You are on page 1of 70

Rêwîtiya Bawermend

John Bunyan
Rêwîtiya Bawermend

John Bunyan

– Nivîsara kinkirî –
Wergera Kurdî (Kurmancî): © Mizgînî 2008
Mizgînî
P.O.Box 1125
D-35441 Biebertal
Almanya
mizgini@aol.com

Pilgrim’s Progress
shortened version in Kurdish Kurmanji
Naverok

Qonaxa pêşî 1
Bajarê Helakbûnê; Mizgînvan; Riko û Sernerm; Heza Bêhêvîtiyê;
Alîkar; Zanayê Dinyayê; Mizgînvan

Qonaxa diduyan 9
Deriyê teng; Qencîxwaz; Mala Şîrovekar: Sûret û odeya ku divê bê maliştin;
Xwesteko û Sebiro; Agir; Zilamê di rikeya hesin de; Dîtina Roja Dawî

Qonaxa sisiyan 16
Bawermend ji barê xwe xilas dibe; Xeşîm, Tiral û Jixwerazî; Adetker û
Durû; Girê Tengahiyê; Tirsonek û Şikker; Bawermend nameyê winda dike;
Qesra Spehî; Fêmdar, Teqwayê, Şehrezayê û Hezkirinê

Qonaxa çaran 24
Newala Nizimbûnê; Apoliyon; Geliyê Siya Mirinê; Pûtperest

Qonaxa pêncan 27
Dilsoz; Êxsîra Şehwetê; Mirovê Kevin; Mûsa; Kêfnexweş; Fihêto; Bêjdar

Qonaxa şeşan 35
Mizgînvan; Bazara Pûçîtiyê; Dîwana Bawermend û Dilsoz; Dilsoz ji bo
baweriya xwe dibe şehîd

Qonaxa heftan 40
Hêvîdar; Niyetxwehr; Mêrga Rêkurtkê; Ewledariya Pûç; Kelha Şikê û
Dêw Bêçareyo

Qonaxa heştan 45
Çiyayên Dilgeşiyê û şivan; Kendalê Xelet; Çiyayê Agahî;

Qonaxa nehan 47
Xeşîmî; Zivronek; Kêmbawero; Zimanhilo; Yê Şewqdar; Xwedênenas;
Cihê Bi Sihir; Xeşîmî

Qonaxa dehan 58
Tirsa Xwedê; Demdemî; Pirsa li ser şûndevegerînê; Çemê Mirinê;
Bajarê Ezmanî; Xeşîmî û Hêviya Pûç

Paşgotin 66
Qonaxa pêşî

Çaxê ez li deşta vê dinyayê rêve diçûm, ez hatim dereke ku şkefta 1 wê hebû. Ji bo razanê
min xwe li wê derê dirêj kir û min di xewa xwe de xewnek dît. Min dît, va ye, zilamekî hin
kincikên cilên perpitî wergirtine, kitêbek di destê wî de ye, pişta xwe daye mala xwe, barekî
mezin li ser pişta wî ye 2, li derekê rawestayî ye. Min li wî nêrî û min dît ku wî kitêba di destê
xwe de vekir û xwend. Çiqas dixwend digiriya û dilerizî û zêdetir nikaribû xwe bigire, bi
dengekî tehl kir hawar û gazî kir: «Ma ez çi bikim?»3
Bi vî halê xwe yê şeperze ew çû mala xwe, heta ji wî dihat ew dixebitî ku dilrehtiya xwe ji
jina xwe û ji zarokên xwe veşêre. Lê belê dilrehtiya wî ewqas zêde bû, êdî hew pê ve nikaribû
xwe bigire, halê xwe ji jina xwe û zarokên xwe re eşkere kir, got:
«Jina min a delal û zarokên dilê min! Ez di rewşeke şeperze de me, çimkî barekî giran li
ser pişta min disekine. Ji bilî vê, ji min re zelal hatiye xuyakirin ku ev bajarê me wê bi agirekî
ku ji ezmên bê, bişewite. Heta riyeke ku em bikarin ji vir xilas bibin peyda nebe (û hê ez
riyeke weha nabînim), ez û tu, ya jina min û hûn, ya zarokên min ên delal, em hemû, emê di
vî hukumê tirsehêz de helak bibin.»

Mirovên wî ji vî tiştî zehf heyirî man. Ne ji ber ku wan bi tiştên ku wî gotibûn bawer kirin,
lê belê wan digot: «Wî aqilê xwe winda kiriye.»
Ji ber ku şev nêzîk dibû, wan zû ew li ser cihê wî dirêj kirin, da ku raze, çimkî ew difikirîn
ku xew wê aqilê wî bîne serê wî. Lê belê şev jî wek rojê, ji wî re tije tehlî û kul û keder bû. Ji
dêla ku razabûya, wî tevahiya şevê bi nalînê û bi hêstirên çavan bihûrand. Sibehî çaxê jê
pirsîn: «Ma tu çawa yî?», wî ji wan re got: «Ez gelek xerabtir im» û careke din dest pê kir,
şîret li wan kirin. Lê belê wan qet guhê xwe neda wî û guman kirin, eger ew bi hişkî bi wî re
bidin û bistînin, ev dînîtiya wî wê ji wî dûr keve. Loma tinazên xwe bi wî kirin, carna erzê wî
şkênandin û carna jî qet ew girîng negirtin. Heçî ew bû, ew diket oda xwe, da ku ji bo wan
dua bike û li ser halê xwe yê şeperze bigirî. Carna ew bi serê xwe li çolan digeriya, carna ji
kitêbê dixwend û carna jî dua dikir. Çend rojan wî wextê xwe weha bihûrand.

Rojekê min dît ew careke din li gor adeta xwe li çolan digeriya, kitêba xwe dixwend û di
fikra xwe de gelek reht dibû. Çaxê dixwend ji nû ve got: «Ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»4
Wek ku direvî, min dît ku wî li vir û dera ha dinêrî. Ji ber ku wî nizanibû ku bi kîjan aliyî
ve here, li cihê xwe sekinî. Wî çaxî min dît ku zilamekî ku navê wî Mizgînvan bû, nêzîkî wî
bû û ji wî pirsî ku çima ew digirî. Wî lê vegerand: «Mîrzayê min, ez ji vê kitêba di destê xwe
de fêm dikim ku ez mecbûr im bimirim û piştre dîwana min wê bê kirin.5 Lê heçî ez im, ez
naxwazim bimirim û ne jî ez amade me ku herim pêşberî hukumdar.»6
Mizgînvan got: «Madem ku ev jiyana ha evqas bi felaketan tije ye, çima tu naxwazî
bimirî?»
Zilam got: «Ji ber ku ez ditirsim ev barê li ser pişta min wê min bixewirîne dojehê û ew der
ji gorê hê kûrtir e. Ya mîrzayê min, eger ez ne razî bim ku herim hebsê, ez bawer dikim ku ez
ne amade me ku ez herim pêşberî wî hukumdarê ku min bi cezayê daleqandinê hukum bike.
Erê, ev tiştên ku ez bi wan difikirim, min digirînin.»
Hingê Mizgînvan got: «Madem ku hal û rewşa te ev e, çima tu disekinî?»
Zilam jê re got: «Ji ber ku ez nizanim bi ku ve herim.»
Hingê Mizgînvan kaxezek da wî; di wê de nivîsî bû: «Ji ber xezeba ku tê birevin.»7
1
Mana vê şkeftê girtîgeha bajarê Bedfordê ye; nivîskar ji ber şahidiya xwe tê de girtî bû.
2
Îşaya 64:6; Zebûr 38:4
3
Karên Şandiyan 2:37; 16:30
4
Karên Şandiyan 16:30.31
5
Îbranî 9:27
6
Eyûb 10:21.22; Hezekiyêl 22:14
7
Metta 3:7

1
Zilam ew xwend, qenc li Mizgînvan nêrî û got: «Ez bi kîjan aliyî ve birevim?»
Mizgînvan bi tiliya xwe zeviyeke gelek pehn ji wî re îşaret kir û got: «Tu li wê derê wî deriyê
teng dibînî?»1
Zilam got: «Na, ez nabînim.»
Mizgînvan got: «Qenc e; gelo tu wê ronahiya ku li wir şewq dide dibînî?»2
Wî got: «Ez dibêjim qey ez dibînim.»
Mizgînvan got: «Wê ronahiyê her gav li ber çavên xwe bigire û rast here wir. Bi wî awayî
tê deriyê teng bibînî. Çaxê ku tu li dêrî bixî, tiştê ku lazim e tu bikî, wê ji te re bê gotin.»
Û di xewna xwe de min dît ku zilam ket rê. Lê belê ew hê gelek ji mala xwe dûr neketî,
jina wî û zarokên wî pê hesiyan, ketin pey wî û gazî wî kirin, da ku vegere. Lê heçî ew bû, wî
bi tiliyên xwe guhên xwe girtin û gazî kir: «Jiyan, jiyan, jiyana herheyî!»3 û reva xwe
domand, li pişt xwe nenêrî 4 û ber bi navenda deştê ve bezî.
Cîranên wî jî derketin derve, da reva wî bibînin.5 Çaxê ew direviya, hinan tinazên xwe li wî
dikirin, hinan gef lê dixwarin û hinan jî dengê xwe li pey wî hildidan, da ku ew bi şûn de
vegere. Du zilam ji nav wan ketin pey wî, biryar dan ku wî bi darê zorê vegerînin. Navê yek ji
wan herduyan Riko û navê yê din Sernerm bû. Lê zilam êdî hinekî ji wan dûr ketibû. Dîsa jî
ev herdu zilamên ku ketibûn pey wî, piştî demeke kurt gihîştin wî.
Zilam ji wan pirsî: «Çima hûn li pey min ketine, cîranên min?»
Wan got: «Em hatine, ku tu bi me re şûn de vegerî.»
Lê belê zilam got: «Qet îmkana vê tune. Hûn di bajarê Helakbûnê de rûdinin. Ez jî li wê
derê hatime dinyayê. Ez dibînim ku ew bajarek wusa ye, zû an dereng hûnê li wir bimirin û
bikevin wê dera ku ji gorê gelek kûrtir e, ew dera ku agir û kewkurt tê de dişewite. Ya cîranên
min ên delal, razî bibin û bi min re werin!»
Riko got: «Çi! Ma em dev ji dostên xwe û ji rihetiya jiyana xwe berdin?»
Bawermend – erê navê wî zilamî Bawermend bû – got: «Erê, çimkî ew hemû tiştên ku hûn
bihêlin, nabin hemberê demeke wê jiyana ku ez dixwazim bigihîjimê.6 Eger hûn bi min re bên
û heta dawiyê sebir bikin, ew tiştên ku ezê bigihîjimê, hûn jî hûnê bigihîjinê. Çimkî li wê dera
ku ezê herimê, her tişt bi zêdehî heye.7 Hadê werin û gotinên min biceribînin.»
Riko got: «De bila qenc e, lê ev tiştên ku tu dixwazî bibînî, çi tişt in? Çimkî te di ber wan
de dev ji hemû dinyayê berdaye.»
Bawermend got: «Ez li mîrasekê digerim ku narize, bêleke ye û naçilmise 8 û di ezmên de
bi ewledarî hatiye hilanîn.9 Yên ku bi sebir û bi xîret lê digerin, gava ku wextê wê bê, wê ji
wan re bê dayîn. Belkî hûn jî bixwazin, di vê kitêba min de li ser vê yekê bixwînin?»
Riko got: «Devê xwe bigire, êdî bes e! Dev ji kitêba xwe berde! Ma tê niha bi me re şûn de
bêyî, an tu nayî?»
Bawermend got: «Na, ez nikarim şûn de vegerim, çimkî min destê xwe daniye ser
destdûvkê halet.»10
Riko got: «Madem ku wusa ye, haydê cîranê Sernerm, em dev ji wî berdin û vegerin mala
xwe. Carna hin mirov hene ku weha aqilê xwe winda kirine, êdî ji rê varî bûne. Piştî ku ew
tiştekî bixin hişê xwe, ew xwe ji heft zilamên ku aqilê wan li serê wan e, aqilmendtir hesab
dikin.»

1
Metta 7:13.14
2
Zebûr 119:105; Petrûs II, 1:19
3
Lûqa 14:26
4
Destpêkirin 19:17
5
Yêremya 20:10
6
Korîntî II, 4:16-18
7
Lûqa 15:17
8
Petrûs I, 1:4
9
Îbranî 11:16
10
Lûqa 9:62

2
Sernerm got: «Wusa nebêje! Eger ev gotinên ku Bawermendê dilpak dibêje rast bin, ew
tiştên ku ew dikeve pey wan, ji yên me gelek çêtir in. Dilê min dixwaze bi cîranê min re
here.»
Riko got: «Va ye dînekî din! Guhê xwe bide min û şûn de vegere. Kî dizane ku ev zilamê
ha wê te li kîjan cihan bixirxirîne? Şûn de bizivire û fêmdar be!»
Bawermend got: «Qet wusa neke, cîranê Sernerm, tu bi min re were! Ji xeynî van tiştên ku
ez dibêjim hê çiqas tiştên din ên qenc hene ku emê bistînin! Eger tu ji min bawer nekî, wan di
vê kitêbê de bixwîne. Heçî rastiya ku tê de nivîsî ye, bi xwîna wî yê ku ew tişt gotine, hatiye
erêkirin.»1
Sernerm got: «Ox cîranê Riko, hema bêje ez biryara xwe didim. Nêta min ev e ku ez bi vî
zilamê qenc re herim û bi wî re şansa xwe biceribînim.»
Ew li Bawermend zivirî û got: «Hevalê min ê hêja, de bila qenc e; lê belê ma tu wê riya ku
diçe vî diyarê dilkêş dizanî?»
Bawermend got: «Zilamekî ku navê wî Mizgînvan e, ev deriyê teng ê di pêşiya me de
nîşanî min da û got: ‹Bi lez here wê derê!› Li wir wê li ser rê her tiştî ji me re bêjin.»
Sernerm got: «Haydê cîranê qenc, madem ku wusa ye, em herin.»
Bi vî awayî herdu ketin ser rê.
Lê Riko got: «Ezê vegerim cihê xwe. Ez nabim hevalê zilamên xeyalperest ên ku evqas
riya xwe şaş kirine!»

Di xewna xwe de min dît ku piştî Riko şûn de vegeriya, Bawermend û Sernerm ji wir ketin
riya xwe, çûn û bi hev re dipeyivîn.
Bawermend got: «Were, cîranê Sernerm, tu çawa yî? Ez gelek şa bûm ku tu razî bûyî bi
min re bêyî. Eger Riko jî wek min qudret û tirsehêziya wan tiştên ku niha nayên dîtin, ferq
bikira, wiyê ewqas zû pişta xwe nedabûya me.»
Sernerm got: «Were cîranê Bawermend, madem ku ji me herduyan pê ve tu kes bi me re
nayê, niha ji min re li ser wê dera ku em diçinê hê bêtir bêje; li wê derê çi û çi hene û emê
çawa bibin xwediyê wan û bi wan şa bibin?»
Bawermend got: «Ez wan tiştan wek ku ez bi dilê xwe fêm dikim, nikarim bînim zimên. Lê
madem ku tu dixwazî li ser wan tiştan hîn bibî, ezê ji te re ji kitêba xwe bixwînim.»
Sernerm got: «Tu bawer dikî ku ew gotinên di kitêba te de tam rast in?»
Bawermend got: «Erê, ez jê piştrast im, çimkî ew peyvên wî ne yê ku derewan nake.»2
Sernerm got: «Te qenc got, lê ev tiştên ha çi û çi ne?»
Bawermend got: «Padîşahî heye û emê heta hetayê tê de bijîn û wê jiyana herheyî bidin me
ku em her û her di vê Padîşahiyê de bijîn.»3
Sernerm got: «De bila qenc e, lê hê çi dî heye?»
Bawermend got: «Emê tacên rûmetê bistînin û wê cilên ku di ezmên de em bi wan wek
rojê şewq bidin, bidin me.»4
Sernerm got: «Ev çiqas xweş e, ma çi dî heye?»
Bawermend got: «Êdî li wê derê şîn û girîn, êş û elem wê nebin, çimkî Xwediyê wî cihî bi
xwe wê hemû hêstiran ji çavên me paqij bike.»5
Sernerm got: «Li wê derê emê bi kê û kê re bin?»
Bawermend got: «Li wê derê emê bi milyaketan re û bi Serafîm û Kerûbîman re bin. Çaxê
ku em li wan binêrin, çavên me wê ji wan bibiriqin.6 Ji bilî van, tê li wê derê bi hezaran, bi
deh hezaran bawermendan bibînî, ew ên ku ji beriya me hatine wî cihî. Ew qet naêşînin, lê ew
pîroz û tije hezkirin in. Her yek ji wan li ber çavê Xwedê rêve diçe û heta hetayê ji aliyê
1
Îbranî 9:17-21
2
Tîtos 1:2
3
Îşaya 65:17; Yûhenna 10:27-29
4
Tîmotêyos II, 4:8; Peyxama Yûhenna 22:5; Metta 13:43
5
Îşaya 25:8; Peyxama Yûhenna 7:16-17; 21:4
6
Îşaya 6:2; Selanîkî I, 4:16-17; Peyxama Yûhenna 5:11

3
Xwedê ve qebûlkirî li ber wî radiweste. Bi kurtî ez ji te re bêjim, li wê derê emê rihspiyên bi
tacên zêrîn 1 û keçên keçîn û kurên kurîn û çengên zêrîn 2 di destên wan de bibînin. Li wê derê
emê wan ên ku nemirinî wek xiftanekî wergirtine û bi eşq û şahî ne bibînin 3 – ew ên ku li
dinyayê hatin serjêkirin, bûn parçe parçe, di êgir de hatin şewitandin, hatin avêtin ber devê
dehbeyan, di deryayê de xeniqîn, çimkî wan hemûyan ji Xweyiyê wî cihî hez dikir 4; erê, emê
hemûyan bibînin.»
Sernerm got: «Bi tenê bihîstina van tiştan têrê dike ku dilê mirov geş bibe. Qenc e, lê ma
emê bikarin bigihîjin van tiştan? Bi çi awayî emê bikarin bibin xwediyê van tiştan?»
Bawermend got: «Xudanê hukumdarê wî cihî ev tiştên ha di vê kitêbê de dane nivîsandin.5
Eger bi rastî dilê me li ser hebe, ewê bi firehî hemû van tiştan bide me.»
Sernerm got: «Zehf qenc e, dostê min! Ez bi bihîstina van tiştan gelek dilgeş im. Haydê,
madem ku wusa ye, em gavên xwe sivik bikin!»
Bawermend got: «Wek ku lazim e, ez nikarim bilezînim, çimkî ev barê giran li ser pişta
min e.»

Hingê min di xewna xwe de dît ku ev gotinên xwe xilaskirin û nekirin, ew hatin nêzîkî
hezeke ku di navenda deştê de bû. Ji ber ku hay ji xwe nebûn, herdu jî ketin nav hezê. Navê
vê Heza Bêhêvîtiyê bû. Li vê derê bi halekî xerab di nav heriyê de mayî, pir xebitîn ku ji nav
derkevin. Bawermend ji ber barê li ser pişta xwe dest pê kir, di heriyê de xewirî.
Sernerm got: «Ax cîranê Bawermend, tu li ku derê yî?»
Bawermend got: «Bi rastî, ez jî nizanim.»
Sernerm bi vê yekê aciz bû û bi hevalê xwe re xeyidî û bi hêrs got: «Ew dilgeşî û
bextewariya ku te ji min re digot, ma ev e? Eger di destpêkê de em gihîştibin halekî evqas
giran, di dawiya riya me de ka çi wê bê serê me? Eger ez ji vê derê saxlem xilas bibim, tu tenê
bibe xwediyê diyarê qenc û spehî.»
Piştî ku wî ev tişt got, ew bi lebateke xurt carek dido xebitî, ji nav heriyê derket û di cih de
berê xwe da mala xwe, dûr ket û çû. Bawermend carek din ew nedît û bi tenê mabû di nav
Heza Bêhêvîtiyê de.
Lê her çiqas xebitî jî ku ji vê hezê derkeve û here aliyê deriyê teng, ji ber wî barê ku li ser
pişta wî bû, nikaribû bi ser keve.

Li ser vê yekê min di xewna xwe de dît ku zilamekî navê wî Alîker hat û ji Bawermend re
got: «Tu li wir çi dikî?»
Bawermend got: «Mîrzayê min, yek navê wî Mizgînvan, nîşanî min da ku ez di vê riyê re
herim vî deriyê teng, da ku ez ji xezeba ku tê, birevim. Lê çaxê ku ez diçûm wir, ez ketim nav
vê hezê.»
Alîker got: «Lê çima te bala xwe neda wan pêbazên ku tu gavên xwe bavêjî ser wan?»
Bawermend got: «Tirseke wusa mezin ez girtibûm, min dest pê kir ku ez di rêkurtkê re
birevim û ez ketim vê derê.»
Li ser vê yekê Alîker got: «Destê xwe bide min.»
Bawermend jî destê xwe dayê û Alîker ew ji nav hezê derxist 6, ew danî ser erdê saxlem û
jê re got: «Niha riya xwe bidomîne.»
Piştî wê yekê ez nêzîkî wî bûm ê ku Bawermend ji nav heriyê derxistibû û min jê pirsî:
«Mîrzayê min, madem ku rê ji bajarê Helakbûnê heta deriyê teng di vir re diçe, çima ev hez
nehatiye zuwakirin, da ku rêwiyên reben hê bêtir bi ewlehî bikarin bibihûrin?»

1
Peyxama Yûhenna 4:4
2
Peyxama Yûhenna 14:1-5
3
Korîntî II, 5:2
4
Yûhenna 12:25
5
Îşaya 55:1+2; Yûhenna 6:37; 7:37; Peyxama Yûhenna 21:6; 22:17
6
Zebûr 40:2

4
Wî weha bersîva min da û got: «Ev hez cihekî wusa ye, çênabe ku bê zuwakirin. Ew pîsîtî
û sifta ku ji fêmkirina gunehan çêdibin, hemû ji wir diherikin, diçin. Ji ber vê yekê ji vî cihî re
Heza Bêhêvîtiyê tê gotin. Çimkî çaxê ku gunehkar hal û rewşa xwe ya windabûyî û ji Xwedê
dûrketî fêm dike, di dilê wî de gelek tirsên kûr û şik û fikrên ku cesaretê dişkênin derdikevin.
Evên ha hemû digihîjin hev û li vê derê berhev dibin. Sedema xerabiya vî cihî ev e.
Bi rastî, Padîşah naxwaze ev cih di vî halê xerab de bimîne.1 Ev nêzîkî du hezar sal e
karkerên li ber destên pisporên wî dixebitin, da ku li vî cihî riyeke qenc çêkin. Li gor fikra
min, ji kêmahî ve bîst hezar barên erebeyan, yanî bi milyonan, şîretên saxlem ji her derê
Padîşahiyê anîn vir û vê derê ew daqurtandin. Li gor gotina pispor û zaneyan, ji bo çêkirina vî
cihî, ew şîret ji hemû tiştên din çêtir in. Lê mixabin Heza Bêhêvîtiyê hê wek berê ye.
Karkeran tiştê ku ji destê wan hat, kirin; lê dîsa jî wê weha bimîne. Ya rast, bi emrê Hukumdar
pêbazên qenc û saxlem di nav hezê de jî hatine bicihkirin. Lê belê çaxê ku hewa tê guhertin,
ev cih zehf zêde pîsîtiya xwe li nav holê direşîne; êdî pêbaz qenc nayên dîtin. Eger ew xuya
bibin jî, gelek caran mirov gêj dibin, lingên wan ditehisin û weha dikevin nav heriyê. Lê belê
piştî ku ew derbasî deriyê teng bibin, rê qenc e û saxlem e.»2

Hingê min di xewna xwe de dît ku di vê navê de Sernerm gihîşt mala xwe û cîranên wî
hatibûn serdana wî. Hinan ji wan got: «Tu şehreza yî» ji ber ku ew şûn de vegeriya.
Hinan got: «Ehmeq e, rabû xwe kir hevalê Bawermend û çû jiyana xwe xist talûkê.»
Hinekan ji wan jî got: «Eger me wek te dest bi vê rêwîtiyê kiribûya, meyê ji ber çend
tengahiyên biçûk dev jê bernedabûya.» Û tinazên xwe bi wî kirin û gotin ku ew yekî tirsonek
e.
Sernerm fihêt kir û bêdeng di nav wan de rûnişt. Lê belê piştî demekê wî ziravê xwe qayîm
kir û gotegota wan sekinand. Hingê hemûyan dest pê kir li pey Bawermendê reben paşgotinî
kirin. Heçî Sernerm e, serhatiya wî heta bi vir kişand.

Çaxê Bawermend bi serê xwe riya xwe domand, dît ku yek ji dûr ve di nav zeviyan re tê;
ew ji wî aliyê ku wê riya wî bibiriya ve hat. Wusa çêbû ku li ser rê, rû bi rû rastî hev hatin.
Navê wî zilamê ku ji dûr ve hatibû, Beg Zanayê Dinyayê bû. Ew ji bajarê Zanebûna
Mirovan dihat. Ew bajarekî mezin û nêzîkî wî welatî bû ku Bawermend dev jê berdabû. Ew
zilamê ku rastî Bawermend hat, piçekê li ser wî dizanî. Çimkî ew gotegota ku Bawermend ji
bajarê Helakbûnê reviyabû, ne tenê li bajarê wî, lê li der û dorê jî belav bûbû. Ji ber ku wî
rêveçûna Bawermend a tije zorî û zehmet dît û ji ber ku bi nalîn û girîn û rehtbûniya wî
hesiya, vî Zanayê Dinyayê weha dest bi axaftinê kir: «Ya dostê min ê delal! Tu çawa yî? Ma
bi vî barê xwe yê giran ve, tu bi ku ve diçî?»
Bawermend got: «Erê, ez bi bar im! Bi rastî, di nav hemû mirovan de tu kes wek min bi
bar tune. Tu dipirsî ku ez bi ku ve diçim? Mîrzayê min ê birêz, ez diçim vî deriyê teng ê ku di
pêşiya min de ye. Çimkî ji min re gotin ku li wê derê wê riyekê nîşanî min bidin ku ez
bikarim ji barê xwe yê giran xilas bibim.»
Zanayê Dinyayê got: «Jina te û zarokên te hene?»
Bawermend got: «Erê, hene, lê belê barê min ewqas giran e, êdî wek berê kêfa min ji wan
re nayê, wek ku ew ji min re tunin.»3
Zanayê Dinyayê got: «Eger ez şîretan li te bikim, tê guhê xwe bidî min?»
Bawermend got: «Qenc bin, ezê guhê xwe bidimê. Çimkî şîretên qenc ji min re gelek lazim
in.»
Zanayê Dinyayê got: «Madem ku wusa ye şîreta min ji bo te ev e: Barê xwe di cih de ji ser
pişta xwe bavêje! Çimkî heta tu wî neavêjî, fikrên te rihet nabin û tu nikarî xweşbûnî û feyda
wan bereketên ku Xwedê rijandine ser te, bistînî.»

1
Îşaya 35:3-4
2
Samûêl I, 12:23
3
Korîntî I, 7:29

5
Bawermend got: «Ji xwe tiştê ku ez lê digerim jî ev e. Ez dixwazim ji vî barê giran xilas
bibim! Lê ez çawa bikim? Ji bo vê yekê hêz û derfeta min tune. Û di hemû welêt de jî zilamek
tune ku bikare vî barî ji ser milê min rake, bavêje. Loma, wek min ji te re got, ji bo ku ez ji vî
barê xwe rizgar bibim, ez bi vê riyê ve diçim.»
Zanayê Dinyayê got: «Kê ev rê nîşanî te da, da ku tu ji barê xwe xilas bibî?»
Bawermend got: «Zilamekî gelek hêja û birêz; li gor ku tê bira min, navê wî Mizgînvan bû.
Wî ev rê nîşanî min da.»
Zanayê Dinyayê got: «Ji bo vê şîreta ku li te kiriye, nifir li wî be! Di dinyayê de riyeke din
tune ku ji vê riya ku bi te daye fêmkirin bi zehmet û talûkeyan be! Eger tu guhê xwe bidî
şîreta wî, tê bibînî ku ev tişt weha ye. Ez qenc dibînim ku ji xwe tu ketiyî hin tengahiyan,
çimkî ev qirêja heriya Heza Bêhêvîtiyê li ser te ye. Heçî ew herî ye, ji bo wan ên ku vê riyê
bidomînin, ew tenê destpêka wan derdan e ku wê bên serê wan! Binêre, guhê xwe bide min,
ez bi emir ve ji te meztir im. Vê bizane: Li ser vê riya ku tu pê ve diçî, tê rastî tengahî, elem,
birçîbûnî, talûke, tazîbûnî, şûr, şêran, ejderan, taristaniyê, mirinê û hê gelek xerabiyên din jî
bêyî! Bi kurtî, ev tiştên ha bi gelek delîl û şahidiyan hatine kifşkirin û bêguman rast in. Çima
mirov guhê xwe bide yekî xerîb û bi neguhdarî xwe bavêje van talûkeyan?»
Bawermend got: «Ev çi gotin e, Mîrzayê min! Ev barê li ser pişta min ji hemû van tiştên ku
te behsa wan kirin, tirsehêztir e! Eger ez bikarim ji barê xwe xilas bibim, li ser vê riyê çi bê
serê min, qet ne xema min e.»
Zanayê Dinyayê got: «Di destpêkê de ev barê ha çawa ket ser pişta te?»
Bawermend got: «Bi xwendina vê kitêba ku di destê min de ye.»
Zanayê Dinyayê got: «Ji xwe ez jî weha fikirîm. Eynî ev tiştên ha yên ku hatin serê
mirovên din, niha hatin serê te jî. Ew mirovên zeîf dikevin pey wan tiştên ku ji wan meztir in
û dikevin halê te yê xerab. Ev harîtiya ku hatiye serê te jî, ne tenê aqilê mirov ji rê dibe, lê
wusa li wî dike, bêyî ku ew bizane wê çi bi dest xwe bixe, ew xwe davêje talûkeyên tirsehêz.»
Bawermend got: «Ez qenc dizanim ez dixwazim bigihîjim çi. Ez dixwazim ji vî barê xwe
yê giran rizgar bibim.»
Zanayê Dinyayê got: «Madem tu dizanî ku ev rê evqas talûke ye, çima tu bi vî awayî li
xilasiyê digerî? Eger sebra te hebe ku tu guhê xwe bidî min, ez dikarim rê nîşanî te bidim û tê
bigihîjî van tiştên ku tu dixwazî. Qet ne lazim e tu bikevî nav yek ji wan talûkeyên ku wê di
vê riyê de bên serê te. Erê, çare heye! Ji vê pê ve ez vê jî ser ve zêde dikim ku ji dêla wan
talûkeyan ve tê rastî gelek ewlebûnî, dostanî û diltêrbûniyê beyî.»
Bawermend got: «Ez lavan ji te dikim, Mîrzayê min, vê sirê ji min re bêje.»
Zanayê Dinyayê got: «Ne hewceyê teklîfan e! Ma tu wî bajarokê li dera ha dibînî? Navê
bajarok Exlaq e. Li wir yek heye navê wî Begê Şerîetperest e. Gelek bi aqil e û navdar e. Ew
hosta ye û gelek jêhatî ye, ew dikare mirovan ji barên wan xilas bike. Erê, li gor zanîna min di
vê yekê de alîkariya gelekan kiriye.
Ya din jî ev e, ew dikare wanên ku ji ber giraniya barên xwe aqilê xwe winda kirine jî qenc
bike. Wek ku min ji te re got, divê tu herî ba wî û ewê zû alîkariya te bike. Heta mala wî,
kîlometrek û nîv jî tune. Eger ew bi xwe ne li mal be, kurekî wî heye, navê wî Nezaket e; ew
xort e û wek bavê xwe wê di vê dabaşê de alîkariya te bike. Ez dibêjim ku li wê derê tê ji vî
barî xilas bibî. Eger tu nexwazî vegerî bajarê xwe, hingê ji jina xwe û zarokên xwe re xeberê
bişîne ku bên vî gundî. Li gund gelek xaniyên vala hene û tu dikarî yek ji wan, erzan bikirî.
Hem jî li wê derê xwarin û vexwarin qenc û erzan e. Li wê derê tiştê ku hê bêtir wê jiyana te
rihet bike ev e ku tu dikarî bizanî ku tê di nav cîranên rast û durust de û di halekî qenc de bijî
û her kes wê siyaneta te bigire.»
Li ser vê yekê Bawermend hinekî fikirî, lê piştre ji xwe re got: «Eger tiştên ku vî mîrzayî
gotin rast bin, ya herî qenc ev e ku ez şîretên wî qebûl bikim.» Loma wî pirs kir, got:
«Mîrzayê min, ez di kîjan riyê re herim mala vî zilamê birêz û hêja?»
Zanayê Dinyayê got: «Tu wî girê ha yê bilind dibînî?»
Bawermend got: «Erê, ez gelek qenc dibînim.»

6
Zanayê Dinyayê got: «Lazim e tu di binê wî girî re herî û ew xaniyê pêşî ku tu bigihîjiyê,
yê wî ye.»

Bi vî awayî Bawermend ji riya xwe derket û berê xwe da mala Mîrzayê Şerîetperest, da ku
ji wî alîkariyê bixwaze. Lê belê çaxê gihîşt nêzîkahiya gir, gir ewqas gelek bilind bû û latên li
aliyê rê ewqas ervaz û asê xuya bûn, Bawermend got: «Niha gir wê hilweşe ser serê min!»
Ji ber vê yekê xwe da paş û newêrî ku pêşvetir here. Ew heyirî ma, nizanibû çi bike û li wê
derê sekinî. Çiqas dihat, barê wî girantir dibû, ne wek berê bû.
Ji gir pêta êgir jî derdiket 1 û Bawermend tirsiya ku ewê bişewite. Li dera ku lê bû xwih da
û ji tirsa lerizî.2 Êdî ew poşman bû ku guhê xwe dabû şîreta Zanayê Dinyayê û di vê kêlîkekê
de dît ku Mizgînvan tê pêşiya wî. Ew dît û nedît rûyê wî ji fihêtiya wî sor bû. Hin bi hin
Mizgînvan nêzîkî wî dibû. Çaxê gihîşt ba wî, bi rûyekî hişk û neban li wî nêrî, weha pirsî û
got: «Tu li vir çi dikî, Bawermend?»
Bawermend nizanibû çi bersîvê bide wî, ew bêdeng li ber wî sekinî. Hingê Mizgînvan
berdewam kir, got: «Ma ew zilamê ku min li derveyî sûra bajarê Helakbûnê dît ku digiriya, ne
tu yî?»
Bawermend got: «Belê, Mîrzayê min, bi rastî ez ew im.»
Mizgînvan got: «Ma min ew riya ku diçe deriyê teng nîşanî te neda?»
Bawermend got: «Belê, Mîrzayê min, te ew rê nîşanî min da.»
Mizgînvan got: «Madem ku wusa ye çawa çêbû ku evqas zû tu ji rê derketiyî? Çimkî niha
tu ne li ser rê yî.»
Bawermend got: «Ez ji Heza Bêhêvîtiyê derketim derneketim, ez rastî mîrzayekî hatim. Wî
ez xapandim, got: ‹Di vî bajarokê pêşberî te de, tê zilamekî bibînî ku barê te ji ser pişta te
rake!›»
Mizgînvan got: «Kî bû ew?»
Bawermend got: «Mîna mîrzayekî birêz bû; ew bi min re gelek peyivî û di dawiyê de min
guh da gotinên wî. Loma ez gihîştime vir. Lê belê çaxê min dît ku latên gir bi awayekî
tirsehêz di ser rê re ne, ez di cihê xwe de sekinîm, da ku bi ser min de nekevin.»
Mizgînvan got: «Wî mîrzayî çi û çi ji te re got?»
Bawermend got: «Çi got? Pirsî got: ‹Tu bi ku ve diçî?› Min jî jê re got.»
Mizgînvan got: «Piştî vê yekê çi got?»
Bawermend got: «Pirsî got: ‹Jina te û zarokên te hene?› Min jî got: ‹Hene.› Lê belê min
got: ‹Ev barê ku li ser pişta min e ji min re ewqas giran tê ku êdî wek berê kêfa min ji jina min
û zarokên min re nayê.›»
Mizgînvan got: «Piştî hingê wî çi got?»
Bawermend got: «Ji min re got: ‹Ma tu dixwazî vê gavê ji barê xwe xilas bibî?› Min got:
‹Tiştê ez lê digerim ev e ku ez ji vî barî xilas bibim.› Û min pê da zanîn, min got: ‹Ji ber vê
yekê jî ez diçim wî deriyê teng, da şîret li min bên kirin ka ez çawa ji bar xilas bibim.› Li ser
vê yekê, got: ‹Ezê riyeke hê çêtir û rêkurtik nîşanî te bidim.› Hem jî li ser vê riya ku we nîşanî
min daye peyivî û got: ‹Riyeke wek vê riyê zehmet û tije tengahî tune.› Hingê got: ‹Ev riya ha
ya ku ez nîşanî te bidim wê te bibe mala mîrzayekî wusa jêhatî ku barên weha ji ser pişta
xelkê radike.› Min ji wî bawer kir û bi wê hêviya ku ez zûtir ji barê xwe xilas bibim, ez ji wê
riya ku te şîret li min kiribû derketim û ez ketim ser vê riyê. Lê belê dema ez hatim vir û çaxê
min ev tiştên ha qenc dîtin, ez ji wan talûkeyên ku bên serê min tirsiyam û ez di cihê xwe de
mam. Û niha ez nizanim ku êdî ez çi bikim.»
Hingê Mizgînvan got: «Piçekê bisekine û rihet bibe, da ku ez peyva Xwedê ji te re bêjim.»
Bawermend lerizî û di cihê xwe de sekinî û Mizgînvan dest bi xwendinê kir. «Hay ji xwe
hebin û yê ku dibêje red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin,
xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin
1
Derketin 19:16.18
2
Îbranî 12:21

7
xilas bibin.»1 Û berdewam kir, got: «Yê min ê rast wê bi baweriyê bijî. Lê eger ew xwe bi şûn
ve bikişîne, canê min ji wî razî nabe.»2
Wî ev gotin bi vî awayî ji Bawermend re şîrove kirin: «Ew zilamê ku ketiye vê
şeperzeyiyê, tu yî. Te dest pê kiriye tu şîreta Yê Herî Bilind red dikî û te lingên xwe ji riya
silametê kişandine, te jiyana xwe xistiye talûkeyeke weha, hindik maye tê helak bibî.»
Li ser vê yekê Bawermend wek mirî ket ber lingên Mizgînvan, kir hawar û got: «Wey li
serê, min, ez helak bûm.»
Li ber vî halê dilşewat Mizgînvan destê wî yê rastê girt, ew rakir û ev tiştên ha xwendin:
«Her çêr û guneh wê li mirovan bê bihûrtin»3 û: «Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»4
Hingê Bawermend piçekê ser xwe ve hat, careke din bi lerizîn li ber Mizgînvan rabû ser
lingên xwe. Mizgînvan berdewam kir û got: «Tiştê ku ezê niha ji te re bêjim, hê bêtir ji dil
guhê xwe bidê. Ezê niha nîşanî te bidim ewê ku tu xapandî kî bû û wê tu bişandayî ba kê.
Navê wî yê ku rastî te hat, Zanayê Dinyayê ye. Heqê wî ye ku ew nav li wî kirin, çimkî kêfa
wî tenê ji hînkirina hîndariyên vê dinyayê re tê.5 Ji ber vê yekê ew her gav diçe dêra bajarokê
Exlaqê. Ew ji wan hîndariyên vê dinyayê pir hez dike, ji ber ku ew hem naxwaze li ser xaça
Mesîh bifikire û hem jî naxwaze xaçê hilgire. Ew li gor xwestekên nefs û bedena xwe diçe û
dixebite ku mirovan ji riyên min ên rast derxe. Heçî şîretên vî zilamî ne, sê tişt hene divê tu
tam temam wan red bikî:
1. Divê tu şîreta wî red bikî, ji ber ku wî tu ji riya rast derxistî
2. Divê tu şîreta wî red bikî, ji ber ku wî xaç di çavê te de reş kir
3. Divê tu şîreta wî red bikî, ji ber ku wî lingên te tehisandin, xistin wê riya ku dibe
xizmeta mirinê.
Ya yekê, divê tu şîreta wî red bikî, ji ber ku ne tenê wî tu ji riya rast derxistî, lê tu jî pê razî
bûyî; te şîreta Zanayê Dinyayê qebûl kir û şîreta Xwedê red kir.
Xudan weha got: ‹Li ber xwe bidin ku hûn di deriyê teng re derbas bibin.›6 Deriyê ku min
nîşanî te daye, ew e. ‹Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik
in.›7
Vî zilamê xerab tu ji vî deriyî û ji riya ku diçe vî deriyî zivirandî; hindik mabû ku wê
bibûya sedema helakbûna te. Ji ber vê yekê ji vê zivirîna xwe nefret bike û poşman bibe ku te
guh da gotinên wî û tobe bike.
Ya diduyan, ew xebitî ku xaçê di çavê te de reş bike. Lazim e tu ji vê yekê jî nefret bikî.
‹Şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke meztir› hesab bike!8
Hem jî Padîşahê Rûmetê got: ‹Kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike.›9
Û ‹eger yek bê ba min û ji dê û bavê xwe, ji jin û zarok, xwişk û birayên xwe, erê, heta ji
jiyana xwe bi xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min.›10
Lê Zanayê Dinyayê ji te re got: ‹Ew riya ku li gor rastiyê, te bibe jiyana herheyî, wê te bibe
helakbûnê.› Ji ber vê yekê ez ji te re dibêjim divê tu ji hînkirina wî zilamî nefret bikî.
Ya sisiyan, wî berê lingên te dan wê riya ku dibe mirinê; lazim e tu ji vê yekê jî nefret bikî!
Bifikire ku wî tu rêkirî ba kê û ew zilamê ku tu diçûyî ba wî, ji bo ku te ji barê te xilas bike,

1
Îbranî 12:25
2
Îbranî 10:38
3
Metta 12:31
4
Yûhenna 20:27
5
Yûhenna I, 4:5
6
Lûqa 13:24
7
Metta 7:14
8
Îbranî 11:26
9
Metta 16:25
10
Lûqa 14:26; Marqos 8:38; Yûhenna 12:25; Metta 10:39

8
çiqas bê çare ye. Ji bo ku tu bêyî rizgarkirin, wî tu şandiyî ba Şerîetperest; ew kurê cêriyekê
ye û ew bi kurên xwe ve hê koletiyê dikin.1
Eger ew bi xwe bi kurên xwe ve di xulamtiyê de be, çawa tê li hêviya wan bisekinî ku tu ji
aliyê wan ve bêyî xilaskirin? Ji ber vê yekê evê Şerîetperest qet nikare te ji barê te rizgar bike.
Heta niha hê tu kes bi destê wî ji barê xwe xilas nebûye û wê tu caran jî xilas nebe! Bi karên
Şerîetê tu nikarî rast bêyî hesabkirin, çimkî bi karên Şerîetê tu mirov nikare ji barê xwe xilas
bibe. Ji bo vê yekê Zanayê Dinyayê dijminê rastiyê ye û Şerîetperest xapînek e. Heçî kurê
Şerîetperest Nezaket e, li rûyê wî yê beşaş nenêre, ew yekî durû ye û tu caran nikare alîkariya
te bike. Ji min bawer bike, nêta wan mirovên derewîn û pozbilind tenê ev e ku te ji wê riya ku
min berê te dayiyê derxin, da ku tu xilas nebî. Her peyva wan hîle an jî gêrûfenek e.»

