You are on page 1of 44

Serhatiya jiyana Doktor Seîd

Bingehê vê serhatiyê ev pirtûk e: The Life Story of Dr. Sa’eed of Iran By J.M. Rasooli and C.D. Allen
William Carey Library
1605 E. Elizabeth St. Pasadena, CA, 91104

Bi destûra weşanxana William Carey Library hatiye wergerandin û kinkirin. Mizgînî 2008

Serhatiya jiyana Doktor Seîd
(1863-1942)

Ez dixwazim ji we re bi kurtvebirî li ser serhatiya jiyana Doktor Seîd bipeyivim. Doktor Seîd Kurd bû û ji eslê xwe ji Kurdistana Îranê bû. Ew di sala 1863'an de li bajarê Sinê (Senendecê) hat dinyayê. Navê bavê wî Mela Resûl bû; ew melayê diyaneta Îslamê bû. Çaxê ku Seîd ji Mela Resûl re çêbû, wî ji bo bûyîna kurê xwe deholvan û zirnebêj anîn û tam li gor adeta Kurdan govend girtin û şahî çêkirin. Piştî ku mêvanên wan çûn, Mela Resûl vegeriya hewşa xwe. Hewş bi kevirên mezin û pehn hatibû reqifandin û dîwarê wê bilind û ji axê bû. Mela Resûl bi derenceyan ve hilkişiya çû mala xwe. Jina wî li ser doşeka xwe ya ji pûş radiza û kurê wê yê nûbûyî jî li ber serê wê di dergûşê de radiza. Çend rojan piştî bûyîna kurik, wan melayek anî mala xwe, da ku navekî li kurik bike. Mela, kurik da ber singê xwe û ji Quranê hin tişt jî di guhên wî de xwendin, parçeyekî biçûk ji xurmê ji devê xwe xist devê kurik û weha got: «Ez navê te dikim Mihemed Seîdê esîl.» Ev adet çêdikirin, digotin: «Çaxê pêxemberê me Mihemed nav da neviyê xwe Hesen, wî wusa kir. Êdî navê kurik bû Seîd.1 Mela Resûl ji malbateke wusa bi nav û deng dihat ku çend zilamên dînê Îslamê yên ku hatibûn naskirin jê derketibûn. Mela Resûl bi xwe jî ji malbata xwe, melayê heftan bû û hemû taybetiyên malbata xwe diparastin. Çaxê ku di xortaniya xwe de ma sêwî, apê wî ew bir ba xwe, ku li ba wî bixebite. Apê wî li rojhilata Enedolê rûdinişt, lê Resûl qîma xwe bi jiyana gund neanî û ji ber ku ew tî û birçiyê zanebûnê bû, ew ji ba apê xwe derket û berê xwe da bajarê Sinê. Li Sinê gelek zaneyên dînê Îslamê hebûn û her çiqas melatî ne payeyeke girîng be jî, di dawiya berxwedana xwe de ew gihîşt derenca melatiyê. Giregirên bajêr destûr dan wî ku ji bo nexweşan dua binivîse û bixwîne. Nivîsareke kevin li ser hin giyayên ji bo saxbûnê û li ser tiştên din bi Mela Resûl re hebû û carna ew giya bi kêrî tiştekî dihatin. Kardestiyeke din a wî jî ew bû ku here nav goran û hînî wan ên ku nû mirine bike, da ku bersîvên rast li ser dînê Îslamê bidin milyaketan. Mela Resûl ji xelkên xwe keçikeke hêja ji xwe re anî; navê wê Mahenesa bû. Jina wî jêhatî û kêrhatî bû û ji bo ku jina melê bû, beşdarî wan civînên ku ji bo dîn di nav jinan de dihatin çêkirin, dibû. Gelek hevalên wê jî dihatin ba wê, ku bi wê re bipeyivin û jê hîn bibin.

1

Bi zimanê Erebî mana «Sa’îd» «bextewar» e, yanî «xwezikdar».

2

Mela Resûl û jina xwe qenc li hev dikirin û heşt zarok ji wan re çêbûn, lê yek li pey yê din hemû mirin. Çaxê ku Seîd hat dinê, bi tenê birayê wî Keko yê ku heşt salî bû, dijiya. Mela Resûl zû fêm kir ku Seîd zarokekî aqilmend û jêhatî ye û hemû qeweta xwe ji bo hînkirina wî feda kir. Hê ku Seîd nebûyî pênc salî, wî dikaribû gelek ayetên Quranê ji ber xwe bixwîne. Her êvar ji berî ku raze li ba bavê xwe diçû ser çokan, destê xwe datanî ser çokên xwe û şeş baweriyên bingehîn ên Îslamê çend caran li ser hev digotin. Jêhatiniya Seîd wusa kifş bû ku wan bawer dikir eger ew niviştiyeke taybetî bi xwe ve neke, xelk wê çavekî lê bixin. Ji bo vê yekê bavê wî ji Şêx Osman re nivîsî, da ku ji bo vê yekê duayekê amade bike. Şêx Osman bi xwe mirşîdê (rêberê) terîqetekê bû. Wî dua nivîsî û ew bi hundirê şefqa kurik ve hat dirûtin. Ji beriya ku Seîd bibe şeş salî dest pê kir çû wê xwendegeha ku bavê wî vekiribû, da ku Erebî û Farsî hînî zarokan bike. Di xwendegeha ku Seîd lê hîn dibû de, zivistanê bîst-sî zarok dixistin odeyeke mezin ku pencera wê ya cam jî nebû. Zarokan lingên xwe dixistin nav hev û bi agirê menqala komirê xwe germ dikirin. Heçî zarokê ku sûcek bikira, binê lingên wî didan ber daran. Rojekê birayê Seîd ê mezin Keko ji çavnebarî sûcekî ku Seîd nekiribû, xist stûyê wî. Seîd pêxas bazda, çû ser berfê, da ku ji ceza xilas bibe. Lê Keko ew girt û alîkariya bavê xwe kir ku teşkên Seîd girêdin, hingê Mela Resûl binê lingên Seîd yên ku ji sermayê tevizî bûn, dan ber daran. Seîd di hînbûna xwe de zû pêşve çû. Rojekê yekî xerîb hat Sinê. Çaxê ku Seîd ew dît, ji diya xwe re got: «Çima evê Ewrûpayî şefqa ku hawirdora wê pehn e datîne ser serê xwe?» Çimkî hingê şefqên Farsan bê doranek, yanî bê lêvik bûn. Diya wî jê re got: «Ew yekî bê dîn e, ew naxwaze ezmên bibîne.» Bi vê bersîvê ew nefreta ku li hember wan ên ku ne Misilman bûn, di hiş û bîrê Seîdê bizav de dihat çandin. Di Sinê de li dor şêst malên Kildaniyan hebûn û hem jî Cihû hebûn. Li hember wan di dilê Seîd de zikreşî dihat çandin. Ji bo ku Seîd hê zarok bû, carna diçû malên Mesîhiyan, kar û marên biçûk dikirin. Carna çaxê di ber refikekê re derbas dibû, enîşka destê xwe li çend sêniyan dida, ew dişkandin û piştre digot: «Ji bêhemdî çêbû, li min bibihûrin!» Feneke din a Seîd hebû: Çaxê li ser mahfûrên wan Filehan rûdinişt, di bin enteriyê xwe yê fireh de bi nikilê kêrika xwe qul li mahfûrên wan vedikir. Bi van xerabiyan dîndarî dihat şidandin û ew li hember yên bê dîn dihatin kirin, da ku dîndar di çavê Xwedê de qenc bên dîtin. Ji beriya ku bigihîje emrê ku pêwistiyên dîn pêk bîne, Seîd berpirsiyarî hilanî ku adetên dînê Îslamê bîne cih. Dest pê kir di mizgeftê de beşdarî duayên komelî dibû. Wî ewqas ji dil û mil dua dikir ku carna gazî wî bikirana jî, nedibihîst. Ji ber ku dengê wî gelek xweş bû, wî di mizgeftê de bang jî dida. Û çaxê ew têgihîşt ku gelek mirov duayên bi zimanê Erebî fêm nakin, wî dest pê kir

3

ew wergerandin zimanê Kurdî. Lê melayekî jê re got: «Guneh e ku tu peyvên pîroz wergerînî!» û wusa kir ku wî dev jê berda. Êdî berê jiyana Seîd diket tariyê, çimkî xelayê dest pê kiribû û navêşê (qolêrayê), di bajêr de bi hezaran mirov dikuştin. Mela Resûl herdu kurik birin cihekî din, da ku di xelayê de nexweş nebin, lê jina wî bi zarokeke nûbûyî ve ma di malê de. Piştî salekê Mela Resûl bi herdu kurên xwe ve vegeriya mal, lê diya zaroka ji lerzetayê (malaryayê) û ji mêjandina zarokê lewaz bûbû û ew bi kulbûna çermî ya giran mir; pişt wê re zaroka wê jî mir. Piştî sê salan, Mela Resûl jî nexweş ket. Seîd ji bo wî digiriya, lê bavê wî, ew gazî ba xwe kir û jê re got: «Eger tu ji riya şehrezayiyê dernekevî, ez bimirim jî, tu namînî bê bav.» Di sala 1876'an de, çaxê Seîd 13 salî bû, bavê wî jî mir. Çaxê ku Mela Resûl birin nav goran, bi sedan mirov civiyabûn, dixwestin ku bikevin bin darbesta wî. Herdu birayên Îmamê Mizgefta Mezin di mizgeftê de ji bo bîranîna wî civat çêkirin. Piştî ku birayê Îmam ê biçûk pesnê Mela Resûl da, wî bala xwe kişand ser Seîd û weha got: «Her çiqas Seîd xort e jî, jêhatiniya wî heye ku ew bibe mamoste. Zanebûna wî ya Farsî û Erebî di ser ya min re ye û wek ya birayê min Îmamê Mizgefta Mezin tê heye. Ji bo vê yekê ez ji we dixwazim ku hûn li emrê wî nenêrin û hûn destûrê bidin ku ew di cihê bavê xwe de zarokên we hîn bike.» Her kesî ev yek erê kir. Dotira rojê qerebalixeke mezin di mizgeftê de civiya û eynî şêxî, nîşana melatiyê, yanî kefiya spî, li serê Seîd pêça. Bi wî awayî ew zarokê sêzdeh salî, çil û heşt saetan piştî mirina bavê xwe bû hem mela û hem jî mamoste. Ji bo yekî ewqas xort, ev serfiraziyeke nedîtî bû. Seîd şikir ji Xwedê re dikir, ji ber ku ew di dînê Îslamê de yanî di dînê rast de afirandiye. Her roja ku dihat, wî bi daxwazeke ku zêde dibû, bang dida. Çaxê ku rojiya Remezanê dihat, wî xwe ji wan wextên din hê bêtir dida perizînê. Bi wî awayî sê sal derbas bûn. Di riya zanebûnê de kevirek nema ku melayê xort di bin de nenêrî. Dîsa jî lêkolîna wî ew têr nekir, lê hê bêtir ew cirnexweş dikir. Diviya ku wê birçîbûna ruhê xwe têr bike, lê ji bo wê yekê diviya hê bêtir xwe bida adetên olî û hê tîrtir bibûya. Di Sinê de derwêşên terîqeta Neqşebendî ji bo meclîsan diciviyan. Neqşebendî belavbûyî û xurt bûn. Seîd bihîstibû ku hin ji van çil rojan rojiyê digirin, difikirin û piştre tiştên ecêb dibînin. Fikirî got: «Belkî ez vê bêkêmahîtiya ku tu kes nikare bigihîjeyê, li wê derê bibînim.» Ew çû, seriyek li wê terîqetê da û hat qebûlkirin. Mirşîdê wan destê xwe dirêjî milê rastê yê singê Seîd kir û got: «Ew daxwazên xerabiyê yên bedenê ne.» Destê xwe bi milê çepê ve kir, got: «Mana wî dengê ku dijene, ‹Allah› e. Tu jî her cara ku dilê te bijene, bêje: ‹Allah, Allah, Allah› û tê xwe bidî Allah.» Seîd sê salan bi wan derwêşan re berdewam kir, lê dil û ruhê wî têr nebûn.

4

***

Di sala 1879’an de, çaxê Mela Seîd 17 salî bû, rojekê ber êvarê sê mirovên xerîb li heywanan siwarbûyî dihatin Sinê. Yek ji wan mizgînvan, yanî wazkerê Încîlê bû; navê wî Yûhenna bû. Herduyên din Kitêba Pîroz difirotin. Van mirovan li Urmiyê xwendibûn û hatin vî bajarê dîndar, da ku baweriya xwe bidin naskirin. Ji ber ku ew demek bû ku mizgînvan Yûhenna li Sinê kar û xebata xwe pêşve dibir, dixwest ku zimanê Farsî hê çêtir hîn bibe, çimkî ev ne zimanê dê yê cihê wî bû. Çaxê ku ew li mamosteyekî geriya, Mela Seîd ji wan re hat pêşniyarkirin. Seîd jî qebûl kir, lê ji ber ku li gor fikra hin Misilmanên dîndar çênabe ku ji Mesîhiyan re «Selamûn eleykum» bê gotin, Seîd fikirî, got: «Ez bêjim ‹Roj baş›, wê bes be.» Yek ji wan ên ku kitêb difirotin di cih de fêm kir ku Seîd ji bo çi wusa got û ji Seîd re got: «Kitêba me jî heye, çêdibe ku tu ji me re silametê bixwazî.» Ev bersîva nenas melayê xort şaş kir. Wan Mesîhiyan Quran dizanî! Dotira rojê Seîd nizanibû ku çi silavê li wan bike. Fikirî, ji xwe re got: «Herfek bê guhertin, wê fêm nekin», bi lez silav li her siyan kir, got: «Sehamûn eleykum». Mana wê yekê ev e: «Bila tîr li we bikevin!» Rojekê Seîd di demê dua sibê de zû hat mala mizgînvan Yûhenna. Wan jê re got: «Tu jî were nav me.» Kitêba Zebûrê dan dest wî, da ku çaxê ew bi dorê bixwînin, ew jî bikare li pey wan here. Piştre yekî ji wan Mesîhiyan bi zimanê Farsî dua kir. Naveroka wê duayê gelek bandûr li Seîd kir. Wan hem ji bo dostên xwe û hem ji bo dijminên xwe qencî û kerema Xwedê dixwestin. Seîd fikirî, got: «Ma mirov hergav ji Xwedê naxwazin ku dijminên wan helak bike?» Seîd ji nêzîk ve guhdariya van her sê zilamên bawermend dikir û li jiyana wan dinêrî. Hin bi hin wî dît, ew sûcdariyên ku li Mesîhiyan tên kirin, ne rast in. Wan her siyan şerab venexwar. Ew rast dipeyivîn û di xebata xwe de durust bûn. Ew qet li ser cîranên xwe xerab nefikirîn û gotin û kirinên wan hev digirtin. Kêfa Seîd ji wan re hatibû. Wek ku ew difikirî, Mesîhî hemû ne xerab bûn. Nefsbiçûkî û durustiya mizgînvan Yûhenna, mamosteyê xort dikişand xwe. Ji ber ku di nav wan de biyanîtî nemabû, Seîd dikaribû her tiştê ku di dilê wî de bû jê bipirsiya. Mizgînvan Yûhenna Încîleke bi zimanê Aramiya hemdem da Seîd û çend hevok ji Încîlê hînî wî kir. Seîd di mal de kitêb nîşanî birayê xwe Keko da û ew tiştên ku di nav wî û mizgînvan Yûhenna de çêbûn, ji sêrî û binî jê re gotin. Lê belê Keko enirî, got: «Kî dizane ku ev kitêb te naxe rewşeke zehmet?» Keko jê xwest ku bi yekî zana re li ser qanûn û zanastiya Îslamê xebata xwe hê zêdetir bike. Lê vê yekê Seîd netirsand, wî fêm kir ku divê vê lêkolînê bê Keko bike.

5

Çaxê Seîd dima tenê, ew li ser wan pêxemberîtiyên ku li ser Îsa Mesîh hatibûn gotin difikirî û disekinî. Ji xwe re got: «Ma ji bilî Mihemed kî dikarî hêjayî van pêxemberîtiyên nedîtî bûya? Lê ew zilamê ku Îşaya pêxember di deriyê 42’an, ayeta 1-3’an de li ser dibêje, çawa dikare pêxemberê Îslamê be? Îşaya pêxember li wir weha dibêje: «Va ye xulamê min ê ku ez jê re bûme piştevan, bijartiyê min ê ku bi dilê min e. Ezê Ruhê xwe deynim ser wî û ewê edaletê ji miletan re derîne meydanê. Ew gazî nake û naqîre û dengê xwe li kuçeyan nade bihîstin. Çîtika perçiqandî naşkêne û fitîla ku dû dike natemirîne. Bi dilsozî ewê edaletê derîne meydanê.» Seîd fikirî, ji xwe re got: «Ola Îslamê bi hêza şûr hatibû belavkirin û ew bi van pêxemberîtiyên Îşaya re li hev nagire.» Seîd zimanê Aramî hîn dibû, da ku Încîlê bixwîne û bi Quranê re rû bi rû bike. Wî ji birayê xwe yê mezin Keko destûr xwest, ku xebata xwe li ser zimanê Aramî berdewam bike, da ku baweriya Mesîhiyan derew derxe. Keko û dostên wî bi zanastiya melayê xort dizanibûn û bi vê yekê kêfxweş bûn. Êdî Seîd destûr stand ku xebata xwe berdewam bike û wî dikaribû bi eşkereyî li ser Încîlê lêkolînê bike. Çiqas dixwend jî, bêyî ku hûr û kûr lêkolînê li ser bike, wî tu tişt qebûl nekir. Di eynî demê de çavê wî li jiyana mizgînvan Yûhenna jî bû, da ku bibîne ma tiştekî bervajiyê hînkirina xwe dike, an na. Êdî piştre Seîd weha nivîsiye: «Her roja ku dihat, min xwe hê bêtir nêzîkî mizgînvan Yûhenna didît. Hezkirina wî, rastbûniya wî, jiyana wî ya paqij, nefsbiçûkiya wî û durustiya wî ji kûr ve bandûr li min kir. Min bi her kesê ku dihat ba wî re guhdariya galegalên wî kir. Min her gotina wî bi aqilê xwe kişand. Êdî min dît ku şîrovekirinên wî çiqas rast û bersîvên wî çiqas bi hêz bûn. Ya herî girîng ev bû ku jiyana wî kifş dikir ku gotinên wî tam rast bûn.» Yûhenna bi van galegalên weha fikrên Mela Seîd yên xelet vedileqandin û di dawiya du sê mehan de, melayê xort ket şikê. Tiştên ku Yûhenna digotin, ji hişê wî dernediketin; gotinên wî di kuçeyê de, di bazarê de, û heta çaxê ku wî nimêj dikir jî, di hişê wî de diman û her gav dilê wî bi wan tiştan tije bû. Rojekê çaxê ew diçû ku dua êvarê bike, ew di kuçeyeke teng û bêdeng re derbas dibû; ji nişkê ve û bê hemdê wî, ev fikra ha hat hişê wî: «Her çiqas tu wusa nafikirî jî, belkî Mihemed ne pêxemberekî rastîn e?» Ji bo kêlîkekê bi vê şika tirsehêz req sekinî. Piştre bi kulman li serê xwe xist û ji xwe re got: «Pîsê gunehkar! Ax çima ev fikrên xerab tên hişê min?» Di cih de wî bêrawestin got: «Bi tenê Îslam riya rast e», lê dîsa jî dudilîtî di kemînê de disekinî. Ew li ser jiyana mizgînvan fikirî û got: «Yekî bêbawerî çawa dikare evqas durust be?» Çaxê ku ew hê weha difikirî, sûretê ezperestiya wî yê rastîn kifş bû. Olperestiya wî bi awayekî rût û tazî di çavê wî de bû wek xeyaleteke pîs, bêmirêz û

