Qayîn û Habîl – Riya Qurbanê

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.

Riya Rastdariyê 10

Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê. Di bernameya ya din de, me dît ku piştî gunehê Adem û Hewayê, Xwedê dest pê kir, plana xwe ya xilasiyê ji mirovan re got. Ew Xilaskarê ku wê zuriyeta Adem ji destê Îblîs û ji qeweta guneh û dojehê xilas bikira, wê bihata vê dinyayê. Herweha me dît ku Adem û Hewayê ji xwe re cilên ji pelên hêjîran dirûtin, lê Xwedê ev yek qebûl nekir. Xwedê hînî wan kir ku gunehkar nikarin sûc û şerma xwe li ber Xwedayê pîroz veşêrin. Xwedê dîwana gunehkaran dike û bi tenê ew bi xwe dikare wan ji sûcê wan xilas bike. Me dît ku çawa Xwedê bi xwe heywan serjêkir, kir qurban û ji çermê wan ji bo Adem û Hewayê cil çêkirin. Cara pêşî Xwedê bi xwe heywan kir qurban û ji bo vê yekê wî xwîn rijand. Me bihîst, Xwedê diyar kir ku li ser rûyê erdê du nifşên mirovan, yanî du malbatên mirovan wê hebin: Yên ku baweriya xwe bi Peyva Xwedê tînin û yên ku Peyva Xwedê qebûl nakin. Îro emê li herdu kurên Adem û Hewayê yên pêşî binêrin. Qayîn guhdariya Xwedê nekir, gotina wî red kir; lê heçî Habîl bû, wî baweriya xwe bi Xwedê anî. Me dît ku Adem û Hewa ji bihiştê hatin derxistin. Xwedê ew ji ber gunehê wan ji baxçê Êdenê avêtin. Wan ji ber sûcê xwe êdî nikaribû bi bereketa bihiştê şa bibin. Gunehê wan têkiliya wan a bi Xwedê re xera kir. Lê dîsa jî Xwedê ji wan hez dikir û xema wan dixwar. Niha emê ji Tewratê bixwînin. Di Kitêba Destpêkirinê de, di deriyê çaran de, weha dibêje: Adem çû ba jina xwe Hawayê û ew bizaro bû, Qayîn anî û got: «Bi alîkariya Xudan min mirovek qezenc kir.» Hawa dîsa bizaro bû û birayê wî Habîl anî. Habîl bû şivanê pêz û Qayîn bû cotkar. (Destpêkirin 4:1-2)

