KURDISTANA MÊJÛYÎ

WELATÊ PÊŞEMÎNAN

ANCIENT KURDISTAN – THE FIRST FARMERS’ LAND

BUROYA KURDÎ – BRUKSELS, 3-2-2013

KURDISTANA MÊJÛYÎ - WELATÊ PÊŞEMÎNAN
(Ancient Kurdistan – The First Farmers’ Land)

BERNAME
Programme 1- Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution) - 45 min 2 - NAVBER - 20 min 3 - Şoreşa Kedîkirinê (Revolution of Domestication) – 55 min

Hemû Bernemeya me li ser vê mijarê ye:

MÊJÛYA ÇANDINÎ & ÇANDÊ
KEDÎKIRINA LAWIRAN & ŞÛNEWARÊ YEKEMÎN AVAHIYÊN MAL, GUND & BAJARAN

- Bingeha Şaristaniyê

The History of Agriculture & Culture Domestication of Animals & The Site of The First Houses, Villages and Cities - The Ground of Civilization

Bi gotineke din:

DÎROKA PÊŞVEÇÛNA MIROVAHIYÊ Ji şikeftan – ta mal, gund û bajaran..

Mirovên ji rojgariya kevin a dîrokê, berî ku ji xwe re mal û gund ava bikin, li nav şikeftan dijiyan.

PIŞKEK JI XWEZAYÊ
A Part of The Nature

• Bîrewer û fîlozofên ji vê bi hezaran sal berê, têgehîştibûn, ku em mirov, pişkek ji xwezayê ne. Van bîreweran, her wisan, xwedî hin baweriyên cihêreng, ên li ser sazûmaniya (System) xwezayê jî bûn.

Dîroka Pêşveçûna Mirovahiyê
Historical Development of Mankind

• Li sedsala 18emîn, bîrewer û zanyarê bi nav û deng; Charles Darwîn, derxist pêş, ku xweza, xwedî mekanîzmayek e û wî navê vê sazûmaniyê: Hilbijartina Suruştî (Natural Selection) danî. Charles Darwîn, bi vê baweriya xwe ya zanistî, jêder û çavkanî, hîm û binyada sazûmaniya xwezayê vegot. Î roj di encama lêkolînan de, bi destvehanîna fosîlan û lêkolînên li ser fosîlên ji xwezaya ji rojgariyên kevn mayî, di encama lêkolînên bi azîneya zaniyariya genetîkê, (wek nimûne: DNA), wêneyeke gelek tam û têkuz, a Dîroka Pêşveçûna Mirovahiyê, ji me re derdixe holê.

Dîroka Pêşveçûna Mirovahiyê
Historical Development of Mankind

Gelo wêneya dîroka mirovê hevdem kîjan e?
• Ji bo bersivdana vê pirsê; gelo mirov dikare geşteke zemanî ya ber bi demên paş ve bike? Anku ji î roj vegere û here nav zemanên berê? Gelo mirov wê bikaribe here ew serdema rogariya kevin a dîrokê, ku hingê wan hebûnên (Creature), ku î roj, jê re dibêjin mirov, 6 milyon sal berê, li reşeperçeya Afrîkayê, hîna nuh rabûbûn ser piyên xwe û hîna nuh xwe hînî rêveçûna piştrast, a li ser her du piyên xwe kiribûn? Anku, gelo em ê bikaribin bi vê riyê, bi riya zanistê (Science) bizanibin, ku ew îklîm û jîngeha (Environment) me, li Dîroka Pêşveçûna Mirovahiyê, çi rol lîstine?

Gelo çi em kirin ‘mirov’?

• Gava, em li ser van pirsan dikevin nav hizir û ramanên kûr, hingê pirsên din jî, li ber me peyda dibin. Her wek pirsa: Gelo çi em kirin ‘mirov’? • Gava me bersiva vê pirsê da, hingê em dikarin bi geşbîniyeke fireh, li pêşeroja xwe jî bimeyizînin.

EM HÊDÎ-HÊDÎ BERÊ XWE BIDIN VAN PÊŞKETINAN KU MIROV KIRIN ‘MIROV’:

EV PÊŞEKETIN ŞOREŞA ÇANDINÊ YE KU YEKÊMÎN PÊŞKETINA MIROVAHIYÊ YE

Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution) û Şoreşa Kedîkirinê (Revolution of Domestication) - Ev her du şoreş jî li Kurdistana mêjûyî qewimîne.

Li Gor Destkeftên Arkeologîkî: KURDISTANA MÊJÛYÎ

Şûnewarê Yekemîn Pêşketinên Hemû Cîhanê Ye

EM HINEK JI NÊZÎKÎ VE LI VÊ HERÊMA GRÎNG A MÊJÛYÎ BINERIN:

TIXÛBÊN HÎVIKA TÊZAYINÊ KU JÊ RE HÎVIKA ZÊRÎN JÎ DIBÊJIN - WELATÊ KURDISTANÊ BI XWE YE

Ji Cografya Kurdistanê re têt gotin: Hîvika Têzayînê (bereketê) (The Fertile Crescent, Hîlal El-Xesîb, Bereketli Hilal) ku genim cara yekê, 9000 sal berê li vê herêmê hatiye çandin (D19). Û lawir (heywan) cara yekê li vir hatine kedîkirin.
SCIENCE, 14 November 1997

– CEHDASÛK (Genimê Bejî/Tritticum Dicocciodes ), li xwezayê, tenê li şûnewarek di navbera 600 ta 1300 meter ji pileya behrê bilindtir, şîn têt. Jinên li ser xaka Kurdistana dîrokî, şitlên cehdasûkê (Tritticum Dicocciodes) ji nû ve diçinin. Hingê mazintirîn şoreşa li mirovahiyê, Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution), li dîroka mirovahiyê, li ser vê xakê, bi vî rengî, têt holê. Bi gotineke din, şaristanî li vî velatî, dizê.
SCIENCE, 14 November 1997

JI BER KU EV HERÊM JI BO ŞÎNHATINA ŞITL Û GIYA HERÊMEK HERÎ KÊRHATÎ Û SÛDBER E, LEMA JÊ RE DIBÊJIN HÎVIKA TÊZAYINÊ (berketê).

Şêniyên mêjûyî, yên li vê herêma Kurdistana mêjûyî, cara yekê genim (tritticum dicocciodes) ajotine.
Lêkoler û zaniyar, van salên dawîn, her bi vî awayî, şûnewarê ku genim yekemîn car lê hatiye çandin, bi ewletî destnîşan kirine. Ji ber ku li sala 1997ê, grûbek zaniyar ji Almanyayê, ji şeş reşeperçeyên çandbar ên dunyayê, nimûneyên genim hanîne û li ser wan, lêkolînên DNA'yê kirine. Encama van lêkolînan nîşan daye, ku ‘koka hemû genimên cîhanê; ji deşt û zozanên bilind ên Çiyayê Qerec a li Diyarbekrê ye.’

SCIENCE, 14 November 1997

Profêsorê swêdî yê navdar Johan Hultin jî dibêje: «Dergûşa Temamê Şaristaniyê Zozanên Çiyayê Qerec e«
http://www.saradistribution.com/johan_hultin.htm

”MIROVÊN SERDEMA KEVRÎ YÊN PIŞTÎ ŞOREŞA ÇANDINÊ XWEŞBEXT BÛN Û LI NAV XÊR Û BÊRÊ DIJIYAN”

• Çi car, çerxa mêjû, wek li serdema têgehîştina, peydakirin û Têderxistina (keşf, discovery) Hunera Çandina Genêm, zû ne geriyaye û jiyana mirovên wê serdemê, qet ew çend pir û zû, ber bi başiyê ve ne çûye. Gava mirov, ji xwe re, riya çandina genêm, riya peydakirin- û bi baran, bidestvehanîna zadî nas kiribûn, hingê, gav bi gav, ber bi jiyaneke rêk û pêk, diçûn. • Ji nav temamiya şêniyên li ser ruyê erdê, xelkê li Mezopotamiya Bakurî, (xelkê Kurdistana mêjûyî, dm), pir xweşbext bûn, ji ber ku erdnîgariya vê herêmê, ji ciyên din cuda, xwedî taybetmendiyek bi xêr û bêr û têzayî bû. Ji lew re, li vir, gelek cûreyên giya û şitlên zadî hebûn. Ji şûnewarên din cihêtir, li ser vî erdî, du cûre genim şîn dihatin. Her wisa jî, baqil, nîsk û ber û şitlên hwd, hebûn.

• Di ser vê de jî, lawir û sewal, li vir xweş dihatin kedîkirinê. Ji ber vê derfetê, xelkê vir, ji xwe re, yekemîn şûnewarê mal û gundan, mezr (çiftlik) û kêlgeyan ava kirin. • Lêkoler û arkeologên navdar, ji mêj ve ye, ku vî şûnevarê navbirî, bi navê 'Hîvika Têzayinê bi nav kirine. Li gor van zaniyaran; bingeha şaristaniya cîhanê jî, ev şûnewar bi xwe ye. • Lêkolerê almanî, Manfred Heun, ew bawerî heye, ku hunera çandina genêm, cara yekê, li Çiyayê Qerec rû daye û ev huner, zû bi zû jî, ji wir, belavê tevayê şûnewarên derdora xwe bûye.

• Şeş sal piştî diyarkirina vê encamê, grûbeke lêkoler û arkeologên ji Îsraîlê jî, encama xebat û lêkolînên xwe diyar kir. Encama vê xebata grûba îsraîlî jî, pişta teoriya Manfred Heun’î rast kir. • Simcha Lev, Yadûn û hempîşekarên wî, dibêjin, ku ev çend destkeftên arkeologîkî nîşanê me didin, ku ev teorî rast e. Li nêzîkê Çiyayê Qerec, li Diyarbekrê, gelek şûnewarên mêjûyî yên niştecihiyê hene, ku ev şûnewar 10 000 sal kevn in: Ber Çem (Çayönü), Newala Çorê. (Vê dema dawîn jî: Girê Xirabreşkê/Navokê, ku hîna nuh (2002) hat dîtin, ku ji van ciyan jî kevintir e). Nêzîktirîn bajarê li Çiyayê Qerec, navê wî Diyarbekr e, ku ev bajarê mêjûyî, her wisan jî, navenda têkoşîna kurdan a li dij dewleta tirk e.

