You are on page 1of 2

Lê ku afû bike?

Axayê gundekî hebû ku bi dewlemendiya xwe pir bi nav û deng bû. Ev axa ewqas
dewlemend bû ku hed û hesabê serweta xwe jî nizanibû. Xelkê gundê wî jî deyndarê wî bû.
Xebata gundiyan a tevahiya salê, têra fayîza deynê wan jî nedikir.
Rojekê, axê nivîsek bi deriyê xwe ve kir û weha nivîsî bû:
«Kî ku sibê nîvro heta saet 12an hemû deynê xwe bêkêmahî li ser kaxezekê binivîse û
bîne, ezê li hemû deynê wî bibihûrim.» Û dest xet kir, yanî îmze kir.
Hişê gundiyên ku ev nivîs xwendin, ji serê wan çû, lê dîsa jî bêyî ku henekên xwe pê bikin,
sebra wan nehat. Wan got: «Xuya ye ku hişê axê tevlihev bûye û deftera ku deynê me li ser
nivîsandiye, winda kiriye. Bi vî awayî ewê bizane, ka çiqas deynê wî li kê heye.»
Hin gundî weha dipeyivîn, hinan jî digot: «Qet hûn tiştekî wusa nekin, ha. Divê em neçin,
deynê xwe ji axê re nebêjin. Eger em bêjin, deynê me wê derkeve holê.»
Yek ji wan li yên din zivirî û got: «Lê eger gotina axê rast be?»
Yên din pê keniyan û henekên xwe pê kirin û gotin: «Te hişê xwe winda kiriye! Ma axa dîn
e? Dinyayek deynê wî li me ye. Ma qet axa bi qelemekê li vî deynî dibihûre? Xuya ye axê
deftera ku deynên me li ser nivîsiye, winda kiriye. Bi vê yekê wê bizane ka çiqas deynên wî
li me hene.»
Zilêm dîsa got: «Ma ev axayê qelender derewan li me dike?» Gundiyên din henekên xwe
pê kirin. Lê zilêm di dilê xwe de digot: «Eger gotina axê rast be, ezê ji hemû deynên xwe
xilas bibim.» Paşê da rê û çû mala xwe, li ser vê yekê ji jina xwe re jî got. Jina wî pir kêfxweş
bû. Li malê bû kêf û şahî.
Zilêm ji jina xwe re got: «Ka alî min bike, em lîsta deynên axê yên li me derxin.»
Zilêm û jina xwe heta dereng, heta nîvê şevê rûniştin û deynên axê yên li wan li ser
kaxezekê nivîsîn. Di wê navê de, jina zilêm jê re got: «Binêre, tu dixwazî, em hemû deynên
xwe nenivîsin. Eger em hemû deynên xwe binivîsin, wê deynên me pir xuya bibin.»
Zilêm lê vegerand û got: «Nabe, axê di daxuyaniya xwe de gotiye: ‹Ezê li deynê her kesê
ku hemû deynên xwe binivîse û bîne, bibihûrim.› Ji bo vê yekê divê em hemû deynên xwe
binivîsin.»
Ew heta serê sibê xebitîn, lîsta hemû deynên xwe derxistin. Çaxê roj hilat, zilam bezî çû
ber deriyê axê, da ku lîsteya deynên xwe bide wî.
Li ber dêrî qerebalixeke mezin hebû. Wî xwe li nav wan xist û gihîşt ber dêrî. Wî nêrî ku
derî vekirî ye, lê kesek nakeve hundir.
Gundiyên din dîtin ku ew dixwaze bikeve hundir û jê re gotin: «Çi bûye, ma te hemû deynên
xwe nivîsîne û tu dixwazî bidî axê?»
Zilêm ji wan re got: «Erê, min hemû deynên xwe nivîsîne û ezê niha biçim hundir û bidim
axê. Va ye, li vir li ser dêrî nivîsandî ye û axê îmze kiriye: ‹Her kesê ku îro heta saet 12an
deynên xwe binivîse û bîne, ezê li hemû deynên wî bibihûrim.› Ev axayê qelender, ma dibe
ku derewan bike?»
Gundiyan dest pê kir, keniyan. Lê zilêm got: «Ez dixwazim biceribînim» û ket hundir.
Çaxê ku zilam di deriyê baxçê re ket hundir û ber bi deriyê xaniyê axê ve çû, hin gundî li
pey wî çûn û gotin: «Neçe! Qey te hişê xwe winda kiriye? Ma çi bi te bûye?»
Hinekan jî digot: «Wî aqilê xwe winda kiriye!» û henekên xwe pê dikirin.