Piştî van gotinan Mizgînvan dengê xwe bilind kir da ku ezman bibe şahidê wî. Di cih de ji
çiyê deng û agir derket. Bawermendê reben ewqas tirsiya ku pirça wî bû wek sîxan. Wî dengî
weha got: «Hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku
weha hatiye nivîsîn: ‹Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne de, nesekine
û neke, di bin nifirê de ye.›»2
Êdî Bawermend guman dikir ku niha wê bimire, kir qîrîn û dest pê kir, nifir li wê dema ku
bi Zanayê Dinyayê re bû, dikir û dest bi şîn û girînê kir. Hem jî gelek fihêt bû, difikirî digot:
«Yaho, çawa gotinên wî zilamî yên li gor fikrên vê dinyayê ewqas li min bandûr kirin, heta bi
vê yeka ku ez ji riya rast derketim?»
Piştî demekê careke din li Mizgînvan vegerand û got: «Ya Mîrzayê min, ma ji bo min hê
hêvî heye? Destûr heye ku ez niha vegerim û herim wî deriyê teng? An ji ber vî xetayê xwe
ezê bêm redkirin? Ez gelek poşman im ku min baweriya xwe bi şîretên wî zilamî anî. Ma
çêdibe ku gunehê min bê afûkirin?»
Mizgînvan got: «Gunehê te gelek mezin e. Çimkî te hem dev ji riya rast berda, hem jî tu di
riyên qedexe de rêve çûyî. Dîsa jî ew zilamê di dêrî de wê te qebûl bike, çimkî daxwaza wî
ew e ku qenciyê li mirovan bike. Lê belê hay ji xwe hebe ku tu careke din ji rê dernekevî, ‹da
ku hûn di rê de helak nebin, çimkî hêrsa wî di kêlîkekê de radibe.›»3

Qonaxa diduyan

Hingê Bawermend bi şûn de vegeriya. Mizgînvan jî ew ramûsand û bereketên Xwedê ji wî


re xwestin. Bawermend bi kelegermî ket ser riya xwe, êdî ne silav da wanên ku rastî wî
dihatin û ne jî bersîv da wanên ku tişt ji wî dipirsîn. Heta gihîşt wî cihê ku guh dabû şîreta
Zanayê Dinyayê, wî qet bi tu awayî nikaribû ewlehiya xwe li tu tiştî bîne. Piştî wextekî
Bawermend gihîşt ber deriyê teng. Li ser dêrî weha nivîsîbû: «Li dêrî bixin, ewê ji we re
vebe.»4
Bawermend carek dido li dêrî xist û Qencîxwaz, mirovekî birêz û sergiran, hat ber dêrî û ji
wî pirsî ku ew kî ye, ji ku ve tê û çi dixwaze?
Bawermend got: «Ez zilamekî reben im, di bin barê guneh de me. Ez ji bajarê Helakbûnê
têm û ez diçim Bajarê Ezmanî, da ku ez ji xezeba ku tê, xilas bibim. Ez hîn bûm, ew riya ku
diçe wê derê, di vî deriyê teng re dibihûre. Ji ber vê yekê, ya Mîrzayê min, ez ji te hêvî dikim,
destûra min bide ku ez bibihûrim.»
Qencîxwaz got: «Ez ji hemû dilê xwe destûra te didim.»
Wî derî ji Bawermend re vekir, ew girt, di cih de kişand hundir û jê re got:

1
Galatî 4:21-27
2
Galatî 3:10
3
Zebûr 2:12
4
Metta 7:7

9
«Ji vir piçekê wêvetir kelheke xurt heye. Serdarê wê Belzebûl e. Ji wir, ew bi xwe û yên ku
bi wî re ne, tîran davêjin wan ên ku tên vî deriyî. Ew dibêjin: ‹Belkî beriya ku ew bikevin
hundir, em bikarin wan bikujin.›»
Çaxê Bawermend ket hundir, Qencîxwaz ji wî pirsî ku kê rê nîşanî wî da ku bê vê derê.
Bawermend got: «Mizgînvan ji min re got ku divê ez bêm vê derê û ji min re got, tiştê ku
divê ez bikim, tê ji min re bêjî.»
Qencîxwaz got: «Deriyekî vekirî li ber te heye, ku tu kes nikare wî bigire.»
Bawermend got: «Va ye, niha ez berdêla wan talûkeyên ku ez tê re bihûrtime, distînim.»
Qencîxwaz got: «Çawa çêbû ku tenê tu hatî?»
Bawermend jê re got: «Ji ber ku wek ez wê xezeba ku wê bê dibînim, ji cîranên min tu kesî
nikaribû wusa bibîne.»
Qencîxwaz got: «Ma wan nizanibû ku tê herî?»
Bawermend got: «Belê, wan dizanibû; pêşî jina min û zarokên min dîtin ku ez reviyam û li
pey min gazî kirin, da ku ez vegerim. Hin ji cîranên min jî li pey min kirin qîr û bang kirin, da
ku ez şûn de vegerim. Lê belê min guhên xwe girtin û min riya xwe domand. Hingê Riko û
Sernerm ketin pey min. Lê çaxê dîtin ku nikarin bi serê min bixin, Riko çêr kirin û şûn de
vegeriya, lê Sernerm bi min re hinekî hat.»
Qencîxwaz got: «Çima ew heta bi vir nehat?»
Bawermend got: «Heta ba Heza Bêhêvîtiyê em tevde hatin. Li wê derê em herdu jî bi
carekê ketin hezê. Hingê cesareta Sernerm şkest û tirs ket dilê wî. Wî berê xwe zivirand, riya
mala xwe girt û ji min re got: ‹Wî welatê şêrîn tu bi serê xwe bi dest xwe bixe!› Bi vî awayî
ew ket pey Riko û ez jî gihîştime vî deriyê ha.»
Qencîxwaz got: «Ew çi zilamekî reben e! Wî çiqas hindik qîmet dida rûmeta ezmanî, heta
ku wî ji xwe re got: Ji bo ku ez bigihîjim ezmên, ne hêja ye ku ez bikevim çend tengahiyan.»
Bawermend got: «Erê, rast e. Lê eger ez li ser xwe jî tevahiya rastiyê bêjim, kifş dibe ku di
navbera me herduyan de qet ferq tune. Bi rastî, ew vegeriya mala xwe, lê ez jî ji riya xwe
xalifîm, ketim riya mirinê; Zanayê Dinyayê ez bi şîretên xwe yên dinyayî xapandim.»
Qencîxwaz got: «Ah! Ew rastî te hat? Bêguman wî tu şandî ba Şerîetperest, da ku tu ji barê
xwe rihet bibî. Ew herdu jî gelek xapînok in. Ma te guh da şîreta wî?»
Bawermend got: «Erê, ez çûm, ku li Şerîetperest bigerim heta ez fikirîm ku ew girê asê wê
bi ser min de bikeve. Loma ez mecbûr bûm ku bisekinim û dev jê berdim.»
Qencîxwaz got: «Erê, ew çiya bûye sedema mirina gelekan … Qenc e ku hê tu ji aliyê wî
çiyayî ve nehatî parçekirin, tu xilas bûyî.»
Bawermend got: «Ez li wê derê di nav gelek xem û mitalan de bûm. Eger Mizgînvan
nehatibûya pêşiya min, kî dizane ku li wê derê wê çi bi min bihata! Lê belê ji rehm û kerema
Xwedê bû, wî ez dîtim. Nexwe, ez qet nedihatim vê derê. Çimkî heqê min ew bû ku ez di binê
wî çiyayî de mabûma û bimiram. Ax, ev ji bo min çi keremeke mezin e ku dîsa jî te destûra
min daye ku ez di vir re bikevim hundir!»
Qencîxwaz got: «Ew ên ku tên, berê wan çiqas neqencî kiribe jî, dema ew tên vir, em ji yek
ji wan tiştekî naxwazin. Ew qet nayên avêtin derve.1 Ji lewre piçekê bi min re were. Ez li ser
wê riya ku divê tu tê re herî, hînî te bikim:
Binêre pêşiya xwe, tu vê riya teng dibînî? Riya ku tê pê ve biçî, ev e. Ev rê ji aliyê bav û
kalên pîroz û ji aliyê pêxemberan ve û ji aliyê Mesîh û Şandiyên wî ve hatiye amade kirin. Û
wek ku bi xetkêşê (yanî bi cedwelê) hatiye xîzikandin, wusa rast e. Riya ku tê pê ve biçî, ev
e.»
Bawermend got: «Ma tu derên wê yên xwarûvîç û zivirînek tunin ku yekî xerîb bikare riya
xwe şaş bike?»
Qencîxwaz got: «Gelek riyên din hene ku derdikevin ser vê riyê, ew xwehr in û fireh in. Lê
belê riya rast tenê rast û teng e 2; bi vê yekê tu dikarî ya rast ji ya xelet ferq bikî.»
1
Yûhenna 6:37
2
Metta 7:14

10
Piştî vê yekê min di xewna xwe de dît ku Bawermend ji Qencîxwaz pirsî, ji bo ku ew ji
barê xwe xilas bibe, ma ew dikare alîkariya wî bike, an na. Çimkî ew hê ji wî barê xwe xilas
nebûbû û bê alîkarî qet bi tu awayî nikaribû jê azad bibe.
Qencîxwaz weha bersîv da: «Heçî barê te ye, bi hilgirtina wî razî bibe heta tu bigihîjî cihê
xilasiyê. Çimkî li wê derê ji ber xwe ewê ji ser pişta te bikeve.»
Hingê Bawermend xwe amade kir, pişta xwe girêda ku riya xwe bidomîne.
Qencîxwaz got: «Demê tu piçekê ji vî deriyî wêvetir herî, tê bigihîjî mala Şîrovekar. Li
deriyê wî bixe. Ewê gelek tiştên qenc nîşanî te bide.»
Bi vî awayî Bawermend xatir ji dostê xwe xwest. Dostê wî jî ew pîroz kir û ew rêkir.
Bawermend riya xwe domand heta gihîşt mala Şîrovekar. Çaxê gihîşt, çend caran li dêrî xist.
Di dawiyê de yek hat ber dêrî, pirsî û got: «Ew kî ye?»
Bawermend got: «Mîrzayê min, ez yekî rêwî me. Yekî ji nasên xwediyê vê malê yê qenc, ji
min re got ku ez bêm vê derê. Ji bo vê yekê ez dixwazim bi xwediyê malê re bipeyivim.»
Dergehvan çû, gazî xwediyê malê kir. Piştî kêlîkekê ew hat, ji Bawermend pirsî ku ew çi
dixwaze.
Bawermend got: «Mîrzayê min, ez ji bajarê Helakbûnê têm û ez diçim Bajarê Ezmanî. Ew
zilamê ku di deriyê di serê vê riyê de disekine, ji min re gotibû ku çaxê ez bêm vê derê, tê
tiştên gelek qenc nîşanî min bidî; ji bo rê feyda wan wê li min bibe.»
Hingê Şîrovekar got: «Kerem bike, were hundir, ezê tiştên bi feyde nîşanî te bidim.»
Wî emir li xulamê xwe kir ku çirayê pêxe û piştre ji Bawermend re got: «Li pey min
were.»
Wî Bawermend bir odeyeke taybetî û emir li xulamê xwe kir ku deriyekî veke. Çaxê derî
vebû, Bawermend sûretê yekî zehf sergiran bi dîwêr ve daleqandî dît. Çavên wî şexsî li ezmên
dinêrîn. Di destê wî de jî Kitêba Pîroz hebû. Li ser lêvên wî Şerîeta Rastiyê nivîsî bû û wî
pişta xwe dabû dinyayê. Ew wusa sekinîbû te digot, qey lavan ji mirovan dike; li ser serê wî
taceke zêrîn hebû.
Bawermend got: «Mana vî sûretî çi ye?»
Şîrovekar got: «Ev kesê ku tu di sûret de dibînî, ji hezaran yek wek wî peyda nabe. Ew
dibe bavê zarokên ruhanî û wan diwelidîne 1 û dikare wan xweyî bike. Ev yeka ku çavên wî li
ezmên dinêrin, Kitêba Pîroz di destê wî de ye û Şerîeta Rastiyê li ser lêvên wî hatiye nivîsîn,
nîşan dide ku ew ne tenê tiştên tarî dizane, lê dikare wan ji gunehkaran re şîrove jî bike.
Loma, wek ku tu dibînî, ew wusa sekiniye, wek ku lavan ji mirovan dike. Wî dinya avêtiye
pişt xwe û taceke zêrîn li ser serê wî ye; ew kifş dike ku wî ji bo eşqa xizmeta Mîrzayê xwe,
tiştên niha, yanî tiştên vê dinyayê kêm dibîne û li xwe ewle ye ku di dinya din de, rûmet û
serfirazî wê xelata wî be.
Min pêşî ev sûret nîşanî te da, çimkî Xudanê wî cihê ku tu diçiyê, tenê ji vî re desthilatî
daye ku ew di hemû tengahiyên ku tu di rê de rastî wan bêyî de, ji te re bibe rênas. Ji bo vê
yekê qenc guh bide van tiştên ku min nîşanî te kirin; nebe ku tu di rêwîtiya xwe de rastî
hinekên weha bêyî, wusa çêkin wek ku te bi riya rast ve dibin; heçî ew in, riya wan diçe xwar
û diçe mirinê.»
Piştî wê yekê Şîrovekar destê Bawermend girt û ew bir odeyeke gelek mezin; ji ber ku ew
qet nehatibû maliştin, mabû di nav tozê de. Piştî ku wan demekê qenc li wî cihî nêrî,
Şîrovekar gazî xizmetkarekî kir, da ku odeyê bimale. Çaxê zilam ode malişt, ewqas toz rabû,
hindik ma ku Bawermend wê bifetisiya. Hingê Şîrovekar ji keçikekê re got: «Avê bîne û li
ode bireşîne!»
Piştî keçikê av lê reşand êdî ode xweş hat maliştin û paqij bû.
Bawermend got: «Mana vê çi ye?»
Şîrovekar got: «Ev ode, dilê zilamekî ye ku bi kerema Încîlê ya xweş nehatiye pîrozkirin.
Toz, gunehê mirov e, xerabiya di dilê wan de ye; ew ji Adem tê û tevahiya mirov dilewitîne.
1
Yûhenna 1:12-13

11
Yê ku pêşî dest bi maliştinê kir, Şerîet e. Lê belê ew keçika ku av anî, lê reşandî, Încîl e. Wek
ku te dît, çaxê yê pêşî dest bi maliştinê kir û nekir, tozê her der girt. Bi vî awayî ode ji aliyê wî
ve nayê maliştin. Lê hema bêje ji ber ku gelek toz rabû hindik mabû ku tu bifetisiyayî. Ev
nîşan dide ku Şerîet, bi kirinên xwe dil ji guneh paqij nake, lê di canê mirov de guneh zêde
dike 1, sax dike 2 û qewetê jê re peyda dike.3
Careke din te dît ku keçikê av li odeyê reşand û ew bi dilekî xweş malişt. Ev nîşanî te dide
ku çaxê Încîl bi bandûra xwe ya hêja û şêrîn tê dilê mirov, wek ku keçikê av reşand û toz
vemirand, ew jî wî gunehî û neqenciyên ku di dilê mirov de ne vedimirîne û hingê dil bi wê
baweriya ku bi Mizgîniyê tîne, paqij dibe û dibe hêjayî wî Padîşahê bilind, da ku tê de rûne.»4

Hingê min di xewna xwe de dît ku Şîrovekar destê Bawermend girt û ew bir odeyeke
biçûk. Li wê derê du zarok hebûn; her yek li ser kursiyê xwe rûniştibû. Navê yê mezin
Xwesteko bû, navê yê din Sebiro bû. Xwesteko gelek bê kêf dixuya. Heçî Sebiro bû, ew gelek
rihet bû.
Bawermend got: «Sedema bêkêfiya Xwesteko çi ye?»
Şîrovekar got: «Yê ku van zarokan perwerde dike, dixwaze diyariyên pir hêja bide wan, lê
ji wan re got ku ew li hêviya sersala ku bê bisekinin û hingê ew wê bistînin. Heçî Xwesteko
ye, ew dixwaze her tiştî vê gavê bistîne. Heçî Sebiro ye, ew razî ye ku li hêviyê bisekine.»
Piştî wê yekê min dît ku yek hat ba Xwesteko û torikekî tije tiştên bi qîmet anîn û hemû
vala kirin ber lingên wî. Gelek kêfa Xwesteko ji van re hat, wî tinazên xwe li Sebiro kir û
kenî.
Lê belê min dît ku di wextekî kurt de Xwesteko ew tişt hemû mezixandin û di destê wî de
ji paçik û qerpalan pê ve tiştek din nema.
Li ser vê yekê Şîrovekar ji Bawermend re got: «Ev herdu zarok mesterek, yanî mînakek in.
Xwesteko dimîne mirovên vê dinyayê; lê heçî Sebiro ye, ew dimîne mirovên dinya ku wê bê.
Wek ku te dît, Xwesteko dixwaze niha, yanî di vê dinyayê de, bibe xwediyê her tiştî. Mirovên
dinyayê weha ne. Ew dixwazin hemû tiştên qenc niha bistînin. Ew nikarin li hêviya sersala ku
bê, yanî li hêviya wê dinyayê bisekinin. Ew baweriya xwe bi vê gotinê tînin a ku dibêje:
Kewekî girtî ji du kewên negirtî çêtir e. Lê te dît ku çawa Xwesteko her tişt di cih de
mezixand û ji paçik û qerpalan pê ve tiştek ji wî re nema. Di dawiya dinyayê de wusa wê bê
serê van hemû mirovên weha.»
Bawermend got: «Niha ez fêm dikim ku Sebiro xwediyê şehrezayiya herî qenc e û gelek
sedemên vê hene:
Ya pêşî ev e: Ew li hêviya tiştên ji hemûyan çêtir û bilindtir disekine.
Ya diduyan ev e: Ji Xwesteko re ji paçik û qerpalan pê ve tiştekî din namîne û Sebiro di
dinya din de wê bigihîje siyanet û rûmeta xwe.»
Şîrovekar got: «Erê, tu dikarî hê hin sedemên din jî ser ve zêde bikî:
Siyanet û rûmeta dinya ku wê bê, her û her dimîne, lê belê ya vê dinyayê zû dibihûre.
Xwesteko tiştên xwe yên qenc pêşî standin, lê qet heqê wî tune ku tinazên xwe li Sebiro bike.
Çimkî Sebiro jî, di dawiyê de, çaxê tiştên xwe yên qenc bistîne, wê li Xwesteko bikene.
Çimkî lazim e yê pêşî cih bide yê paşî. Ka çawa dora yê pêşî heye, wusa dora yê paşî jî heye.
Lê belê ya pêşî ji bo demekê ye û dibihûre û ya paşî her û her dimîne. Çimkî ya paşî, cihê xwe
nade kesekî din. Bi vî awayî heçî kesê ku mîrasa xwe pêşî bistîne, ewê di demekê de wan
tiştên pûç xerc bike. Lê belê heçî kesên ku mîrasa xwe di dema ku bê de bistînin, ewê heta her
û her pê şa bibin. Ji lewre li ser mirovê dewlemend weha hatiye nivîsandin: ‹Bîne bîra xwe ku

1
Romayî 7:9
2
Korîntî I, 15:56
3
Romayî 5:20
4
Yûhenna 15:3; Efesî 5:26; Karên Şandiyan 15:9; Romayî 16:25.26

12
çi tiştên qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn, digihîştin Lazar. Lê
niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu ezabê dikişînî.›»1
Bawermend got: «Ez wusa fêm dikim ku ya qenc ew e, ne ku mirov çavbirçîtiya tiştên
niha bike, lê li hêviya tiştên ku wê bên bisekine.»
Şîrovekar got: «Te rast got. Çimkî ‹tiştên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên
dîtin herheyî ne.›2 Her çiqas ev rast be jî, ji ber ku daxwazên nefsa me û tiştên ku tên dîtin
gelek nêzîkî hev in, mirov zû hez ji tiştên ku tên dîtin dike û ji tiştên ku nayên dîtin dûr
dikeve.»

Hingê min di xewna xwe de dît ku Şîrovekar destê Bawermend girt û bir cihekî. Li wê derê
li ber dîwarekî agir pêdiket. Li rex êgir zilamek disekinî û gelek av dirijand ser, da ku êgir
bitemirîne. Lê heçî agir bû, çiqas dihat, gurtir dibû.
Bawermend got: «Mana vê çi ye?»
Şîrovekar got: «Ev agir ew kar e yê ku kerema Xwedê di dilê mirov de dike. Yê ku avê
dirijîne ser, da ku êgir bitemirîne, Îblîs e. Lê wek ku te dît, agir dîsa hê bêtir bilind dibe û
germa wî zêde dibe. Tê sedema vê jî bibînî.»
Ew rabû û ew bir wî aliyê dîwêr. Li wê derê wî yek dît; di destê wî de firaxa dohn hebû û
wî bêrawestin û bi dizî dohn dirijand ser êgir.
Bawermend got: «Mana vê çi ye?»
Şîrovekar got: «Ev Mesîh e. Ew bi dohnê kerema xwe, karê ku di dilê mirov de dest pê
kiriye, bêrawestin dide domkirin. Îblîs çi bike, bila bike, bi vê yekê dîsa kerema Xwedê di
canê xelkên wî de hê xurtir dibe.3
Ji bo ku êgir peyda bike, Mesîh li pişt dîwêr disekinî; ev nîşanî te dide ku çaxê mirov
dikevin ceribandinê, ji wan re zehmet e ku bibînin ka çawa karê keremê di canê mirov de tê
parastin.»

Min dît ku Şîrovekar careke din destê Bawermend girt û ew bir cihekî spehî. Çaxê ku
Bawermend li wê derê qesreke rewnaq û gelek spehî dît, ew gelek şa bû û hem jî dît ku li ser
banê qesrê hin kesên bi cilên zêrîn digeriyan.
Bawermend got: «Ma em nikarin bibihûrin wê derê?»
Li ser vê yekê Şîrovekar Bawermend ber bi qesrê ve bir. Li ber dergehê qesrê gelek mirov
hebûn; wan dixwest ku bikevin hundir, lê belê nediwêrin. Ji dergeh piçekê wêvetir, zilamek li
ser masê rûniştibû; ji bo nivîsandina wan ên ku bikevin hundir, li ber wî kitêbek û hibirdank
hebû.
Ji vê yekê pê ve, Bawermend dît ku birek zilamên bi zirx di dergeh de sekinî bûn ku heta ji
wan bê, her cûreyê xerabî û neqenciyê li wan ên ku wê biketan hundir bikin. Bawermend
hinekî şaş bûbû. Di paşiyê de, çaxê her kes ji van zilamên çekdar tirsiya û bi şûn de vegeriya,
Bawermend dît ku mêrxasekî gelek cesûr û xurt hat ser masê û got: «Navê min binivîse,
Mîrzayê min.»
Piştre wî kumzirxê xwe kişand ser serê xwe, şûrê xwe kişand û bi lez û bez ber bi dergeh
ve çû. Her çiqas yên çekdar bi derbên xwe êrîşî wî kirin, ku wî bikujin, dîsa jî ew zilam ser
wan de çû, li wan xist, tengahî da wan û qet cesareta wî neşkest. Bi vî awayî wî ew birîndar
kirin û ew bi xwe jî hat birîndarkirin 4, lê riya xwe vekir, di nav wan re bihûrî û ket hundirê
qesrê. Di vê gavê de dengekî gelek xweş ji wan ên li hundirê qesrê û ji wan ên ku li ser banê
qesrê digeriyan, hat bihîstin, digotin: «Bikeve pişt dêrî! Bikeve pişt dêrî! Tê bistînî rûmeta
herheyî!» Ew jî ket hundir û wan ji cilên xwe li wî jî kirin.
Hingê Bawermend beşişî û got: «Di gumana min de, ez mana vê tam dizanim.»

1
Lûqa 16:25
2
Korîntî II, 4:18
3
Korîntî II, 12:9
4
Metta 11:12; Karên Şandiyan 14:22

13
Piştre wî got: «Ez jî herim wê derê.»
Şîrovekar got: «Na, bisekine; ez hin tiştên din nîşanî te bidim û piştre tu dikarî herî.»

Şîrovekar careke din destê Bawermend girt û ew bir odeyeke tarî. Li wê derê di rikeya
hesin de zilamek rûdinişt. Zilam gelek xemgîn bû, serê xwe dabû ber xwe, destên xwe
avêtibûn hev, di halekî wusa de rûniştî bû, axîn dikişandin û dilê wî diperitî.
Bawermend ji wî zilamî re got: «Tu kî yî?»
Zilam got: «Wextekî, hem di çavê xwe û hem di çavên mirovên din de, ez di riya rast de
pêşve diçûm û min baweriya xwe eşkere kiribû.1 Wextekî, wek ku min hesab dikir ez hêjayî
Bajarê Ezmanî bûm û heta ez şa dibûm, min digot: Ezê herim wê derê.»
Bawermend jê re got: «Û niha tu çi yî?»
Zilam got: «Niha ez zilamekî ku hêviya xwe winda kiriye me; wek ku ez di vê rikeya hesin
de bim, ez di bêhêvîtiyê de hatime girtin. Ez nikarim jê derkevim! Ax êdî ez nikarim jê
derkevim!»
Bawermend got: «Lê tu çawa ketiyî vî halî?»
Zilam got: «Ez hişyar nesekinîm, min xemsarî kir. Min hefsarê daxwaz û xwestekên xwe ji
dest berda. Min li hember wê ronahiya ku ji min re hatibû dayîn û li hember qenciya Xwedê
guneh kir. Min Ruhê Pîroz xemgîn kir û ew ji min veqetiya. Min rê da Îblîs, ew jî hat min.
Min Xwedê enirand û qehirand û wî dev ji min berda. Min dilê xwe ewqas hişk kir ku ez hew
dikarim tobe bikim.»
Hingê Bawermend ji Şîrovekar pirs kir û got: «Ji bo zilamekî weha, ma êdî qet hêvî tune?»
Şîrovekar got: «Ji wî bi xwe bipirse!»
Bawermend got: «Nexêr, mîrzayê min, tu bipirse.»
Hingê Şîrovekar ji zilam pirs kir, got: «Ma ji bo te hêvî tune? Tê her û her di vê rikeya
bêhêvîtiyê de bimînî?»
Zilam got: «Nexêr, qet hêvî nemaye.»
Şîrovekar got: «Çima? Ji xwe Kurê Yê Bimbarek gelek bi rehm e.»
Zilam got: «Min ew ji bo xwe ji nû ve bir ser xaçê; min ew kêm dît.2 Min rastdariya wî
biçûk dît. Min xwîna wî ya pîroz erzan girt. Min Ruhê Keremê nizim kir.3
Bi vî awayî min xwe ji hemû sozan bêpar kir. Niha ji bo min tenê tirs, tirsên tirsehêz, tirsên
ziravqetîn û ew agirê dijwar ê ku bi dijminahî min bixwe, xilas bike, dimîne û ez li hêviya wî
hukumê tirsehêz disekinim. Ji van tiştan pê ve, tiştek ji min re nemaye.»
Şîrovekar ji wî re got: «Çima te xwe anî vî halî?»
Zilam got: «Ji şehwet û kêf û ji berjewendiyên vê dinyayê! Çaxê min ew bi dest xwe xistin,
gelek kêfa min ji wan re dihat. Lê niha ev tiştên ha hemû wek maran bi min ve didin û her yek
ji wan wek kurmê êgir hundirê min direwêje.»
Şîrovekar jê re got: «Ma êdî tu nikarî ji gunehên xwe vegerî û tobe bikî?»
Zilam got: «Xwedê riya tobekirinê li ber min girtiye. Ji bo ku ez bawer bikim, êdî xebera
Xwedê min pêşve nadehfîne, min hişyar nake. Erê, yê ku ez di vê rikeya hêsin de girtime, ew
bi xwe ye. Hemû mirovên ku di dinyayê de ne, êdî nikarin min ji vê rikeyê derxin. Ax
bêdawîtî! Bêdawîtî! Ezê bi wê şeperzetiyê ve bizeliqim a ku di bêdawîtiyê de wê bê pêşiya
min!»
Hingê Şîrovekar li Bawermend vegeriya û weha got: «Bila şeperzetiya vî zilamî her gav bê
bîra te û bila ji te re bibe derseke bêdawî.»
Bawermend got: «Ev çi tiştek ziravqetîn e! Ya Xudan, alîkariya min bike ku ez her dem
hişyar û hay ji xwe mayî bimînim û ez her dem dua bikim, da ku ez ji van tiştên ku bûn
sedema şeperzetiya vî zilamî, birevim.»

1
Lûqa 8:13
2
Îbranî 6:6; Lûqa 19:14
3
Îbranî 10:29

14
Û li Şîrovekar vegeriya got: «Mîrzayê min, ma ne wext e ku êdî ez di riya xwe de
bidomînim?»
Şîrovekar got: «Bisekine heta ez tiştekî din nîşanî te bidim, piştre bi riya xwe ve here.»
Wî destê Bawermend girt û ew bir odeyekê. Li wir zilamek hebû, nû ji xew rabûbû. Çaxê
cilên xwe werdigirtin, lerizînekê ew girtibû.
Bawermend got: «Ev zilam çima weha dilerize?»
Zilam bersîva wî da û got: «Îşev min di xewna xwe de dît ku ezman bi zêdehî gelek bû tarî.
Û bi awayekî ecêb birûskan lê xist û wusa bû xurexura ewran ku tirsa mirinê ez girtim. Min di
xewna xwe de li jor nêrî û min dît ku ewr bi lez û bez li hev civiyan. Di wê navê de li
boriyeke dengbilind hat xistin û min dît ku yek li ser ewrekî rûniştî bû û bi hezaran
milyaketên ezmanî li pey wî dihatin. Hemû wek pêta êgir bûn. Ezman di nav êgir de dişewitî.
Hingê min dengek bihîst, weha digot: ‹Rabin ya mirîno û werin dîwanê!› Li ser wî dengî lat
kelişîn, gor vebûn û mirî rabûn. Hin ji wan gelek şa dibûn û li jor dinêrîn. Hin ji wan jî
dixebitîn ku xwe di bin çiyan û latan de veşêrin. Piştî wê min dît, Yê Li Ser Ewr Rûniştî,
kitêb vekir û emir li mirovan kir ku nêzîk bibin. Lê dîsa jî ew pêta dijwar ya ku ji pêşberî wî
derdiket, navbirikek dihişt navbera hakim û sûcdarên ku li pêş wî rawestayî bûn.1 Hem jî min
bihîst ku Yê Li Ser Ewr Rûniştî, ji milyaketên xwe re got: ‹Zîwanê, kayê û qeselê li cihekî
kom bikin û wan bavêjin gola êgir!›2 Li ser vê yekê, hema li ber lingên min çala dojehê vebû.
Bi dengekî ziravqetîn re ji devê wê gelek dû û dûman û pelên agir derdiketin. Û eynî ji wan
milyaketan re hat gotin: ‹Genimê min di embarê de bicivînin!›3 Li ser vî emrî min dît ku gelek
hatin rahiştin û hatin birin nav ewran, lê belê ez mam şûn de, ez li ser erdê mam.4 Ez jî
xebitîm ku ez xwe veşêrim, lê belê Yê ku li ser ewr rûniştî bû, çavên xwe ji min veneqetandin.
Gunehên min hatin bîra min û wijdana min jî ji her aliyî ve ez sûcdar dikirim.5 Di wê gavê de,
ez ji xewa xwe hişyar bûm.»
Bawermend got: «Di vê dîtinê de, tiştê ku evqas tu tirsandî, çi ye?»
Zilam got: «Ev çi pirs e! Di fikra min de Roja Dawî hat û ez ji bo wê rojê ne amade me. Lê
belê tiştê ji hemûyan bêtir ez tirsandim ev bû: Milyaketan hin rahiştin, birin ba Xwedê, lê wan
ez hiştim. Hem jî çala dojehê tam li dera ku ez lê bûm, devê xwe vekiribû. Wijdana min jî
cefa dida min. Çaxê ez wusa difikirîm, çavên Hakim tim li min dinêrîn û xezeb di çavên wî re
xuya dibû.»
Hingê Şîrovekar ji Bawermend re got: «Gelo tu bi van hemû tiştan qenc fikirî?»
Bawermend got: «Erê, evên ha hem hêviyê didin min, hem jî min ditirsînin.»
Şîrovekar got: «Qenc e. Madem ku wusa ye, van tiştan di fikra xwe de bihêle, da ku ev
itiştên ha, ji bo ku te di riya rast de pêşve bidehfînin, ji te re bibin wek zixtan.»
Piştî wê yekê Bawermend dest pê kir, pişta xwe girêda, da ku rêwîtiya xwe bidomîne.
Hingê Şîrovekar jê re got: «Bawermendê delal, di wê riya ku diçe Bajarê Ezmanî de
Handanker (Teselîkar) 6 her gav bi te re be, da ku ji te re bibe rênas.»

1
Korîntî I, 15; Selanîkî I, 4:16; Cihûda 15; Yûhenna 5:28+29; Selanîkî II, 1:8-10; Peyxama Yûhenna 20:11-14;
Îşaya 26:21; Mîxa 7:16-17; Zebûr 5:4; 50:1-3; Melaxî 3:2-3; Daniyêl 7:9-10
2
Metta 3:12; 18:30; 24:30; Melaxî 4:1
3
Lûqa 3:17
4
Selanîkî I, 4:16-17
5
Romayî 2:14-15
6
Ruhê Pîroz

15
Qonaxa sisiyan

Piştre min di xewna xwe de dît ku li herdu aliyên riya ku Bawermend pê ve biçûya dîwar
hebûn; navê diwêr Xilasbûn 1 bû. Bawermend di vê riyê re hilkişiya çû, lê jê re pir zehmet bû,
çimkî li ser pişta wî, barê wî hebû. Ew bi wî awayî pêşve çû, heta ku gihîşt cihekî bilind. Li
wir xaçeke çikilandî hebû û piçekê ji wir jêrtir gorek hebû. Gava ku Bawermend gihîşt xaçê,
barê wî ji navmilên wî vebû, ji pişta wî ket û heta hat ber devê gorê gindirî, ket gorê û êdî
careke din nehat dîtin.
Li ser vê yekê Bawermend pir şa û rihet bû û bi dilekî kêfxweş got: «Bi êş û elemên xwe,
wî rihetî da min û bi mirina xwe jiyan da min.» Piştî wê yekê wî li xaçê nêrî û ji wê heyran
dima û demekê di cihê xwe de sekinî. Çimkî ew gelek ecêbmayî ma ku çawa dîtina xaçê ew ji
barê wî xilas kir! Wî li xaçê nêrî û careke din lê nêrî, heta hêstirên çavên wî wek pêlên avê
herikîn.2 Çaxê li wê derê sekinî bû dinêrî û digiriya, va ye, sê kesên şewqdar hatin ba wî û
silav li wî kirin, gotin: «Silamet li ser te be!»
Yê pêşî got: «Gunehên te hatin afûkirin.»3
Yê diduyan, kincikên cilên perpitî ji ser wî rakirin û cilên nû li wî kirin.4
Ye sisiyan jî îşaretek danî ser rûyê wî 5, nameyeke morkirî da destê wî û tembîh li wî kir ku
çaxê bibeze li wê nameyê binêre û çaxê ku bê deriyê ezmanî, wê bide hundir.
Piştre ew bi riya xwe ve çûn. Bawermend ji şabûniya xwe, sê caran xwe di cihê xwe de
hilavêt û riya xwe domand.

Piştî wê yekê min di xewna xwe de dît ku Bawermend gihîşt binê geliyekî. Li wir wî sê
mirov dîtin; ew piçekê ji rê varî bûbûn, lingên wan hatibûn zincîrkirin û ew razabûn, ketibûn
xeweke giran. Navên wan Xeşîm, Tiral û Jixwerazî bûn. Çaxê Bawermend ew di wî halî de
razayî dîtin, wî ji xwe re got: «Ezê wan hişyar bikim.»
Wî dengê xwe li wan kir, got: «Rabin, birevin! Heçî halê we ye, Gola Mirî ya ku bêbinî ye
di bin we de ye. Ji ber vê yekê rabin, ji vir birevin! Eger hûn bixwazin, ezê alîkariya we bikim
da ku hûn ji zincîrên xwe xilas bibin.
Naxwe eger ew dijminê ku wek şêr digere û dike humhum 6 di van deran re bibihûre, eseh
hûnê bibin xwarina diranên wî.»
Li ser van gotinan ew hişyar bûn, li wî nêrîn û weha bersîva wî dan: Xeşîm got: «Ez tiştekî
talûke nabînim.» Tiral jî got: «Ka bila ez piçekê din razim.» Jixwerazî jî got: «Mî bi lingê xwe
û bizin bi lingê xwe tê daleqandin.»
Bi vî awayî ew careke din ketin xeweke giran.
Bawermend li ser vê yekê gelek xemgirtî bû. Ew her sê zilam di talûkeyeke weha mezin de
bûn, lê dîsa qenciya wî evqas bêqedir dîtin. Wî ji dil xwestibû ku alîkariya wan bike, wan
hişyar bike, şîretan li wan bike û xwestibû ku wan ji zincîrên wan jî xilas bike. Çaxê ew wusa
xemgirtî bû û riya xwe domand, wî dît ku du mirovan xwe di ser dîwarê li aliyê çepê re
avêtin, hatin ba wî. Navê yek ji wan Adetker, navê yê din Durû bû. Çaxê ew hatin ba
Bawermend, wî ji wan re got: «Mîrzayên delal, hûn ji ku ve tên û hûn bi ku ve diçin?»
Adetker û Durû gotin: «Em di welatê Quretiya Pûç de hatine dinyayê; em diçin Bajarê
Ezmanî, da ku em li wir rûmetê bistînin.»
Bawermend ji wan pirs kir, got: «Çima hûn di dêrî re neketin hundir û nehatin ew deriyê
ku di serê rê de ye? Ma we nizanibû ku hatiye nivîsandin: ‹Ew kesê ku di dêrî re nakeve
hewşa miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e›?»7
1
Îşaya 26:1
2
Zekerya 12:10
3
Marqos 2:5
4
Zekerya 3:4
5
Efesî 1:13
6
Petrûs I, 5:8
7
Yûhenna 10:1

16
Adetker û Durû gotin: «Hemû xelkên welatê me guman dikin ku ew derî gelek dûrî wan e.
Ji ber vê yekê adeta wan ev e ku rêkurtkê bibînin û wek ku te dît me çawa kir, ew jî wusa xwe
di ser dîwêr re diqevêzin.»
Bawermend got: «Lê belê Xweyiyê vî bajarê ku em diçinê, daxwaza xwe bi me daye
kifşkirin. Ji ber ku we bi vî awayî li dijî daxwaza wî kir, ma ev yek ji we re guneh nayê
hesabkirin?»
Adetker û Durû gotin: «Ji bo vê yekê ne lazim e tu fikra xwe biwestînî. Me li gor adeta
xwe kiriye û eger lazim be, em dikarin şahidiyê bidin ku ev adeta me ji beriya hezar salan
heye.»
Bawermend got: «Ma ev adeta we wê li ber qanûnê rast bê hesabkirin?»
Adetker û Durû gotin: «Eger ji beriya hezar salan ve vê adetê domandibe û sekinîbe,
bêguman ev adet niha jî wê ji aliyê her hakimê alînegir ve bê qebûlkirin. Madem ku em di vê
riyê de diçin, ma qey girîng e ku em çawa ketibin wê? Eger em li ser rê bin, em di rê de ne.
Ka çawa tu di dêrî re ketiyî ser vê riyê, me xwe li ser dîwêr re avêt û em bi te re di eynî riyê
de ne. Ma rewşa te ji ya me çêtir e?»
Bawermend got: «Ez li gor emrên Mîrzayê xwe rêve diçim. Lê heçî hûn in, hûn li gor fikir
û xeyalên xwe yên xwehr rêve diçin. Ji xwe Xudanê vê riyê we diz hesab dike. Ji lewre ez
bawer nakim ku hûn di dawiya vê riyê de zilamên rast bên hesabkirin. Hûn ne bi emrê wî, lê
hûn ji ber xwe bi xwe hatine. Weha jî hûnê ji ber xwe bi xwe derkevin derve û hûn rehma wî
nabînin.»
Wan ji van gotinên Bawermend re bersîv neda, tenê gotin: «Tu li halê xwe binêre!»

