Ji min re qala Mesîh bike!

Ahmed û Hemdî Ahmed li buroyekê dixebitî. Kêm û zêde ew ji karê xwe razî bû. Lê belê serkarê wî fersend nedida wî ku xwe bide fêmkirin û naskirin. Ahmed gelek caran difikirî ku karê xwe biguhere. Lê dîtina karekî baş ne rihet bû û perê ku distand, ji karên ku bikaribûya bibîne, hinekî zêdetir bû. Loma ew ji şirketa ku lê dixebitî, derneket. Ahmed bi zarokên xwe, bi taybetî jî bi kurê xwe Hesen ê ku di unîversîteyê de dixwend, pir serbilind bû. Rojekê, li cihê ku Ahmed lê dixebitî, tiştek çêbû ku rewş rast kir: Hemdî hat kargehê û li ba wî dest bi xebatê kir. Hemdî ji Ahmed piçekê ciwantir bû; her gav dilê wî xweş û rûyê wî geş bû. Bi wî re baş derbas dikir. Êdî Ahmed li kargehê ji bo xwe hevalek dîtibû. Bi vî awayî wan dest pê kir, nîvro bi hev re diçûn xwarinê û êvaran jî bi hev re diciviyan. Hemdî jî zewicî bû û Xwedê du kur û du keç dabûn wan. Ahmed û Hemdî zû bûn dost û diçûn li malên hev. Herduyan jî ji galgalê û ji çayvexwarinê hez dikir. Çaxê ku bi hev re bûn, dem zû derbas dibû. Hema bêje, di her mijarê de tiştên ku li ser dipeyivîne, didîtin. Pêşî li ser karên xwe yên buroyê dipeyivîn, lê pişt re dest pê kirin, li ser pirs û pirsgirêkên girîng ên jiyanê jî dipeyivîn. Ahmed û Hemdî herdu dîndar bûn; lê baweriya her yekî cihê bû: Ahmed Misilman bû û dostê wî yê herî nêzîk Hemdî, Încîl dixwend û yekî Mesîhî bû. Tiştê ku Ahmed lê şaş dima, ev bû: Wî çiqas bêtir Hemdî ji nêzîk ve nas dikir, wî ewqas ji baweriya wî û ji jiyana wî ya bi Xwedê re hurmet dikir. Ahmed têgihîşt ku di navbera Hemdî û Xwedê de têkiliyeke nêzîk heye û ew bi vê yekê gelek şa ye. Wî tu caran şahiyeke weha tam nekiribû. Ev yek ji bo wî bû mereq. Ahmed dizanibû ku jiyana Hemdî ya bi Xwedê re, bi Mesîh re girêdayî ye. Ne wek Hemdî be jî, Ahmed jî bi awayekî bawerî bi Mesîh dianî. Wî ji hemû tiştên ku di Quranê de li ser Îsayê kurê Meryemê hatibûn nivîsîn, bawer dikir. Wî dizanibû ku Mesîh ji Meryema keçik çêbûye, bi destûra Xwedê gelek
1

karên nedîtî kirine û ji Xwedê Încîl, yanî Mizgînî standiye. Lê Ahmed fêm kir ku ew bi xwe li ser jiyana Mesîh, tenê çend tiştên biçûk dizane. Hin bi hin wî dixwest zêdetir li ser vî şandiyê Xwedê bizane ku di Quranê de jî gelek navên mezin lê hatine kirin. Rojekê Ahmed nikaribû ku xwe bigire û biryar da ku li ser Mesîh ji dostê xwe Hemdî bipirse. Wî bi sergiranî ji Hemdî re weha got: «Ji min re li ser Îsayê kurê Meryemê bêje. Ez dixwazim hê bêtir li ser wî bizanim.» Hemdî piçekê fikirî û got: «Eger tu bixwazî hîn bibî ka çima Mesîh hat dinê, hingê divê tu bi mana qurbanê bizanî.» Ahmed bi mereq jê pirsî: «Qurban? Çi qurban?» Hemdî got: «Ez li ser vê yekê dibêjim ku Xwedê ji Birahîm xwest ku kurê xwe qurban bike. Eger Xwedê di şûna wî de berdêlek nedabûya, çi wê bi kurê Birahîm bibûya?» Ahmed got: «Wê bimira.» Hemdî got: «Erê. Mana qurbanê tam ev bi xwe ye. Di şûna yekî de, yekî din dimire. Xwedê beranek da Birahîm, da ku ji dêla kurik bê qurbankirin. Ez jî di eynî rewşa kurê Birahîm de me, ez jî di bin hukumê mirinê de me.» Ahmed piçekî şaş ma û ji Hemdî re got: «Tu dixwazî çi bêjî?» Hemdî bi dengekî ji dil weha got: «Ev di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsîn: Meaşê ku guneh dide, mirin e. Berdêla guneh mirin e. Ez gunehkar im. Rast e, mirovên din min gelek dîndar dibînin. Ez her roj ji Xwedê re dua dikim, kitêba wî dixwînim û ji wî re xizmetê dikim; lê belê li ber Xwedê ez gunehkar im. Ma ji Xwedê pê ve yekî bêqusûr heye?» Ahmed got: «Na, ji Xwedê pê ve, tu kesê bêqusûr tune.» Hemdî got: «Naxwe, em hemû li ber Xwedê gunehkar in, ma ne wusa ye?» Ahmed qebûl kir. Hemdî got: «Eger wusa be, ez jî eynî di rewşa kurê Birahîm de me. Lê belê qurbana ku ji bo gunehên min hatiye dayîn, li ku derê ye? Ma Xwedê ji bo min qurbanek neşand ku ji dêla min ve bê dayîn?» Ahmed baş nizanibû ku çi bêje. Hemdî berdewam kir û got: «Te li ser Yahya, yanî li ser Yûhennayê Imadkar bihîst. Cara pêşî ku wî Mesîh dît, wî weha got: Va ye! Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike. Ji xwe Mesîh ne berxê mirovan bû. Ew ji Xwedê hat. Ruhê Xwedê yê Pîroz Meryema keçik
2

nixamt. Meryem bi zarok bû û kurek anî. Wek ku tu jî dizanî, di Quranê de jê re ‹Îsayê Meryemê›, ‹Peyva Xwedê› û ‹Ruhê Xwedê› tê gotin. Ew wek Berxê Xwedê ji ezmên hatibû. Wî bi jiyana xwe ya bêqusûr kifş kir ku ew Berxê Xwedê ye. Ew Berxê Xwedê yê bêqusûr bû, loma wî tu caran negot: ‹Ya Xwedê, min afû bike!› Ew Berxê Xwedê hat dinê, da ku gunehên mirovan ji holê rake. Loma diviya ku ew bibûya qurban. Gava wî bi dilê xwe jiyana xwe da, tam ev çêbû. Piştre ew ji mirinê vejiya û sax derket ezmanan. Û rojekê ewê vegere vê dinê.» Hemdî demekê bêdeng ma, li Ahmed nêrî û got: «Ez jî eynî di rewşa kurê Birahîm de me; ez jî di bin hukumê mirinê de me. Lê qurbanek heye ku di ber gunehên min de hatiye dayîn: Ev, Berxê Xwedê yê pak û paqij Mesîh e. Xwedê bi destê Berxê xwe, ji bo hemû gunehên me, bexşandin û jiyana herheyî pêşkêş dike. Mesîh, gunehên hemû mirovan, yên te jî tê de, hilgirtin.» Ahmed demeke dirêj fikirî û bêdeng ma. Piştre weha got: «Eger Mesîh hemû gunehên dinyayê hilgirtibe, hingê ne hewce ye ku ez bimirim… Nexwe ji niha ve ez xweyî jiyana herheyî me.» Hemdî jê re got: «Binêre, Ahmed, em bêjin ku îro rojbûyîna te ye. Mesîh tê û pakêtek di destê wî de ye, li deriyê te dixe û dibêje: Ahmed, ez dixwazim diyariyekê bidim te. Ev diyarî ji bo hemû gunehên te bexşandin, jiyana herheyî û ji îro pê ve têkiliya te ya jîndar a bi Xwedê re ye. Lê çend şertên vê hene. Divê tu gunehên xwe eşkere bikî û ji dil û can tobe bikî. Tê bi saya qurbana min afûbûna gunehan bistînî; eger tu vê yekê qebûl bikî, ev diyarî ya te ye. Lê bi awayekî din nikare bibe ya te.» Ahmed dest pê kir, li ser van tiştan kûr fikirî. Serê wî tevlihev bû û wî nizanibû ku çi bêje. Hemdî jê re got: «Çaxê ku mirov li ser riya ku diçe ba Xwedê, dibihîze, dimîne vê yekê ku bi rastî Îsayê sax li derî dixe. Ew bi xwe di Încîlê de weha dibêje: Va ye, ez li ber derî radiwestim û lê dixim. Eger yek dengê min bibihîze û derî veke, ezê herim ba wî û ez bi wî re û ew bi min re, emê şîvê bixwin. Ew yeka ku mirov deriyê xwe ji Mesîh re veke û diyariya Xwedê qebûl bike, eynî tişt e.» Ahmed ji Hemdî re got: «Hemdî, ez dixwazim tu bizanî, tiştên ku te li ser Mesîh ji min re got, ji kûr ve bandûr li min kir. Divê ku ez li ser van bifikirim. Lê çaxê ku em dîsa bicivin, ez dixwazim hê zêdetir li ser Mesîh hîn bibim.»

