You are on page 1of 3

Ezra û Nehemya

Wek ku Xwedê bi devê Yêremya pêxember gotibû, piştî 70 salan gel destûr stand ku vegere
welatê xwe. Çimkî padîşahê Farsan Koreş weha da nivîsîn û got:
«Xwedayê ezmên Xudan hemû padîşahiyên dinyayê dan destê min û wî bi xwe emir li min kir
ku ez li Orşelîma Cihûstanê jê re xaniyekî ava bikim.
Her kesê ku ji gelê wî be, Xwedayê wî bi wî re be, bila ew here Orşelîmê û Perestgeha Xudan,
ava bike, çimkî ew Xwedayê Orşelîmê ye.
Û bila her kes alîkariya cîranên xwe yên Cihû bike û firaxên zêr û zîv û heywan û tiştên din û li
gor dilê xwe diyariyan bide wan.»
Loma di sala 538an beriya hatina Mesîh de li dor pêncî hezar mirovan vegeriyan Orşelîmê.
Koreş, firaxên Perestgehê jî yên ku Nebûkadnetsar anibûn Babîlê û xistibûn perestgeha xwedayê
xwe, dan wan.
Piştî çend mehan gelê ku vegeriyabû welatê Îsraêl ji gund û bajarên xwe ji bo civînekê hat
Orşelîmê.
Hingê Yêşûya kahîn û Zerûbabel û birayên wan rabûn û gorîgeha Xwedayê Îsraêl çêkirin, da
ku wek berê li gor Şerîeta Mûsa gorî bên pêşkêşkirin. Erê, ew ji miletên li hawirdor gelek
ditirsiyan, lê dîsa jî wan gorîgeh çêkir û wek berê her sibê û her êvar goriyên şewitandinê pêşkêşî
Xudan kirin.
Di wê demê de hê Perestgeha Xudan nebû, lê wan pere dan hostayan, da ku dest bi avakirina
Perestgehê bikin û çaxê bîngehê wê hat danîn, wan cejneke mezin çêkir û li gor tertîbên Dawid
pesnê Xudan dan û stran gotin û ji Xwedê re şikir kirin.
Lê belê gelek kalepîrên ku Perestgeha ku Silêman ava kiribû, dîtibûn, bi dengekî bilind giriyan.

Çaxê xelkê welêt, yanî Sameriyan bihîst ku Cihûyan bîngehê Perestgehê daniye, wan jî dixwest
alîkariya wan bikin, lê Cihûyan ev yek qebûl nekir, çimkî baweriya wan ne yek bû. Ji wê rojê ve
Samerî li hember Cihûyan rabûn û xebata avakirina Perestgehê gelek salan sekinî.
Hingê Hagay û Zekerya, du pêxemberên Xwedê rabûn û cesaret dan gel ku careke din dest bi
avakirina Perestgehê bikin.
Li ser vê yekê dijminên wan name ji padîşahê Farsan Dariyus re şandin. Dariyus li qesrê
lêkolîn da kirin û çaxê fermana Koreş hat dîtin, wî avakirina Perestgehê qebûl kir û ew ferman jî
erê kir. Bi vî awayî Perestgeha Xudan temam bû û gel ew bi şahiyeke mezin, bi Cejna
Derbasbûnê û bi gelek goriyan, pîroz kir.

Kêm û zêde piştî 60 salan bi rêberiya Ezra careke din komeleke biçûk a Cihûyan ji Babîlê
vegeriya Cihûstanê. Ezra Şerîetzan bû, yanî pisporê Şerîeta Mûsa bû. Wî dît ku Cihûyan ji nav
pûtperestan jin ji xwe re anibûn û ji ber vê yekê wî dilbiqul weha li ber Xudan dua kir:

«Ya Xudan, ez şerm dikim û nawêrim ku çavên xwe bilind bikim,


Çimkî sûcê me digihîje heta bi ezmên.
Ji rojên bav û kalên me ve sûcê me mezin e
Û ji ber neheqiya xwe, em ketibûn destê padîşahên miletan.

1
Lê niha ji bo kêlîkekê kerem li me bûye,
çimkî te ji me re jêmayiyek hiştiye
Û te em anîne vî cihê xwe yê pîroz
Û me di çavê padîşahê Farsan de qencî dît.
Lê belê piştî van hemû tiştan, em çi bêjin?
Te emrên xwe bi devê pêxemberan ji me re gotibûn,
Lê me dev ji wan berda.
Te got: ‹Divê hûn keçên xwe nedin kurên welêt
Û keçên welêt jî ji kurên xwe re neynin!›
Ma niha em dîsa emrên te bişkênin û bibin mirovên van pûtperestan?
Ma heta ku te em qirr bikirana, wusa ku tu kes nemabûya, tê li me hêrs nebûyayî?
Ya Xudan, tu dadperwer î;
Va ye, em sûcdar in û em nikarin li ber te bisekinin.»
Hingê wî gazî xelkê kir û bi hişkî ji wan re got ku weha nekin. Wan jî guhê xwe da gotinên wî,
poşman bûn û dev ji wê yekê berdan.