• Gava profêsorê bi nav û deng, Manfred Heun xwast, ku here Çiyayê Qerec, dewleta tirk ne hişt, ku ew here wir. Manfred pir ber vê yekê ket. Wî pir dixwast ku here wir. • Rojekê, patalogek bi navê Johan Hultin, ku hemû jiyana xwe, li Amerîkayê jiyaye, pêwendî bi Manfred Heun re kir. • ‘Johan Hultin lêkolerekî wêrek û nebez e. Ew xwe gihand ser wî xakî’. • Lêbelê, ji bo vî zaniyarê jêhatî yê navdar ê 82 salî, yê amerîkî, hatina ser vê xakê, wisan ne hêsan bû.

• Li gor profêsor Johan Hultin; ji vî şûnewarê genimî, her wisan jî, zimanê Îndo-Ewrûpî, yê ku î roj li Ewrûpayê têt axiftin, ji dewrûberên vî çiyayî belav bûye û gehiştiye Ewrûpayê. • Çendeyek kurt, berî şerê Iraqê bû. Tirk ji bo wî digotin, ew ajanê CIA'yê ye û ew ne diberdan hundur. Herî dawîn, ew berdan hundir. Lêbelê, her dem, di bin çavdêriya polîsê tirk de diliviya.

• Johan Hultîn, dest bi lêkolînên xwe yên li ser kevintirîn şûnewarê çandina genêm kir. Paşê wî xwast, ku çend sed hektar ji vî zewiyî, ji gundiyên kurdan bikire û bike malê Muzexaneya Şaristaniyên Anatolyayê li Anqerê. • Johan Hultin dibêjê: ‘Ev der girîngtirîn welatê cîhanê ye. Gerek e ev erdê girîng baş were parastin. Milkê hemû şaristaniyê ye.’ • Lê belê, î roj gundiyên kurd, ku pez û dewarên xwe, li ser vî erdî diçêrînin, bêguman hez na kin, ku muzexaneyek ji Anqerê, bibe xwediyê zeviyê wan.

GELO KÎJAN MAZIN E?
• FÊRBÛNA HUNERA VÊXISTINA ÊGIR? • YAN JÎ FÊRBÛNA HUNERA ÇANDINÊ?

KÎJAN? Ev pirseke kûr e.

BÊGUMAN ŞOREŞA ÇANDINÊ

MAZINTIRÎN ŞOREŞA LI DÎROKA MIROVAHIYÊ YE

Ji ber ku..

• Heger fêrbûna hunera vêxistina êgir, mirovahiyê gavekî mazin ber bi pêş ve biribe,
• Fêrbûna Hunera Çandinê jî, mirovahiyê bi dehan gav pêşdetir biriye.

..û ev şoreş, bi,
ji nû ve ajotina genimê bejî, ku jê re dibêjin cehdasûk, (tritticum dicocciodes) li Kurdistana mêjûyî qewimiye.

Li ser mazinbûn û girîngiya vê şoreşê, lêkolînerê amerîkî Harry G. Nickles weha dibêje:
"Ji bakurê bajarê Bexdayê, axa Kurdistanê dest pê dike. Ew welatê xwedî gir (til), ku çarmedor bi heşhînayî û xwedî îklîmekî xweş e, li nav herêmên Iraq, Îran û Tirkiyê dikeve. Li wir, ne çi bajarên grîng ên nûjen û ne jî, bermayên dîrokî, yên wisan berçavî, hene. Jiyana gundiyên vî welatî, hema bi sedan sal e, ku piçek jî ne hatiye guhertin. Lê belê, ji hêla mêjûyî ve, Kurdistan xwedî taybetiyetek, bi serê xwe ye.

Harry G. Nickles

Tiştê ku vê herêmê, ji ciyê din cuda dike, di mêjûya şaristaniyê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina lawir û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeologîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hatiye avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirine û her bi vî awayî, bi şêweyeke herdemî, bidestxistina xwarinê, ji xwe re ewle kirine û bûne xwedîxurakên herdemî. Bi vê bûyerê re, bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna mal, gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû."

Mal

Gund

Bajar

Şahînşahî Netewe

Hunera nivîsînê

ŞOREŞA ÇANDINÊ: dayika van hemû pêşketinan e

Wêje

Qanûn

Zanist/zanyarî

Ev hemû pêşketin, piştî şoreşa çandinê dest pê kirine

GELO YEKEMÎN GUNDIYÊN SERZEMÎNÎ

Li Kurdistanê bûne?

YEKEMÎN MEZRÊN KEDÎKIRINA LAWIRAN & ŞÛNEWARÊ YEKEMÎN AVAHIYÊN MAL, GUND & BAJARAN
- Belge & Spartekên li destê me. (1-Fosîl 2-Jeologî – erdnasî 3-DNA)

The earliest farmers and the earliest village-farming-community in Ancient Kurdistan Stratigraphic (Fosil-Geological) evidences & DNA.

Pêşemîn gundiyên li Ewrûpayê, dibe ku şiklê wan wisa bûne. Ev wêne şirovekirinek hunerî ye, ku li ser zanyarî û şiroveyên li ser destkeftên arkeologîkî, hatiye xêzkirin.

• Gelo gundiyên ewrûpî, gundiyên kevin ên ji Kurdistanê bûne? • Wek nimûne; yekemîn gundiyên Swêdê li dor 6 000 sal berê, hatine û li Swêda îroyîn bi cih bûne. Nêçîrvanên ku berê li wir jiyane, ji cihên xwe hatine rakirin. Bawerî têt kirin, ku swêdiyên îroyîn, ne neviyên nêçîrvanan, lê neviyên van gundiyan in.

• Komeke lêkoler ya navnetewî, encama xebata xwe ya derbareyê Yekemîn Gundiyên Ewrûpayê (ku jê re dibêjin: Zaruyên Helena’yê) aşkere kir. Zanyariyên wan, ew zanyarî ne, ku herî pêşî, li encama lêkolînên li goristanên ji serdema kevrî (neolîtîkî) yên li Almanyayê, her wisa jî, ji zanyariyên DNAyê, ku ji ewrûpiyên zindî, hatine komkirin. Yek ji lêkoleran; Wolfgang Haak û hevxebatkarên wî, her wisa gelek sûd ji arşîvên mazin ên DNA’ya ewrûpiyên îroyîn (zindî) jî wergirtiye. • Encam nîşanî me didin, ku koka yekemîn gundiyên Ewrûpayê, ji Anatolya rohilatê ye. Li vê erdnîgariyê, mirov ji deh hezar salan vir ve ye, ku erd ajotine û lawir kedî kirine.
• http://www.saradistribution.com/civilisationensgrogrund.htm

Encamên van lêkolînên DNAyê, nîşanî me didin, ku piraniya yekemîn gundiyên ewrûpî, ji deşt û newalên Kurdistanê hatine. Devera kesk, şûnewarê nêzîktirîn xizmatî-mermaltiyê ye. Rengê narîncî jî, şûnewrarên herî dûr a xizmatiyê ye.

Kurdistana Mêjûyî – Welatê Pêşemînan - Dergûşa şaristaniyê

Bi bernameyeke taybet a DNAyê, ya NationalGeographic’ê, mirov dikare reh û koka xwe û malbata xwe, bi hezaran sal berê, derxe ser kaxez û bizanibe, bav û kalên mirov, ji ku derê hatine û li kîjan rexê cîhanê geriyane. Ev xizmet li dor 150€ têt kirin: Geno 2,0.

Geno 2.0 - Genographic Project Participation and DNA Ancestry Kit

http://shop.nationalgeographic.com/ngs/browse/productDetail.jsp?productId=2001246&code=NGHPFO94239#ReviewHeader

DER SPIEGEL:
Derbareyê ‘Lêgerîna Li Pey buhuşta serzemînî’ nivîsî.

Der Spiegel 23/3- 6-2006

Piştî ku ‘Perestgeha Herî kevin a Cîhanê’ li Girê Xirabreşkê/Navokê (Ruha) hat dîtin: Der Spiegel nivîsî ku: "Kurdistan buhuşta li ser ruyê erdê ye."

Der Spiegel 23/3.6.06

PERESTGEHA HERÎ KEVN A CÎHANÊ

11 000 sal kevn!

PERESTGEHA HERÎ MAZIN A CÎHANÊ

BUHUŞTA KU LI ÎNCÎLÊ TÊT NIMANDIN

• Lêkolînên arkeologîkî yên li seriya gundê Xirabreşkê, li ser Girê Navokê, li deşta Heranê, li bakurê Kurdistanê, bi serokatiya arkeologê almanî; Dr Klaus Schmidt têt kirin. Dr Klaus Schmidt, li govara Der Spiegel’ê dibêje ku ’’ew buhuşta ku li Încîlê têt nimandin, dibe ku ev wargeha li Xerabreşkê/Girê Navokê, ya li nêzîkê Rûhayê be.’’