3

Peyva Xwedê Çaxê ku ew careke din hatin ba hev, Ahmed piçekê fihêt dikir, lê weha got: «Tiştên ku te cara din li ser Îsayê kurê Meryemê ji min re gotibûn, ji min re bûn fersend ku ez li ser gelek tiştan bifikirim. Ez bawer dikim ku tu aciz nabî, lê beriya ku em bêtir li ser Mesîh bipeyivin, gelek pirsên min hene û ez dixwazim tu bersîva wan bidî.» Hemdî jê re got: «Kerem ke, bipirse.» Ahmed weha dest bi peyivîne kir: «Tu dizanî ku em bi Tewrat, Zebûr, Încîl û Quranê wek kitêbên ku ji ezmên, yanî ji Xwedê hatine, bawer dikin. Lê bi awayê ku ji min re hatiye hînkirin, ji Quranê pê ve kitêbên din ji aliyê Cihû û Mesîhiyan ve hatine guhartin. Ji ber vê yekê êdî çênabe ku mirov baweriyê bi tiştên ku di wan de hatine nivîsîn, bîne. Ma kitêba we ya pîroz xera nebûye? Ma ew ne tevliheviya tiştên derew û tiştên rast e?» Hemdî fikirî û got: «Ma ji bo vê yekê qet delîl hene?» Ahmed piçekê fikirî û fêm kir ku heta niha wî li ser tiştên ku bihîstine lêkolîn nekiriye û neceribandine, bi tenê ji vî û ji yê ha bihîstiye û gotina wan qebûl kiriye. Hemdî berdewam kir û got: «Ahmed, tu dikarî ji min re bêjî ku kengê an bi çi awayî Tewrat, Zebûr, an jî Încîl hatine guhertin?» Ahmed piçekê şaş mayî weha got: «Bi rastî, ez nizanim. Kesekî bersîva wan pirsan nedaye min.» Hingê Hemdî ji Ahmed re weha got: «Niha li ser vê yekê bifikire: Ma çêdibe ku Quran hatibe guhertin an xerakirin?» Ahmed hinekî bi hêrs got: «Haşa! Ev çi gotin e! Tiştekî weha qet çênabe. Dîndar qet nahêlin ku yek Quranê biguhere.» Li ser vê yekê Hemdî jê re got: «Ma tu bawer dikî ku em li ser Încîlê bi awayekî din difikirin? Ez hinekî şaş dimînim. Ma tu bawer dikî ku ew kitêb hatine guhartin û bawermendên rastîn kitêbên qelp pêşkêşî me dikin? Ma bawermendên dema berê çawa wê bihiştana ku ew kitêb bihatana guhertin? Baweriya min bi wî Xwedayî ye yê ku erd û ezman afirandiye û hêza wî digihîje her tiştî. Xwedayê ku peyva xwe daye mirovan, bi rastî hêza wî heye ku wê ji guhartinê jî biparêze. Ahmed, binêre, ma bi rastî tu bawer dikî ku her tişt li gor daxwaza Xwedê diqewime?» Ahmed got: «Erê, ez weha bawer dikim.» Hemdî got: «Niha li ser vê yekê bifikire: Ma tu bawer dikî ku Xwedê pêşî peyva xwe da
4

mirovan û piştre jî destûr da ku ew peyva wî biguherin û xera bikin? An tu difikirî ku Xwedayê karîndarê her tiştî, nikare peyva xwe ji guhartinê biparêze?» Ahmed got: «Na! Bê guman, Xwedê dikare peyva xwe biparêze ku neyê guhartin û xera nebe.» Hemdî got: «Ahmed, ma tu dizanî ku Kitêba Pîroz ne wek tu kitêba din e? Tê de Tewrat, Zebûr, Încîl û hê gelek beşên din hene ku ji aliyê şandî û pêxemberên Xwedê ve hatine nivîsîn. Du beşên Kitêba Pîroz hene: Peymana Kevin berî hatina Mesîh hatiye nivîsîn û Peymana Nû dest bi bûyîna Mesîh dike. Kitêba Pîroz bi sê zimanên cihê hatiye nivîsîn.» Ahmed bi mereq pirsî: «Ma bi kîjan zimanan?» «Bi Îbranî, bi Aramî û bi Yûnanî. Xwedê bi destê gelek mirovên cihê, Kitêba Pîroz da nivîsandin. Hin ji wan padîşah û wezîr bûn, hin jî şivan û masîvan bûn. Ew kitêb di navbera 1400 salan de hatiye nivîsîn, lê dîsa jî yekîtiyeke bêhember tê de heye. Di tevahiya kitêbê de dabaşek heye û ew jî Mesîh e.» Ahmed şaş û mat ma û pirsî: « Ma rast e ku Xwedê di navbera 1400 salan de li ser Mesîh got?» Hemdî bi beşaşî got: «Ahmed, Xwedê di tevahiya dîroka dinyayê de li ser Mesîh gotiye û heta îro jî.» Ahmed bi dilekî şikdar pirsî: «Ma bi rastî, ev çêdibe?» Hemdî got: «Bê guman çêdibe. Çimkî her tişt li ba Xwedê çêdibe. Lê belê em dikarin careke din li ser vê pirsê bêjin.» Ahmed got: «Bi rastî, ez vê yekê pir dixwazim. Lazim e, em zû hevdû bibînin.»