Min dît ku di nav wan de zêde axaftin çênebû; her sê bi hev re bi riya xwe ve çûn. Lê belê
Adetker û Durû ji Bawermend re gotin: «Wek ku tu tam li gor emir û Şerîetê dikî, em jî tam
weha dikin. Di nav me de qet ferq tune. Ji bilî vî xiftanê te yê ku cîranekî daye te, da ku tu
tazîbûna xwe binixumînî, ji vê pê ve di nav me de tu ferq tune!»
Lê Bawermend got: «Hûn bi saya Şerîet û emran nikarin xilas bibin. Hûn xilas nabin,
çimkî hûn ne di dêrî re ketine hundir.1 Heçî ev xiftanê min e, ev ji aliyê Xudanê wî cihê ku ez
diçimê ve, ji min re hatiye dayîn. Wek ku we got, ew ji bo nixumandina tazîbûna min e. Ew
xiftan nîşana kerema Wî ya ku li ser min e. Çimkî berê ji paçikên perpitî pê ve, tiştekî min
nebû. Ev li ser riya min cesareteke mezin dide min: Bê şik, çaxê ez bêm deriyê bajêr, Xudanê
wî cihî wê min qenc nas bike, çimkî ev xiftanê ha li ser min e. Gava wî cilên min ên perpitî ji
min xistin, wî ev bê berdêl dabû min.
Li ser eniya min îşaretek jî heye; belkî çavê we lê neketiye. Roja ku barê min ji ser milên
min ket, yek ji dostên Xudanê min ên herî nêzîk ev danîbû ser eniya min.
Bi ser de ez ji we re dibêjim ku nameyeke morkirî ji min re hatiye dayîn, da ku ez bi
xwendina wê li ser riya xwe dilgeş bibim. Ji bilî vê min emir stand ku ez vê nameyê di dêrî de
bidim hundir, da ku eseh ez bikarim herim hundir. Ez ditirsim ku ji van hemû tiştan yek jî li
ba we tune; çimkî hûn ne di dêrî re ketine hundir.»
Wan bersîva yek ji van tiştan neda, li hevdû nêrîn û kenîn.

Min dît ku hemûyan riya xwe domandin. Bawermend ji Adetker û Durû piçekî pêşvetir
rêve diçû û êdî bi wan re nepeyivî. Wî her car ew nameya ku standibû, dixwend û bi saya wê
ser xwe ve dihat.
Hemûyan riya xwe domand heta ku gihîştin binê girekî. Navê wî girî, Girê Tengahiyê bû.
Di binê gir de kaniyeke avê hebû. Li wê derê ji riya teng pê ve, du riyên din hebûn. Yek ji wan
di binê gir re li milê çepê û ya din jî li milê rastê dizivirî. Heçî riya teng bû, rast di singê gir re
jor ve diçû û navê Zehmet jî jê re tê dayîn. Bawermend çû ser kaniyê 2 û jê vexwar ku ser xwe
ve bê. Piştre wî dest pê kir hilkişiya gir.
1
Galatî 2:16
2
Îşaya 49:10

17
Di vê navê de, ew herdu zilamên din jî hatibûn binê gir. Lê çaxê dîtin ku gir gelek asê û
bilind e û du riyên din jî hene, ew fikirîn ku ew herdu rê li pişt gir wê bigihîjin wê riya ku
Bawermend pê ve diçe. Loma wan biryara xwe da ku bi wan riyan ve herin.
Navên wan riyan, Riya Talûkê û Riya Hilweşînê bûn. Yek ji wan herdu zilaman ji xwe re
Riya Talûkê hilbijart û di dawiyê de ket nav nizarekî mezin. Yê din jî rast ket Riya Hilweşînê
û gihîşt çiyayên tarî. Li wê derê lingê wî tehisî, ew ket û wî careke din jî nikaribû rabe.
Bawermend ji revê hat rêveçûnê û ji rêveçûnê hat wê yekê ku bi dest û lingên xwe, xwe
digirt û hildikişiya, çimkî rê gelek asê û hevraz bû. Xweyiyê wî cihî di nîvê bilindahiya gir de
kolikeke xweş dabû çêkirin, da ku rêwiyên westayî li wir bîhna xwe vekin. Bawermend gihîşt
wê derê û hinekî rûnişt. Wî nameya xwe ji paşila xwe deranî û ji bo dilgeş bibe dest bi
xwendinê kir. Wî careke din çavên xwe li xiftanê ku li cihê xaçê jê re hatibû dayîn, gerandin.
Piştî ku demekê xwe kêfxweş kir, hinekî diponijî û heta êvarê ket xeweke giran û nameya wî
ji destê wî ket. Çaxê ew razayî bû, yekî ew hişyar kir û jê re got: «Ya tiralo, here ba mêrûyan;
li riya wan binêre û şehreza bibe!»1

Li ser wê yekê Bawermend rabû, ket ser riya xwe û heta gihîşt serê gir, lingên xwe sivik
kirin û bi lez rêve çû. Çaxê ku ew gihîşt serê gir, du mirov bi lez û bez ber bi wî ve hatin.
Navê yê pêşî Tirsonek yê din jî Şikker bû.
Bawermend ji wan re got: Çi qewimî, ya mîrzayên delal? Hûn bi aliyê xelet ve dibezin!»
Tirsonek got: «Em diçûn Bajarê Ezmanî û em ji Girê Tengahiyê derbas bûn, em hatin heta
vê derê. Em çiqas pêşve diçûn, talûke jî evqas zêde dibûn. Ji ber vê yekê em vegeriyan, em bi
şûn de diçin.»
Şikker jî got: «Erê, ji vir wêvetir di nîvê rê de tam di pêşiya me de, du şêr hene! Razayî ne,
hişyar in, em nizanin; lê em fikirîn, me got: ‹Eger em nêzîkî wan bibûna, wanê em bikirana
parçe parçe!›»
Bawermend got: «Hûn min ditirsînin, lê ez bi ku ve herim, da ku ez bikevim ewlebûniyê?
Ez vegerim, herim welatê xwe, ew der wê bi êgir û kewkurtê bişewite û bi rastî ez jî, ezê li wê
derê helak bibim. Eger ez bigihîjim Bajarê Ezmanî, li wê derê eseh ezê di ewlebûniyê de bim.
Ji ber vê yekê divê ez her tiştî li ber çavên xwe qebûl bikim û herim wê derê. Mana vegerînê,
çûna mirinê ye. Heçî çûna pêşve ye, tirsa mirinê tê de heye, lê ji wê wêvetir jiyana herheyî
heye. Çi biqewime bila biqewime, ezê pêşve herim.»

Tirsonek û Şikker ji gir serejêr çûn, vegeriyan, lê Bawermend riya xwe domand. Ew li ser
tiştên ku wan zilaman jê re gotin, difikirî û destê xwe avêt paşila xwe, li nameya xwe gera, da
ku bixwîne û dilgeş bibe, lê belê nedît. Hingê kedereke mezin ket dilê wî çimkî hem tiştê ku
ew teselî dikir û hem jî tiştê ku ji bo bibihûre Bajarê Ezmanî jê re lazim bû, winda kiribû.
Loma ew di cihê xwe de sekinî, şaş û heyirî ma û nizanibû çi bike. Di dawiyê de hat bîra
wî ku ew di kolikê de razabû; wî xwe avêt ser çokan, dua kir û ji Xwedê hêvî kir ku li
bêaqiliya wî bibihûre.
Piştre ew vegeriya ku li nameya xwe bigere. Ew kul û derdên ku di rê de ketin dilê
Bawermend, kî dikare bide fêmkirin? Carna axên dikişandin, carna jî digiriya. Ew kolik tenê
ji bo bîhnvekirineke kin hatibû amadekirin, lê wî ewqas bêaqilî kir, li wê derê di xew de
mabû; ji ber vê yekê wî zehf caran erzê xwe bi xwe dişkênand.

Ew di rê de diçû û hem li vî milî û hem li wî milî dinêrî û hêvî dikir, ew nameya ku gelek
caran han dabû wî, bi rasthatinî bibîne. Ew bezî heta ku kolik dît û careke din xerabiya ku
kiribû hat bîra wî û ji xwe re weha digot: «Ez çi zilamekî reben im! Çawa çêbû ku hê roj ez
ketim xewê! Di nav tengahiyên xwe de, çawa ez razam? Çawa çêbû ku min zêde rê da bedenê
ku min ew cihê bîhnvekirinê ji bo kêfa bedenê bi kar anî! Min çiqas gav badîhewa avêtin!
1
Gotinên Silêman 6:6

18
Eger ew xewa xerab nehata çavên min, minê ev gavên ha bi kêfxweşî biavêtana – lê niha divê
ez di wê riyê de bi êş û cefayan herim. Di şûna carekê de, niha divê ez sê caran li ser eynî riyê
herim! Heta niha, ezê çiqas pêşve biçûma! Hem jî wê li min bibe tarî, çimkî ber êvar e. Ax
xwezî ez ranezabûma!»

Di vê navê de, ew careke din hat wê kolikê, ew demekê rûnişt û girî. Di dawiyê de bi
kerema Xwedê çavê wî li nameyê ket. Bi lez û bi lerizîn rahişt wê û xist paşila xwe. Ma kî
dikare dilgeşiya yekî ku careke din nameya xwe bibîne, bide fêmkirin? Erê, ev name
ewledariya jiyana wî û seneda wî bû ku li Bajarê Ezmanî bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê qenc
ew di paşila xwe de bi cih kir û şikir ji Xwedê re kir ji bo ku berê wî dabû cihê ku name lê bû.
Bi şahî û bi hêstirên çavan careke din rêwîtiya xwe domand.

Lê belê hê Bawermend negihayî serê gir, roj li wî çûbû ava. Vî tiştî anî bîra wî ku Tirsonek
û Şikker li ser wan şêrên ku wan dîtin ji wî re gotibûn û tirs ket dilê wî.
Wî ji xwe re got: «Ev cenawirên ha bi şev ji bo nêçîrê digerin. Eger di tariyê de ew rastî
min bên, çawa ez dikarim birevim? Çawa ez dikarim ji ber wan xilas bibim, da ku ew min
nekin parçe parçe?»
Bawermend bi vî awayî difikirî û ji bo xetayê xwe bi dilekî şewitî riya xwe domand û dikir
şîn û girîn. Lê çaxê wî serê xwe bilind kir, va ye li pêşberî wî qesreke wek ya padîşah, gelek
bi mirêz û spehî xuya bû. Navê qesrê Qesra Spehî bû. Ew tam di tenişta rê de bû.

Bawermend lezand, ber bi qesrê ve pêşve çû û hêvî kir ku belkî li wir bin nivan bibe. Hê
gelek pêşve neçûyî, rê li ber wî gelek teng dibû û wî dît ku du şêr di rê de hene. Ew der, du
sed metreyan ji cihê dergehvan dûr bû.
Şêr bi zincîran girêdayî bûn, lê belê wî zincîr nedidîtin. Bawermend tirsiya û ew bi xwe jî
fikirî ku li pey wan şûn de here. Çimkî difikirî ku di pêşiya wî de ji mirinê pê ve tiştek din
nemabû. Lê belê dergehvanê qesrê dît ku Bawermend wek ku bixwaze şûn de bizivire, di cihê
xwe de rawesta; wî dengê xwe li wî kir û got: «Ma qeweta te ewqas hindik e?1 Ji şêran netirse,
ew bi zincîran girêdayî ne! Ew ji bo ceribandina baweriya te li wê derê hatine bicihkirin! Ew
li wir in, da ku kifş bibe ka baweriya kê heye. Tu tam di nîvê rê de here û qet zirarek nagihîje
te!»
Min dît ku Bawermend ji tirsa şêran lerizî, lê qenc guhê xwe da şîreta dergehvan û pêşve
çû. Wî humhuma şêran bihîst, lê wan tu zirar neda wî. Wî ji şahiyê li çepikan xist û berê xwe
da dêrî.
Çaxê Bawermend gihîşt, wî ji dergehvan re got: «Ev xaniyê kê ye, mîrzayê min? Ma îşev
ez dikarim li vê derê bimînim?»
Dergehvan got: «Ev xanî ji aliyê Mîrzayê vî girî ve, ji bo bîhnvekirin û ewledariya rêwiyan
hatiye avakirin. Tu ji ku ve têyî û tê bi ku ve biçî?»
Bawermend got: «Ez ji bajarê Helakbûnê têm û ez diçim Bajarê Ezmanî. Lê niha ji ber ku
roj çûye ava, eger çêbibe, ez dixwazim îşev li vê derê bimînim.»
Dergehvan jê pirs kir, got: «Navê te bi xêr?»
Bawermend got: «Navê min niha Bawermend e, lê berê Bêkerem bû.»
Dergehvan got: «Lê çawa çêbû ku tu evqas dereng hatî? Roj çû ava!»
Bawermend got: «Ezê hê zûtir bihatama vir, lê belê, ax, ez çi zilamekî reben im! Ew kolika
ku di singê gir de ye, ez li wê derê di xew de mam. Dîsa jî min dikaribû ku ez hê zûtir bêm.
Lê çaxê ez razam, min şehadetnama xwe winda kir û ez mecbûr bûm ku vegerim wê kolikê.
Min li wê derê name dît û niha ez hatime vir.»
Dergehvan got: «Qenc e, niha ezê gazî keçikeke vî xaniyî bikim. Eger ew ji gotinên te razî
be, ewê te bibe ba xelkên din ên vê malê.

1
Marqos 4:40

19
Dergehvan li zengil xist û keçikeke ku navê wê Fêmdarê bû hat; ew zehf sergiran û spehî
bû û pirs kir ku ji bo çi gazî wê kiriye.
Dergehvan got: «Ev zilam ji bajarê Helakbûnê rêwîtiyê dike, diçe Bajarê Ezmanî. Lê ji ber
ku ew westiyayî ye û di tariyê de maye, wî ji min pirs kir ka îşev dikare li vir bimîne an na.»
Hingê keçikê ji wî pirs kir ku ew ji ku ve tê û bi ku ve diçe û ew çawa ketiye vê riyê û ka
wî di rê de çi dît û rastî çi û çi hat. Bawermend yek bi yek her tişt ji wê re got. Piştî hemûyan,
wê ji wî pirs kir, ka navê wî çi ye.
Bawermend got: «Navê min Bawermend e. Îşev ez gelek dixwazim li vê derê bibim
mêvan. Li gor ku min fêm kir, ev der ji bo bîhnvekirin û silameta rêwiyan ji aliyê Xweyiyê gir
ve hatiye avakirin.»
Keçik beşişî û got: «Ez gazî du sê kesên din jî ji xelkê malê bikim.»
Ew çû ber dêrî û gazî Teqwayê, Şehrezayê û Hezkirinê kir ku bên derve. Piştî ku ew jî
hinekî bi Bawermend re peyivîn, ew birin hundir nav xelkê malê. Wan vexwarin da wî û heta
ku şîv amade bû, hinekî li ser çend serhatî û dersên Bawermend peyivîn.

Teqwayê got: «Bawermendê delal! Ji ber ku tu îşev bûyî mêvanê me, em li ser wan tiştên
ku di rêwîtiya te de hatine serê te bipeyivin, da ku em hin tiştên ku bi kêrî me bên, hîn bibin.
Di destpêkê de tiştê ku tu kişandî ser riya bawermendiyê çi bû?»
Bawermend got: «Dengekî tirsehêz hat guhê min; ji wî dengî li min teng bû ku ez dev ji
welatê xwe berdim. Heta vî dengî wusa digot ku, eger ez bimama wê dera ku ez lê bûm, eseh
hilweşînek wê bihata pêşiya min.»

Teqwayê got: «Lê çawa çêbû ku çaxê tu ji welatê xwe derketî, tu ketî ser vê riyê?»
Bawermend got: «Lazim e Xwedê bi xwe ev tişt kiribe! Çimkî di bin tirsa helakbûnê de,
min nizanibû ku ez bi ku ve herim. Lê yekî ku navê wî Mizgînvan bû hat ba min û berê min
da deriyê teng. Eger ne wusa bûya, min bi halê xwe bi xwe tu caran nikaribû deriyê teng
bibînim. Wî bi xwe ez xistim ser vê riya ku rast ez anîm vê malê.»

Teqwayê got: «Ma tu qet di mala Şîrovekar re nebihûrî?»


Bawermend got: «Belê, ez di mala wî re derbas bûm û min li wê derê çend tiştên ku ez di
hemû jiyana xwe de nikarim ji bîr bikim, dîtin! Bi taybetî ez van her sê tiştên ha tu caran ji bîr
nakim:
1. Îblîs hemû xebata xwe bike jî, dîsa Mesîh karê rehm û kerema xwe di dilê mirov de dide
domandin;
2. Min mirovek dît ku ewqas xwe bi dest guneh ve berda, ku hêviya xwe ji rehma Xwedê
birîbû;
3. Ji van tiştan pê ve, ez xewna wî zilamê ku di gumana wî de Roja Dawî hatiye, tu caran ji
bîr nakim. Çaxê wî digot, dilê min diperitî; dîsa jî ez memnûn im ku min guhê xwe dayê.»

Teqwayê got: «Ma te di mala Şîrovekar de tiştekî din jî dît?»


Bawermend got: «Erê. Wî ez birim cihekî ku qesreke spehî xuya dibû. Ew mirovên ku tê
de bûn, cilên zêrîn wergirtibûn! Wî zilamekî cesûr nîşanî min da: Ew di nav zilamên çekdar re
yên ku li ber dêrî sekinî bûn derbas bû, ji xwe re rê vekir û bi eşq û şahî hat vexwendin ku
bikeve hundir, da ku bigihîje rûmeta herheyî. Wan tiştan dilê min eşq û şa kirin! Min dixwest
salekê di mala wî zilamê qenc de bimînim, lê min dizanibû ku divê ez pêşve herim.»
Teqwayê got: «Di rê de te hê çi û çi din dîtin?»
Bawermend got: «Min yekî ku li ser dar daleqandî bû dît û ji laşê wî xwîn diherikî. Ev yek
bû sedem ku ew barê min ji ser pişta min ket. Çaxê ez li wê derê radiwestam, sê şexsên
şewqdar hatin ba min. Yekî ji wan şahidî kir ku gunehên min afû bûn. Yê din ew paçik û
qerpalên ku li min bûn, ji min kirin û ev xiftanê neqisandî da min. Yê sisiyan jî ev îşareta ku
tu li ser eniya min dibînî danî û ev nameya morkirî jî da min.»

20
Li ser vê yekê Bawermend name ji paşila xwe deranî û nîşanî wan da.
Teqwayê got: «Lazim e ku te hin tiştên din jî dîtibin, an ne?»
Bawermend got: «Erê. Mesele, min du zilam jî dîtin, navê wan Adetker û Durû bûn; ji bo
ku biçûna Bajarê Ezmanî, wan xwe di ser dîwêr re avêt.
Di gumana wan de bi wî awayî wê herin wî bajarî. Lê ew zû ji nav holê winda bûn. Lê
beriya her tiştî, hilkişîna serê gir û xilasbûna ji devê şêran karekî zor bû. Bi rastî, eger ew
zilamê qenc ê ku li ber dêrî sekinî bû, alîkariya min nekiribûya, belkî ez jî şûn de vegeriyam.
Lê belê ez şikir ji Xwedê re dikim ku ez li vê derê me û ji bo ku we ez qebûl kirime, ez gelek
spas dikim.»

Hingê Şehrezayê dixwest ku çend tiştan bipirse û got: «Ew welatê ku tu jê derketiyî, ma tu
carna naynî bîra te?»
Bawermend got: «Belê, lê ez bi fihêtiyeke mezin û bi dilqelêqî tînim bîra xwe. Bi rastî eger
min ew cihê ku ez jê derketim bianiya bîra xwe, ji bo vegerînê wextê min wê hebûya. Lê belê
niha ez bajarekî hê qenctir, yanî Bajarê Ezmanî dixwazim.»1
Şehrezayê got: «Naxwe ew tiştên ku berê têkiliya te bi wan re hebû, ma hin tişt ji wan niha
fikrên te qet mijûl nakin?»
Bawermend got: «Belê, mijûl dikin, lê pir li hember daxwaza min in. Bi taybetî ew fikrên
dinyayî yên ku ji hundir tên. Eger di destê min de bûya, ez li wan tiştan êdî tu caran
nedifikirîm. Lê belê çaxê ez dixwazim ya qenc bikim, ya xerab li ber min amade ye.»2
Şehrezayê got: «Ma tu tînî bîra xwe ku ev ceribandinên te bi çi awayî hatine bindestkirin?»
Bawermend got: «Erê, çaxê ez li xaçê dinêrim û li ser tiştê ku min dîtiye difikirim, çaxê ez
li vî xiftanê neqişandî dinêrim, ez li hember wan bi ser dikevim. Hem jî çaxê ez li vê nameyê
dinêrim a ku ez di paşila xwe de hildigirim û çaxê fikrên min hişyar dibin û ez li ser wî cihê
ku ez diçimê difikirim, ez bi ser dikevim.»
Şehrezayê got: «Ji bo çûna Bajarê Ezmanî tiştê ku evqas dilê te kişand, çi ye?»
Bawermend jê re got: «Ez hêvî dikim ku ezê li wê derê wî yê ku li ser xaçê hatibû
daleqandin sax bibînim. Hem jî ez hêvî dikim ku ezê li wê derê ji van hemû tiştên ku heta îro
di hundir de tengahî dane min xilas bibim. Tê gotin ku li wê derê mirin tune!3 Li wê derê ezê
bi mirovên ku ez ji wan hez bikim re, hevpariyê bikim. Ez ji te re rast dibêjim: Ez ji wî hez
dikim, çimkî wî ez ji wî barê ku li ser pişta min bû, azad kirim! Ez ji rehtbûniya dilê xwe
gelek westiyame! Ez tenê dixwazim herim wê dera ku mirin wê lê nebe û ez di nav wan de
bimînim ên ku bêrawestin bi dengê bilind dibêjin: ‹Pîroz, Pîroz, Pîroz.›»
Hingê Hezkirinê ji Bawermend re pirsî, got: «Gelo jina te heye?»
Bawermend got: «Erê, jinek û çar zarokên min ên biçûk hene.»
Hezkirinê pirs kir: «Çima te ew jî bi xwe re neanîn?»
Bawermend bi girîn got: «Ax çiqas min dixwest ku ez wan bi xwe re bînim! Lê belê ew
hemû dijraberên vê rêwîtiya min bûn.»
Hezkirinê got: «Lê lazim bû ku te ev hal bi wan bida fêmkirin. Lazim bû tu bixebitiyayî, te
nîşanî wan bida ku şûndemayîn çiqas talûke ye.»
Bawermend got: «Min wusa çêkir; hem jî min ew tiştên ku Xwedê li ser wêrankirina bajarê
me ji min re gotibûn, ji wan re gotin. Lê belê ez di çavên wan de wek yekî pêkenok bûm û
wan ji gotinên min bawer nekir.»4
Hezkirinê pirs kir, got: «Ma te dua kir ku Xwedê şîretên te ji wan re bike bereket?»
Bawermend got: «Erê, hem jî bi hezkirineke mezin! Çimkî lazim e tu vê bizanî ku jina min
û zarokên min ên reben ji bo min gelek hêja bûn.»
Hezkirinê got: «Ji bo nehatinê, wan çi kirin sedem? Çima nehatin?»

1
Îbranî 11:15-16
2
Romayî 7:15.21
3
Îşaya 25:6; Peyxama Yûhenna 21:4
4
Destpêkirin 19:14

21
Bawermend got: «Jina min ji windakirina vê dinyayê ditirsiya. Zarokên min jî xwe dabûn
kêfa xortaniyê ya pûç. Bi vî awayî, ha ji bo vê sedemê, ha ji bo wê sedemê, wan ez berdam û
ez mecbûr bûm, ez tenê bi serê xwe derkevim vê rêwîtiyê.»
Hezkirinê got: «Gelo sedema vê yeka ku peyvên te di dilê maliyên te de bê bandûr man, ne
jiyana te ya pûç bû?»
Bawermend got: «Erê, bi rastî jiyana min ji wan re nebû mînakeke qenc. Ez qenc dizanim
ku gelek qusûrên min hene. Hem ez vê jî dizanim ku mirovek dikare tiştê ku ji bo qenciya
hinên din in, bi gotin û şîretan bêje, lê bi hewldan û helwesta xwe xera bike. Eger di jiyana
min de tiştek ji wan re bûbe asteng, ew jî ev bû ku ez gelek xebitîm ku ez hem li ber Xwedê
guneh nekim û hem jî neheqiyê li cîranê xwe nekim.»
Hezkirinê bersîv da, got: «Bi rastî, Qayîn ji birayê xwe nefret kir, çimkî karên wî bi xwe
xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn.1 Eger jina te û zarokên te ji ber vê yekê tu ji xwe re
kiribin sedema terpilandinê, kifş e ku ew naxwazin bi Xwedê re li hev bên.»

Çaxê sifre amade bû, ew rûniştin ser xwarinê. Sifre bi xwarinên pir xweş hatibû raxistin.
Ew hevpeyvînên li ser xwarinê hemû li ser Xweyiyê gir bûn. Ew li ser wan karên ku wî kirin,
ew kar ji bo çi kirine û ew xanî bi çi armancê daye çêkirin, peyivîn. Min ji gotinên wan fêm
kir ku ew Xweyiyê gir xwe da mirinê û bi xwediyê qeweta mirinê re şer kir û ew kuşt. Li gor
gotinên wan û gotinên Bawermend, wî eva ha bi berdêla xwîna xwe pêk anîbû. Lê belê tiştê
ku ji hemûyan bêtir rûmet dida kirinên wî, ev bû ku wî ev, ji ber hezkirina xwe ya ji bo
bijartiyên xwe bi tenê kir.

Hin ji nav xelkên mala wî hebûn, digotin: «Piştî ku ew li ser xaçê mir, em gihan wî û me bi
wî re xeber da.» Hemûyan bi hev re erê kirin ku ji devê wî bi xwe, bihîstin ku ew ji rêwiyên
belengaz û reben gelek hez dike; ji serê dinyayê û heta binê dinyayê hezkirina weha peyda
nabe. Ji vê yekê pê ve, mînaka vê hezkirinê jî dan: Wî rûmet, bilindahî û mezinahiya xwe ji
xwe xist, da ku belengazan xilas bike. Wan ji devê wî soza wî bihîst ku ew bi tenê li Bajarê
Ezmanî rûnane. Ji van pê ve, wî gelek rêwiyên ku ji zikmakî parsker bûn û di nav zibil de
rûdiniştin, kirin mîr.2 Bi vî awayî heta derengê şevê bi hev re peyivîn.

Piştî ku xwe spartin Xudanê xwe, her yek ji wan ket odeya xwe. Yê rêwî li qata banî, di
oda mezin de razandin. Pencera vê odeyê li rojhilatê dinêrî. Navê odeyê, Oda Silametê bû. Li
wê derê ew raza heta roj derket.
Sibehî çaxê hemû rabûn, ji Bawermend re gotin: «Heta em li vir hin tişt nîşanî te nedin,
neçe!»
Pêşî ew birin odeya arşîvê û tiştên ku hatibûn qeydkirin, yên herî kevin, nîşanî wî dan.
Destnivîsareke ku li ser malbata Xweyiyê gir bû, di nav wan de hebû; wê nîşanî dida ku
Xweyiyê gir kurê Yê Ku Rojên Wî Kevin In e û ji Yê Bêdestpêk hatiye. Karên ku wî kirine, li
vê derê bi tevahî hê çêtir yek bi yek qeydkirî bûn û bi sedan navên mirovên ku wî ji bo
xizmeta xwe standibûn, qeydkirî bûn. Hatibû nivîsandin jî ku çawa wî ew di xaniyên ku tu
caran xera nabin de, bi cih kirine.
Piştre, hin ji wan karên newaze yên ku hin ji xizmetkarên wî kiribûn jê re xwendin: Ku ew
bi baweriyê li hember padîşahiyan bi ser ketin, dadperwerî anîn cih, gihîştin sozên ku hatibûn
dayîn, devê şêran girtin, hêza êgir temirandin, ji ber devê şûr xilas bûn, di bêhêziyê de qewet
standin, di şer de xurt bûn û ordiyên biyaniyan belav kirin.3
Ji tiştên qeydkirî, cihek din jî jê re xwendin ku Mîrzayê wan çiqas dixwaze ku her kesî bi
kerema xwe qebûl bike, heta ew wan ên ku di demên bihûrtî de, ew û karên wî nizim kirin jî,

1
Yûhenna I, 3:12
2
Samûêl I, 2:8; Zebûr 113:7-8
3
Îbranî 11:33-34

22
qebûl dike. Hem jî wî pêxemberîtiyên ku eseh wê bên cih, xwendin; hin ji wan tirs û şaşîtiyê
ji dijminan re tînin û hinên din ji bo dilgeşî û rihetiya rêwiyan e.

Dotira rojê, wan Bawermend bir odeya çekan. Ew çekên ku Mîrzayê wan ji bo rêwiyan
amade kiribûn, şûr, mertal, zirx, kumzirx û ew pêlavên ku tu caran kevin nabin 1, hemû nîşanî
wî dan.
Li wê derê bêhijmar, wek stêrên ezmên çek hebûn, ku ew dikarin bi wan gelek mirovan ji
bo xizmetê ji Mîrzayê xwe re bixemilînin. Wekî din, ew haletên ku hin ji xizmetkarên Xudan,
bi wan karên newaze kirin, nîşanî wî dan. Şivdarê Mûsa, ew sing û mêkutê ku Yaêl bi wan
Sîsera kuştibû, ew şerbik û borî û xetîreyên ku Gîdeyon ji bo derxistina leşkerên Midyaniyan
bi kar anîbûn, ew misasê ku Şamgar bi wî şeş sed mêr kuştibûn, ew hestiyê lixaba kerê yê ku
Şimşon bi wî karên newaze kiribûn, nîşanî wî dan. Ji van pê ve, ew berkanî û kevirê ku
Dawid ji bo kuştina Golyatê Gatî bi kar anîbûn, li wir bûn. Ew şûrê Xudan, ewê ku çaxê
Zilamê Gunehkar radibe, ji bo kuştina wî wê bi kar bîne, nîşanî wî dan. Bi ser de, gelek tiştên
din ên newaze yên ku gelek li xweşê Bawermend diçûn, dîtin. Piştî vê yekê, wan careke din
bîhna xwe vekir.

Hingê min di xewna xwe de dît ku dotira rojê Bawermend rabû, da ku riya xwe bidomîne.
Lê heçî yên din bûn, wan xwestin ku ew rojeke din li wir bimîne.
Ji wî re gotin: «Eger hewa vekirî be, emê Çiyayên Dilgeşiyê nîşanî te bidin. Tê hê bêtir
dilgeşiyê bibînî. Çimkî ev çiyayên ha ji vê dera ku niha tu lê dimînî çêtir nêzîkî wî cihê ku tu
diçiyê ne.»
Bawermend razî bû ku bimîne.
Çaxê bû sibeh, Bawermend derxistin ser banê xênî û jê re gotin ku bi aliyê başûr ve binêre.
Bawermend nêrî û dît, va ye, li dûr welatekî bi çiya hebû; ew bi daristan û bi baxçe û rezan û
bi kulîlkan, bi kanî û bi bîran wusa hatiye xemilandin ku mirov ji dîtina wî têr nabe.2
Bawermend navê welêt pirs kir û jê re gotin: «Ew der Welatê Îmanûêl e. Ew der jî wek vî
girî ji hemû rêwiyan re vekirî ye. Çaxê tu herî wê derê, tu dikarî dergehê Bajarê Ezmanî
bibînî. Şivanên ku li wê derê ne, wê nîşanî te bidin.»
Êdî Bawermend dixwest ku bikeve ser rê û wan jî qebûl kir, lê gotin: «Pêşî em careke din
herin odeya çekan.»
Careke din çûn wê derê û Bawermend ji şimik û heta bi kumik bi çekên ceribandî rapêçan,
gotin: «Belkî di rê de tu rastî êrîşên dijmin bêyî.»
Bi vî awayî, Bawermend xwe di nav çekên xwe de pêçayî, bi dostên xwe re heta ber
dergeh çû. Li wê derê wî ji dergehvan pirs kir, ma qet rêwiyek bihûrtiye, an na.
Dergehvan got: «Erê, bihûriye.»
Bawermend got: «Tu wî nas dikî?»
Dergehvan got: «Min navê wî pirs kir, wî got: ‹Ez Dilsoz im.›»
Bawermend got: «Wa, naxwe ew derbas bû! Ez wî nas dikim. Ew ji bajarê min e, cîranê
min ê nêzîk e. Ew ji wê dera ku ez tê de çêbûme tê. Ma tu dizanî ew çiqas pêşve çûye?»
Dergehvan got: «Lazim e ku heta niha ew gihîştibe ber binê çiyê.»
Bawermend got: «Gelek qenc e, dergehvanê hêja, Xudan bi te re be! Ji dêla van qenciyên
ku te li min kirin ve, Xudan te bi zêdehî bereket bike.»

1
Efesî 6:10-18
2
Îşaya 33:16-17

23
Qonaxa çaran

Bawermend pêşve çû. Lê Fêmdarê, Teqwayê, Hezkirinê û Şehrezayê dixwestin, heta ku ew


bigihîje ber binê çiyê, hevaltiya wî bikin. Loma ew bi hev re ketin rê û careke din li ser tiştên
ku berê bi wî re xeber dabûn, peyivîn.
Hingê Bawermend got: «Hilkişîn çawa zor hatibe, li gor ku ez dibînim daketin jî ewqas bi
talûke ye.»
Şehrezayê bersîv da, got: «Erê wusa ye. Çimkî zor e ku mirov wek ku tu niha dikî, bê
terpilîn dakeve Newala Nizimbûnê. Ji lewre, heta ber binê gir, em bi te re rêwîtiyê dikin.»
Bawermend dest pê kir, çaxê diçû xwar, gelek hay ji xwe dima. Lê dîsa jî carek dido, lingê
wî tehisî. Çaxê gihîştin ber binê gir, min dît ku van hevalên Bawermend ên qenc simûneyek
nan û ûşîk tirî dan wî. Bawermend jî ev standin, xatir ji wan xwest û ket ser riya xwe.

Di Newala Nizimbûnê de, Bawermend rastî tengahiyên mezin hat. Hê hindik çûbû, wî dît
ku dijminekî tirsdar, Apoliyon, ji nav zeviyan derket û dihat wî. Tirseke mezin ket dilê
Bawermend û wî ji xwe re got: «Ma ez şûn de herim, an ez xwe biparêzim?»
Ew fikirî ku li ser pişta wî zirx tune û eger pişta xwe li wî bizivirîne, wê fersendê bide
cenawir ku wî bi tîran bike wek serad. Loma wî got: «Eger armanca min ev be ku ez bi tenê
canê xwe xilas bikim, hingê ya qenc ev e ku ez li ber xwe bidim.»
Dîtina Apoliyon mekrûh bû. Bedena wî wek masiyan bi pûlan nixamtî bû, wek cenawir
baskên wî hebûn, wek lingên hirçan lingên wî hebûn, ji zikê wî agir û dûman derdiket û devê
wî jî mîna devê şêr bû.
Çaxê ew hat pêşiya Bawermend, ew kêm dît, li wî nêrî û got: «Tu ji ku derê têyî û tu bi ku
ve diçî?»
Bawermend got: «Ez ji bajarê Helakbûnê, ji cihê her neqenciyê hatime û ez diçim Bajarê
Ezmanî.»
Apoliyon got: «Ew diyar hemû yê min e. Ev çawa çêbûye ku tu ji hukumdarê xwe direvî?
Eger hêviya min nebûya ku tê careke din xizmetê ji min re bikî, niha minê bi yek derbê tu
raxistayî erdê.»
Bawermend got: «Erê, bi rastî ez di welatê te de çêbûm. Lê belê xizmeta te giran e û bi wî
meaşê ku tu didî, mirov nikare bijî. Çimkî meaşê ku guneh dide mirin e.1 Ji ber vê yekê, çaxê
ez bûm yekî gihîştî, min wek mirovên din ên ku aqilê wan di serê wan de ye, xilasiya xwe
xwest.»
Apoliyon got: «Tu hukumdar tune ku weha zû bi zû xulamê xwe berde. Eger tu ji xizmeta
xwe û meaşê xwe gazinan bikî, razî bibe û şûn de vegere û ez niha soz didim te: Tiştê ku
welatê me bide, her çi be, ezê bidim te.»
Bawermend got: «Min xwe veqetandiye da ku ez xizmetê ji Padîşahê padîşahan re bikim.
Êdî çawa ez dikarim bi te re şûn de vegerim?»
Apoliyon jê re got: «Te wek ku gotina pêşiyan dibêje kir: ‹Tu ji ber şirikê çûyî ber
mezrîbê.› Dev ji wî berde û li min vedigere û hemû karên te wê qenc di riya xwe de herin.»
Bawermend got: «Min bawerî bi wî aniye û min sond xwariye ku ez ji wî re dilsoz
bimînim. Ez niha çawa dikarim vegerim? Ezê wek yekî xayîn bêm daleqandin!»
Apoliyon got: «Te eynî ev tişt li min kir! Eger niha tu careke din vegerî, ezê çavê xwe li
xayîntiya te bineqînim.»
Bawermend got: «Min çi soz bi te re dabe, min di zaroktiya xwe de dabû. Lê belê qeweta
Padîşahê padîşahan heye ku min ji xulamtiya te xilas bike. Hem jî wî ew gunehên min
afûkirin. Ya Apoliyonê wêranker, ez ji xizmeta wî, ji meaşê wî, ji xulamên wî, ji hukumdariya
wî, ji dostaniya wî û ji welatê wî ji yên te gelek bêtir hez dikim! Êdî dev ji qanîkirina min
berde! Ez xulamê wî me û ezê li pey wî herim!»

1
Romayî 6:23

24
Apoliyon got: «Careke din bi sergiranî bifikire. Dawiya piraniya xizmetkarên wî gelek
xerab çêbû. Gelek ji wan di nav fihêtiyê de hatin kuştin! Tu, xizmeta wî ser ya min re digirî, lê
ew qet carekê ji cihê xwe derneketiye, da ku xizmetkarên xwe ji destê dijminên wan xilas
bike. Heçî ez im, her kes dizane ku gelek caran min xizmetkarên xwe yên ku ketin destê wî û
xulamên wî, bi darê zorê an jî bi hîle ji destên wan xilas kirin! Ezê te jî wusa xilas bikim.»
Bawermend bersîv da, got: «Sedema vê yeka ku ew wan zû xilas nake ev e: Ew sebir dike
ku hezkirina wan biceribîne. Ew dixwaze bibîne ka heta dawiyê ewê xwe bi wî bigirin, an na.
Eger bên kuştin jî, ew vê yekê siyaneta herî mezin hesab dikin, çimkî. ew li hêviya rûmeta ku
wê bê disekinin: Çaxê Padîşahê wan bi rûmeta xwe ya mezin û bi rûmeta milyaketên xwe ve
bê, hingê ewê bibin xwediyê rûmeta xwe.»
Apoliyon got: «Ji xwe di vê xizmeta ku tu jê re dikî de, te bêbextî kiriye. Çawa tu difikirî
ku tu ji wî meaş bistînî? Di destpêka rêwîtiya xwe de, tu ketî Heza Bêhêvîtiyê, cesareta te
şkest û te hêviya xwe winda kir. Tu li hêviya Mîrzayê xwe nesekinî da ku ew bi xwe barê te
rahêje, lê tu averê bûyî ser riyên xelet. Tu ketî xewê û nav gunehan û te nameya xwe winda
kir. Hê te şêr baş nedîtin, hindik mabû ku tê şûn de vegeriyayî.»
Bawermend bersîv da: «Ev tiştên ha hemû rast in û gelekên din jî hene. Lê belê Padîşahê
min bi rehm e û her gav ji bo afûkirinê amade ye.
Ji vê yekê pê ve, ev lewaziyên ha hê ku ez di welatê te de bûm di jiyana min de cih
girtibûn. Ez di bin wan de nalîm, ez gelek xemgirtî bûm û min ji bo wan ji Padîşahê xwe
afûbûn stand.»
Hingê Apoliyon bi hêrseke mezin kir qîrîn û got: «Ez dijminê vî Padîşahî me. Ez ji wî, ji
qanûnên wî û ji gelê wî nefret dikim. Ez derketime pêşiya te, da ku ez ji te re bibim asteng.»
Bawermend bersîv da, got: «Apoliyon, hay ji xwe hebe! Ez di riya Padîşah de me, ez di
riya pîroziyê de me. Ji lewre zêde napeyive!»
Piştî wê yekê Apoliyon rê li ber wî girt û weha got: «Di vê yekê de tirsa min tune. Ez bi
dojehê ji te re sond dixwim ku tu ji vê derê êdî gavek pêşve naçî! Ezê li vir xwîna te
biherikînim!»
Li ser vê yekê wî tîrek veweşand singê Bawermend. Lê Bawermend bi mertal tîr girt û xwe
parast. Wî şûrê xwe kişand û Apoliyon jî bi şid êrîşî wî kir û tîr barandin ser wî. Her çiqas
Bawermend xwe parast jî, dîsa Apoliyon ew ji serê wî, ji dest û ji lingê wî birîndar kir.
Bawermend piçekê paş ve çû û Apoliyon ji hemû qeweta xwe êrîşî wî kir. Bawermend jî bi
dilawerî heta ji wî hat, bi mêrxasî li ber Apoliyon sekinî. Apoliyon li fersendê digeriya, hê
bêtir nêzîkî Bawermend bû û bi wî re gulaş girt û ew li erdê xist. Şûrê Bawermend ji destê wî
ket.
Hema bêje wek ku Bawermend bikuje, Apoliyon li wî siwar bû. Lê belê çaxê Apoliyon
xwe amade kir ku bi derba paşî vî zilamê qenc helak bike, Bawermend bi qeweta Xwedê pêre
pêre destê xwe dirêj kir, şûrê xwe girt û got: «Li ser min şa nebe, hey dijminê min! Ez
bikevim jî, ezê rabim.»1 Wî derbeşûrek wusa li ser Apoliyon peya kir ku Apoliyon birîna
mirinê stand û bi şûn de veciniqî.
Bawermend ev dît, careke din êrîşî wî kir û got: «Bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di
van hemûyan de, hê bêtir bi ser dikevin.»2
Li ser vê yekê Apoliyonê cenawir, baskên xwe vekirin, firî çû û Bawermend carek din ew
nedît.3 Heta wî ferq kir ku bi şûrê dudevî Apoliyon birîndar kiriye, ew sergiraniya ku min di
rûyê Bawermend de dît derbas nebû. Lê belê piştî Apoliyon birîndar kir, bi rastî beşişî, ber bi
jor ve nêrî û şikir ji Xwedê re kir.
Piştî vê yekê, deştek ji Bawermend re xuya bû û çend pelçimên ji dara jiyanê dan wî. Wî jî
ew danîn ser wan birînên ku di şer de standibû û ew di cih de sax bûn. Ew li wê derê rûnişt û
ji wî nanê ku her çar keçikan dabû wî, xwar.