GIRÊ XIRABREŞKÊ/Navokê (‘Göbekli Tepe’)

YAN JÎ: Yekemîn Şûnewarê Avabûna Mal – Gund & Bajaran, WARGEHEKE NUH A LÊKOLÎNÊN MÊJÛYÎ YE

Kurdistan - buhuşta serzemînî
• Ev xebata lêkolînî, ya ku govara almanî mijara wê li ser bergê xwe weşandiye û 11 rûpel jî berfireh vedaye, xwe dispêre, pirtûka nivîsevanê înglîz David Rohl'î, yê bi navê 'Legend' - anku Efsane. Li wir têt gotin, ku li gor lêkolînên arkeologîkî yên li vî şûnewarê bi navê Girê Xirabreşkê/Navokê, gava Adem û Hewa ji bihuştê hatine derxistin, li wir jiyane. • Di govarê de têt bahskirin, ku di encama van lêkolînan de, xuya bûye, ku yekemîn car, hunera çandinê, li vir rû daye. Her wisan jî, kevintirîn perestgeha (tempel/ma'bed) li cihanê, li vî şûnewarî ye. • Der Spiegel da zanînê, encama lêkolînan, spartekên grîng nîşanî me didin, ku li vê herêmê, 'serdemek zêrîn a serdema kevrî (berdî)", rû daye. Arkeolog Klaus Schmidt, ku rêberiya van lêkolînên arkeologîkî kiriye, dibêje, ku di demek nêzîk de, wê nav û dengê vî ciyî, li temamê cîhanê belav bibe.

• Klaus Schmidt dibêje, perestgeha, ku di encama lêkolînan de derketiye meydanê, xwedî temenekî 11-12 hezar salan e û ev nuha şopên yekemîn şaristaniya cîhanê nîşanî me dide. • Li gor zaniyarên ku li berhema nivîsevanê înglîz Rohl hatine diyarkirin, lêkolînên van demên dawiyê, nîşanê me didin, ku Kurdistana mêjûyî, welatê şaristana pêşemîn bûye. • Li govara Der Spiegel'ê hatiye diyarkirin, agahdariyên ku li Încîlê hatine dayin, van destkeftên, ku li encama lêkolînên li vê herêmê bi dest ve hatine, hevdû piştrast dikin. • Têt gotin ku di vegotina (taswîr) buhuştê ya li Încîlê, bahsa erdek tije ji çem û rûbaran têt kirin - ku her wisan li vê herêmê gelek çem û rûbar hene. • Li gor pirtûkên pîroz; 'Xwuda li ser ruyê erdê buhuştek ava kiriye û vê buhuştê bi çar çeman avedan kiriye; Bîjon, Gîjon, Firat û Dîcle.' Her du çemên pêşîn, çikiyane ta î roj, lê Firat û Dîcle, hîna jî, bi xurtî diherikin. • Li Încîlê têt bashkirin, ku ‘gulistana buhuştê, li ser girekî avedan e’ her wisan, herêma Girê Xirabreşkê/Navokê jî li ser girekî ye û dor û berê wê, pir têrav e.

GIRÊ XIRABREŞKÊ/Navokê (‘Göbekli Tepe’)

Kevintirîn avahiya li ser ruyê erdê ye. Perestgeha herî kevin û mazin a cîhanê ye.

Bi kêmanî 11 000 sal kevn e

NIVÎSÊN WÊNEYÎ – HÎEROGLÎF
ÊN HERÎ KEVIN ÊN NASKIRÎ YÊN CÎHANÊ 11 000 sal berê

GIRÊ XIRABREŞKÊ/Navokê
(”Göbekli Tepe”)

HUNERA 11 HEZAR SAL BERÊ

Li Girê Xirabreşkê

HUNERA 11 HEZAR SAL BERÊ

Xwedanê Têzayinê (bereketê) û Nîşaneka Îlahî

Hêjayê gotinê ye, ku li nav her du çavê vê peykerê, du kevrên spî yên glover ên yaqûtî hebûn, ku paşê careke din li medyayê qet ne hat nîşandan!? Van ên reş paşê li şûnê hatine danîn?!

SÎSARK (Vulture)

Çend dîmen ji beşekî pir biçûk ji wargeha lêkolînan

ŞIVANEKÎ KURD EV CIH DÎT

http://www.youtube.com/watch?v=7XqfjWCUgfk

Serokê Lêkolînên Li Girê Xirabreşkê Dr Klaus Schmidt
Ji German Archeological Institute

http://www.saradistribution.com/prehistoric_site.htm

• Dr Klaus Schmidt, ji Navenda Enstîtuya Arkeologiya Almanî (German Archeological Institute) ku serokatiya lêkolînên li Girê Xirabreşkê/Girê Navokê dike, dibêje: 'me ji mêj ve dizanî ku ev şûnewarek şaristaniya kevn e. Lê belê cara pêşîn me sala 1995an me ciyê van kevrên (megalît) mazin dît û sala 2003 jî lêkolînên arkeologîkî dest pê kir.'

• Van lêkolînên arkeologîkî, yên ku Dr Klaus Schmidt kiriye, destkeft û encamên sansasyonel, seyr û ecêb derxistine meydanê. Ev zanebûnên, ku ta î roj, yên derbareyê mêjûya mirovahiyê ku em dizanin, hemû serûbin bûn! Ev lêkolîn, çîroka jiyana mirovên niştecih ên berî vê bi 11 – 12 hezar salan vedibêje.

Lêkolînên arkeologîkî, yên li vê wargehê, nîşanê me didin, ku bav û kalên me yên nêçîrvan û berhevvan, di dem û zemanên taybetmend de, li vê perestgehê kom bûne û dêlindêz û rêwresmên olî pêk hanîne. Ev dihêt wê wateyê, ku şêniyên li serdema kevrî (neolîtîkî) goran û binecih (dêmanî) bûne. Ev dem, xwe digehîne bi hezaran sal berî vî zemanî û têt wê wateyê, ku ev li rojgariyek pir kevin ê dîrokî qewimiye. Ji lew re, van mirovên li dora vê perestgehê, hîna ne xwediyê huner û zanînên çêkirina, dîzik, kûz, û cêrên ji heriyê bûn. Lê belê, ew baş dizani bûn xaniyan ava bikin! Ew kevirên stûnî yên di awayê tîpa ’T’yî de, ku dirêjiya wan digehîje 3 metreyan, berhemên pir nadîde û guzîde ne. Wan nivîsên wêneyî yên pîroz (hîegrolîf) ên ta nuha kesnedî, yên li ser van stûnên berdî, gelek sal berê (!) hîegrolîfên misrî hatine nivîsîn. Ev têt wê wateyê, ku ew ji hîegrolîfên misrî jî pir kevintir in.

• Kevirên stûnî, di forma tîpa ’T’yî de, ku li dergehê perestgehê ne, bi neqş û fîguran hatine xemilandin. Evna neqşên wek mar, şêr, kêz, beraz, rovî, ga û hwd in. Ev dihêt wê wateyê ku Girê Xerîbreşkê/Navokê xwedî Sazûmaniyeka Pêwendiyê (Communication System) ya tîpên wêneyî bûye (hîegrolîf). • Şêweyê geometrîkî, ya perestgehê glover e. Bawerî ew e, ku wan kevirên stûnî, yên di awayê tîpa ’T’yî de, nîşaneyê wan çend hoz û êlan bûn, ku li wan dorhêlan dijiyan. Ev dîsan, têt wê wateyê, ku wan merivên kevn ên li wê herêmê, yên li wê rojgariya dîroka wisa pir kevn, xwedîol bûne û baweriya wan bi hêzên serxwezayî hebûye. Di encama lêkolînên arkeologîkî de, firaqên xwarinê yên ji kevirê reş ê basalt hatine derxistin. Ev destkeft nîşanî me didin, ku ew mirovên dêman û niştecih, li nêzîkê vê perestgehê bi cih û war bûne. • Van destkeftên nuh, ew dîtina ku berê digot ‘’kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran li Ûrşelîmê (Qudsê) ye’’, diguherîne. Berî derhanîna vê perestgehê, dihat gotin, ku kevintirîn şûnewarê avabûna mal, gund û bajaran, li Ûrşelîmê, li Îsraîlê ye.

• Ta nuha, mirov wisa bawerî hebûn, ku derbasbûna ji jiyana nêçîrvanî û berhevvaniyê, ser bi jiyana niştecihî û goraniyê, piştî şoreşa çandinê bûye. Lê belê lêkolînên li Xirabreşkê destnîşan dikin, ku jiyana niştecihî li serdema kevrî (neolîtîkî), berî Şoreşa Çandinê, hîna gava meriv nêçîrvan û berhevvan bûne, (li dawiya serdema mezolîtîkî) jî qewimiye. Lema ev şûnewarê mêjûyî, ji bo rohnîkirina mêjûya şaristaniyê, destkefteke bêhempa ye. • Bi riya lêkolînên arkeologîkî, derhanîna vê perestgehê, ku bû sedema sansasyon, seyr û ecêbmayinan, ew e, ku ev perestgeh, ji hêla wan mirovan hatiye lêkirin, ku ew nêçîrvan û berhevvan bûne - hîna ne niştecih û dêmanî/goran bûne. Mêjûya rojgariya vê dîrokê, li gor baweriyan, di navbera 11300 ta 8600 hezar salan bûye. Anku rastê dawiya serdema mezolîtîkî têt. Wek têt zanîn; ji serdema herî kevin re têt gotin Paleolîtîk ( ji ‘200 milyon’ sal berê- ta sala 15.000î BZ). Ji serdema navîn re jî Mezolîtîk (ji 15O00î ta 10.000’î BZ) û ji serdema ‘nêzîk’ jî anku Serdema Neolîtîkî/Serdema Kevrî (ji 10.000 salî ta sala 0ê). • Bermayên li vî ciyê mêjûyî, nîşanê me dide, ku merivên vê serdemê (9000 ta 5000), li jiyaneke buhuştî û gulîstanî jiyane. Dr Klaus Schmidt dibêje, ku ’’ev li dîrokê, ji bo mirovên wê serdema kevrî (neolîtîkî), bûye serdemek zêrînî, ya buhuştî û gulîstanî.’’

