser bîrê zilamek hebû û ew yekî Cihû bû. Bi sedsalan di nav Cihû û Sameriyan de dilman û ji hev nefretkirin hebû. Di vê herêmê de ji yekî Cihû re nedigotin: «Tu bi xêr hatî welatê me!» Belkî ew Cihû tî bû, lê li gor adetên Cihûyan çênedibû ku yekî Cihû ji taseke ji destê yekî Samerî vexwe, çimkî bi vê yekê ewê murdar bûya. Loma vê jinikê dizanî ku yê Cihû bi wê re napeyive û ji xwe di dema Îsa Mesîh de zilamekî bi jineke xerîb re nedida û nedistand û wan li hev jî nedinêrî. Lê belê wiyê Cihû jê pirs kir û got, ma ka ewê avê bide wî? Jinik matmayî ma û got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me. Tu têkiliya Cihûyan bi me Sameriyan re tune.»

1

Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.» Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu avê pê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî? Îsa jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Lê belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.» Wê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.» Îsa jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.» Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa got: «Te rast got ku mêrê te tune, çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.» Jinik dîsa şaş ma û got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î. Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.» Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav. Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê. Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî. Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.» Jinikê bersîva wî da û got: «Ez dizanim ku Mesîh» - yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin - «wê bê û gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.» Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.» Jinika Samerî dîsa şaş ma. Ew difikirî: Mesîhekî Cihû yê ku bi jineke Samerî re dipeyive? Ev çi tiştekî ecêb û newaze ye! Diviya ku wê ji xelkê gundê xwe re bigota! Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: «Werin, wî mirovî bibînin, yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?» Di wan rojan de mirov pir li hêviya Mesîh bûn û gelekan digot ku ewê serokê ordiyeke mezin be, lê belê ev Mesîhê ha, hem pêxember û mamoste û hem jî Xilaskar bû. Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn. Xelk ji gundê wê derketin û ber bi Îsa ve dihatin. Wan ji Îsa lavlav dikirin û jê dixwestin ku çend rojan di gundê wan de bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma.

2

Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.» Dostên delal, wê jinikê bi xwe nikaribû xwe ji dîroka gelê xwe an jî ji jiyana xwe ya berê azad bikira. Îsa av ji wê jinikê xwest û bi vê yekê wî ew dîwarê ku Samerî û Cihû ji hev veqetandibûn, hilweşand. Beriya her tiştî Îsa jê re kifş kir ku hewcedariya wê ya herî mezin Xwedê û rastiya wî ye. Wî nîşanî wê da ku ew bi xwe Mesîhê Xwedê ye. Wek ku wî jiyana gelek mirovên din guhert, ew dikare jiyana wê jî biguhere. Di Peymana Kevin de Xwedê bi devê Yêremya pêxember gotiye ku ew bi xwe «serkaniya ava ku jiyanê dide» ye. Û demekê piştî vê serhatiyê, Îsa weha got: «Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe. Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›» Lê belê di vê yekê de ji bo şagirtên Îsa Mesîh jî ders hebû: Ew çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin û çaxê ew vegeriyan û dîtin ku Îsa bi jineke Samerî re bipeyive, ew gelek şaş man, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?» Piştî ku jinik rabû û çû ku ji xelkê gundê xwe re li ser Mesîh bêje, şagirtên Îsa jê lavlav kirin û digotin: «Mamoste, tiştekî bixwe!» Lê Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.» Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re xwarin aniye?» Lê belê Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim.» Û di wê rojê de daxwaza Xwedê ew bû ku xelkê wî gundê Sameriyên kêmdîtî fêm bikin ku Îsa Mesîh ji bo wan jî hatiye û ew bi xwe ava jiyana herheyî dide canê mirovên tî. Dostên delal, ma we ava jiyana herheyî standiye? Wek ku Îsa Mesîh hingê ji jinika Samerî re got, îro ji we re jî dibêje: «Ji min bixwazin, ezê ava jiyana herheyî bidim we.»

www.erf.de/mizgini
3

Sign up to vote on this title
UsefulNot useful