1
Mîxa 7:8
2
Romayî 8:37
3
Aqûb 4:7

25
Piştî ku wî bîhna xwe vekir, şûrê wî di destê wî de rêwîtiya xwe domand. Çimkî digot: «Kî
dizane, belkî ez hê rastî hin dijminên din jî bêm!»
Lê belê Bawermend careke din rastî Apoliyon nehat. Di dawiya vê newalê de newaleke din
hebû. Navê wê Geliyê Siya Mirinê bû. Ew riya ku diçû Bajarê Ezmanî, tam di nav vî geliyî re
dibihûrî. Yêremya pêxember li ser vî cihî weha gotiye: «Çol e, diyarê erdên kirij û çalan e,
diyarê bêbaran û yê siya mirinê ye. Ji bawermendan pê ve tu kes tê re nabihûre û tê de
rûnane.»1
Çaxê Bawermend gihîşt tenişta Geliyê Siya Mirinê, du zilam hatin pêşiya wî; ew bi lez şûn
de dizivirîn.
Bawermend ji wan pirsî, got: «Hûn bi ku ve diçin?»
Wan got: «Şûn de! Şûn de! Em şûn de vedigerin! Eger tu, qîmetê jiyan û aştiya xwe bizanî,
tu jî, tê bi me re şûn de vegerî!»
Bawermend bersîv da: «Çima, çi çêbûye?»
Wan zilaman got: «Çi çêbûye? Heta ku me diwêrî, em tam bi eynî vê riyê ve pêşve çûn û bi
rastî hindik mabû ku meyê êdî nikaribûya ku em şûn de vegeriyana. Eger piçekê din em pêşve
biçûna, niha me ev xeber ji te re nedianî û em li vê derê peyda nedibûn.»
Bawermend got: «De bila qenc e, lê we çi dît?»
Wan bersîv da: «Me çi dît? Me ev gelî dît û ew wek qîrê tarî ye! Li wir me ruhên xerab,
cin, dêw û cenawirên kortala dojehê dîtin. Hem jî di wê newalê de gelek mirov bi zincîran
girêdayî ne; ew di rebeniyeke wusa de ne ku nayê gotin; dengê hawar hawar û nalîna wan qet
nasekine. Mirin jî bêrawestin baskên xwe li ser gelî vedike. Bi gotineke din, ew der gelek
tevlihev e, bê ser û ber e û ji her aliyî ve tirsehêz e.»
Bawermend got: «Li gor hemû tiştên ku hûn dibêjin, ew riya ku diçe Bajarê Ezmanî ev e;
ez vê yekê dizanim.»2
Wan got: «Bila ew rê ji te re be, lê belê ew êdî ne ya me ye!» û ew ji wî veqetiyan.
Bawermend riya xwe domand, lê hê şûrê wî di destê wî de bû.

Min di xewna xwe de dît ku di gelî de, li milê rastê, ji destpêka wî heta bi dawiya wî,
kortaleke kûr hebû. Ew mirovên kor ên ku di hemû qernan de rênasî ji hev re kirine, hemû
tevde ketine vê kortalê û helak bûne. Li milê çepê jî hezeke gelek talûke hebû; eger zilamekî
qenc jî bikeve nav wê, tê de cihekî nabîne ku lingê xwe bavêje ser. Carekê Dawid padîşah jî
ketibû wê hezê. Eger Karîndarê her tiştî ew nekişanda, derneaniya, bêguman ewê helak
bibûya, biçûya.
Ji ber ku rê jî li vê derê gelek teng bû, Bawermendê hêja gelek zehmet dît. Çimkî di tariyê
de çaxê dixwest ku xwe ji kortala aliyekî biparêze, hindik dima te digot, qey niha ewê bikeve
hezê. Û çaxê dixwest ku xwe ji hezê bide aliyekî, gelek hay ji xwe nemabûya, te digot, qey
niha wê bikeve kortalê.
Bi vî awayî, Bawermend riya xwe domand. Min li vê derê nalnala wî ya dijwar bihîst,
çimkî rê ewqas tarî bû ku gelek caran, çaxê ku gavek davêt, wî nizanibû ku lingê xwe deyne
ser çi.
Di navenda vî geliyî de, deriyê dojehê jî gelek nêzîkî rê bû. Çirûsk û pêt, dûman û dengên
tirsdar û têkilhev, bê rawestin wusa gelek derdiketin ku Bawermend şûrê xwe xist kalan û
destê xwe avêt çeka xwe ya ku navê wê Dua 3 bû. Min bihîst ku wî bi vî awayî hawar dikir,
digot: «Ya Xudan, canê min xilas bike.»4
Hingê ew rêve çû. Pêtên êgir ber bi wî ve dirêj dibûn û hem nalîna tirsehêz û dengê bayê
xurt ket guhên wî, weha ku ji xwe re digot: «Ezê bibim parçe parçe, wek heriya kolanan, ezê
di bin lingan de biperçiqim.»

1
Yêremya 2:6
2
Zebûr 44:18-19; Yêremya 2:6
3
Efesî 6:18
4
Zebûr 116:4

26
Bawermend ev pêşdariya tirsehêz û dengên tirsdar bi kîlometran hem dît û hem jî bihîst.
Carekê wî guman dikir ku hin dijmin ber bi wî ve tên. Ew rawesta û pêşî hinekî fikirî ku bi
şûn de vegere, lê piştre anî bîra xwe ku êdî ew hatiye nîvê gelî û ji gelek talûkeyan derbas
bûye; hem jî ji xwe re got ku vegerîn wê ji pêşveçûnê hê bêtir bi talûke be. Loma wî biryar da
ku riya xwe bidomîne. Lê dijmin hê bêtir nêzîkî wî dibûn. Çaxê tam hatin ber wî, Bawermend
bi dengekî hişk got:
«Bi qeweta Xudan Xwedê, ezê rêve herim !» û kir qîrîn. Li ser vê yekê dijminan xwe dan
aliyekî, çûn û careke din jî nehatin ba wî.
Bawermend hinekî bi rêve çû û ji nişkê ve bihîst ku zilamekî di pêşiya wî de ev peyvên ha
digotin: «Ez di Geliyê Siya Mirinê de bigerim jî, ez ji xerabiyê natirsim, çimkî tu bi min re
yî.»1
Li ser vê yekê kêfa Bawermend hat, çimkî, wî ji van gotinan fêm kir ku mirovekî din ê ku
ji Xwedê ditirse, di vî geliyî re derbas dibe. Wî ji nû ve fêm kir ku Xwedê di wî halê tarî û
xemgîn de jî bi wî re ye. Fikirî, got: «Her çiqas ez sedema wan tengahî û zehmetan nizanim jî,
ma çima ewê ne bi min re be?»
Wî riya xwe domand û bang kir wî yê ku di pêşiyê de diçû. Lê belê wî mirovî nizanibû ku
çi bersîvê bide, ji ber ku wî jî guman dikir ku ew bi tenê yê.

Çaxê bû sibeh, Bawermend ji xwe re got: «Wî siya mirinê kir ronahiya sibê»2 û bi şûn xwe
ve nêrî. Wî dixwest bibîne ku di tariyê de, ew di nav çi talûkeyan re derbas bûye. Niha wî ew
kortal û ew heza di milê din de, hê zelaltir dît. Hem jî dît ku ew riya di nav van de çiqas teng
bû. Wî cin, dêw û cenawir jî ji dûr ve dîtin, çimkî bi roj ew nehatin nêzîkî wî.
Xilasbûna wî ya ji talûkeyên vê riya bêpêjin gelek bandûr li Bawermend kir.
Di vê navê de, roj jî derdiket û ev jî ji Bawermend re hê keremeke din bû.
Lê her çiqas beşê pêşî yê Geliyê Siya Mirinê talûke bû jî, beşê diduyan hê gelek bêtir bi
talûke bû. Heta dawiya gelî, rê hem bi xefik, qoç, dav û bi toran tije bû û hem jî gelek kortal,
çal, kelşên kûr û kendal hebûn. Eger niha jî tarî bûya, hezar canên Bawermend jî hebûna, wî
yek jî xilas nedikir. Lê belê êdî roj derdiket û Bawermend got: «Qendîla wî li ser serê min
şewq da û di tariyê de ez bi ronahiya wî rêve çûm.»3
Di bin vê ronahiyê de Bawermend gihîşt dawiya gelî. Li wir wî xwîn, hestî, xwelî û
jêmayiyên qet û metên laşê wan ên ku ji berî niha di vê riyê de çûbûn, dîtin.
Çaxê ku ez hê li ser sedema van tiştan difikirîm, şkeftek hat ber çavê min. Di zemanê berê
de, cenawirekî ku navê wî Pûtperest bû, tê de rûdinişt. Wî ew rêwiyên ku hestî, xwîn, xwelî û
jêmayiyên wan li wir hatibûn reşandin, bi cefa kuştibûn.
Lê Bawermend bi hindik talûke ji vê derê derbas bû. Piştre min bihîst ku Pûtperest ji mêj
ve miribû.

Qonaxa pêncan

Çaxê Bawermend riya xwe didomand, hat cihekî bilind û li pêşiya xwe, rêwiyek dît ku
navê wî Dilsoz bû.
Bawermend kir qîrîn, got: «Hê, hê! Bisekine, emê tevde herin!»
Dilsoz li pişt xwe nêrî û got: «Na, ez nikarim bisekinim. Ji bo ku ez jiyana xwe xilas
bikim, ez direvim. Yê ku li heyfa xwînê digere, li pey min e.»
Li ser vê yekê Bawermend bi lez reviya, zû gihîşt Dilsoz. Heta ji wî bihûrî jî! Bi vî awayî
yê paşî bû yê pêşî û Bawermend ser xwe çû, kenî. Lê ji ber ku hay ji gavên xwe nema, bi

1
Zebûr 23:4
2
Amos 5:8
3
Eyûb 29:3

27
carekê lingê wî terqilî, ket û heta ku Dilsoz nehat û alîkariya wî nekir, wî nikaribû ji cihê xwe
rabe.

Piştî wê yekê min di xewna xwe de dît ku herdu bi birahezî bi hev re çûn û ew tiştên ku di
rê de rastî wan hatibûn, ji hev re gotin û şêrîn şêrîn peyivîn.
Bawermend got: «Birayê min ê delal, ez gelek dilgeş im ku ez gihîştime te û ez gelek razî
me ku Xwedê kir ku em bibin rêheval.»
Dilsoz got: «Dostê hêja, hê di bajarê me de ez fikirîbûm ku bibim rêhevalê te. Lê belê tu ji
berî min ketî rê.»
Bawermend got: «Piştî ku ez derketim ser rê, tu di bajarê Helakbûnê de çiqas mayî, heta ku
tu jî derketî ser rêwîtiya xwe?»
Dilsoz bersîv da, got: «Heta ku ez gihîştim halekî wusa ku êdî tê de neyê sekinîn! Çimkî
piştî ku tu derketî, gelek gotegotên wusa hebûn ku bajarê me wê bi agirekî ku ji ezmên tê
bişewite, bibe xwelî.»
Bawermend got: «Çi? Cîranên te weha digotin?»
Dilsoz bersîv da, got: «Erê, wextekî ev gotinên ha di devê her kesî de bûn.»
Bawermend got: «Lê ji bo ku ji talûkeyê xilas bibin, gelo ji te pê ve tu kes derneket,
nehat?»
Dilsoz got: «Her çiqas weha digotin jî, ez guman nakim ku wan bi rastî baweriya xwe bi
van tiştan anî. Çimkî min bihîst ku hin ji wan bi tinazkirinê li ser te û li ser rêwîtiya te
dipeyivîn. Lê belê min bi vê yekê bawer kir û hê jî ez bawer dikim. Ji ber vê yekê ez jî
derketim.»
Bawermend got: «Gelo te li ser cîranê me Sernerm tiştek bihîst?»
Dilsoz bersîv da, got: «Erê min bihîst ku ew heta bi Heza Bêhêvîtiyê bi te re hat. Lê belê
heçî ew bi xwe bû, wî nedixwest ji kesekî re bêje ku çi hatiye serê wî.»
Bawermend got: «Cîranan çi jê re got?»
Dilsoz bersîv da, got: «Her kes li wî dikenî, hinan tinazên xwe bi wî dikirin, ew bê hurmet
dikirin û tu kesî xebat jî neda wî. Halê wî yê niha heft caran ji halê wî yê pêşî xerabtir e.»
Bawermend got: «Lê çima ewqas li hember wî disekinin? Wî dev ji wê riya ku wan bi xwe
jî kêm dît, berdaye.»
Dilsoz got: «Wan digot: ‹Viyê durû daleqînin! Di gotina xwe de nesekinî!› Ez guman
dikim ku Xwedê, dijminên wî rakiribûn ser piyan, da ku fîtan bidin wî û ew bibe mînak, çimkî
wî dev ji rê berda.»1
Bawermend got: «Gelek hêviya min ji bo wî hebû. Lê ez ditirsim ku çaxê bajar helak bibe,
ew jî wê helak bibe. Rewşa wî, li gor vê gotina pêşiyan a rast çêbûye: ‹Se dîsa li vereşîna xwe
vedigere û beraz piştî xwe şuşt careke din xwe di nav heriyê de digevizîne.›»2
Dilsoz got: «Tirsa min jî ev e. Lê belê kî dikare ji wî tiştê ku wê çêbe re bibe asteng?»
Bawermend got: «Erê ew wusa ye. Lê niha ji min re bêje ku tu li ser rê rastî çi û çi hatiyî?»
Dilsoz bersîv da, got: «Ez neketim wê hezê û ez rast hatim deriyê teng. Bi tenê ez rastî
jinekê hatim ku navê wê Êxsîra Şehwetê bû. Hindik mabû ku ji wê zirar wê bigihîşta min.»
Bawermend got: «Qenc bû ku tu ji xefika wê xilas bûyî. Ûsiv ji destê wê gelek tengahî
dîtibû û ew jî wek te xilas bûbû. Lê belê hindik mabû ev wê bibûya sedem ku Ûsiv ji jiyanê
veqetiya.3 Wê çi bi te kir?»
Dilsoz bersîv da, got: «Yê ku wê nas nake, nizane ku çi zimanekî wê yê hilû heye! Her tişt
soz da min, gelek li ser min xebitî ku min jî bi xwe re ji rê derxe.»
Bawermend got: «Lê belê rihetiya wijdaneke paqij soz neda te.»
Dilsoz got: «Tu rast dibêjî; bi tenê hemû kêfa dinyayî û bedenî soz da.»

1
Yêremya 29:18-19
2
Petrûs II, 2:22
3
Destpêkirin 39:11-13

28
Bawermend got: «Şikir ji Xwedê re ku tu ji destê wê xilas bûyî!»4
Dilsoz bersîv da, got: «Erê, ez razî nebûm ku ez xwe bilewitînim, çimkî ew gotina kevin
hatibû bîra min: ‹Gavên wê diçin diyarê miriyan.›2 Loma min çavên xwe neqandin, da ku ez
bi nêrînên wê neyêm xapandin.3 Li ser vê yekê wê ez nizim kirim û çêrî min kir, lê min riya
xwe domand.»
Bawermend got: «Ji van tiştan pê ve, tu rastî tu êrîş û tengahiyên din nehatî?»
Dilsoz jê re got: «Çaxê ez gihîştim ber binê Girê Tengahiyê, ez rastî zilamekî pîr hatim; wî
pirs kir ku ez kî me û ez bi ku ve diçim. Min got: ‹Ez rêwiyê bawermendiyê me û ez diçim
Bajarê Ezmanî.›
Hingê zilamê pîr ji min re got: ‹Tu dimînî zilamekî rast. Gelo bi wî meaşê ku ezê bidim te,
tê razî bibî bi min re rûnî?›
Min jî navê wî û bajarê wî pirs kir û wî got: ‹Navê min Mirovê Kevin e û ez di bajarê
Xapandinê 4 de rûdinim.›
Hingê min ji wî pirs kir, got: ‹Karê te çi ye û tê çi meaşê bidî min?›
Wî got: ‹Karê min kêfên dinyayê yên cûre cûre ne û meaşê ku ez bidim ev e: Di dawiyê de,
tê bibî wêrisê min.›
Piştre min pirs kir ku ew li mala xwe çawa dibe xweyî û xizmetkarên wî kî ne. Wî jî got:
‹Mala min, bi hemû lezeta dinyayê tê xweyîkirin û xizmetkarên min jî zarokên min in.›
Min jê pirs kir: ‹Çend zarokên te hene?›
Wî got: ‹Ev her sê keçên min tenê hene: Xwesteka Nefsê, Xwesteka Çavan û Quretiya
Maldariyê.5 Tu bixwazî, tu dikarî bi van hemûyan re jî bizewicî.›
Min ji wî pirs kir ku heta kengê ez dikarim bi wî re rûnim. Wî got: ‹Heta ez sax im, tê bi
min re bimînî.›»
Bawermend got: «Di dawiyê de bi wî zilamê pîr re, we biryar bi çi da?»
Dilsoz bersîv da, got: «Pêşî wek ku ezê biketama pey wî, li min hat. Çimkî min guman
dikir ku ew gelek rast dibêje. Lê çaxê ez bi wî re dipeyivîm, min li rûyê wî nêrî, li wê derê
nivîsî bû, digot: ‹Mirovê kevin bi karên wî ve ji ser xwe bavêjin.›»6
Bawermend got: «Piştre çawa çêbû?»
Dilsoz got: «Çiqas tiştên şêrîn gotin û çiqas zimanê xwe hilû kir, wek birûskê bi carekê hat
hişê min ku çaxê em bigihîjin mala wî, ewê min wek yekî dîl bifiroşe. Loma min jê re got:
‹Êdî bêdeng be! Ez nêzîkî devê deriyê mala te jî nabim.› Hingê sixêf û çêr kirin û got: ‹Ezê
zilamekî di pey te de bişînim, ku riya te li canê te tehl bike.› Lê min berê xwe ji wî bada, ez
zivirîm çûm.

Dilsoz berdewam kir, got: «Çaxê ez hatim nîvê hevrazê gir, min li pişt xwe nêrî û min dît
ku bi lez yek li pey min tê. Tam çaxê ez bigihîştama kolikê, ew gihîşt min. Zilam hê peyvek
negotî bi yek kulmê wek miriyan ez di erdê re dirêj kirim. Çaxê piçekê hişê min hat serê min,
min pirs kir ku çima wusa li min kir. Wî jî got: ‹Di dilê xwe de, te rê da Mirovê Kevin› û
kulmek din li singê min da û ez xistim erdê. Hişê min ji serê min çû û wek cara pêşî ez
hilweşam ber lingên wî. Careke din çaxê hişê min hat serê min, min lavlav kir, got: ‹Rehmê li
min bike!› Lê wî got: ‹Ez nizanim rehmê bikim› û dîsa ez li erdê dam. Bêguman wê ez
bikuştama. Lê belê yek hat, jê re got: ‹Dev jê berde!›»
Bawermend got: «Ewê ku got: ‹Dev jê berde!› kî bû?»
Dilsoz bersîv da, got: «Pêşî min ew nas nekir, lê çaxê ez di ber wî re derbas bûm çûm, min
ew cih-birinên di destên wî û di tenişta wî de dîtin û min fêm kir ku ew Xudanê me bi xwe bû.
Piştre ez derketim ser gir.»
4
Gotinên Silêman 22:14
2
Gotinên Silêman 5:5
3
Eyûb 31:1
4
Efesî 4:22
5
Yûhenna I, 2:16
6
Efesî 4:22; Kolosî 3:9

29
Bawermend got: «Ew zilamê ku gihîşt te, Mûsa pêxember bû. Ew tu kesî texsîr nake. Ew
nizane çawa rehmê li wan bike yên ku dijraberiya Şerîeta wî dikin!»
Dilsoz bersîv da, got: «Ez vê qenc dizanim. Ev ne cara pêşî bû ku ew rastî min hat.»
Bawermend got: «Ma te ew xaniyê li serê wî girî nedît?»
Dilsoz bersîv da û got: «Belê, lê hê ez negihîştim wê derê, min şêr jî dîtin. Di gumana min
de ew razayî bûn, çimkî bûbû nîvro. Ji ber ku nîvê rojê yê bêtir li pêşiya min bû, ez di tenişta
dergehvan re derbas bûm û ez ji gir daketim.»
Bawermend got: «Bi rastî, wî ji min re got ku tu derbas bûyî. Lê belê min dixwest ku tu
biçûyayî wê malê. Çimkî wan ewqas tiştên newaze wê nîşanî te bidana ku te heta dawiya
emrê xwe ji bîr nedikir. Lê, ji kerema xwe, bêje, ma di Newala Nizimbûnê de tu rastî tu kesî
nehatî?»
Dilsoz bersîv da, got: «Belê, ez rastî yekî ku navê wî Kêfnexweş e hatim. Vî zilamî xwest
ku min bixapîne da ku ez bi wî re şûn de herim. Li gor gotina wî, di newalê de ji bo mirov qet
tiştekî birûmet tune. Got: ‹Eger tu vê dînîtiyê bikî û di vê newalê re derbas bibî, tê hemû
hevalên xwe, yanî Quretî, Kubarî, Jixwerazî û Rûmeta Dinyayê û dostên xwe yên wek wan
bienirînî.›»
Bawermend got: «Te çawa bersîv da wî?»
Dilsoz got: «Min jê re got ku ew hemû mirovên min bûn. Lê belê ji roja ku ez derketime
ser rêwîtiya bawermendiyê, wan ez qebûl nekirim û min jî ew redkirin. Bi ser de min jê re
got: ‹Tu li ser newalê xelet fêm dikî: Çimkî Ji berî bilindahiyê nefsbiçûkî tê û Yê ku bilind
bifire, wê nizim bikeve›. Ji bo vê yekê ezê di vê Newala Nizimbûnê re derbas bibim, da ku ez
bigihîjim wê rûmet û siyaneta ku ji aliyê mirovên herî şehreza ve ewqas qedirbilind hatiye
girtin.›»
Bawermend got: «Di vê newalê de tu rastî tu kesî din nehatî?»
Dilsoz bersîv da, got: «Belê, ez rastî Fihêto hatim; lê belê di nav wan mirovan de ku ez di
rêwîtiya xwe de rastî wan hatime, bi tenê ew qet ne mîna wî navê ku lê hatibû kirin bû. Yên
din piştî liberhevdaneke kin ‹Nexêr› digotin û diçûn. Lê belê ev Fihêtoyê rûqayîm qet
nexwest dev ji min berde.»
Bawermend got: «Çima? Ma wî çi ji te re got?»
Dilsoz bersîv da, got: «Ew li hember baweriyê bi xwe rabû. Wî got: ‹Ev tiştekî rebenî,
pespendeyî û erzan e ku mirov bi baweriyê ve mijûl bibe.› Li gor gotina wî, wijdana nazik li
mêraniyê nayê. Mirovê ku hay ji hemû gotin û kirinên xwe hebe û bi vî awayî azadiya xwe
înkar bike, xwe dike pêkenokê dinyayê. Wî da pêş û got ku ji mirovên mezin, dewlemend û
zana, gelek hindik wek min difikirin. Li gor gotina wî, yên din jî, heta ku baweriya wan ji bo
bêaqiliyê neyê anîn, hemû mal û milkê xwe ji bo tiştekî ku tu kes nizane çi ye, naxin talûkê û
li gor fikra min rêve naçin.1
Herweha jî wî got ku piraniya rêwiyan ji xelkên herî kêm û nizim bûn û hem jî mirovên
xeşîm bûn û ji zanastiyê dûr bûn.
Erê, hê behsa gelek tiştên wek van kir. Meselê, tu li gotina wî binêrî çaxê mirov guhê xwe
dide Mizgîniya Xwedê, eyb e ku bigirî û li singê xwe bixe! Şerm e ku mirov bike axîn û bi
hêstirên çavan li mal vegere!
Eyb e ku mirov ji ber qusûrên biçûk ji cîranê xwe re bêje: ‹Li min bibihûre!› An eger min
tiştek ji kesekî standibe, ji dêla vî tiştî ve ez tiştekî bidim wî, şerm e! Û got: ‹Hezkirina
biratiyê ya eynî baweriyê, mirov nêzîkî wan ên ku di çavê xelkê de kêm tên dîtin, dike. Ma ev
ne tiştek e ku mirov pê fihêt bibe?›»
Bawermend got: «Te çi ji wî re got?»
Dilsoz bersîv da, got: «Min çi got? Pêşî min nizanibû ku ez çi bêjim! Erê, ewqas xebitî ku
ez fihêt bikim, rûyê min çû erdê. Erê, ev Fihêto wusa li min kir, ez xistim tengahiyê, hindik
ma ku wî ez bindest bikiram. Lê piştre ez li ser vê gotinê fikirîm a ku dibêje: ‹Tiştê ku di nav

1
Korîntî I, 1:26; 3:18; Filîpî 3:7-9; Yûhenna 7:48

30
mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.›1 Dîsa ez fikirîm ku ev Fihêtoyê ha, bi tenê bi
min dide fêmkirin ku mirov çawa ne. Lê belê ji min re qet nabêje ku Xwedê çawa ye û peyva
Xwedê çi ye. Hat bîra min ku di Roja Dawî de, emê ne li gor şehrezayî û serbilindiya vê
dinyayê, lê li gor şehrezayî û qanûna Yê Herî Bilind bên dîwankirin. Ji bo vê yekê, hemû
mirovên dinyayê dijraberiya min bikin jî, dîsa tiştê ku Xwedê gotiye, ya ji hemûyan çêtir e,
erê bi rastî ya ji hemûyan çêtir e. Min fêm kir, ew mirovên ku ji bo Padîşahiya Ezmên xwe
bêaqil hesab dikin, ji hemûyan aqilmendtir in û min dît ku mirovê belengaz ê ku ji Mesîh hez
dike, ji mezinê dinyayê dewlemendtir e. Loma min got: ‹Ey Fihêto, ji min dûr keve! Dijminê
xilasiya min tu yî! Ez li hember daxwaza Xudanê xwe, çawa guhê xwe bidim te? Çaxê ew bê,
çawa ezê li rûyê wî binêrim?2 Eger niha ez ji riyên wî û ji xulamên wî fihêt bikim, çawa ezê
bikarim li hêviya bereketên wî bisekinim!›
Lê bi rastî ev Fihêto, bizavkarekî cesûr û xayîn e! Min bi zorê ew ji ba xwe derxist, lê ew
dîsa jî li pey min dihat, çend kêmahiyên bawermendên Xwedê di guhê min de dikir pis pis. Di
dawiyê de min jê re got: ‹Pûç e ku tu li ser van tiştan disekinî. Çimkî tiştên ku tu kêm dibînî,
ez di wan de rûmeteke mezin dibînim.› Bi vî awayî di dawiyê de ez ji wî rûqayîmî xilas bûm.

Min di xewna xwe de dît ku çaxê ew bi hev re diçûn Dilsoz bi rasthatinî serê xwe zivirand
û dît ku ji wan piçekê wêvetir yek navê wî Bêjdar rêve diçe. Dilsoz dest pê kir bi vî zilamî re
peyivî, got: «Hevalo, tu bi ku ve diçî? Tu diçî Welatê Ezmanî?»
Bêjdar got: «Erê, ez diçim wê derê.»
Dilsoz got: «Qenc e. Naxwe ez hêvî dikim ku tê bibî hevalê me.»
Bêjdar got: «Bi razîbûniyeke mezin ezê bibim hevalê we.»
Dilsoz got: «Madem wusa ye, naxwe were, em bi hev re herin û em wextê xwe bi dabaşên
qenc derbas bikin.»
Bêjdar bersîv da: «Ji bo min gelek xweş e ku em li ser tiştên qenc bipeyivin. Piraniya
mirovan tenê dixwazin li ser tiştên pûç bipeyivin. Ev ji min re bûye bîhntengî.»
Dilsoz got: «Bi rastî, ev halekî wusa ye ku mirov li ser bigirî. Li ser rûyê erdê, ma ji bilî
tiştên Xwedayê ezmanan, dabaşeke din heye ku hêjayî gotinên mirovan be?»
Bêjdar bersîva wî da, got: «Çiqas rast e. Ji bilî gotinên li ser tiştên Xwedê, çi dikare wek
wan xweş û kêrhatî be? Eger mirovek ji tiştên newaze hez bike, ji vê xweştir çi heye? Eger
yek ji dîrokê, an ji sirên vê dinyayê hez bike, an bixwaze li ser keramet û karên nedîtî bifikire,
ma kitêbek ji Kitêba Pîroz xweştir heye?»
Dilsoz got: «Gotina te ye! Lê çaxê em li ser van tiştan dibêjin, bila armanca me bi tenê ev
be ku em feydê ji wan bistînin.»
Bêjdar bersîv da: «Erê, tiştê ku ez dibêjim jî ev e! Bi vî awayî mirov li ser pûçîtiya tiştên
dinyayî û feyda tiştên ezmanî gelek tiştan hîn dibe. Ewê hîn bibe, çiqas pêwist e ku mirov ji
nû ve biwelide; ewê bibîne jî ku kar û kirinên wî têrê nakin û çiqas em hewcedar in ku Mesîh
me rastdar derxe. Bi gotinên weha mirov fêm dike ku tobekirin, bawerkirin, duakirin û
cefakişandin çi ne û dikare soz û teseliyên Încîlê yên mezin jî hîn bibe. Ji bilî van tiştan,
mirov bi vê yekê hîn dibe ku fikrên xelet çawa red bike, rastiyê erê bike û şîretan li nezanan
bike.»
Dilsoz jê re got: «Evên ha hemû rast in, ez razî me ku ez van tiştan ji te dibihîzim.»
Bêjdar bersîv da: «Ax, ji kêmahiya gotinên weha ye ku piraniya mirovan fêm nakin ku ji
bo jiyana herheyî, bawerî û kerema Xwedê çiqas pêwist e. Ew di xeşîmiya xwe de li gor karên
Şerîetê dijîn û nizanin ku qet kesek nikare bi wan bikeve Padîşahiya Xwedê.»
Dilsoz got: «Tu destûrê bidî, bi rastî ev zanebûna ezmanî ya li ser van tiştan, diyariyeke
Xwedê ye. Tu mirov, bi xîreta xwe an jî bi gotina li ser wan tiştan, nikare xwe bigihîje wan.»

1
Lûqa 16:15
2
Marqos 8:38

31
Bêjdar bersîva wî da, got: «Ez vê yekê qenc dizanim. Çimkî ‹eger ji yekî re ji ezmên neyê
dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.›3 Hemû ne ji kirinan e, lê ji kerema Xwedê ye.»
Dilsoz got: «Madem ku wusa ye, naxwe niha em li ser çi tiştî bipeyivin?»
Bêjdar jê re got: «Ez dikarim li ser tiştên ezmanî an dinyayî, li ser tiştên exlaqî an li ser
peyva Xwedê, li ser tiştên pîroz û paqij an qirêj, li ser tiştên bihûrtî an li ser tiştên ku bên, li
ser tiştên girîng an jî li ser ên ku ne lazim in bipeyivim; bi tenê bila gotinên me ji bo feyda me
bin!»
Li ser vê yekê Dilsoz ecêbmayî ma. Bawermend di vê hemû demê de bi serê xwe rêve
diçû, lê niha Dilsoz nêzîkî wî bû û hêdîka di guhê wî de got: «Çi hevalekî me yê cesûr heye!
Bêguman ev zilam wê rêwîtiyeke bêkêmahî ya ezmanî bike.»
Bawermend li van gotinan hêdîka beşişî, got: «Ev zilamê ha wê hê gelekên din bi zimanê
xwe yê şêrîn bixapîne!»
Dilsoz bersîv da, got: «Naxwe tu wî nas dikî? Ew kurê kê ye? Li ku derê rûdine?»
Bawermend got: «Navê wî Bêjdar e. Ew di bajarê me de rûdinişt. Navê bavê wî
Xeberxweş e. Di kolana Devberedayî de rûdinişt. Mirovên ku wî nas dikin, jê re Bêjdarê
kolana Devberedayî dibêjin. Erê, her çiqas zimanê wî xweş e jî, ew bi xwe zilamekî vala ye.
Li derve baş xuya dibe, lê di hundir de bi maliyên xwe re gelek bêserûçav e.»
Dilsoz jê re got: «Tu henekan dikî.»
Bawermend got: «Dûrî min be! Ez kenîbim jî, ez henekan nakim, ne jî di vê dabaşê de ez
bi neheqî, yekî sûcdar dikim. Ev zilam bi her kesî re dibe heval, bi her kesî re dipeyive. Wek
ku bi te re peyivî, ew di meyxanê de bi yê serxweş re jî dipeyive. Di dilê wî de, di mala wî de,
di gotinên wî de, cihê baweriyê tune.
Tiştê wî heyî, hemû di zimanê wî de ye. Lê heçî baweriya wî ye, tenê gotinên pûç in.»
Dilsoz bersîv da, got: «Naxwe ez li ser vî zilamî gelek xelet fikirîme.»
Bawermend got: «Erê, ji vê yekê eseh piştrast be! Gotina pêşiyan bînê bîra xwe: ‹Ew
dibêjin û nakin.›2 Hem jî ‹Padîşahiya Xwedê ne bi gotinê ye, lê belê bi hêzê ye.›3 Eger li ser
dua, tobe, bawerî û jinûvewelidandinê bêje jî, ew li ser van tiştan ji gotinê pê ve tiştekî din
nizane. Ez çûbûm mala wî. Di hundir de û li derve jî min bala xwe da wî. Ez dizanim ku
gotinên min rast in. Ka çawa di spîka hêkê de lezet tune, wusa jî bawerî di mala wî de nayê
dîtin. Erê heywan jî bi halê xwe ji wî çêtir xizmetê ji Xwedê re dikin.
Di taxa wî de, tu kes gotineke qenc li ser jiyana bawermendiyê nabihîze. Ji bo wî dibêjin:
‹Li derve milyaket, di hundir de Îblîs e.› Jina wî û zarokên wî jî dizanin ku ev weha ye. Ew
ewqas hov û cirnexweş e, ewqas erzê xizmetkarên xwe dişkêne ku ew reben nizanin ku li
hember wî çi bikin, çi bêjin. Zilamên ku karên wan bi wî re heye, dibêjin: ‹Ji dêla ku mirov bi
wî re bijî, bi yekî pûtperest re bijî çêtir e.› Çimkî pûtperest jî carna dilsoz in. Ev Bêjdar, eger ji
destê wî bê, wê ji yê pûtperest bêtir zordariyê li cîranên xwe bike û wan bixapîne. Û kurên
xwe jî tam wek xwe perwerde dike. Ew jî di rêçên wî de diçin. Tu ji min bipirsî, ez wusa
bawer dikim ku ew bûye sedema ketina gelekan. Eger Xwedê jê re nebe asteng, hê wê bibe
sedema helakbûna gelekên din jî.»
Dilsoz bersîv da, got: «Erê, birayê min, ez ji te bawer dikim. Çimkî ez dizanim ku tu van
tiştan ne bi nêta xerab dibêjî, lê ji ber ku ev tişt wusa ne, tu dibêjî.»
Bawermend got: «Min ew ji pêşî ve nas nekiribûya, belkî ez jî ezê pêşî wek te bifikirîma.
Hem jî eger dijminên bawermendiyê ev tiştên ha ji min re gotibûna, minê ew hemû bêbextî
hesab bikirana. Çimkî gelek caran mirovên xerab, bêbextiyê li nav û jiyana mirovên qenc
dikin. Lê ez dikarim her tiştê ku min got îspat bikim. Bi ser de, mirovên qenc fihêt dikin ku bi
wî re bimînin. Qet yek ji wan, wî dost an birayê xwe hesab nake. Bi tenê bîranîna navê wî têrê
dike ku rûyê wan ji fihêtiyê sor bibe.»