6

ceynikbir. Ew lerizî û ev peyvên Mihemed hatin bîra wî: «Hûn ew xelkên bi xêrûbêr in yên ku ji bo mirovan derketine meydanê.» Lê çaxê ku wî jiyana xwe bi ya mizgînvan Yûhenna re rû bi rû kir, tiştê ku derket ne bi dilê wî bû û vê yekê dilrehtiya wî hê zêdetir kir. Gava ew êdî gihîşt mizgeftê, wî bi lez û bez avdest stand, da ku ji wê pîsîtiya ku li ser wî ye xilas bibe. Dîsa jî ew bi dilekî bargiran vegeriya mal. Wê şevê qet dilê wî neçû xwarinê. Ew zû çû ku raze, lê xewa wî nehat. Ew naliya, dilê wî bihûrî, ew di nav cihê xwe de zivirî, sekinî û dîsa dilbihûrtî bû. Piştre rabû û biryar da ku vê pirsgirêkê ji binî ve çareser bike. Wî agir pê xist, rahiştin du pelên komirê û danîn ser herdu teşkên xwe. Wî çizêna goştê ku dişewitî dibihîst, lê her çiqas êşeke ku nayê ragirtin dikişand jî, dîsa çavên xwe neneqandin, sekinî heta ku du birînên kûr vebûn. Saxbûna birînan demeke dirêj kişand û cihê du birînan ma. Ev di wê demê de adeteke Kurdan bû: Yekî Kurd sond bixwara, ji bo bîranîna sonda xwe diviya birîneke ku cihê wê bimîne li bedena xwe vekira. Birînek ji wan ji bo bîranîna wê sonda ku Seîd gotibû: «Ez careke din bi Mesîhiyan re li ser dîn napeyivim» bû. Ya din ji bo vê yekê bû ku kirinên wî yên xerab bîne bîra wî, ku ji wan dûrkeve. Hingê wî ji mizgînvan Yûhenna re xeber şand û got: «Çiqas tê, karê min zêde dibe; ez nikarim piştî dersên xwendegehê dersê bidim we jî. Bi ser de, min dev ji hînbûna zimanê Aramî jî berdaye.» Lê piştre wî li ser wê demê nivîsî, got: «Min ferq kir ku ew birînên ku li ser bedena min vebûbûn sax bûn, lê ew birînên ku vî zilamê Xwedê mizgînvan Yûhenna li hişê min vekirine, sax nebûn. Agirê ku di dilê min de bû, wek pêtê pêketibû. Min bi xemgînî dît ku min nikaribû ku ez jiyana xwe û karên xwe serrast bikim; hemû xîreta min pûç bû. Min çiqas zêdetir li ber xwe dida, karên min hê bêtir ber bi xerabiyê ve diçûn.» Şevekê çaxê ku Seîd ji dua mizgeftê vedigeriya, ew di riya xwe de ket cihekî teng û sergirtî. Li wê derê ew bi serê xwe di nav tozê de deverû çû ser çokan û ew kedera dijwar ya ku di dilê xwe de hebs kiribû, bi hêstirên tehl rijand. Ji kûrahiya ruhê xwe yê tevlihevbûyî, wî bi girîn dua kir û got: «Ya Rêberê wan ên ku riya xwe winda kirine, riya rast a ku li gor daxwaza te ye, nîşanî min bide. Perdê ji ser çavên min rake û dilê min rihet bike. Min rizgar bike! Ez lavan ji te dikim, min ji kortala mirinê xilas bike û qeweta xwe bide min, da ku ez bi awayekî hêjayî te, ji te re xizmetê bikim.» Çaxê ku wî ev peyvên ha gotin, pê hesiya ku barekî giran ji ser wî rabû. Rabû ser xwe û biryar da ku hûr û kûr lêkolînê hem li ser Încîlê û hem li ser Quranê bike û hê bêtir jiyana pêxemberê xwe hîn bibe. Niha ew ji nû ve amade bû ku bi mizgînvan Yûhenna re bixwîne. Bi xîreteke mezin, wî çar, pênc mehan li ber xwe da, ku vê xebata ji dil pêk bîne. Ew hem di Încîlê de û hem jî di Quranê de rastî

7

gelek tiştên zehmet hat. Lê bi alîkariya şîrovekirinên Yûhenna ew têkilheviyên li ser hînkirinên Încîlê yên ku di serê wî de bûn, wek ku dixwest jê re vebûn. Wî dît ku pêxemberîtiyên Tewratê çawa hatin cih, dilê wî rihet dibû û wî bi Îsa Mesîh yê ku bê guneh e hêvî dît. Wî fêm kir ku bi afûbûna gunehan aştî dikeve dilê mirov, lê wî qenc dizanibû jî ku ew aştî hê di dilê wî de nebû. Bi xwendina tefsîrên Quranê yên herî qenc, wî lêkolîn li ser wê kitêbê jî kir. Lê belê hê çareseriya gelek tiştên zehmet nedîtibû. Ji aliyê tiştên ruhanî ve, wî Încîl di ser Quranê re didît. Piştre Seîd weha nivîsî: «Min di hînkirinên Mihemed û di jiyana wî ya xumalî de qet tiştek nedît ku ruhekî birçî têr bike. Dilopek av jî nebû ku bida ruhekî tî.» Wî tam nizanibû sedem çi ye, lê çiqas dihat, ew hê bêtir bi Yûhenna ve dihat girêdan û ji bo mirovên xwe û heta ji bo birayê xwe jî dibû wek yekî biyanî. Di vê rewşê de gotineke Saedî hat bîra wî ya ku dibêje: «Mirovekî biyanî yê ku di riya Xwedê de diçe, ji hezar mirovên te yên bêbawer çêtir e.» Destûbiratiya wan çiqas pêşve diçû, Seîd hê bêtir wextê xwe cihê dikir ku di mala Yûhenna de bixwîne û bi wî re gotûbêjê bike. Piştî demekê, Keko li ser daxwaz û fikrên birayê xwe ket şikê û ew bi gotinên giran sûcdar dikir. Wî pesnê xwe bi pêxemberê xwe dida û bi tevz li ser ‹Mesîhiyên kafir› dipeyivî. Rojekê wî ewqas li birayê xwe Seîd da, ku çend dar li serê wî û li çengên wî şkênandin. Seîd deverû çû erdê û axa di bin lingên Keko de maç kir. Piştî ku Keko çû, wî dilê xwe ji Xwedê re vekir û got: «Ya Xwedayê afûker, ez li ber te ji vê toza ku ez di nav de me, ne hêjatir im. Ez gunehkarekî wusa reben im ku min xwe avêtiye ber rehma te. Destûrê bide ku hêstirên poşmanbûniya min bila dilê te tije hezkirin bikin. Ez dizanim ku heqê min bi tenê ev e ku tu dîwana min bikî, lê dîsa ez rehmê dixwazim. Min paqij bike, min safî bike û ji bo xatirê Kurê xwe, min qebûl bike.» Demeke kurt piştî vê bûyerê, Seîd di mala Yûhenna de rûdinişt. Yûhenna êdî difikirî ku vegere mala xwe û ji ber ku wê ji hev veqetiyan, dilê Seîd tije keder bû. Ji nişkê ve ew peyvên ku di kitêba Îşaya pêxember de nivîsandî ne, hatin dilê wî: «Rabe ser xwe, ronahî bike; çimkî ronahiya te hat û bilindahiya Xudan li ser te derketiye.» Heta ku hemû şexsê wî bi vê gazîkirina şadar lerizî, dengê wan peyvan di guhên wî de vedan û di nav wan de sekinî. Çaxê ku di pencerê re li derve nêrî, wî bi wê bextewariya ku di dilê wî de bû, dît ku roj bi spehîtahiyeke din şewq dide. «Rabe ser xwe, ronahî bike, … Va ye, tarî dinyayê dinixumîne Û taristanî li ser miletan e, Lê heçî tu yî, Xudan li ser te derdikeve Û rûmeta wî li ser te xuya dibe.» (Îşaya 60:1.2)

8

Ew gotin bi wî re dipeyivîn û hêza wan ew xistibû bin bandûra xwe. Piştî wê dudilîtî û sewsîbûniya ku bi mehan kişandibûn, ev bextewariyeke mezin bû. Wî bi xwe ferq nekir, lê ew şahiya ku di dilê wî de bû, di rûyê wî re dixuya. Yûhenna ew guhertin ferq kir û jê pirsî ku sedema wê çi ye. Çaxê ku Seîd ev xwezikdariya nû ji wî re got, herdu jî çûn ser çokan û şikir ji Xwedê re kirin. Yûhenna ji wî re got: «Kurê min ê delal, şa bibe, çimkî kerema Xwedê hat ser te.» Ew lêgerîna dirêj û bi zehmet êdî gihîştibû armanca xwe. Rêwî gihîştibû mala Bavê xwe.

***

Piştî ku çend rojên xwezikdar bi hevpariya Mesîhîtiyê derbas kirin, êdî saeta ku mizgînvan Yûhenna ji wê derê biçûya, hat. Ji bo xelatê ji hevveqetînê wî du Încîl dan Seîd, yek bi zimanê Farsî û yek jî bi Aşûrî. Peyvên wî yên xatirxwestinê hem ji bo biziravkirin û hem ji bo hişyarkirina Seîd bûn: «Kurê min ê delal, di nav wan hemû mirovên vî bajarê tarî de, Xwedê bi tenê tu hêjayî rehma xwe dîtî û tu gihandî Xilaskarê te. Bi rastî, ronahiya Îsa li ser te derketiye. Di duakirinê de bi xîret be, da ku tu nekevî ceribandinan. An na, belkî tê ji xwe re bêjî: ‹Bav û kalên me şehreza bûn û ji min çêtir dizanibûn ku rastî çi ye. Divê ez vegerim, li pey wan herim.› Eger tu weha bikî, bi rastî dawiya te wê ji destpêka te xerabtir be.» Çaxê ku Yûhenna cara dawî rûyê xwe yê dilovan ber bi wî ve zivirand, tenêbûniyeke ku neyê ragirtin Seîd rapêça. Gava ku berê xwe ji Yûhenna zivirand, dilê wî bihûrî û got: «Ez mam bi serê xwe.» Êdî Seîd ketibû navbera du tiştan de: Eger wî baweriya xwe ya nû bigota, dikarî bihata kuştin. Çareya din ev bû ku ew bireve; ew li ser vê yekê difikirî, lê pêkanîna wê zehmet bû. Loma wî dest pê kir bi cot jiyana durû ya ku cefa dida ruhê wî dijiya. Êdî kêm diçû mizgeftê, lê ji ber kardestiya xwe, diviya ku bang bida. Dema ku muezîn bang dide, ew piştî her hevokê disekine û wan peyvan bêdeng ji xwe re dubare dike. Lê çaxê ku Seîd peyvên ezanê li gor meqamê wan dixwendin, wî bê deng ji xwe re dua dikir, digot: «Ax ya Xwedayê min, li min negire, min afû bike!» Gava ezan xilas dibû, ew demekê li ser bên dima û hêvî dikir ku yekî din wê pêşnimêjê bike. Piştî demekê ew diket nav nimêjkeran, lê belê wî di nimêjên xwe de ayetên Încîlê digot. Bi wî awayî çend heftî derbas bûn. Di dawiyê de ew agirê ku di dilê wî de pêketibû, zor li wî kir ku ew bipeyive. Di nav hevalên wî de dido hebûn ku bi taybetî nêzîkî wî bûn. Yek ji wan ku navê wî Feyzullah bû, dostekî wî yê dilpak û zane bû. Rojeke Înê, Seîd ev nependiya xwe ji hevalê xwe re got, ku çima ew li ser banê mizgeftê dimîne heta ku dua xilas bibe. Dilê wî bi rojan cefa kişandibû û hatibû dewisandin; loma ev ji bo wî xwezikdariyeke mezin bû ku bikare dilê xwe ji

9

hevalekî xwe re veke. Bi rojan ew li ser baweriya Seîd ya nû peyivîn û Feyzullah xebitî ku wî careke din bizivirîne Îslamê. Çaxê ku Feyzullah dît ku ew nikare baweriya dostê xwe bîne, ew xebitî ku wî şa bike. Rojekê Feyzullah, Seîd bi çend hevalên bijare re bir mala xwe ya di nav rêz de. Wan çay çêdikir û di ber re stran digotin û li çepikan dixistin, lê di dilê xwe de Seîd nedixwest ku beşdarî vê kêfê bibe. Wî hinek nan hilda û ket nav rêz, çû ser çokan û ew tiştên ku di dilê wî re derbas dibûn, bi duakirinê vala kirin. Wî nanê xwe bi tiriyê ku ji mêwê çinîbû xwar û li ser mirina Îsa Mesîh difikirî. Seîd bi vê peyivîna ku bi Feyzullah re kiribû, bi zirav bû û piştî demekê nêzîkî hevalê xwe yê zaroktiyê Hebîb bû. Meha Remezanê bû û Hebîb bi rojî bû. Ew çûn nav nizêr û li rex newalekê rûniştin. Seîd tewa û av vexwar. Hebîb ecêbmayî ma, dengê xwe hilda û got: «Ma tu dîn î? Qey te ji bîr kiriye ku tu bi rojî yî?» Li ser vê yekê Seîd bi kurtî li ser baweriya xwe ya nû ji wî re peyivî û got: «Eger ev yek bê bihîstin, jiyana min wê bikeve xeterê, yanî talûkê.» Hebîb li ser wî qehirî, dilê wî gelek lê şewitî û ew li ser xetayê dostê xwe giriya. Lê piştî vê yekê ew gelek caran bi hev re peyivîn û dilê Hebîb nerm bû. Ew hevalên li dor Seîd yên ku bi baweriya wî ya nû dizanibûn, çiqas dihat zêde dibûn. Heta ku evên ha dostên wî bûn, gelek talûke nebû; çimkî yekî jî ji wan nexwest ku wî bide dest. Lê talûke ji dereke din hat. Doktorekî Cihû bihîst ku Seîd zimanê Aşûrî (Aramî) dizane, ji wî pirsî, ma ew dixwaze zimanê Îbranî jî hîn bibe. Ew li hev hatin ku ew Seîd hînî Îbranî bike û Seîd jî Farsî hînî zarokên wî yê Cihû bike. Gelek hevalên Doktor hebûn û Seîd carna bi wan re li ser dîn û baweriyê gotûbêj dikir. Ji bo ku bikare bersîva pirsên wan bide, diviya ku li ser gelek beşên Tewratê lêkolînê bike. Lê çaxê ew fikrên ku wan ji Kitêba xwe pêşkêş dikirin, ji aliyê yekî Kurd ve dihatin pûçkirin, ew pir hêrs diketin. Ji bo ku heyfê hilînin, wan xeber belav kir û gotin: «Melayê we bûye Mesîhî.» Êdî paşgotinî belav bûn û Seîd li kuçe û kolanan dibihîst ku mirovan digot: «Va ye, ew zilamê pîs tê.» Û hinan jî bi eşkereyî peyvên xerab ji wî re digotin. Peyveke pêşiyan a bi Farsî hat bîra Seîd: «Dermanê birîna ku tîran vekiriye heye, lê dermanê birîna ku zimên vekiriye tune.»2 Ji ber ku kesekî wî nebû ku xwe nêzîkî wî bike, ew hê bêtir li cihên bêpêjin digeriya ku bikare bimîne tenê. Di wan rojan de zilamekî katolîk ê ku navê wî Feteh bû, ji Rûsyayê vegeriyabû Sinê. Ew bazirgan bû, wî Încîl dizanî, ew jixwedêtirs û zilamekî hişvekirî û fikirzelal bû. Ji ber ku wî Yûhenna nas dikir, Seîd li wî geriya û galegala wan hêdî hêdî hat ser dostê wan ê hevpar. Çaxê man tenê, Feteh diwêrî ku ji Seîd bipirse: «Ma te bi rêberiya wî ronahî dît?» Seîd bi carekê ew tiştên ku di dilê wî de bûn, vala kirin. Feteh bi vê yekê pir şa bû, lê dîsa pirsî, got: «Ma tu dizanî ku ev biryar

2

Bi Kurmancî dibêjin: «Sax dibe cihê xenceran, lê sax nabe cihê xeberan.»

10

wê çiqas zehmet û talûkeyan derxe? Ma tu amade yî ku tu dev ji xelkê xwe û ji siyaneta ku tu ji wan distînî, berdî û eger lazim be, tu dev ji mala xwe jî berdî? Eger tu ji bo vê yekê ne amade bî, tu ji Mesîhîtiyê dûr bisekinî, wê çêtir be.» Seîd bi van gotinên sergiran gelek dilhişyar bû. Wî bersîv da û got: «Ne serbilindiya min a di çavên xelkê min de û ne jî tiştên vê dinyayê û heta windakirina jiyana min jî, ew hemû tişt nikarin bibin sedem ku ez Xilaskarê xwe Îsa înkar bikim, çimkî wî riya jiyana herheyî nîşanî min daye.» Bi ser ku Seîd qet ji birayê xwe Keko re eşkere nekiribû jî, birayê wî ji jiyana wî ya guhertî fêm kir ku wî gaveke girîng avêtiye. Çimkî Seîd sibehan êdî ne Quran dixwend û ne nimêj dikir. Keko û hin hevalên din dixwestin ku wî bînin ser baweriya wî ya berê, loma carna ew kêm didîtin, carna pesnê Mihemed didan û li ser Mesîhiyan xerab dipeyivîn, digotin: «Ew kûçik in», û ji Seîd re dikirin mana û gelek caran bi gefxwarin û lêdanê zor li wî dikirin. Carekê wan Seîd qanî kir ku ew seriyekî li rêberê Neqşebendiyan bixe. Ev zilamekî wusa bû ku xwe bi çil roj rojî ve digirt û baweriya xelkê pê dihat ku ew fikir û sirên dilê mirovan dizane. Piştî ku wan piçekê galegal kir, wî bi dengekî hişk ji Seîd re got: «Bi wan hevdîtinên ku tu bi bêbaweran re çêdikî, ewrekî tarî ketiye ser dilê te. Hay ji xwe hebe! Xwe ji wan kûçikên kafir dûr bixe, an naxwe tê ji rê derkevî.» Rojekê Îmamê Mizgefta Mezin gazî Seîd kir û jê re got: «Ez dixwazim li ser Mesîhîtiyê hîn bibim, ji min re Încîlekê bîne û hin derên ku tu dizanî, nîşanî min bide.» Seîd Mizgîniya Xwedê yanî Încîlek ji wî re bir û bala wî kişand ser çend ayetan. Di serdana Seîd a diduyan de, Îmam weha got: «Min di vê kitêbê de tiştek nedît ku nefreta Misilmanan ya ku ji Mesîhiyan dikin, rast derxe.» Seîd bi vê yekê gelek şa bûbû. Her çiqas Îmamê Mizgefta Mezin dixwest ku di îmamtiya xwe de bilind bibe, dîsa jî ew zilamekî dilbirehm bû. Bi ser ku walî û xelk li hember wî derketin jî, wî gelek caran hêrsa wan ên fanatîk ya li hember Seîd vemirand. Carekê çaxê birek kes hatin û ji wî xwestin ku fermana kuştina Seîd derxe, wî ew bi hêrs ji mala xwe derxistin. Êdî Seîd bi zelalî fêm kiribû ku li Sinê ji bilî neheqî û talûkeyan tiştekî din ji wî re nemabû. Rojekê çaxê ku ew, Keko û cîranekî wan di mal de rûniştibûn, Seîd ji kitêbek ya Îslamê çend peyv ji cîranê xwe re xwendin. Keko bi pêxemberekî weha pesnê xwe da. Lê belê Seîd diwêrî ku bêje: «Divê mirov li ser nivîsînan lêkolînê bike, ma ew rast in, an na.» Wî ji wan re pêşniyar kir ku lêkolînê li ser «çavkaniyên pîroz», mesele li ser Încîlê bikin, ma li ser hatina Mihemed tiştek heye, an na. Cîran ev pêşniyar qebûl kir, lê Keko gelek bi hêrs ket. Wî destê xwe avêt wî çekê dagirtî yê ku bi dîwêr ve daleqandî bû û nîşan li birayê xwe girt. Seîd nelebitî, le cîran xwe avêt ser çek û ew ji destê Keko stand.