Qurbana Xwedê Ahmed got: «Bi rastî, ez mereq dikim, ka gelo çawa di tevahiya Kitêba Pîroz de dabaş, Mesîh e.» Hemdî got: «Ma ew roj tê bîra te ku me gotibû Mesîh Berxê Xwedê ye û gunehên me hildigire?» Ahmed got: «Erê, tê bîra min, ma ez çawa dikarim vê ji bîr bikim.» Hemdî got: «Xwedê, heta hatina Îsa Mesîh li ser qurbanan hin tişt hînî mirovan dikir.» Ahmed got: «Çawa?» Hemdî jê pirsî, got: «Di dema Habîl û Qayîn de, li ser rûyê erdê çend mirov hebûn?»
5

Ahmed hinekî fikirî û got: «Ez bêjim, çar bûn. Adem, Hewa, Habîl û Qayîn.» Hemdî got: «Rast e, tenê çar kes bûn. Lê dîsa dizanibûn ku divê bi qurbanan biperizin Xwedê. Ma çawa bi vê yekê dizanibûn? Xwedê safî û pîroz e, lê ji ber ku mirov gunehkar e, hewcedariya wî bi berdêlekê heye.» Hemdî berdewam kir, got: «Ez jî bi awayê ku pêxember û şandî perizîn, diperizim Xwedê.» Ahmed kenî û got: «Na, niha tu henekan dikî. Tu naçî bazarê û beranekî nakirî ku tu ji Xwedê re bikî qurban.» Hemdî got: «Ez bi saya Berxê Xwedê ku gunehên min hildigire, diperizim Xwedê. Ew ji dêla min ve hat qurbankirin. Kitêba Pîroz weha dibêje: ‹Tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl.› (Tîmotêyos 2:5) Yanî tenê Xwedayek û tenê navberkarek di navbera me û Xwedê de heye. Ew jî Mesîh e û wî xwe ji bo her kesî kiriye berdêl û tu jî tê de yî. Loma mirov her gav bi qurbanê diperizin Xwedê û îro jî bê qurban mirov nikare nêzîkî Xwedê bibe.» Ahmed fikirî û got: «Min bawer e ez hêdî hêdî fêm dikim ku tu çi dibêjî. Lê hinekî zêdetir jî bêje ku ev yek bi tevahî bê ber çavê min.» Li ser vê yekê Hemdî weha jê re got: «Xwedê bi taybetî bi Mûsa û bi hînkirina Tewratê mana û armanca qurbanan nîşanî mirovan da. Di Încîlê de li ser Şerîeta Mûsa û li ser qurbanan weha dibêje: Li gor Şerîetê hema bêje her tişt bi xwînê tê paqijkirin û bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin.» Ahmed bi mereq pirsî: «Baş e, lê belê çi têkiliya Îsa bi hemû van qurbanan re heye?» Hemdî got: «Eynî wek hîndariya li ser qurbanan, li ser Mesîh jî gelek gotinên pêxemberan hene. Di van pêxemberîtiyan de tê gotin ku Mesîh wê bê dinyayê û wê di ber gunehên me de bi berdêlî bê qurbankirin.» Hemdî Kitêba Pîroz vekir û çend ayetên ku li ser vê yekê dibêjin, nîşanî Ahmed da û got: «Tu bi xwe bibîne ku Îşaya pêxember 700 salan beriya hatina Mesîh li ser qurbanbûna wî çi got: ‹Bi rastî wî êşên me kişandin Û nexweşiyên me hildan ser xwe; Me guman kir ku ew hat ceza kirin Û ji aliyê Xwedê ve hat lêxistin û nizimkirin. Lê belê ew ji ber neheqiyên me xurimî, Ew ji ber sûcên me hat perçiqandin;
6

Ew cezayê ku ji bo aştiya me bû, ket ser wî Û bi birînên wî em sax bûn. Me hemûyan wek miyan rê şaş kir, Her yek ji me ket ser riya xwe; Lê Xudan sûcê me hemûyan danî ser wî. Zilim lê kirin û nizim kirin, Lê wî devê xwe venekir; Wek berxê ku ji bo serjêkirinê tê birin Û wek miya ku li ber cewîzan bê ziman disekine, Wî devê xwe venekir.› (Îşaya 53:4-7) Ahmed şaş ma û got: «Ma tu dibêjî ku ev 700 salan berî hatina Îsa Mesîh hatibû nivîsîn?» Hemdî got: «Erê, li gor pêxemberan diviya ku Mesîh ji nifşê Dawid bihata. Dawid bi xwe bi qasî hezar salan berî hatina Mesîh bû padîşah.» Dawid li ser Mesîh ê ku wê bihata xaçkirin, bi awayekî zelal nivîsîbû. Xaçkirin cûreyekî mirinê ye, ku mirov hêdî hêdî û di nav gelek êş û janan de dimir. Hestiyên mirovê ku demekê li ser xaçê dima, ji movikan derdiketin û ew bi xwe pir tî dibû. Dawid pêxember weha nivîsiye: ‹Ez wek avê têm rijandin Û hemû hestiyên min ji movikên xwe derkevin. Dilê min wek şimayê di hundirê min de dihele. Hêza min wek kafikekê hişk bû, Zimanê min dimîne bi şkefta devê min ve; Te ez xistim nav axa mirinê. Kûçikan hawirdora min rapêçan, Komela xerabkeran hawirdora min girt; Ew dest û û lingên min qul dikin. Ez dikarim hemû hestiyên xwe bijmêr im. Ew dinêrin û çavên xwe li min zîq dikin. Cilên min di nav xwe de leva dikin Û ji bo xiftanê min pişkê diavêjin.› (Zebûr 22:14-18) Di dema Dawid de cezayê xaçkirinê nebû lê dîsa jî Dawid bi ruhê pêxemberîtiyê ev yek dît û
7

nivîsand. Cezayê xaçkirinê di dema Mesîh de ji aliyê Romayiyan ve dihat bikaranîn û ew, cezayê mirinê yê herî zehmet bû.» Ahmed got: «Yanî tu dibêjî ku ev pêxemberîtiyên ha hemû di jiyana Îsayê kurê Meryemê de çêbûn?» Hemdî got: «Erê, lê ne tenê ev, lê gelek pêxemberîtiyên din jî di jiyana Îsa Mesîh de çêbûn, yanî pêk hatin. Mesîh gelek caran got ku ew hat, da ku jiyana xwe di ber me de bide. Wî li ser xwe weha got: Ez nehatime ku ji min re xizmet bê kirin, lê ez hatime ku xizmetê bikim û ji bo gelekan canê xwe berdêl bidim. De vêca Ahmed, ma niha tu fêm dikî ku Xwedê di tevahiya Kitêba Pîroz de li ser qurbanan çawa hîn dike û ev tişt hemû çawa di jiyana Mesîh de çêbûn?» Ahmed got: «Binêre Hemdî, ev cara pêşî ye ku ez tiştekî weha dibihîzim. Ev balkêş e, lê hinekî wext lazim e ku ez li ser van tiştan bifikirim. Ezê careke din bi pirsên xwe yên din bêm ba te.» Li ser vê yekê Hemdî jê re got: «Ji kerema xwe, vê Kitêba Pîroz ji destê min qebûl bike. Tu bixwazî, dest bi Încîlê bike û li ser jiyana Mesîh, li ser hîndariya wî û li ser kerametên wî bixwîne.» Ahmed got: «Gelek spas dikim. Min li ser kesên ku xweyî Kitêb in, gelek tişt bihîstine, lê min bi xwe ev Kitêb hê nexwendine. Ezê lê binêrim.»