3
Yûhenna 3:27
2
Metta 23:3
3
Korîntî I, 4:20

32
Dilsoz got: «Erê, niha ez dibînim ku gotin tiştek e, lê heçî kirin e, ew tiştekî din e. Ji niha û
pê ve ezê çêtir bala xwe bidim vê ferqê. Bi rastî di destpêkê de jî ewqas kêfa min ji hevaltiya
wî re nehatibû, lê niha ez ji hevaltiya wî nefret dikim. Em çi bikin ku em ji wî xilas bibin?»
Bawermend got: «Here ba wî, li ser hêza jiyana bawermendiyê bi wî re bikeve peyvîneke
sergiran. Çaxê qebûl bike, ji wî bipirse, ka ew tişt di dilê wî de, di mala wî de û di gotinên wî
de tên dîtin, an na.»
Li ser vê yekê Dilsoz got: «Were hevalê min, kêfa te çawa ye?» û nêzîkî Bêjdar bû.
Bêjdar bersîv da, got: «Ez spas dikim, ez qenc im.»
Dilsoz got: «Tu bixwazî, niha em dikarin bipeyivin. Eger te pirskirin hiştibe bi hêviya min
ve, bila pirsa min ev be: ‹Eger kerema Xwedê ya ku azadiyê tîne, di dilê mirov de be, ew
çawa kifş dibe?›»
Bêjdar bersîv da: «Madem ku wusa ye, emê li ser hêza jiyanê bipeyivin. Ev pirseke gelek
qenc e û ez pir razî me ku bersîvê bidim. Bersîva min bi kurtî ev e: ‹Ya pêşî, eger kerema
Xwedê di dilê mirov de be, li hember guneh qîrîneke mezin çêbûye. Ya diduyan...›»
Bawermend got: «Na, bisekine, em li ser wan tiştan bi rêzê ve li yek bi yekê hûr û kûr
binêrin. Di gumana min de, ev fikra te bi vî awayî bê kifşkirin hê rastir e: ‹Eger kerema
Xwedê di dilê mirov de be, canê mirov ji gunehên xwe pir nefret dike›».
Bêjdar got: «De bila qenc e, ‹li hember guneh qîrîneke mezin kirin› û ‹ji guneh nefret
kirin›, di nav van herduyan de çi ferq heye?»
Dilsoz bersîv da, got: «Ax, gelek ferq heye! Mirov ji xwe dikare li hember guneh bi
dengekî bilind bike qîrîn, lê belê bêyî hêza kerema Xwedê, mirov nikare ji guneh nefret bike.
Min ji gelekan bihîst ku li hember guneh dikin qîrîn. Lê ew bi xwe guneh di dilê xwe de, di
malên xwe de û di gotinên xwe de qebûl dikin. Jina axayê Ûsiv wek ku jinikeke xweyî namûs
be wusa li hember Ûsiv bi dengekî bilind kir qîrîn. Lê wê çiqas dixwest ku bi wî re pîsîtiyê
bike!1
Hinekên ku li hember guneh dikin qîrîn, dimînin jinikeke ku ji zaroka li ber singê xwe re
dibêje: ‹Zaroka pîs û bêerz›, dike qirqir û piştre digire maç dike.
Bêjdar got: «Ez dibînim ku tu li hêcetekê digerî.»
Dilsoz bersîv da, got: «Na, armanca min ev e ku ez rastiyê derînim meydanê. Baş e, îşareta
me ya diduyan, ya ku kerema Xwedê di dil de eşkere dike, çi ye?»
Bêjdar got: «Mirov sirên kûr ên Încîlê fêm dike.»
Dilsoz bersîv da, got: «Zanebûna mezin ji bo keremê ne îşaret e, ev jî xelet e! Ji ber ku hê
kerem di dilê mirov de neyî, mirov dikare li ser sirên Încîlê zanebûnê, heta zanebûna mezin
hîn bibe. Erê, mirov dikare bibe xwediyê hemû zanebûnê jî û dîsa dikare ne zarokê Xwedê
be.2 Çaxê Mesîh ji şagirtan re got: ‹Ma we ev tiştên ha hemû fêm kirin?›, wan got: ‹Erê.›3 Lê
di dereke din de Mesîh gotibû: ‹Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan
bikin!›4 Yanî wî negot: ‹Yên ku van tiştan dizanin, bextewar in›, lê got: ‹Yên ku van tiştan
dikin, bextewar in›. Çimkî zanebûna ku kirinên wê tunin jî heye. Xulam jî hene, ew daxwaza
axayê xwe dizanin, lê nakin. Mirov dikare wek milyaketan bizane û ne bawermend be jî. Ji bo
vê yekê ev îşaret ne rast e.
Bi vê gotinê ez nabêjim ku dilê bê zanebûn wê qenc be. Dilê bê zanebûn ne tiştek e. Ji bo
vê yekê du çûreyên zanebûnê hene: Zanebûna ku bi tenê ji derve li tiştekî dinêre heye û
zanebûna ku bi keremê, bi baweriyê û bi hezkirinê re bûye yek jî heye. Ev zanebûna ha mirov
wusa ber bi Xwedê ve dibe ku ew ji hemû dilê xwe daxwaza Xwedê bike. Cûreyê zanebûnê
yê pêşî li xweşê bêjdaran diçe. Lê heçî bawermendê rast e, heta nebe xwediyê zanebûna
cûreyê diduyan, nikare rihet bijî. Ew ji Xwedê weha hêvî dike, dibêje: ‹Fêmdariyê bide min,
da ku ez Şerîeta te pêk bînim û ez wê ji hemû dilê xwe bigirim.›5
1
Destpêkirin 39:15
2
Korîntî I, 13:2
3
Metta 13:51
4
Yûhenna 13:17
5
Zebûr 119:34

33
Bêjdar got: «Tu dîsa li hêcetan digerî. Ev gotinên ha ne ji bo avakirinê ne.»
Dilsoz bersîv da, got: «Baş e, tu dixwazî li ser kerema Xwedê îşareteke din nîşanî min bide
ku çawa ew xwe dide naskirin?»
Bêjdar got: «Ez nikarim vê nîşan bidim, çimkî ez dibînim ku emê li hev neyên.»
Dilsoz got: «Baş e, eger tu nikarî nîşan bidî, ji kerema xwe destûrê bide ku ez nîşan
bidim.»
Bêjdar bersîv da: «Kerem ke, bêje!»
Dilsoz got: «Kerema Xwedê ya di dilê mirov de, bandûra xwe hem nîşanî wî yê ku di dilê
wî de ye dide û hem jî xwe nîşanî kesên din dide.
Bi vî awayî xwe nîşanî wî dide ku di dilê wî de ye: Bawer dike ku ew bi xwe gunehkar e,
di hevênê wî de guneh heye û bêbawerî jî guneh e. Êdî ew dizane ku eger ew bi rêberiya Îsa
Mesîh rehma Xwedê nebîne, eseh wê helak bibe. Bi fêmkirin û pêhesandina van tiştan ji bo
guneh di dilê wî de xemgînî û fihêtî çêdibe.1 Lê belê niha Xilaskarê dinyayê ji wî re hatiye
kifşkirin û ew fêm dike ku divê di hemû jiyana xwe de ew bi baweriyê xwe bi wî Xilaskarî
bigire û weha bijî. Hem jî ji bo ku li pey Wî here, ew di ruhê xwe de tîbûnî û birçîbûniyê his
dike. Ji bo vê tîbûnî û birçîbûniyê jî soz hatine dayîn.2 Baweriya wî çiqas xurt be, evqas jî
şahî, aştî û daxwaza wî ya ji bo pîrozbûnê wê xurt be; yanî ewê bixwaze hê bêtir Xilaskarê
xwe nas bike û di vê dinyayê de xizmetê jê re bike.
Lê her çiqas jî ez dibêjim, kerema Xwedê xwe bi vî awayî nîşan dide, dîsa jî ew bi xwe
gelek hindik dikare fêm bike ku ev karê kerema Xwedê ye. Ji ber fikrên xerab û neqenciya di
dil de, ew zor fêm dike ku kerema Xwedê di dilê wî de kar dike. Ji lewre, yê ku ev kerema ha
pê re heye, lazim e ruhê wî gelek saxlem be, ku her tiştî ji hev ferq bike.3
Kerema Xwedê, ji yên li hawirdora wî re jî bi vî awayî kifş dibe: Yê bawermend eşkere
şahidiyê dike ku ew baweriya xwe bi Mesîh tîne.
Ya diduyan jiyaneke pîroz e: Di dilê wî de pîrozî kifş dibe, di mala wî de kifş dibe û di
peyivîna wî de kifş dibe. Ev bawerî hînî wî dike ku di dilê xwe de ji gunehê xwe nefret bike,
guneh ji mala xwe paqij bike, xîretkêş be ku pîrozî li dinyayê zêde bibe; ew van tiştan ne wek
mirovên durû an bêjdar tenê bi gotinê dike, lê ew bi bawerî û hezkirinê di her tiştî de li gor
peyva Xwedê dike.4
Bi vî awayî, ezbenî, min karê kerema Xwedê û kifşbûna wê bi kurtvebirî şîrove kir. Eger tu
nuqteyekê bibînî ku tu pê ne razî yî, kerem bike, bêje. Eger tunebe, naxwe destûrê bide ku ez
pirsa xwe ya diduyan bipirsim. Pirsa min a diduyan ew e: Ma tu, tiştê ku min niha li ser
keremê got, di dilê xwe de dibînî? Jiyana te û xeberdana te eynî şahidiyê dikin? Ma baweriya
te di gotinê de û di zimên de dimîne? An di kirinê û di rastiyê de ye? Eger tu bixwazî bersîva
van ji min re bidî, ji kerema xwe ji xeynî wan xeberên ku Xwedayê li ezmên qebûl bike û
wijdana te bi xwe jî şahidiyê bike, tu peyva din nebêje. Eger ez bêjim: ‹Ez wusa me, ez weha
me›, lê karên min û hemû cîranên min şahidiyê bikin ku ez derewan dikim, ev tiştekî gelek
xerab e.»
Li ser vê yekê rûyê Bêjdar pêşî sor bû, lê piştre xwe li hev da û got: «Niha tu li ser jiyana
pratîk, li ser wijdanê û li ser Xwedê dipeyivî. Hem jî tu dixwazî tiştên ku bên gotin, ji aliyê
Xwedê ve bên erêkirin jî. Ez li hêviya peyivîna weha nesekinî bûm û nêta min tune ku ez
bersîva te bidim. Belkî tu dixwazî bibî mamosteyê min, lê wusa be jî, ez nikarim qebûl bikim
ku tu, hakimê min bî. Ji kerema xwe, ma tu dikarî bêjî çima tu pirsên weha ji min dipirsî?»

1
Zebûr 38:18; Yêremya 31:19; Yûhenna 16:8; Romayî 7:24; Marqos 16:16;
Galatî 2:16; Peyxama Yûhenna 1:6
2
Metta 5:6
3
Yûhenna 16:9; Galatî 2:15-16; Karên Şandiyan 4:12; Metta 5:6; Peyxama Yûhenna 21:6
4
Eyûb 42:5,6; Zebûr 50:23; Hezekiyêl 20:43; Metta 5:8; Yûhenna 14:15; Romayî 10:10;
Hezekiyêl 36:25; Filîpî 1:27; 3:17-20

34
Dilsoz got: «Ez weha dipirsim, çimkî min fêm kir ku tu zilamekî xweşbêj î. Min bihîstiye
ku baweriya te bi tenê di gotinê de ye, yanî jiyana te şahidiya zimanê te derew derdixe.
Dibêjin ku tu di nav bawermendan de lekeyek î û karên te yên xerab ji riya bawermendiyê re
fihêtiyê tînin. Tê gotin ku hinek ji ber nepakî û neheqiya te ji rê derketine û gelek jî li ser rûyê
te di talûkeya helakbûnê de ne. Baweriya te bi serxweşî, çavbirçîtî, nepakî, çêr, derew û bi
hevaltiya derewîn re diçe. Wek ku gotineke pêşiyan dibêje: Jinikek zînakar ji hemû jinan re
şermezarî ye. Tu jî ji hemû bawermendan re şermezarî yî.»
Li ser vê yekê Bêjdar got: «Madem ku tu evqas zû bi gotinên xelkê bawer dikî û weha zû
dadbar dikî, kifş e ku tu yekî cirnexweş û gêj î; bi yekî weha re nayê peyivîn. Haydê, bi xatirê
te!»

Hingê Bawermend hat, ji birayê xwe Dilsoz re got: «Ma min ji te re negot ku wê çawa
çêbe? Daxwazên wî nikarin bi gotinên te re li hev bên. Ji dêla ku ew jiyana xwe serrast bike,
ewê dev ji te berde. Bihêle, bila here!
Dilsoz got: « Dîsa ez memnûn im ku min ev peyivîna kurt bi wî re kiriye. Belkî rojekê ewê
li ser van tiştên ku hatin gotin, bifikire. Ez bi wî re eşkere peyivîm. Helak bibe, ez ji xwîna wî
bêsûc im.»
Bawermend bersîv da: «Te qenc kir ku tu eşkere bi wî re peyivî. Di van rojan de gelek
mirov nawêrin ku eşkere bipeyivin. Ji lewre riya baweriyê di çavê gelekan de kêm tê dîtin,
wek ku bîhneke xerab tîne pozê wan. Çimkî ev mirovên ku baweriya wan bi tenê ji gotinê pêk
tê, çaxê ku tên qebûlkirin nav civîna bawermendan, ew dinyayê şaş dikin û dilê bawermendên
Mesîh diêşînin. Xwezî hemû bawermendan wek ku te bi wî kir, bi yên weha bikirana. Bi vî
awayî an wanê dest bi jiyana bawermendiyê bikira, an jî hevpariya bawermendên rast wê ew
aciz bikira.»

Qonaxa şeşan

Piştî demekê Dilsoz serê xwe zivirand, bi şûn de nêrî û dît ku yek li pey wan dihat. Wî ew
nas dikir û ji birayê xwe re got: «Binêre, kî tê.»
Bawermend li xwe zivirî û got: «Dostê min ê qenc e, Mizgînvan e!»
Dilsoz jî got: «Erê, dostê min e jî! Yê ku ez xistim ser riya ku diçe Ezmên, ew bi xwe bû.»
Di vê navê de Mizgînvan gihîşt wan û got: «Silamet li ser we be, birayên min ên delal.
Hem jî silamet li ser wan be yên ku alîkariya we kirine.
Bawermend got: «Tu bi xêr hatî, birayê min Mizgînvanê delal. Dîtina rûyê te, qenciyên te
tîne bîra min. Te ji bo feyda min çiqas zehmet dît.»
Dilsoz got: «Hezar caran tu bi xêr hatî. Dostaniya te ji bo me rêwiyên reben, çiqas şêrîn e,
ya Mizgînvanê delal!»
Mizgînvan got: «Ji dema ku em ji hev veqetiyan ve, we çi û çi dîtin? Hûn rastî çi û çi hatin
û we çawa hewl da?»
Li ser vê yekê Bawermend û Dilsoz jê re gotin ku çi tişt di rê de hatibûn serê wan û çawa
bi çi zehmetên mezin ew gihîştibûn heta wir.
Mizgînvan got: «Qenc e, ez zehf gelek şa bûm. Ev şabûna min, ne ji ber ku hûn ketin nav
tecrûbeyan, lê belê ji ber ku hûn bi ser ketin û her çiqas lewaziyên we hebûn jî, heta îro we di
vê riyê de domand. Ew taca ku tu caran xera nabe, li ber we ye. ‹Wusa bibezin, da ku hûn
xelatê bistînin.›1 Ji ber vê yekê, tiştê ku bi we re ye hişk bigirin, da ku tu kes taca we nestîne.2
Êrîşên Îblîs hê xilas nebûne, ‹we hê di şerê li hember guneh de li ber xwe nedaye heta ku
xwîna we bê rijandin.›3 Padîşahiya Ezmên bila herdem li ber çavên we be û bi sebir baweriya
1
Korîntî I, 9:24
2
Peyxama Yûhenna 3:11
3
Îbranî 12:4

35
xwe bi tiştên ku nayên dîtin, bînin. Berî her tiştî gelek hay ji dilê xwe û ji wan daxwazên ku tê
de ne, hebin. Ji ber ku ‹dil ji her tiştî zêdetir xapînek e û bê derman e.›1 Rûyê xwe bikin wek
kevirê hestem 2, ji ber ku yê li erdê û li ezmên xwediyê hemû qudretê ye, bi we re ye.»
Bawermend ji bo van gotinên Mizgînvan spas kir û ji wî hêvî kir ku ew hin şîretên din jî li
wan bike, çimkî wan dizanibû ku ew pêxemberek e û qenc dizanibûn ku ew dikare ji wan re
bêje ku çawa divê ew li hember wan tiştên ku bên serê wan, bisekinin û bi ser kevin. Dilsoz jî
weha ji wî hêvî kir.
Li ser vê yekê Mizgînvan weha got: «Zarokên min, we gotinên Încîlê yên rast bihîstin ku
dibêjin: ‹Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê›3 û careke
din dibêje: ‹Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min
in.›4 Ji lewre çiqas hûn rêwîtiya xwe bidomînin, hûnê rastî hin cûreyên tengahiyan bên. We bi
xwe di rêwîtiya xwe de dît ku ev rast e û hin tengahiyên din jî wê zû bên serê we. Piştî hindik
din, hêdî hêdî hûnê bigihîjin bajarekî. Di wî bajarî de, dijminên we wê êrîşî we bikin û wê li
kuştina we bigerin. Bizanin ku yek ji we, an jî hûn herdu, hûnê şahidiya xwe bi xwîna xwe
mor bikin. Lê belê, heta mirinê dilsoz bimînin, padîşah wê taca jiyanê bide we.5
Yê ku li wê derê bimire, her çiqas mirina wî ne mirineke adetî be jî, hê bêtir êşê bikişîne jî,
halê wî wê ji yê hevalê wî çêtir be. Hem ji ber ku ewê hê zûtir here Bajarê Ezmanî û hem jî ji
ber ku ewê ji hemû cefayên din ên ku hê wê bên, xilas bibe.
Lê belê çaxê hûn bigihîjin wî bajarî û ev tiştên ku niha min ji we re gotin çêbin, hingê min
bînin bîra xwe û mêrxas bin, çimkî dibêje: ‹Yên ku li gor daxwaza Xwedê cefayê dikişînin,
bila bi qencîkirinê xwe bispêrin Afirandarê dilsoz.›6

Piştî vê yekê min dît ku wan hema di pêşiya xwe de bajarek dîtin. Navê wî bajarî Bajarê
Pûçîtiyê bû. Di bajêr de bazarek hatibû danîn, navê wê Bazara Pûçîtiyê bû. Ev bazar tevahiya
salê vekirî bû. Sedema ku navê bazarê kiribûn ‹Bazara Pûçîtiyê› ev e: Ew tiştên ku li wê derê
tên firotin û ew kesên ku tên wê derê, hemû pûç in. Çawa ku Peyvbêjê şehreza jî gotiye: «Her
tişt tam pûç e.»7

Ev bazar ne tiştekî nû ye, ew ji demên berê maye. Ez serhatiya wê ji we re bêjim:


Kêm û zêde berî pênc hezar sal, Îblîs, Belzebûl, Apoliyon, Lejyon û hevalên wan fêm
kirin, riya ku diçe Bajarê Ezmanî di vî Bajarê Pûçîtiyê re derbas dibe. Ew fikirîn ku li vir
bazareke mezin deynin ku tevahiya salê vekirî be. Li vê bazarê her cûreyê mal û milk,
bazirganî, navûdengî, padîşahî, şehwet, kêf û fahîşe, jin, mêr, zarok, axa, xulam, jiyan, xwîn,
beden, can, zêr, zîv, lal û dur û hê gelek tiştên din dihatin firotin.
Di vê bazarê de herdem her cûre hoqebazî, xapandin, leyîstok, şanogerî, bêaqilî, meymûn û
mirovên hîlebaz û tolaz û gelek tiştên din jî peyda dibûn. Herweha li vê derê bi cûreyê herî
xerab, dizîtî, mêrkujî, zîna û sondên bi derew jî bê pere dihatin dîtin.
Ew riya ku diçe Bajarê Ezmanî tam di vê bazarê re derbas dibe. Padîşahê padîşahan bi xwe
jî, çaxê di vê dinyayê de bû û vegeriya welatê xwe, di vî bajarî re derbas bû. Erê, eger wî
hindik jî siyaneta Îblîs bigirta, Îblîs wê ew bikira xwediyê bazarê. Lê qet dilê Yê Pîroz li ser
van tiştên pûç nebû, qurûşek jî bi van neda û ji bajêr derket, çû.8
Wek ku min gotibû, rêwiyên me mecbûr bûn ku di bazarê re derbas bibin. Lê hê ew qenc
neketibûn nav wê, tevahiya xelkê li dora wan civiyan, çimkî cilên rêwiyan ne wek cilên
xelkên bajêr bûn. Ji bo vê yekê xelkê bazarê bi awayekî ecêb li wan zîq nêrîn. Bazirgan şaş
1
Yêremya 17:9
2
Hezekiyêl 3:9
3
Karên Şandiyan 14:22
4
Karên Şandiyan 20:23
5
Peyxama Yûhenna 2:10
6
Petrûs I, 4:19
7
Peyvbêj 1:2; 11:8
8
Metta 4:8-9

36
man ku wan qet qîmet nedida tiştên ku dihatin firotin; wan serê xwe nezivirand û li wan
nenêrîn jî. Çaxê ku yekî tinazên xwe bi wan kir, pirsî û got: «Hûn dixwazin çi bikirrin?», wan
bi sergiranî li wî nêrî û gotin: «Em rastiyê dikirrin.»1
Ev gotin hê bêtir bû sedem ku ew bên nizimkirin: Hinan tinazên xwe bi wan kirin, hinan
ew nizimkirin, hinan jî çêr kirin û gazî hin mirovên din kirin ku bên, li wan bixin. Di dawiyê
de êdî laleşeyeke wusa mezin çêbû ku bazar serobino bû. Her tişt tevlihev bû û di cih de xeber
dan mezinê bazarê. Ew jî di wê gavê de hat, hin ji dostên xwe şandin, da ku van herdu
mirovên xerîb bikişînin pirsyariyê. Rêwî birin dîwanê, ji wan pirsîn ku ew ji ku derê ve tên û
ewê bi ku ve herin û ewê bi wan cilên ecêb li wê derê çi bikin.
Wan jî got: «Em rêwî ne, em di vê dinyayê de xerîb in û em diçin Bajarê Ezmanî.2 Me tu
zirar nedaye tu kesî, ne xelkên bazarê, ne jî bazirganan; qet sedema wan tune ku xerabiyê li
me bikin an jî nehêlin ku em riya xwe bidomînin. Tenê, çaxê yekî ji me pirs kir got: ‹Hûn çi
dikirrin?›, me bersîva wî da û got: ‹Em rastiyê dikirrin.›»
Lê belê hakiman ji vê yekê bawer nekir, gotin: «Evên ha an dîn in, ji nav dînan hatine, an jî
hatine ku di bazarê de xelkê tevlihev bikin.»
Wan ew girtin, li wan xistin, ew kirin nav heriyê û ew xistin nav rikeyê, da ku wan nîşanî
hemû xelkê bidin. Rêwî demekê di vê rikeyê de man û ji tinazên xelkê re bûn pêtevzik û ji
kîna gelek mirovan re bûn armanc. Evqas tişt hatin serê wan, hê jî mezinê bazarê li wan
dikinî. Lê heçî ew bûn, wan ji van hemû tiştan re sebir kirin, di cihê xerabiyê de duayên qenc
dikirin, ji dêla gotinên xerab ve peyvên qenc digotin û li hember wê neheqiya ku li wan dihat
kirin, wan keremdarî dikir.

Hin ji xelkên bazarê ji wan ên din fêmdartir bûn, ji ber ku ew ne pêşdaraz bûn. Wan dest pê
kir, ji mirovên din re gotin: «Ev tiştên ku hûn dikin, xerab in.»
Li ser vê yekê xelk hê bêtir enirîn, êrîşî van kirin û gotin: «Evên ha jî hevparên wan ên ku
di rike de ne û ji bo vê yekê divê eynî felaket bê serê wan jî.»
Zilamên fêmdar jî li wan vegerandin û gotin: «Kifş e ku ev zilam, mirovên sekinî û
sergiran in û nêta wan tune ku xerabiyê li tu kesî bikin. Bi rastî di nav wan ên ku di bazarê de
kirrîn û firotinê dikin de, hin hene ku ji wan herduyên ku bên riswakirin, hê bêtir hêjayî wê
yekê ne ku bikevin rikeyê.»
Zilamên ku di rikeyê de bûn, gelek bi bîhnfirehî û bi şehrezayî hewl dan, lê herdu aliyan,
piştî ku demekê nîqaş kirin, bi kulman ketin nav hevdû, heta ku hevdû felişandin.
Piştî wê yekê careke din ev herdu zilamên reben ji bo pirsyariyê birin ba hakim û ew bi vê
yekê hatin sûcdar kirin, ji wan re gotin: «Hûn bûn sedema vê tevliheviya ku di bazarê de
çêbûye.»
Piştî ku ew bi awayekî xerab hingavtin, lingên wan xistin zincîran û di bazarê de gerandin,
da ew ji yên din re bibin mînak, da ku careke din tu kes ji bo wan peyveke qenc nebêje û aliyê
wan negire.
Lê belê Bawermend û Dilsoz, ev nizimkirin û şermezariya ku li wan hatibû kirin, bi
nefsbiçûkî û bi sebir qebûl kirin û çend ji xelkên bazarê kişandin aliyê xwe.
Lê belê vê yekê bi carekê ew ên din enirandin û wan biryar da ku van herdu mirovan
bikujin. Gotin: «Wan xerabî kir û xelkên bazarê xapandin; ev cezayê ku ew ketine rikeyê û
lingên wan hatine zincîrkirin, ji wan re hindik e. Eseh divê ku ew bên kuştin!» û gef li wan
barandin.
Piştî wê yekê careke din ew xistin rikeyê û lingên wan bi zincîran girêdan, da ku ew bên
girtin heta ku emrê paşî li ser wan derkeve.
Li vê derê, Bawermend û Dilsoz peyvên dostê xwe yê dilsoz Mizgînvan anîn bîra xwe. Wî
ji pêşî ve ji wan re gotibû ku wê çi bê serê wan: Hem jî di wê riya ku pê ve diçûn de bi wan
hal û rewşên ku rastî wan hatibûn û bi wan êş û janên ku kişandibûn, hê bêtir bawer kirin ku
1
Peyvbêj 23:23
2
Îbranî 11:13-16

37
ew gotinên Mizgînvan rast bûn. Hem jî di ber dilê hevdû de dihatin, da ku ew taybetiya
êşkişandinê ji kîjan ji wan re bê xelatkirin, ew heta bi êş û jana herî mezin jî sebir bike, ragire.
Bi vî awayî her yekî ji wan di dilê xwe de dixwest ku ew bibe hêjayî kuştinê. Lê dîsa jî
wan xwe teslîmî wî Xudanî kir ê ku her tiştî dizane û hemû hukumdarî xistiye destê xwe. Ew
bi kêfxweşî li hêviya wê biryara ku li ser wan bihata dayîn disekinîn û bi silamet di wî halê ku
tê de bûn de diman.

Çaxê roja kifşkirî hat, wan ew derxistin dîwanê û dest pê kirin doz li wan vekirin. Navê
hakim Nefreto bû. Doznameyên wan kêm û zêde eynî bûn; tê de weha digot:
«Evên ha dijminên bazirganiyê ne û bazirganî xera kirine, di bajêr de tevlihevî û dubendî
derxistine, hem jî li ber qanûna padîşahê me rabûne, bi fikrên xwe yên gelek talûke hin ji
xelkê bazarê kişandine aliyê xwe.»
Li ser vê yekê Dilsoz bersîv da û got: «Ez, bi tenê li hember wan tiştên ku li dijî Yê Herî
Bilind in, disekinim. Heçî dabaşa tevlihevkirinê ye: Ez zilamê aştiyê me, ez tiştekî wusa
nakim. Heçî ew ên ku hatine aliyê me ne: Wan dît ku em di rastiyê de rêve diçin û wan fêm
kir ku em bêsûc in; ji lewre ew hatin aliyê me û ji riya xerab hatin ser riya herî qenc. Heçî
Padîşahê we Belzebûl e, ji ber ku ew dijminê Mîrzayê me ye, ez hem li dijî wî û hem jî li dijî
milyaket û xulamên wî derdikevim.»
Li ser vê yekê bangdêr gazî kir, got ew şahidên ku dixwazin padîşahê xwe li ber dîwanê
biparêzin bila bên û şahidiyê bikin.
Sê şahid ketin hundir; navên wan Çavnebaro, Çewtbawero û Bêbexto bûn. Ji wan hem
pirsîn ka ew wiyê girtî nas dikin, an na û hem jî pirsîn ka tiştek yê wan ji bo parastina
padîşahê wan heye, an na.
Hingê Çavnebaro rabû, got: «Hakim beg, ez vî zilamî ji mêj ve nas dikim û li ber vê
dîwana bilind ez bi sond şahidiyê dikim ku ew...»
Hakim got: «Bisekine! Sond bixwe.»
Piştî ku sond xwar, Çavnebaro got: «Hakim beg, ev zilam di welatê me de mirovê herî
nizim e. Navê wî qenc xuya dibe, lê ew qet bi ya tu tiştî nake; ew ne bi ya hukumdar, ne bi ya
xelkê, ne bi ya qanûnê û ne jî bi ya adetan dike. Ji bo ku ew fikrên xwe yên xerab bixe dilê
mirovan, çi ji destê wî tê, dike. Ji van fikran re dibêje ‹rêz û saziyên bawerî û pîroziyê›. Lê
çaxê tu li kirinên wî binêrî, carekê jî wek adetên vî bajarê me nekiriye û min ji devê wî bi xwe
bihîst ku ew dijberê adetên bajarê me ye. Bi gotina vê yekê, ne bi tenê karên me yên qenc, lê
me bi xwe jî hukum dike.»
Hakim emir li Çavnebaro kir ku li aliyekî bisekine û gazî Çewtbawero kir û sond bi wî jî
dan xwarin.
Hingê Çewtbawero got: «Hakim beg, ez vî zilamî qenc nas nakim. Ez naxwazim hê bêtir jî
wî nas bikim. Lê roja din min dît ku ew, zilamekî gelek talûke ye. Çaxê ku ez bi wî re
peyivîm, wî ji min re got: ‹Dînê we pûç û betal e û tu kes nikare bi vî dînî Xwedê razî bike.›
Yanî ew dixwaze bêje ku em badîhewa diperizin Xwedê, em di nav gunehên xwe de dimînin û
di dawiyê de jî emê helak bibin. Birêz dadger, ew tiştên ku min dixwest ez bêjim, ev in.»
Piştre sond bi Bêbexto jî dan xwarin û wî weha got: «Birêz dadger, ez vî zilamî ji mêj ve
nas dikim. Min bihîst ku wî gotinên ku ne li gor qanûnê ne got: Bi nizimkirinê ew li ser
serdarê me yê bilind Belzebûl û dostên wî, yanî Mîrza Zilamê Kevin, Mîrza Xwesteko, Mîrza
Lûkso û Kêfo, Mîrza Qureyo, Mîrza Doxînsisto, Mîrza Timakaro û hemû esilzadeyên me yên
din, peyivî. Ji van tiştan pê ve, wî got: ‹Eger hemû mirov bi min re di eynî fikrê de bûna, wê
ne lazim bûya ku yek ji van esilzadeyan di vî bajarî de bimabûya. Ew natirse ku peyvên xerab
li ser te jî dibêje. Ji we re dibêje ku hûn hemû xwedênenas in. Bi van gotinên weha, wî navê
gelek esilzadeyên bajarê me pîs kir.»
Piştî ku Bêbexto gotina xwe xilas kir, hakim li Dilsoz zivirî û got: «Hey ji rê derketiyê har
û xayîn! Te şahidiya van zilamên qedirbilind bihîst?»
Dilsoz got: «Ji bo ku ez xwe biparêzim, ma ez dikarim peyvekê bêjim?»

38
Hakim got: «Hey tu herifê herif! Deqiqekê jî heqê te tune ku tu bijî! Lê belê ji bo ku her
kes qenciya me bibîne, gotina xwe bêje, hey rezîlê xayîn! Bêje, em binêrin, ka tê çi bêji!»
Dilsoz got: «Ji bo gotinên bi rêz Çavnebaro bersîva min ev e: Ji bilî ku min got heçî tiştên
ku dijraberên peyva Xudan in, rêzik, qanûn, adet û şexis ew bi tevahî bi baweriya Mesîh re ne
li hev in; ji vê pê ve min tiştek din nekir. Eger di vê yekê de xeletbûniya min hebe, vê ji min
re bêjin; ez amade me ku di cih de lêbihûrtinê bixwazim.
Heçî Çewtbawero Beg e, min bi tenê ev got: Di perizîna Xudan de baweriyeke xwedayî
lazim e. Lê belê heta peyxama xwedayî ya ku daxwaza Xwedê nîşan dide nebe, baweriya
xwedayî jî tune. Ji bo vê yekê, perizîna Xwedê, heta ne li gor peyxama xwedayî be, ji bo
jiyana herheyî qet feyda wê tune.
Heçî gotinên Mîrza Bêbext in, ew dibêje ku min çêr kirine. Ez eşkere dibêjim ku diviya
serdarê bajêr û hemû xizmetkarên wî yên bêkêr ne di vî bajarî de, lê di dojehê de bûna. Û bi vî
awayî Xudan rehmê li min bike!»
Sondxwariyên dîwanê hemû jî li wê derê bûn, da ku her tiştî bibihîzin û bibînin.
Êdî hakim gazî wan kir û got:
«Sondxwariyên birêz, hûn vî zilamî dibînin? Ew di bajarê me de bûye sedema hengameke
mezin. We şahidiya van mîrzayên qedirbilind û hem gotinên yê girtî jî bihîst.
Êdî daleqandina wî, an xilaskirina wî, maye bi hêviya wijdana we ve.
Hingê sondxwariyên dîwanê derketin derve; navên wan jî ev bûn: Çavkoro, Xerabo,
Bêkêro, Şehweto, Bênamûso, Serhişko, Pozbilindo, Neyaro, Derewo, Zalimo,
Ronahîneyaro û Riko.
Van mîrzayên ha pêşî li ser Dilsoz di nav hev de yek bi yek fikrên xwe gotin. Piştre bi
yekîtî biryar dan ku ew sûcdar e.
Serokê sondxwariyan, Mîrza Çavkoro weha got: «Ez eşkere dibînim ku ev zilam yekî
zendîq û ji rê ketî ye.»
Mîrza Xerabo got: «Zilamek weha lazim e nemîne di dinyayê de.»
Mîrza Bêkêro got: «Ax, ez naxwazim rûyê wî jî bibînim.»
Mîrza Şehweto got: «Ez nikarim heyîna wî jî ragirim.»
Mîrza Bênamûso got: «Ez jî! Çimkî ewê her gav riya me hukum bike.»
Mîrza Serhişko got: «Wî daleqînin!»
Mîrza Pozbilindo got: «Rezîlê nizim!»
Mîrza Neyaro got: «Dilê min li wî hêrs dikeve!»
Mîrza Derewo got: «Ew yekî hîlekar e.»
Mîrza Zalimo ser ve zêde kir got: «Daleqandin ji bo wî qenciyek e!»
Heçî Mîrza Ronahîneyaro bû, got: «Em wî ji nav holê rakin.»
Mîrza Riko jî got: «Dinyayê bidin min, ez bi wî re li hev nayêm. Zû em hukumê
daleqandinê li ser wî bidin.»
Bi vî awayî biryara xwe dan. Li ser vê yekê wan Dilsoz vegerand zîndanê, da ku li wê derê
wî bi êşên dijwar daleqînin. Pêşî ew dan ber qamçiyan. Piştre dan ber kulman, goştê bedena
wî dan ber devê kêran. Piştre dan ber keviran, bi şûran dehfandin. Di dawiyê de ew girêdan û
di êgir de şewitandin. Bi vî awayî jiyana Dilsoz gihîşt dawiyê.

Di vê navê de min dît ku du siwarên hespan û erebeyek li pişt elaletê rawestan. Dijminên
Dilsoz ew kuştin û nekuştin, wan siwaran ew xist erebê û di riya herî nêzîk re di nav ewran re
bi dengê boriyan ew birin deriyê Bajarê Ezmanî.

Heçî Bawermend bû, careke din ew avêtin zîndanê û ew wextekê li wir ma. Lê belê ew
Xudanê ku her tişt di destê wî de ye, wusa kir ku Bawermend ji xezeba wan xilas bû û riya
xwe domand. Çaxê di rê de diçû, weha distrand:
Erê Dilsoz, te bi dilpakî şahidî kir ji bo Xudanê xwe.

39
Tê her û her dilşa bibî ji aliyê Xwedê ve.
Bistrîne, Dilsoz, bistrîne, bila navê te bijî,
Wan tu kuştibin jî, hê tu dijî.

Qonaxa heftan

Min di xewna xwe de dît ku Bawermend ne bi tenê diçû. Yekî ku navê wî Hêvîdar bû,
beşdarî wî bû. Çaxê Bawermend û Dilsoz di bazarê de bûn, Hêvîdar dît ku çawa êş û jan
ragirtin û çi gotin; bi vê yekê ew bû yekî hêvîdar. Wî ji Bawermend re got: «Ezê bibim
rêhevalê te» û bi wî re peymana biratiyê girêda. Bi vî awayî, wek ku xwîna şahidan her gav
bû tovê Mesîhîtiyê, ji sedema şahidiya yekî ku di ber rastiyê de miriye, yekî din derket û di
rêwîtiya Bawermend de jê re bû heval. Hêvîdar ji Bawermend re got ku hê gelek din ji xelkên
bazarê li derfetekê digeriyan, da ku li pey wan bên.

Ew ji bajêr derketin û piştî demekê gihîştin yekî ku navê wî Niyetxwehr bû û ji wî re gotin:


«Tu ji ku derê yî, mîrza? Di vê riyê de tê heta bi ku derê herî?»
Niyetxwehr got ku ew ji bajarê Xeberxweşê tê û diçe Bajarê Ezmanî. Lê belê navê xwe ji
wan re negot.
Bawermend got: «Tu ji bajarê Xeberxweşê têyî? Ma li wê derê qet tiştekî qenc tê dîtin?»
Niyetxwehr got: «Erê, ez wusa hêvî dikim.»
Bawermend got: «Ez lava dikim mîrza, navê te bi xêr ?»
Niyetxwehr got: «Ez ji we re xerîb im, hûn jî ji min re xerîb in. Eger hûn bi vê riyê ve
biçin, ez dixwazim bi we re bibim heval, lê eger hûn bi vê riyê ve neçin, naxwe ez ji riya xwe
razî me.»
Bawermend got: «Min li ser bajarê Xeberxweşê bihîstibû. Li gor ku tê bîra min, bajarekî
dewlemend e.»
Niyetxwehr got: «Erê, wusa ye. Hem li wê derê gelek mirovên min ên dewlemend jî hene.»
Bawermend got: «Eger tu destûrê bidî, ma ez dikarim bipirsim ku mirovên te yên li wir kî
û kî ne?»
Niyetxwehr got: «Hema bêje bajarok hemû mirovên min in! Lê bi taybetî bi rêz
Zivirîneko, Mîrza Badeko û bi rêz Xeberxweşo. Ji bilî van jî Zimanxweş Efendî, Durû
Efendî, û bi rêz Hertişto jî mirovên min in. Mizgînvanê civîna me, Efendî Dudevo jî birayê
diya min ê esîl e. Eger pêwist be ku ez ya rast ji we re bêjim, ez jî zilamekî esilzade û jêhatî
me, lê belê bapîrê min masîgirek bû ku li aliyekî dinêrî û bêrên xwe ji aliyê din ve lê dixistin.
Min jî pareke mezin a malê xwe di vê riyê de qezenc kiriye.»
Bawermend got: «Te jin aniye?»
Niyetxwehr got: «Erê, jina min jineke gelek hêjabilind e. Keça jineke bi namûs e, ew jî
keça sitiya Zarîvekerê ye, yanî ew ji malbateke gelek bi siyanet hatiye. Di mijara baweriyê
de, ji wanên gelek sofî ne, bi tenê di van herdu xalên biçûk de ferqa me heye:
Ya pêşî ev e: Ba ji kîjan aliyî ve lêxe û av bi kîjan aliyî ve here, em tu caran li hember
nasekinin.
Ya diduyan jî ev e: Çaxê bawermendî bi pêlava zêr rêve diçe, gelek li xweşê me diçe. Di
rojên xweş yên tav de, çaxê xelk ji wê re destên xwe li hev dixe, em gelek hez dikin ku bi wê
bawermendiyê re di kuçeyan de bigerin.»
Çaxê ku Bawermend ev gotinên ha dibihîstin, hevalê xwe Hêvîdar kişand aliyekê, got: «Di
gumana min de, ev ji bajarê Xeberxweşê tê, navê wî Niyetxwehr e. Eger ew be, bi rastî ew ji
hemû xelkên van deran hîlekartir e.»
Hêvîdar got: «Navê wî bipirse, ez guman dikim ku ewê ji me re bêje.»

40
Li ser vê yekê Bawermend careke din hat ba wî, got: «Mîrza, eger ez ne xelet bim, ez
guman dikim ku tu kî yî. Ma tu ne Niyetxwehr efendiyê ji bajarê Xeberxweşê yî?»
Niyetxwehr got: «Ev ne navê min e; yên ku çavnebariyê dibin min, ev navik li min kirine.
Lê belê beriya min, ev navik li zilamên din ên qenc hatiye kirin û ka çawa wan sebir kiriye,
divê ez jî vê yekê sebir bikim.»
Bawermend got: «Zehf qenc e, lê sedema ku wan ev nav li te kiriye, ma ne tu bi xwe yî?»
Niyetxwehr got: «Qet! Qet! Sedem ne ez im, sedema ku ev nav li min kirine, ev e ku her çi
bibe bila bibe, ez li gor çax diçim; û ji min re li hev tê ku ez biryarên xweşkeys bidim û jê
îstifade bikim. Madem ku ji vê sedemê ev nav li min hatiye kirin, ez vê ji xwe re giramî hesab
dikim. Lê belê ev ên ku ew bi xwe jî mirovên xerab in, bila vê bêbextiyê nexin stûyê min.»
Bawermend got: «Bi rastî min guman kiribû ew zilamê ku min li ser wî bihîstibû, tu yî.
Eger ez fikra xwe jî bi eşkereyî bêjim, ez ditirsim ku ev nav, ji wan tiştên ku tu li ser xwe didî
pêş, hê bêtir li te tê.»
Niyetxwehr got: «Ez çi bikim! Eger hûn bixwazin weha bifikirin, ez nikarim tiştekî li
hember vê yekê bikim. Dîsa jî, eger destûra we hebe ku hê ez bi we re bêm, hûnê bibînin ku
ez çi hevalekî qenc im.»
Bawermend got: «Eger tu bixwazî bi me re bêyî, divê tu li hember ba û li hember ava ku
her gav bi aliyekî ve diçe, bisekinî. Li gor ku ez fêm dikim jî, ev qet ne bi dilê te ye. Hem jî
divê tu bawermendiyê ne tenê bi pêlava zîv, lê belê bi rewşa wê ya belengaz ve jî qebûl bikî.
Hem çaxê ku di kuçeyan de mirov pesnê te dikin û hem jî çaxê ku tu bi zincîran bêyî girêdan,
divê tu wusa baweriya xwe biparêzî.»
Niyetxwehr got: «Ne hûn dikarin hukumdariyê li baweriya min bikin û ne jî hûn dikarin
fikrên xwe bi min bidin qebûlkirin. Bihêlin ku ez li gor azadiya xwe bikim û di rê de bi we re
bidomînim.»
Bawermend got: «Bi rastî, tu wek me nekî, tu nikarî gaveke din bi me re bavêjî!»
Niyetxwehr got: «Adet û bîr û baweriya min hem bêzirar in, hem jî bikêr in; ji ber vê yekê
tu caran ez nikarim dev ji wan berdim. Eger ez nikarim bi we re bêm, ezê riya xwe bi serê
xwe bidomînim, heta ku hin hevalên din bigihîjin min.»