BAXÊ ÎREM (Garden of Eden) Buhuşta Li Ser Ruyê Erdê

BAXÊ ÎREM Buhuşta Li Ser Ruyê Erdê
• Li nik kurdên êzdî, adeteke weha heye: berî ku bûka teze lingê xwe bavêje mala zavê, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe. • Gelo çima zava sêv li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ku ew wisa dike? • Ji ber ku êzdî li ser axeke wisa dimînin, ku li gor baweriya wan, ew war, di dema xwe de buhuşta li ser ruyê erdê bûye. Zaniyariya dînî jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wê axê hatine çêkirin. Di wan deman de, marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe. Wê jî bawerîya xwe bi mar haniye û bi şaşîtî ew sêv xwariye. Ji ber vê jî ew warê jiyînê êdî wek warekî buhuştî, ne hatiye jimartin. Anku, ji wê rojê de, buhuşt ji wir rabûye. Loma jî kurd, ta niha, gava bûkê tînin, sêv li serê bûkê dixin. Anku, bi wî awayî, heyfa xwe ji şaşiya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sedem, ku buhuşt êdî li wir ne maye. Bi gotineke din; ji ber ku bi baweriya kurdên êzdî, her jinek (bûkek) peyhatiya Hewayê ye, anku, ji zuryeta wê ye. Ji ber wê jî, gerek e, ji bo vê kirina Hewayê, bûk (jin) derba bi vî awayî bixwun.

LI SER RIYA GIRÊ XIRABREŞKÊ (”Göbekli Tepe) 6 km li dûrê bajarê RUHAyê

NAVBER

ŞOREŞA KEDÎKIRINÊ
THE REVOLUTION OF DOMESTICATION

Şoreşa Mezr û Koçeriyê (Pastoral Revolution)

Şoreşa Mezr û Koçeriyê (Pastoral Revolution)
• Çand û hunera cotkarî û koçeriya herî pêşî, li ew welatê mêjûyî yê bi xêr û bêr, (ku jê re dibêjin “Hîvika Têzayinê, yan “Hîvika Zêrîn”, ”Fertile Crescent”) li Mezopotamiya Bakurî (Kurdistan), bişkivî û dest pê kir. Şoreşa Çandin û Koçeriyê (1), bûye bingeheka van hemû pêşdeçûnên civakî, ku î roj em tê de ne. • Ew herêma ku jê re dibêjin; Hîvika Têzayinê, xwedî îklîmekî nerm û hewayek pir pak û xweş e. Li vir, zencîra çiyayên Torosê, Zagros û Qefqazê xwe digehînin hevdu. Reh û koka “Çanda Mezopotamî” jî, ji dorhêlên van her du çemên Firat û Dîcleyê têt, ku li ser van çiya û zozanên Kurdistanê, mirov cara yekê erd ajotin û sewal xweyî kirin (2).

Di dîroka mirovahiyê de, sê bidestxistinên mazin, (ên ji bilî zanebûna agirdadanê û kontrolkirina êgir) ev in:
• 1- Zanebûna çandina genêm (şoreşa çandinê – Agrar Revolution), • 2- Zanebûna heyvankirina şîrî (Şoreşa Kedîkirina Lawir û jiyana gundîtî – Pastoral Revolution) • 3- Zanebûna durustkirina Têger û Çerxê (Şoreşa Zanistî ya Têknîkî – The Scientific Technical Revolution).

• Gelek diyarde nîşanê me didin, ku mirov, van her sê bûyerên mazin, li serdemên pir kevin ên rojgariya dîrokî, li ser vî erdî bi dest xistine (3).

• Her çend, ev bi hezaran sal e, ku mirov hatine ser ruyê erdê, lê awayê peydakirin û bidestxistina wan a xurakê, ji destpêkê ve ye, ku her weku xwe maye û hema qet ne guheriye. Bav û kalên me, ew mirovên kevin, li nav komikên biçûk dijiyan û li xwezayê çi tişt bi destê wan biketa, dixwarin. Jin û zaro, fêkî, dan û zad berhev dikirin, reh û kokên giyê ji erdê hildikişandin û sewalên nekedî; yên wek kûsî û şeytanokan, ku bi hêsanî dikaribûn bigirin, ji xwe re digirtin û dixwarin. Mêr jî, diçûn nêçîra wan lawir û sewalên, ku dikaribûn bikuştana. Carinan xwarina wan pir bû, lê birçîbûn, her dem li ber deriyê wan digeriya. Gava refê van mirovên kûvî, hemû xurakê, ku bi dest xistibûn, dixwarin û gava tiştekî xwarinê li dor û berê wan ne dima, hingê ji wir bar dikirin û diçûn, koçê ciyekî din dikirin. • Bi dewr û zemanan, ev berhevkar (Collector) dest bi cotkariyê kirin û aboriya civaka cotkariyê, derket meydanê. Her wisan jî, hilberîn (produksiyon) û belavkirina berên jotkariya pêşketî, belavkirina zad, nan, avoz (şerab) û avcê (bîra) dest pê kir. Nêçîrvan, bûn koçer, dest bi xwedîkirina lawiran kirin û di vê hunerê de, xwe pêş ve birin. Her bi vî awayî, ref bi ref, ji şikeftên tarî derketin nû ji xwe re, di quntarên çiyan de, mal û gund ava kirin. Di van malên xwe yên destpêkî, yên wek holikan de, tevî lawirên xwe dijiyan. Civaka koçeriyê dest pê kiribû êdî.

Jineke ji jiyana rojgariya kevin a dîrokî, li hêlekê şîrî dide zarokê xwe û li hêla din jî dide kuduka berazî. Hingê mirov û lawir pêk ve, li bin banê şikeftekê dijiyan.

• Endamên vê civata nuh, ji xwe re çavkaniya xurakên xwe baş cî bi cî û sîstematîze kiribûn. Pevguhertina cûreyên xurakê û bazirganiya bi lawir, goşt û berên lawirî; wek şîr, mast û penêr her ku diçû berfireh dibû. Bi riya xwedîkirina lawiran, koçer her dem xwedî xurakên cûrbecûr bûn, ku ta wê demê, kes ji wan xurakan, ne dîbûn û ne jî xwaribûn. Piştî xwedîbûna li zanyariya hunerên jiyana cotkariyê û piştî, ku xwe hînî hunera kedîkirinê (Domestication of Animals) kirin û dîsan piştî ku karhanîna şîr, mast û penêr aşkere û berfireh hat zanînê, hingê bingeha avabûna aboriyeke civakî ya nuh hat holê. Di vê civaka nuh de, xurak û malên din, wek dest guhertina mulk, aboriyek nuh hat holê, ku jê re dibêjin: Civaka Mezr û Koçeriyê.

Ew xelkên ku bi nêzîkî 7000 sal BZ, cara pêşî erd ajotibûn, dest pê kirin, gelek pêwîstiyên din ên jiyanê, bi dest xistin û jiyan, êdî, ber bi hêsantirbûn û xweştirbûnê ve çû. Ji bo nimûnê; bi desthanîna Hunera Nimandinê, Tirşkirinê (Yeast) di karê hilberîn û durustkirina hunera çêkirina xwarin û vexwarinan de, civakeke pir a pêşdeçûyî hat holê. Sazûmana aboriya civateke nuh, hat holê, ku ev Şoreşa Koçeriyê (Pastoral Revolution) bi xwe bû.

Komikên Pêşîn Êm Civaka Cotkar û Koçeran

• Gava mirov xwe hînî hunera çandina şitlan, xwedî- û kedîkirina lawiran û nimandin û tirşkirina xwurakên ji giya û lawiran kirin, hingê ji du hêlan ve pêşketinek civakî dest pê kir: ferhenga civaka cotkarî û koçeriyê. Cotkar bi karê çandina şitlan û koçer jî, bi kedî- û xweyîkirina lawir û sewalan dirabûn. Ji vê û pê ve, ev her du komel, bi hev re, di nav refek de, ne dijiyan. Riya wan ji hev qetiya bû êdî. Her kom, bi kar û barê xwe yê taybetî, di riya xwe ya taybetî de, dest bi pêşketinê kiribûn. Lê, ev her du kom, bi hev re, dibûn stûna civak û sazumaniyeke herî nuh (New Society). Ev sazumaniyeka nuh a aboriyê bû. Her komek bi karê xwe yê taybetî dirabûn, ku ji vê sîstema nuh a aboriyê re dibêjin: Aboriya Koçeriyê (Pastoral Economy).

• Cotkar dest bi dewlemendkirina awayê Çandina Berên Şitlan, ên wek Genim (nan), Tirî (avoz/bade/şerab) û Ceh (avceh/bîra) kiribûn. Li hêla din jî koçer, dest bi dewlemend- û bêhtirkirina Çeşîdên Berên Lawiran kiribûn; ên wek goşt (şil yan hişk), çerm (pêlav, cil û kinc) û şîr, ku hem Mast û hem jî Penîr dida. Tevayiya van pêşketinan bi hev re, dibûn bextxweşî û şansên rizgarbûna ji mirinên nexwezayî û rê li ber pêşketinên mazin ên civakî divekirin.

GAYÊ COT PÎROZ BÛ

GAWUR
gawur = gaxur

Mirovên ku xwe hînî hunera erdajotinê kiribûn, ji bo vê mebesta xwe, alîkar û navgînek pir bi sûd û kêrhatî ji xwe re peyda kiribûn; ga. Gava bi alîkariya hêza gê erd diajotin, hezar caran bêhtir genim hiltanîn ji erdê. Loma ga, li nik van yekemîn gundiyên serzemînî, lawirek pir pîroz bû. Kê gayek ser jê bikira û bixwara, jê re digotin ‘gaxur - gawur’ anku kesê ne li ser riya rast, kesê ‘kafir’..

Gundiyen kurd ên îroyîn jî, ew çend ji gayên xwe hez dikin, ku gava ga li ser şûva cot raweste û êdî ne çe, jê re dibêjin: ‘De birê min – her du çavê min!’ Qet zextê li gê na kin û lê na xin.

Misrî jî gayê Apîs diparastin/diperestin

ŞÛNEWARÊ YEKEMÎN XURAKÊN PÊŞKETÎ
(ADVANCED FOOD)
• Piştî Şoreşa Çandinê, mirov êdî xwe hînî çêkirina gelek cûreyên xurakan kiribûn.