11

Êdî Seîd dikarî çi bikira? Bi tenê riyek dima. Ew jî ev bû ku her tişt bi rastî ji birayê xwe re bigota, lê ev gelek talûke bû. Ji xwe Keko ji tiştên ku di jiyana Seîd de çêdibûn, ne bêxeber bû, lê wek ku wî ew guhertina ku di jiyana birayê wî de çêbûbû ferq nedikir, hewl dida. Seîd bi baldarî hesabê rewşa xwe kir: Wî qenc dizanibû ku di Quranê de kuştina wan ên ku baweriya xwe guhertine hatiye emirkirin. Wî dizanibû ku wê ji bo wî bi xwe jî wusa bibe, hem jî bi destê biraye wî bi xwe. Wextekî dirêj bû ku ew her roj bi mirinê re rû bi rû dibû. Peyveke pêşiyan a bi Farsî hat bîra wî: «Ji reş wêvetir tu reng din tune.» Di dawiyê de wî biryar da ku her tiştî ji Keko re bêje. Lê ji bo ku hê bêtir hêrsa wî raneke, wê ev yek ne bi gotinê, lê bi nivîsandinê bikira. Wek ku nameyeke xatirxwestinê ji birayê xwe re dinivîsî, weha nivîsî, got: «Xwedayê bilind ê ku bi çavan nayê dîtin bi rûmet be! Ewê rûmetê bide wan ên ku canê xwe ji bo wî didin... Ji bo min êdî fersend tune ku ez hê bêtir di vî bajarî de bimînim. Piştî ku tu hemû dîtinên min bizanî, eger tu min bikujî, ezê xwe şahid hesab bikim, çimkî ez dizanim ku Xwedê wê min qebûl bike. Û eger tu canê min biparêzî, heta dawiya emrê xwe ezê bibim xizmetkarê te. Heta ku hêrsa te li ser te be, delîlan ji min nexwaze ... Ev ji demekê ve ye ku ez Mesîhî me .... Tu dizanî ku mirov ji bo min çi difikirin. Ji bo min gelek talûke ye ku ez di vî bajarî de bimînim....» Seîd emrê kuştina xwe nivîsîbû; bi rojan di nav hêvî û tirsê de, wî ev parçê dînamîtê di piziya xwe de hilgirt. Êvarekê herdu bira û cîranekî wan di mal de rûdiniştin, peyivîna wan ber bi dîn ve çû. Keko û cîran ew peyivînên tûj ên ku Seîd nikaribû ragire, dikirin. Seîd derket derve û çû ser çokan, da ku kêlîkekê dua bike. Wî di vê gava zor û teng de alîkarî dixwest. Piştre ket hundir, name derxist û dirêjî birayê xwe kir. Ji guhertina rengê Keko û ji lerizandina destên wî, cîran fêm kir ku çi di namê de nivîsandiye. Wî destûr xwest û bi lez derket çû. Herdu bira jî di nav tengavê de dilerizîn. Çaxê Keko gihîşt wê hevoka ku digot: «Heta hêrsa te li ser te be, delîlan ji min nexwaze», wî name danî ser pêta lempa gazê, ew şewitand. Bi wî awayî Xwedê wusa kir ku delîla ‹xayîntiya› Seîd hat tunekirin. Pêşî Keko tu tişt negot, lê piştre bi hêrs li Seîd hilat. Seîd deng nekir. Di dawiyê de Keko bi qîrîn got: «Kûçik û mirov nikarin bi hev re bijîn, bifiştiqe derkeve!» Ji ber ku xaniyê wan li rexê bajêr bû, zivistanan çaxê tarî diket ser erdê, carna gur dihatin û li xwarinê digeriyan. Loma Seîd ji birayê xwe hêvî kir, got: «Ma di şeveke weha de, ez bi ku ve herim?» Keko lê vegerand û got: «Min çi ji vê yekê ye?» Seîd hêvî kir: «Ji kerema xwe îşev bihêle ku ez bimînim, sibe ezê herim.» Lê belê Keko got: «Bifiştiqe, seyê pîs!» û destê xwe dirêjî çekê xwe kiribû.

12

Seîd bi lez cilên xwe wergirtin û derket nav tariyê û serma dijwar. Wî li ser wê hişyarkirina Îsa difikirî ya ku dibêje: «Xulam ne di ser axayê xwe re ye. Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî.»3 Bêyî ku bizane bi ku ve here, çû. Wî li deriyê hin dostên xwe xist, lê wan newêribû ku wî bihewînin, çimkî ev yek di çavên Misilmanan de xayîntî dihat hesabkirin. Di dawiyê de jinikeke pîr ew bir mala xwe û ji bo wî cihekî germ amade kir. Sibehî zû ew derket çû xwendegehê, li wir li benda xwendevanên xwe û li benda wan tiştên ku Xwedê ji bo wî amade kiribûn, sekinî. Di vê navê de Keko jî rabû û di pêşberî dêra Katolîkan de sekinî, çimkî wî guman dikir, Seîd xwe bi wê girtiye. Gava xelkê ji wî dipirsî: «Tu bi çek li vir çi dikî?», wî ji wan re digot: «Birayê min bûye kafir; ez li benda wî me, da ku ez wî bikujim.» Çaxê xelkê dît ku Keko dixwaze birayê xwe yê tenê Seîd bikuje û bihîstin ku ew bûye kafir, wan dev ji kar û xebatên xwe berdan û dest bi plana kuştina Seîd kirin. Lê belê her çiqas Keko amade bû ku Seîd bikuje jî, ew ne amade bû ku wî bide destê elaleteke fanatîk. Hingê êdî dilê wî li birayê wî şewitî û ew bi lez ew çû ba xwişka jinbava xwe; ew jineke qenc û şehreza bû û Keko jê xwest ku şîretan li wî bike. Di cih de ew bi hev re çûn xwendegehê û jinikê ew bi awayekî li hev anîn. Êdî Seîd bi Mesîhîtî, yanî wek yekî Mesîhî di malê de hat qebûlkirin. Di mal de her çiqas di ewledariyê de bû jî, wî bi şev ji tirsa êrîşan nediwêrî ku derkeve kuçeyan. Feyzullah, Hebîb û çend dostên din, li ser plan û gêrûfenên dawî xeber tanîn jê re, da ku li vir û li wir ji xefikan xilas bibe. Mizgînvanê Amerîkanî Aqûb Hawkis di sala 1881’ê de ji bo demekê ji Hemedanê hatibû Sinê û zû dît ku Seîd her roj di talûkeyan de bû. Ji ber ku mamosteyê wî ji nişkê ve miribû, wî Seîd vexwend Hemedanê, da ku dersa zimanê Farsî bide wî. Seîd ji Keko pirsî û jê re got: «Êdî îmkan tune ku ez li dînê Îslamê bizivirim û mayîna min a li vir ji bo min mirin e. Rehmê li min bike û destûra min bide ku ez herim.» Keko li ser vê yekê bi mirovekî xwe şêwirî û hingê razî bû. Diviya ku gelek hay ji xwe hebûna. Wan biryar da ku Keko birayê xwe bigihîne karwanekî ku li derveyê bajêr re derbas dibû. Diviya tam piştî nîvro her yek di riyeke cihê re ji mal biketa rê, da ku di sêriyaneke kifşkirî de hev bidîta. Keko çend tiştên birayê xwe jî hilgirtin - mahfûrek, yanî xaliyeke biçûk, tûrikek, hin cilên wî, Încîlek û hin kitêbên din. Seîd şaş ma ku Keko ne bi tenê destûr da wî ku ew here, lê alîkariya wî kiribû ku ew bireve jî. Çaxê ew gihîştin cihekî ku du newal lê digihîştin hev, wan dît ku newal bi ava biharê gelek rabûye. Ji ber ku nexwestin rastî mirovan bên, ew di tenişta newalê re çûn, heta ku wan cihek dît ku ew

3

Încîl: Yûhenna 15:20

13

herin aliyê din. Keko derlingên şerwalê xwe hildan jor, pêlava xwe ji lingên xwe derxist, Seîd bi buxçika wî ve hilda ser milê xwe û li hember ava boş bi zorê derbas bû. Piştî gelek salan Seîd ji birayê xwe re weha nivîsîbû: «Ew hewldana dilovan ji bo hemû birînên ku beriya hingê te li bedena min vekiribûn, bûbû merhem. Bîranîna vê yekê niha jî min didilîne û hêstiran ji çavên min tîne xwar.» Çaxê roj diçû ava, ew gihîştin karwan. Seîd bi rêz destê Keko maç kir û giriya. Keko bê ku tiştekî bêje vegeriya çû. Nîvê şevê karwan derket ser rê û Seîd bi wan re çû. Sibê zû wan li cihekî bîhna xwe vekir û hingê cardin ketin ser rê. Êdî Seîd hê bêtir xwe di ewledariyê de didît. Lê hê gelek dem derbas nebûyî, ew şahiya Seîd vegeriya reşiyê. Li pêşberî wî, Keko, hevalê wî Hebîb û mirovekî wî, Allahkerîm disekinîn! Ew bi lez hatibûn ku wî bi şûn de bibin. Seîd ji tirsan hişk bûbû. Keko ew bir aliyekî û jê re got: «Hemû bajar rabûye ser piyan, ew çûn ba walî û jê re gotin ku bila Seîd bi şûn de vegere. Ew gefan li min dixwin, dibêjin: ‹Emê xênî bi ser te de hilweşînin!› Bila dilê te li min bişewite! De rabe, em şûn de herin û em hêvî bikin ku me biparêzin. Hem ji bo ewledariya xwe û hem ji bo ya min, li Îslamê vegere.» Hebîb û Allahkerîm jî lavlav jê dikirin. Çiqas ew diman bi wî ve, Seîd didît ku bivê nevê, ew yê mirinê ye. Wî got: «Çênabe ku ez vegerim. Hûn bi xwe li vir min bikujin. Bila tu kes nefikire ku ezê ji soza xwe vegerim.» Gelek bandûr li Keko bûbû; Hebîb destê wî digirt û Seîd xwe avêt ber lingên Keko û hêvî jê kir, got: «Min di cih de bikuje.» Keko êdî nizanibû ku çi bike, rahişt çeltê Seîd û bi kitêbên wî yên hêja ve çû. Seîd li pey wî bezî, xwe tewand û daw û derlingên birayê xwe maç kir, got: «Hemûyan bibe, lê Încîla min li min vegerîne!» Çaxê hêviya wî nehat qebûlkirin, ew bi şûn de vegeriya. Keko dît ku cara dawî jî bi kêrî tiştekî nehat; wî çelte danî erdê û bi hezkirineke germ birayê xwe himbêz kir. Piştre ew bi herdu hevalên xwe ve şûn de vegeriya çû û li pişt xwe jî nenêrî. Seîd rûyê xwe nixumand, da ku zilamên karwên nebînin û bi dilşewatî giriya. Çaxê ku ew ji nû ve hat ser hişê xwe, dest pê kir fikirî, got: «Te birayê xwe yê mezin bi dilekî şkestî bi şûn de rêkir! Kî dizane ku wê di nav wan mirovên fanatîk de çi bê serê wî? Û li Hemedanê wê çi bê serê te xerîbê reben? Xatiran ji Mesîhîtiyê bixwaze û bigihîje aştiyê.» Lê li ser vê yekê, van peyvên Încîla wî ya hezkirî di dilê wî de deng vedan: «Eger yek bê ba min û ji dê û bavê xwe, ji jin û zarok, xwişk û birayên xwe, erê, heta ji jiyana xwe bi xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min. … Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de mal, an bira, an xwişk, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe hiştibe û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.»4 Seîd êdî bi biryara ku dabû kêfxweş bû û wî bi dilsoziyeke nûbûyî rêwîtiya xwe berdewam kir.

4

Încîl: Lûqa 14:26; Marqos 10:29-30

14

Dotira rojê çaxê ku Keko gihîşt bajêr, elaleteke ku agir ji devê wê dibarî, hawirdora wî girt û digotin: «Em dizanin ku çima te destûr da ku Seîd here. Firengan pere ji te re şandine!» - û dixwestin di cih de xênî bi ser wî de hilweşînin. Walî jî biryar dabû ku mala Keko hilweşînin û wî ji bajêr derxin, sirgûn bikin. Lê Îmamê Mizgefta Mezin ket navberê û ji walî re da xuyakirin û got: «Waliyê me yê hêja zehf qenc dizane ku Seîd li ser Mesîhîtiyê agahî dida min; ji bo ku di vê mijarê de hê bêtir agahiyê bistîne, min bi xwe ew şand Hemedanê. Sûcê Keko tune!» Bi alîkariya vê neweyiyê, Keko bê sûc derketibû. Lê dîsa mirovan nexwest ku Seîd ji destên xwe birevînin. Ew bi Şukrulah re yê ku siwarekî qenc bû, li hev hatin ku bikeve pey Seîd, mirî an sax wî bîne. Lê çaxê ku Şukrulah tam amade bû ku li hespê xwe siwar bibe, qasidekî bîhnçikiyayî ji aliyê axayê wî ve vexwestineke lez û bez anî û li Şukrulah emir hat kirin ku ew di cih de here gundekî dûr. Bi vî awayî gava ku ew bi lez çû cihekî ku ji Sinê 120 km diket rojava, Seîd nêzîkî bajarekî dibû ku 120 km diket başûrê rojhilat. Di dawiya şeş rojên ku bi xem derbas bûbûn de, Seîd sax û silamet ket nav bajarê Hemedanê. ***

Piştî ku Seîd li Hemedanê bi cih bû û bi Ermenî û Cihûyên ku bûbûn Mesîhî re serbest hevdîtinî çêkirin, wî ji xwe re peyvên helbestvanê Farsan Jamî digotin: «Ox ya Xwedayê min, ma ez hişyar im, an ez xewnê dibînim?» Seîd pêça xwe ya berê rakir, cilên wek yên hevalan wergirtin, êdî Mela Seîd bûbû Mîrza Seîd. Di payîza sala 1882’an de, Doktor Aleksander, jina wî û Sitî Annie Montgomery beşdarî civîna Mesîhiyên li Hemedanê bûn. Ji Seîd re hat gotin ku zimanê Farsî hînî wan bike û jina Doktor Aleksander, Sitî Aleksander jî Îngilîzî hînî wî dikir. Di biharê de hacet û dermanên Doktor Aleksander ên saxkirinê hatin û wî hêrexaneyek yanî klînikek vekir. Seîd zû Îngilîziya xwe pêşve biribû û niha hem bû wergerê wî û hem jî alîkariya wî dikir. Di rojek ji van rojan de lavijeyek ya Mizgînvanê Încîlê Fransis Savîr bi dest Seîd ket. Weha nivîsandî bû: «Xwedayê min, ez ji te hez dikim, ne ji ber ku ezê bi vê riyê herim cenetê, An jî ne ji ber ku ew ên ku ji te hez dikin, wê bigihîjin jiyana herheyî. Tu Îsayê min î, te li ser xaçê ez himbêz kirim, Te ji bo min qîma xwe bi rim û bizmaran û bi her cûre şermezariyan anî. Te cefa û êşên ku nayên hijmartin kişandin û xwihdanên ezabê. Heta bi mirinê jî tu çûyî; te ev ji bo min, ji bo dijminê xwe, kişandin. Loma, ya Îsayê pîroz, ma çima ez ji te hez nekim? Ne bi hêviya ku ez bikevim cenetê û ne ji bo ku ez ji cehnemê xilas bibim,

15

Ne bi hêviya ku ez tiştekî bi dest bixim, an jî xelatekê bistînim, Lê ji ber wek ku te ji xwe hez kir, te ji min jî hez kir, ya Xwedayê hezkirinê! Ev peyvên ha gelek li xweşê Seîd çûn û di dilê wî de agirek bi pêt pêxistin. Wek ku Seîd bi xwe dibêje, van peyvan reşika çavên wî vekirin û ronahî dan wî ku hem xwe bi xwe û hem jî xaça Îsa, tam bibîne. Di wan deman de Mîrza Hawkis di civînê de Mizgînî şîrove dikir û gotinên wî ji kûr ve Seîd xwîngerm kirin. Dostaniya Sitî Montgomery ya saxlem jî Seîd hêzdar kir, çimkî wê bawer dikir ku Xwedê dixwaze Seîd bi awayekî taybetî bi kar bîne. Daxwazên Seîd yên ruhanî ji nû ve pêketibûn. Tiştekî din jî dilê wî xurt kiribû: Di payîza sala 1883’an de birayê wî Keko hatibû serdana wî. Herdu biran bi hezkirin hev himbêz kirin. Keko ne bi hêrs bû; kêm û zêde wî dev ji hişkgiriya xwe, yanî ji fanatîkiya xwe ya pêşî berdabû û xuya dibû ku êdî qebûl kiriye ku baweriya Seîd eseh hatiye guhertin. Piştî ku çend hevdîtinên bi dostanî bi hev re derbas kirin, Keko bi fikrên nû yên li ser Mesîhîtiyê vegeriya mala xwe. Piştî salekê, Keko bi hêceta ku wê here serdana birayê xwe, ji Sinê veqetiya, hat Hemedanê û xaniyê xwe yê li Sinê firot. Lê belê olperestên ku li Sinê bûn, ev yek qebûl nekirin, digotin: «Divê xaniyê mirovekî ku baweriya xwe guhertiye, ji mizgeftê re bê dayîn.» Keko pere bi şûnde dan wî yê ku xanî kiribû û bi vî awayî hem xanî û hem jî tiştên xwe winda kirin. Çiqas dihat Keko hê bêtir nêzîkî Mesîhîtiyê dibû, lê dîsa jê re zor bû ku bawer bike, yekî wek bavê wî yê xwepak di riyeke çewt de be. Rojekê Seîd xwe dabû duakirinê û bi taybetî ji bo Keko dua dikir. Çaxê vegeriya mal û dît ku birayê wî Încîlê dixwîne û di hevpeyivînê de dît ku ew amade ye Îsa Mesîh qebûl bike, hingê Seîd bi şahiyeke ku nayê gotin şa bû. Ew yeka ku Keko Îsa Mesîh Xilaskarê xwe qebûl kir, gelek dirêj nekişand. Seîd bi Doktor Aleksander re çû Tehranê û li wir nexweş ket. Nexweşiya wî ewqas giran bû ku dikarî bi vê nexweşiyê bimira. Çaxê ku ew hê nexweş di nav cihan de radiza, ew ket nav ramanan û gelek xemgîn bû, çimkî hat bîra wî ku çaxê ew bi Misilmanan re dipeyivî, wî çend caran baweriya xwe veşartibû. Loma wî sond xwar û got: «Eger Xwedê min sax bike, êdî tu caran ez baweriya xwe venaşêrim.» Ew di wextekî kurt de sax bû û ji bo ku sonda xwe bîne cih, wî fersendek xweşkeys dît û bi mizgînvan Şimûn re çû bajarê Kermenşahê. Li wê derê gelek Kurdên ku ji bo bazirganiyê ji Sinê hatibûn, hebûn. Çaxê Seîd baweriya xwe ya bi Îsa ji wan re digot, vê yekê bextewariyeke taybetî dida wî. Gelek Kurd ji Sinê dihatin Hemedanê ku dermanên qenc bistînin û çaxê ku ew hatin ba Doktor Aleksander, Seîd di odeya rawestandinê de ji wan re Încîl dixwend. Wî zû dît ku bijîşkî (doktorî)