Piştre min di xewna xwe de dît ku Bawermend û Hêvîdar, Niyetxwehr hiştin di halê wî de
û pêşve çûn. Wan riya xwe domand û ew hatin ser çemekî xweş; Dawid pêxember jê re digot
«çemê Xudan»1 û Yûhennayê Şandî digot: «Çemê Ava Jiyanê.»2 Riya wan ber bi lêva çemê
jiyanê ve dirêj dibû. Bawermend û hevalê wî bi şahî li vê derê rêve çûn. Ji ava vî çemî jî
vexwarin û ew av ji ruhê wan ê westayî re xweş û jîndarker bû. Li herdu aliyên çem jî darên
şîn hebûn; wan her cûreyên fêkî didan û pelçimên wan ji bo her cûreyê nexweşiyê wek
derman dihatin bikaranîn. Bawermend û Hêvîdar ji fêkî û pelçimên van daran xwarin.
Li herdu aliyên çem mêrgek hebû; ew bi kulîlkan hatibû xemilandin û tevahiya salê
şînayiya xwe diparast. Bawermend û Hêvîdar di vê mêrgê de bi xew ve çûn, çimkî li vê derê
dikaribûn bi ewledarî razan.3 Çaxê hişyar bûn, wan dîsa ji daran fêkî kom kirin û ji ava çêm
vexwarin û dîsa xwe dirêj kirin razan. Gelek rojan wusa kirin.
Êdî çaxê amade bûn ku rêwîtiya xwe bidomînin, dîsa piştî ku xwarin û vexwarin, dest bi
rêwîtiya xwe kirin.

Min dît ku piştî ew piçekê bi riya xwe ve çûn riya wan û çemê avê ji bo demekê ji hevdû
veqetiya. Ji bo vê yekê wan herduyan gelek xem xwar. Lê belê dîsa jî cesaret nekirin ku ji rê
derkevin. Ew riya ku ji çêm veqetiya varî bû. Çaxê di rê de diçûn, cesareta rêwiyan şkestibû,
ji ber ku lingên wan kul bûbûn. Ji ber vê yekê hem rêve diçûn, hem jî li hêviya serastbûna rê

1
Zebûr 65:9
2
Peyxama Yûhenna 22:1
3
Zebûr 23:2; Îşaya 14:30

41
disekinîn. Picekê pêşvetir, di aliyê rê yê çepê de mêrgek hebû. Ji bo çûna wir jî derbasokek
hebû. Navê vê mêrgê Mêrga Rêkurtkê bû.
Bawermend li hevalê xwe zivirî got: «Eger di hemû domahiya riya me de mêrg be, were
em derbasî wê derê bibin» û ket derbasokê, ku lê binêre. Li aliyê sêncê yê din şivîleyek dît ku
ber bi tevahiya rê ve dirêj dibû.
Bawermend got: «Tam wek ku min dixwest. Va ye, riya herî rihet ev e. Were, birayê min
Hêvîdar, em derbasî wî aliyî bibin.»
Hêvîdar got: «Eger ev şivîle me ji rê derxe, wê çawa çêbe?»
Bawermend got: «Qet wusa xuya nabe, binêre ma heta rê heye naçe?»
Bi vî awayî Hêvîdar ji gotina hevalê xwe bawer kir û li pey wî ji derbasokê bihûrî. Çaxê
derketin ser şivîlê, dîtin ku ji lingên wan re gelek rihet e. Di pêşiya wan de jî zilamek di eynî
riyê de diçû. Navê vî zilamî Ewledariya Pûç bû. Wan di pey wî de dengê xwe hilda, pirsîn ku
ev rê diçe ku derê. Wî bersîv da, got ku diçe deriyê Bajarê Ezmanî.
Bawermend got: «Binêre, ma min ji te re negot? Divê tu bi vê yekê bizanî ku em rast in.»

Bi vî awayî ew zilam di pêşiyê de diçû, ew jî li pey wî diçûn. Lê belê piştî ne bi gelekê bû


şev. Derdor ket bin tariya gelek reş. Bi vî awayî yên ku li pey dihatin yê di pêşiyê de diçû
windakirin.
Ewledariya Pûç ê ku di pêşiyê de diçû, riya li pêşiya xwe nedît û ket wê çala kûr a ku ji
aliyê xwediyê wî cihî ve ji bo ehmeqên qure hatibû kolan û ew li wê derê bû parçe parçe.1
Bawermend û hevalê xwe ketina wî bihîstin. Wan dengê xwe hilda ku fêm bikin çi çêbû, lê
tu kesî bersîv neda. Bi tenê dengê nalnalê bihîstin.
Li ser vê yekê Hêvîdar got: «Niha em li ku derê ne?»
Hevalê wî Bawermend bersîva wî neda, ji ber ku ew ji rê derxistibû; ew zehf gelek xemgîn
bûbû. Piştî wê yekê baranê jî dest pê kir barî, bû xurxura ewran û di newala tirsehêz de
birûskan lê xist. Av jî rabû. Çaxê wan ev yek dît, Hêvîdar got: «Ax xwezî ez bimama di riya
xwe de!» û kûr kûr nalî.
Bawermend got: «Ma kê dikaribû bifikire ku ev şivîle wê me ji riya me derxe?»
Hêvîdar got: «Hê di serê pêşî de ez ji vê tirsiyam; ji lewre min hêdîka tu hişyar kirî. Min
dikaribû ku ez bi gotineke zelaltir ji te re bêjim, lê ji ber ku tu ji min meztir î, min negot.»
Bawermend got: «Birayê min ê delal, neenire. Ez gelek xemê dixwim ku min tu ji rê
derxistî û tu xistî talûkeyeke weha mezin. Ez lavan ji te dikim, birayê min, li min bibihûre.
Min ev yek ne bi nêta xerab kir.»
Hêvîdar got: «Rihet be, hevalê min; ez li te bihûrtim û ez bawer dikim ku ev wê ji bo
qenciya me çêbe.»
Bawermend got: «Ez şa dibim ku birayekî dilbirehm bi min re ye, lê belê em qet li vê derê
nesekinin. Em careke din li ber xwe bidin ku em bi şûn de vegerin.»
Hêvîdar got: «Erê, birayê min ê hêja, bihêle ku ez di pêşiyê de herim.»
Bawermend bersîv da, got: «Nexêr, ji kerema xwe bihêle ku ez di pêşiyê de herim. Eger
talûkeyek hebe, bila pêşî ez bikevimê, çimkî li ser rûyê min em herdu jî ji riya xwe
derketine.»
Hêvîdar got: «Nexêr, tu di pêşiyê de naçî. Çimkî ji sedema vê bûyerê tu di fikra xwe de
reht bûyî, tu dikarî careke din rê winda bikî.»
Di wî çaxî de dengek bihîstin; yekî, ji bo ku cesaretê bide wan, got: «Dilê xwe bixe ser riya
mezin, bixe ser riya ku tu pê ve çûbûyî. Şûn de vegere!»2
Lê belê di vê navê de av gelek rabûbû û gelek talûke bû ku ew şûn de vegerin. (Hingê min
fêm kir ku derketina ji rê ji şûndevegerînê hêsanîtir e.)
Dîsa jî wan qîma xwe anî ku şûn de vegerin. Lê belê derdor ewqas tarî bû, av jî ewqas
rabûbû ku di riya xwe de neh deh caran ketin talûkeya xeniqandinê.
1
Îşaya 9:16
2
Yêremya 31:21

42
Li ser hemû xîret û berxwedana wan, dîsa jî ew, wê şevê negihîştin wê derbasoka ku tê re
varî bûbûn. Di dawiyê de xwe xistin bin nivaneke biçûk heta li wan bû sibeh. Lê belê ji ber ku
ew gelek westiya bûn, bi xew ve çûn.

Piçekê ji wê dera ku lê razabûn wêvetir, Kelha Şikê hebû. Ew kelh malê Dêw Bêçareyo bû.
Yanî Bawermend û Hêvîdar di erdê vî dêwî de radizan. Ew dêw sibehan zû radibû û li nav
zeviyên xwe li vî aliyî û li wî aliyî digeriya û Bawermend û Hêvîdar di nav zeviyên xwe de
razayî girtin. Bi dengekî hişk û zirr emir li wan kir ku hişyar bibin. Piştre ji wan pirsî ku ew ji
ku ve tên û di nav erdên wî de çi dikin.
Bawermend û hevalê xwe gotin: «Em rêwiyên Bajarê Ezmanî ne û me riya xwe winda
kiriye.»
Li ser vê yekê dêw got: «Îşev we êrîş ajotiye ser min! Hûn ketine nav erdên min û hûn di
nav wan de razane! Ji bo vê yekê divê hûn bi min re bên.»
Ji ber ku dêw ji wan hêzdartir bû, mecbûr bûn ku bi wî re herin. Ji ber ku dizanibûn jî ew
sûcdar in, nikaribûn gotinekê bibînin ku bêjin. Bi vî awayî dêw ew dan pêşiya xwe, birin û di
kelha xwe de ew xistin zîndaneke gelek tarî; zîndan sifto bû û bîhneke gelek pîs jê dihat. Li vê
derê pariyek nan nexistin devê xwe, dilopek av venexwarin, ronahî nedîtin û kesek peyda
nekirin ku li halê wan bipirse; ew ji sibeha roja Çarşemê û heta şeva Roja Şemiyê li wê derê
razan. Li wir di halekî xerab de, ji dost û nasên xwe man dûr.1 Li vê derê du qet xemgîniya
Bawermend hebû, ji ber ku ji sedema bêaqiliya wî, ew ketibûn wê felaketê.

Jina Dêw Bêçareyo hebû, navê wê Bêewledarê bû. Çaxê dêw ji bo razanê çû, ji wê re got
ku çi kiriye, yanî çawa du êxsîr girtine û ji bo ku wan êrîş ajotine ser erdên wî, ew avêtine
zîndanê. Piştre ji wê re got ku hê çi din wê qenc be ku bi wan bike. Jinikê jî pirs kir ku ew çi
karî dikin, ji ku derê tên. Wî jî ji wê re got.
Hingê jina wî şîret li wî kir got: Sibehî çaxê tu rabî, bi dilekî bêrehm li wan bixe.»
Dêw jî çaxê rabû şivdarekî guhîjsorkê peyda kir û sererast daket zîndanê. Ji devê wan qet
gotineke tehl nebihîstibû jî, dîsa jî wek ku ew kûçik bûn pêşî qenc li wan hilat. Piştre xwe avêt
ser wan, bi awayekî tirsehêz ew hingavtin, heta ku êdî wan nikaribû bilebitin. Piştî vê yekê
dev ji wan berda, çû û wî ew li wê derê di nav êş û janan de hiştin ku ew bigirîn û li ser
rebeniya xwe xemgîn bibin.
Bi vî awayî roja xwe hemû bi axîn, êş û jan û bi nalîn û kalînê derbas kirin. Dotira şevê jî
jina dêw bi wî re peyivî û çaxê hîn bû ku hê ew sax in, şîret li mêrê xwe kir ku ji wan re bêje,
çêtir e ku ew xwe bi xwe bikujin.

Çaxê bû sibeh, dêw wek cara pêşî dîsa çû ba wan û çaxê dît ku ji ber birînên xwe dinalîn, ji
wan re got: «Îmkana we tune ku hûn ji vir derkevin, ji lewre zû xwe bi kêrê, an bi şerîtê, an jî
bi jehrê bikujin, çimkî ji vê pê ve tu çareya we tune. Ma çima hûnê jiyaneke tije êş û elem ji
xwe re bibijêrin?»
Lê belê wan hêvî ji wî kir ku wan serbest berde. Li ser vê yekê dêw bi çavek xerab li wan
nêrî, cardî êrîş ajot ser wan û eger wê gavê bi wê atiya ku carnan dihat ser wî nehatibûya
girtin (çimkî çaxê dinya tav bûya, carnan atiya wî dihat) bê guman wê ew bi destên xwe
bikuştana. Ji sedema vê dilbûrînê, demekê nikaribû destên xwe bi kar bîne. Loma wî dev ji
wan berda, da ku li ser halê xwe bifikirin Wan jî dest pê kir bi hev re peyivîn ka çêtir e ku
şîretên dêw qebûl bikin, an na.
Bawermend got: «Birayê delal, emê çi bikin? Ev jiyana ku niha em dijîn, êdî ne tu jiyan e.
Tu ji min bipirsî, bi rastî ez nizanim ev jiyana ha ji mirinê çêtir e, an na. Canê min hê bêtir
qîma xwe bi mirinê tîne. Gor ji min re ji vê zîndanê hê rihetir tê.2 An tu dixwazî ku em bibin
xulamên vî dêwî?»
1
Zebûr 88:18
2
Eyûb 7:15

43
Hêvîdar got: «Bi rastî halê me gelek xerab e! Eger jiyana me weha be, ez ji mêj ve bi
mirinê razî me. Lê belê divê em qenc bifikirin! Padîşahê wî welatê ku em diçinê got:
‹Nekuje!› Li gor vî emrî, divê mirov dev ji kuştina yekî din berde; hê çiqas bêtir qedexe ye ku
em xwe bi xwe bikujin. Hem jî tu li ser rihetiya gorê dibêjî, birayê min. Lê belê ma tu ji bîr
dikî, cihê ku mêrkuj herinê eseh dojeh e?
Çimkî hatiye nivîsandin ‹Jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune›. Divê em ji bîr nekin jî ku
hemû hukum û edalet ne di destê Dêw Bêçareyo de ye!
Li gor ku min fêm kiriye, hinên din jî ketibûn nav dest û lepên wî, lê belê dîsa dikaribûn ku
xwe ji nav dest û lepên wî derînin. Kî dizane, belkî Xudanê ku ev dinya afirandiye, wê Dêw
Bêçareyo bikuje? Belkî jî rojekê Dêw Bêçareyo ji bîr bike ku dêrî li ber me mifte bike, an
rojekê li vê derê hê ew li ba me, dîsa bi atiyê bikeve û dest û lingên wî neyên bikaranîn? Eger
tiştekî weha bibe, ez bi xwe heta ji min bê ezê bi hemû hêza xwe bixebitim, ku ez ji destê wî
xilas bibim. Ez bêaqil bûm ku min ji pêşî ve hemû qeweta xwe bi kar neanî ku ez xilas bibim!
Loma, çi bibe bila bibe, em sebir bikin, em hê piçek din piyên xwe bidin erdê. Ew kêlîka
bextewar a ku azadiya me bide me, dikare zû bê. Lê belê em qet nebin xwekuj.»

Hêvîdar bi van gotinên xwe, ji bo demekê be jî, fikra birayê xwe piçekê sekinand. Bi vî
awayî tevahiya rojê di tariyê de, di rewşa xemgîn û xemdar de wextê xwe derbas kirin.
Ber êvarê dêw careke din daket çû zîndanê, da ku bibîne ka girtiyan li gor şîretên wî kirine,
an na. Li wê derê wî dît ku ew sax in û guh nedane şîreta wî; bi ser ku ew ewqas tî û birçî bûn
û birîndar bûn jî, lê dîsa ew jîndar bûn û hê dikaribûn nefesê bistînin. Hingê dêw bi xezebeke
tirsdar tije bû, got: «Ezê we poşman bikim ku hûn hatine ser dinyayê.»

Li ser vê peyvê ew herdu bi zêdehî lerizîn. Çaxê piçekê hişê Bawermend hat serê wî,
careke din li ser şîreta dêw dest bi peyivînê kirin, ma ew li gor şîreta wî bikin, an nekin.
Bawermend dîsa fikirî ku vê şîretê qebûl bike, lê belê Hêvîdar jê re got:
«Bira, ma tu ji bîr dikî ku heta niha cesareta te çiqas mezin bû? Ne Apoliyon, ne jî ew
hemû tiştên ku te di Geliyê Siya Mirinê de dîtin, nikaribûn te bindest bikin! Heta vê kêlîkê tu
di çi cûreyên zehmet re derbas bûyî! Lê belê niha, hema bi carekê tu ditirsî! Ez jî bi te re di vê
zîndanê de me û ez gelek ji te zeîftir im. Vî dêwî ez jî wek te birîndar kirim. Wek ku bi te
kiriye, nan û ava min jî biriye. Ez jî wek te di tariyê de xemgîn dibim. Em hinekî din sebir
bikin. Bîne bîra xwe ku te di Bazara Pûçîtiyê de çiqas bi mêrxasî hewl da; tu ji zincîran, ji
rikehan, heta ji mirinê jî tu netirsiyayî! Ji bo vê yekê heta ji me bê, em sebir bikin û piyên xwe
bidin erdê.»
Dîsa bû şev. Çaxê dêw û jina xwe ketin nav nivînan, jina wî ji wî pirsî ka girtiyan li gor
şîreta wî kiriye, an na. Wî bersîva wê da, got: «Evên ha herifên rikdar in. Ji dêla ku ew xwe bi
xwe bikujin, ew qîma xwe bi hemû cefayan tînin.»
Jina wî got: «Madem ku wusa ye, sibê wan bibe hewşa kelhê, hestî û kuloxên serê wan ên
ku ji berî wan te ew kuştine, nîşanî wan bide. Bi wan bide bawerkirin ku heta heftiyek din, tê
wan jî wek wan hevalên wan ên din bikî parçe parçe.»
Li ser vê yekê çaxê bû sibeh, dêw careke din çû ba wan. Wek ku jina wî gotibû, ew birin
hewşa kelhê. Wî ew hestiyên miriyan nîşanî wan da û got: «Evên ha jî demekê wek we
rêwiyên Bajarê Ezmanî bûn. Wek we êrîş ajotibûn ser erdên min. Binêrin, çaxê dilê min
xwest, min ew weha kirin parçe parçe. Di nav deh rojan de ezê bi we jî weha bikim» û got:
«Hadê, dakevin, herin zîndana xwe!» û heta gihîştin zîndanê li wan xist.
Bi vî awayî wek carên pêşî, roja Şemiyê di rewşeke xemdar de bûrandin. Çaxê bû şev
sitiya Bêewlehdarî û mêrê wê dêw, dema ketin nav nivînan, dîsa dest pê kirin li ser girtiyan
peyivîn. Dêwê tecrûbekar şaş dima ku ne lêdan, ne jî şîretan baweriya wan diani, ku dawiyê li
jiyana xwe bînin. Li ser vê yekê jina wî got: «Ez ditirsim, ew hêvîdar bin ku yek bê, wan xilas

44
bike û bi vê hêviyê ew dijîn. An jî di destê wan de haletek heye ku dixwazin bi wî kilîtê vekin,
xilas bibin.»
Dêw got: «Jinika min, madem ku tu weha dibêjî, sibehî ezê lê digerim.»
Yên girtî roja Şemiyê li dor nîvê şevê dest bi duakirinê kirin û hema bêje heta sibehî
domandin. Ji berî roj derkeve ne bi gelekê, Bawermendê reben di halekî nîv şaşbûyî de bi
xwîngermî weha got: «Ez çi zilamekî bêfêm im! Diviyabû ku ez serbest bigeriyam, lê ez di vê
zîndana bîhnpêketî de radizim! Di paşila min de mifteyek heye ku ji wê re «soz» tê gotin, ez
bawer dikim ku ew dikare hemû kilîtên Kelha Şikê veke.»
Hêvîdar got: «Ev gotineke qenc e, birayê delal! Hema wê ji piziya xwe derîne û
biceribîne!»
Hingê Bawermend di cih de mifte ji paşila xwe deranî, xebitî ku kilîta zîndanê veke. Çaxê
mifte bada, di cih de şûpikê kilîtê ket. Derî jî bi hêsanî vebû û Bawermend û Hêvîdar derketin
derve. Ew çûn wî deriyê kelhê yê ku diçû hewşê û bi miftê ew jî vekirin. Piştre çûn dergehê
hesin; her çiqas kilîta vî deriyî zehmet deranîbe jî, di dawiyê de bi eynî miftê vebû. Çaxê derî
heta bi binî dehfandin vekirin, weha kir zîqên ku Dêw Bêçareyo hişyar bû. Zû xwest ku rabe
da ku bikeve pey girtiyan, lê belê dîsa atiya wî ew girt û wî nikaribû bikeve pey wan. Bi vî
awayî Bawermend û Hêvîdar derketin ser riya Padîşah û êdî ji hukumdariya dêw xilas bûn.
Piştî ku ji derbasokê derbas bûn, fikirîn û bi hev re peyivîn ka divê ew çi bikin ku wan
rêwiyên ku li pey wan bên biparêzin, da ku nekevin destê Dêw Bêçareyo. Wan biryar dan ku
li wê derê rotikekê biçikilînin û li ser wî, vê hevokê bikolin: «Ev derbasok diçe Kelha Şikê
ya ku di nav erdê Dêw Bêçareyo de ye. Dêw Bêçareyo Padîşahê Bajarê Ezmanî kêm
dibîne û dixwaze rêwiyên pîroz helak bike!»
Bi vî awayî gelek ji wanên ku piştî wan hatin, ev xwendin û ji wê talûkê xilas bûn.

Qonaxa heştan

Wan bi hev re riya xwe domand û gihîştin Çiyayên Dilgeşiyê ku xwediyê wan, Xudan e.
Ew derketin serê çiyan, da ku seyra darist, baxçe, rez û bîr û kaniyên bi kulîlk bikin. Li wê
derê ji kaniyan av vexwarin, xwe şuştin û ji rezan jî wek ku dixwestin bê pere tirî xwarin.
Li serê van çiyan şivan hebûn ku keriyên xwe diçêrandin. Ew li tenişta rê disekinîn. Rêwî
çûn ba wan û wek rêwiyên westiyayî, çaxê bi yekî li tenişta rê rawestayî re dipeyivin kirin,
pala xwe dan şivdarên xwe û pirsîn: «Ev Çiyayên Dilgeşiyê û ev miyên ku li ser van çiyan
diçêrin, yên kî ne?»
Şivanan got: «Ev çiyayên ha yên Îmanûêl in û ji vir bajarê wî tê dîtin. Ev miyên ha jî yên
wî ne. Wî di ber van miyan de jiyana xwe daye.»1
Bawermend got: «Riya Bajarê Ezmanî ev e?»
Şivanan got: «Tam tu di riya wî de yî!»
Bawermend got: «Çiqas ji vir dûr e?»
Şivanan got: «Bi rastî ji yên ku diçin wir pê ve, ji yên din gelek dûr e.»
Bawermend got: «Rê çawa ye? Ewledar e, an talûke ye?»
Şivanan got: «Ji bo wan ên ku lazim e ji wan re bê talûke be, rê ewledar e, lê belê yên
neguhdar wê di wê riyê de bikevin.»2
Bawermend pirsî: «Li vir ji bo rêwiyên westiyayî û bêhêz cihekî bîhnvekirinê heye?
Şivanan got: «Xudanê van çiyan emir li me kiriye ku em ji bo xerîban mêvandar bin.3 Ji bo
vê yekê bereketên vir hemû ji bo we ne.»

1
Yûhenna 10:11.15
2
Hoşêya 14:9
3
Îbranî 13:2

45
Dîsa min di xewna xwe de dît ku şivanan ji wan pirsî: «Hûn ji ku derê tên? We ev rê çawa
dît? Ji wan ên ku dixwazin bên vir, gelek hindik dikarin lingên xwe bavêjin ser van çiyan; dîsa
jî çawa we dikaribû heta bi vir di vê riyê de nelebte bisekinin?»
Û hê gelek pirsên din wek van ji wan pirsîn. Wek ku li cihên din kirin, li vir jî bersîva wan
dan û şivan gelek memnûn bûn. Bi hezkirinê li wan nêrîn, gotin: «Hûn bi xêr hatin Çiyayên
Dilgeşiyê.»

Şivanên ku navên wan Zanastî, Tecrûbekar, Hişyar û Sergiran bûn, destê wan girtin, ew
birin bin çadirên xwe û ji wan xwarinên hazir dan wan. Ji wan re gotin: «Em dixwazin hûn hê
bêtir xwe bi me bidin naskirin, me nas bikin û bi bereketên van Çiyayên Dilgeşiyê xwe dilgeş
bikin.»
Ew jî razî bûn ku li wir bimînin. Bi vî awayî ji bo ku şev êdî pêşve çûbû, çûn nav cihên
xwe ku rihet bibin.
Sibehî şivanan gazî Bawermend û Hêvîdar kirin, da ku bi hev re li çiyan bigerin. Ew bi
wan re derketin û li hawirdor li pêşdariyên spehî nêrîn û hinekî geriyan. Piştre şivanan ji hev
re got: «Ma em hin tiştên newaze nîşanî rêwiyan bidin?»
Piştî biryar dan ku nîşanî wan bidin, pêşî ew birin serê çiyayekî ku rexê wî yê din
kendalekî asê bû; navê wî kendalî Xelet bû. Şivanan ji wan re gotin ku li jêr, li binê kendêl
binêrin. Bawermend û Hêvîdar li jêr çend kesên ku ji serê kendêl ketibûn û bûbûn parçe parçe
dîtin.
Bawermend got: «Ev çi ye?»
Şivanan got: «Ma we qet li ser wan ên ku li ser vejîna bedenê û li ser baweriyê guhdariya
Hîmenayos û Filîtos 1 kirin û ketin ser riya xelet nebihîstiye?»
Bawermend got: «Erê, me bihîst.»
Şivanan got: «Ev ên ku di binê vî çiyayî de bûne parçe parçe û mirine, ew bi xwe ne. Wek
ku hûn dibînin, evên ha heta îro nehatine veşartin, da ku ji yên din re bibin mînak, da ku ew
xwe gelek bilind nekin û gelek neyên nêzîkî tenişta vî çiyayî.
Piştre min dît ku ew birin çiyayê ku navê wî Agahî (yanî Pêhesîn) bû û ji wan re gotin ku
gelek li dûr binêrin. Çaxê wan nêrî, dîtin ku hin mirov di nav wan gorên ku li wê derê bûn de,
li vî aliyî û li wî aliyî digeriyan. Fêm kirin ku evên ha kor bûn. Çimkî carnan lingên wan li
goran diterqilîn, diketin û bi tu awayî nikaribûn ji nav goran derkevin. Bawermend pirsî ku ev
çi ne.
Şivanan got: «Ma we ji vî çiyayî piçekê jêrtir derbasokek nedît? Ew di milê rê yê çepê re
diçe mêrgekê.
Bawermend got: «Erê, me dît.»
Şivanan got: «Ji wê derbasokê, şivîleyek, rast diçe wê kelha ku di destê Dêw Bêçareyo de
ye. Evên ha yên di nav goran de demekê wek we rêwiyên Bajarê Ezmanî bûn. Tam heta bi
derbasokê hatibûn. Lê belê ji ber ku riya rast li vê derê asê bû, ji rê varî bûn, ketin nav mêrgê.
Li wê derê ji aliyê Dêw Bêçareyo ve hatibûn girtin û hatibûn avêtin nav Kelha Şikê. Ew
demekê li wir di zîndanê de man û di dawiyê de Dêw çavên wan kor kir û ew anîn, berdan
nav van goran. Heta îro bi vî awayî li wan deran li hev diherbilin. Bi vî awayî ew gotina ku
zilamê şehreza gotiye, hat cihê xwe: ‹Yê ku ji riya fêmdariyê varî dibe, di civata miriyan de
dimîne.›»2
Hingê Bawermend û Hêvîdar li hevdû nêrîn û çavên wan bi hêstiran tije bûn. Lê belê ji
şivanan re tiştek negotin.
Piştre şivanan ew birin geliyekî kûr û min dît ku li wê derê di singê gir de deriyek hebû.
Wan derî vekir û ji Bawermend û Hêvîdar re gotin ku li hundir binêrin. Li hundir gelek tarî bû
û bi dû û dûman bû. Wan dengek jî bihîst, wek gurgura êgir û qîrqîra hinekên ku cefa û ezab
dikişandin bihîstin. Hem jî bîhna kewkurtê dihat.
1
Tîmotêyos II, 2:17-18
2
Gotinên Silêman 21:16

46
Bawermend got: «Ma mana vê çi ye?»
Şivanan got: «Ev, riya tariyê ye ya ku diçe dojehê; yên durû dikevin tê de, yanî ew ên ku bi
Esaw 1 re heqê nixurîtiya xwe û bi Cihûda 2 re Mîrzayên xwe firotine, yên ku bi Skender 3 re
çêrî Încîlê kirine û bi Hananya û jina wî Saferyayê 4 re bi derew gotine û durûtî kirine.»
Hêvîdar ji şivanan re got: «Ez dibînim ku evên ha hemû wek me bûn, yanî rêwiyên Bajarê
Ezmanî bûn, ma ne wusa ye?»
Şivanan got: «Erê, hem jî demeke dirêj ev nav li ser wan ma.»
Hêvîdar got: «Heta ku weha bi halekî reben hatin avêtin nav dojehê, di rêwîtiyê de
gihîştibûn heta bi ku derê?
Şivan got: «Hin ji wan, ji van çiyan hê pêşvetir çûn, lê hin ji wan jî negihîştin vir.»
Li ser vê yekê rêwiyan ji hev re got: «Çiqas divê ku em lavan ji Karîndarê her tiştî bikin ku
qewetê bide me.»
Şivanan bersîv da: «Erê, hem jî piştî hûn wê qewetê bistînin, ewê ji we re lazim be!»
Êdî rêwiyan dixwest ku bi riya xwe ve herin. Şivanan jî dixwest ku ew bidomînin. Bi vî
awayî heta bi dawiya çiyan bi hev re çûn. Li vê derê şivanan ji hev re got: «Dûrbînên me
hene, eger hûn bixwazin, emê deriyên Bajarê Ezmanî nîşanî we bidin.»
Rêwiyan ev yek bi şahî qebûl kir. Li ser vê yekê şivanan ew birin serê çiyayekî bilind ku
navê wî Zelal bû. Dûrbînên xwe dan wan, da ku binêrin. Bawermend û Hêvîdar xebitîn ku
binêrin. Lê belê ji ber ku ew tiştên ku şivanan nîşanî wan dabûn dihatin bîra wan, destên wan
dilerizîn û nikaribûn bi awayekî nelebte bi dûrbînan binêrin. Dîsa jî guman kirin ku tiştekî
mîna dergeh û parçeyek ji rûmeta wê derê dîtin. Piştre ji wê derê veqetiyan, ketin ser riya xwe
û yekî ji şivanan rê bi wan da zanîn. Yekî din, ji wan re got ku xwe ji Zimanhilo biparêzin. Yê
sisiyan, ew şîret kirin ku hay ji xwe hebin di Cihê Bi Sihir de nenivin. Yê caran jî got:
«Xwedê alîkariya we bike!» Bi vî awayî êdî ez hişyar bûm.

Qonaxa nehan

Min di xewna xwe de dît ku ew herdu rêwiyên Bajarê Ezmanî ketibûn ser riya xwe, ji çiyê
daketin û ber bi bajêr ve diçûn. Piçekê ji van çiyan jêrtir li aliyê çepê welatek hebû, navê wî
Serxweçûyî bû. Ji vî welatî kuçeyeke biçûk a xwehr û mehr derdikeve ser wê riya ku rêwî pê
ve diçin. Li vê derê, rastî xortekî jêhatî û çeleng ê ku ji wî welatî dihat, hatin. Navê wî Xeşîmî
bû. Bawermend ji wî pirsî ku ew ji kîjan aliyî ve tê û bi ku ve diçe.
Xeşîmî got: «Ez di vî welatî de hatime dinyayê û ez diçim Bajarê Ezmanî.»
Bawermend bersîv da, got: «Qenc e, lê belê ma tu difikirî ku tê çawa di dêrî re bikevî
hundir? Çimkî dibe ku li wê derê hin asteng derkevin pêşiya te.»
Xeşîmî got: «Wek ku ew mirovên din ên qenc derbas dibin, ez jî, ezê derbas bibim.»
Bawermend got: «Ji bo ku derî ji te re bê vekirin, tiştek heye ku tu li wê derê nîşanî wan
bidî?»
Xeşîmî got: «Ez daxwaza Xudanê xwe dizanim. Hem jî ez jiyaneke qenc dijîm. Ez heqê
her kesî didim, ez dua dikim û rojiyê digirim. Ez dehyeka malê xwe didim û xêr û xêratan
dikim. Di ber wî bajarê ku ez diçimê de, min dev ji cih û cihwarê xwe jî berdaye.»
Bawermend got: «Lê belê tu di deriyê teng re derbas nebûyî. Ji bo vê yekê tu li ser xwe çi
bifikirî, bila bifikire, lê ez ditirsim ku çaxê Roja Hesabdanê bê, di cihê ku destûra te bidin ku
tu bikevî nav bajêr, tê yekî sûcdar, diz û rêbir bêyî dîtin.»
Xeşîmî got: «Mîrzayên delal, ez we nas nakim. Hûn bi baweriya welatê xwe kêfxweş
bibin. Heçî ez im, ezê bikevim pey baweriya xwe. Ez hêvî dikim ku her tişt wê qenc çêbe.

1
Destpêkirin 25:29-34
2
Lûqa 22:47-53
3
Tîmotêyos I, 1:20; Tîmotêyos II, 4:14
4
Karên Şandiyan 5:1-11

47
Heçî ew derî ye ku hûn li ser dipeyivin, her kes dizane ku ew ji welatê me gelek dûr e. Hem
ez qet guman nakim ku xelkên li aliyê me, bi wê riyê bizanin. Hem jî xem tune, çimkî wek ku
hûn jî dibînin, ev riya ku ji welatê me rast û rast tê ser vê riyê, pir xweş û şîn e.»
Bawermend dît ku ev zilam di çavê xwe bi xwe de şehreza ye, wî devê xwe xist guhê
Hêvîdar, hêdîka jê re got: «Ji viyê ha zêdetir ji bo yê bêaqil hêvî heye.1 Tu çi dibêjî? Ma em
hê bi wî re bipeyivin, an em niha dev ji wî berdin, herin, da ku pêşî li ser tiştên ku heta niha
bihîstî bifikire. Piştî vê yekê em li hêviya wî bisekinin, da ku em fêm bikin, ka em dikarin ji
wî re qenciyekê bikin.»

Bi vî awayî ew herdu ji wî veqetiyan çûn. Piştî ku piçekê ji wî wêvetir çûn, ew ketin riyeke
gelek tarî. Li vê derê rastî zilamekî hatin ê ku ji aliyê heft ruhên xerab ve bi heft werîsên
qayîm hatibû girêdan. Ruhên xerab ev zilam ber bi wî deriyî ve ê ku wan di singê çiyê de
dîtibûn, dixişxişandin.2 Bawermend û Hêvîdar dest pê kirin, lerizîn. Çaxê ruhên xerab ew
zilam dibirin, Bawermend lê nêrî, da ku bibîne, ka wî nas dike, an na.
Wî guman kir ku ew zilam di bajarê Ji Baweriyê Vegerînê de rûdine, navê wî Zivronek bû.
Lê belê nikaribû rûyê wî qenc bibîne. Çimkî wek dizekî girtî, wî serê xwe nizim kiribû, dabû
ber xwe. Çaxê di pêşiya wan de dihat birin diçû, Hêvîdar bi şûn de nêrî û li ser pişta wî
kaxezek dît ku li ser weha nivîsandî bû: «Bawermendê derewîn û zivronekê ku diçe hukum.»
Hingê Bawermend ji hevalê xwe re got: «Min bihîstibû ku li van deran bûyerek hatibû serê
zilamekî qenc. Niha hat bîra min, navê zilam Kêmbawero bû. Lê belê zilamekî qenc bû û di
bajarê Semîmî de rûdinişt. Bûyer ev bû: Di serê rê de, ji Deriyê Fireh riyeke teng hebû ku
dihat ser vê riyê. Ji bo ku gelek caran di vê riyê de zilam hatibûn kuştin, navê Kuçeya
Miriyan li wê hatibû kirin. Ev Kêmbawero jî çaxê wek me rêwîtî dikir, bi rasthatinî li vê derê
rûnişt, pişt re di xew de ma. Hingê ji milê Deriyê Fireh ve sê rêbirên zordar hatin. Navên van
her sê birayan Bêewleh, Bêhinav û Sûc bûn. Çaxê ku Kêmbawero li wir dîtin, hema bi hev re
hatin ba wî. Tam di wê navê de zilamê reben hişyar bû, wê riya xwe bidomanda. Her siyan bi
carekê êrîş ajotin ser wî, bi zimanekî geflêxwer ji wî re gotin: ‹Rabe ser xwe!› Rengê
Kêmbawero wek kitan spî bû. Ne qeweta wî ma ku bi wan re şer bike, ne jî halê wî ma ku
bireve. Bêhinav jê re got: ‹Peran derxe!› Lê belê ji ber ku nexwest perên xwe winda bike,
kîsikê peran zû dernexist. Heçî Bêewleh bû, nêzîkî wî bû, destê xwe xist berîka wî, tûrikek zîv
derxist. Kêmbawero got: ‹Diz, diz!› û kir qîrîn. Li ser vê yekê Sûc, darê di destê xwe de bilind
kir, daweşand serê Kêmbawero û ew di nav xwînê de nîvkuştî di erdê re dirêj kir. Di dawiyê
de rêbiran bihîst ku yek di rê de tê. Ew ditirsiyan ku ev tam ew e yê ku navê wî Kerema
Mezin e; ew di bajarê Baweriyê de rûdine; loma ew bi lez reviyan û zilamê reben di halê wî
de hiştin. Piştî demekê hişê Kêmbawero hat serê wî, ew rabû ser lingan. Bi zikxişînekê
dixebitî ku riya xwe bidomîne. Erê, serhatî ev e.»
Hêvîdar pirsî: «Ma gelo her tiştên wî ji wî standibûn?»
Bawermend got: «Na, qet dest neavêtin wê dera ku dur tê de bûn. Bi vî awayî evên ha bi
wî re man. Lê belê li gor ku ji min re gotine, dizan hemû tiştên wî yê ku li xwe bimezaxtana,
ji wî dizîn; ji lewre zilamê reben gelek xemgîn bûbû. Wek ku min got tiştê ku nikaribûn
bistînin bi tenê durên wî bûn. Ji wî bi xwe re hinek pere jî mabûn ku di hemû gera wî de bi
tenê têra wî dikir. Eger tiştên ku min bihîstine ne xelet bin, ji bo ku abora xwe bike, mecbûr
bûbû ku parsê bike. Çimkî biryar dabû ku durên xwe nefiroşe. Lê belê pars kiriye û tiştê ku ji
destê wî hat kiriye, heta mecbûr maye ku di piraniya jiyana xwe ya mayî de bi zikê birçî rêve
here.3
Hêvîdar got: «Ma ne tiştekî ecêb e ku ew nameya ku destûrê dide ku ew derbasî Bajarê
Ezmanî bibe, ji wî nestandin?»