ŞÛNEWARÊ HERÎ KEVIN A DURUSTKIRINA HUNERA XURAKÊN PÊŞKETÎ (Advanced Food)

Wêne ©-SCIENCE. Yekemîn warê xwarina ku em î roj dixwun, 8000 sal berê li cografya Kurdistanê qewimîye.

Wêne ©-SCIENCE. Belavbûna zanetiya durustkirin û amadekirina hunera aşpêjiyê (The art of preparing and cooking meal) Hunera hilberîna xurakên pêşketî, BZ 8000 sal berê dest pê kiriye. Li gor jimareyên li ser vê nexşeyê, şûnewarê herî kevin a hunera durustkirina Xurakên Pêşketî (Advanced Food) nîşan dide.

NAN – pêşî li ser keviran, paşê jî, li nav tendûran hat pahtin..

Bawerî heye, ku nan li destpêkê, li ser ew "kevir û berdên, ku ji ber agir û duyê reş û tenî bûne", hatiye lêdan/pahtin. Paşê jî li nav tenûran..

TENDÛR

Mebest ji Xurakên Pêşketî (Advanced Food) ew e, ku ji xuraka berhevkar (Collectors) û nêçîrvanan (Hunters) çûna ser bi xuraka Çandiniyê (Agrar) û Mezr û Koçeriyê (Pastoral) ye.

KEŞK

– Penîrê Hişkkirî

KEŞK

– ji hêla xwezayê ve têt hilanîn/konservekirin.

• Berî hunera bi destvehanîna xurakên hişk û berxudêr, mirov ni kanibûn riyên ji rojekê dirêjtir rê herin. Gava lawirek ne hata pêşiya wan û ni kanibûna lawir nêçîr bikin, ji ber birçîbûnê divegeriyan warê ku jê hatibûn. Lê gava hunera bi desthanîna xurakên hişkkirî fêr bûbûn, hingê bi ew keşka li bin tûrika xwe, dikanibûn rêwîtiya xwe berdewam bikin û riya ji rojekê dirêjtir bi hêsanî geştê bikin. Bi vî rengî jî, zanyariyên li çand û çandiniya li wargeha xwe, li ciyên din jî belav dikirin.

KEŞK

Bi gotineke din; keşk, ardûyê (benzînê) belavbûn & belavkirina çand û çandiniyê li cîhanê bûye.
Keşk: çortan, çolek
Çortan: bi zarê ermenî ye

• Bûyera Nimandin û Tirşbûnê, wê gavê, ji van mirovan re, tiştekî pir kesnedîtî û ecêb bû. Ew sedemên zanistî yên tirşbûnê, yên bi riya bakteriyan, hîna ni zanibûn. Ji lew re, vê bûyerê bi şirovekirinên ol û ayinperestiyê (Teologi) ji xwe re rohnî dikirin. Ev bûyer, ji bo van mirovan; karê Xwedayî bû, ne karê bakteriyan, ango 'mûcîzeyek' bû. Mirov vê bûyerê, bi riya hêza xwezayî şirove dikirin. Ta ku hatin serdema nûjen (Modern), her xwedî vê bîr û baweriya kevin bûn. Li gor vê baweriya kevin a xwezayî, mirov digotin, ku ev bûyera Heyvanbûna Şîrî û jê çêbûna mast û penêr, ku li dîroka mirovahiyê roleke herî girîng lîstiye, bi hêza heyvê rû dide. Mirovên berê, ta van rojên serdema nûjen jî, li ser wê baweriya xwe ya kevn bûn. Ta ku, ji xwe re, ew sedemên teknolojîkî yên kîmyevî, yên li paş bûyera (Fenomen) nimandinê û tirşbûnê ne, fêr bûn, ta ku ew sedemên ku ji me mirovan re, xurakeke pir bi nirx û hêja yê xweşçêj didan hîn bûn, di wê bîr û baweriya kevn de bûn.

• Wan dît ku, bi riya tirşkirinê, temenê xwurakê dirêjtir dibû. Xurakên nimandî, demên dûr û dirêj dikaribûn werin veşartin, parastin û bi hêsanî bi xwe re gerandin. Nanê nimandî/tirşkirî zû kufikî ne dibû. Avceh (bîra) demên dirêj dihat parastin û doşava, ku dûbû şerab jî, bêyî ku xirab bibe, bi salan dikaribû bima. Her wisan, gava ku şîr heyvan dibû, dibû mast û penîr, ku ew jî dikaribûn bêyî ku xirab bibin, demên dirêj diman. Bêguman xurakên weha, li dema koçkirinan, bi hêsanî dikarin werin birin û hanîn. Di şûna bi xwe re birina barê mazin ên xurakê, mirov van xurakên nimandî û heyvankirî yên barê sivik, bi xwe re bi hêsanî dibirin û dihanîn. Rêwî her dem rastê nêçîr ne dibûn. Piştî rêveçûna rojekê, dîsan divegeriyan nav kom û gundên xwe. Lê belê bi van xurakên heyvankirî yên wek keşk (yan penîrê hişkkirî), rêwî dikanibûn riyên ji rojekê dirêjtir rê herin. Bi gotineke din ev cûre xurak rola ardûya (benzîn) li cîhanê belavkirina huner û zanîna çandinê, lîst (7).

Teknologiya Heyvan(maye)kirinê
-MeyandinThe Fermentation Technic

Heyv – Meh/Mah/Mang

HUNERA HEYVANKIRINÊ û KOD Û NÎŞANÊN ÇANDA HEYVANKIRINÊ DI PEYVSAZIYA ZIMANÊ KURDÎ (hind-ewrûpî) DE

Huner û Riya Zanebûna Heyvankirinê Bi Hêza Xwedana Heyvê (Heyv/Meh)

Xelkên kevin ên hind-ewrûpî, yên li Kurdistana mêjûyî dijiyan, bûyera heyvanbûna şîrî û jê çêbûna Mast û Penêr, bi şirovekirinên ol û ayinperestiyê (Teologi), ji xwe re rohnî dikirin. Li gor wan, Xwudana heyvê, ku xwedî hêza med û cezrê ye, ji bo evdên xwe, xurakê têdizîne, şîr dike mast û penîr.

• Li toreya olî ya hoz û êlên pêşemîn ên hînd-ewrûpî, perestiniya ji Xwedana Heyvê re hebû û Xwedana Heyvê jî, her dem mê bû. Ji lew re navê Xwedana Heyvê, bi pêşkita "ma" ku di zimanê hind-ewrûpî de nîşana mêbûnê (Feminin) ye, dihat nimandin. Ji lew re, di gelek zimanên hindo-ewrûpî yên rojhilatî de, navê heyvê bi pêşkitên mêbûnê yên "ma", "mo" dest pê dikin. Pêşkiteya "ma" ya di nav van zimanan de, ji peyvên latînî yên "mater", "mammal" têt. Ev têt wateya ‘Xwedana’ her bebikên li ber şîrî' ango dê-dayik, mama.

Di zimanê kurdî de, hin kodên zimanî veşartî hene ku vê domana (Process) bûyera tirşbûn, meyandin û nimandinê divebêjin:
Loma peyva HEYVANKIRINÊ ji navê HEYVÊ têt. Anku xelkê wê serdemê, ji domana nimandin û tirşbûna şîrî re digotin: ‘HEYVKIRIN’. Li almanî ji vê domanê re dibêjin ‘HEFE’.

Li gor bîr û baweriya qewmên hind-ewrûpiyên berê, yên li Kuristana mêjûyî, Xwedana Heyvê ji ebdên xwe re şîr têdizand, dikir mast û penîr. Loma van berhemên şîrî, di zimanên hind-ewrûpî de mê (Feminin) ne, ji ber ku Xwedana ku wan diafirand mê bû.

Xwedana Hetavê –xor– jî, berên şitland têdizand; genim dikir nan, tirî dikir şerab û ceh jî dikir avceh (bîra).

XURAKÊN BI ‘HÊZA XWUDAYÎ’ TIRŞBÛYÎ PÎROZ IN
• Li tevaya civakên Rohilata Nêzîk û Navîn, xurakên tirşkirî wek nan, mast û penîr pîroz in. Pirî caran, gava mirov sonda rastgoyiyê dixwun, hingê ne li ser Quranê, lê belê li ser nan û mastî sond dixwun. Baş têt zanîn, ku ji rojgariya kevin a dîrokê ve, van xurakan, li nav çanda civakê, xwedî ciyê nirx û hêjayiyeka bilind wergirtine. Li Hindistanê mange pîroz dihên zanîn, li Rohilata Nêzîk jî mast û nan.. Ji bo nimûnê, çi car mirov pê li ser nan na ke. Mastê ku ji ber xwarinê maye, mirov na rijîne erdê. Gava pir pêdivî be, ew li bin darekê dirijînin. Sedemên efsaneyî (Mytologi) yên vê baweriyê hene.

Nan-Mast-Şerab: Sê xwarin û vexwarinên pîroz
NAN
MAST ŞERAB

Ji ber ku berhemên (afirendeyên) xudayî bûn. Xwudayan ew ji bo ebdan durust dikirin.

Li civak û çandên perestiniya hetavî, Xwedanê Hetavê, ku nê (Maskulin) bû, ew ev xurak ji bo ebdên xwe, ji giya çê dikir, tirş dikir û têdizand (bi bereket û berxwudêr dikir): Nan, şerab û avceh (bîra).
NAN
ŞERAB

(HE)TAV, XOR

BÎRA

• Li civak û çandên perestiniya heyvî, Xwedana Heyvê mê (Feminin) bû û ew ev xurak, ji bo ebdên xwe ji şîr çê dikir, tirş dikir û têdizand (bi bereket û berxwudêr dikir): Mast û penîr.