1

Piştî demekê, êdî du kurên Adem û Hewayê hebûn û ew jî wek dê û bavên xwe gunehkar bûn. Wek nexweşiyeke vegir, guneh di nav zarokên wan de jî belav bû. Qayîn û Habîl gunehkar hatin dinyayê. Kurên wî di sûretê wî de bûn. (Destpêkirin 5:3) «Kur li bavê xwe tê.» Çaxê ku Qayîn û Habîl hatin dinyayê, di hevênê wan de guneh hebû. Zarok mezin bûn û di zanînê de pêşve çûn. Qayîn bû cotkar û ji xebata giran netirsiya. Habîl jî bû şivan. Herduyan jî li ser Xwedê dizanibûn. Wan dizanibû ku Xwedê heye û ew pîroz e û ji gunehan nefret dike. Diviya ku wan herduyan bizanibûya ku tenê bi riya qurbanê yanî bi riya xwînrijandinê ew dikarin nêzîkî Xwedê bibin. Rojekê wan herduyan biryar da ku biperizin Xwedê û goriyekê pêşkêşî wî bikin. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê dibêjin: Piştî demekê Qayîn ji berê erdê anî û ji Xudan re pêşkêş kir. Habîl jî, ji nixuriyên pezê xwe, ji bezê wan, anî. Xudan bi Habîl û pêşkêşa wî şa bû. Lê bi Qayîn û pêşkêşa wî şa nebû. Qayîn pirr hêrs ket û rûyê xwe tirş kir. (Destpêkirin 4:3-5) Em niha bala xwe bidinê ku li vir çi çêbû. Du mirovan dixwest ku biperizin Xwedê. Herduyan jî gorî pêşkêşî Xwedê kir. Lê belê Kitêba Pîroz dibêje: Xudan bi Habîl û pêşkêşa wî şa bû, lê bi Qayîn û pêşkêşa wî şa nebû. Çima Xwedê pêşkêşa Habîl qebûl kir û pêşkêşa Qayîn qebûl nekir? Gelo, di nav wan herdu pêşkêşan de ferq hebû? Erê, bi rastî di nav pêşkêşa Qayîn û Habîl de ferqek mezin hebû. Qayîn ji berê erdê anî ber Xwedê, yanî wî şînahî, zad, an jî fêkiyê daran anî. Heçî Habîl bû, wî ji Xwedê re ji bezê pezê xwe anî, yanî wî berx kirin qurban, xwîna wan rijand. Çima Xwedê qurbana Habîl qebûl kir? Ma Xwedê ji zad û şînahiyê an ji fêkî hez nake? Ne xêr, sedem ne ev e. Lê belê çima Xwedê Habîl rastdar derxist? Bersîva vê pirsê ev e: Habîl qurbana ku li gor daxwaza Xwedê bû, pêşkêş kir; lê Qayîn tiştekî li gor daxwaza xwe bi xwe pêşkêş kir. Gelo Xwedê ji bo lêbihûrtina gunehan çi dixwest? Wî jiyana heywanekî bêleke dixwest, yanî dixwest ku xwîna heywanekî bêleke bê rijandin. Habîl bi baweriyê qurbaneke weha pêşkêşî Xwedê kir. Kitêba Pîroz vê yekê erê dike û dibêje: Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. (Îbranî 11:4) Habîl ji Xwedê bawer dikir, lê Qayîn weha nekir.
2

Çaxê ku em dibêjin: «Filan kes ji Xwedê bawer dike», an: «Filan kes baweriya xwe bi Xwedê tîne», mana vê çi ye? Bawerkirin ev e ku mirov li Xwedê ewle bibe heta ku bi gotina Xwedê bike jî. Çaxê ku mirovek baweriya xwe bi Xwedê tîne, ew gotinên Xwedê rast hesab dike û wan qebûl dike jî. Eger tu bêjî: «Ez baweriya xwe bi Xwedê tînim», lê dîsa jî tu ji gotinên wî, yanî ji Nivîsarên Pîroz bawer nekî, hingê baweriya te ne tu bawerî ye. Çimkî Xwedê û peyvên Xwedê yek in. Eger tu ji Xwedê bawer bikî, tê ji gotinên wî jî bawer bikî û li gor wan bikî jî. Û eger tu ji gotinên Xwedê bawer nekî, tu Xwedê bi xwe qebûl nakî. Belkî yek wê bipirse: «Çima Xwedê emir kir ku heywan bên qurbankirin? Çima Xwedê got: ‹Bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin›?» (Îbranî 9:22) Sedem ev e: Xwedê di Şerîeta xwe ya pîroz de diyar dike ku cezayê guneh, mirin e. Ji ber vê yekê divê ku xwîn bê rijandin. Xwedê negot: «Berdêla gunehan fêkî ye an şînahî an zad e.» Herweha Xwedê negot: «Berdêla ji bo gunehan ev e ku hûn dua bikin an rojiyê bigirin an xêran bikin.» Na, tiştê ku Xwedayê pîroz di Kitêba Pîroz de dibêje, ev e: Cezayê gunehan mirin e. Xwedê di Nivîsarên Pêxemberan de nîşanî me dide ku her mirov, yanî hemû zarokên Adem gunehkar in. Loma her gunehkar bi deynekî mezin deyndarê Xwedayê pîroz e. Divê ku gunehkar bimire û hingê di dojehê de her û her vî deynê xwe bide. Deynê guneh pir mezin e û tu nikarî evqas kirinên qenc bikî ku bi wan, gunehên te li ber Xwedê bên xîşkirin. Cezayê guneh mirin û dojeh e û kirinên qenc tu caran nikarin vî deynî bidin. Mesele em bêjin ez bi 200 milyon dolar deyndarê cîranê xwe me, lê belê qet perên min tunin. Loma ez diçim ba wî û jê re dibêjim: «Ez deyndarê te me û deynê min gelek e. Lê ez çi bikim, perên min tunin û ez nikarim deynê xwe bidim. Lê belê pêşniyara min heye, em dikarin weha bikin: Ezê her roj bêm û hewşa mala te bimalim. Ezê heta roja mirina xwe weha bikim û bi vî awayî ezê tevahiya deynê xwe bidim.» Gelo tu çi difikirî? Ma tu dibêjî ku deynxwazê min wê bi vê yekê razî bibe? Belkî ew hêrs bibe, belkî ew li min bikene, lê em herdu dizanin ku ew tu caran vî tiştî qebûl nake. Çima qebûl nake? Ji ber ku ez nikarim bi vî awayî, yanî bi gelek kirinên qenc ên biçûk, deynê xwe yê mezin bidim. Herweha, tu kes nikare bi kirinên xwe yên qenc deynê gunehên xwe bide. Bi tenê tiştek heye ku dikare gunehan xîş bike. Ew jî ne xêr, ne jî kirinên qenc an pere ne, lê belê mirin e. Cezayê guneh mirin e û ew e ku dîwana mirov ji aliyê Xwedê ve bê kirin. Loma Xwedê
3