Guneh Ahmed bi awayekî fihêtokî dest bi peyivînê kir û got: «Hemdî, ez çend rojan li ser Mesîh û li ser jiyana wî fikirîm, yanî li ser vê yeka ku wî jiyana xwe di ber gunehên mirovan de daye. Gelo guneh ji ku derê tê û çima guneh pirsgirêka her kesî ye? Ma tu dikarî vê yekê ji min re şîrove bikî?» Hemdî fikirî û got: «Ez dibêjim qey ezê bikarim. Lê ji bo ku em fêm bikin guneh ji ku derê tê, divê em herin destpêka afirandinê. Em di Tewratê de dixwînin ku Xwedê dinya û mirov afirandin û mirov di baxçê Êdenê de bi cih kir. Li wir, mirov bi tevahî pak û paqij bû û bi Xwedê re di nav têkiliyeke bêqusûr de bû. Lê wek ku tê zanîn, tiştek qewimî û loma em êdî ne di baxçê Êdenê de ne. Ahmed, ma ev çi bû,?» Ahmed got: «Îblîs hat û hemû tişt xera kir.» Hemdî got: «Erê, rast e. Xwedê ji Adem re gotibû: Ji her dara baxçe tu dikarî bixwî, lê ji dara
8

zanîna qencî û xerabiyê, nexwe. Çimkî gava ku tu ji wê bixwî, eseh tê bimirî. Lê Îblîs di şiklê mar de hat û Adem û Hewa xapandin. Ew li hember Xwedê rabûn û fêkî ji wê darê xwarin. Loma ew ji baxçê Êdenê hatin avêtin. Bi wî awayî guneh ket dilê mirovên pêşî û ji wê demê ve, her kes gunehkar e.» Ahmed bi şikdarî pirs kir, got: «Ma bi rastî jî her kes, her mirov bû gunehkar? Qebûlkirina vê yekê ji min re zehmet tê. Eger ev rast be, her kes çawa bû gunehkar?» Hemdî got: «Mirov bûn wek wî fêkiyê ku xwarin, bû wek têkilheviyeke qencî û xerabiyê. Carna mirov dikare tiştên herî qenc bike, lê piştî demekê jî tiştên herî xerab û xayîn dike. Mirov demekê hez dike, lê piştî demekê dilreş dibe û nefret dike, li pey kêfa xwe diçe û guneh dike. Wek ku te jî got, hemû mirov bi vê pirsê re tekoşînê dikin. Her dîn li ser vê pirsê radiweste. Her milet qanûnan dertîne, da ku hin cûreyên guneh bixin bin qontrola xwe. Lê tiştê herî xerab ev e: Mirov ne ji ber ku guneh dikin, gunehkar in, lê ji ber ku gunehkar in, guneh dikin. Tu dibêjî, qey di dilê her mirovî de fabrîqeyeke biçûk heye ku gunehan çêdike. Ma ne wusa ye?» Ahmed got: «Mixabin tiştê ku tu dibêjî û rastî hevdû digire. Lê di vê yekê de kar û xebata Îblîs çi ye?» Hemdî got: «Guneh bi saya Îblîs di jiyana mirov de hêz stand. Îblîsê ku di destpêkê de Adem û Hewa xapandin, îro jî eynî tiştî dike. Ji bo ku em di nav guneh de bijîn û li gor wî bikin, ew hê jî mirovan dixapîne. Îblîs bi saya guneh di jiyana mirovan de hêzê distîne. Çimkî tiştê ku me ji Xwedê dûr dixe, û jê vediqetîne, guneh e. Sedemê ku dinya di vî halê xerab de ye, guneh e. Xwedê her tişt qenc afirand, lê mirovan bi riya şer û zordariyê, bi kirinên xwe yên xerab û bi gelek tiştên ku jiyana mirov helak dikin, pir xerabî anîne dinyayê.» Ahmed got: «Nexwe tu dibêjî, Xwedê em ne weha afirandin, lê ji ber gunehê Adem, dinya û em bi xwe jî îro di vê rewşê de ne, ne wusa ye?» Hemdî got: «Rast e, guneh bi saya Adem di nav mirovan de belav bû. Kitêba Pîroz dibêje: Guneh bi saya mirovekî, mirin jî bi saya guneh ket dinyayê. Bi vî awayî mirin li hemû mirovan belav bû, çimkî hemûyan guneh kir. Yanî encama herî xerab a guneh, mirin e. Mirina bedenî û mirina ruhanî.» Ji çavên Ahmed xuya dibû ku wî mereq dikir, got: «Mirina bedenî û ruhanî? Ma mirina ruhanî tê çi manê?» Hemdî got: «Xwedê ji mirov re gotibû ku eger ew wî fêkiyî bixwe, ewê bimire. Ji ber ku Xwedê dadperwer e û her gav li gor gotina xwe dike, bi rastî jî mirov bû mirindar. Hemû mirov ji ber vê yekê dimirin. Lê dema ku Adem guneh kir, ew bi awayê ruhanî mir.»
9

Ahmed got: «Çawa?» Hemdî got: «Ji ber guneh, mirov ji baxçê Êdenê hatibû derxistin. Ew ji wê dera ku bi Xwedê re di nav têkiliyeke saf, paqij û bêqusûr de bû, hatibû avêtin. Diviya ku mirov li derveyî Êdenê bijiya. Gava ku mirov ji ber guneh ji Xwedayê jîndar dûr ket, ew bi awayê ruhanî mir. Loma em bi Xwedê re ne di têkiliyeke nêzîk de ne. Ji ber ku Xwedê paqij û pîroz e, ew nikare bi guneh re di têkiliyê de be. Loma hewcedariya me bi xilaskarekî heye ku bikare me ji hemû guneh û ji encamên guneh xilas bike. Ahmed, ma tu bawer dikî ku hemû gunehên te li derekê nivîsandî ne?» Ahmed bi xemgînî got: «Ez dizanim ku ev ji aliyê du milyaketan ve tên nivîsîn.» Hemdî got: «Xwedê li ser me her tiştî dizane. Her karê qenc û her karê xerab jî. Her gotin, her fikir, her niyet li ber wî eşkere ye. Ma tu dizanî di Roja Axretê de ewê çi ji te re bêje?» Ahmed hêdîka got: « Xwedê tenê vê yekê dizane.» Hemdî bi nermî jê re got: «Ahmed, Xwedê ji te hez dike. Ji bîr neke ku Îsa Mesîh hemû gunehên me hildan ser xwe. Ji bo her gunehî bexşandin heye!» Ahmed piçekî fikirî û got: «Madem ku Mesîh evqas girîng e, çima Adem û Hewayê li ser wî tiştek nebihîstin?» Hemdî got: «Eger ez ji te re bêjim ku wan li ser Mesîh hin tişt bihîstine, ma tê ji min bawer bikî?» Ahmed got: «Na, ez texmîn nakim ku wan li ser wî tiştek bihîstibe.» Hemdî got: «Xwedê ji mirov hez dike û dixwaze ku pê re di nav têkiliyê de be. Ji ber vê yekê hê ji destpêkê ve behsa Mesîh kir. Hê gava ku Adem û Hewa tam di nav vê rewşa xerab de bûn, wan soza xilaskarê ku wê rojekê hêza Îblîs rakira, stand. Heçî Hewa ye, Xwedê ji mar, yanî ji Îblîs re weha got: ‹Ezê dijminahiyê bixim navbera te û jinê, navbera dûndana te û dûndana wê. Ewê serê te biperçiqîne û tê bi pehniya wî ve bidî.› (Destpêkirin 3:15) Di tevahiya Kitêba Pîroz de navê kur û bavan hat dayîn. Mesele, kurê Birahîm, kurê Aqûb. Lê li vir Kitêba Pîroz ne behsa kur an dûndana zilêm, lê behsa ya jinê dike. Yekî ku bavê wî tune bû, lê wê ji jinekê çêbibûya, wê bihata. Îblîs wê êrîşî pehniya wî bikira û bixwesta ku wî bikuje. Lê belê vî kurî wê hukumê Îblîs ê li ser mirov rakira. Gava ku Îsayê kurê Meryemê jiyana xwe di ber gunehên mirovan de da, eynî bi wî awayî çêbû. Ahmed got: «Tiştekî gelek balkêş e ku Xwedê ji mirovên pêşî re li ser Mesîh gotibe. Belkî rast e ku dabaşa bingehîn a Kitêba Pîroz, Mesîh e. Heta careke din gelek tiştên ku hê divê ez bipirsim
10

hene, lê niha bimîne di xêr û xweşiyê de.» — «Oxir be!»