MAST

PENÎR

DI ZAYINA ŞARISTANIYÊ DE ROLA JINAN
Van xurakên xweşçêj ên îroyîn ku em dixwun, em hemû bi xêra jîrbûna jinan û xêra keda destê wan dixwun. Ji lew re dîrokzan dibêjin ku:

‘Şaristanî bi destê wan jinan zaye.’ Gava mirov, weke lawir û sewalan di nav jiyananeke sext û dijwar de dijiyan. Hingê xurak nîn bû. Weke refên kulî, li der û dorê, çi bi destê wan keta, dixwarin ne dihiştin; pisîng, seg, mişk, kurm, şeytanok, giya û hwd. Dema tiştê xwarinê li der û dora wan ne dima, hingê jî ciyê xwe diguhestin û ji wir diçûn şûnewareka din. Koçerên nêçîrvan bûn. Çek û pûsatên wan, dar yan jî rim û tîrên serî bi kevrê heste (Obsidian) bûn. Lê zivistanên sar û dirêj nêçîr tine bû. Hingê weke mûriyan, çi tiştên xwarinê bi ber wan keta, bihar, havîn û payizan ew didane hev. Hem nêçîrvan û hem jî berhevkar bûn. Jin ji ber zaruyan, li ber koza êgir li bendî hatina peyayên, ku çûbûn nêçîrê, diman û sexbêriya zaruyan dikirin.

ŞARISTANÎ BI DESTÊ JINAN DIZÊ

Li gor teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêşdeçûna Mirovahiyê, rojekê gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, cehdasûk (Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê kom kiribûn, di ciyê bi nêm de dîsan şîn tên, hingê jin ew dîsan li erdê diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku şaristaniyê dizêne, bi destê jinên wê serdemê têt holê.

• Li gor lêkolînerê australî Gordon Child, mirovên ku cara yekemîn şitil li erdê danîne û zad ajotine, jinên Kurdistan mêjûyî bûne. 'Jin li ber koza êgir, li bendî hatina peyayên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin. Li gor vê teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêşdeçûna Mirovahiyê, rojek gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, ku jê re bi kurdî dibêjin Cehdasûk (Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê ji xwe re komkiri bûn, di cîyekî bi nêm û têravî de dîsan şîn tên, hingê jin ew cehdesûk dîsan li erdê diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku şaristaniyê têdizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê.'

Di Metbexa Kurdî De Bi Karhanîna Mast û Şîrî Wek Derman

Gundiyên kurd, ji bo berhemek şîrî, azîne û metodek pir kevin bi kar dihênin, ku jê re dibêjin Mastê taze. Ev gundiyên hêla herêma Rewanduzê ya li Başûrê Kurdistanê ye, ku mastê teze dikin nav kûzekê. Pariyek biçûk ji nanê beyat dixin nav mastî. Paşê bez germ dikin û bi ser devê kûzê de dikin. Devê kûzî bi qapaxekê baş digirin û girê didin. Erd dikolin û kûzê dixin bin erdê û ser wê digirin ta zivistanê na derxin. Gava zivistanê kûzê mastî ji bin erdê diderxin, mast bûye xwedî çêj û tahmek êdî xweştir û ji bo sexbêriya kulê navsorkê (ulser) bi sûd e.

Gundî û koçerên Kurdistanê berhemek taybetmend a şîrî bi dest ve dihênin, ku jê re ”mentirş” têt gotin. Ev peyv têt wateya 'ment'ê tirş. Encama herî baş bi karhanîna şîrê mîhî yan bizinî bi dest dikeve. Dermanê ku mirov mentirşê pê çêdike, piştî germkirina (pastorising) şîrî, çend dilopên şîrê firoyê xav, ku ji mîh yan jî ji bizinê nuhzayî dihêt wergirtin û çend giyayên baharatî yên teze yên kurdî tê de hene. Mirov vî şîrê germkirî, çend saetan li nav cerekê devgirtî li ciyek hênik dihêle. Piştî çend saetan naveroka cerî tije dibe ji vexwarina mastê rohn, ku hem ji bo birîna navsorkê (ulser) û hem jî ji bo serêşê (migren) dermanê di cih de ye. Bala mirov dikişîne, ku her çend bi saetan li ciyekî hênik rawestayî be jî, dîsan mentirş wek li ser agir hatibe kelandin, pir germ e. Ji bo çareseriya kula zik û serêşê, divê nexweş wê bi germahî vexwun ku şîfa xwe zû bibînin. Li metbexa kurdî mast û şîr bi gelek awayên cihêreng û xweş dihêne bi karhanîn. Ciyê mast wisan diyar û girîng e, ku li nav metbexa kurdî, loma mirov dibêje: "nan û mast xwarina rast!" Her wisa jî, ciyê şîr girîng û pir diyar e. Loma kurd dibêjin: ”Nan û şîr xwarina mîr!”

Mehîr

Mehîr, şorbeya ji mast, şorbeşîr û gelek xurakên din ku ji şîr û mast çêdibin, di metbexa kurdî de hene.

Mehîr

BILD: Katja Kristoferson

http://www.saradistribution.com/kurdisk_mat_tasteline.htm

Selahaddînê Eyûbî, bi qedirgranî Riçardê Dilşêr – yek ji serdarê Xaçemesîhiyan (serdarê Brîtanyayê) vedixwîne ser xwarina kurdî.

ZANYARIYÊN HUNERA BIDESTHANÎNA PENÊR NIHÊNIYEKÎ (SIR) PIR GIRÎNG Ê ÇÎNAYETÎ BÛ

Durustkirina berhemên şîrî, ji dotina şîrî ta germkirin û heyvankirinê, karê xulaman bû. Xwarina mast û penîr jî, her tenê mafê keşeyên perestgehan û endamên çîna serdest bû. Çinên bin, her tenê xwedî mafê vexwarina şîrî bûn. Qewmekî ku ji wan re digotin kiriyan ku li bakurê Behra Reş dijiya, çavê xulamên xwe der dixist, ku gava xulam azad bibin, yan birevin, sirê hunera bidestvehanîna mast û penîr, ni kanibin bi xwe re bibin.

Ew xelkê li bakurê Behra Reş, li Ukranya îroyîn dijiyan, xwe baş hînî kedîkirina gelek sewalên wek hesp, mîh û berazan kiribûn. Her ji ber vê yekê jî, ew bûbûn xwedî aboriyeke pêşketî ya civakî, ku ji bo dotina hespên xwe xulaman bi kar dihanîn. Çîna wan a serdest xwedî mafê xwarina sertûvka (qeymaxa) şîr û mastî bûn. Qedexe bû ku xulamek sertûvka mastî tahm jî bikira. Lê belê ya herî dijwar di jiyana van xulamên de ev bû, ku çavê xulaman dihat derxistin û korkirinê, ku xulam çi car ni karibin xwe hînî hunera bi destvhanîna mast û penêr bikin, ji lew re gava fîrar kiribana, hingê dikaribûn vê hunerê jî, bi xwe re bibin. Hunera bi destvehanîna mast û penîr nehêniyek (sir) civakî bû (10).

YEKEMÎN MENUYA RESTORANTÊ?

Li nêzîkê bajarê kevin ê Hewlêrê, kevrek niviştî (inskription) yê ku 5000 sal kevn, hatiye dîtin. Li ser wê kevrê sernava ‘Xuraka Îroyîn’ heye û li bin vê sernavê jî, ev xuraka navbirî, ji çi pêkhatî ye, hatiye nivîsîn: ‘’Birinc û pîvaz li nav xwûna berazî kelandî’’

LI NAV 17 ZIMANAN EM KETIN PEY 4 PEYVAN:

ŞÎR MAST ŞERAB HEVÎRTIRŞ

* Avesta: Şaxê Rojhelatî ya zimanê kevin ê Hind-Ewrûpî. Zimanê olî ya Zerduştî. Kurdiya nûjen ji Avesta hatiye. * Pahlewî: Şaxê Rojhelatî ya zimanê kevin ê Hind-Ewrûpî. Nypersiska Farsiya nûjen ji Pahlewî hatiye.

• Peyva Şerab bi zimanê: Hîtîtî: Wijana Ugarîtî: Yin Akadî: Inu Germanî: Ect Gurcî: Rwino, Nan: puri, Tandor: tone

Peyva YOGURDê
Dibêjin Peyva Yoghurdê tirkî ye, yan bulgarî ye. Lê ne rast e. Peyveke HindEwrûpî ye och ji du kok û rehan pêk têt: Yog = rûnê rohn e (ermenî) û Gurd/kurd = xiltê lorikê (penîrê teze) ye.

FÎRMAYA ŞÎREMENIYÊ YA GLOBAL A SWÊDÎ ARLA PIŞTÎ VÊ LÊKOLÎNÊ, AGEHIYA ÇAPEMENIYEK BELAV KIR THE SWEDISH GLOBAL DIARY COMPANY’S PM

• Piştî vê xebata lêkolînî ya li ser "HUNERA HEYVANKIRINÊ û KOD Û NÎŞANÊN ZIMANÎ LI ÇANDA HEYVANKIRINÊ (Studie i jäsningsprocessen, MJÖLK - DEN MAGISKA DRYCKEN I DET KURDISKA KÖKET)", ev fîrmaya navbirî, bi agehiyek çapamaniyê ragihand, ku kok û reha "HUNERA BIDESTVEHANÎNA MAST Û PENÊR LI NAV ZIMAN VEŞARTÎ YE".´ • Piştî naskirina vê lêkolînê, ne ma êdî li Swêdê ev fîrmaya sereke, li ser berhemên xwe yên şîrî, wek carên berê, navên din dahêne. Ji bo nimûnê, li şûna 'turkisk yoghurt', ji vir û şûn ve têt gotin 'MEZE YOGHURT'. Li ser vê pirsê, mirov dikare di malpera "arlafoods.se" de bi firehî bixwîne. ARLA’s PRESSRELEASE:

ARLAS PRESSRELEASE

BAKGRUNDSMATERIAL FAKTA OCH KURIOSA OM MEZE OCH YOGHURT
• Meze är en sammanfattning av de många kalla och varma smårätter som utgör basen i östra Medelhavets gastronomiska kultur. Ordet meze förekommer i flera olika språk, t ex mazah i arabiska och maze i persiska. • Mezekulturen har sitt ursprung i det väldiga område som omfattar Nordafrika, Turkiet, Balkan och Mellanöstern. De olika ländernas och regionernas recept, råvaror, kryddor och traditioner har smält samman till en rik matkultur. • Mezerätterna kännetecknas av rika smaker och enkelhet. Vanliga ingredienser är aubergine, mynta, lamm och bulgurvete som kombineras med spiskummin, kanel, olivolja och persilja. Resultatet blir vitamin- och mineralrika, smakrika smårätter, som ofta avnjuts tillsammans med yoghurtbaserade röror. • Mjölk har stor betydelse i Mellanösterns matkultur. Jästa livsmedel som yoghurt, ost och bröd anses vara heliga. Några av de största mänskliga uppfinningarna anses vara jäsningen av mjölkprodukter. Jäsningen fascinerade de tidiga odlarna så att de bara kunde förklara fenomenet med att det var ett gudaverk. Länge trodde man att det var månen som stod för kraften som orsakade jäsningen.