1
Gotinên Silêman 26:12
2
Metta 12:45; Gotinên Silêman 5:22
3
Petrûs I, 4:18

48
Bawermend got: «Erê, tiştekî ecêb e! Lê nestandina wê, ne ji jêhatiniya wî bû. Ji ber ku
çaxê wan êrîş ajotin ser wî, zilam ewqas şaş bûbû ku ne qeweta wî û ne jî hişê wî mabû ku wê
veşêre. Ji bo vê yekê, ji xîreta wî bêtir kerema Xwedê bû ku wan, ew nivîs ji wî nestandin.»1
Hêvîdar got: «Lê belê ev yeka ku durên wî jê nestandin, eseh ji wî re bû handan. Tiştekî
ecêb e ku di rêwîtiya xwe de mecbûr nebû ku parekê ji wan duran bifiroşe, an bixe gerewê, da
ku ji tengahiyan xilas bibe.»
Bawermend got: «Çawa wê bixe gerewê, an wê bifiroşe? Wî ew alîkariya ku ji erdê bihata,
nedixwest. Ji bilî vê yekê, çaxê bigihîşta deriyê Bajarê Ezmanî, durên wî ne bi wî re bûna, wê
ji mîrasa wê derê bêpar bimabûya. Wî jî ev yek qenc dizanibû û ev yek wê ji bo wî ji
birîndarkirina deh hezar rêbiran û şelandina wan, xerabtir bûya.»
Hêvîdar got: «Lê belê Bawermend, ez di dilê xwe de piştrast im ku ev her sê hevalên ha ji
mirovên tirsonek pê ve ne tiştek din in. Ma tu çi dibêjî? Hinekên din bûna, çaxê pê bihesan ku
yek tê, ma wê birevîna? Çima Kêmbawero piçek din cesaret nekir? Ez difikirim ku dikaribû li
hember wan bisekiniya û çaxê bimabûya bê çare, bila teslîm bibûya.»
Bawermend got: «Tu wek wan çîçikên ku nû ji hêkê derketine dipeyivî. Gelekan gotiye ku
ew her sê mirov tirsonek in. Lê belê di dema tecrûbê de, mirovên wek Kêmbawero jî, gelek
hindik ji wan li hember tecrûbê disekinin. Heçî ziravqayîmiya mezin e, ev bi Kêmbawero re
nebû. Birayê min, ji tiştê ku tu dibêjî jî, ez vê fêm dikim ku eger tu di cihê wî de bûyayî, piştî
ku tu piçekê li hember bisekiniyayî, tu jî, tê teslîm bibûyayî. Eger wek ku ji wî re xuya bûn, ji
te re jî xuya bibûna, ez bawer dikim ku wan wê tu jî bidayî fikirandin. Bîne bîra xwe ku ew
rêbirên hosta bûn. Ew xizmetê ji padîşahê dojehê re dikin. Eger lazim be, padîşahê wan ê ku
dengê wî wek humhuma şêr e, wê li hawara wan bê. Wek vî rebenê Kêmbawero, ez jî di
ceribandineke weha re derbas bûm û min dît ku ev tiştekî gelek tirsdar e. Van her sê şexsên
xayîn êrîşî min kirin. Çaxê ku ez wek yekî bawermend li dijî wan derketim, wan bi tenê dengê
xwe hildan û di cih de Mîrzayê wan hat. Wek ku gotina pêşiyan dibêje, êdî ez razî bûm ku
canê xwe bi qurûşekî bidim. Lê şikir ji Xwedê re, min xwe bi zirxê tecrûbê re pêçabû. Erê, ez
bi vî awayî çekdar bûm, lê dîsa jî min dît gelek zor e ku mirov bi mêranî bisekine.»
Hêvîdar got: «Qenc e, lê tu dibînî, çaxê ku wan bi tenê guman kir ku Kerema Mezin tê, ew
zû reviyane.»
Bawermend got: «Rast e, tenê bi xuyabûna Kerema Mezin gelek caran ew û Mîrzayê wan
reviyane. Lê belê divê em li vê şaş nebin. Çimkî Kerema Mezin mêrxasekî Padîşah e. Lê di
nav Kêmbawero û mêrxasê Padîşah de ferq heye. Hemû xulamên Padîşah ne mêrxasên Wî ne.
Ne jî çaxê bên ceribandin, wek wî di cengê de dikarin serfiraziyê bi dest xwe bixin. Hin mirov
bi qewet in, hin lewaz in, baweriya hinan mezin e, baweriya hinan hindik e. Ev zilam jî ji
lewazan bû, ji bo wê yekê bû bindest.»
Hêvîdar got: «Xwezî di cihê wî de Kerema Mezin li hember wan şer bikira!»
Bawermend bersîv da, got: «Eger ew bûya, ji bo wî jî wê zehmet bibûya. Rast e, Kerema
Mezin, di karanîna çekên xwe de tiştek ecêb e û heta ku serê şûrê xwe ji neyarên xwe
venegerîne, bi ser dikeve. Lê belê eger Bêhinav an Bêewleh an yekî din bikare bigihîje wî,
dibe ku wî bavêjin ser erdê. Kî li rûyê Kerema Mezin binêre, wê hin cihên kul û birînên van
tiştên ku ez dibêjim, bibîne. Erê, carekê çaxê ku şer dikirin, min bihîst ku wî got: ‹Me hêviya
xwe ji jiyanê jî birîbû.›2 Ev rêbirên zordar, çawa Dawid xistin nav nalîn û kalîn û nav hawar
hawar û derdan! Çaxê neyaran êrîş ajot ser wan, mecbûr bûn ku bi hemû hêza xwe li dijî wan
bisekinin. Lê dîsa jî wan ji destê neyar, qenc lêdan xwaribûn. Carekê neyaran weha li Petrûsê
şandî kir ku di dawiyê de ew bi keçikek xizmetkar tirsandin.3
Ji vê pê ve, guhê padîşahê wan ji dengê wan re her wext vekirî ye. Guhê xwe qet ji wan
nazivirîne. Çaxê dikevin halê teng eger îmkan hebe, ew tê alîkariya wan. Li ser wî tê gotin:
‹Yên ku êrîşê dajon ser wî, ne şûrên wan, ne rimên wan, ne sikeyên wan û ne jî zirxên wan bi

1
Tîmotêyos II, 1:12-14; Petrûs II, 2:9
2
Korîntî II, 1:8
3
Metta 26:69-72

49
kêrî tiştekî tên. Di çavê wî de, hêsin wek qirşikê kayê ye û heçî tûnc e wek darê rizî ye. Tîr wî
nasimin. Kevirên berkanîkan ji bo wî wek pûş in. Doqik wek qesela dexlê ne. Li êrîşa rimê
dikene.›1
Mirovên rêwî yên wek min û te, bila tu caran nexwazin ku rastî neyaran bên. Û çaxê ku em
bibihîzin ku hinên din bin ketine, bila em pesnê xwe nedin, nebêjin: ‹Em bûna, meyê qenctir
bikira! ›. Ne jî bila em li cesareta xwe binêrin û kêfa me bê. Çimkî yên weha, çaxê gelek
caran tên ceribandin, dikevin rewşeke xerabtir. Li Petrûsê, ku ez pêşî li ser peyivîbûm, binêre.
Xwe qure kir û ewlehiya xwe li xwe anî.
Li gor aqilê xwe, ewê ji her kesî çêtir dilsoz bima û wê Mîrzayê xwe ji yên din bi awayekî
hê çêtir biparasta. Lê belê kî wek wî di destê wan xayînan de bin ket û hat nizimkirin? Madem
ku wusa ye, çaxê em bibihîzin ku di kuçeya Padîşah ya mezin de xerabiyek weha tê kirin,
divê ku em van herdu tiştan bikin:
1. Em pişta xwe girêdin û eseh em mertalekî bi xwe re hilînin. Çimkî ji neyîna van herdu
tiştan e ku yên xwe li Lewyatan dixin, qet nikarin wî bindest bikin. Çimkî bi rastî eger
pişta me ne girêdayî be û mertalê me ne di destê me de be, ew qet ji me natirse.
Ji bo vê yekê ye ku Pawlosê şehreza gotiye: ‹Bi ser hemûyan de, mertalê baweriyê yê ku hûn
pê bikarin hemû tîrên agirî yên Yê Xerab bitemirînin, bigirin destê xwe.›2
2. Ji bo ku bi me re bê, em ji Padîşah parêzgerekî bixwazin; erê, heta çêtir e em bixwazin
ku ew bi xwe bi me re bê. Çaxê Dawid li Geliyê Siya Mirinê bû jî, tiştê ku pê şa dibû,
ev bû ku Padîşah pê re bû. Mûsa jî, bêyî ku Xwedayê wî pê re here, ji dêla ku gavekê
bavêje ve, qîma xwe anî ku li cihê ku lê ye bimire.3 Birayê min ê hêja, eger Xudan bi
me re bê, deh hezar neyar derkevin pêşiya me, em natirsin.4 Lê belê eger ew ne bi wan
re be, alîkerên qure wê bikevin bin wan ên ku hatine kuştin.5

Ji berî niha ez ketim nav cengan. Qenciya Xwedayê bilind e û wek ku niha tu dibînî, ez sax
im. Lê belê ez bi xwe, ez qet nikarim bi cesareta xwe pesnê xwe bidim. Ez guman nakim ku
em ji hemû talûkeyan derbas bûne. Lê belê eger ez careke din rastî cengên weha neyêm, ezê
kêfxweş bibim. Madem ku heta îro şêr û hirçan ez danequrtandime, hêviya min heye ku
Xwedê me ji hemû neyarên ku hê rastî me bên jî, xilas bike.»

Bawermend û Hêvîdar riya xwe domandin û Xeşîmî jî ji dûr ve li pey wan diçû. Piştî
demekê ew hatin cihekî ku riyeke din ji riya wan derdiket. Ji ber ku herdu rê jî rip rast diçûn,
wan nizanibû kîjanê ji xwe re bibijêrin ku pê ve herin. Ew sekinîn û çaxê ku ew hê li ser rê
difikirîn, zilamekî laşreş ê ku cilekî spî li xwe kiribû, hat ba wan û pirsî ka çima ew li wê derê
sekinîne. Wan jî got ku ew diçin Bajarê Ezmanî, lê ew nizanin ji van herdu riyan bi kîjanê ve
herin.
Wî zilamî got: «Ez diçim wê derê, li pey min werin.»
Li ser vê yekê ew ketin pey wî zilamî. Wê riyê ew hêdî hêdî ji wî bajarê ku dixwestin
herinê dûr xistin û piştî demeke kurt rûyê wan bi carekê ji bajêr zivirîbû, ketibû aliyekî din.
Lê dîsa jî ew li pey wî zilamî diçûn. Lê ne bi gelekê, hê ew tênegihîştibûn ku çi çêbûye, zilam
ew xistin nav torekê. Bi ketina nav xefikeke weha, ew pir şaş bûn, êdî nizanibûn ku çi bikin.
Hem jî ji ser pişta wî zilamê reş, cilên spî ketin.
Êdî wan fêm kir ku ew li ku derê ne û ji ber ku wan nikaribû xwe ji vê torê xilas bikin, ew
demekê sekinîn û girîn.

1
Eyûb 41:26-29
2
Efesî 6:16
3
Derketin 33:15
4
Zebûr 3:5-8; 27:1-3
5
Îşaya 10:4

50
Hingê Bawermend li hevalê xwe zivirî û got: «Niha ez dizanim ku ez xelet bûme. Ma
şivanan ji me re negotibû ku em xwe ji Zimanhilo biparêzin? Wek ku zilamê şehreza gotiye:
‹Yê ku zimanhilûtiyê ji cîranê xwe re bike, torê li ber lingê wî vedide›1; me jî îro eynî tişt dît.»
Hêvîdar got: «Erê, yekî ji şivanan bi taybetî ji me re rê da zanîn. Me gotinên wî ji bîr kirin
û me xwe ji riyên yê Helakker neparast. Di vê yekê de Dawid ji me şehrezatir bû; wî weha
gotiye: ‹Heçî kirinên mirovan in, min bi peyvên lêvên te, xwe ji riyên mirovê zordar girt.›»2
Demekê wan kul û kederên xwe ji hev re gotin û di nav torê de man. Hingê dîtin ku yekî
şewqdar, qamçiyekî biçûk di destê wî de, ber bi wan ve tê. Ew hat ba wan û ji wan pirsî ku ew
ji ku ve tên û li wê derê çi dikin.
Wan got ku ew rêwiyên reben in û ew ji aliyê zilamekî reş ê cilspî ve ji riya xwe hatine
derxistin, çimkî ji wan re gotibû: ‹Ez jî diçim wê derê, li pey min werin!›»
Yê Şewqdar qamçiyê xwe vehêjand, got: «Navê wî zilamê ku cilên sipî wergirtibû
Zimanhilo ye, ew mizgînvanekî derewîn e. ‹Wî xwe xistiye sûretê milyaketê ronahiyê.›»3
Piştî vê yekê wî tûr qetand, ew derxistin derve û got: «Li pey min werin, ez careke din we
vegerînim riya we.»
Bi vî awayî ew dîsa hatin ser riya rast. Yê Şewqdar got: «Şeva din hûn li ku derê bûn?»
Rêwiyan got: «Em li ser Çiyayên Dilgeşiyê li ba şivanan bûn.»
Li ser vê yekê wî ji wan pirsî ku şivanan rê ji wan re da zanîn an na.
Wan got: «Erê, şivanan rê bi me da zanîn.»
Wî bersîv da, got: «Zehf baş e, çaxê ku hûn li ser devê rê disekinîn, ma we ew neanîn bîra
xwe?»
Bawermend û Hêvîdar gotin: «Na.»
Wî got: «Çima?»
Wan jê re got: «Me ji bîr kir.»
Hingê Yê Şewqdar bi taybetî ji wan pirsî, ka şivanan ji wan re gotin ku xwe ji Zimanhilo
biparêzin, an na.
Wan bersîv da û got: «Ji me re gotin, lê me guman nekir, ev zilamê ku wusa xweş dipeyive,
ew bi xwe ye.»4

Piştre min di xewna xwe de dît ku wî emir li wan kir ku xwe li erdê re dirêj bikin. Piştî
xwe dirêj kirin, wî ew bi qamçiyan bi awayekî tehl edeb kirin, da ku wan hîn bike ku ew ji
riya rast dernekevin 5 û weha got: «Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim
û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike!»6
Wî emir li wan kir ku di riya xwe de herin û hay ji danaskirin şivanan hebin. Wan jî ji bo
qenciya wî, jê re spas kir û hêdî hêdî di riya rast de rêve çûn.

Piştî demekê wan dît ku ji dûr ve yek bi serê xwe hêdî hêdî ber bi wan ve tê. Bawermend ji
hevalê xwe re got: «Binêre, li wê derê, mirovekî ku pişta xwe daye Bajarê Ezmanî ber bi me
ve tê.»
Hêvîdar got: «Erê, ez dibînim, belkî ew jî yekî zimanhilû ye. Divê em hay ji xwe hebin.»
Zilam hin bi hin nêzîk bû. Navê wî Xwedênenas bû. Wî ji wan pirsî ku ew bi ku derê ve
diçin.
Çaxê ku gotin: «Em diçin Bajarê Ezmanî», Xwedênenas bi hîq hîqek mezin keniya.
Bawermend got: «Çima tu keniyayî?»

1
Gotinên Silêman 29:5
2
Zebûr 17:4
3
Korîntî II, 11:13-14
4
Romayî 16:17-18
5
Dubarekirina Şerîetê 25:2; Dîrok II, 6:27
6
Peyxama Yûhenna 3:19

51
Xwedênenas got: «Erê, ez keniyam, çimkî hûn çiqas zilamên nezan in! Hûn ketine ser
riyeke pir zehmet, lê di dawiyê de hemû zehmetê we wê badîhewa here û qet tiştek nakeve
destê we.»
Bawermend got: «Tu çi dibêjî, zilamo? Yanî em li wê derê nayên qebûlkirin?
Xwedênenas got: «Li tu derên vê dinyayê cih tune ku hûn bên qebûlkirin. Bi tenê di xeyala
we de ew cih heye...»
Bawermend got: «Lê belê li wê dinya din heye.»
Xwedênenas got: «Çaxê ez hê li welatê xwe bûm, min li ser wî cihê ku niha hûn diçinê,
çend tişt bihîstibûn jî. Loma ez ketim rê. Ev niha tam bîst sal e ku ez li wî bajarî digerim. Lê
heta roja îro, min qet tiştek nedîtiye.»
Bawermend bersîv da, got: «Me herduyan jî bihîst ku cihekî weha heye û dikare bê dîtin;
hem jî em baweriyê bi vê yekê tînin.»
Xwedênenas got: «Eger min jî bawer nekiribûya, ezê nehatama heta bi vir ku ez lê bigerim
û eger dereke wusa hebûya, minê ew bidîta, çimkî ez ji we hê wêvetir jî çûm. Lê ji ber ku min
nikaribû tiştekî wusa bibînim, ez bi şûn de vedigerim. Ezê li wan tiştên ku badîhewa min dev
ji wan berdabû bigerim û xwe bi wan dilşa bikim.»
Li ser vê yekê Bawermend li hevalê xwe zivirî got: «Ma tiştên ku ev zilam dibêje rast in?»
Hêvîdar got: «Hay ji xwe hebe! Evê ha jî dixwaze me bixapîne. Bîne bîra xwe ku
guhdarîkirina gotinên zilamên wek vî, li ser me çiqas biha sekinî! Hem jî ew çi dibêje? Ma
Bajarê Ezmanî tune? Ma me ji Çiyayên Dilgeşiyê dergehên bajêr nedîtin? Ma ne lazim e ku
niha em bi baweriyê herin?1 Hadê, em riya xwe berdewam bikin û tu jî guhê xwe bide van
gotinan: ‹Ya kurê min, xew ji wê şîretê dûr bixe, ya ku wê te ji peyvên zanebûnê varî bike.›2
Birayê min, dev ji wî zilamî berde. Were, em bibin ji wan ‹ên ku ji bo rizgariya canê xwe
bawer dikin.›»3
Bawermend got: «Birayê min, ji bo ku ez te biceribînim û fêkiyê semîmiyeta dilê te kifş
bikim, min ev yek ji te pirsî. Heçî ev zilamê ha ye, ‹xwedayê vê dinyayê hişê wî kor kiriye.›4
Hadê were, em dizanin ku baweriya me rast e û em dizanin ku ‹her derew ne ji rastiyê ye›5; bi
vî awayî em riya xwe bidomînin.»
Bi vî awayî ew ji wî zilamî veqetiyan; ew jî li wan kenî û bi riya xwe ve çû.

Careke din min di xewna xwe de dît ku wan riya xwe berdewam kir û gihîştin welatekî ku
bayê wî li wan nû dihat û giranî dida xerîban. Li vê derê Hêvîdar dest pê kir, gelek sist bû û
wek ku wê bi xew ve biçûya lê hat. Ji Bawermend re got: «Vê gavê xewek wusa dilê min girt
ku ez bi kotekî dikarim çavên xwe bihêlim vekirî. Em li vê derê xwe dirêj bikin, piçekê
razin.»
Bawermend bersîv da: «Em qet nikarin binivin! Nabe ku em razin, an careke din em qet
nikarin rabin.»
Hêvîdar got: «Birayê min, çima? Ji karkerê westiyayî re xew şêrîn e! Em piçekê razin,
belkî westabûna me here.»
Bawermend bersîv da: «Ma nayê bîra te ku yekî ji şivanan ji me re got: ‹Xwe ji Cihê Bi
Sihir biparêzin?› Bi vê yekê, wî xwest ku ji me re bêje, xwe ji xewê biparêzin. Madem wusa
ye, em wek ên din ranazin, lê em hişyar bimînin.»6
Hêvîdar got: «Gotina zilamê şehreza rast e ya ku dibêje: ‹Du mirov ji mirovekî çêtir in.›7
Hevaltiya te heta vê gavê ji min re bû keremeke xwedayî. Li vê derê ez bi serê xwe bûma, ezê
razam, minê xwe biavêta talûkeya mirinê. Tê berdêla van zehmetên xwe bistînî.»
1
Korîntî II, 5:7
2
Gotinên Silêman 19:27
3
Îbranî 10:39
4
Korîntî II, 4:4
5
Yûhenna I, 5:21
6
Selanîkî I, 5:6
7
Peyvbêj 4:9

52
Bawermend got: «Madem ku wusa ye, em hevpeyvîneke bi şid bikin, da ku em bi xew ve
neçin. Em ji ku derê dest pê bikin?»
Hêvîdar got: «Xwedê ji ku derê bi me re dest pê kiribe. Tu dikarî pêşî dest pê bikî?»
Hingê Bawermend dest bi gotina xwe kir, got: «Ew fikra ku tu li qenciya canê xwe bigerî,
di destpêkê de çawa hat hişê te?»
Hêvîdar bersîv da, got: «Demeke gelek dirêj, kêfa min ji wan tiştên ku di bazara me de
dihatin firotin re dihat. Tiştên weha ku eger min hê bidomanda kêfa min ji wan re bihata, ez
qenc dizanim ku niha wan wê ez helak bikirama.»
Bawermend got: «Evên ha tiştên çawa bûn?»
Hêvîdar got: «Hemû serwet û dewlemendiya dinyayê. Ji bilî vê vexwarina ereq û şerabê û
kêfa dinyayê, çêrkirin, sondxwarin, derew, pîsîtî, xirakirina roja Xudan û hê kêfa min ji gelek
tiştên din re dihat. Lê di dawiyê de, ez li ser wan peyvên xwedayî fikirîm, yên ku min hem ji
te û hem ji Dilsoz bihîstin. Çaxê Dilsozê delal di Bazara Pûçîtiyê re derbas dibû, ew di ber
baweriya xwe û di ber jiyana xwe ya paqij de hatibû kuştin. Erê, ez li ser wan gotinan fikirîm
û min fêm kir ku dawiya van ‹tiştan mirin e›1 û ‹xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser zarokên
neguhdariyê.›»2
Bawermend pirsî, got: «Ma di cih de, te ev tişt fêm kiribû?»
Hêvîdar bersîv da, got: «Na, min nexwest ku ez zû xerabiya guneh û helakbûna ku li pey
wî tê, fêm bikim. Çaxê fikra min bi peyvên Xwedê hişyar bû, ez xebitîm ku çavên xwe li ber
ronahiya wî bigirim.»
Bawermend got: «Zehf qenc e, lê çaxê Ruhê Xwedê dilê te hişyar kir, tu çima li hember wî
rabûyî?»
Hêvîdar jê re got: «Sedem ev bûn:
1. Min nizanibû ku ev xebata Xwedê ya di dilê min de ye. Min qet nizanibû ku Xwedê pêşî
ji gunehkarekî re dide fêmkirin ku ew sûcdar e û bi vê yekê tobekirin dest pê dike.
2. Guneh li bedena min gelek xweş dihat û min qet nedixwest ku ez dev jê berdim.
3. Min bi tu awayî nikaribû fêm bikira ku ezê çawa dev ji wan hevalên xwe yên berê
berdim, çimkî min ji hevaltiya wan û ji tiştên ku wan dikirin, gelek hez dikir.
4. Ew saetên ku min bi gunehkariya xwe dizanî, ji min re ewqas giran dihatin û tirs didan
dilê min, min nikaribû bîranîna wan jî ragirim.»
Bawermend got: «Lê dîsa jî carnan tu bi ser ketî ku ji wan tirsan xilas bibî?»
Hêvîdar bersîv da: «Erê, bi rastî carnan ez xilas dibûm. Lê belê tirs zû vedigeriya û halê
min hê xerabtir dibû.»
Bawermend pirsî: «Çima? Çi bû ku gunehên te careke din dianîn bîra te?
Hêvîdar got: «Gelek tişt! Mesele: Çaxê min gotinên ji Încîlê dibihîstin, an çaxê min
dibihîst ku yek ji cîranên min nexweş e, an çaxê min dibihîst ku ji bo yek mirî zengil lê dixist
an çaxê ez difikirîm ku ezê bimirim, an min mirina hinekan a ji nişkê ve dibihîst. Lê bi taybetî
çaxê ez difikirîm ku di nêzîk de ezê li ber kursiyê Xwedê yê hukum bisekinim.»
Bawermend pirs kir, got: «Ma te rê dît ku tu bi hêsanî ji sûcdariya guneh ya ku dihat ser te,
xilas bibûyayî?»
Hêvîdar got: «Na, tu caran! Bervajî vê yekê, wan hê bêtir wijdana min dixistin tengahiyê.
Piştre, çaxê ez difikirîm ku dîsa ez dikarim bikevim gunehan (her çiqas aqilê min li dijî guneh
bû jî) ji bo min du qet dibû ezab.»
Bawermend got: «Hingê te çi dikir?»
Hêvîdar bersîva wî da, got: «Ez difikirîm ku divê ez hê bêtir bixebitim ku ez jiyana xwe
serrast bikim, an naxwe eseh ezê di Roja Dawî de sûcdar bêm derxistin. Ne bi tenê ez ji guneh
reviyam, ez ji hevalên gunehkar jî reviyam. Min xwe da kar û barên olî: Min dua dikir, min
1
Romayî 6:21-23
2
Efesî 5:6

53
Kitêba Pîroz dixwend, ez ji bo gunehên xwe digirîm û ez bi cîranên xwe re bi rastî dipeyivîm.
Bi rastî, min hê gelek tiştên din kirin.»
Bawermend pirsî, got: «Ma bi kirina van, te xwe qenc hesab dikir?»
Hêvîdar bersîv da: «Erê, ji bo demekê! Lê piştre ew tengahiyên min, careke din dihatin ser
min û ew rastîbûniya ku di jiyana min de çêdibû, hemû pûç dikir.»
Bawermend pirsî: «Çima? Yanî te wusa xwe ber bi qenciyê ve serrast kir jî, çima tu rihet
nebûyî?»
Hêvîdar got: «Çend sedem hebûn. Bi taybetî gotinên wek ‹Hemû kirinên me yên rast wek
cilekî qirêjî ne›1, ‹Tu kes bi kirina Şerîetê rastdar dernakeve›2, ‹Çaxê we hemû tiştên ku li we
hatine emirkirin anîn cih, bêjin: Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir›3
û hê gelek ayetên din nehiştin ku ez rihet bim. Min ji xwe re got: Eger hemû karên min ên rast
wek cilekî qirêjî bin, eger tu kes bi kirina Şerîetê qet rast neyê hesabkirin û eger em wan
hemû tiştên ku li me hatine emirkirin bikin jî, dîsa em bê feyde bin, madem ku wusa ye,
gumankirina ku mirov wê bi karên Şerîetê here bihiştê bêaqilî ye.»
Hêvîdar berdewam kir û got: «Ji van pê ve ez weha jî fikirîm. Mesele mirovek sed lîran
deyndarê dikandar be, lê piştre perên her tiştê ku bikire bide jî, heta deynê xwe yê kevin nede,
dikandar dikare wî bide dadgehê û ewê di hebsê de bimîne heta ku ew deynê xwe bide!»
Bawermend got: «Rast e, lê ev çawa bi halê te ve girêdayî ye?»
Hêvîdar jê re got: «Ez weha fikirîm: Bi van gunehên ku min kirine, ez li ber Xwedê gelek
deyndar im û ev rastdariya min nikare wî deynê kevin bide. Loma ezê çawa ji vî hukumê ku
bi gunehên min ên berê ve girêdayî ye, xilas bibim?»
Bawermend got: «Bi rastî tu gelek qenc fikirî!»
Hêvîdar berdewam kir, got: «Çaxê ku min hûr û kûr li karên xwe yên herî qenc jî dinêrî,
min didît ku ew jî bi guneh re tevlihev bûn. Loma ez gihîştim wê baweriyê: Ew gunehên ku
min di rojekê de dikir, eger ez di tevahiya jiyana xwe de bê qusûr bijiyama jî, ew guneh bes
bû ku min bixişîne dojehê.»
Bawermend pirsî: «Hingê te çi kir?»
Hêvîdar bersîv da, got: «Ma min çi kir? Min fikra xwe ji Dilsoz re vekir û wî ji min re got:
‹Heta tu negihîjî rastdariya kesekî ku qet guneh nekiriye, ne rastdariya te bi xwe û ne jî
rastdariya hemû dinyayê dikare te xilas bike.»
Bawermend got: «Te bawer kir ku wî rast got?»
Hêvîdar got: «Min hem lewaziya xwe û hem jî di nav karên xwe yên herî qenc de guneh
dît; loma ez mecbûr bûm ku fikrên wî qebûl bikim.»
Bawermend pirsî: «Ma te bawer kir ku şexsek heye ku bi rastî qet gunehek nekiriye?»
Hêvîdar got: «Pêşî ev peyvên ha ji min re ecêb hatin. Lê piştî ku ez hinekî bi Dilsoz re
peyivîm, ez di vê dabaşê de gihîştim piştrastiyeke mezin. Wî got ku ew Xudan Îsa ye, yê ku li
milê Xwedayê Herî Bilind yê rastê rûniştî ye.4 Wî got: ‹Eger tu hem bi wan nîşanên ku wî li
ser erdê kiribûn, bawer bikî û hem jî wan cefayên ku wî di ber te de li ser xaçê kişandine
qebûl bikî, tu dikarî rast bêyî hesabkirin.5 Min ji wî pirsî ku rastdariya wî kesî çawa dikare
yekî din li ber Xwedê bê sûc derxe? Wî ji min re got: ‹Ew, Xwedayê ku dikare her tiştî bike
ye; mirina wî jî tê de, her tiştê ku wî kiriye, wî ne ji bo xwe kiriye, lê ji bo te kiriye. Eger tu
baweriya xwe bi wî bînî, hemû tiştên ku wî kirine û qîmetê wan, wê ji te re bên hesabkirin.›»
Bawermend pirsî: «Piştre te çi kir?»
Hêvîdar jê re got: «Min guman kir ku ew razî nabe ku min xilas bike.»
Bawermend pirsî, got: «Hingê Dilsoz çi ji te re got?»

1
Îşaya 64:6
2
Galatî 2:16
3
Luke 17:10
4
Îbranî 10:12-21
5
Romayî 4:5; Kolosî 1:14; Petrûs I, 1:19

54
Hêvîdar got: «Wî şîret li min kir ku ez herim ba Xudan. Lê min got: ‹Ev wê bibe
rûqayîmî.› Lê wî got: ‹Na, tu ji aliyê wî ve hatiyî vexwendin.›6
Piştre wî Încîlek da min, da ku hê bêtir cesaretê bide min. Wî got: ‹Her xal û her herfa vê
kitêbê ji erdê û ezmên saxlemtir disekine.›2 Hingê min pirsî ku çaxê ez herim ba Xudan, divê
ku ez çi bikim. Wî ji min re got: ‹Li ser çokan ji hemû dil û canê xwe bixwaze ku Xwedê,
Mesîhê xwe ji te re eşkere bike.›3
Piştre min pirsî ku ezê çawa lavan ji wî bikim. Wî ji min re got: ‹Here, tê wî li ser textê
rehmê rûniştî bibînî! Ew her gav li ser wî textî rûniştiye, da wan ên ku diçin ba wî afû bike.›4
Min jê re got: ‹Çaxê ez herim ba Xudan, ez nizanim ku çi ji wî re bêjim.› Wî weha şîret li
min kir ku ez bêjim: ‹Ya Xudan, rehmê li min gunehkarî bike û baweriyê bide min ku ez Îsa
Mesîh nas bikim û baweriyê bi wî bînim. Çimkî ez dizanim, ne bi rastdariya wî be û ez bi
rastdariya wî bawer nekim, ezê bi tevahî bêm avêtin derve. Ya Xudan, min bihîst ku tu
Xwedayê bi rehm î û te Kurê xwe Îsa Mesîh destnîşan kir, ku bibe Xilaskarê dinyayê.
Min bihîst ku te ew li gor daxwaza xwe şand, da ku gunehkarekî reben wek min xilas bike,
çimkî bi rastî ez gunehkar im. Ji bo wê yekê Ya Xudan, vê fersendê bide min û bi xilasiya
canê min kerema xwe zêde bike. Bi navê Kurê te Îsa Mesîh, Amîn.»
Bawermend got: «Wek ku ji te re gotibû, ma te kir?»
Hêvîdar bersîv da: «Erê.»
Bawermend pirsî: «Bav Kurê xwe ji te re eşkere kir?»
Hêvîdar got: «Na! Ne cara yekê, ne ya diduyan, ne ya sisiyan, ne ya çaran, ne ya pêncan û
ne jî di cara şeşan de.»
Bawermend got: «Hingê te çi kir?»
Hêvîdar got: «Min nizanibû ku divê ez çi bikim.»
Bawermend pirsî: «Ma te dev ji duakirinê berneda?»
Hêvîdar got: «Nexêr, min bawer dikir, ew tiştên ku ji min re hatibûn gotin, rast bûn. Ez
fikirîm ku eger ez dev ji textê keremê berdim, ezê bimirim. Hem jî ev yek hat bîra min: ‹Eger
bimîne dereng, li hêviya wî bisekine, çimkî eseh ewê bê û namîne dereng.›5 Bi vî awayî heta
ku Bav Kurê xwe nîşanî min da, min dua berdewam kir.»
Bawermend got: «Ew ji te re çawa xuya bû?»
Hêvîdar got: «Min ne bi çavên bedenê, lê bi çavên dilê xwe, ew dît.6 Rojekê ez gelek
xemgîn bûm; ev roj di jiyana min de ya herî xemgîn bû. Min carek din dît ku gunehên min
çiqas gelek mezin û pîs bûn.
Çaxê ku ez ji dojehê ditirsiyam û li benda helakbûna canê xwe disekinîm, wek ku min dît
ku ji nişkê ve Îsa ji ezmên li min nêrî û min bihîst ku got: ‹Baweriyê bi Xudan Îsa bîne û tê
xilas bibî.›7
Lê min got: ‹Ya Xudan, ez gunehkarekî mezin im!›
Wî ji min re got: ‹Kerema min têra te dike.›8
Hingê min pirsî: ‹Lê bawerîanîn çi ye, ya Xudan?›
Wî got: ‹Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.›9
Hingê min fêm kir ku bawerkirin û hatina ba wî yek e: Yê ku ji hemû dilê xwe wê xilasiya
ku bi saya Mesîh e dixwaze û direve ba wî, yê ku bi rastî bawerî bi Mesîh aniye, ew e. Hingê
çavên min tije hêstir bûn û min pirsî: ‹Ya Xudan, ma dibe ku gunehkarekî mezin wek min, ji
aliyê te ve bê qebûlkirin û xilasiyê bibîne?›
6
Metta 11:28
2
Metta 24:35
3
Zebûr 95:6; Daniyêl 6:10; Yêremya 29:12-13
4
Derketin 25:22; Qanûna Kahîntiyê 16:2; Hijmartin 7:89; Îbranî 4:16
5
Habaqûq 2:3
6
Efesî 1:18-19
7
Karên Şandiyan 16:31
8
Korîntî II, 12:9
9
Yûhenna 6:35

55
Min bihîst ku wî got: ‹Yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim.›1
Li ser vê yekê min got: ‹Ya Xudan, ji bo ku bawerî rast be, çaxê ez bêm ba te, divê ez li ser
te çawa bifikirim?›
Wî ev bersîva ha da min: ‹Mesîh Îsa ji hat dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike.2 Çimkî
Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike, rastdarî hebe.3 Ew ji bo gunehên
me mir û ji bo ku em rast bên hesabkirin, ji nav miriyan rabû.4 Wî ji me hez kir û bi xwîna
xwe em ji gunehên me şuştin.5 Ew di nav me û Xwedê de navberkar, yanî aştîker e.6 Ew her û
her dijî ku ji bo me mehderê, yanî şefaetê bike.›7
Hingê min fêm kir: Ji bo rastdarî û afûbûna gunehên xwe, divê ez hêviya xwe bi Mesîh û
bi xwîna wî ve girêdim. Wî her tişt li gor emrê Bavê Ezmanî kir û ji bo me cefa kişandin. Ji
bo wan ên ku Mesîh bi şahî qebûl dikin, xilasî amade ye. Erê, hingê dilê min tije şahî bû,
hêstir ji çavên min hatin xwar û hemû hestên min ên hezkirinê bi awayekî hilavêj ji Îsa Mesîh
re, ji bijartiyên wî re û ji riya wî re herikîn.»

Min dîsa di xewna xwe de dît ku Hêvîdar şûn de nêrî û dît, va ye, ew Xeşîmî yê ku hiştibû
bi şûn de, tê. Wî ji Bawermend re got: «Li vî xortî binêre, çiqas bi şûn de dimîne.»
Ew li hêviya wî disekinîn û çaxê ku Xeşîmî nêzîkî wan bû, Bawermend jê re got: «Were, tu
çawa yî? Têkiliya di nav Xwedê û canê te de çawa ye?»
Xeşîmî got: «Ez hêvî dikim ku qenc e. Çaxê ku ez rêve diçim, aqilê min her dem bi fikrên
qenc tije ye.»
Bawermend got: «Mesele çi fikrên qenc?»
Xeşîmî bersîv da: «Ez wan li ser Xwedê û li ser bihiştê difikirim û min ji bo wan dev ji her
tiştî berdaye.»
Bawermend got: «Lê ez ji vê yekê bawer nakim. Tiştekî zehmet e ku mirov dev ji her tiştî
berde.Tu çawa dizanî ku te di ber Xwedê û bihiştê de dev ji her tiştî berdaye?»
Xeşîmî bersîv da: «Dilê min ji min re weha dibêje.»
Bawermend got: «Yê şehreza dibêje: ‹Yê ku li dilê xwe ewle bibe, bêaqil e.›»8
Xeşîmî bersîv da: «Ew peyv ji bo dilekî xerab tê gotin, lê dilê min qenc e. Ma fikrên qenc
ne ji dilekî qenc derdikevin? Ma jiyaneke qenc ne ew jiyan e ya ku li gor emrên Xwedê ye?»
Bawermend got: «Erê, dilê ku fikrên qenc jê derdikevin, dilekî qenc e û jiyana ku li gor
emrên Xwedê be, ew jiyaneke qenc e. Lê belê mirov bibe xwediyê van, tiştek e û mirov bi
tenê bifikire ku ev tiştên ha weha ne, tiştek din e!»
Xeşîmî bersîv da û got: «Ji kerema xwe bêje: Li gor te, fikrên qenc çawa ne û jiyana li gor
emrên Xwedê çawa ye?»
Bawermend got: «Gelek cûreyên fikrên qenc hene. Hin li ser me bi xwe ne, hin li ser
Xwedê û li ser Mesîh in û hin li ser tiştên din in.»
Xeşîmî got: «Fikrên qenc ên li ser me bi xwe çi ne?»
Bawermend got: «Bi tenê yên ku li gor Peyva Xwedê ne, qenc in.»
Xeşîmî pirsî, got: «Ev fikrên qenc ên ku li ser me bi xwe ne, kengê dibin li gor peyva
Xwedê?»

1
Yûhenna 6:37
2
Tîmotêyos I, 1:15
3
Romayî 10:4
4
Romayî 4:25
5
Peyxama Yûhenna 1:15
6
Tîmotêyos I, 2:5
7
Îbranî 7:25
8
Gotinên Silêman 28:26

56
Bawermend got: «Peyva Xwedê li ser mirov weha dibêje: ‹Tu kesê rast tune; tu kesê ku
qenciyê dike, tune›.1 ‹Her roj nêt û fikrên dilê wî bi tenê xerab in.›2 Erê, em li ser xwe weha
bifikirin, hingê fikrên me dibin li gor Peyva Xwedê û em li ser xwe qenc difikirin.»
Xeşîmî bersîv da û got: «Ez qet bawer nakim ku dilê min ewqas xerab e.»
Bawermend got: «Naxwe hingê tu di jiyana xwe de hê tu caran li ser xwe qenc û rast
nefikiriyî... Lê destûrê bide ku ez bidomînim. Wek ku Peyva Xwedê dîwana dilê me dike,
wusa jî ew dîwana riyên me dike. Eger fikrên dilê me û riyên me li gor Peyva Xwedê bin,
hingê ew herdu qenc in, çimkî ew bi peyva Xwedê re li hev tên.»
Xeşîmî pirsî got: «Fikrên qenc ên li ser Xwedê çi û çi ne?»
Bawermend got: «Em dizanin ku Xwedê, me ji me bi xwe çêtir nas dike; çaxê ku em qet
gunehekî xwe nebînin jî, ew dikare gunehê me bibîne; fikrên dilê me yên herî veşartî li ber
çavên wî vekirî ne; rastdariya me li ber wî bîhneke xerab dide û ew qet naxwaze ku em li
karên xwe yên herî qenc ewle bibin û bi vî awayî li ber wî bisekinin. Eger em wan hemû
tiştan bînin bîra xwe, hingê di dilê me de li ser Xwedê fikrên qenc hene.»
Xeşîmî bersîv da, got: «Ma tu difikirî ku ez bawer nakim ku Xwedê her tiştî dizane û
dibîne? Ma tu dibêjî, ez nizanim ku ez nikarim bi kirinên xwe herim ber wî? Ji xwe ez wek
we bawer dikim ku divê mirov baweriya xwe bi Mesîh bîne, da ku ew rast bê hesabkirin.»
Bawermend got: «Lê heta tu nebînî ku hewcedariya te bi wî heye, çawa tu dikarî baweriyê
bi wî bînî? Zelal e ku tu qenc li ser xwe û li ser karên xwe difikirî; tu fêm nakî ka çima diviya
ku Mesîh ji bo te bimira, da ku tu xilas bibûyayî. Çawa tu dibêjî: ‹Ez baweriyê bi Mesîh
tînim›»?
Li ser vê yekê Xeşîmî weha bersîv da, got: «Ez bawer dikim ku Mesîh ji bo gunehkaran
miriye. Yanî ez bawer dikim ku bi gotina wî, kirinên min wê min li ber Xwedê ji xezebê xilas
bikin û rast hesab bikin. An jî Mesîh wê bi navê xwe kirinên min ên qenc bi Bav Xwedê bide
qebûlkirin û bi vî awayî ezê rast bêm hesabkirin.»
Bawermend got: «Destûrê bide ku ez bersîva vê yekê bidim: Baweriya te xelet e. Çimkî tu
difikirî ku rastdariya Mesîh wê rastdariya te temam bike. Bi vî awayî Mesîh ne te bi xwe
rastdar derdixe, lê kirinên te rast dike. Yanî li gor gotinên te, Mesîh tenê kirinên te rast dike û
hingê tu bi xwe, tê ji sedema kirinên xwe rastdar derkevî. Ji xwe ev ne rast e.
Baweriya rastîn a ku rastdariyê pêk tîne, bi destê Şerîetê nîşanî canê mirov dide ku ew ji rê
derketiye û windabûyî ye. Hingê bawerî wusa dike ku canê mirov ber bi Mesîh ve bireve, da
ku xwe bispêre rastdariya wî. Rastdariya Mesîh naxwaze îtaeta te li ber Xwedê bide
qebûlkirin, lê dixwaze te bi xwe li ber wî rastdar derxe. Wî di ber me de cezayê ku Şerîet
dixwaze stand, cefayê me kişand û bi wî awayî ji bo me rastdarî qezenc kir. Baweriya rastîn
wê rastdariya Mesîh qebûl dike; canê bawermend wê rastdariyê wek cilekî li xwe dike; canê
ku weha li ber Xwedê bê leke ye, tê qebûlkirin û rastdar derdikeve, xilas dibe.»
Xeşîmî bersîv da: «Tu çi dibêjî? Ma tu dixwazî - bêyî ku em tiştekî bikin - em bi tenê li
kirinên Îsa ewle bibin? Li gor vê fikra ecêb, mirov dikare li gor kêf û xwestekên xwe di nav
gunehên xwe de bijî. Eger em bi tenê bi rastdariya Mesîh rast bên hesabkirin, naxwe hingê
jiyana me çawa be, bila wusa be, ma çi ferq heye.»
Bawermend got: «Navê te Xeşîmî ye, tu jî wek navê xwe yî. Tu bi bandûra wê baweriya ku
xilas dike nizanî; ew bawerî, dilê mirov bi rêberiya Mesîh ber bi Xwedê ve tîne, wusa ku ji
navê wî, ji peyvên wî, ji riyên wî û ji zarokên wî hez dike! Ev bawerî nahêle ku mirov di nav
gunehên xwe de bimîne. Bi rastî tu gelek xelet difikirî.»
Hêvîdar got: «Jê bipirse, ma ji ezmên Mesîh jê re hatiye eşkerekirin?»
Xeşîmî bersîv da: «Çi? Ma tu zilamê peyxaman î? Ez bawer dikim ku tiştên weha fêkiyê
aqilekî nexweş e.»
Bawermend got: «Destûrê bide ku ez peyvekê bêjim: Ez û hevalê xwe, em bi piştrastî
dibêjin ku heta Bav Xwedê, Mesîh eşkere neke tu kes nikare Îsa Mesîh nas bike. Hem jî ew
1
Romayî 3:10.12
2
Destpêkirin 6:5

57
baweriya rastîn a ku can digihîne Îsa Mesîh, eger ne bi hêza Xwedê çêbe, ew dernakeve
meydanê. Ya Xeşîmê reben! Ez qenc fêm dikim ku tu bi wê baweriyê nizanî. Naxwe hişyar
bibe, halê xwe yê reben bibîne û xwe bi Xudan Îsa bigire! Bi rastdariya wî ya ku rastdariya
Xwedê ye, tê ji cezayê dojehê xilas bibî!»
Xeşîmî bersîv da: «Hûn ewqas zû diçin ku ez nikarim bi we re bêm. Hûn di pêşiyê de
herin, ezê hinekî bi şûn de bimînim.»
Hingê herduyan weha got: «Ya Xeşîmo! Ma tu hê fêm nakî? Ev deh caran e ku te ev şîret
sivik girt. Eger tu hê red bikî, tê zû bizanî ku dawiya te wê xerab be.»