Kurê Birahîm Hemdî ji Ahmed re got: «Ez gelek mereqê dikim, gelo tu li ser Încîlê çi difikirî?» Ahmed ji dil got: «Bi rastî, kitêbeke xweş e. Heta niha, min tiştek weha nexwendiye. Xwendina kerametên Mesîh mirov şaş dihêle. Peyivîna Îsa ya li çiyê jî bêhember e. Tiştên ku Îsa dibêje gelek kûr in. Gava ku dibêje: Ji dijminên xwe hez bikin û û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin, hingê ew gelek fikrên mirov serobino dike û mirov heyirî dihêle. Hîndariya wî ya li ser duakirinê ji her tiştê ku min berê bihîstiye, pir cihê ye. Lê hê gelek pirsên din jî hatin hişê min.» Hemdî got: «Baş e, nexwe em dest bi pirsa te ya pêşî bikin.» Ahmed got: «Gelo çima di destpêka Încîlê de li ser malbata Mesîh hatiye nivîsandin, yanî çima ji Birahîm heta bi Dawid û ji Dawid heta bi Mesîh hemû navên bav û kuran tên dayîn?» Hemdî piçekê fikirî û got: «Gelo tê bîra te ku berê me gotibû di Kitêba Pîroz de her tişt bi dabaşekê ve girêdayî ye?» Ahmed got: «Erê, tê bîra min.» Hemdî pirsî got: «Ma tu dizanî ku ew dabaş çi ye?» Ahmed got: «Erê, Mesîh e.» Hemdî got: «Bersîva pirsa te bi vê yekê ve girêdayî ye. Li gor gotinên pêxemberan diviya ku Mesîh kurê Dawid û Birahîm bûya.» Ahmed li ser tiştên ku Hemdî gotin, fikirî û got: «Tu dikarî piçekê li ser van gotinên pêxemberan bêjî?» Hemdî got: «Kêm û zêde berî 4000 salan, rojekê Xwedê bi dostê xwe Birahîm re peyivî. Xwedê sozek da wî ku ji bo hemû mirovan gelek girîng e. Em di Tewratê de weha dixwînin: ‹Ji welatê xwe, ji ba gelê xwe û ji mala bavê xwe derkeve û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim. Ezê te bikim miletekî mezin û ezê te bereket bikim. Ezê navê te bilind bikim û tê bibî serkaniya bereketê. Yên ku te pîroz bikin, ezê wan pîroz bikim û yên ku nifirê li te bikin, ezê nifirê li wan bikim. Hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te pîroz bibin.› (Destpêkirin 12:1-3) Xwedê gazî mirovekî ku berî gelek salan zewicî bû, kir lê hê jî zarokên wî nebûn. Xwedê welatek jê re soz da. Xwedê wê ew bikira miletekî mezin. Navê wî wê mezin û navdar bûya.
11

Xwedê hemû ew pêxemberîtî anîn cih. Lê di nav tiştên ku Xwedê ji Birahîm re gotibû de, ya herî balkêş ev bû ku Xwedê wê hemû mirovên li ser rûyê erdê bi saya Birahîm pîroz û bereket bikira. Bi vê gotinê, Xwedê soza hatina Mesîh da. Ji ber vê yekê diviya ku Mesîh ji dûndana Birahîm bihata û Xwedê wê bi destê wî tevahiya dinyayê pîroz û bereket bikira.» Ahmed got: «Lê tu çawa dizanî ku ev soz ne li ser yekî din, lê li ser Mesîh bi xwe ye?» Hemdî got: «Pirseke baş e. Çaxê em Tewratê bixwînin, em dibînin ku hêdî hêdî her tişt zelal dibe. Piştî demekê du kurên Birahîm çêbûn. Yek ji van ji jina wî Sarayê bû û navê wî Îshaq bû. Yê din ji cêriya Sarayê Hacer bû û navê wî Simayîl bû. Xwedê Simayîl pîroz û bereket kir, lê ji Birahîm re got ku ewê soza ji bo hatina Mesîh ji dûndana Îshaq pêk bîne. Beriya ku Îshaq çêbe, Xwedê weha jê re got: ‹Jina te Sara wê ji te re kurekî bîne û tê navê wî Îshaq deynî. Ezê bi wî re û piştî wî bi dûndana wî re peymana xwe ya herheyî berdewam bikim. Heçî Simayîl e, min tu bihîstî: Ezê wî bimbarek bikim, ezê wî berdar bikim û ezê wî gelek zêde bikim. Ewê bibe bavê diwanzdeh mîran û ezê wî bikim miletekî mezin. Lê sala ku bê di vî wextî de, ezê peymana xwe, bi kurê ku Sara ji te re bîne, bi Îshaq re qayîm bikim.›» (Destpêkirin 17:19-21) Ahmed got: «Rast e, Simayîlê ku Xwedê bereket kir, bû bavê Ereban. Lê em Misilman dizanin ku Xwedê ji dûndana Îshaq gelek pêxember şandine.» Hemdî gotina xwe berdewam kir û got: «Du kurên Îshaq çêbûn. Ew Esaw û Aqûb bûn. Xwedê di xewnekê de ji Aqûb re got, Mesîhê ku hatibû sozdan, wê ji dûndana wî be. Xudan li ba wî sekinî û got: ‹Xwedayê bavê te Birahîm û Îshaq Xudan ez im. Ezê vî welatê ku tu li ser radizî, bidim te û dûndana te. Dûndana te wê wek toza erdê zêde bibe. Tê li rojhilat û rojava, bakur û başûr belav bibî. Hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te û bi dûndana te pîroz bibin.›» (Destpêkirin 28:13-14) Ahmed got: «Balkêş e: Çaxê ku Xwedê bi Aqûb re dipeyivî, wî piraniya soza pêşî ya ku ji Birahîm re dabû, dubare kir.» Hemdî got: «Sedemê vê yekê ev e ku eynî soz ji nifşekî ji nifşê din re tê dayîn. Çawa ku tu dibînî, Xwedê dixwest hemû gelên li ser rûyê erdê bi destê kurekî Aqûb pîroz û bereket bike.» Ahmed got: «Erê û ez dibêjim qey careke din wê eşkere bibe ku Mesîh dabaşa bingehîn a Kitêba Pîroz e.» Hemdî got: «Ev rast e. Di nav gelê Îsraêl de gelek malbat û bavik hebûn. Ji bo vê yekê, pirs ev e, ma Xwedê ji me re gotibû, Mesîh wê ji kîjan malbatê bihata. Erê, Xwedê Dawid bijart û bi wî re peymanek girêda. Xwedê di gelek pêxemberîtiyan de diyar kiribû ku Mesîh wê ji malbata
12

Dawid pêxember bihata. Îşaya pêxember kêm û zêde du sed û salan piştî Dawid pêxember rabû; wî got ku malbata Yêşa wek kurmê dara birrî ye. Yêşa navê bavê Dawid pêxember bû. Yê ku Ruhê Xwedê wê li ser bûya, wê ji vê malê bihata. Vî wê ji feqîr û rebenên vê dinyayê re edalet bianiya û wê padîşahiyeke wek cinetê biafiranda û di wê padîşahiyê de her kes wê Xudan nas bikira. Îşaya pêxember weha nivîsî: ‹Ji kurmê Yêşa kiziyek wê derkeve Û ji rayê wî tirhek wê fêkî bide. Ruhê Xudan, Ruhê şehrezayî û têgihîştinê, Ruhê şîret û hêzê, Ruhê zanîn û tirsa Xudan wê li ser wî be. Ewê bi edalet hukumdariya belengazan bike Û bi durustî ji bo rebenên vê dinyayê biryarê bide. Ewê bi şivdarê devê xwe li dinyayê bixe Û bi hilma lêvên xwe xeraban bikuje. Wê rojê, rayê Yêşa wê ji bo gelan bibe al Û milet wê ber bi wî ve bên. Cihê ku ew lê dimîne, wê bi rûmet be.› (Îşaya 11:1-2.4.10) Ahmed got: «Ma min rast fêm kir: Xwedê gotiye ku Mesîh wê ji dûndana Birahîm, Îshaq, Aqûb û Dawid bê?» Hemdî bi kêf got: «Tam rast e. Çaxê ku em Încîlê dixwînin, em dibînin ku Mesîh tam li gor wan pêxemberîtiyên ku li ser wî hatine kirin, hat dinyayê. Ji ber vê yekê di destpêka Încîlê de li ser malbata Mesîh dibêje. Jê tê zanîn ku Mesîh bi rastî jî ji malbata Birahîm û Dawid hat.» Ahmed got: «Me careke din dît ku dabaşa bingehîn a Kitêba Pîroz, Îsayê kurê Meryemê ye. Lê belê hê gelek pirsên min ên din hene; ezê wan ji rojeke din re bihêlim.»