gunehê Adem û Qayîn xîş nekir, çimkî wan dixwest ku bi kirinên destê xwe vê yekê pêk bînin. Lê belê plana Xwedê ew bû ku guneh bi xwîna qurbanekê bihatan xîşkirin. Diviya yê bêsûc di ber yê sûcdar de bimira. Afûbûna gunehan ne li gor fikirîna mirovan e, lê li gor plana Xwedê ye. Bi berdêla qurbanan, Xwedê derî vekir, da ku ji bo zuriyeta Adem afûbûn û xilasî hebe. Di demên berê de, li gor emrê Xwedê diviya ku her gunehkar heywanekî bêleke pêşkêşî Xwedê bikira û serjêkira. Heywana ku sûcê wê nebû, di ber gunehkar de dimir. Ji ber wê xwîna ku dihat rijandin, Xwedê çavên xwe li gunehên Adem û zuriyeta wî dineqand û ji bo demekê gunehên wan dihatin nixumandin. Lê belê xwîna heywanan nikaribû deynê gunehên mirovan bida, ji ber ku ji xwe heywan ne wek mirovan hêja ne. Ji ber vê yekê Nivîsarên Pîroz dibêjin ku qurbankirina heywanan tenê siya wan tiştên qenc ên ku wê bihatan bû. Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake. (Îbranî 10:1.4) Îcar heçî qurbankirina heywanan e, tiştê herî girîng ku divê em bînin bîra xwe, ev e ku ew tenê mînaka wî Xilaskarê ku wê bihata vê dinyayê bû. Wî Xilaskarî wê rast û rast deynê gunehên Adem û zuriyeta wî bida. Xwedê soz da ku ew Xilaskar wê bê û çaxê ku ew bê, ewê bi carekê ji bo gunehan cefa bikişîne, da ku me bigihîne Xwedê. (Petrûs I, 3:18). Di Încîlê de weha dibêje: Hemû pêxember li ser wî [Xilaskarî] şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne. (Karên Şandiyan 10:43) Me dît ku di dema nifşên berê de, li gor plana Xwedê ji bo xilasbûnê qurban lazim bûn. Lê Qayîn bala xwe neda plana Xwedê. Qayîn li gor fikrên xwe kir û ji xwe re riyeke din bijart. Ew rê xelet bû: Wî kirinên destê xwe pêşkêşî Xwedê kir. Wî berê erdê, yanî berê zeviyê ya ku tê de xebitîbû, anî ber Xwedê. Lê belê ew erd di bin nifirê de ye û xwîna berê erdê tune. Ma Xwedê wê pêşkêşeke weha, yanî «goriyeke bê xwîn» qebûl bikira? Na, Xwedê qebûl nekir û ji xwe goriya bê xwîn ne gorî ye. Heçî Habîl bû, wî ji nixuriyên pezê xwe anî ber Xwedê û serjêkirin, yanî xwîna wan rijand û ji Xwedê re şewitand. Ji ber vê qurbanê, wijdana Habîl di çavê Xwedê de paqij bû. Wî dizanibû ku ew bi xwe hêjayî mirinê ye, lê berxê bêqusûr di ber wî de mir. Bi vî awayî Habîl baweriya xwe kifş kir. Qurbana ku wî pêşkêşî Xwedê kir, bû mînaka wî Xilaskarê ku wê bihata vê dinyayê, da ku di ber gunehkaran de bimira û cezayê gunehên wan bikişanda.