16

çiqas haleteke bikêr e, çimkî mirovan hem bi awayekî hişvekirî guhê xwe didanê û hem jî amade bûn ku li ser peyva Xwedê bifikirin. Loma Seîd biryar da ku bijîşkiyê bixwîne. Doktor Aleksander piştgiriya vê fikra wî kir û jê re bû mamosteyekî dilxwaz. Seîd zimanê Farsî hînî zarokên mizgînvan Şimûn dikir û kêfa Seîd ji vê mala Mesîhî re dihat, çimkî maleke bi rêz û bi hezkirin bû. Piştî ku Seîd çend mehan beşdarî rabûn-rûniştina vê mala bi rêz bû, dilê wî ket keçeke mizgînvan Şimûn û dilê keçikê jî ket wî. Navê keçikê Rebeka bû û ew keçikeke esîl, şîrhelal û şehreza bû. Lê di zaroktiya xwe de ketibû nexweşiya xuriya û spehîtiya rûyê wê xera bûbû. Seîd li şehrezayiya wê heyirî mabû û ji spehîtahiya derve bêtir hêjatî dida kerekterê wê ya ruhanî. Lê çaxê hat zanîn ku ew ji hev hez dikin, pirsgirêk derketin. Bavê Rebekayê di cih de got ku çênabe. Sedem ne tenê ew bû ku nîjad û baweriya wan a pêşî ne yek bû, lê wan digot: «Eger yekî ku nû ji dînê Îslamê derketiye bi keçikeke Mesîhî re bizewice, wê Misilmanan rake ser piyan!» Hem ji bo Seîd û Rebekayê û hem ji bo civîna Mesîhiyan zewaca wan dikarî bibûya xetereke mezin, ji lewre bavê keçikê got: «Ev qet çênabe û ez tu caran qebûl nakim jî.» Ermenî jî gelek hêrs ketin û tirsiyan, gotin: «Misilman vê yekê bibihîzin, ka wê çi bikin?» Bi tenê Sitî Montgomery piştgiriya Seîd û keçikê dikir. Çaxê bavê keçikê Şimûn bi Sitî Montgomery re xeyidî û got: «Tu çima piştgiriya vê têkiliya çewt dikî?», wê weha bersîv da: «Rojekê hûnê bixwazin ku hemû zavayên we wek Seîd bin.» Çaxê Ermeniyan ev yek bihîst, gelek hêrs ketin û gotin: «Divê Seîd bê şandin cihekî din.» Bi vî awayî Seîd careke din çû Tehranê. Mesîhiyên Tehranê mirovên dilpak bûn û wan xwe nêzîkî wî kir. Lê piştî demeke kurt ew dîsa bi awayekî xerab nexweş ket. Lê ew êşên ku di bedenê de dikişandin, bûn sedem ku di jiyana ruhanî de pêşve here, çimkî niha dema wî hebû ku li ser Xwedê bifikire. Çaxê di nav nivînan de radiza, jiyana xwe ya berê dianî bîra xwe û li ser wê difikirî, ma ka wî tiştek kiriye ku divê bê serrastkirin? Wijdana wî, anî bîra wî ku ji beriya gelek salan diziyeke biçûk kiribû: Wî hin sabûn û hin titûn dizîbû ku kêm û zêde bihayê wan nîv toman bû. Eger Zexayos amade bûbe ku ji bo tiştê diziyî çar qetan bi şûn de bide, Seîd amade ye ku heşt qetan bi şûn de bide. Loma wî bi qasî çar tomanan pere ji dostê xwe Feyzullah re şandin û jê re got ku ew bide kê û jê re bêje ku Seîd lêbihûrtinê ji wî dixwaze. Di sala 1887’an de Doktor Aleksander ji Amerikayê zivirî, ji nû ve dermanxana xwe vekir û daxwazî kir ku xwendevanê wî Seîd ji Tehranê vegere Hemedanê. Seîd gelek şa bû, lê kêfa Ermeniyan ji vê yekê re nehat. Ew fikirîn ku ji nû ve pirsgirêk wê dest pê bikin, bi taybetî çaxê ji nû ve Seîd xwest ku bi Rebekayê re bizewice. Seîd gelek caran xwest û di dawiyê de mizgînvan Şimûn bi şertekî razî bû ku keça xwe bide wî. Şert jî ev bû ku Seîd wê li ber her kesî imad bibûya. Seîd bi

17

vê yekê gelek şa bû, çimkî wî gelek caran xwestibû ku bê imadkirin, lê ji bo ku Misilman li dijî wan dernekevin, daxwaza wî dihat redkirin. Lê niha di roja kifşkirî de – di 10’ê Nîsana sala 1887’an di eywaneke tije de ku Misilman jî tê de hebûn, Seîd eşkere kir ku ew bawermendê Îsa ye û ji dil û mil imad bû. Bi vî awayî Seîd di welatekî Misilmanan de pêş çavên her kesî ve hat imadkirin, bû yekî pêşajo. Bextewariya wî mezin bû, êdî bavê Rebekayê bê şert erê kiribû ku ew bizewicin. Lê astengeke din derket: Mîrza Hawkis nexwest ku pîrozkirina wan çêke. Wî got: «Eger ji bo vê zewicandinê Seîd bê kuştin, mizgînvan Şimûn wê her car min sûcdar bike.» Di wê navê de saleke din derbas bû; mizgînvan Yûhennayê delal careke din kifş kir ku ew wek milyaketê Seîd ê qenciyê ye; wî çaxî ew seriyekê hatibû Hemedanê û wî qebûl kir ku wan mehr bike. Bi vî awayî di 4’ê Tîrmehê de, di mala bûkê de, di nav civîneke hevalan de bi adeteke paqij ew hatin mehrkirin. Ew roja ku Seîd Rebekayê ji xwe re anî, 21’ê Remezanê bû û di Îranê de Misilman di vê rojê de mirina Elî tînin bîra xwe. Ya hê xerabtir jî ev bû ku Ermeniyan ji tirsa xwe xeber dan Misilmanan, gotin: «Daweta Seîd û Rebekayê ye, lê keçik ne Ermenî ye, ew yek Aşûrî ye.» Bi vî awayî wan dixwest xwe biparêzin, çimkî Misilmanên Îranê carna ji bo hemû Mesîhiyan digotin Ermenî. Dotira rojê daxuyanî bi dîwarê mizgeft û dikanan ve hatin zeliqandin; wan gazî olperestên dîndar dikirin, da ku heyfê ji wî Misilmanê xayîn ê ku bi ziraveke mezin û eşkere keçikeke Mesîhî ji xwe re aniyê, bistînin. Di demeke kurt de gelek mirov civiyan, xelkê dikanên xwe girtin û ketin kolanan. Bi dengekî tehl wan gazî îmamê xwe dikirin, digotin: «Ya Elî! Ya Elî!» Ev yek nîşana çalekiyeke ku hatibû plankirin bû. Rewş gihîştibû asta harîtiyê, hinekan sond dixwar ku heta Seîd nekujin, rihet nebin. Ji bo rawestandina vê elaleta hêrsbûyî, diviya zû tiştek bihata kirin. Herdu zilamên bajêr ên herî girîng, walî û Îmamê Mizgefta Mezin a Hemedanê, deyndarên Doktor Aleksander bûn, ji ber ku wî di aliyê bijîşkiyê de alîkariya wan kiribû. Herduyan jî Seîd nas dikir û ji wî hez dikirin. Doktor Aleksander wext winda nekir, seriyek li wan da û ji wan xwest ku vê firtonê rawestînin. Elaleta bi hêrsketî gihan û negihan ba walî, walî çû ser berbankê da ku ji xelkê re bêje. Piştî ku piçekê bêdengî çêbû, wî got: «Min nameyek ji Seîd standiye ku rewş yekcar bi awayekî din e.» Wî nameyek ji berîka xwe derxist û çaxê wek ku dixwend çêkir, hemû elalet ket nav bêdengiyekê. Wî weha xwend: «Kê dîtiye ku yekî Misilman bûye Mesîhî? Di van paşgotinan de qet rastî tune, evên ha bi carekê pelepûçî ne ...» Çaxê ku name gihîşt dawiyê, walî got: «Di gumana min de bi destnivîsîna Seîd ewledariyeke weha ji Îmamê Mizgefta Mezin re hatiye şandin. Piştî van şîrovekirinan qet sedem tune ku mirov bikeve şikê.» Piştre ji xelkê re got ku belav bibin. Bi van gotinan walî da kifşkirin ku ji hemû dilê xwe bi vê peyva Saedî bawer dike ya ku pir caran dihat gotin: «Her car rastiyê nebêje, şer dernexe. Piçekê li hev bîne, bike polîtîka.»

18

Bi vî awayî Îmamê Mizgefta Mezin jî di Mizgefta Navendî de bi elaleteke din ve mijûl dibû. Xelkê li wir jî li hêviya wê biryara ku wê li ser yê xayîn bihata dayîn radiwesta û ew bi eynî rêbaziyê hatin sekinandin û belavkirin. Ermenî ji tirsa xwe, di pişt deriyên girtî de dilerizîn, mizgînvan Şimûn di nav şahiyê de li ber derê mala xwe rûniştî bû. Seîd jî bêdeng bû. Wî di roja dawetê de Zebûra 91 xwendibû û tê de weha dibêje: Yê ku di bin parastina Yê Bilind de rûdine Û di bin siya Yê Karîndar de rihet dibe, Ji Xudan re dibêje: Ew cihê min ê parastinê û lata min e. Ew Xwedayê min e, ez li wî ewle dibim. Vê Zebûrê ewlehî dida wî û wî digot: «Ev xelata roja dawetê ye ya ku ji aliyê Xwedê ve ji min re hatiye dayîn.» Lê belê heta bi çend mehan dilê jina wî tije xem bû û çaxê Seîd şev bi derengî ji dermanxanê dihat û bi taybetî çaxê ku ew diçû serdana maleke Misilman û wan xwarin an vexwarinê didan wî, piştkul bû. Lê Seîd bi wan peyvên ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû di ber dilê wê de dihat. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got: «Eger hûn tiştên bi jehr jî vexwin, hûn qet ziyanê nabînin.» ***

Di vê navê de Seîd bê tirs xebatên xwe yên bijîşkiyê berdewam dikirin. Gelek caran wî bi şev heta dereng li ser kitêbên nû û li ser xebatên Razî û Îbn-î Sîna5 lêkolîn dikir. Hînbûna wî çiqas zêde dibû, ew berpirsiyariya ku ji wî re dihat dayîn jî zêde dibû. Di ber wê xebata xwe re ya di dermanxana Doktor Aleksander de, baweriya xwe ji her cûre mirovan re eşkere dikir. Kardestiya wî mezin dibû, ji bajarê Hemedanê zêdetir gelek caran diçû li gundên hawirdor digeriya. Bijîşkî û mizgînvanî bi hev re diçûn û ev yek armanca jiyana wî bû. Di sala 1889’an de Seîd gerek ji van gerên xwe li bajarê Sultanabadê 6 kir. Çaxê ku li wê derê bû, ew du caran çû serdana Îmamê Mizgefta Mezin a bajêr. Ew îmam li hember Kitêba Pîroz derket, got: «Di Peymana Kevin de şîroveyên ku bervajiyê fêmkirina me ya li ser Xwedê ne, hene.» Seîd pirsî got: «Mesele çi û çi hene?» Îmam got: «Di Kitêba we ya Pîroz de wusa dixuye ku Xwedê her tiştî nizane. Mesele, çaxê ku gazî Adem dike, dibêje: ‹Adem, tu li ku derê yî?›»

5 6

Îbn-î Sîna (Avicenna) di sala 1037’an de li Hemedanê mir. Navê vî bajarî yê îroyîn Arak e.

19

Seîd got: «Eger tu ji bo vê yekê Kitêba Pîroz red bikî, hingê divê tu dev ji Quranê jî berdî, çimkî li wê derê jî Xwedê dipirse: ‹Mûsa, di destê te yê rastê de, çi heye?›» Hişê Îmamê Mizgefta Mezin tevlihev bû û wî di cih de dabaş guhert. Di vê navê de nameyek ji Doktor Aleksander hat ku dixwest Seîd vegere Hemedanê. Demeke kurt piştî vegerîna wî nameyeke weha ji hevalekî wî ji Sultanabadê hat, tê de digot: «Pir baş bû ku tu ne li vir bûyî; Îmam û panzdeh mela çûn mala te, dixwestin ku te bikujin, lê wan tu nedîtî.» Di cejna Newrozê de Seîd bi Mîrza Hawkis re çû serdana generalekî ordiyê. Ji xwe galegala wan çû ser dabaşa dîn. General ji peyveke ku Seîd got enirî û piştî ku ew çûn, wî sond xwar ku fîşekekê berde serê wî Kurdê zimandirêj. Wî ji melayekî re got, ku here ba walî, giliya Seîd bike. Dotira rojê xulamekî vî zilamê xweyîdesthilatî kaxezek anî ku Seîd bibe. Çaxê ku Seîd hat birin ber walî, ew li gor adeta Îranê nêzîkî dêrî rûnişt. Lê belê walî xwest ku ew bê pêş, da ku yên din jî bikarin bibihîzin. Walî jê pirsî: «Hûn kefse (yanî dîzanteriyê) çawa sax dikin?» Piştre ji Seîd re got ku hê nêzîktir bibe û weha di guhê wî de pispisand: «Şeva din melayek hat ba min û tu sûcdar kirî. Wî got ku tu li ser Îslamê bi nebaşî dipeyivî. Min got ku ew xwendevanekî bijîşkiyê ye û ji xwe têkiliya wan bi dîn re tune û bi vî awayî min ew sekinand. Niha here û êdî fersenda sûcdarkirinê nede melayan. Hemû ev bû.» Seîd zehf rihetbûyî ji wê derê veqetiya. Piştre ew generalê ku berpirsiyarê vê bûyerê bû, bû hevalek ji hevalên Seîd. Di sala 1891’ê de ew peymana ku Seîd bi Amerîkaniyan re girêdabû, gihîşt dawiyê. Li ser vê yekê wî biryar da ku here Urmiyê. Ji xwe jina wî Rebeka jî bi keçika xwe ya biçûk Sara ve çûbû serdana mirovên xwe. Vê yekê fersend da wî ku ji Kurdan re bi zimanê Kurdî li ser Mesîhîtiyê bêje û ji vê zêdetir here serdana dostê xwe yê delal mizgînvan Yûhenna. Yûhenna bi şahiyeke mezin Seîd bi civîna xwe da naskirin. Seîd bi zimanê Aşûrî ji wan re peyivî û ew hemû şa kirin. Ew li Urmiyê rastî komeleke Misilmanan hat ên ku baweriya xwe guhertibûn, bûbûn Mesîhî. Van ji aliyê cîranên xwe ve gelek cefa kişandibûn. Seîd anî bîra wan ku ji destpêkê ve Mesîhiyan qîma xwe bi cefakişandinê aniye: «Xwîna şahidan her gav bûye bingehê civîna bawermendan. Li tu welatan heta ku mirovan jiyana xwe di ber de nedabin, Mesîhîtiyê cih negirtiye. Ji bo vê yekê divê em amade bin. Kî dizane ku pêşî ev wê bibe para kîjan ji me?» Seîd nizanibû ku ev peyvên wî wê di nêzîk de bên cih. Kêm û zêde piştî du salan Mîrza Birahîm ê ku yek ji vê komelê bû, bû şahid. Ev Mesîhiyê dilsoz di zîndanê de di nav xerabkeran de bi zincîran hatibû girêdan. Di dawiya êrîşeke wan de, bedena wî mabû di nav birînan de, lê dîsa jî wî dev ji baweriya xwe berneda û ruhê xwe da.

20

Çaxê ku Seîd vegeriya Hemedanê, jê hat xwestin ku peymana xwe bi Amerîkaniyan re nû bike. Wî ev yek nedixwest. Lê belê Doktor Aleksander dema kardestiya xwe xilas kiribû û nexweş mabûn wusa. Êdî wî qebûl kir ku saleke din bixebite heta ku doktorekî din ji Amerîkayê bihata. Di dawiya sala 1892’an de Misilmanên ku li Hemedanê bûn gef li cîranên xwe yên Cihû xwarin, gotin: «Emê serê we bi şûr bifirînin.» Seîd li taxa Cihûyan rûdinişt, da ku nêzîkî dermanxanê be û jina wî jî di xwendegeheke ku ji bo zarokên Cihûyan bû de mamoste bû. Loma wan ji bo ewlehiyê bi şev mala xwe bar kir, birin xaniyekî ji xaniyên dermangehê, lê belê ew qirkirin pêk nehat. Di biharê de doktorek ji Amerîkayê hat û kardestiya Doktor Aleksander stand. Êdî Seîd dixwest ku dawiyê li kardestiya xwe bîne. Ji bo diwanzdeh salan wî mamosteyiya zimên, alîkariya Doktor û piştre jî doktorî kiribû, diwanzdeh salan xizmeteke durust kiribû. Êdî çend sedem hebûn, ew didehfandin ku ew here derveyê Îranê. Ji bo vê yekê çend sedemên wî hebûn: Wî hewcedarî didît ku di bijîşkiyê de hê bêtir xwe perwerde bike. Sedemeke din jî ew bû ku di jiyana ruhanî de bêkêmahîtiyê bi dest bixe. Li Hemedanê bawermendekî ji Swêdê hebû, navê wî Mîrza Hogberg bû û wî Seîd vexwend Swêdê. Loma di Hezirana sala 1893’an de, Seîd gihîşt Stokholmê. Êdî ew hem li Swêdê û hem li Îngilîstanê gelek geriya û çû gelek civînan. Rojekê ew sibehî di odeya xwe de çûbû ser çokan û ji bo jiyana bêkêmahî dua dikir. Ji nişkê ve ronahiyek hat hişê wî, ev ayetên Încîlê di hişê wî de şewq dan: Yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa Mesîh yê ku navê wî Yûhenna bû weha dibêje: «Hezkirîno, niha em zarokên Xwedê ne û hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê em vê yekê dizanin: Gava ku ew xuya bibe, emê bibin wek wî. Çimkî ew çawa be, emê wî wusa bibînin.»7 Çend peyvên hêsanî ne, lê gelek hêvî û ronahiyê didin mirov. Seîd fikirî: «Çaxê ku Îsa ji me re xuya bibe, yanî hingê, ne niha. Eger hingê be ku em jî bibin mîna Îsa, naxwe bêaqiltî ye ku niha em li hêviya bêkêmahîtiyê bisekinin.» Dilê wî rihet bû û ew diltirsiya ku zû bigihîje bêkêmahîtiyê ji wî dûr ket. Li Îngilîstanê Seîd bû dostê Charles Warren û jina wî. Charles Warren doktorekî jêhatî bû, wî ji bo bijartina dersên qenc, gelek alîkariya Seîd kir û ji bo karê wî xwendegehên baş pêşniyarî wî kirin. Wî ne bi tenê ev ji bo Seîd kir, lê wan ew bir mala xwe, wek ku ew yek ji malê bû. Ew kêm û zêde du salan li ba wan ma û dostaniya wan heta dawiya emrê wan kişand. Wan Seîd bi gelek bawermendan dan naskirin û ew vexwendin civîna xwe. Di cih de Seîd di nav wan de şa bû: Di wê komelê de doktor, nivîskar, matematîkvan û mirovên ku di halê xwe de bûn, li ba hev rûniştin û ferqa wan nebû. Seîd bi mirovên wê komelê re hemfikir bû. Zanastiya Încîlê ya ku di ser zanastiya xweheyî re ye bi wan mirovên ku tiştek ji wan nedihat gumankirin re hebû. Serwerekî wan ê bi taybetî nebû, fikra