Xwedê yek e Ahmed sê tiliyên destê xwe rakirin û ji Hemdî re got: «Tu çi dibînî?» Hemdî nêta Ahmed fêm kiribû û bi ken got: «Sê tiliyên destekî.» Ahmed got: « Rast e. Hemdî, li gor baweriya te, Xwedê yek e, an sisê ye?»
13

Hemdî got: «Belkî tu baweriya min baş fêm nakî, lê divê tu bizanî ku baweriya min bi Xwedayê tenê ye yê ku erd û ezman afirandiye. Ew bi her tiştî dizane û li her derê ye. Tu dizanî ku baweriya min li ser bingehê Kitêba Pîroz e û ew hîn dike ku ‹Peyva Xwedê› û ‹Xwedê› yek e. Ev rastî di gelek ayetên Kitêba Pîroz de hatiye nivîsîn.» Ahmed got: «Bila, lê Xwedê nikare hem sisê û hem jî yek be.» Hemdî got: «Tu çend Ahmed î, ma tu bi xwe yek î, an dido yî?» - «Bê guman ez yek im.» Hemdî got: «Xwedê tu bi ruh û bi bedenê afirandiyî. Ma bedena te Ahmed e?» - «Erê.» - «Baş e. Û heçî ruhê te ye, ruhê te jî Ahmed e?» - «Erê, yanî… .» Ahmed dizanibû ku Hemdî wê çi bêje. - «Eger Xwedê em dido, yanî beden û ruh afirandine, çima ew bi xwe nikare di yekî de sisê be?» Hemdî rawesta û piştre got: «Em dikarin bêjin ku Xwedê yekîtiya bi hev ve ye û xwe bi sê kesan nîşan dide.» Ahmed bi dengekî nizim got: «Lê belê Îsa ne kurê Xwedê ye, ew tenê mirov e... Hemdî, ma bi rastî tu bawer dikî ku Mesîh kurê Xwedê ye?» Hemdî got: «Ma tu dibêjî ku ez bi çi bawer dikim?» - «Ez baş nizanim, lê ez dibêjim qey li gor baweriya te Mesîh ji têkiliya Xwedê ya bi Meryemê re çêbûye.» Hemdî ji dil got: «Na, tu caran ne wusa ye! Ez qet baweriya xwe bi tiştekî weha naynim. Min hê tu Mesîhiyê ku tiştekî weha bawer bike nedîtiye.» Ahmed şaş ma û got: «Eger ne wusa be, tu bi çi bawer dikî?» Hemdî got: «Ez bawer dikim ku Xwedê her û her e; beriya damezrandina dinê ew hebû. Çaxê Mizgînî ji me re şîrove dike ku Mesîh kî ye, ew ne dest bi bûyîna wî ya li ser vê dinê dike. Ew li ser dema berî afirandina dinê dibêje. Dibêje: ‹Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû.› Xwedê dinya bi peyva xwe afirand, ma ne wusa ye?» Ahmed got: «Erê, ev rast e. Xwedê got: Çêbe – û çêbû!» Hemdî got: «Erê, Xwedê dinya bi peyva xwe afirand. Ew peyva ku ji devê Xwedê derket, perçeyekî Xwedê bû, bi hêza Xwedê û bi hemû taybetiyên wî tije bû. Di ‹Peyva Xwedê› de jiyan
14

hebû û bi saya wê, jiyan hatibû afirandin.» Ahmed got: «Rast e, ez vê qebûl dikim. Lê gelo gotina ‹Peyv Xwedê bû›, tê çi manê?» Hemdî got: «Eger min di dadgehê de şahidî bikira, teyê nekariya ku tu min ji peyvên min cihê bikî. Peyvên min cihê min digirin û perçeyek ê min in. Niha jî peyvên me wek perçeyekî me ne û cihê me digirin. Gava ku Xwedê erd û ezman afirandin, peyva ku got, perçeyekî wî bû. Em nikarin Xwedê ji peyva wî cihê bikin. Û ev peyva Xwedê ya ku bi Xwedê re yek e, bi kurê Meryemê Îsa xuya bû. Loma hatiye nivîsîn: ‹Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê, dît.› (Yûhenna 1:14) Tiştên ku Xwedê li ser xwe gotine, hemû bi Mesîh xuya bûn: Xwedê pîroz e; mirovan dît ku Mesîh çiqas safî û paqij e û di safî û paqijiya Îsa de pîroziya Xwedê dîtin. Xwedê hezkirin e; çaxê mirovan dît ku Mesîh çawa ji wan hez dike, wan di jiyana wî de hezkirina Xwedê dît. Xwedê dikare her tiştî bike; çaxê mirovan dît ku Mesîh çawa li ser avê rêve çû, emir li bagerê kir, ba û pêl rawestandin, nan zêde kir, kor qenc kirin û mirî rakirin, hingê bûn şahid ku hêz û rûmeta Xwedê di jiyana wî de xuya bû.» Ahmed got: «Xwedê nikare xwe di mirovekî de nîşan bide.» Hemdî pirs kir, got: «Em çawa dikarin ji Xwedê re sînoran deynin? Em çawa dikarin bêjin ku Xwedayê karîndarê her tiştî nikare filan tiştî bike? Ma ew nikare her tiştî bike?» - «Erê, ji xwe dikare her tiştî bike. Lê dîsa jî ez bawer nakim ku wî xwe di mirovekî de nîşan dabe.» Hemdî got: «Te rast got; em herdu qebûl dikin ku ev yek ji bo me zehmet e, lê ji bo Xwedê ne zehmet e; çimkî ew çi bixwaze, dikare bike. Eger te bi vê serhatiyê nezanibûya û yekî ji te re bigota ku Xwedê xwe di deviyeke ku dişewite de nîşanî Mûsa daye û ji vê deviyê bi Mûsa re peyiviye, teyê çi bigota?» Ahmed piçekê fikirî û fêm kir ku Hemdî çi got: Eger Xwedê bikare xwe di deviyê de nîşan bide, bi rastî ne zehmet e ku xwe di mirovekî de jî nîşan bide. Hemdî jê re got: «Ahmed, li ser vê yekê bifikire: Ew kî ye ku jê re dibêjin ‹Peyva Xwedê› û ‹Ruhê Xwedê›? Ruhê Xwedê jî bi Xwedê re yek e. Em dizanin ku Ruhê Xwedê Meryema keçik nixamt, ew bi zaro bû û Mesîh anî. Ma milyaket Cibrayîl ji Meryemê re çi gotibû? Got: ‹Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya Yê Herî Bilind. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji
15