• Användningen av mjölk i matlagningen är mycket gammal. I en 3 750 år gammal mesopotamisk kokbok (lertavla), som innehåller många recept, kan man bland annat läsa om ”lammkött kryddat med lök, vitlök och tillagat med fett, surmjölk och blod”. • I kurdiskan använder man uttrycket »Nan û mast khuarna rast!« vilket betyder »Utan bröd och yoghurt – ingen måltid!«. Ett annat uttryck är »Nan û shir khuarna mîr!«, som betyder att bröd och mjölk är furstens mat.
Källor: MEZE hos Halv Grek Plus Turk Kokbok och Mjölkfrämjandet, Av Karin Andrén, Master of Science in dietetics och Goran Candan, språklärare och översättare (oktober 2004) Bild Arla Köket .

Link: ARLAs PRESSRELEASE:

ARLAS PRESSRELEASE

ARLAS PRESSRELEASE

SERZÊDAYIYÊN HILBERÎNA GENIM Û XURAKÊN DIN LI NAV KELEHÊN ASÊ DIHATIN PARASTIN
(Production surplus was stored in devouring)

Mêjûya avabûna Keleha Diyarbekrê baş na hêt zanîn. Lê ne dûr e ku piştî Şoreşa Çandinê ji bo parastina Hilberîna Serzêde ya Genêm (Production surplus of Wheat) hatibe avakirin.

LI NIŞTIMANÊ GENIM
Yek ji keleha herî mazin a dunyayê.

Ev rewşa wî ya dawîn ji zemanê sala 340 piştî Zayinê, ji hêla Qeyserê Romê Justînianu hatiye nûkirin (restorekirin).

Keleha Diyarbekrê, piştî bendê/dîwarê Çînê 2.emîn keleha cîhanê ye.

5 000m dirêj e, 17m bilind e û 82 bircên ji hivde metran bilintir hene.

Diyarbekir, 1969

BIDESTVEHANÎN Û BIKARHANÎNA TÊGERÊ
(Wheel)

• Li gor arkeologek navdar ê amerîkî yê bi navê profêsor Stuart Piggot, lêkolîn li ser Mêjûya Pêşketina Mirovayetiyê kiriye. Lêkolîna li ser şop û bermayên mêjûyî, dîsan lêkolînerê xwe biriye ser xaka Kurdistanê. Ji lewre di dawiya salên 1967ê de li nêzîkê Gola Wanê, ji hêla arkêologan goristanek mêjûyî hat derxistin li ronahiyê. Di vê goristanê de erebeyeke bi vê têgera xwe ya destpêkî hat dîtin. Bi azîneya (mêtoda) Carbon14 (C14) hat piştrastkirin û diyarkirin, ku ev têger ji serdema 3500 sal berî zayinê maye. Têgera ku di dema erdkolana projeyeka lûleya petrolê de hatibû dîtin, ku ji hêla Stalîn ve li Qefqazê hatibû destpêkirin, bi çendî 1000 salan ji vê têgera ku li dewrûberên Gola Wanê hatiye dîtin, nûtir e. Ev a li nêzîkê Gola Wanê 1000 sal kevintir derket. (3)

NEXŞEYA ŞÛNEWARÊ AVABÛNA TÊGERA YEKEMÎN

Li gor lêkolînên DNAyê Koka Dara ZEYTÛNê Li Roavayê Kurdistanê ye

Guillaume Besnard at Laboratoire Evolution et Diversite Biologique Phylogeography and domestication of the olive tree The British Royal Journal of Biological Sciences

• Dara zeytûnê ku wek nîşana aştiyê têt zanîn; rojavayê Kurdistanê wek şûnewarê koka vê darê têt destnîşankirin ji hêla grûbek zanyar, ku encama xebata xwe li kovara bi navê Zanistên Bîyolojîkî ya Civaka Qraliyeta Brîtanî belav kir. • Li gor berdevkê Navenda Lêkolînên Zanista Bîyolojîkî ya Fransayê (Laboratoire Evolution et Diversite Biologique) ji Yûnanistanê, ji Îtalyayê û ji dorûbera peravên Behra Spî û ji girava Qibrisê li ser 2000 nimûneyên dara zeytûnê lêkolîn hat kirin. Ev lêkolîn 108 nuxteyên cihêreng lêkoland. Piştî van lêkolînan bi vebirî hat têgehîştin, ku dara zeytûnê ji Rojavayê Kurdistanê belav bûye li ciyên din ên cîhanê. Li gor vê encamê hat diyarkirin ku temenê dara zeytûnê ji vê milyon û nîv (1,5) salan berê ye. • Di van lêkolînên xwe de, li ser avahiya genetîkî ya darên zeytûnê, li ser fosîl û bermayan ev lêkolînên dûr û dirêj hatine kirin. Berî vê lêkolînê bawerî ew bû ku yekem şûnewarê darên zeytûnan li Antaqiya û dorûberên wî bû. Lê piştî van lêkolînan zelal bû ku niştimanê dara zeytûnê Kurdistana rojava ye. Li Kurdistanê sê herêmên têrzeytûn hene: Kilîs, Efrîn û Dêrika Çiyayê Mazî.

IdéTidskriften C Nr1, 2003

http://www.saradistribution.com/vetetshemland/vetetshemland.htm

AlltOmMat Nr5, 2004

http://www.saradistribution.com/AOM/aom.htm

Mjölkspegeln: Nyheter Fakta Forskning Debatt, Nr3 2005

http://www.saradistribution.com/vetetshemland/vetetshemland.htm

LÊKOLÎNÊN PÊŞMÊJÛYÎ DERBAREYÊ KURDISTANA IRAQÊ ku behsa xebatên arkeolojîkî dike ku li salên 40î ta 50yî li Çermo û Çemçemalê hatiye kirin.

Ev lêkolîna ku li salên 40-50 û 60an li Çemçemal û Çermo hatiye kirin, behsa wê şûnewarê dike ku bingeha şaristaniya cîhanê ye.

This is the story of the first three field campaigns of the 8 years long archeological expedition to Iraqi Kurdistan /Jarmo Project/ in the Kurdish hill country of Tigris & Eufrat (1945-1959)

LÊKOLÎNÊN LI DEWR Û BERÊN DÎCLÊ
Li Bin Girên Kurdistana Iraqê Linda Braidwood

DIGING BEYOND THE TIGRIS
In The Hills of Iraqi Kurdistan by Linda Braidwood

ART & ARCHAEOLOGY

AMÊDÎ – KURDISTAN
1929 The Archeology Society of Washington – USA

Ancient Peoples and Places FOOD IN ANTIQUITY

by Don and Patricia Brothwell

Kurdistan – Buhuşta li ser ruyê erdê – The Paradise Nature of Kurdistan

DOKAN, li Başûrê Kurdistanê, 1973

Peraveka Gola Wanê, 2002

Mêjûya Şaristaniya Kurdistanê (bi kurtî)
Mêjûya şaristaniya Kurdistanê ji mêjûya şaristaniya hemû welatên din kevintir e. Ji ber ku mirov, bi pêşketinên li ser vî welatî, yekem car erd ajotin û bûn niştecih (dêmanî), lawiran kedî kirin û mal, gund û bajarên pêşemîn ava kirin. Ev mêjû xwe digehîne 9000 sal Berî Zayinê. Lêkolerê almanî, Manfred Heun, ew bawerî heye, ku hunera çandina genêm jî, cara yekê, 9000 sal berê, li Çiyayê Qerec rû daye û ev huner, zû bi zû jî, ji wir, belavê hemû şûnewarên derdora xwe bûye. Lêkolerê swêdî Prof Johan Hultin dibêje: «Dergûşa Temamê Şaristaniyê - Zozanên Çiyayê Qerec e« Ji ber ku di mêjûya mirovahiyê de, cara yekê genim li vir hatiye çandin û belavê hemû cîhanê bûye.

Hîna ev peyitandin nuh hatibû kirin ku li sala 1995ê cotkarekî kurd, li gundê Girê Xirabreşkê/Girê Navokê ku tirk jê re dibêjin 'göbekli tepe' wargeha yekemîn xanî, mal û gund dît. Gîsnê wî li kevirek mazin ket. Ew paşê tê gehîşt ku ev kevir bi destê mirovan hatiye xeritandin. Piştî ku ew agehiya dezgehên fermî yên tirkan pê xist û pîspor û lêkoler hatin ser vî ciyê mêjûyî. Hat têderxistin ku ev kevintirîn şûnewarê naskirî ye, ku mirov yekemîn car li vir xanî ava kirine û bermayên ji hunera destî (handmade art objects) çê kirine.