7

Încîl: Yûhenna I, 3:2

21

wan hemûyan ev bû ku ew li hawirdora Îsa Mesîh diciviyan ê ku hêjayî hezkirin û pesinstandinê ye, da ku her bawermendekî civînê diyariyên ruhanî bistîne. Perizîna wan xwerû bû û dostaniya wan germ û ji dil bû. Hevpariya bi vê komela birayan re têrbûniyeke ji dil da wî. Di vê demê de Seîd xebata xwe ya bijîşkî jî berdewam dikir. Bi taybetî têdigihîşt ku divê li ser anatomî û fizyolojiyê bê perwerdekirin. Çimkî li Îranê wî bi tenê ji kitêban xwendibû, laboratwar nebûn. Ji bo vê yekê ew li Xwendegeha ‹Cook’s School› di wan tiştan de hat perwerdekirin. Di hemû dersên ku Seîd standin de, ew ji aliyê mamosteyan ve qenc hat dîtin û wan ji dil qîm bi xebatên wî anî. Êdî Seîd gihîştibû dawiya du salên ku li Londrayê jiyabû. Loma birayan civîna xatirxwestinê ji bo Seîd çêkirin. Wan ji Xwedê xwest ku wî ji hemû talûke û tengahiyên ku li welatê wî bên serê wî, biparêze. Di dawiyê de Seîd rabû, got: «Çaxê ku ez paş ve dinêrim û dibînim ku Xwedê çawa rê nîşanî min daye, ez weha dibêjim: ‹Li karîna Xwedê binêrin!› Ez nikarim bêjim ku ez çiqas deyndarê wî me; wî ruhê min ê birçî têr kir. Li ser dabaşa ku ezê tengahiyê bibînim û wê li hember min rabin, gelek tişt hatin gotin, lê ez ji van tiştan natirsim; ez gihîştime tama tengahiyan. Ez we dispêrim Xwedê. Erê, tengahî wê bên, lê Xwedê wê alîkariya me bike. Em ne li xwe ewle bibin, lê li Xwedê ewle bibin û riya xwe berdewam bikin.» Doktor Warren heta bi bajarê Kardifê bi wî re çû, ew bi rê xist, çelteyekî doktoriyê bi hemû hacetên doktoriyê ve ji wî re kir xelat. Seîd di hemû xebata xwe de ev çelte li ba xwe hişt. Dostên wî yên din jî ji bo emeliyatê taximên ku lazim bûn jê re kirin xelat. Vêca di sala 1895’an de, di 30’ê Çiriya Pêşî de, Seîd gihîşt Hemedanê. Ev du sal û nîv bû ku ew ji mala xwe dûr bû. *** Çaxê ku Seîd vegeriya Îranê, wî dît ku li her cihî tevlihevî heye. Di navbera Şah û olperestan de sarbûnî û li hember desthilatî û qanûnan bêrêzî derketibû. Ev rojên ha ji bo her kesî rojên talûke bûn û ji xwe ji bo wan ên ku dînê Îslamê red kiribûn, ew hê xerabtir bûn! Ji Seîd re hatibû gotin ku divê ew ji bo seyîdan (yanî ji bo wan ên ku ji dûndana Mihemed hatine) bacê bide. Seîd ji melayekî ku nas dikir pirsî û wî jî got: «Li gor şertên Îslamê kafir mecbûr in vê bacê bidin.» Li ser vê yekê Seîd got: «Ez bi dilgeşiyeke mezin razî me ku ji min re kafir bê gotin, çimkî ez gelek deyndarê Mesîh im.» Mela axîn kişand û got: «Yên ku te nas dikin, hemû vê yekê dibînin.» Hingê di Îranê de rewşa hukumetê xera bûbû. Komelên olperest û yên siyasetmedar li dijî hev şer dikirin. Di wan rojan de, gelek nexweşên Kurd dihatin ba Doktor Seîd û dermanên ku ji wan re lazim bûn distandin. Lê di nav Kurdan de dijminên wî jî hebûn: Komelek ji welatiyên wî ji bo

22

kuştina wî gêrûfenek çêdikir. Û rojekê yekî Kurd, Keko mînand Seîd û bi xencera xwe êrîş bir ser wî. Çiqas dihat, talûke zêdetir dibû ku Seîd Mesîhîtiya xwe bi eşkereyî bigota, lê dîsa jî, wî bi nexweşên xwe re dipeyivî û di mala xwe de civîna xwendina Încîlê çêdikir. Ermenî û Cihûyên ku baweriya xwe guhertibûn hebûn û Misilmanên ku dixwestin hê bêtir ronahiyê bibînin jî dihatin. Di wan rojan de melayekî ku li Hemedanê bi nav û deng bû, gazî Seîd kir, ku li nexweşiya bavê wî yê ku bi xwe jî mela bû binêre. Seîd dît ku nexweşiya wî gihîştiye rewşa herî xerab. Vêca li ber hemûyan wî ji melayê nexweş pirsî, got: «Piştî ku te gelek salan xizmet ji Xwedê re kir, ma tu ne dilxweş î ku tu herî pêşberî wî?» Di rûyê melê de tirseke kûr dixuya û bêyî ku bersîvê bide, rûyê xwe zivirand. Seîd berdewam kir got: «Mîrzayê birêz, ez nikarim tiştekî ji bo te bikim.» Dotira rojê mela mir. Melayê ku li Hemedanê yê herî zane bû, ew pirsa Seîd bihîst û gazî wî kir. Mela nargîle vedixwar, beşişî û ji Seîd re got: «Erê, naxwe te ji wî melayê pîr pirsî ku ew amade ye here pêşberî Xwedê, an na? Pirseke girîng e! Ma bi rastî tu bi xwe natirsî ku herî pêşberî Xwedê?» Seîd got: «Ez qet natirsim» û dest pê kir got, çima ew ji mirinê natirse ji ber ku ew yekî Mesîhî ye. Ev yek ji bo Misilmanên ku li wir bûn, fikireke nû û ecêb bû û piştre axaftineke dirêj ya bi dostanî dest pê kir. Di nav galegalê de melê bi rasthatinî Quran vekir da ku falekê veke. Wî ji Seîd pirsî: «Ma hûn jî weha bi Încîlê dikin?» Seîd jê re got: «Mesîhî pirsgirêkên xwe bi dua dibin ber Xwedê û bawer dikin ku ewê ji bo wan rêberiya ku lazim e, bi awayê herî qenc bike.» Di sala 1896’an de, li Hemedanê di navbera du komelên melayan de, di nav partiya Axûndiyan û Şêxîsiyan de, devjenî derket. Sedema bingehî ev bû ku Şêxîsî bi awayekî mezin pesnê diwanzdeh îmamên xwe didan. Heçî Axûndî bûn, digotin ku ev pesindana ha kafirîtî ye û êrîş birin ser malên Şêxîsiyan, hin ji wan kuştin û hinên din reviyan. Bi ser de gaz rijandin ser zilamekî reben û di kuçeyê de sax sax ew şewitandin. Di dema vê serhildanê de Seîd li wan Şêxîsiyên ku zordestî li wan hatibû kirin, digeriya û her roj çend nexweş û birîndar derman dikirin. Vê yekê hêrsa Axûndiyan rakir. Çaxê ku Seîd di bajêr de digeriya, gelek caran dibihîst ku weha dihat gotin: «Şêxîsî hatin kuştin; çima destûr tê dayîn ku ev kafirê ha bijî?» Serekmelayê ku berpirsiyarê vê têkilheviya ha bi xwe bû, rojekê şand pey Seîd, xebitî ku xwe rûspî derxe û got: «Şêxîsiyan peyvên kafirî li ser îmamên me gotin. Eger Cihûyan weha li ser Îsa bigota, weyê çi bikira?»

23

Seîd got: «Madem ku ez yekî Mesîhî me, ezê bi qencî biçûma wan. Çaxê ku Îsa birin ser xaçê wî ji bo dijminên xwe dua kir; wî emir kiriye ku em jî eynî tiştî bikin.» Mela qet bersîv neda. Di nav nexweşên Kurd de yên ku dihatin ba Doktor Seîd, ji bajarê Sablaxê8 bazirganek hebû, navê wî Mîrza Husên bû û ew misilmanekî kelegerm bû. Vî zilamî di dermanxanê de gengeşiyên li ser dîn derdixistin û çaxê ji Seîd bersîv distand, peyvên xerab digotin. Seîd fikirî ku careke din wî nabîne. Lê dotira rojê ew dîsa hat û weha got: «Ji kerema xwe, tiştekî ku min biêşîne bike, da ku ez bikarim ji te bienirim.» Doktor Seîd Încîla xwe vekir û dest bi xwendinê kir. Ayêta ku çavê wî lê ket, got: «Dijminê te birçî be, wî têr bike, tî be avê bide wî ... Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike»9 û got: «Madem ku ez bi tiştên weha bawer dikim, çawa ez dikarim êşê bi te bidim kişandin?» Mîrza Husên sixêf kirin û got: «Serkaniya vê hemû sernermiya te ji derewan e. Ez bi ruhê bavê xwe sond dixwim ku tu xelet î û tu çewt hatiyî hînkirin. Badîhewa tu cefayê dikişînî; niha here, serxweş bibe. Tu çi bixwazî bike; heta ku fersend heye, tama her tiştî bistîne, çimkî ez bi navê Xwedê sond dixwim ku cihê te dojeh e.» Çaxê ku Mîrza Husên çû, Seîd bi hurmet ew bir heta ber dêrî û pêlava wî danî ber lingên wî. Piştî çend rojan Mîrza Husên şûn de vegeriya û çaxê derman stand, dilê xwe yê reht vekir, got: «Eger Xwedê ez ji hesp bixistama û stûyê min bişkênanda, ezê bextewartir bibûma. Ji bo ku min tu dîtî, ez gelek xemgîn im. Bila Xwedê rehmê li min bike ku ez li ser dînê Îslamê bimirim!» Seîd cihê herdu birînên ku li teşkên wî bûn nîşanî wî dan û serhatiya hêrsa xwe ya ku çaxê li dilgeşiyê digeriya di ruhê wî de bû, got. Wî ew serhatiya xwe bi vî awayî bir sêrî: «Ez piştrast im ku her çiqas min ev birîn li bedena xwe vekirin jî, Xwedayê dilbirehm yê ku heta min ew nas nekir dilgeşî neda min, wê eynî tiştî ji bo te jî bike.» Rojekê Seîd û Mîrza Husên û yekî din ji bajêr derketin, çûn ba doktorekî. Mîrza Husên ji Seîd pirsî: «Yekî wek te yê ku baweriya xwe guhertiye, çawa diwêre ku bi me re ji bajêr derkeve?» Piştre li hevalê xwe zivirî û got: «Çaxê dem bê ku mirov ji bo Xwedê cengê bike, yekî Misilman wê deh bêbaweran bikuje.» Seîd got: «Heçî ez im, ne lazim e ku hûn li hêviya wê demê bisekinin. Her dem cayîz e ku mirov yekî ku baweriya xwe guhertiye bikuje.»

8 9

Sablaxê navê kevin ê bajarê Mehabadê ye. Încîl: Romayî 12:20

24

Mîrza Husên got: «Eger beriya ku ez te nas bikim ez rastî te bihatama, an jî cara pêşî ku ez hatim ba te bûya, min dikaribû ku ez vê yekê bikim. Lê belê niha ... Çawa ez dikarim bi destê xwe çavên xwe kor bikim?» Piştî çend rojan Mîrza Husên hat, ku xatir ji Doktor bixwaze. Çaxê ku Seîd ji wî re got: «Hêviya min heye ku rojekê emê li Mehabadê hev bibînin», wî got: «Hay ji xwe hebe, nebe ku tu herî nav Kurdan – ji sedî sed tê bêyî kuştin.» Piştre got: «Beriya ku ez herim, min ji te re xelateke biçûk aniye, ez guman dikim ku her çiqas tiştek ne hêja ye jî, tê bi qebûlkirina wê min bextewar bikî.» Xelat jî zînekî spehî bû. Seîd beşişî û got: «Ez jî - û ez bawer dikim hespê min jî - em ji te re spas dikin.» Mîrza Husên destê Seîd bi herdu destên xwe şidandin û got: «Xwedê te biparêze, Doktorê hêja û bi rêz.» ***

Bi ser ku Seîd baweriya xwe guhertibû, bûbû Mesîhî jî, dîsa mirovan fêm dikir ku doktorek wek wî durust tune. Di wê demê de li Hemedanê, oldarê ku ji hemûyan bêtir hatibû naskirin, Abdul Mecîd bû. Ew bi xwe li bajarên Necef û Kerbelayê di xwendegehên Şîiyan yên herî bi nav û deng de hatibû perwerdekirin. Ew ne tenê bi zanastiya xwe dihat naskirin, lê wî bi hişkî Şerîeta Îslamê dianî cih. Carekê çaxê ku wî cezayê mirinê da zilamekî ku sûcekî xerab kiribû û kesekî ku serê yê sûcdar bibire derneket, wî bi xwe şûrê xwe derxist û serê wî zilamî jê kir. Piştî demekê Seyîd Abdul Mecîd bi awayekî giran nexweş ket. Her çiqas serîjêkirina zilamê sûcdar ji bo zêdekirina desthilatiya Şerîeta Îslamê bû jî, dîsa qet nedikarî ji bîr bikira û dilrehtiya wî zêde dikir. Ji ber ku li doktorên wî cihî ewle nedibû, nediçû ser doktoran. Lê di dawiyê de qîma xwe anî ku gazî Doktor Seîd bike. Di dawiya hêrekirinê de hat fêmkirin ku nexweşiya wî wêrem bû û gelek pêşve çûbû, zêde bûbû. Tiştê ku Doktor dikarî bikira ev bû ku hin derman bidan wî ku kuxika wî kêm bibûya. Lê çaxê ku cara din Seyîd Abdul Mecîd hat ba Seîd, gelek westiyayî dixuya û digot: «Ez qet ne baş im.» Doktor pirsî got: «Çima? Ma te dermanên xwe nexwarin?» Wî got: «Eger lazim be ku ez ya rast bêjim, min nexwarin.» Doktor got: «Ji bo çi te nexwarin?» Wî got: «Gelek dijminên te hene. Doktorên vî cihî dikarin ji zikreşiyê bêjin: ‹Seîd ew bi dermanên keşeyan kuşt.› Ez difikirim ku ji xwe di nêzîk de ezê bimirim; ez xema te dixwim, dixwazim te biparêzim.»

25

Vê gotinê gelek bandûr li Doktor Seîd kir. Wî got: «Ji bo ku tu xema min dixwî, ez gelek spas dikim; lê belê mirovên ku tirsa Xwedê di dilê wan de heye, ya rast dikin û dawiyê dihêlin bi hêviya Xwedê ve.» Abdul Mecîd dermanên xwe xwestin û di cih de hê li wir vexwarin. Piştî çend heftiyan mir, lê tu kesî guh neda wan sûcdarkirinên ku piştî mirina wî hatibûn gotin. Û kurê wî hevaltiya Doktor Seîd berdewam kir, Încîla ku jê re hatibû dayîn di cih de bi dilxwazî xwend û gelek tişt li ser Mesîhîtiyê fêm kirin. Her car çaxê ku Seîd keys didît, wî ji bo Îsa Mesîh şahidî dikir: Rojekê ew çû serdana seyîdekî ku dostê wî bû û ew rastî çar zilaman hat ku li ser dîn dipeyivîn. Çaxê ku di nav galegalê de yekî ji mêvanan Seîd sûcdar kir got: «Ew ji bo feyda xwe ya madî bûye Mesîhî», hingê seyîd weha got: «Demekê ez jî wusa difikirîm; lê demeke dirêj e ku ez wî nas dikim. Û niha ez bawer dikim ku wî rastiyeke wusa dîtiye ku bi carekê dilê wî têr kiriye; ji lewre guh nade tiştekî din. Lê di gumana min de wî lêkolîneke kûr li ser Îslamê nekiriye.» Piştre li Doktor Seîd zivirî got: «Ma ji kitêban û ji fikrên civandî pê ve, tu qet fikirî ku bi dîndarî xwe bidî Xwedê?» Seîd bi nefsbiçûkî bersîv da û got: «Erê, ji xwe sedema ku ez di xortaniya xwe de li rastiyê geriyam jî ev e. Pirsgirêka min ev bû ku min digot: ‹Çawa dibe ku Xwedayekî qenc, bêyî ku sûcdar bike, bi awayekî dadperwer gunehkarekî wek min qebûl bike û dilê min bi baweriyê tije bike?› Min di Mesîhîtiyê de bersîva vê yekê dît. Eger ne weha bûya, ezê bimam Misilman û ne diviya ku ez evqas tengahiyan jî bikişînim.» Carekê rêbirekî ku navûdengê xerabiya wî derketibû, ji bo ku li ser hin nexweşiyên ku li wê herêmê belav bûbûn hîn bibe, xeber ji Doktor Seîd re şand û xwest ku hevdîtinekê bi wî û hevalê wî re çêke û hat ba wan. Wan jî ji wî zilamê ku xwe bi çekan pêçabû re, cihê jorî nîşan dan ku rûne. Lê ew nêzîkî dêrî rûnişt û tifenga xwe danî ser çokên xwe. Çaxê wî fêm kir ku Seîd dikare bi gelek zimanan bipeyive, xwest ku tiştekî bi her zimanî binivîse. Doktor Seîd ev yek bi kêfxweşî qebûl kir û ji Încîla Yûhenna 3:16 bi Farsî, Tirkî, Erebî, Kurdî, Aşûrî û Îngilîzî nivîsî û imza xwe avêt ser. Bi Kurmancî ew ayet weha dibêje: «Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.» Vêca zilamê eşqiya tifenga xwe hilda got: «Seîd navek yê Kurdan e!» Doktor Seîd ji wî re got: «Erê, ez Kurd im; berê ez Misilman bûm, lê niha ez Mesîhî me.» Dema zilamê eşqiya tifenga xwe hişk girt, dîtina rûyê wî hat guhertin. Poşman bû ku mêvanperweriya Seîd qebûl kiribû, çimkî êdî nedikarî ew bikuşta; ew rabû ser xwe û çû.

26

Piştî çend rojan Seîd bi hin hevalan ve ji mizgîndanê vedigeriya. Çaxê ku wan rêwîtî berdewam kir, li ser dabaşa ku di kîjan riyê re herin dipeyivîn û ji nişkê ve Seîd li hevalê xwe zivirî, got: «Duh tevahiya rojê me gundiyên reben dişidandin, me digot: ‹Baweriya xwe bi hêza Xwedê ya ku diparêze bînin!›, lê niha em bi xwe dudilî dibin. Di cih de biryar dan ku di Mehabadê re derbas bibin. Hê beriya ku ew bikevin Mehabadê, ew rastî zilamên waliyê wê herêmê hatin. Walî dostê Seîd bû û wî ew vexwendin mala xwe. Dema ku gihîştin wê derê, walî bi hezkirin Seîd himbêz kir û li gor adetê herdu aliyên rûyê wî maç kirin. Piştî xwarinê çûn oda rûniştinê. Walî mêvan bi hemû giregirên bajêr dan naskirin. Gelek melayên ku di odê de bûn, dixwestin ku Seîd nas bikin û ji devê wî bi xwe bibihîzin ku çima wî dev ji Îslamiyetê berdaye. Loma ji bo dotira rojê civînek hat sazkirin. Di civînê de Seîd bersîvên zelal û kurtvebirî dan hemû pirsên melayan. Saetek sax wî li ser hezkirina Xwedê ya ku bi Îsa Mesîh hatiye zanîn ji wan re got. Dilxwede dema ku çend mirovên ku ew herdu zilamên ji Sinê yên ku sond xwaribûn ku Seîd bikujin ferq kirin, reht bûn. Di dawiya axaftinê de, ew herdu ber bi pêş ve hatin. Ev kêlîkeke gelek xerab bû. Ew mirovên ku li wir civiyabûn, difikirîn ku tiştekî mezin wê çêbe. Tam bervajiyê vê yekê, ew herdu zilam hatin, Seîd himbêz kirin. Evên ha di dema xwendegehê de hevalên wî yên sinif bûn. Piştre zilamê sisiyan derket nav holê û Seîd bi çengên xwe pêça. Ev jî nexweşê Seîd yê beriya pênc salan Mîrza Husên bû. Seîd jê re got: «Dostê min, tê bîra te demekê te dixwest ku tu min bikujî û te ez hişyar kiribûm ku ez lingê xwe neavêjim Mehabadê? Va ye, fersend ji te re derket.» Mîrza Husên serê xwe tewand ber xwe û kêlîkekê bêdeng ma. Piştre li Seîd nêrî û got: «Ez amade me ku ji bo te canê xwe bidim.» Dotira roja ji bo ku Doktor bi rê bixin kêm û zêde du sed mirov hatibûn. Di bihara sala 1902’an de Seîd careke din çû Londrayê da ku hinekî din li ser bijîşkiyê bê perwerdekirin. Serfiraziya wî dihat naskirin û piştî demekê Şahzade Salar es-Saltaneh yê ku walî bû û kurê Nasiredîn Şah10 û birayê Mozzafer ed-Dîn Şah11 bû, gazî Doktor Seîd kir, da ku li kurê wî yê biçûk binêre. Hêdî hêdî zarok bi tevahî qenc bû û ew şevên dirêj ên ku li ber serê nexweşê xort dihatin derbaskirin, keys dabûn gelek peyivînên li ser dîn û baweriyê. Bi wî awayî Şahzade Salar es-Saltaneh qenc hînî baweriya Mesîhiyan bû. Di sala 1904’an de bi germa havînê re nexweşiya navêşê (qolêrayê) dest pê kiribû û bi hezaran mirov dimirin. Mîr bi maliyên xwe ve çûbû zozanên bilind ên ku li çiyayê Alvandê bûn û li wir çadir vedabûn, da ku ji navêşê bên parastin. Wî gazî Doktor Seîd kiribû, da ku li maliyên wî binêre.

10 11

Nasiredîn Şah (Naser ed-Dîn Şah) heta bi sala 1896’an Şahê Îranê bû. Mozzafer ed-Dîn Şah ji sala 1896 heta bi sala 1907’an Şahê Îranê bû.