4

Em dixwazin dabaşa dersa îro bînin bîra xwe û ji bo vê yekê emê pirseke pir girîng bipirsin: Çima Xwedê pêşkêşa Qayîn qebûl nekir? Ma Qayîn ji Habîl gunehkartir bû? Na, sedem ne ev bû. Herdu jî gunehkar bûn. Herduyan pêşkêş anîn ber Xwedê. Qayîn ne mirovekî xwedênenas bû. Belkî hin mirov dibêjin ku pêşkêşa wî hê xweştir bû. Fêkî, şînahiyên nû û zadê erdê pir xweş in! Lê berxekî serjêkirî li ber çavên hemûyan xweş neyê dîtin. Erê, rast e, guneh jî li ber çavên Xwedê xweş nayê dîtin û Xwedê bi zelalî riya afûbûnê diyar kiriye û gotiye: «Bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin.» Xwedê Qayîn û pêşkêşa wî qebûl nekir, çimkî Qayîn riya rastdariyê ya ku li gor plana Xwedê ye, qebûl nekir. Tu kes nikare bi riya xwe here ba Xwedê. Riya Rastdariyê ya ku Xwedê pêk aniye, yek e û divê mirov di wê riyê re here ba Xwedê. Riya Xwedê bêkêmahî û tam rast e. Eger mamoste ji xwendevanekî bipirse: «Du caran dido dibin çiqas?», bi tenê bersîveke rast heye. Du caran dido dibin çar. Eger xwendevan bêje: «Sisê!», hingê bersîva wî xelet e. Herweha yek bêje «Pênc!», dîsa xelet e. Û eger yekî din bêje «Çar û nîv!», ew jî xelet e. Du caran dido bi tenê dibin çar. Erê, rewş ev e. Heçî Riya rast a Xilasiyê ye, ew jî yek e. Xwedê ew pêk anî û em dizanin ku Xwedê yek e û riya ku gunehkar bi Xwedayê pîroz re li hev bê jî yek e. Ev rê bi qurbaneke tam bêkêmahî û tam temam hatiye amadekirin. Guhdarê delal, ma tu dizanî ku Peyva Xwedê li ser qurbana pîroz a ku Xwedê ji bo xîşkirina gunehên me pêk aniye, çi dibêje? Ma tu dizanî ku Xwedê bi xwe Xilaskarekî bi hêz şand ser rûyê vê erdê, da ku gunehên te her û her afû bibin û dilê te li ber Xwedê safî û paqij bibe? Di bernameyên me yên ku bên de, emê hê bêtir li ser vî Xilaskarê newaze hîn bibin. Nivîsarên Pîroz li ser wî weha dibêjin: Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin. (Karên Şandiyan 4:12) Guhdarên delal, bernama me ya îro li vir xilas dibe. Xwedê hez bike, emê di bernameya ku bê de, serhatiya Qayîn û Habîl bibin serî. Heta hingê hûn jî vê qanûna Xwedê ya bingehîn bînin bîra xwe ya ku dibêje: Bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin. (Îbranî 9:22) Xwedê bi we re be!

5