Afirandina Mirov

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin. Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.

Riya Rastdariyê 5

Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê. Me di bernameya xwe ya berî vê de dît ku Xwedê çawa erd û ezman, behr û her tiştê ku tê de ye afirandin. Xudan Xwedê bi tenê bi peyva xwe di şeş rojan de her tişt afirand. Herweha me dît ka çima Xwedê dinya afirand. Wî ew ji bo wan mirovan çêkir ên ku dixwest ji bo rûmeta xwe biafirîne. Xwedê çiqas dilovan e ku wî ji bo mirovan cihekî evqas xweş û bedew çêkir, da ku ew di xêr û xweşiyê de bijîn! Îro em dixwazin li Nivîsarên Pîroz binêrin û hîn bibin, Xwedê çawa mirovê pêşî afirand. Bi alîkariya Xwedê, emê fêm bikin ku wî çima mirov afirandin. Di Tewratê de, yanî di Kitêba Destpêkirinê de, di deriyê pêşî, ayeta 26’an de, Peyva Xwedê dibêje: Xwedê got: «Niha em di sûretê xwe de, wek ku mîna me be, mirovan çêkin. Bila ew bibin serwerê masiyên avê, teyrên ezmên, heywanên kedî, serwerê hemû erdê û hemû heywanên ku li ser rûyê erdê dişêlin.» Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand, Di sûretê Xwedê de wî ew afirand, Nêr û mê wî ew afirandin. (Destpêkirin 1:26-27) Li ber çavê me, rastiyeke pir mezin û ecêb heye û divê her kes vê yekê fêm bike: Xwedê zilamê pêşî û jina pêşî di sûretê xwe de afirandin. Qenc li ser vê yekê bifikirin, ev çiqas ecêb e! Xwedê mirov afirand, da ku wek wî be! Bi rastî, mirov di nav hemû afirînan de yê herî girîng e. Bi tenê mirov di sûretê Xwedê de hatiye afirandin. Îcar çaxê ku Peyva Xwedê dibêje: Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand, mana vê çi ye? Di deriyê diduyan, ayeta heftan de, Nivîsarên Pîroz dibêjin: Xudan Xwedê mirov ji axa erdê çêkir û bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û mirov bû afirînekî jîndar, yanî canê jîndar. (Destpêkirin 2:7) Di vê ayetê de em dibînin ku Xwedê pêşî mirov afirand, yanî bedena wî afirand û hingê bîhna jiyanê pif kir pozê wî, da ku jîndar be. Mirov ne bi tenê afirînekî bedenî ye, lê hem
1