27

Cihê ku ji vê nexweşiyê gelek ziyan dîtibû jî, gundê Şavarînê12 bû. Li wir axa Emîr Afxam di nav jiyaneke luks de dijiya, ew xwediyê çend gundan bû. Dîsa jî ew di nav êş û derdên mezin de bû. Keça wî ji nexweşiya kefsê (dîzanterî) û di odeya din de diya keçikê ji nexweşiya navêşê (qolêrayê) di nav nexweşiyên giran de radizan. Çaxê ku Doktor Seîd li çiyê li mala Mîr walî dinêrî, doktorek jî nebû ku li keça Emîr û jina wî binêre. Her çiqas Emîr Afxam bi xwe mirovê Mîr bû jî, dîsa wî nexwest ku ew xwe li ber wî biçûk bike, gazî Seîd bike ku li jina wî û keça wî binêre. Lê çaxê rewşa nexweşan xerab dibû, wî qîma xwe anî û gazî Seîd kir. Herdu jin jî zû zû qenc dibûn; lê di demeke kurt de, bi nexweşiya navêşê ji sedî deh xelkê li dora Hemedanê qir bûn. Doktor Seîd careke din vegeriya xebata xwe ya bajêr. Lê belê kutepis dihatin guhê wî. Dihat gotin ku «Xelkê li hember te radikin ser piyan, dibêjin: ‹Ew zilamê bêfihêt gazî xelkê dike, da ku baweriya wî qebûl bikin û qet dev ji vê yekê bernade.›» Seîd guhên xwe ji van hemûyan re girtin. Lê belê ew hê bêtir li pey hev hat hişyarkirin, jê re gotin: «Hê gelek nebûyî dereng, ji bajêr derkeve û xwe xilas bike.» Heta hevalekî wî bi pircarî jê re got ku «Dijminên te biryar dane ku xerabiyê li te bikin», jê xwest ku di cih de wê şevê bireve. Seîd nedizanî ku çi bikira; hişê wî tevlihev bûbû, lê dîsa li hêviya Xwedê sekinî ku riyekê nîşanî wî bide. Du sedem wan tiştên ku çêdibûn, hebûn: Yek ji wan çavnebariya pîşekariyê bû û ya din jî gêrûfena siyasî bû. Doktorên wî cihî çavnebarî dibirin serfiraziya Seîd û yek rabû, kitêbeke ku yekî Îngilîz li ser Îslamê nivîsîbû, da çend melayên fanatîk, got: «Ev kitêb Seîd nivîsiye.» Ji aliyê din ve, eger ji ber vê yekê xelk rabûna ser piyan û hengame çêbûya, wê bihata gotin ku Mîr walî nikare herêma xwe qontrol bike. Emîr difikirî eger walî bikeve halê teng, walî wê mecbûr bibe ku ji karbidestiya xwe derkeve. Bi vî awayî Seîd ji bo çavnebariya pîşekariyê û qurnaziya siyasî dibû gorî. Di bajêr de birek melayên tîr û îmam jî di Mizgefta Mezin de kom bûn û bi dizî Seîd sûcdar kirin; wan fermana kuştina wî derxistin, gotin: «Wî li ser pêxemberê me xeberên kafirî gotine û dixebite ku Misilmanan ji dîn derxe.» Eger ew fetwa ji mizgeftê ji xelkê re bihata xwendin, dihat wê manê ku diviya hemû olperest rabûna ser piyan û hukumê Şerîetê bianîna cih. Berpirsiyarê fermana kuştina Seîd kurê wî melayê bi nav û deng bû yê ku rojekê ji beriya mirina wî Seîd jê pirsîbû: «Ma piştî ku te evqas xizmet ji Xwedê re kiriye, tu ne kêfxweş î ku tu rastî wî bêyî?» Rewşa di bajêr de şidandî bû û wek ku Emîr difikirî, walî di vê rewşê de mabû bêçare. Emîr mela kişandibûn aliyê xwe û walî dizanî, ji ber ku têkiliya wî ya bi mirovekî ku baweriya xwe guhertiye

12

Gundekî nêzîkî Hemedanê ye.

28

re heye, xelk ji wî hez nake. Wî di rewşeke weha teng de nikaribû alîkariya Seîd bikira. Di cihê vê yekê de bi têlgirafê haya serekwezîr bi vê rewşê xist. Tam di wê navê de, ew zilamên ku Emîr şandibûn, da ku Seîd û mala wî bibe Şavarînê hatin. Rebeka ev yek red kir û herdu zarokên wan jî ji aliyê dostên wan ve li cihekî hatibûn parastin. Vêca wê şevê Seîd bi tenê di tariyê de ber bi gund ve ket rê; piştî du rojan mala wî jî li pey wî hat. Bi ser ku Emîr niha dixwest serhildanê bisekinîne jî, êdî bûyer ji qontrolê derketibû. Eşkere bûbû ku Seîd li ku derê ye û birek xwendevanên zanîngeha dînî bi mêrkujên kirêkirî re ketin ser riya Şavarînê, da ku yê kafir bikujin. Emîr di rewşeke zehmet de bû; di cih de wî du melayên rihspî şandin, da çi tiştê ku bê hişê wan, biceribînin û wan bi şûn de bişînin. Herdu melayan jî bi pêxember û îmamên xwe yên pîroz sond xwarin gotin: «Seîd ji gund derketiye.» Dîsa jî bi zorê dikaribûn ku vê kardestiya xwe pêk bînin. Lê ji ber ku Emîr dihat sûcdarkirin ku wî dijminekî dînê wan parastiye, ji mêvanê xwe re got ku êdî ew nikare wî bihemîne. Wî têlgirafeke ji serekwezîr da dest Seîd ku tê de weha nivîsî bû: «Di cih de wî rê bikin Tehranê.» Doktor Seîd bersîv da got: «Çaxê ku ew diçûn Kerbelayê, gazî min kirin ku ez li jina wî binêrim û careke din jî min tevahiya salekê xizmeta wî kir. Ez bawer dikim ku wî biryara herî rast daye.» Dostên wî hatin ku xatiran jê bixwazin. Di nav wan de melayek jî hebû ku jê re got: «Doktor, ma tê li Tehranê jî li ser Îsa Mesîh bipeyivî, an te dersa xwe girt?» Seîd ewlehî da wî, got: «Heta ku bîhna min neçike, ev pêwistiya min wê berdewam bike.» Heçî peyvên Sitî Montgomery bûn, ew bi awayekî din bûn. Wê got: «Xwedê dixwaze ku tu li Tehranê jî hêza wî nîşan bidî û ez ji vê yekê piştrast im. Rojekê tê di nav Kurdan de jî, di bajarê ku tu tê de hatiyî dinê jî, ji bo navê Xwedê şahidiyê bidî.» Seîd bersîva wê da, got: «Ez guman dikim ku Xwedê wê bihêle ez bijîm heta ku ez wê rojê bibînim.» Hem tiştên gotî û hem jî hêviya wî rast derketin. Seîd bi şagirtê xwe ve ket ser rê. Piştî demekê şagirt jê pirs kir got: «Ma te bihîst? Berî çend rojan Ermenî çûn ba Emîr û gotin ku xortekî Ermenî bi zorê ji tirsa bûye Misilman û dixwestin ku ew wî bi şûnde bide. Lê Emîr ji wan re got: ‹Ji bo ku yekî bêhiş Îslam hilbijart, çima hûn evqas vedileqin? Çaxê Seîd ê ku beranberê nîvê Îslamê ye, baweriya we hilbijart, ma me tiştek got?› Êdî ewqas hêrs ketibû ku ew hemû ji odeyê derxistin.» Piştî çend rojan Seîd sax û silamet gihîşt Tehranê. Sibeha din dema ku diperîzî Xwedê, cihê ku ji Kitêba Pîroz xwend, weha digot:

29

«Netirse, bipeyive û bêdeng nemîne. Çimkî ez bi te re me û tu kes destê xwe dirêjî te nake ji bo ku te biêşîne. Çimkî li vî bajarî gelek gelê min heye.»13 Ji bo ku maliyên wî jî wê bihatana, wî ji bo du salan xaniyek kirê kir. Roja ku wî peymana xênî destxet kir, ew gihîştibû dawiya vê beşa Kitêba Pîroz a ku tê de dibêje: «Ew li ser Padîşahiya Xwedê dipeyivî û bi serbestî bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikir.»14 Seîd jî eynî wusa çêkir. Piştî çend rojan Seîd çû ba serekwezîr ê ku dostê wî yê kevin bû, da ku hurmetkariya xwe pêşkêş bike. Ew bi awayekî germ hat qebûlkirin û serekwezîr dilgeşiya xwe anî zimên ku Seîd sax û silamet gihîşt wir. Seîd têkiliyên xwe yên bi Mîr walî û bi Emîr Afxam re û çavnebariya pîşekariyê ji wî re gotin. Serekwezîr beşişî, got: «Armanca siyasî ya Emîr ev bû ku ew walî bixe tengahiyê, çimkî walî ji aliyê axayan ve nedihat hezkirin. Çaxê min ev fêm kir, min jê re têlgirafek şand û got: ‹Bila Doktor ji bo demeke kin ji bajêr dûr keve.› Dema ku mesele bû ji dil, wî tu birî mala xwe û xebitî ku vê tevliheviyê vemirîne, nehişt ku fetwa kuştina te ji xelkê re bê xwendin. Û çaxê ku hêviya wî nema û bi têlgirafê ji min pirsî ku divê çi bike, min emir li wî kir ku te bişîne vir.» Gava ku Seîd ket ser riya Tehranê, ew peyvên Îsa Mesîh ên ku çaxê ew ji Sinê revî, çû Hemedanê hatibûn hawara wî, dîsa hatin bîra wî. Îsa ji şagirtên xwe re gotibû: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de xanî, bira, xwişk, dê û bav, zarok û zeviyên xwe hiştibe û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê û bav, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.»15 Dilê wî bi van peyvan gelek rihet bû. Li Sultanabadê çaxê li benda barkirina ereba postê disekinin, Seîd ber bi goristanekê ve çû, da ku bi serê xwe bi Xwedê re bimîne û dua bike. Ji nişkê ve depikek ket ber çavên wî ku weha li ser nivîsandî bû: ‹Îmamê Mizgefta Mezin ji Sultanabadê – rehma Xwedê li te be.› Li ba wî goreke din bi tarîxa nû hebû, ku li ser ‹Seyîd Baghêr› nivîsî bû. Berî panzdeh salan ew herdu mirov bi çendên din re di wî bajarî de li kuştina wî digeriyan. Ji dil wî careke din şikir ji Xwedê re kir. Dema ku nêzîkî bajarê Qomê bûn, rêwiyên Misilman dest pê kirin li ser serdana gora Fatmayê ya ku wê biçûnayê peyivîn. Ji nişkê ve yekî ji wan ji Seîd pirsî got: «Gelo çi bi wî doktorê ku ji Hemedanê bû hat? Ewê ku baweriya xwe guhert û piştre jî kitêbek nivîsî û tê de rexne li Îslamê kir.» Seîd nikaribû ku xwe kerr (yanî nebihîstandî) bike û got: «Navê min Seîd e û doktorê ku baweriya xwe guhertiye jî, ez im.» Herduyên Misilman lê nêrîn û saqiz bûn. Piştre Seîd got: «Lê ew kitêba ku li ser wê tê peyivîn, ne min nivîsiye.» Û dest pê kir, got ku tevlihevî çawa ji rûyê çavnebariya pîşekariyê derket. ***

13 14 15

Încîl: Karên Şandiyan 18:9-10 Încîl: Karên Şandiyan 28:30-31 Încîl: Marqos 10:29-30

30

Ew heft salên ku Doktor Seîd li Tehranê derbas kiribûn (1905-12) ji bo pîşeyê wî bûbû demeke pirxebat; ji her cûreyê mirovan qebûl kirin - mirovên dewlemend û belengaz, mela û seyîd, bazirgan û karbidestên hukumetê. Wek ku li Hemedanê dikir, li Tehranê berdewam kir û dîsa di mala xwe de dersa Încîlê dida; her çiqas pêşî Ermenî tenê dihatin, piştre Cihû û Misilman jî beşdar bûn. Çaxê ordiya Şah16 ji aliyê hêzên netewperest ve hat şkênandin, Emîr Afxam ê ku alîgirê birayê Şah bû, ji gundê xwe revî. Piştre hat afûkirin û vegeriya gundê xwe, lê hemû malê wî hat talankirin û xemlûxela wî winda bû. Çaxê ku Emîr li ber mirinê bû, Doktor Seîd hat gazîkirin; ev zilamê ku li ber mirinê bû, bi dengekî ku ji wijdana wî ya ku diperitî dihat, dikir qîrîn digot: «Xwedê wê heyfê hilîne! Xwedê wê heyfê hilîne!» Piştî hevnaskirina bi deh salan, ev yek dawiyeke tehl bû. Gelek alîgirên Şah ên ku bi dîlîtî hatibûn girtin û hatibûn birin Tehranê, Kurd bûn. Hinek ji wan ji bajarê Sinê bûn û hinek jî ji Hewramanê bûn, demekê vayên ha sond xwaribûn ku Seîd bikujin. Vêca Doktor Seîd dev ji rojên xwe yên bîhnvekirinê berda, vegeriya Tehranê û birînên van ên ku bi dîlîtî hatibûn girtin û yên ku demekê dixwestin ku wî bikujin, derman dikir û pere jî didan hinek ji wan. Ji ber ku Seîd zilamekî giranbiha bû, wî wusa kir ku gelek ji wan serbest hatin berdan û ew şandin welatê wan. Ev mirovên ha vegeriyan nav Kurdan û li ser Doktor Seîd yê ku baweriya xwe guhertiye tiştên ecêb digotin. Hinan ji wan digot: «Ew kerametan dike!» Yekî din got: «Ez jî yek ji wan bûm ên ku sond xwaribûn ku wî bikujin, lê wî çavên min derman kirin, pere û cil dan min û ez şandim mal!» Ev tiştên ha wek raporan diçûn guhê serdarê giranbiha yê herêma Hewramanê. Ew êdî 72 salî bû û hema bêje ev çar sal bû ew kor bûbû. Di tevahiya wê dema tarî de li ser jêhatiniya Seîd bihîstibû û hêviya wî hebû ku rojekê Doktor Seîd bê û çavên wî derman bike ku ew dîsa bibîne. Di sala 1912’an de, nêzîkî dawiya Îlonê, Doktor Seîd hat gazîkirin gundê Xosrovabadê, da ku mirovekî esilzade, Emîr Aladîn, derman bike. Emîr yekî zana bû û bi xetatiya xwe bi nav û deng bû. Ji kulbûna kîsê mêjî hişê xwe winda dikir. Doktor Seîd wusa kir ku germa taya Emîr hê bilindtir bibe û bi vî awayî ew di demeke kin de sax kir.

16

Mihemmed Alî Şah (1907-1909)

31

Emîr ji bo jêhatiniya Seîd ewqas bi wî ve hatibû girêdan ku çaxê Seîd dixwest here, Emîr hêcetên ku jê re bibin asteng, derdixistin. Di vê navê de gelek mirovên nexweş ji gundên hawirdor hatin û sax bûn. Di nîvê meha Çiriya Pêşî de Seyîd Necmedîn nameyek ji Seîd re şand, da ku Doktor bê û nexweşekî wî sax bike. Seyîd Necmedîn rêberê terîqetekê bû, li Kurdistanê di gundê Amrûlahê de rûdinişt û ji Deryaya Xezarê û heta bi çiyayên dûr ên Kurdistanê jî mirîdên wî hebûn. Seîd fikirî ku ne karê aqil e ku ew here wê herêma Kurdistanê nav wan serokên Misilmanên tîr û belayekê bîne serê xwe. Dostên wî jî jê re gotin ku ew neçe. Loma wî nameyek ji Seyîd Necmedîn re şand, got: «Ji bo ku min nikaribû ez bêm, ez dixwazim ku tu min afû bikî.» Ew qasidê ku name biribû ket nav tarî û bagerek wusa ku benikek zuwa di nav cilên wî de nema. Çû bin konê yekî koçer, da ku xwe zuwa bike û di vê navê de name ji destê wî ket ser êgir û şewitî. Heftiyek derbas bûbû, lê her roj Emîr riyek didît ku nehêle Seîd vegere Hemedanê. Di dawiya vê yekê de nameyeke din ji Seyîd Necmedîn hat ku tê de digot: «Ji ber ku nameya te di rê de şewitî, em nizanin ku çi tê de nivîsandî bû. Ez guman dikim tu nefikirî ku hêviya me pûç derxî. Ez dikarim ji Sultanê Tirkan an ji Şahê Îranê qenciyekê bixwazim û ez neyêm redkirin. Min ji Mîrê Hewramanê nameyek stand; ew dixwaze ku tu bêyî vir, gundê Amrûlahê, da tu çavên wî sax bikî. Eseh divê tu bêyî.» Erê, li pişt van hemûyan Mîrê Hewramanê yê kor hebû! Lê diviya ku Seîd çi bike? Ne dixwest ku Mîrê xelkê xwe yê pîr red bike û ne jî aqilkarî didît ku xwe bavêje hewinga şêran. Seîd ket ser rê û ber bi malê ve çû, li gundekî biçûk çû serdana hevalekî xwe. Li wir ziyafeteke mezin ji Doktor re çêkirin û ev yek bû sedem ku heta saet diduyan ew derneket ser riya xwe. Hê Seîd ji wir veneqetiyabû, dengê nalên hespan hat bihîstin: Seyîd Celaledîn, yanî kurê Seyîd Necmedîn, bi çend mirovên çekdar ve hat. Xweyiyê wê mala ku Seîd li ba wan bû, li gor qedirbilindiya wî çû pêşiya wî û rikêbên wî maç kirin. Li ber çavên her kesê şaşmayî, Seîd bi tenê serê xwe hejand û silava li gor adetê dayê. Seyîd Celaledîn nameyek dirêjî wî kir ku tê de digot: «Tu çi destheqî bixwazî, wê ji te re bê dayîn.» Roja din ew vegeriyan mala Emîr Aladîn li Xosrovabadê. Hê ku ew ji hespên xwe peya nebûbûn, ev peyvên ha ji Seîd re hatin gotin. «Vê sibê ji bo te ji Sinê deh name hatin, ew dibêjin: «Em dixwazin ku tu bi lez bêyî û waliyê me derman bikî.» Name ji walî bi xwe û ji çend malmezinên Kurdan hatibûn. Walî bi taybetî ji Emîr re jî nivîsîbû: «Ez dizanim ku hatina Doktor ya Sinê talûke ye; ya qenc ew e ku ew bê gundekî bajêr. Ez ne di wê

32

rewşê de me ku bikarim rêwîtiyê bikim; lê ez dikarim riyekê bibînim ku ji bo hêrekirin û dermankirinê li cihekî bêm ba wî.» Niha Seîd ji du aliyan ve dihat gazîkirin – yek ji wan ji bajarê ku lê hatibû dinyayê bû, ya din ji herêma Kurdan a li çiyan bû. Herdu jî cihên mirovên olperest bûn, herdu jî zilamên girîng bûn û her dem bi hev re şer dikirin. Hişê Seîd ji her demê bêtir tevlihev bûbû, wî xwe da kujekî, da ku wê riya ewledar ya ku Xwedê nîşanî wî bide, bibîne. Wî bi xwe re didît ku ew dikare herdu gazîkirinan jî qebûl bike. Ji oda xwe derket û ji xizmetkarê xwe re weha got: «Tu çi dibêjî?» Xizmetkarê wî Baghêr got: «Ew Xwedayê ku tu baweriyê pê tînî, bi rastî ew dikare te ji êgir jî xilas bike.» Piştî ku Seyîd Celaledîn û kurên Emîr Aladîn hevpeyivîneke dirêj bi hev re kirin, biryar dan ku Celaledîn ewledarnameyeke nivîsandî bide ku Seîd sax û silamet vegere mala xwe. Bi vî awayî Seîd nameyek ji walî re nivîsî, got ku ewê bê Sinê. Seîd bi Seyîd Celaledîn û zilamên wî re ket ser rê. Roja sisiyan gihîştin gundê Amrûlahê, yanî cihê ku Mîrê Hewramanê lê bihata dermankirin û parêzgerên walî bihatana, Seîd bibirana Sinê. Di tarîgewrka êvarê de birek zilam ji Hewramanê hatin. Celaledîn derket çû pêşiya wan, da ku raporê bistîne. Seîd pirsî got: «Ma Mîr jî hatiye?» Wî got: «Na, ew gelek qelew e û hem jî kor e. Ji bo wî gelek talûke ye ku di van çiyan de rêwîtiyê bike; ew hêvî dike ku tu herî ba wî.» Doktor serê xwe hejand got: «Lê ev çênabe.» Ber destê sibehî xizmetkarê wî Baghêr hat oda wî û got: «Şêx Sadiq di nav êş û janên dijwar de vediperpite û ew dixwazin ku tu li wî binêrî.» Şêx yek ji wê komelê bû ku nû ji Hewramanê hatibû. Doktor ew bi baldarî hêre kir, kifş kir ku ew apandîs e û got: «Ax ji bo min, ev çi destpêk e - û anestezî tune! Ev dawiya min e; eger tiştek bi vî zilamê girîng bê, ezê helak bibim.» Ji ber ku tu derfeta din di destê Doktor de nebû, rabû derziya tevizandinê li yê nexweş xist, da ku êşa wî bisekinîne, xwarin jê re qedexe kir û got ku bila tiştekî cemidî deynin ser apandîsê. Ji ber ku îmkan nebû ku yê nexweş emeliyat bike, Seîd dua kir, ji Xwedê xwest û raza. Sibehî rabû, dît ku hemû êşên yê nexweş derbas bûne û ew dikare bi rihetî bîhna xwe bistîne. Seîd bi peyvên nivîskarê Zebûrê ji Xwedê re spas kir: «Vî rebenî gazî kir û Xudan bihîst û ew ji hemû tengahiyên wî xilas kir.»17 Piştî vê bûyerê gazî Seîd kirin ku ew here pêşberî bavê Seyîd Celaledîn, Seyîd Necmedîn. Ew di koçikeke mezin rûdinişt û gelek mirovên giregir û karbidest li wir bûn. Piştre wan bernameya xwe ji Seîd re şîrove kir. Plana wan ev bû ku Seîd here Hewramanê û çavên Mîr derman bike.

