You are on page 1of 6

Xilaskarê Dinyayê Riya Rastdariyê 68

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be!
Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.

Heta niha me di bernameyên xwe yên ji Încîle de dît ku Îsa Mesîh di bûyîna xwe de, di
qerektêrê xwe de, di kirinên xwe de û di hînkirina xwe de bêhember e.
Heçî bûyîna wî bû, me dît ku tu kes wek wî nehat dinyayê, çimkî ew bi hêza Ruhê Xwedê ji
keçikekê çêbû. Herweha me dît ku qerektêrê Îsa bêhempa bû, çimkî tu caran tu kes wek wî
bi tebiyeta pîroz çênebûye.
Îsa di kirinên xwe de jî bêhember bû, çimkî tu kesî tu caran wek wî keramet nekirin. Wî bi
tenê peyvek digot û yên nexweş sax dibûn; Îblîs û ruhên nepak û cinên wî nikaribûn li hember
wî rabûna û ew li gunehên zarokên Adem dibihûrt.

Herweha me dît ku Îsa di hîndariya xwe de bê hember bû. Di bernama din de me bihîst ku
Îsa çawa bi Nîkodêmos re peyivî. Nîkodêmos zilamekî dîndar bû û Îsa jê re çend tiştên girîng
şîrove kirin. Wî jê re weha got: Eger Ruhê Xwedê dilê mirovekî nû neke, ew mirov nikare
bikeve Padîşahiya Xwedê û nikare her û her li ba Xwedê bijî. Loma Îsa ji Nîkodêmos re got:
Divê ku hûn ji nû ve çêbin.

Îro emê bibînin ku Îsa bi miroveke din re dipeyive. Nîkodêmos zilam bû, lê îro emê bibînin
ku Îsa bi jinekê re peyivî. Nîkodêmos yekî Cihû bû, lê ew jinik ne Cihû bû; Nîkodêmos
zilamekî dîndar bû, lê ew jinik gunehkareke mezin bû; bi rastî, wê pênc mêr kiribûn. Yanî di
navbera Nîkodêmos û wê jina ku emê îro li serhatiya wê binêrin de, ferqek mezin hebû û di
çavê mirovan de Nîkodêmos yekî qenc bû û ew jinik yeke pir xerab û pîs bû. Lê belê di çavê
Xwedê de ne wusa ye, çimkî Xwedê qenc dizane ku hemû zarokên Adem, hem yên qenc û
hem jî yên xerab gunehkar in û ew hemû di bin hêza guneh de ne. Loma divê ku hemû
zarokên Adem bi hêza Xwedê ji nû ve çêbin.

Emê niha vegerin Încîlê û guhê xwe bidin gotinên Îsa Mesîh. Ew bi jineke Samerî re
peyivî; Samerya herêmeke di navbera herêma Cihûstanê û Celîlê de bû. Piraniya xelkê

1
Sameryayê ne Cihû bûn, lê ji miletên din bûn û ew pûtperest dihatin hesabkirin. Ji ber vê yekê
Cihû ji wan dienirîn û qet dostanî di nav wan de nebû. Lê belê li ba Îsa Mesîh tu xatirgirtin
tune, çimkî li ba Xwedê jî qet xatirgirtin tune. Îsa hat vê dinyayê, da ku li her gunehkarê
ku bixwaze dilekî nû û paqij bistîne, bigere. Loma wî şerm nekir ku bi Sameriyan re
bipeyive û şerm nekir ku bi jineke Samerî ya ku pênc mêr kiribûn re bipeyive.

Niha emê guhê xwe bidin gotinên Mesîh. Di Mizgîniyê de Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Di dema rêwîtiyê de diviya ku Îsa di Sameryayê re derbas bibûya. Ew hat bajarekî
Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv. Bîra
Aqûb li wê derê bû. Îsa wusa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
Jineke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.»
Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin.
Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke
Samerî me.» - Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. –
Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez
vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu avê pê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava
jiyanê ji ku derê bînî? Ma tu ji bavê me Aqûb meztir î, yê ku ev bîr daye me? Wî bi xwe,
zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»
Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe. Lê kî ji ava ku ez
bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana
herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.»
Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.»
Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.»
Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune, çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re
yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.»
Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î. Bav û kalên me li vî çiyayî
perizîn, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.»
Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê
biperizin Bav. Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin,
çimkî xilasî ji Cihûyan tê. Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi
rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî.
Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»