Zilêm ji aliyekî ve ji xwe re digot: «Ezê ji deynê xwe xilas bibim!» û kêfa wî dihat. Lê ji aliyê
din ve jî digot: «Lê eger xebera gundiyan rast be, hingê ezê çi bikim?» û ditirsiya.
Zilam hat ber dêrî, lê da û xulamê axê dêrî jê re vekir. Zilêm jê re got: «Ez dixwazim axê
bibînim, min lîsta deynên xwe aniye.»
Xulam ew bir ba axê. Zilêm bi dilekî bitirs ji axê re got: «Axayê min! Va ye, min lîsta hemû
deynên xwe ji te re aniye.»
Axê jê pirsî û got: «Ma te hemû deynên xwe nivîsîne?»
Zilêm got: «Erê, min hemû nivîsîne» û lîsta deynan da wî.
Axê ji wî re got: «Temam, ezê li deynên te bibihûrim, lê divê tu heta saet 12an li benda
min bimînî.»
Gava zilam ev yek bihîst, ji kêfan difiriya û got: «Axayê min, bi destûra te, ez derkevim
derve û ji yên din re jî bêjim, da ku ew jî deynên xwe binivîsin û bînin. Bila ew jî ji deynên
xwe xilas bibin!»
Lê axê qebûl nekir û got: «Ev banga min ji bo her kesî eynî ye. Wan jî wek te nivîsa min
xwendine. Hê wextê wan heye. Eger heta saeta 12an ew jî wek te lîsta hemû deynên xwe
binivîsin û bînin, ezê li deynên wan jî bibihûrim.»
Zilêm ji aliyekî ve li saeta xwe dinêrî û ji aliyê din ve jî di dilê xwe de dua dikir ku yên li ber
dêrî jî deynên xwe bînin û ji wan xilas bibin.
Heçî mirovên li ber dêrî bûn, wan mereq dikir ka çi li hundir çêbûye û ew bi çi ve mijûl
dibin. Zilamê li hindur û gundiyên li derve jî, gav û saet li saetên xwe dinêrîn.
Di wê navê de saet dibû 9, 10, 11, 11 û nîv, 12 kêm çarîk û yên li ber dêrî ji bêsebrî tebata
wan nedihat.
Gava saet tam bû 12, axê li hundir, kaxeza ku hemû deynên zilêm li ser nivîsandî bûn,
girt, çirand, şewitand û ji zilêm re jî got: «Tu niha dikarî biçî. Hemû deynên te xîş bûn.»
Zilam bi kêf û şahî derket derve, kir qîrîn û got: «Ez xilas bûm! Ez xilas bûm! Axa li hemû
deynên min bihûrî!»
Û dema ku zilêm wusa got, xulamê axê kaxeza li ser dêrî derxist û derî girt.
Hingê hemû gundiyan zor li dêrî kir û li dêrî xistin. Ew li ber axê digeriyan û digotin: «Ji bo
Xwedê, derî vekin! Em jî dixwazin ku axa li deynê me bibihûre. Axayê me, li me bibihûre! Me
kir tu neke!»
Li ser vê yekê axa derket ber dêrî û got: «Ev lêbihûrtin heta saet 12an bû. Niha êdî dem
derbas bû.»
* * *
Erê, di vê mînakê de rastiyeke kûr heye: Ji bo demekê fersend heye, yanî derî vekirî ye, lê
roj wê bê ku hingê wê bê gotin: «Niha dereng e.»
Belkî we jî bangeke weha bihîstiye û qenc e hûn li ser vê yekê bifikirin.
Berî 2000 salan Îsa Mesîh ji bo sûc û gunehên mirovan bû gorî, li ser xaçê mir. Ji hingê û
heta niha ew dibêje: «Hemû sûc û gunehên xwe bînin û ezê li we bibihûrim; li ba min afûbûn
heye.»
Êdî ew li hêviya mirovan e ku baweriya xwe bi wî bînin û wî Xilaskarê xwe qebûl bikin.
Tenê tiştê ku divê em bikin, ev e: Divê em dilê xwe vekin, hemû guneh û barên xwe bînin ba
wî û wî Xilaskar û Xudanê xwe qebûl bikin.
Lê ji bo ku gunehên te bên afûkirin, tu nikarî yekî din bişînî, lazim e her yek bi xwe bê û ji
Mesîh re bêje.
Û bi rastî, Xwedê ne wek wî axayî ye û nabêje: «Dernekeve û ji tu kesî re nebêje!» Lê
belê ew ji wan ên ku li gunehên wan hatiye bihurtin re, dibêje: «Herin û vê mizgîniyê bidin
hemû mirovan. Bila ew jî bên û afûbûna gunehan bistînin.»