17

Zebûr 34:6

33

Wan giramî jê re girt û lavan jê kirin, lê belê Seîd got: «Min soz daye walî ku ez herim Sinê û îro parêzgerên wî wê bên, ezê bi wan re herim. Û eger Seyîd Celaledîn wek ku di ewledarnameyê de nivîsandiye di çûn û hatinê de bi min re bê, piştre ezê bêm Hewramanê.» Yekî ku ji Hewramanê bû, got: «Ji xwe Seyîd Celaledîn wê bi me re bê, lê em dua dikin ku heta niha walî miribe û ji bo birina te tu kes neyê.» Seîd got: «Ma hûn dixwazin ku xelkê Sinê ji bo Mîrê we eynî duayê bikin?» Wan got: «Na!» Wî got: «Naxwe hûn vî heqî ji ku derê dibînin ku hûn ji bo mirina hinekên din dua bikin?» Kesekî bersîv neda. Ne bi gelekê dengê siwarên hespan yên ku walî şandibûn hat bihîstin. Piştî ku di nav siwarên walî û zilamên ji Hewramanê de gengeşî derket, Celaledîn Doktor Seîd kişand aliyekî û jê re got: «Hemû zilamên Mîr lavan dikin ku em neçin Sinê.» Seîd got: «Min soz da walî ku ez herim; çawa ezê ji soza xwe vegerim?» Celaledîn got: «Ji bo neçûna me 100 tomanan didin.» Seîd got: «Soza mêran ji bo min ji peran hê hêjatir e, ji kerema xwe ji min re hew bêje.» Celaledîn got: «Wê 200, an 300 tomanan bidin.» Seîd serê xwe hejand, got: «Na, 3000’an jî bidin, ezê red bikim. Rastîbûn û durustbûn ji bo min ji peran hê hêjatir in. Lê wek ku min soza mêran daye walî, min soz daye ku piştî ez wî derman bikim, ez biçim Hewramanê jî.» Serê sibê Seîd bi parêzgeran ve ber bi Sinê ve ket ser rê. Beriya ku roj here ava bi sê saetan, Sine ji dûr ve xuya bû. Çaxê gihîştin taxên li tenişta bajêr, serdarê parêzgeran sekinî û got: «Walî bi hişkî emir daye ku em di riyeke biçûk re herin qesra walî.» Ev yek ji Seîd re wek tirsonekiyê û wek tiştekî ku li yekî Mesîhî neyê hat. Çaxê di dilê xwe de dua kir, peyvên Nehemya yên ku di Kitêba Pîroz de ne hatin bîra wî. Nehemya gotibû: «Ma zilamê wek min direve?»18 Piştre wî got: «Emê di nîvê bajêr re derbas bibin.» Serdarê parêzgeran li hember sekinî, got: «Eger tiştek bi te bê, ezê berpirsiyar bêm hesabkirin.» Seîd got: «Zirar nagihîje te, ez berpirsiyarê kirinên xwe me.» Bi vî awayî di nîvê bajêr re derbas bûn, di wê cadeya mezin re ya ku diçû qesra walî, pêşve çûn. Di tevahiya rê de di cihê gefxwarinan de ew dengên ku digotin: «Tu bi xêr hatî!» bilind dibûn. Xwediyên dikanan bi şahî xeber didan hevdû û digotin: «Erê, ev Doktor Seîd e! Ew hatiye ku waliyê me derman bike!» û silav dan wî, gotin: «Înşallah vegerîna te wê bi xêr û bêr be.»

18

Tewrat: Nehemya 6:11

34

Di dawiya çend ceribandinan de kifş bû ku nexweşiya walî edabgirtina gurçikan ya dûmdar e. Hem jî ji tansiyona bilind serêşeke dijwar dikişand. Derziyekê û serşûştina bi ava germ tansiyon û serêş sekinandin. Roja din walî gelek çêtir bû. Çaxê ku wê sibehê Seîd Kitêba Pîroz dixwend, ev peyvên Yêremya pêxember hatin ber çavên wî: «Gazî min bike ku ez bersîvê bidim te û ez tiştên mezin yên ku tu nizanî û mirov nikare bigihîje wan nîşanî te bidim.»19 Erê, dema ku ew piştî sî salan vegeriya bajarê xwe, tam li gor vê yekê ew hat qebûlkirin! Bi dilekî şa wî ev ayêt nîşanî walî da. Piştî demeke kurt xeber hat ku gelek nexweş hatine, ku Doktor bibînin. Walî ditirsiya ku hin ji wan wek nexweşan li xwe dikin, lê nêta wan xerab e; ji lewre ew difikirî ku hemûyan şûn de vegerîne. Lê belê Seîd got ku ewê hemûyan qebûl bike û dawiyê bihêle bi hêviya Xwedê ve. Wî dermanên xwe danîn ser berbankeke bilind ku hemû bajar jê ve dixuya. Wî dikaribû ew newal bidîta ya ku roja ew reviyabû, Keko ew li ber singê xwe hilgirtibû û tê re derbas kiribû. Nexweş bi dorê dihatin hundir û Doktor Seîd ew hemû belaş derman dikirin. Piştî pênc rojan rewşa walî gelek qenc bûbû. Hingê walî û hemû dostên Seîd dixebitîn ku Doktor dev ji çûna Hewramanê berde, çimkî ew ditirsiyan, digotin: «Gelek talûke ye ku yekî baweriya xwe guhertî here nav herêmeke ku bi carekê fenatîk e. Navê xelkê Hewramanê bi xerabî derketiye, ew bi Quranê sond dixwin, lê dema ku pişta hevalê wan dikeve wan, ew çawa didin ber kêran.» Yek ji dostên wî heta şeva dawî ma ba wî û lavan kir ku ew dev ji çûna Hewramanê berde. Lê belê Seîd got: «Min biryar daye ku ez herim.» Wî got: «Lê tê bêyî kuştin.» Seîd got: «Hingê wê bêjin: Ew dixebitî ku soza xwe bîne cih hat kuştin.» Çaxê bû sibeh, hespek ji bo Seîd hatibû amadekirin. Kurê walî yê mezin hevalê Seîd bû, bi wî re hat heta ber dergeh û bi daxwazeke ji dil weha got: «Ez piştrast im ku Xwedê wê te biparêze.» Piştî van peyvên xatirxwestinê Doktor û parêzger ketin ser rê, ku herin Hewramanê. Seîd wek ku gotibû xwe amade kir ku biçe Hewramanê. Ji mala walî û heta bi wî gundê ku Hewramanî li benda wî bûn, hinên din bi wî re çûn. Her çiqas xelkên Sinê bawer dikirin ku Seîd bi lingên xwe diçe mirinê, dîsa Seîd ji bo cihanîna soza xwe kêfxweş bû. Dema ku Hewramaniyan ew dît, bextewar bûn. Zilaman stran gotin, kenîn û li hespên xwe siwar bûn ketin ser riya xwe ya ku diçe herêma li çiyan. Çaxê ku xelkê gundê Mîr ew dîtin, çûn pêşiya

19

Tewrat: Yêremya 33:3

35

wan. Lê heçî Mîr bû, wî Doktor Seîd himbêz kir û herdu aliyên rûyê wî maç kirin, da ku bide kifşkirin ku wî çiqas minet jê hilaniye. Piştî ku Doktor hinekî bîhna xwe vekir, hûrbîna xwe ya çavhêrekirinê hilda û çû ku Mîr hêre bike. Di herdu çavan de jî traxom yanî çavêş hebû û ya herî xerab jî ev bû ku beriya du salan Doktorekî nezan çavê çepê emeliyat kiribû û ava reş tê de hebû û demeke dirêj bû ku yê nexweş serêş dikişand. Di çavê rastê de jî tansiyon hebû û nexweş bi xwe jî 72 salî bû. Di ser van hemûyan de nexweşiya wî ya şekir jî hebû. Dema Celaledîn xemgîniya Doktor dît, pirsî: «Rewş çawa ye?» Seîd got. «Hêvî tune!» Wî bi kurtvebirî rewş got û destûra çûna xwe dixwest. Hem li gor bijîşkiyê û hem jî li gor bîr û baweriya mirov nedihat emeliyat kirin. Mîrê pîr ê reben bi xweşmêrî weha got: «Ez bûm pêkenokê dijminên xwe. Ev bi salan e ku ez li hêviya vê rojê bûm; ji bo ku ez Seîd bînim vir, tiştê ku ji destê min hat, min kir. Lê binêre ku çi ji dawiyê derket.» Bi lavan dawa kirasê Celaledîn girt û got: «Hemû malê min bidin Doktor, daxwaza min bi tenê ev e ku çavê min ê ku nehatiye emeliyatkirin sax bike, ku ez bibînim; ji vê pê ve min tiştekî din navê.» Celaledîn ev tişt ji Seîd re gotin. Lê belê wî got: «Ez ditirsim ku emeliyateke weha serêşa Mîr û janên wî hê zêdetir bike. Nêta min tune ku ez hê bêtir ezabê bi wî bidim kişandin û navê xwe bixim talûkê.» Mîr biryara ku hat dayîn qebûl kir û qîma xwe anî ku roja din Doktor ber bi Sinê ve bikeve ser rê. Wê şevê Seîd ji Încîla Yûhenna deriyê 11’an dixwend, ew dera ku li ser rakirina Lazar a ji mirinê dibêje. Her peyv, wek ku bi ronahiyeke nû hatibe ronahîkirin, jê re kifş bû. Wek ku dikaribû dengê Xwedê ji peyvan bibihîsta, ew dengê ku digot: «Bala xwe bide wiyê ku tu caran negot «belkî», an «îmkan heye», an «dikare bibe»; bala xwe bide wî yê ku tu caran li peyveke ku gotiye, an li gaveke ku avêtiye, poşman nebûye. Wî bihîst ku dostê wî nexweş e. Wî ne li gor fikrên mirovan, lê li gor daxwaza Xwedê kir. Heta riya pêwistiyê ronahî be, ew di riya xwe de berdewam dike. Her çiqas Cihû li kuştina wî geriyan jî, ewê biçûya. Bifikire û ji bîr neke: Ma min ji destpêka vê rêwîtiyê ve di her gavê de rê nîşanî te nekir? Ma min ji te re kifş nekir ku ev rêwîtî daxwaza min e? Min tu ji hemû xerabiyan parastî. Min tu şandî ba vî zilamê pîr ê ku ev çar sal e lavan ji min dike û dibêje: ‹Seîd bişîne, da ku çavên min qenc bike!› Lê bêyî ku tu pêwistiya xwe temam bikî, tu dev ji wî berdidî. Tu ji min bêtir li zanîna xwe ewle dibî. Ma tu ji bîr dikî ku ez ew Xwedê me, yê ku ji nû ve can dide û ji bo min tiştek tune ku çênebe.» Seîd bi nefsbiçûkî bersîv da: «Ez bi wî Xwedayê ku ji nû ve can dide bawer dikim û ez dawiyê bi dilekî rihet dihêlim bi hêviya te ve.»

36

Sibehî Celaledîn hat û got: «Hesp hatine zînkirin», lê belê Seîd got: «Ez naçim.» Celaledîn şaş ma. Doktor got: «Xwedê destûra min nade ku ez herim. Ezê rabim û Mîr emeliyat bikim. Jê re bêje: ‹Bila yekî bişîne Sinê û ji wir têlgirafekê bikişîne Hemedanê, da ku hacetên min ên emeliyatê bişînin.›» Piştre ev jî got: «Ji Mîr re bêje ku ev dudiliya min ne bi peran ve girêdayî ye. Ezê li gor daxwaza Xwedê bikim, çimkî ez li wî ewle dibim.» Mîr gelek bextewar bûbû. Têlgiraf hat kişandin, lê ji kêmahî ve hatina hacetan wê heftiyek bikişanda. Di vê navê de gelek nexweşên din ji bo ku bên dermankirin dihatin gundê Razabê ba Seîd. Wî sibehan hê di saetên zû de nexweş qebûl dikirin. Piştî çend rojan hacetên Doktor hatin û wî dest bi emeliyatê kir. Gelek endamên çavê Mîr xera bûbûn û tevna çavê wî wek ku kor bûbû. Dilê Seîd tije xem bû û hê ku wî emeliyat dikir tarîgewrik ket oda emeliyatê. Piştî vê emeliyatê Seîd weha nivîsî: «Ez qet li hacetên xwe û li jêhatiniya xwe ewle nebûbûm. Lê ez li wî yê ku can dide miriyan ewle dibûm.» Çaxê ku di ceribandina pêşî de Mîr dikaribû tiliyên Doktor bijmêre, herdu jî rihet bûn. Piştre çavê wî çar rojan girêda, da ku rihet bibe. Roja çaran çavê wî vekir, got: «Ma tu tiştekî dibînî?» Wî got: «Erê, ez dibînim!» Tam di vê navê de keça Mîr ya bejinbilind û spehî ket hundirê odeyê. Doktor pirsî: «Ma tu dibînî ku kî ye tê?» Wî got: «Ev Fîrûze ye.» Her sê jî dilîn bûn, bi taybetî Fîrûze gelek dilîn bû û ji şahiya xwe digiriya. Doktor dîsa çavê Mîr girt û bi dilekî tije spasî ew qesîda ku ji dilê wî dihat got: Ew Xwedayê ku em diperizinê çiqas qenc e, Ew dostê me yê dilsoz û nayê guhertin e, Hezkirina wî jî wek hêza wî mezin e, Ew bê sînor û bê dawî ye. Îsa yê pêşî û paşî ye, Ruhê wî me digihîne aştiyê. Ji bo tiştên ku berê çêbûne em ji wî re spas dikin Û ji bo tiştên ku bên jî em li wî ewle dibin. (J. Hart) Mîr ji van peyvan gelek dilîn bûbû û xwest ku careke din ji wî melayê ku wê kêlîkê ketibû odeyê re jî bixwîne, yê ku xwenda bû. Mela jî gelek dilîn bû û got: «Kifş e ku di nav her miletî de mirovên ku baweriya xwe bi Xwedê tînin û ji wî hez dikin hene. Ev peyvên ku te gotin gelek bi bandûr bûn.»

37

Çaxê ku Seîd li Hewramanê li ba Mîr bû, çend mirovên wî jî hatin serdana wî; yek ji wan pismamê wî bû yê ku berê mamostê wî bû. Ev zilam melayekî zana û jêhatî bû û bi çend hevalên xwe ve hat. Ew gelekî şa bû ku wî Seîd dît. Lê belê di galegala wan de wî got: «Seîd di xortaniya xwe de xetayek kir, lê ez guman dikim ku ewê li wê riya rast ya ku ew jê derketiye vegere.» Vê yekê Seîd rakir ser piyan û wî weha bersîv da: «Pismam, tu niha şêst salî yî. Tu ji bo hecê çûyî Mekke û Medînê. Piştî van hemûyan ma ewlehiya te ji Xwedê heye ku Xwedê tu qebûl kiriyî? Em bêjin - dûrî te be - îşev tu bimirî, ma tu piştrast î ku tê herî bihiştê?» Pismam got: «Na, ma kî dikare piştrast be?» Seîd got: Hecî, ew dînê ku ji bo xilasiya min piştrastiyê nede min, nehêja ye dînarekî.» Mela û hevalên xwe li hev nêrîn, lê li ser «xetayê Seîd» peyveke din negotin. Piştî çend rojan, hê ku Seîd li gundê Razabê bû, nameyek ji Şêx Aladîn hat ku dixwest Doktor Seîd li keça wî ya nexweş binêre. Ev şêx zilamekî dîndarê qurnaz û destdirêj bû, yanî bandûra wî pir bû; ji bo xapandina gundiyên nezan di ser wî re nebûn. Vî zilamî hê beriya du salan berê xwe dabû Hemedanê, sond xwaribû ku here Seîd bikuje. Bi ser van hemû tiştan de, dîsa Doktor biryar da ku here. Çaxê çûn gundê Şêx, Seîd dît ku nêzîkî çil giregir û mirîdên wî li dora wî rûniştine. Piştî ku silav dan hev, Seîd got: «Eger destûr hebe, ez dixwazim ya nexweş bibînim, çimkî di gundê Razabê de xebata min heye, divê ez zû vegerim.» Lê belê Şêx dixwest ku pêşî ew tiştekî bixwin. Şêx gelek derwêş û mûzîkvan anîbûn odeyeke mezin, da ku rewşeke wusa çêke ku mêvanê xwe şaş bike. Van bi dengê bilûrê yê xemgîn û bi meqamê erbaneyan dest bi duakirinê kirin. Di vê navê de derwêş û mûzîkvanan çavên xwe ber bi yê kafir ve zîq kiribûn; wek ku wê wî razî bikin ku ew poşman bibe, li wî dinêrîn. Wan helbest xwendin, navên mezinên xwe gotin û hinek ji wan jî wek dehbeyên kovî hirijîn. Wan guman dikir ku ewê bi vî awayî îrada Seîd nerm bikin. Lê belê bervajiyê vê yekê çêbû: Vê rewşê pêxemberên Baal anîn bîra Seîd, çaxê ku wan bi Êlyas pêxember re şert girtibûn. 20 Seîd ji xwe re got: «Pêşî ez jî wek van bûm» û di dilê xwe de şikir ji Xwedê re kir ku wî ew ji tariyê aniye ronahiyê. Piştî xwarinê ew çûn cihê jinan û Seîd keça Şêx hêre kir. Piştre wî ji Şêx re got: «Nexweşiya wê giran e, werem (êşa zirav) e û qet hêvî tune. Ewê bi tenê saleke din bi we re bimîne.» Şêx gelekî xemgîn bû, bawer nekir û roja din xwest ku Seîd dîsa keça wî hêre bike. Vê carê jî eynî tişt derket, hêvî nebû. Seîd careke din ji Şêx Aladîn bihîst. Piştî çend rojan name ji wî hat ku tê de ji Seîd re digot: «Were gundekî biçûk ji bo galegaleke êvarê, da ku em pirsgirêkên te çareser bikin û şikên te ji ser te bavêjin.»