bedena wî û hem jî canê wî heye. Xwedê mirov di du gavan de afirand: Careke din guhê xwe bidin Nivîsarên Pîroz: Gava pêşî ev bû: Xudan Xwedê mirov ji axa erdê çêkir. Gava diduyan jî ev e: Xwedê bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û mirov bû afirînekî jîndar. Ji Nivîsarên Pîroz em hîn dibin ku Xwedê çawa mirov afirand: Pêşî wî beden çêkir. Çima pêşî wî beden afirand? Pêşî wî beden çêkir, ji ber ku can di bedenê de cih distîne. Ma te dizanibû ku bedena te ji bo te, yanî ji bo canê te wek xanî ye, yanî çadira wî ya ji bo demekê ye ? Loma Nivîsarên Pîroz hîn dikin, dibêjin: Bedena me konê me yê dinyayî ye. (Korîntî II, 5:1) Xwedê bedena mirov afirand, da ku canê mirov tê de cih bigire. Xwedê bedena mirovê pêşî ji çi çêkir? Nivîsarên Pîroz dibêjin ku Xwedê ew ji axa erdê afirand. Îro em dizanin ku toza axê ji 20 tiştên seretayî pêk tê. Zaneyên van tiştan ji me re dibêjin ku ew 20 sereta hemû di bedena mirov de hene. Loma pêxemberê Xwedê Dawid di Zebûrê de dibêje: Xudan afirandina me dizane û tê bîra wî ku em toz in. (Zebûr 103:14) Erê, bedena mirov ji toza axê, yanî ji axa erdê hatiye afirandin, lê belê ew ne bêqîmet e. Di bedena mirov de ji kêmahî ve heftê milyar parçeyên herî biçûk ku em jê re dibêjin şane, yanî şanik, hene. Ew hemû bi hev ve girêdayî ne û li gor planeke hevgir a bêkêmahî dixebitin. Bi rastî bedena mirov kerameteke mezin e. Xwedê, mejî, dil, kezeba sor, zik, kezeba reş, rovî, hestî, goşt, çerm, guh, çav, poz an bevil, dev û gelek tiştên din xistine bedena me. Her endam «dizane» ku kardestiya wî çi ye. Ji Xwedê pê ve kê dikaribû ev yek bikira. Loma Dawid pêxember got: Ez ji te re şikir dikim, çimkî ez bi awayekî tirsehêz û newaze hatime çêkirin. Kirinên te newaze ne, canê min vê yekê qenc dizane. (Zebûr 139:14) Erê, bedena mirov kerameteke gelek mezin e. Lê belê ma Xwedê bedena mirov di sûretê xwe de afirand? Na! Ev çênabe, çimkî Xwedê bi xwe ruh e. Xwedê bedena mirov di sûretê xwe de çênekir. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê çi dibêjin? Dibêjin: Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand. Mana vê çi ye? Mana vê ev e ku Xwedê canê mirov di sûretê xwe de afirand. Me berê dît ku çaxê Xwedê ji axa erdê bedena mirov afirand, ew bê jiyan bû, yanî wek termekî bû. Xwedê çima pêşî bedena mirov afirand û hingê canê mirov xist wê? Gelo çima Xwedayê karîndarê her tiştî mirov bi carekê neafirand, yanî wî çima bi du gavan mirov afirand? Ji bo hemû afirînên din Xwedê wusa nekir.
2

Belkî Xwedê weha kir da ku mirov hîn bibe ku qeweta wî ya li ser jiyanê tune. Mirov nikare ji xwe re jiyanê peyda bike û mirov nikare tiştekî jîndar biafirîne. Xwedê Xudanê jiyanê ye û jiyan bi tenê bi wî tê dîtin. Jiyan ne ji mirov derdikeve, jiyan diyariya Xwedê ye. Nivîsarên Pîroz dibêjin: Xudan Xwedê mirov ji axa erdê çêkir û bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û mirov bû afirînekî jîndar. Bedena ku Xwedê afirand dest pê kir, jiya. Çima jiya? Ji ber ku Xwedê, yanî Xudanê jiyanê, jiyan da canê mirov. Jiyana ku bi Xwedê re bû, êdî di hundirê mirov de bû jî. Bi vî awayî mirov bû afirînekî jîndar. Îcar tiştê ku Xwedê di sûretê xwe de afirand, çi bû? Erê, canê mirov bû. Xwedê canê mirov di sûretê xwe de afirand. Gelo te dizanibû çend babetên Xwedê hene ku di ruhê mirov de jî hene? Beriya ku em dersa îro xilas bikin, em dixwazin li ser sê babetên Xwedê bifikirin ên ku babetên mirov in jî. Çaxê ku em li ser van her sê tiştan bifikirin, emê hê bêtir hîn bibin ka mana van gotinên Nivîsarên Pîroz çi ye yên ku dibêjin: Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand. Gelo ew her sê babet kîjan in? Ya pêşî: Xwedê ruh, hiş û bîr daye mirovan, da ku ew bikarin Xwedê nas bikin.

Ya diduyan: Xwedê dil xist hundirê mirovan, da ku ew bikarin ji Xwedê hez bikin. Ya sisiyan: Xwedê azadiya bijartinê da mirovan, da ku ew bi daxwaza xwe guhê xwe bidin Xwedê û li gor wî bikin. Tam wek ku Xwedê xwediyê hiş û bîr, dil û azadiya bijartinê ye, wusa jî wî hiş û bîr, dil û azadiya bijartinê da mirovan. Niha em dixwazin bifikirin ka mana van tiştan çi ye. 1) Xala pêşî: Xwedê hiş û bîr da mirovan; ew dikarin bi wan, Xwedê nas bikin û Xwedê mirov bi hiş û bîr afirand, ji ber ku Xwedê dixwaze ku di nav Xwedê û mirov de têkiliyeke kûr û bi mane hebe. Çaxê ku em li ser jiyana pêxemberê Xwedê Birahîm dibihîzin, em dibînin ku jê re digotin Dostê Xwedê. Birahîm Xwedê nas dikir û têkiliya wî ya kûr bi Xwedê re hebû. Lê belê ne tenê heqê Birahîm heye ku bibe dostê Xwedê. Em jî dikarin bibin dostên Xwedê. Xwedê dixwaze ku têkiliya me bi wî re hebe. Loma wî ruh da mirovan ku bikarin bi Ruhê Xwedê re bidin û bistînin.