Piştî hatina Ezra bi çardeh salan Nehemya jî bi komeleke Cihûyan ve vegeriya. Ew bi xwe
meygerê padîşahê Farsan Artaxşasta bû û çaxê bihîst ku halê Orşelîmê xerab e, wî ji padîşah
destûr xwest ku here Orşelîmê û sûra bajêr ava bike. Padîşah jî qebûl kir û di her tiştî de rê li ber
wî vekir. Çaxê Nehemya hat Orşelîmê, wî ji mezinên gel re got: «Hûn halê bajêr dibînin:
Dergehên wî şewitandî ne û Orşelîm hilweşayî ye, ne parastî ye. Rabin, em sûra bajarê xwe ava
bikin!»
Di cih de wan dest pê kir, lê wek berê dijminên wan li hember wan rabûn. Loma nîvê xelkê
xebitî û nîvê din bi çekan xebatkar parastin û xebatkar jî bi çek bûn.
Bi vî awayî wan di 52 rojan de sûra bajêr ava kir û piştre hemû gel di bajêr de li meydana li ber
Dergehê Avê civiya. Wan ji Ezrayê nivîsyar re got ku nivîsara Şerîeta Mûsa ya ku Xwedê ji wan
re daye, ku li gor wê bikin, bîne. Loma Ezra Şerîet anî ber civîna hemû jin û mêr û ber hemûyên
ku dikaribûn wê fêm bikin. Ew li ser mînbereke darîn rawesta, da ku hemûyan ew bidîta û li rex
wî giregirên gel rawestan. Wî nivîsar vekir û hemû gel rabû ser piyan. Ezra, Xudan Xwedayê
mezin pîroz kir û hemû gel destên xwe bilind kirin, gotin: «Amîn, Amîn!» Wan xwe tewand û ji
Xudan re deverû çûn ser çokan.
Hingê Ezra ji sibê zû heta nîvro ji Şerîetê xwend û hemûyan qenc guhê xwe dan wê. Û çaxê
hemû gel peyvên Şerîetê bihîstin, wan dest bi girînê kir. Lê Nehemya, Ezra û Lêwiyan ji wan re
got: «Ev roj ji Xudan Xwedayê we re pîroz e. Şînê negirin û negirîn. Herin, xwarina xweş bixwin
û vexwin û parê ji wan re bişînin ên ku tiştek amade nekirine. Xemgîn nebin, çimkî şahiya Xudan
qeweta we ye.»
Hingê hemû gel çû, wan xwar û vexwar û par şandin û gelekî şa dibûn, çimkî wan peyvên ku ji
wan re hatibûn xwendin û şîrovekirin, fêm kirin.
Di roja diduyan de rihspiyên hemû malbatên gel û kahîn û Lêwî li ba Ezrayê Şerîetzan civiyan
ku guhê xwe bidin peyvên Şerîetê. Û wan dît ku di Şerîeta Mûsa de nivîsî ye ku gelê Îsraêl di
cejna meha heftan de di holikan de rûne. Û wek ku nivîsandî bû, ev yek li seranserê bajarên xwe
û li Orşelîmê dan bihîstin û bang kirin: «Hilkişin nav çiyan û ji bo çêkirina holikan çiqilên darên
bi pel bînin.»

2
Gel jî derket û çiqil anîn û ji xwe re li ser xênî û di hewşên xwe de, di hewşên mala Xwedê û di
meydanan de holik çêkirin. Hemû civîna wan ên ku ji sirgûnê vegeriyabûn, ji xwe re holik çêkirin
û di wan de rûniştin. Ji rojên Yêşûyê kurê Nûn û heta wê rojê gelê Îsraêl weha nekiribû. Û şahiya
wan gelek mezin bû. Her roj, ji roja pêşî heta roja dawî ya cejnê, Ezra ji nivîsara Şerîeta Xwedê
xwend. Wan heft rojan cejn pîroz kir û li gor qanûnê di roja heştan de lihevcivîn çêbû.

Piştî van tiştan, çar sed salan pêxemberekî din ranebû û dengê Xudan li welatê Îsraêlê nehat
bihîstin, heta ku wî milyaketê xwe şand ba gelê xwe, da ku ji bo hatina Mesîh amade bibin.
Ev serhatî di Încîlê de, yanî di Peymana Nû de nivîsî ye. Ji bo xwendina Încîlê, ji kerema xwe li
www.Kurdish-Bible.org binêre.

www.erf.de/kurmanci