Şoreşa Çandinê (Agrar Revolution) 9000 sal berî vî zemanî li ser erda Kurdistanê qewimiye. Û Şoreşa Kedîkirinê (Revolution of Domestication) jî, ku li gor lêkolînan ev tê wateya Sazûmankirina Çavkaniyên Xurakê (Systematization of the Food Sources) , li dor 1000 sal piştî şoreşa çandinê, ew jî yekemîn car li Kurdistanê qewimiye.

Ev her du şoreşên herî girîng ên DÎROKA PÊŞVEÇÛNA MIROVAHIYÊ li Kurdistana mêjûyî qewimîne. Loma Kurdsitana Mêjûyî Welatê Pêşemînan e.

Dr Klaus Scmidt, ji Navenda Enstîtuya Arkeologiya Almanî (German Archeological Institute) ku serokatiya van lêkolînên li Girê Xirabreşkê/Girê Navokê dike, dibêje 'me ji mêj ve dizanî ku ev şûnewarek şaristaniya kevn e. Lê belê cara pêşîn me sala 1995an ciyê van kevrên (megalît) mazin dît û sala 2003 jî lêkolînên arkeologîkî dest pê kirin.' Her wisa li vê heman şûnewarê, perestgeh hat dîtin, ku ev kevintirîn û mazintirîn perestgeha li ser ruyê erdê ye. Temenê wê bi kêmanî 11 hezar sal kevin e. Klaus Schmidt dibêje, perestgeha, ku di encama lêkolînan de derketiye meydanê, xwedî temenekî 11-12 hezar salan e û ev nuha şopên yekemîn şaristaniya cîhanê nîşanî me dide û dibêje, ku di demek nêzîk de, wê nav û dengê vî ciyî, li temamê cîhanê belav bibe.

Nivîskar û lêkolerê amerîkî Harry G. Nickles jî dibêje: "Tiştê ku vê herêmê, ji ciyê din cuda dike, di mêjûya şaristaniyê de bûyera xwurakê - bûyera çandina şitlan û kedîkirina lawir û sewalan e. Li gor hemû materiyal û spartekên arkeologîkî yên li ber dest, ev gavê mezin, cara pêşîn li ser ruyê erdê, li vî welatî hatiye avêtin. Cara yekemîn, bi vê pêşketina li Kurdistanê, mirov xwe hînî çandin û kedîkirinê kirine û her bi vî awayî, bi şêweyeke herdemî, bidestxistina xwarinê, ji xwe re ewle kirine û bûne xwedîxurakên herdemî. Bi vê bûyerê re, bingeha hemû şaristaniyê hat lêkirin û riya avabûna mal, gund, bajar, netewe, şahînşahî, hunera nivîsînê, wêje, qanûn û zaniyariyê vebû." Dîtin û gotinên van zaniyar û lêkoleran hat peyitandin (îspatkirin) ji lewre; li sala 1997ê, grûbek zaniyar ji Almanyayê, ji şeş reşeperçeyên çandbar ên dunyayê, nimûneyên genim hanîne û li ser wan, lêkolînên DNA'yê kirine. Encama van lêkolînan nîşan daye, ku ‘koka hemû genimên cîhanê; ji deşt û zozanên bilind ên Çiyayê Qerec a li Diyarbekrê ye.’

ÇAVKANÎ/ SPARTEK/ BINERETIN/ WÊJEYÎ • 1 – Brothwell, Don and Patricia/ Ancient Peoples and Places. A Survey of The Diet of Early Peoples. London, Thames and Hudson, 1969 2 – Diamond, Jerry/ Guns, Germs, Steels The Fates of Human Societies 3 – Jensen, Per/ Djurens betende – Och orsakerna till det, 1993 4 – Lewan, Bengt/ ARKADIEN – Om herdar och herdinnor i svensk dikt, Bokförlaget Nya Doxa, 2001 5 – Svenning, Carl-Elof/ Politisk Tidskrift, CUF, Januari 1964 (om de moderna kurdiska herdestammar) 6 – Sjölander, Sverre/ Naturens budbärare, Nya Doxa 7 – Der Harotunian, Arto/ Yoghurt Boken, Rabén & Sjögren, 1983 (Grîngî û bi karhanîna mastî li Rohilata Navînî) 8 - Darwin, Charles/ The Origin of Species, 1859. 9 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London, 1914. 10 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (Derbareyê wan mirovên (jin) li Kurdistana mêjûyî ku þaristanî bi destê wan zaye - Þoreþa Çandinê) 11 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan) 12 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960 (lêkolînên antropolojîkî ya derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan) 13 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (xebata antropolojîkî derbareyê ajotina þitlan û kedîkirina ajel û sewalan) 14 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (xebata zanistî ya derbareyê lý dîrokê cara yekem ajotina þitlan li Çiyayê Qerac - Li Kurdistana Mêjûyî li Amîdayê.) 15 – Besikci, Dr Ismail/ Ismail Dogu Anadolunun Düzeni – Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller. (Bingehên etnîkî û aboriya civakî li Rohilata Anatolyayê) 1969. (Derbareyê lêkolînên hevdem ên antropolojîkî yên li Kurdistanê Dr Ismail Besikci, sosolog, dîroknas, zaniyar) 16 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (lêkolînên antopolojîkî li devera ku têger (tekerlek) cara yekê hatiye pevxistinê) 17 – Lo Yogurt E La Salute/ www.geocities.com/HotSprings/1015/salute.htm 18 – Hvar 8 Dagar. Nr 9, 1927 Tacklade av då de 160 åren blevo ifrågasatta. Världens äldsta man Zero Agha avliden i Konstantinopel. 19 – Illustrerad Vetenskap. Nr 6 1995 20 - Nature. Autumn 2003 (Lêkolîna derbareyê avahî û reh û koka zimanên Îndo-ewrûpî) 21 – Cornucopia. No 7, 1994/95. (Zero Agas biografi) 22 – Times, July 3, 1930. The Oldest Man – A visit to Amerika (om Zero Agas resa till USA) 23 – Kurdish Times, Vol. 1, No2, 1986, New York (Zero Agas biografi) 24 – Skyterna, Rice, Tamara Talbot, Natur och Kultur, 1958 25 – Herodotes/ Historia, Norsteds, 2000 26 – Seton, Lloyd/ Ancient Turkey, 1989 27 – Macqueen, J. G/ The Hittites and their contemporaries in Asia Minor, 1986 28 – Illustrerad vetenskap / Nr 7, 1991

Ev Semîner Cara Yekê Li Diyarbekrê Hat Pêşkêşkirin

Diyarbekr, 13.7.2006

Semînera Kurdî li ser mijara: NIŞTIMANÊ GENÊM li Diyarbekrê 13.7.2006
http://www.saradistribution.com/seminerakurdi.htm

SPAS – Ji Bo Guhdarkirina We Thank You For Listening

Foundation For Kurdish Library & Museum
- Kurdish Book Bank SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ

www.saradistribution.com

SPASÎ JI BO:
• Dr Vera Beaudin Saeedpour Seroka Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî - New York. Dr Sunil Sharma Area Specialist Harvard University. Dr Peggy Pearlstein Area Specialist Library of Congress. Ekrem Altin lêkôler, mamosteyê ziman. Rohat Alakom lêkoler. Mehdi Zana nivîskar. Kenan Fanî Dogan lêkoler. Beston Nore lêkoler li NOVUM/HUDDINGE. Kayfî Asad wergêr. Madhat Kakei wênesaz. Fûad Brûsk, Nivîskar. Maria Stenmark karkenar. Besna A. xwendekar. Robin Candan xwendekar.


Wêne (2,4,6): Wênegîr Arne Adler Kelepûr: Kurdish Book Bank - SARA

Çend dîmen ji Arşîvxaneya Kurdish Book Bank

Foundation For Kurdish Library & Museum
2007 www.kurdishlibrarymuseum.org

Teacher in Kurdish, translator, 1959 Diyarbekir – Kurdistan

Goran Candan

Founder of

The Foundation For Kurdish Library & Museum

www.kurdishlibrarymuseum.org

GORAN CANDAN, Sala 1959ê li Diyarbekrê hatime dunyayê. Ji sala 1982yê vir ve ye ku li Swêdê dijîm. Ez wek wergervan û mamosteyê zimanê kurdî dixebitim. Li Zanistgeha Stokholmê, beşê Xwendegeha Mamostetiya kurdî min biriye serî û her li dibistanên swêdî 15 salan karê mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Min li Zanistgeha Stockholmê beşê Mêjûya Aboriya Cîhanî û Pêwendiyên Navneteweyî (International Relations and Economic History) xwandiye. Nuha jî karê wergervaniyê ji bo kanalên televîzyona Swêdê dikim û ji Wezareta Çandê ya Swêdê (Kulturradet) re û ji bo Rêxistina Navenda Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê Bibliotetjanst-BTJê, wek lektorê wêjeya (edebiyata) kurdî dixebitim. Li ser Peyva Yogurd’ê û teknologiya heyvan(maye)kirinê - Meyandinê, li ser mijara ‘Kurdistan Niştimanê Genêm’ min xebateke lêkolînî, di gel lêkolînerên swêdî amade kiriye û di govarên naskirî yên swêdî de belav kiriye. Ji sala 1987ê vir ve ye, ku Weşanxane û Kitêbxaneya kurdî ya naskirî SARAyê bi rê ve dibim. SARA Yekemîn Pirtûkfiroşiya Kurdî ya li Ewrûpayê ye (1987). Ji ber ku li SARAyê bi dehhezaran berhemên granbuha ên kurdî gihane ser hev, loma SARA bûye Navendek Arşîvxane û Lêkolînê (Kurdish Book Bank). Ji sala 2007ê vir ve ye jî, SARA wek Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî (Foundation For Kurdish Library & Museum) ji nuh ve hatiye sazkirinê û xwedî 50 hezar pirtûk, kovar, rojname, û materyalên têvel ên kurdî ye. Şayanê gotinê ye ku Kurdish Book Bank li çar navendên grîng ên wêjeyî yên cîhanê, bi dehhezaran pirtûk û kovarên kurdî dide arşîvkirin.