3

Belkî em dikarin bi pirsekê şîrovekirinên xwe hê zelaltir bikin: Gelo di nav mirov û heywanan de çi ferq an cihêtî heye? Bersiv ev e: Ruhê mirov û hiş û bîra mirov heye, lê yê heywanan tune. Ji xwe heywan nikarin vê bernameyê fêm bikin, lê çima weha ye? Ji ber ku hiş û bîra heywanan ne wek ya mirovan e. Guhdarên delal, ma çima hûn dikarin gotinên me fêm bikin? Ji ber ku ruhê we ruhê mirovan e û hiş û bîra we jî wek ên me ne. Ruhê mirov bi awayekî wusa jî hatiye afirandin ku bikare bi Ruhê Xwedê re bide û bistîne. Ji xwe em dizanin, heçî zanîn û şehrezayî û hiş û bîra mirov e, ew nagihîjin Xwedê. Çimkî şehrezayiya Xwedê gelek kûr e û zanîna wî di ser ya mirovan re ye. Tiştê ku divê em fêm bikin ev e: Xwedê ruh da mirov, da ku hevpariyeke kûr û bi mane di nav mirov û Xwedayê jîndar de hebe. Heywan nikarin Xwedê nas bikin û Xwedê naxwaze ku em wek heywanekî bin. Hişê heywên heye, lê ew nikare li ser Xwedê bifikire. Devê heywên heye, lê ew nikare ji bo xwarina ku Xwedê roj bi roj dide wî, jê re şikir bike. Çavên heywanan hene, lê ew nikarin Nivîsarên Pîroz bixwînin. Guhên wan hene, lê ew nikarin guhê xwe bidin Peyva Xwedê. Lê heçî mirov e, ew dikare Xwedê nas bike. Erê, ji ber ku tu mirov î, tu dikarî guhê xwe bidî vê bernameyê û tu dikarî Xwedê nas bikî. Xwedê tu weha afirandiyî, da ku têkilî û hevpariya te bi Afirandar re çêbe. Eger tu baweriya xwe bi wî bînî û riya wî ya xilasiyê qebûl bikî, ev têkilî wê çêbe. Wî ji bo rastderketina te her tişt amade kiriye. Emê di bernameyên ku bên de bi zelalî riya Xwedê şîrove bikin, lê tiştê ku pêwist e em îro fêm bikin, ev e: Xwedê ruh da mirov û bi vî ruhî mirov dikare Xwedê nas bike. 2) Xala diduyan: Çaxê ku Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand, wî tiştekî din xist hundirê mirov. Wî dil da mirov. Xwedê dil da mirov, da ku mirov bikare ji Xwedê hez bike. Em niha ne li ser vî dilê ku xwîna me digerîne dibêjin, em li ser fikir û canê te dibêjin. Em li ser nêt û ramanên dilê te dibêjin. Xwedê dikare hez bike û bienire, ew şa dibe, dilbirehm e û xemgîn dibe. Xwedê tu weha afirandiyî ku tu jî bikarî ji kesekî hez bikî, an bienirî, tu bikarî şa bibî, dilbirehm bî û xemgîn bibî. Tiştên ku Xwedê jê hez dike, ew dixwaze tu jî ji wan tiştan hez bikî. Tiştê ku ew jê nefret dike, ew dixwaze ku tu jî jê nefret bikî. Ew dixwaze ku em ji dil û can ji wî hez bikin. Loma wî mirov di sûretê xwe de afirand û dil xist hundirê wî.