Qonaxa dehan

Bawermend û Hêvîdar di riya xwe de çûn û Xeşîmî jî di paşiyê de çû.


Bawermend ji hevalê xwe re got: «Dilê min li vî zilamê reben dişewite, qet şik tune ku
dawiya wî wê xerab be.»
Hêvîdar got: «Mixabin! Di bajarê me de, di rewşa wî de gelek kes hene, heta hinek jî hene
ku xwe rêwiyên Bajarê Ezmanî hesab dikin.»
Bawermend got: «Bi rastî Peyva Xwedê gotiye: ‹... çavên wan kor kir, da ku nebînin...› Lê
tu li ser van ên ha çawa difikirî? Ma tu dibêjî, ew tu caran gunehkariya xwe fêm nakin û ji
rewşa xwe ya talûke natirsin?»
Hêvîdar bersîv da: «Tu ji min meztir î, ji kerema xwe tu bersîva vê pirsa xwe bide!»
Bawermend got: «Li gor fikra min, ew carna gunehkariya xwe fêm dikin û ditirsin. Lê ji
ber ku ji xwe ew xeşîm û nezan in, ew fêm nakin ku ev têgihîştina sûcdariyê ji bo qenciya
wan e. Loma ew bi hemû heza xwe dixebitin ku wê têgihîştinê bixeniqînin û bi quretî ji xwe
bi xwe re zimanhilûtiyê dikin û di riya dilê xwe de didomînin, diçin.»
Hêvîdar got: «Ez jî bawer dikim ku ew tirs ji bo qenciya mirovan e; ew di destpêka
rêwîtiya wan de alîkariya wan dike ku ber bi riya rast ve herin.»
Bawermend bersîv da, got: «Bêguman, eger tirs rast be, wusa çêdibe. Çimkî Peyva Xwedê
dibêje: ‹Tirsa Xwedê destpêka şehrezayiyê ye.›»1
Hêvîdar pirsî, got: «Tu tirsa rastîn çawa şîrove dikî?»
Bawermend got: «Tirsa rastîn bi van her sê tiştan kifş dibe:
1. Serkaniya tirsa rastîn têgihîştina gunehbariyê ye: Yanî mirov tê digihîjin ku ew sûcdar in
û ev yek wan ber bi xilasiyê ve dibe.
2. Tirsa rastîn ji bo xilasiyê, canê mirov dibe ba Mesîh ku xwe bi wî bigire.
3. Tirsa rastîn di canê mirov de li ber Xwedê, li ber peyva wî û li ber riyên wî hurmetê
hişyar dike. Ew canê mirov nerm dike, wusa ku mirov ji vê yeka ku lekê bîne bilindahiya
Xwedê ditirse û ditirse ku bi aliyê rastê an bi yê çepê ve varî bibe. Mirov ditirse ku tiştekî
wusa bike ku aştiya wî xera bike, an dilê Ruhê Pîroz bihêle, an jî fersendê bide dijminê xwe
ku rexnan li wî bike.»
Hêvîdar bersîv da: «Te qenc û rast got.»
Bawermend got: «Wek ku min got, yên xeşîm nizanin ku ew hişyarbûna wijdana wan, ji bo
qenciya wan e. Loma xwe bi wê de didin, dixebitin ku wê tirsa rastîn bifetisînin.»
Hêvîdar pirsî, got: «Çawa difetisînin?»
Bawermend weha bersîv da, got:
«1. Ev tirsa ha bi rastî ji Xwedê tê, lê belê ew guman dikin ku ji Îblîs tê. Loma ew li
hember wê disekinin, ditirsin ku ewê bibe sedema helakbûna wan.

1
Eyûb 28:28; Zebûr 111:10; Gotinên Silêman 1:7; 9:10.

58
2. Ew guman dikin ku ev tirsa ha wê baweriya wan xera bike. (Lê bi rastî, ji xwe baweriya
wan mirovên reben tune.) Loma ew dilê xwe li hember vê tirsê hişk dikin.
3. Li gor gumana wan divê mirov qet netirse û bi vî awayî ew hê zêdetir ji xwe piştrast
dibin.
4. Ew dibînin ku ev tirsa ha wê pîroziya wan a mirovî û reben ji destê wan bistîne; loma ew
bi hemû hêza xwe li hember wê disekinin.»
Piştre Bawermend ji Hêvîdar pirsî, got: «Kêm û zêde beriya deh salan di aliyê we de
zilamekî oldar hebû, navê wî Demdemî ye, ma tu wî nas dikî?»
Hêvîdar got: «Ji xwe ez wî nas dikim. Ji bajarê Durustiyê bi qasî sê kîlometran dûr, di
bajarê Bêkeremê de, li ba mala Zivronek rûdinişt.»
Bawermend got: «Rast e. Erê, demekê wijdana wî gelek hişyar bûbû. Ez bawer dikim ku
hingê li ser gunehên xwe û li ser berdêla wan hinek ronahî standibû.»
Hêvîdar bersîv da: «Te rast got. Mala min bi tenê pênc kîlometran ji wî dûr bû û ew gelek
caran bi hêstirên çavan ve dihat ba min. Bi rastî, dilê min li wî dişewitî û hêviya min ji bo wî
hebû. Lê belê her kesê ku bi tenê bêje: ‹Ya Xudan, ya Xudan!› nakeve Padîşahiya Ezmanan.»1
Bawermend got: «Carekê ji min re gotibû ku ew bi xwe jî wê wek me derkeve rêwîtiyê. Lê
hingê bi Canê Xwe Xilas Bike re bû heval û xwe ji min dûr xist, bû wek yekî biyanî.»
Hêvîdar got: «Madem ku em li ser wî dipeyivin, em niha hinekî li ser vê yekê lêkolînê
bikin, ka çima ew û yên wek wî ji nişkê ve bi şûn de vedigerin.»
Bawermend got: «Ev yek dikare bi feyde be, lê tu dest pê bike.»
Hêvîdar bersîv da, got: «De bila. Li gor fikra min çar sedem hene:
1. Her çiqas wijdana mirovên wek vî hişyar bûbe jî, dilê wan nehatiye guhertin. Loma çaxê
di dilê wan de fêmkirina sûcdariya wan hin bi hin kêm dibe, ew daxwaza ku wan ber bi
dîndariyê ve dibe jî winda dibe û ew vedigerin jiyana xwe ya pêşî. Erê, ew peyvên ku dibêjin
‹kûçik dîsa li vereşandina xwe vedigere›2 rast in. Loma ez dibêjim ku ew bi tenê ji ber tirsa
ezaba dojehê, ji bo bihiştê kelegerm dibin. Lê çaxê ew tirs kêm û sar dibe, ew hestên ji bo
bihişt û xilasiyê jî kêm û sar dibin û ew vedigerin jiyana xwe ya berê.
2. Sedemeke din jî ev e: Di dilê wan de tirseke mezin hukumdariyê li wan dike. Ez li ser
tirsa mirovan dibêjim. Çimkî, ‹Tirsa mirovan xefikê vedide.›3 Heta ku pelên agirê dojehê li
dor guhên wan dizivirin, her çiqas ji bo bihiştê agir bi dilê wan bikeve jî, dema ku ev tirs
piçekê kêm dibe, ew fikrên xwe diguherin. Ew dixwazin aqilmend bin û di ber tiştekî wusa de
yê ku nizanin çi ye, nekevin wê talûkeya ku her tiştî winda bikin; ew qet naxwazin xwe bixin
‹tengahiyên bêkêr› ên ku mirov nikare ji wan bireve. Bi vî awayî li dinyayê vedigerin.
3. Fihêtiya eşkerekirina Mizgîniyê jî wek dîwarekî li ser riya wan hatiye danîn. Ew
pozbilind û qure ne û di çavên wan de Mizgînî tiştekî nizim û kêmdîtî ye. Loma çaxê ew, tirsa
xezeba ku wê bê winda dikin, ew vedigerin riyên xwe yên berê.
4. Ji bo wan tiştekî cefaker e ku li ser sûc û tirsê bifikirin. Heta ku ew nekevin nav
rebeniyê, ew naxwazin halê xwe bibînin. Lê belê eger wan bixwesta ku rewşa xwe rast û rast
bibînin, belkî ev wê bibûya sedem ku ew birevin wî cihê ku yên rast xwe dispêrinê û di
ewledariyê de dimînin. Lê wek ku min gotibû, ew ji fikirîna sûc û tirsê direvin; loma dema ku
tirsa xezeb û heybeta Xwedê ji ser wan diçe, ew bi kêfxweşî dilê xwe hişk dikin û çiqas tê,
wan riyên ku dilê wan hê bêtir hişk dikin, dibijêrin.
Bawermend got: «Te qenc got. Erê, sedema van hemû tiştan ew e ku dilê wan û îrada wan
nehatiye guhertin. Ew dimînin yekî sûcdar ê ku li ber hakim rawestiya ye. Çaxê ew li ber

1
Metta 7:22
2
Petrûs II, 2:22
3
Gotinên Silêman 29:25

59
hakim e, ew dilerize û tu dibêjî qey wî ji dil û can tobe kiriye. Lê belê sedema lerizîna wî,
tirsa daleqandinê ye. Eger fersendê bidin wî zilamî, dîsa wê bibe diz; lê eger fikra wî hatibûya
guhertin, ewê bibûya mirovekî din.»
Hêvîdar got: «Min nîşanî te da ku ew çima ji jiyana ruhanî vedigerin. Ma tu jî dikarî nîşanî
min bidî ku ew çawa ji jiyana ruhanî dûr dikevin?»
Bawermend bersîv da: «Bi kêfxweşî ezê bêjim:
1. Heta ku ji wan tê, ew Xwedê, mirinê û Roja Dawî ji fikrên xwe derdixin, naynin bîra
xwe.
2. Piştî wê yekê, ew hêdî hêdî dev ji hin berpirsiyariyên xwe berdidin. Mesele: Ew êdî di
hundirê mezela xwe de dua nakin û Peyva Xwedê naxwînin, ew xwe nagirin, hay ji xwe
namînin û ji bo gunehan xemgîn nabin.
3. Ew ji hevpeyvîna bawermendên ku jîndar û di ruh de kelegerm in, direvin.
4. Piştre ji bihîstina Peyva Xwedê û ji civînên bawermendan sar dibin, bi bawermendên din
re naperizin Xwedê.
5. Piştî van tiştan ew bi awayekî îblîsî dest pê dikin ku qusûrê di jiyana bawermendan de
bibînin, da ku hêceta wan hebe ku baweriya rast bavêjin pişt xwe.
6. Piştre ew bi mirovên bêewle, bêbext û tiral re dibin dost.
7. Hingê ew ji dizî ve rê didin hevpeyvînên pûç û tije şehwet. Û çaxê ew van tiştan di
mirovên ku rast tên hesabkirin de jî dibînin, ew şa dibin û wan ji xwe re dikin mînak û kêfa
wan tê ku hê bêtir dikarin eşkere û bê tirs guneh bikin.
8. Piştre, ew eşkere dest pê dikin, bi gunehên biçûk dileyizin.
9. Di dawiyê de piştî ku dilê wan baş hişk dibe, ew bi carekê dilê xwe derdixin derve. Bi vî
awayî dîsa dikevin kortala rebeniyê. Eger kerameteke kerema Xwedê vê rewşê nesekinîne,
ewê bi xapandinên xwe heta dawiyê helak bibin, herin.»

Êdî min di xewna xwe de dît ku rêwî ji Cihê Bi Sihir derbas bûn, hatin welatê ku jê re
Mêrkirî 1 tê gotin.
Hewa vê derê gelek şêrîn û xweş bû. Ji bo ku rê jî serrast di nav re derbas dibû, demekê li
wir dilgeş bûn. Erê, li wê derê wan bêrawestin wîçwîça teyrikan bihîst, her roj kulîlkên li erdê
dîtin û dengê kevokên wî welatî bihîstin.2 Li vî diyarî şev û roj, roj şewq dide. Ev der ji Geliyê
Siya Mirinê wêvetir e. Desthilatiya Dêw Bêçareyo nagihîje vê derê û Kelha Şikê jî ji vir nayê
dîtin. Lê ji vê derê Bajarê Ezmanî yê ku berê wan lê bû, ku diçûnê, didîtin. Hem jî li vê derê
rastî hinek xelkên wî bajarî hatin: Ji ber ku ev der li ber sînorê bihiştê bû, kesên şewqdar li gor
adeta xwe li wan deran digeriyan. Li vê derê ew lihevhatina di nav Bûk û Zavê de nû bûbû.
Erê li vê derê, çawa zava bi bûkê re şa dibe, Xwedê jî wusa bi wan re şa dibe.3 Hemû tiştên ku
ew di rêwîtiya xwe de li wan digeriyan, li vê derê bi zehfî peyda dibûn; êdî hewcedariya wan
ne bi xwarinê û ne jî bi vexwarinê çêbû. Li vê derê dengên bilind dibihîstin, yên ku ji bajêr
dihatin û digotin: «Ji keça Siyonê re bêjin, va ye, rizgariya te tê, va ye, xelatê wî bi wî re ye.»4
Li vê derê ji bo hemû xelkên welêt tê gotin: «Xelkê pîroz, yên ku Xudan bi berdêl xilas
kirine.»5

1
Îşaya 62:4
2
Strana Stranan 2:10
3
Îşaya 62:5
4
Îşaya 62:11
5
Îşaya 62:12

60
Çaxê ku ew di van erdan re diçûn, ji wê dema ku hê ji wî welatî dûr bûn, bêtir şa dibûn û
çiqas nêzîkî bajêr dibûn, hê spehîtir didîtin! Bajar ji dur û ji kevirên hêja hatibû avakirin û
kuçeyên wî ji zêrê xas hatibûn reqifandin. Wusa ku ji şewqdariya bajêr û ji tîrêjên rojê yên ku
didan bajêr, agir bi dilê Bawermend ket, bi hesreta ku bigihîjin wê derê, herdu bûn wek yekî
nexweş. Li vê derê li pêşberî bajêr, wan demekê xwe dirêj kir
Çaxê piçek hêz dîtin, rabûn, pêşve çûn. Riya wan di nav rez û werz û baxçeyên ku deriyên
wan li ber wan vekirî bûn re diçû û ji nişkê ve baxçevan li ser rê sekinî. Rêwiyan ji wî pirsî,
gotin: «Ev rez û dehlên spehî yên kê ne?»
Wî jî bersîv da, got: «Yên Padîşah in; ji bo kêfa wî û ji bo dilgeşiya rêwiyan hatine
çandin.»
Baxçevan destûr da wan ku bikevin nav rez û dehlan û ji fêkiyê wan ê bi lezet bistînin 1, da
ku xwe vejînin. Ew derên ku Padîşah lê digeriya û ew çardaxên ku li xweşê wî diçûn jî nîşanî
wan da. Ew jî li vê derê rawestan, nivistin.
Çaxê hişyar bûn min dît ku wan xwe amade kir ku bikevin Bajêr. Lê wek ku min gotibû,
tîrêjên rojê yên ku didan bajêr (çimkî bajar ji zêrê xas bû 2) ewqas gelek rewnaq bûn ku
nikaribûn rû bi rû lê binêrin. Bi tenê bi cama ku ji bo vê armancê hatibû çêkirin, dikaribûn lê
binêrin.3
Çaxê ku wan riya xwe berdewam kir, ew rastî du zilaman hatin ku cilên wan wek zêr û
rûyê wan wek ronahiyê dibiriqîn. Wan ji rêwiyan pirsî ku ew ji ku derê tên û ka ew li ku derê
razan û rabûn, ji çi cûreyên tengahî û talûkeyan derketin, di rê de çi cûreyên şahî û dilgeşiyan
dîtin. Wan jî ji wan re got. Li ser vê yekê wan herdu zilamên ku rastî wan hatibûn, ji wan re
gotin: «Hê du tengahiyên din hene ku hûnê rastî wan bên; piştî wê yekê hûn di Bajêr de ne.»
Hingê Bawermend û hevalê wî ji wan hêvî kirin ku bi wan re herin. Wan jî qebûl kir û
gotin: «Lê belê tenê bi baweriya xwe hûn dikarin bikevin Bajêr.»

Bi vî awayî min di xewna xwe de dît ku heta dergehê Bajêr li ber wan xuya bû, ew hemû bi
hev re çûn. Hingê min dît ku di nav wan û dergeh de çemek hebû; lê hem pir nebû û hem jî
çem gelek kûr bû. Rêwî bi dîtina vî çemî gelek şaş man, lê ew zilamên ku bi wan re çûbûn ji
wan re gotin: «Divê hûn di nav vî çemî re derbas bibin, an naxwe hûn nikarin bigihîjin
dergeh.»
Li ser vê yekê rêwiyan pirsî: «Ma riyeke din a ku diçe dergehê Bajêr heye? »
Zilaman ji wan re got: «Heye, lê ji roja ku dinya hatiye damezrandin û heta niha ji du
mirovan pê ve, yanî ji Henox 4 û Êlyas 5 pê ve destûr ji tu kesî re nehatiye dayîn ku pê li wê
riyê bike û heta ku boriya dawî bê lêxistin, tu kes bi wê riyê nagihîje Bajarê Ezmanî.»
Li ser vê yekê Hêvîdar û bi taybetî Bawermend dest pê kirin, xemgirtî bûn û li hawirdora
xwe nêrîn. Lê qet riyek nebû ku ji derbasbûna çem xilas bibin. Hingê ji wan herdu zilaman
pirsîn: «Ma kûrahiya avê li her derê eynî ye?»
Wan got: «Na, lê di vê rewşê de em nikarin alîkariya we bikin. Li gor ku hûn baweriya xwe
bi Padîşahê Bajêr tînin, hûnê avê kûr an tenik bibînin.»

Hêvîdar û Bawermend ber bi avê ve pêşve çûn. Çaxê ketin nav çem, Bawermend dest pê
kir xewirî. Wî hawar kir dostê xwe Hêvîdar û got: «Ez ketim ava kûr û pêlan hawirdora min
girt. Hemû pêl û şeqlên te di ser min re derbas dibin.»6
Hêvîdar jê re got: «Bi zirav be, birayê min, lingên min li binê çem ketin û ew saxlem e.»

1
Dubarekirina Şerîetê 23:24
2
Peyxama Yûhenna 21:18
3
Korîntî II, 3:18
4
Destpêkirin 5:24
5
Padîşah II, 2:11
6
Ûnis 2:3

61
Lê belê Bawermend got: «Ax dostê min, torên mirinê hawirdora min pêçan!1 Ez welatê ku
şîr û hingiv tê de diherike, nabînim.»
Erê, tariyeke reş û tirseke mezin hat ser Bawermend. Wusa lê hat ku êdî ber xwe nedît û
hişê xwe jî winda kir: Êdî ne dikaribû wan demên şêrîn û bi şahî yên ku di rêwîtiya xwe de
derbas kiribûn bîne bîra xwe û ne jî dikaribû li ser wan rast bipeyive. Peyvên wî zelal kifş
dikirin ku tirseke mezin ketibû dil û hişê wî, yanî ew ditirsiya ku ewê di wî çemî de bimire û
tu caran nagihîje Bajarê Ezmanî.
Yên ku nêzîkî wî bûn, fêm kirin ku ew di tengahiyê de ye û li ser gunehên xwe difikire,
yanî ew gunehên ku wî hem ji berî û hem jî piştî destpêkirina rêwîtiyê kiribûn. Herweha dîtin
– û wî bi xwe jî got – ku xeyalên tirsdar û ruhên xerab dibîne û cefayê dikişîne.
Loma gelek kar ketibû ser Hêvîdar, da ku serê dostê xwe li ser avê bigire. Erê, Bawermend
carna heta binî dixewirî û piştî demekê nîvmirî careke din derdiket. Hêvîdar ji nû ve ber dilê
wî de hat, got: «Birayê min, ez dergeh û mirovên ku ji bo qebûlkirina me amade ne, dibînim.»
Lê Bawermend jê re got: «Ew li benda te ne, bi tenê li benda te disekinin ku te qebûl bikin!
Çimkî ji roja ku ez rastî te hatime û heta niha, ez te hêvîdar dibînim.»
Hêvîdar jê re got: «Birayê min, tu jî her gav wusa bûyî.»
Lê Bawermend qebûl nekir, got: «Ax birayê min, eger ez jî yekî rast bûma, eseh niha
Xwedê wê bihata alîkariya min jî. Lê ji ber gunehên min, wî ez avêtim nav xefikê û dev ji min
berda.»
Li ser vê yekê Hêvîdar got: «Birayê min, tu wê ayeta ku li ser yên xerab dibêje, bi carekê ji
bîr dikî! Dibêje: ‹Di mirina wan de êş tune û bedena wan xwedîkirî ye. Derdê mirovan bi wan
re tune û wek wanên din tengahiyê nakişînin.›2 Ev zehmet û tengahiyên ku tu niha dikişînî,
nayên wê manê ku Xwedê dev ji te berdaye. Na, lê belê tu bi wan têyî ceribandin, da ku kifş
bibe, ka tê qenciyên Xudanê xwe yê ku heta niha kerem li te kiriye, bînî bîra xwe, an na, ka tê
di tengahiyan de li wî ewle bibî, an na.»

Hingê min di xewna xwe de dît ku Bawermend demekê li ser vê yekê fikirî. Hêvîdar bi ser
gotina xwe ve zêde kir, got: «Bi zirav be! Îsa Mesîh şifayê dide te!»
Li ser vê yekê Bawermend bi dengekî bilind got: «Ax, dîsa ez wî dibînim! Ew ji min re
dibêje: ‹Eger tu di nav avê re derbas bibî, ezê bi te re bim; eger tu di çeman re derbas bibî, ew
di ser te re neavêjin.›»3
Bi vî awayî herduyan jî cesaret stand û heta ku ji çêm derbas bûn, dijmin wek kevir bê
deng ma. Di vê navê de lingên Bawermend jî ketin ser erdê û wî fêm kir ku ji vir û pê ve av
nizim e. Êdî ew herdu zû derbasî aliyê din bûn û dîtin ku li tenişta din du zilamên şewqdar li
benda wan disekinîn. Çaxê ji çêm derketin, van herduyan silav dan wan û gotin: «Em ruhên
xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin»4 û hemû bi
hev re ber bi dergeh ve çûn.
Divê tu bizanî ku bajar li ser girekî gelek bilind hatiye avakirin. Lê rêwî bi alîkariya wan
zilamên ku ketibûn bin milên wan, gelek rihet hilkişiyan. Bi ser de, wan cilê xwe yê mirindar
di çem de hiştibû; bi ser ku bi wî ve ketibûn çem jî, ew bêyî wî jê derketin. Loma ew niha zû
zû û bi hêsanî diçûn Bajêr. Ew dera ku bajar li ser hatibû avakirin, ji ewran bilindtir bû, lê dîsa
jî ew newestiyan. Ji bo ku sax û bi silamet ji çêm derbas bûbûn, ew dilgeş bûn; hem jî ji ber
ku xizmetkarên wan ên wusa keleş yanî rewnaq hebûn, di riya xwe de şêrîn şêrîn dipeyivîn û
di valahiya ezmên re hildikişiyan, bilind dibûn.

Yên Şewqdar ji wan re li ser rûmeta Bajêr digotin. Gotin ku rewnaq û spehîtiya wê derê
ewqas mezin e ku nayê gotin.

1
Zebûr 18:4
2
Zebûr 73:4-5
3
Îşaya 43:2
4
Îbranî 1:14

62
Weha jî şîrove kirin: «Bajarê Xwedayê jîndar, milyaketên bêhijmar û ruhên mirovên rast ên
ku gihîştine bêkêmahiyê 1 li wê derê ne. Erê, hûn niha diçin bihişta Xwedê. Li wê derê hûnê
dara jiyanê bibînin û hûnê ji fêkiyê wê bixwin.2 Çaxê ku hûn bigihîjin wê derê, wê xiftanên
spî bidin we û her û her, her roj hûnê bi Padîşah re bin û hûnê bi wî re bipeyivin. Tiştên
zehmet ên ku we li ser rûyê erdê dîtine, yanî cefa, nexweşî, tengahî û mirin, li wê derê tune,
‹çimkî tiştên berê bihûrîn.›3 Hûn niha diçin ba Birahîm, Îshaq, Aqûb û pêxemberên din.
Xwedê ew anîne vir, da ku ji belayên ku wê bên xilas bibin. Her yek ji wan di rastdariyê de di
cihê xwe de rihet e.»
Li ser vê yekê wan pirsî: «Di vî cihê bextewar de, divê ku em çi bikin?»
Yên Şewqdar gotin: «Hûnê li wir ji hemû keda xwe rihetiyê bibînin û ji dêla hemû cefayên
xwe ve, hûnê şahiyê bistînin. Tiştên ku we çandine, hûnê bidirûn. Yanî hûnê fêkiyê wan
duayên ku we di rêwîtiya xwe de kirine, fêkiyê wan hêstirên çavan ên ku we rijandine û
fêkiyê wan cefayên ku we di ber Padîşah de kişandine, bixwin.4 Li wê derê hûnê tacên zêrîn
bidin serê xwe û her û her hûnê Yê Pîroz bibînin û dilgeş bibin. Çimkî ew çawa be, hûnê wî
wusa bibînin.5 Ji ber ku bedena we zeîf bû, we di dinyayê de bi gelek zehmet ji wî re xizmet
dikir, lê li wê derê hûnê her gav bi dengê bilind şikir ji wî re bikin, pesnê wî bidin û xizmeta
wî bikin. Çavên we wê bi dîtina Karîndarê her tiştî dilgeş bibin û guhên we wê bi bihîstina
dengê wî şa bibin. Hûnê bi dostên xwe re yên ku ji beriya we çûne wê derê, dilşa bibin û hûnê
bi şahî bên pêşiya wan ên ku wê piştî we bên wî cihê pîroz. Li wê derê hûnê bi rûmet û
rewnaqî bên wergirtin û çaxê ku Padîşahê Rûmetê di nav ewran de, li ser perên bayê, bi dengê
boriyê bê, hûn jî, hûnê bi wî re bên! Çaxê ew di Padîşahiya xwe de rûne ser kursiyê dîwanê,
hûn jî, hûnê bi wî re rûnin! Erê, mirov be, an milyaket be, çaxê dîwana wan ên ku xerabî
kirine bê kirin, di wê dîwanê de dengeke we jî wê hebe. Çimkî ew, hem dijminê wî ne, hem jî
yên we ne. Çaxê ew careke din vegere Bajêr, hûn jî hûnê bi dengê boriyê bi wî re herin û hûnê
her û her bi wî re bin.»6

Çaxê ku ew nêzîkî dergeh bûn, ordiyeke milyaketan derket pêşiya wan.


Wan herdu xizmetkarên şewqdar, ji milyaketan re gotin: «Evên ha çaxê ku li dinyayê bûn,
ji Xudanê me hez dikirin. Di ber navê wî yê pîroz de, wan dev ji her tiştî berdaye. Xudan em
şandin, ku em wan bînin. Me ew heta bi vir anîne ku derbasî Bajêr bibin û rûyê Xilaskarê xwe
bi şahî bibînin.»
Li ser vê yekê ordiya ezmanî bi dengekî bilind got: «Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta
daweta Berx hatine vexwendin!»7
Di vê navê de hin ji borîzanên Padîşah di nav cilên spî û şewqdar de derketin pêşiya wan û
bi dengê boriyên xwe bi hezar silavan xêrhatina Bawermend û hevalê wî kirin.

Piştî vê yekê, milyaket ji her aliyî ve li wan hatin hev: Wek ku di wê herêma jorîn de
parêzgerên Hêvîdar û Bawermend bûna, hin ji wan li pêşiyê û li paşiyê, li milê rastê û li milê
çepê diçûn. Wan bê rawestin bi dengê bilind û bi meqamên xweş li boriyê dixistin. Teyê
bigota qey ezman hatibû xwar, pêşiya wan. Bi vî awayî hemû bi hev re diçûn û borîzanan di
nav melodiyên xweş de bi nêrîn û nîşanan ji Bawermend û dostê wî re didan fêmkirin ku ew
çiqas kêfxweş in ku bi wan re ne û bi çi şahiyeke mezin derketin pêşiya wan.
Hêvîdar û Bawermend li ber milyaketan û bi melodiyên wan ên dengxweş gelek şa bûn; hê
ji beriya ku bigihîjin bihiştê, xwe di bihiştê de guman dikirin. Niha wan Bajar bi xwe jî didît û
guman dikir ku hemû zengilên Bajêr ji bo xêrhatina wan lê dixistin. Lê ji her tiştî zêdetir bi vê
1
Îbranî 12:22-23
2
Peyxama Yûhenna 2:7; 3:4-5; 22:5
3
Peyxama Yûhenna 21:4
4
Galatî 6:7-8
5
Yûhenna I, 3:2
6
Selanîkî I, 4:14-17; Cihûda 1:14-15; Daniyêl 7:9-10; Korîntî I, 6:2-3
7
Lûqa 11:28; Peyxama Yûhenna 19:9

63
fikrê şa dibûn ku ewê bi dost û hevalên weha re her û her di vî cihî de bijîn. Ax, çi ziman û çi
qelem dikare şahî û dilgeşiya wan bide fêmkirin! Erê, bi vî awayî gihîştin ber dergeh.
Li ser dergeh, bi herfên zêrîn weha nivîsandî bû: «Xwezî bi wan ên ku emrên wî girtine û
xiftanên xwe şuştine, da ku heqê wan hebe ku bên dara jiyanê û di dergehên bajêr re
bikevin hundir.»1
Hingê min dît ku herduyên şewqdar ji wan re gotin: «Dengê xwe hildin!»
Çaxê ku wusa kirin, çend kesan di ser dergeh re nêrîn, di nav wan de Henox, Mûsa, Êlyas û
hinên din hebûn. Ji wan re hat gotin: «Ji ber ku ew ji Padîşah hez dikin, ew ji Bajarê
Helakbûnê derketine, hatin vir.»
Piştre rêwiyan ew palpişt, yanî ew nameya ku di destpêka rêwîtiyê de standibûn, dan
hundir. Ew birin ba Padîşah, wî ew xwendin, pirsî û got: «Ew zilam li ku derê ne?»
Jê re bersîv dan ku ew li ber dergeh disekinin.
Li ser vê yekê Padîşah emir kir, got: «Dergeh vekin û yên rast ên ku dilsozî parastine, bila
bikevin hundir.»2
Min dît ku Hêvîdar û Bawermend di dergeh re ketin hundir û di cih de hatin guhertin. Cilên
ku wek zêr dibiriqin li wan kirin. Kesên ku çeng û tacên wan hebûn, hatin pêşiya wan. Çeng ji
bo pesindanê û tac ji bo nîşana rûmetê dan wan.
Piştre min bihîst ku di Bajêr de dîsa hemû zengilan bi şahî lêxist û ji wan re gotin: «Werin
û beşdarî şahiya Axayê xwe bibin!›»3
Û dîsa min bihîst ku rêwiyan bi dengê bilind strand û gotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret
Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»4

Gava dergeh vebû û ew ketin hundir, min li pişt wan de li hundir nêrî û va ye, bajar wek
rojê dibiriqî. Kolan bi zêr hatibûn raxistin û li ser serê mirovên ku di kolanan de digeriyan, tac
û di destên wan de guliyên xurmeyan hebûn. Ji bo ku bi stranan pesnê Xwedê bidin, çengên
wan ên zêr jî di destên wan de bûn.
Li vê derê milyaketên xwedî bask jî hebûn û wan bê rawestin digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz e
Xudan.»
Hingê êdî dergeh girtin, lê min bi xwe jî pir dixwest ku ez di nav wan de bûma.

Çaxê ku hê ez li ser van tiştan difikirîm, min dît ku Xeşîmî jî hatibû ber lêva çem. Ew bê
zehmet derbasî aliyê din ê çem bû, çimkî tam vê gavê qeyikvanek li wê derê hebû ku navê wî
Hêviya Pûç bû û bi qeyika xwe alîkariya wî kir ku derbas bibe. Bi vî awayî min dît ku vî jî
dest pê kir hilkişiya serê gir, da ku wek wanên din here ber dergeh. Lê ew bi serê xwe, tenê
diçû. Qet rastî kesekî nehat û tu kes nehat ku cesaretê bide wî. Gava ku hat ber dergeh li wê
nivîsara ku li ser bû nêrî û dest pê kir li dergeh xist. Wî guman dikir ku di cih de destûr wê ji
wî re bê dayîn ku derbasî hundir bibe. Lê belê wan zilamên ku di ser dergeh re lê nêrîbûn, ji
wî re gotin: «Tu ji ku derê têyî? Tu çi dixwazî?»
Wî bersîv da, got: «Min li ber Padîşah xwar, vexwar û wî di kuçeyên me de hîn kir.»5
Li ser vê yekê li palpişta wî pirsîn da ku nîşanî Padîşah bidin. Di paşila xwe de lê geriya, lê
qet tiştek nedît. Hingê ji wî pirsîn gotin: «Ma tune?»
Zilam qet nikaribû bersîvekê bide. Li ser vê yekê ji Padîşah re xeber şandin. Lê belê
Padîşah nehat ku wî bibîne jî. Wî emir li wan herdu milyaketên şewqdar ên ku Bawermend û
Hêvîdar anîbûn Bajêr kir ku derkevin, herin Xeşîmî bigirin, dest û lingên wî girê bidin û wî
bavêjin tariya reş. Ew di cih de çûn û ew girtin. Wan ew hilgirtin, di hewayê re birin wî deriyê
ku min di singê gir de didît û ew avêtin hundir.
1
Peyxama Yûhenna 22:14
2
Îşaya 26:2
3
Metta 5:21
4
Peyxama 5:13
5
Lûqa 13:26

64
Hingê min dît ku ka çawa ji bajarê Helakbûnê riyek heye ku diçe dojehê, wusa jî li ber
dergehê bihiştê riyek heye ku diçe dojehê.
Li ser vê yekê ez hişyar bûm û va ye, tiştên ku min dîtibûn, xewnek bû.

Niha ya guhdarê delal, min xewna xwe ji te re got:


Binêre, eger tu bikarî wê ji min re şîrove bikî, şîrove bike,
An jî ji xwe re, an ji cîranê xwe re şîrove bike.
Lê belê xwe ji şîrovekirina çewt biparêze,
Çimkî tu wusa bikî, tu zirarê li xwe dikî:
Li pey şîrovekirina çewt, xerabî tê.

Hem jî hay ji xwe hebe, pir zêde neçe,


Bi leyiztina şîrovê dernekeve derveyê xewna min.
Mesele û mînakên ku min bi kar anîne,
Bila te ber bi kenîn an devjeniyê ve nebin;
Bihêle bila zarok û yên bêfêm wusa bikin,
Lê belê tu bibîne cewhera xas a peyvên min.

Perdan bikişîne aliyekî, binêre aliyê perdê yê hundir,


Mînakên min bibîne, di gotinên xwe de xeta neke,
Eger tu lêkolînê li wan bikî, tê di wan de bibînî
Tiştên ku ji dilê rast û semîmî re alîkar in.

Te di nav wan de ji gûhesinê min çi dîtibe,


Bi zirav be ku tu bavêjî; lê zêrê ku te dîtiye hilîne!
Eger te zêrê min bi gûhesin nixumandî dîtibe,
Ma kesek sêvê davêje ji bo sîsikên ku nayên xwarin?
Lê belê eger tu bêjî: «Hemû bê mane ne!», tu bavêjî,
Ez nizanim, lê tê bibî sedem ku careke din ez xewnê bibînim!

65
Paşgotin

Nivîskarê vê kitêbê John Bunyan di sala 1628’an de li


Îngilîstanê çêbû. Bavê wî tenekeçêker bû û mala wan gelek
belengaz bû. Dîsa jî bavê wî ew şand xwendegehê û John
xwendin û nivîsandin hîn bû.
Wek gelek xortên din, wî jiyana xwe li gor daxwazên fikir û
bedenê bihûrand û di xortaniya xwe de jiyaneke ji Xwedê dûr
derbas kir.
Lê belê tiştê ku ew ji xerabiyên mezin digirt, ev bû: Ew ji wê
xezeba ku wê bê ditirsiya, ji ber ku her car li ser wê dibihîst. Ew
difikirî ku Xwedê wê bi xezebê, dîwana mirovan bike. Ji ber vê
yekê wî bi şev gelek caran xewn û peyxamên wusa tirsehêz
didîtin ku tevahiya rojê nedikarî xwe ji bin bandûra wan xilas bike. Mesele, didît ku Roja
Dawî dihat û rûyê erdê bi erdhejîneke şidayî dihejiya û ji hev vedibû, erdê devê xwe vedikir û
ew dadiqurtand û ew diket binê dojehê. An jî didît ku Îblîs ew digirt û di halekî bêçare de ew
dixirand û dibir.
John difikirî ku ew nikare dev ji gunehên xwe berde. Û ew çiqas mezin dibû, dilê wî hişktir
dibû. Çaxê ew leşker bû, carekê wan ew ên ku biçûna şer hilbijartin û ew jî di nav wan de bû.
Lê hevalekî wî xwest ku di cihê wî de here şer. Ew jî razî bû. Piştî demekê wî bihîst ku ew
hevalê wî di şer de hat kuştin. Lê dîsa jî wê bûyerê gelek bandûr li wî nekir.
Wî gelek zû jin ji xwe re anî; ew herdu jî zehf belengaz bûn: Gelek caran sêniyek xwarina
wan jî nebû ku bixwin. Jina wî, keça zilamekî xwedêhez bû û jineke hêjabilind bû. Xezîna wê
ya herî mezin Kitêba Pîroz bû. Du kitêbên din ên ruhanî jî ji bavê wê yê mirî jê re mabûn:
Navê ya pêşî «Riya mirovan a rast a ku diçe bihiştê» bû û navê ya din «Jiyana Pîroz» bû.
John carna bi wê re ji wan kitêban dixwend û rojeke Şemiyê gotinên mizgînvan ew hişyar
kir; di eynî rojê de piştî nîvro, wî ji ezmên dengekî weha bihîst: «Tu dixwazî dev ji gunehên
xwe berdî, herî bihiştê, an tu dixwazî di nav wan de bimînî û herî dojehê?»
Çaxê ku wî li ezmên nêrî, wî dît ku Xudan Îsa Mesîh bi xemgînî li wî dinêre. John fêm kir
ku wî di jiyana xwe de gelek guneh kirine; lê belê ew difikirî ku êdî ji bo wî tobekirin, rehm û
kerema Xwedê nemaye. Wî fêm kir ku çawa av ji kaniyekê diherike, wusa guneh ji dilê wî
diherikî.
Rojekê li çolê wek ku dîtiniyekê bibîne, wî Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştî dît û di
dilê xwe de fêm kir ku Mesîh ji bo me mirovan bûye rastdarî, xilasbûn, pîrozî û şehrezayî.
Dilê wî tije ewledariya ezmanî û şahî û dilxweşî bû. Çaxê ku wî bawer kir ku rastdariya wî bi
Mesîh e, ji wê gavê û pê ve, tevahiya jiyana wî hat guhertin. Wî bi xwe şahidî dikir ku hemû
zincîrên guneh ji dest û lingên wî ketin û ew ket rihetiya baweriyê û bi kerema Xwedê di
rastdariya Mesîh de jiyana xwe berdewam kir.
Wî dest pê kir, di qehwexaneyan û di kolanan de Mizgînî da bihîstin. Lê belê ev yek ne bi
dilê her kesî bû û dijminên wî ew çend caran teslîmî hukumetê kirin. Carekê hakim jê re sond
xwar, got: «Eger tu li derve Mizgîniyê nedî, ezê te serbest berdim», lê çaxê ku John got:
«Lazim e ez bi ya Xwedê bikim», hakim 12 sal cezayê hebsê da wî.
Di sala 1672’an de, ew serbest hat berdan. Wek berê wî ji nû ve li her cihî Mizgîniya
Xwedê dida. Û wek ku Xwedê xistibû dilê wî, wî ji bo dilrihetiya bawermendan nêzîkî 40
kitêban nivîsî. Kitêba «Rêwîtiya Bawermend» (1678) di nav wan de ji hemûyan navdartir e û
ji kêmahî ve bi 200 zimanan hatiye wergerandin.
Piştî jiyana wî gihîşt 60 salan, rojekê çaxê ku ew li ser hesp diçû Londrayê, baraneke gelek
şidayî li ser wî barî. Hinavên wî av girtin (ket nexweşiya zatûreya), di demeke kurt de di nav
deh rojan de di sala 1688’an de, ji vê dinyayê bar kir, çû ba Xudan.

66