20

Tewrat: Padîşah I, 18:25-29

38

Seîd bersîv da, jê re nivîsand: «Di gumana min de, tu xetayekî dikî, çimkî tu şikên min tunin. Bervajiya vê, ez ji xwe piştrast im. Lê belê zavayê pêxember Elî yê ku jê re digotin ‹Xweyiyê bawermendan›, wî bi xwe digot: ‹Xwezî min bizaniya ku Xwedê ez ji bo helakbûna herheyî an ji bo xwezikdariya herheyî afirandime!› Eger Eliyê ku li gor dînê Îslamê di pîroziyê de yê pêşî ye weha bêje, çawa tu dikarî tiştekî weha derxî pêş? Tu ji milyonên Misilmanan tenê yek î. Tu her gav bindestê şik û tirsê yî, ma çawa tu dikarî rê nîşanî min bidî? Ez ji xwe piştrast im.» Seîd nama xwe bi vî awayî bir serî: «Were ser baweriya Mesîhîtiyê ya ku di nav hemû baweriyan de ya herî bêkêmahî ye.» Hingê name da dest Celaledîn, da ku bigihîne cihê Şêx Aladîn. Celaledîn destûr xwest ku nameyê bixwîne û piştî xwend, ji Seîd re got: «Ev fermana kuştina te ye.» Seîd bersîv da: «Şêx meydan xwendibû, min nikaribû ku ez bihêlim bêbersîv. Çaxê ku min baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh eşkere kir, min guman nekir, ku ez gelek bijîm, çimkî min emrê kuştinê di Quranê de xwendibû. Lê dîsa ev sî sal e ku ez bi azadî dijîm. Mirina bi serfirazî, ji jiyana tirsonekî çêtir e.» Û ew li ser ya xwe ma ku name bê şandin. Dema Şêx Aladîn name xwend, ew û şêxekî din gelek hêrs ketin, Mehmûd Xan ê ku rêbirekî yanî eşqiyayekî bi nav û deng bû, bi nijdevanên wî ve şandin, ku Seîd bikujin. Piştî çend rojan Seîd careke din çavê Mîr hêre kir û dît ku her tişt baş û saxlem e. Vêca çaxê ku Seîd xatir ji Hewramanê xwest, Mîr bîst siwarên hespan û sî zilamên din ên çekdar bi wî re şandin û ji wan re got: «Ez we hişyar dikim, nehêlin ez di pîrîtiya xwe de destê xwe tevli xwînê bikim. Çimkî ez sond dixwim: Eger zirar bigihîje mûyekî serê Doktor, ezê hemû herêmê bişewitînim.» Seîd vegeriya Sinê û ji ber ku ew sax û silamet hat, bi şahî her kes çû pêşiya wî. Seîd di Sinê de çend rojan ma, bû mêvanê walî. Çaxê ku dema xatirxwestinê hat, Celaledîn xwest ku bi taybetî bi Doktor re hevdîtinekê çêke. Xemgîn xuya dibû û bêpêjiniya wî şermezariya wî derdixist derve. Doktor Seîd ev yek ferq kir, ji wî re got: «Were hundir, ez jî li ser te difikirîm.» Wî got: «Tu li ser min difikirî? Yanî çawa tu li ser min difikirî?» Seîd got: «Ez difikirim ku ezê bêriya te bikim.» Çaxê ku Seyîd Celaledîn dipeyivî, çavên wî tije hêstir bûbûn û got: «Te peyv ji devê min stand. Di hemû dema vê rêwîtiyê de ez difikirîm ku kengê ezê vegerim gundê xwe. Lê belê niha ez xemgîn im. Te wusa kir ku ez ronahiyê bibînim. Ji bo ku te alîkariya min kir, ez ji Xwedê dixwazim ku her gav te biparêze.»

39

Piştî xatirxwestineke bi xemgînî herdu jî ji hev veqetiyan û Doktor Seîd bi çend siwarên hespan ve ji bajêr derket. Bi ser ku ew rastî çend rêbiran hatin, rojekê berî Cejna Bûyîna Îsa Mesîh, Doktor Seîd bi silamet gihîşt mala xwe ya li Hemedanê. Çaxê ku dihat bîra wî ku ew ji çi talûkeyan û ji çi kemînên ku li pêşiya wî danibûn, xilas bûbû û wî çawa bi hêza Xwedê xebata dermankirin û qenckirinê pêkanîbû û çawa ji Misilmanan re li ser baweriya xwe gotibû, hingê wî ji kûrahiya dilê xwe ji Xwedê re spasî û şikir dikir.

***

Jiyana Seîd û ya jina wî Rebeka jiyaneke qenc bû û mala wan maleke pîroz bû. Lê niha em dixwazin careke din li ser birayê Seîd, Keko bipeyivin. Piştî ku Keko cara pêşî hatibû Hemedanê ku here serdana birayê xwe, ew çend salan dixebitî û difikirî, ka ew dikare Mesîhîtiyê bi dil û can qebûl bike, an na. Lê piştî ku wî gava dawî avêt, êdî vegerîn nebû. Piştî demekê, ew li Hemedanê bû serokê xwendegeha xortan û piştre bû mizgînvan. Keko gelek salan pirtûk û belavokên li ser baweriya Mesîhîtiyê belav kirin, di çarşiyên Hemedanê de ji mirovan re dipeyivî an jî diçû herêmên hawirdor, bajar bajar digeriya û Mizgîniya Xwedê ji wan ên ku guhdarî dikirin re dixwend û şîrove dikir. Di havîna sala 1935’an de, herdu bira çûn cihekî nêzîkî Hemedanê. Êdî hema bêje Keko 80 salî û Seîd jî 72 salî bû. Di bin siya dareke mezin de ew bi hev re li ser jiyana xwe ya ku tije berê qenc bû dipeyivîn; fikrên wan çûn ser wî cihê ku lê çêbûbûn û Seîd got: «Keko, ez dixwazim careke din Sinê bibînim.» Keko lê vegerand û got: «Heçî ez im, ez çiqas dixwazim bibînim! Ev 51 sal e ku min ew der nedîtiye.» Dotira rojê ji Sinê telefonek ji Seîd re hat ku here Sinê, jina walî hêre bike! Seîd xeber ji Keko re şand, got: «Xwe amade bike! Em diçin nav Kurdan! Êdî ne tenê tu têyî vexwendin, lê ew lavan dikin ku tu herî!» Bi vî awayî ew bi hev re çûn. Herdu bira jî wek padîşahan hatin qebûlkirin. Çaxê ku Doktor Seîd li nexweşan dinêrî, Keko li tevahiya bajêr geriya, çû mizgeftan, li her derê rihet dipeyivî û belavokên li ser Mesîhîtiyê belav dikirin. Serdana wan heşt rojan kişand. Di roja nehan de çaxê ku wê derketana ser rê, hinek ji giregirên Sinê hatin qesra walî, da ku wan bi rê bixin. Yekî ji wan dixwest ku Keko aciz bike û got: «Çima tu

40

dixwazî vegerî Hemedanê? Bimîne ba me û vegere ser baweriya xwe ya berê. Emê jineke qenc û tu çiqas bixwazî, emê peran bidin te.» Keko got: «Min jiyana herheyî stand. Pere û tiştên vê dinyayê bala min nakişînin. Hûn vê qesra mezin bi zêrên zer tije bikin jî, hûn nikarin min ji baweriya min bizivirînin.» Wan got: «Madem ku wusa ye, çima demekê çek di destê te de, tu li kolanan digeriyayî, da ku tu birayê xwe bikujî?» Keko got: «Ez ji wê jiyana herheyî ya ku Îsa dide, bêxeber bûm. Ka çawa niha hûn nezan in û guman dikin ku hûnê bikarin bi peran min vegerînin ser baweriya Îslamê, hingê ez jî wusa nezan bûm.» Ev peyvên ha ji bo xelkê wî bajarê ku Keko lê hatibû dinê, bûn peyvên xatirxwestinê. Êdî careke din Keko bajarê xwe Sine nedît. Di dawiya wê salê de felcê li Keko xist. Piştî çend mehan, ew bi awayekî ecêb sax bû. Keko li ser vê yekê weha ji Seîd re nivîsî: «Çaxê ku ez di nexweşxanê de radizam, şevekê ez dil bi dil bi Xwedê re peyivîm. Min got: ‹Xudanê min, ewqas ez dixwazim bêm ba te, êdî sebra min nemaye. Lê eger tu bixwazî ez li vir bimînim, ji kerema xwe hêzê bide min, ku ez bikarim wan pirtûkên li ser Încîlê li kolanan belav bikim, heta wê roja ku tu min gazî ba xwe bikî.› Niha her roj du saetan ez belavok û pirtûkan belav dikim û ez gelek bextewar im ku ev fersend ketiye destê min.» Keko heta dawiya emrê xwe baweriya xwe hişk girt, di kolanan de digeriya, belavok didan xelkê û di sala 1940’an de, heştê û çar salî mir. Em niha li Doktor Seîd vegerin. Heçî Seîd bû, wî beriya her tiştî gelek ji azadiya xwe hez dikir û nedima di bin bandûra tu tiştî de. Wî nexwest her baweriya ku hinek din dibêjin û guhê xelkê bi wan tije dibe, qebûl bike. Wî dixwest ku ji xwe re hîn bibe û jê piştrast be. Çaxê ku Mesîhîtiyê bala wî kişand, wî ji xwe re got: «Divê ez tevahiya Încîlê bixwînim û bi Quranê re rû bi rû bikim.» Ew zimanê Îbranî hîn bû, da ku bizane, ka di wergera Tewrat û Zebûrê de tiştek hatiye guhertin, an na. Doktor Seîd li ser aliyê ruhanî hê bêtir disekinî. Ji ber ku ew di jiyana xwe ya ruhanî de têr nedibû, ew ji hînkirina Îslamê ya hişk dûr ket, xwe ber bi Neqşebendiyan ve da. Û çaxê ku ew bû yekî Mesîhî jî, li bawermendên Mesîh ên rastîn geriya û ew dîtin. Wî ji vê lavijeyê pir hez dikir û ev çar peyvên ha gelek caran digotin: Min rûyê Îsa dît, Tu tişt êdî ne girîng e; Min dengê Îsa bihîst, Dilê min tije şahî bû. (F. Bevan)

41

Baweriya Doktor Seîd ne xelatek wusa bû ku ew tenê pê şa bibe. Ew diyariyeke ji Xwedê bû û wî ew stand da ku bi mirovên din re jî wê leva bike. Di dema wî de, piraniya wan mirovên ku dev ji Îslamê berda bûn, ev yek bi dizî dikirin. Wan bawerî bi rastiya Mesîhîtiyê anîbûn û çaxê ku tu kes li hawirdora wan nebûya, amade bûn ku Îsa Mesîh xilaskarê xwe qebûl bikin. Lê belê wan nediwêrî ku vê yekê eşkere bikin, digotin: «Tiştek wê bê serê me.» Lê çaxê hê Seîd li Sinê bû, wî baweriya xwe veneşart û dema ku wî ev ji hevalên xwe re eşkere kir, ew gelek şa bû. Doktor Seîd ne tenê pirsgirêkên nexweşên xwe çareser dikir, lê diçû serdana wan, bi wan re dipeyivî û ji wan re dua dikir, di ber dilê wan de dihat. Wî baweriya xwe ji axayan re, ji girtiyên ordiyê re, ji melayan re, ji waliyan re, ji sayîdan re û ji mezinên eşîran re jî digot. Di Încîlê de Îsa Mesîh weha dibêje: «Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wan ên ku ji we nefret dikin, bikin. Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin.»21 Doktor Seîd tam wusa kir. Rojekê çaxê ku Doktor di mala xwe de dersa Încîlê dida, leşkerekî bi cilên sersedan, ket hundir. Kûnêrek di stûyê wî de hebû û kifş bû ku wî êşeke mezin dikişand. Seîd jê re got: «Ji kerema xwe, tu dikarî bisekinî heta ku xwendina Încîlê xilas bibe?» Zilam qebûl kir û rûnişt. Piştî ku Doktor xwendina xwe xilas kir, ew çû dermanxanê, da ku neşterekê lê bixe. Hingê sersed ji wan ên ku di odê de bûn re got: «Hevalno, hûn min nas nakin. Beriya gelek salan ez li kuştina vî zilamî geriyabûm. Lê ev çend sal e ku ew li min û li mirovên min weha qenciyê dike.» Piştî emeliyateke biçûk, wî fincanek çay vexwar û çû. Seîd ji wan ên ku di odê de bûn re got: «Ev zilam Mehmûd Xan bû. Berê ew rêbirê Kurdan ê herî xerab bû! Çaxê ez ji Hewramanê vegeriyam, Şêx Aladîn ew û nijdevanên wî şandibûn, da ku pêşiya karwanê me bibirin û min bikujin. Lê Xwedê wusa pêkanî ku em riya xwe biguherin û ez parastim.» Mehmûd Xan û 25 mirovên wî, sal û nîvê li Tehranê hatin girtin û di vê demê de Seîd ew belaş, bê pere, derman kirin. Carekê îmamek çû ba doktorekî Mesîhî û jê re got: «Min Doktor Seîd dît. Ez dimînim ecêbmayî: Ji bo ku ez dawiya jiyana wî bînim, çi tiştê ji destê min hat, min kir. Dîsa jî ew her car qenciyê li min dike.» Wî doktorî weha bersîv da: «Seîd zilamekî Kurd e; lê hûn nikarin wê ferqa di nav wî û Kurdên din de bavêjin pişt çavên xwe. Îsa Mesîh ev hêza ha daye wî.» Erê, ew hêza ku Doktor Seîd kiribû mirovekî esîl û ew hêza ku zilamê pozbilind û fenatîk kiribû Mesîhiyekî nefsbiçûk û fêdakar, hêza Îsa Mesîh bû. Di havîna sala 1937’an de Doktor Seîd ji Tehranê çû Hemedanê, da ku ji karê xwe dûr keve û bîhna xwe veke.

21

Încîl: Lûqa 6:27-28

42

Rojekê çaxê ku ew di baxçê xênî de bûn, çay çêkirin, nêrîn, du zilam ber bi mala wan ve hatin. Yek ji wan polîsek bû û yên din cilên sivîlan li xwe kiribûn. Wan ji Seîd re got: «Silavên serdarê polîsan li te hene; ew nexweş ket û dixwaze ku tu lê binêrî. Ji bo ku me tu reht kiriyî, tu li qusûra me nenêre.» Seîd rahişt çeltê xwe yê bijîşkiyê û bi wan re çû. Heta ku di erebê de li her aliyekî wî polîsek rûnişt, wî tê dernexist ku ew hatiye girtin. Yekî polîs destê xwe danî ser çoka Seîd û got: «Bêguman xetayek heye, bi tenê divê tu bersîva çend pirsan bidî.» Seîd got: «Ma hûn dizanin ku ez ji bo çi têm birin?» Yê polîs got: «Ne tiştek girîng e; li gor ku ez fêm dikim, ji bo nameyeke ku di van rojên dawî de, te nivîsiye...» Hingê Seîd her tişt fêm kir. Ji beriya şeş rojan, wî nameyeke serxweşiyê ji keça serwerekî Kurdan re nivîsîbû; ew serwer heştê salî bû û li Tehranê miribû. Riza Şah ji bo ku çend eşîrên xêrnexwaz bixe bin qontrola xwe, hinek serwer gerew girtibûn. Her çiqas azadiya wî zilamê mirî di bajarê Tehranê de jê re hatibû dayîn jî, nêrevanî li xebt û lebta wî dihat kirin. Çaxê ku ew demeke dirêj nexweş ketibû, Seîd ew derman kiribû û di nav wan de dostaniyeke xurt çêbûbû. Doktor Seîd fêm nekir, ew tiştên ku wî di nama serxweşiyê de nivîsîbûn, çawa dikaribûn maneyeke polîtîk bistînin. Ew karbidestê ku di polîsxanê de Seîd dikişand pirsê, nameyek derxist û nîşanî Seîd da, pirsî ka ew vê nivîsînê nas dike, an na. Seîd got: «Ya min e.» Karbidest bi awayekî hişk bersîv da, got: «Divê tu van tiştan şîrove bikî, te ji keça yê mirî re weha nivîsiye: «Her çiqas bavê te di bin çavan de bû û hemû lebatên wî dihatin şopandin jî, dîsa divê hûn bextewar bin ku ew di mala xwe de, di nav maliyên xwe de mir.» Karbidest bi xemgînî name danî ser masê û got: «Tu kî yî heta ku tu van tiştan dibêjî?» Doktor Seîd got: «Têkiliya min bi polîtîkê re tune. Ez bi tenê bi ruh û bedena mirovan ve mijûl dibim; eger min bê hemdê xwe tiştekî xelet kiribe, ez xemgîn em. Di vê dabaşê de tu min ronahî bikî, ezê minetê jê hilînim.» Yê karbidest got: «Îro evqas bes e», li zengil da, polîsek hat hundir û wî jê re got: «Vî mîrzayî bibe oda wî.» Êdî Seîd ma di girtîgehê de. Di vê navê de xebera girtina wî li gor navûdengiya wî belav bû û gelek mirov bi vê yekê xemgîn bûn. Gelek kesan name ji wî re dinivîsîn, da ku bibin hevparê xemên wî û nameyên herî dilşewat ji Kurdan dihatin, yên ku demekê dijminên wî yên bêrehm bûn. Di nav Kurdan de, zilamên herî bi nav û deng û heta zilamên olî yên bi bandûr, ji wî re weha dinivîsîn: «Ew duayên ku em her gav ji bo te dikin, wê te ji serê te heta lingên te biparêzin. Em bawer dikin ew Xwedayê ku tu ji dil baweriya xwe pê tînî, wê zû bêsûciya te derîne meydanê û wê te derxe.» Piştre Seîd bi şahî û serfirazî weha nivîsî: «Çi tiştê ecêb e! Demekê van dixwest ku jiyana min helak bikin û niha serwerên wan ji bo min dua dikin!»

43

Piştî du meh û nîvan ew ji Hemedanê hat şandin Tehranê. Hê gelek dostên wî dixebitîn, da ku wî bidin berdan; kurê wî Samûêl jî serî li gelek karbidestên bilind xist, lê tiştek jê derneket. Heta çû serekwezîr bi xwe dît, serekwezîr bi fihêtkariyeke mezin jê re got: «Çaxê ku doktorên din nikaribûn tiştekî bikin, bavê te ez sax kirim. Ji lewre ez deyndarê wî me, lê di vê rewşê de tiştek ji destê min jî nayê.» Li ser vê yekê Samûêl têlgirafeke 140 peyv ji Şah re nivîsî û tê de da zanîn ku nama serxweşiyê xelet hatiye fêmkirin û rewş pê da zanîn. Wî jê hêvî kir ku xetayê bavê wî yê ku ne bi zanastî kiriye, bibexşîne. Sekreterê Şah ev yek amade kir û Rebeka jî destxet kir. Têlgiraf di demeke minasib de gihandin destê Şah: Serekwezîr û hema bêje hemû endamên hukumetê li wir bûn û sekreterê Şah wusa kir ku serekwezîr di dema herî bixêr de têlgirafê bide destê Şah. Gelek bandûra vê yekê çêbû; çimkî piştî demeke kurt Doktor Seîd hat berdan. Di nav dostên wî de, ev bû şahiyeke mezin, çimkî bêyî hukumkirinê, Seîd 99 rojan ma di girtîgehê de. Kurê wî Samûêl xaniyekî nû ji wan re da çêkirin û wan di Îlona sala 1938’an de bar kir, lê piştî çend mehan jina wî Rebeka nexweş ket û di dawiya sala 1939’an de bi awayekî bêpêjin mir. Doktor Seîd dît ku hezjêkiriyên wî yek bi yek dimirin, diçûn û wî gelek saetên bêxew di bêdengiya oda razanê de dibûrandin. Çiqas dihat, Padîşahiya Ezmanan dihat bîra wî û wî dixwest ku zû here wê derê. Hêza wî ya bedenî çiqas kêm dibû, ruhê wî «di aştiya Xwedê de ya ku di ser her têgihîştinê re ye»22 xurt dima. Qet şik an ewreke ku dawiya jiyana wî tarî bike, nebû. Ronahiya ezmên riya wî bi wê şewqa ku çiqas dihat zêde dibû, ronahî dikir. Êdî ew ji vê dinyayê bêtir yê dinya din bû û di sala 1942’an de Doktor Seîd çavên xwe li vê jiyanê neqandin.

22

Încîl: Filîpî 4:7

44