te çêbe re ‹Kurê Xwedê› bê gotin.› (Lûqa 1:35) Ahmed, ya girîng ev: Yê ku bi vî awayî hatiye dinê, kî ye? Eger tu di dema Mesîh de hekîm bûyayî û te kaxeza bûyîna wî binivîsiya, teyê çi binivîsiya? Navê wî çi bû?» Ahmed got: «Minê bigota ‹Îsayê kurê Meryemê›.» - «Baş e; teyê ji bo navê diya wî çi binivîsiya?» - «Minê li vir jî ‹Meryema keçik› binivîsiya.» Hemdî got: «Niha em li ser navê bavê wî difikirin.» Ahmed devbiken got: «Bavê wî tunebû!» - «Erê, ji ber ku bavê wî yê vê dinê tunebû, me dikaribû wê derê vala bihişta û ji xwe bi xwe bipirsiya: Ew ji ku derê tê? Yê ku jê re dibêjin ‹Peyva Xwedê› û ‹Ruhê Xwedê› ji ku derê hat? Yê ku ji ezmên hat, kî ye? Wî bi xwe weha got: ‹Nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwar û jiyanê dide dinyayê… Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe…Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwar, ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.› (Yûhenna 6:33.35.51) Îsa hat, da ku bedena xwe ji bo hemû mirovan bike qurban. Yê ku nanê vê dinê bixwe, jiyana vê dinê distîne. Lê yê ku ji nanê Xwedê yê ku ji ezman hatiye parê distîne, jiyana ruhanî û herheyî distîne. Ew jiyan birçîbûn û tîbûna dil û canê mirov têr dike. Min bi xwe ev fêm kir û di jiyana min de çêbû.» Ahmed hêdîka got: «Ez ji bo vê yekê hê ne amade me. Lê ez niha dizanim ku min baweriya te tam şaş fêm kiriye. Tu dibêjî ku tu baweriya xwe bi Xwedayê rastîn ê ku xwe di Mesîh de nîşan daye, tînî. Ez bi hemû dilê xwe ji Îsa Mesîh hez dikim, lê gelek pirsên min hene û lazim e ku bersîva wan bê dayîn. Ez dibêjim çêtir e ku em careke din li ser van bipeyivin, ne wusa ye?» Hemdî got: «Ez li benda te û li hêviya pirsên te me; kengê tu bixwazî, ser seran û ser çavan.» Xwedê û mirov Ahmed got: «Ez li ser axaftina me ya dawî gelek fikirîm, hema bêje bi şev û roj ez fikirîm. Te berê gotibû ku Îsayê kurê Meryemê mirovek e. Piştre te gotibû ku Xwedê xwe di şexsê wî de eşkere kir. Bi rastî ez dixwazim hîn bibim ka ew kî ye? Mesîh ji kurê Meryemê pê ve ne tiştekî din e. Ma rast e ku tu wî dikî Kurê Xwedê?»
16

Hemdî got: «Ahmed, bersîva vê pirsê mifta jiyana herheyî ya bi Xwedê re ye, yanî mifta jiyana herheyî ya ku niha bi baweriyê di dilê me de ye û heta her û her wê bimîne. Eger mirov li ser yekî din bêjin ku ew Xwedê ye, ev tê vê manê ku em wî bi Xwedê re dikin yek. Ev guneh e û qet çênabe. Lê belê Kitêba Pîroz nabêje ku mirovek wek Xwedê derketiye; Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê xwe di şexsê mirovekî de eşkere kiriye. Divê em van herdu tiştan qet tevlihev nekin. Em herdu qebûl dikin ku Mesîh bi mirovtî ji Meryema keçik çêbû. Tam wek ku pêxemberan gotiye, ew kurê Birahîm û kurê Dawid e, yanî ji dûndana wan e û kurê Meryemê ye. Lê di gelek pêxemberîtiyên ku beriya hatina Mesîh hatine kirin de, Xwedê hînî me dike ku ew bi xwe, yanî Xwedê bi xwe, wê di şexsê Mesîh de bê.» Ahmed şaş ma û got: «Yanî tu dibêjî ku pêxemberên ku beriya Mesîh hatine, li ser vê yekê digotin, yanî gotine ku Xwedê wê xwe di şexsê Mesîh de eşkere bike?» Hemdî got: «Dabaşa bingehîn a Kitêba Pîroz Mesîh e. Ji ber vê yekê divê em li vê yekê şaş nemînin. Ji xwe Xwedê ji mêj ve li ser Mesîh rastî ji me re gotiye.» Ahmed got: «Van tiştan nîşanî min bide, ev pir balkêş in.» Hemdî piçekê fikirî û hingê got: «Xwedê 700 salan berî hatina Mesîh ji Mîxa pêxember re got ku Mesîh wê li Beytlehmê çêbibe. Lê tiştekî din jî got. Got: Yê ku wê bê dinyayê, demeke pir dirêj beriya bûyîna xwe hebû. Mîxa pêxember weha got: ‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda! Bi ser ku tu di nav malbatên Cihûda de biçûk î, Ew ê ku wê bibe serwerê Îsraêl Wê ji nav te ji bo min rabe! Binyata wî ji demên berê ve, Ji rojên bêdestpêk ve ye.› (Mîxa 5:2) Em dizanin ku bi rastî Mesîh li bajarê Dawid li Beytlehmê hat dinyayê. Di Încîlê de dibêje: ‹Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat û wê kurê xwe yê nixurî anî.› (Lûqa 2:7) Pirsa girîng ev e: Ew kesê hê beriya ku bê dinyayê hebû, kî ye? Çaxê ew li Orşelîmê, yanî li
17

Qudsê bi çend Cihûyên hêrsbûyî re peyivî, wî weha got: «Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.» Cihûyan jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?» Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna Birahîm ez heme.» (Yûhenna 8:56-58) Em dizanin ku Birahîm li dor 2000 salan beriya bûyîna Mesîh jiyaye.» Ahmed got: «Ez fêm dikim, yanî, Mesîh bi xwe got, hê beriya ku ew çêbibe, ew hebû. Lê pêxemberan li ku derê got ku Xwedê bi xwe wê xwe di şexsê Mesîh de eşkere bike?» Hemdî jê re got: «Ev di gelek ayetan de nivîsî ye. Îşaya pêxember li ser yekî got ku wê ji cihekî biçûk derkeve û Îsayê kurê Meryem tam li wê derê mezin bû. Îşaya got ku ewê padîşahiyeke herheyî a ku bi aştiya Xwedê tê naskirin, damezrîne. Îşaya got ku ew kes wê kurê Dawid be û wê her û her padîşah be. Îşaya pêxember, Mesîh bi navên wî yên taybetî dide naskirin: ‹Zarokek ji me re çêbû, Kurek ji me re hat dayîn; Seroktî wê li ser milê wî be. Navên wî wê ev bin: ‹Şîretkarê ecêb›, ‹Xwedayê hêzdar›, ‹Bavê herheyî›, ‹Serokê aştiyê›. Dawiya zêdebûna aştî û serokatiya wî nayê; Ewê li ser textê Dawid rûne Û li ser padîşahiya wî be; Ji niha û heta hetayê Ewê wê bi edalet û bi rastdariyê Qayîm bike û biparêze.› (Îşaya 9:6-7) Em dizanin, navên ku Xwedê dide yekî, qerektêrê wî kesî eşkere dikin. Ahmed, nexwe ew kî ye ku navên wî ‹Şîretkarê ecêb›, ‹Xwedayê hêzdar›, ‹Bavê herheyî›, ‹Serokê aştiyê› ne?» Ahmed got: «Ez fêm dikim. Pêxember ev ayetên ha berî hatina Mesîh nivîsandin. Êdî mana wan gotinan di hişê min de mana xwe distînin. Lê bi rastî ma tê gotin ku Xwedê bi xwe wê bê vê dinyayê, yanî vê dinyaya ku wî afirandiye?» Hemdî got: «Yûhennayê Imadkar, yanî Yahya di dema Îsa Mesîh de pêxember bû. Ew ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku riya Mesîh amade bike, da ku xelk tobe bikin û baweriya xwe bi
18