4

3) Xala sisiyan: Xwedê tiştekî din jî daye mirovê ku wî di sûretê xwe de afirandiye. Xwedê azadiya bijartinê da mirov. Xwedê destûra her kesî dide ku riya xwe hilbijêre û Xwedê bi xwe jî çawa bixwaze dikare li gor daxwaza xwe tiştekî bike, an jî neke. Çaxê ku Xwedê mirov afirand, wî heq û destûr da mirov ku di tiştên biçûk û mezin de ji xwe re hilbijêre ku dixwaze çi bike. Eger Xwedê bixwesta, wî dikaribû mirov wusa biafiranda ku wî her gav bi mecbûrî li gor daxwaza Xwedê bikira û hingê azadiya mirov a bijartinê wê nebûya. Lê belê Xwedê azadiya bijartinê daye mirov û berpirsiyariya mirov heye ku ya rast hilbijêre û li gor daxwaza Xwedê bike. Xwedê nexwest ku mirov wek makînekê be, mirov ne roboter e. Xwedê mirov ne di sûretê rojê de çêkir. Roj her roj hiltê, lê belê ew nikare ji bo vê yekê biryara xwe bide, an riyeke din ji xwe re hilbijêre. Roj bi mecbûrî her roj li gor daxwaza Xwedê dike, lê halê mirov ne wusa ye. Mirov afirînekî taybet e. Xwedê ji xwe re mirov afirand û Xwedê dixwaze ku em bi dilxwazî ji wî hez bikin. Ew dixwaze ku em bi dilxwazî pesnê wî bidin. Bi rastî, berpirsyariya ku mirov ji destê Xwedê standiye, mezin e. Divê mirov ji xwe re hilbijêre ka ew li gor daxwaza Xwedê bike an li pey Îblîs here. Divê ew biryara xwe bide ka ew ji Peyva Xwedê hez bike an wê kêm bibîne û red bike. Hezkirina Xwedê tu caran ne bi darê zorê ye. Xwedê tu caran zorê li mirov nake ku baweriya xwe bi peyva wî bîne an guhê xwe bide wî an li gor daxwaza wî bike. Hezkirina bi mecbûrî ne tu hezkirin e. Xwedê dihêle û destûrê dide mirov ku ji xwe re riya ku bixwaze hilbijêre. Lê her kesê ku Padîşahiya Xwedê red bike, wê di Roja Dawî de bê dîwankirin. Çimkî Xwedê mirov ji xwe re afirand; Nivîsarên Pîroz bi zelalî li ser wê yekê dibêjin. Em ne ji bo xwe, lê ji bo Xwedê li ser vê erdê ne. Em ne ji bo qezenckirina peran an ji bo tiştekî din an ji bo filankes û bêvankes li ser rûyê erdê ne. Xwedê em ji bo xwe, yanî ji bo rûmet û şahiya xwe afirandin. Xwedê em di sûretê xwe de afirandin, da ku em bikarin her û her wî nas bikin, ji wî hez bikin û li gor daxwaza wî bikin. Erê, ew dixwaze ku ev yek heta hetayê weha be. Xwedayê herheyî, ji her yekî ji me re canekî herheyî daye. Daxwaza Xwedê ev e ku îro têkiliya we bi wî re hebe, îro, sibe û heta hetayê. Ji bo vê yekê Xwedê mirov di sûretê xwe de afirandin.

5

Heta bernameya ku bê em li hêviya we ne. Ji kerema xwe di van rojên ku bên de li ser vê ayeta ji Peyva Xwedê bifikirin. Bi van gotinan ew tîne bîra me ka wî ji bo çi mirov afirand. Nivîsara Pîroz dibêje: Xudan Xwedayê me yek e. Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike. (Marqos 12:29.30) Xwedê hez bike, emê di bernameya ku bê de li ser mirovên pêşî, yanî li ser Adem û Hewayê bibihîzin. Xwedê we pîroz û serfiraz bike û bila ew dil û hişê we veke, da ku hûn mane û girîngiya vê gotinê qenc fêm bikin: Xwedê emir kir, got: Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû hêza xwe hez bike. (Marqos 12:30)

6

Related Interests