2
Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» - yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin - «wê bê û gava ku
ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.»
Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»

Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî
negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?» Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û
ji xelkê re got: «Werin, wî mirovî bibînin, yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re
gotin. Gelo Mesîh ev e?»
Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin. ...
Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min
berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn. Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava
kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma. Gelekên din jî li ser gotina wî
bawerî anîn û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi
xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.» (Yûhenna 4:4-30.39-42)

Serhatiya jinika Samerî ev e. Bi rastî ev serhatî gelek girîng e, çimkî em hîn dibin ku jineke
gunehkar çawa rastî Îsa hat û fêm kir ku Îsa Xilaskarê dinyayê ye û ji aliyê Xwedê ve hatiye
şandin. Vê yekê tevahiya jiyana wê guhert. Di destpêka hevpeyvînê de jinika Samerî nizanibû
ku kî bi wê re dipeyivî. Rast e, ew şaş ma ku yekî Cihû bi wê re peyivî, lê li gor bîr û
baweriya wê, Îsa wek Cihûyên din bû. Lê belê Îsa ji wê re çend tiştên ecêb gotin û wê hin bi
hin fêm kir ku tu mirov tune ku bikare wan tiştan bizane. Tiştê ku wê ji vê yekê derxist, wê
got: «Îsa yek ji pêxemberên Xwedê ye.» Lê belê di dawiyê de çavên dilê wê vebûn û wê
fêm kir ku Îsa ji pêxemberekî hê meztir e. Wê dît ku ew Mesîh, yanî Xilaskarê dinyayê
ye yê ku hemû pêxemberan li ser wî gotiye.

Çaxê ku jinika Samerî bi zelalî fêm kir ewê ku li ser bîrê rûniştî ye û bi wê re dipeyive
Mesîh e, wê cerê xwe danî, rabû bi lez çû bajêr û ji her kesî re got: «Werin, wî mirovî bibînin,
yê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»

Li ser vê yekê xelkê bajêr derket, hatin ba Îsa û jê hêvî kirin ku li ba wan bimîne. Îsa jî du
rojan ma û hînî wan kir ka ew çawa dikarin dilekî nû û paqij bistînin û li gor rastiyê biperizin
Xwedê. Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin: Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî
anîn û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe
bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.» (Yûhenna 4:41.42)

3
Niha em dixwazin di Încîlê de berdewam bikin û emê bibînin ku çend rojan piştî
hevpeyvîna bi jina Samerî re çi çêbû. Bi rastî her kesî wek wê jinikê nekir û hemûyan Îsa
Xilaskarê dinyayê qebûl nekir. Di Mizgîniya li gor Lûqa, deriyê 4’an de Nivîsarên Pîroz
dibêjin:
Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû. Wî di
kinîştên wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.
Ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja Şemiyê ket kinîştê, rabû ser
xwe, da ku ji wan re bixwîne. Kitêba Îşaya pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî
vekir, wî ew cih dît ku tê de weha nivîsandî bû:
«Ruhê Xudan li ser min e, çimkî wî ez mesh kirime, da ez Mizgîniyê bidim belengazan;
wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin,
bindestan azad bikim û sala Xudan a keremê bidim naskirin.»
Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê de bûn,
li wî diman. Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.»
(Lûqa 4:14-21)

Bi van gotinan Îsa da pêş ku ew bi xwe Mesîh û ew Xilaskar e yê ku Îşaya pêxember beriya
heft sed salan li ser nivîsîbû. Lê belê Cihûyên bajarê Nisretê nikaribûn qebûl bikin, ew Îsayê
ku di nav wan de mezin bûbû, Xilaskarê dinyayê ye. Loma wan ew kêm dît û gotin: «Ma ev
ne kurê Ûsiv e?»