Mesîh bînin. Çaxê xelkê ji Yûhenna pirs kir gotin: Tu kî yî, Xwedê çima tu şandiyî?, wî bi çend ayetên ji kitêba Îşaya pêxember bersîv da û got: ‹Dengê yekî gazî dike, dibêje: Li çolê riya Xudan amade bikin, Li çolistanê ji bo Xwedayê me riya fireh serrast bikin!» Her gelî wê tije bibin, Her çiya û gir wê nizim bibin, Xwehrî wê rast bibin Û cihên asê wê bibin deşt. Rûmeta Xudan wê eşkere bibe Û hemû mirov bi hev re wê rûmeta wî bibînin.› (Îşaya 40:3-5) Îşaya pêxember li ser hatina padîşahekî mezin dibêje. Diviya ku mirovan jê re di çolê de riyeke nû û rast çêkirana. Lê ew padîşah ku wê bihata, kî ye, Ahmed?» Ahmed bi dengekî nizim got: «Li gor gotina pêxember ew Xudan e, Xwedayê me ye.» Hemdî got: «Eger em çend ayetên piştî van jî bixwînin, hê zelaltir dibe. Li wir weha dibêje: ‹Ya Orşelîma ku mizgîniyê dide, Dengê xwe bi hêz bilind bike, Wê bilind bike û netirse! Ji bajarên Cihûstanê re bêje: Va ye Xwedayê we. Va ye, Xudan bi hêza xwe tê, Zendê wî ji bo wî serweriyê dike. Va ye, destheqê wî bi wî re ye Û xelata wî di pêşiya wî de ye. Wek şivan ew şivantiya keriyê xwe dike; Ew berxikan dixe himbêza xwe Û wan li ber sîngê xwe de hildigire; Ew hêdîka rêberiya şîrmijan dike.› (Îşaya 40:9-11) Bi rastî, Mesîh hat ku ji bo hemû bawermendan şivantiyê bike. Ew bi xwe weha dibêje: ‹Ez
19

şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide.› Ahmed, li gor pêxemberan, ma yê ku wê bi şivantî bihata, kî ye?» Ahmed pir şaş mabû û got: «Bi rastî, divê ez qebûl bikim ku pêxember li ser Xudan, yanî li ser Xwedê dibêje.» Hemdî got: «Ahmed, tu dibînî ku ev pêxemberîtiyên li ser Mesîh hemû jî di jiyana Îsayê kurê Meryemê de hatin cih, ma ne wusa ye? Hê beriya ku Mesîh çêbe, milyaket Cibrayîl hat ba Zekeryayê ku wê bibûya bavê Yûhennayê imadkar. Û Cibrayîl ji Zekerya re got ku kurek wê jê re çêbe û karê wî kurî wê tiştekî taybetî be. Milyaket Cibrayîl jê re weha got: ‹Ewê li ba Xudan mezin be. Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe Û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê Pîroz tije be. Ewê gelekan ji zarokên Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne. Û ewê bi Ruh û bi hêza Êlyas pêxember di pêşiya Xudan de here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.›» (Lûqa 1:15-17) Hemdî got: «Li gor Încîlê, Yûhennayê imadkar wê di pêşiya kê de biçûya?» Ahmed got: «Li gor gotina milyaket Cibrayîl, ewê di pêşiya Xudan de biçûya û ew Xudan bi xwe Xwedayê wan e.» Hemdî berdewam kir û got: «Hê çaxê Yûhennayê imadkar zarokekî nûbûyî bû, Zekerya li ser kurê xwe pêxemberîtî kir û got: ‹Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Bilind bê gotin, Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan, Xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn. Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me, Wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me.› (Lûqa 1:76-78) Ma tu fêm dikî ku li gor gotinên Îşaya pêxember, li gor milyaket Cibrayîl û li gor bavê Yûhenna Zekerya, Yûhenna wê di pêşiyê Xudan de biçûya û yê ku wê bihata, Xwedê bi xwe bû?»
20

Ahmed bi awayekî ji dil got: «Erê, ez vê yekê fêm dikim û ez dibêjim, êdî dema ku Mesîh hat, ew hemû pêxemberîtî hatin cih?» Hemdî got: «Erê, weha ye, bi her awayî ew hatin cih. Çaxê Meryema keçik li bajarê Dawid Beytlehmê Mesîh anî dinyayê, milyaketê Xudan li derveyî bajêr ji şivanan re xuya bû û ji wan re got: ‹Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e.› (Lûqa 2: 10) Di Încîlê de gelek caran tê erêkirin ku Mesîh Xudan e. Wî bi xwe got: ‹Ez û Bav yek in.›» Ahmed got: «Ji xwe min pir ji Îsayê kurê Meryemê hez dikir û hurmeta jê re dikir. Lê niha cara pêşî ye ku ez tevahiya rastiyê li ser wî dibînim û fêm dikim ka çima ew hat vê dinyayê. Ez ji te re minetdar im ku tu demeke dirêj bi min re li ser van tiştan peyivî û te ev hemû ji min re şîrove kirin.» Hemdî ji dil got: «Ahmed, Xwedê bi saya Îsa Mesîh afûbûn û jiyana herheyî pêşkêşî her mirovî dike. Mesîhê ku mirin, bindest kiriye û mirî vejandine, weha dibêje: ‹Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî. Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire.› (Yûhenna 11:25) Ahmed, ma tu dixwazî baweriya xwe bi Mesîh bînî? Ma tu dixwazî diyariya Xwedê, yanî afûbûna gunehan û jiyana herheyî ji destê Mesîh bistînî?» Hêstir ketin çavên Ahmed û wî got: «Erê. Bi rastî ez dibêjim qey ew li ber min disekine û li deriyê dilê min dixe. Ma ez çawa dikarim vê diyariya Xwedê qebûl bikim?» Hemdî got: «Ev ne zehmet e. Bi gotinên xwe ji Xwedê re dua bike. Her tiştî jê re bêje. Ji xwe Xwedê her tiştî li ser me dizane. Qurbana ku Mesîh di ber te de daye, qebûl bike û bi saya wî bexşandinê bistîne. Dua bike ku Xwedê bi saya Ruhê Pîroz bê dilê te û ji te re bibe alîkar û hêzê bide te ku tu li pey Mesîh biçî. Vê duayê bi navê Mesîh bike. Mesîh bi qurbana ku daye, di nav te û Xwedê de navberkar e. Kitêba Pîroz dibêje, gava ku tu Mesîh bi vî awayî qebûl bikî, tê ji nû ve biwelidî, tê ji Xwedê jiyaneke nipûnû bistînî. Bi saya Mesîh, tê bi Xwedê re bikevî têkiliyeke nû. Xwedê wê bibe Bavê te û tu jî, tê bibî kurê wî. Di Încîlê de li ser vê yekê weha dibêje: ‹Hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê.›» (Yûhenna 1:12) Piştî ku bi hev re dua kirin û şikir dan Xwedê, Hemdî bi rûyekî dilgeş got: «Tu bi xêr hatî malbata Xwedê. Niha bi destê Mesîh, em hemû di malbata Xwedê ya mezin de bira ne.»
21

Ahmed jî bi şahî got: «Ez çiqas ji te re spas bikim jî, hindik e!» Lê Hemdî got: «Ji Xwedê re şikir bike û her roj vê yekê bike! Bi şagirtên Mesîh re hevpariyê bike û tiştê ku tu hîn bûyî, ji mirovên din re jî bêje. Niha tu dikarî wê duaya ku Mesîh hînî şagirtên xwe kiriye, bêjî: ‹Bavê me yê li ezmanan, Navê te pîroz be. Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, Bila li ser rûyê erdê jî bê cih. Nanê me yê rojane roj bi roj bide me. Û li deynên me bibihûre, Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine. Û me nebe ceribandinê, Lê me ji Yê Xerab xilas bike. Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.›» (Metta 6:9-13)

Serkaniya van bernameyên li ser hevpeyvîna Ahmed û Hemdî, pirtûkek bi navê „Ji min re qala Mesîh bike!“ e. Ew di sala 2001’ê ji aliyê Müjde Yayıncılık ve li Stembolê hatiye wergerandin.

www.erf.de/mizgini

22