Nivîsarên Pîroz berdewam dikin û ji me re dibêjin ku Îsa xelkê Nisretê hişyar kir, da ku ew
Mesihê ku Xwedê şandibû ba wan, kêm nebînin û red nekin, lê belê ew hê bêtir aciz bûn û bi
hêrs ketin. Loma Încîl dibêje:
Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr
derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê
derê bavêjin xwarê. Lê ew di nav wan re derbas bû û çû. (Lûqa 4:28-30)

Yanî xelkê Nisretê dixwest ku Îsa bikujin. Ma çima wan weha kir? Bersiv ev e: Wan
dixwest ku Îsa bikujin, ji ber ku wî da pêş ku ew bi xwe Mesîh e yê ku li gor gotinên
pêxemberên Xwedê diviya ku bihata.
Gotina pêşiyan heye, dibêjin: Yê ku rastiyê dibêje, wî ji heft gundan diqewirînin.

4
Peyvên Îsa yên rast ewqas hêrsa xelkê bajarê Nisretê rakir ku wan dixwest Îsa ji kendalekî
bavêjin xwar. Lê belê wan nikaribû li gor daxwaza xwe bikin, çimkî li gor plana Xwedê ji bo
mirina Îsa wextê kifşkirî hê nehatibû.
Çi bêaqiliyeke mezin e ku mirov bixwaze wî Mesîhê ku Xwedê Xilaskar û dadgerê dinyayê
kifş kiriye, bikuje.
Erê, di dawiyê de mirovan wê Mesîh bikuşta, lê Xwedê wê di roja sisiyan de ew ji nav
miriyan rakira. Di bernameyên ku bên de emê hê bêtir li ser vê dabaşê hîn bibin.

Niha emê çawa dabaşa vê bernamê bi awayekî kin bînin ber çavên xwe? Me îro li ser du
cûreyên mirovan bihîst. Herduyan bihîst, Îsa da pêş ku ew bi xwe Mesîh e, lê bersiva wan
herdu komelan gelek ji hev ferq bû.
Pêşî me li ser jinikeke gunehkar bihîst. Îsa li ser bîrekê rastî wê hat û piştre Sameriyên din jî
hatin ba Îsa. Wan hemûyan gotinên Îsa bi şahiyeke mezin qebûl kir û wan bawer kir ku Îsa,
Mesîh e, yanî Xilaskarê dinyayê ye.
Lê belê di serhatiya diduyan de me dît ku xelkê Nisretê dîndar bû, lê belê wan peyvên Îsa
kêm dîtin. Wan Îsa nas dikir, çimkî ew di nav wan de mezin bûbû, lê wan qebûl nekir ku ew
bi rastî Mesîh e.
Yanî gunehkarên bajarê Sûxarê Îsa Mesîh û Xilaskarê xwe qebûl kirin, lê mirovên dîndar ên
bajarê Nisretê qebûl nekirin ku ew Mesîh e yê ku ji ezmên hatiye.

Heçî hûn in, hûn ji wan herdu komelan dimînin kîjanê? Ma hûn wek xelkê Sûxarê ne yên ku
Îsa, Mesîhê xwe û Xilaskarê xwe qebûl kirin? An hûn wek xelkê Nisretê ne yên ku qebûl
nekirin ku Îsa ew Mesîh e yê ku Xwedê şandiye, da ku wan ji gunehên wan xilas bike?
Ma we fêm kir ku bi rastî Îsa ew Xilaskar e yê ku hemû pêxemberan li ser nivîsîbûn? Ma
we jî ew Xilaskarê xwe qebûl kiriye?

Ji kerema xwe guhên xwe bidin van peyvên Nivîsarên Pîroz. Ew li ser Îsa Mesîh weha
dibêjin:
Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.
Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. Ew hat mala xwe, lê gelê wî
ew qebûl nekir. Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da
wan ku bibin zarokên Xwedê. Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov
çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn. (Yûhenna 1:5.10-13)

5
Dostên delal, ma hûn ji Xwedê çêbûne? Ma bi rastî we baweriya xwe bi Îsa aniye? Ma we
hemûyan ew Xilaskarê xwe qebûl kiriye?

Bernama me ya îro li vir bi dawî dibe. Lê belê em ji bo bernameyên ku bên jî li hêviya we
ne. Di bernama ku bê de emê bibînin ku Îsa nîşan, yanî keramet kirin, da ku her kes bi zelalî
bizane ku ew Xilaskarê dinyayê yê yekta ye.
Heta hingê li ser gotinên xelkê Sûxarê bifikirin. Wan li ser Îsa got:

Bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.» (Yûhenna 4:42)

6