You are on page 1of 8

TU DIZANÎ ÎSA MESÎH KÎ YE?

Bîr û baweriya we li ser Îsa Mesîh çi ye?

Bîr û baweriya we li ser Mesîh çi ye? Her tişt bi vê bersîvê ve girêdayî ye: Kêfxweşiya te di vê
dinyayê de çi ye, tê di dinya din de çawa bibûrînî û tê li wê derê çawa bijî? Îsa Mesîh wê zû
vegere û wek ku wî ji xelkê wê demê pirsî, ewê ji we jî bipirse, bêje: «Hûn li ser min çi
difikirin?»
Ez îro wek bawermendekî Îsa Mesîh têm ba we. Ez dixwazim bibim dostê we. Ez dixwazim
ku hûn bizanin ka bi rastî Mesîh kî ye, çimkî gelekî girîng e ku tu kes we di vê pirsa girîng de şaş
neke. Divê baweriya we li ser Mesîh ne ew be ku hûn bêjin: «Ew jî yek wek pêxemberên din e,
an jî mirovekî qenc e wek gelekên din.» Nexêr, ew yek e û bê hember e. Tu kes wek wî ne li vê
dinyayê û ne jî li wê dinyayê heye.

Hûn li ser bûyîna wî ya bi rûmet û newaze çi difikirin?

Tu caran welidandina tu kesî nebûye wek ya wî. Ew Îsayê kurê Meryemê ye. Hûn dizanin ku
Simayîl kurê Birahîm e, Yûhenna kurê Zekerya ye û Mihemed kurê Abdulla ye. Her kes navê
kurîtiya xwe ji bavê xwe distîne an jî navê bavê xwe li ser navê xwe zêde dike. Lê belê çima Îsa
ji diya xwe nav standiye? Bersîv ev e: Ji ber ku bavê wî yê dinyayî tune bû. Ew ji Meryema
keçik çêbû. Ew bi hêza Xwedê çêbû, bê têkiliya zilamekî (yanî bê zewacî).
Berî ku ew çêbe bi heft sed salan, Îşaya pêxember gotibû ku ewê çawa çêbe. Wî di kitêba xwe
de ev pêxemberîtî nivîsî: «Ji ber vê yekê Xudan bi xwe wê nîşanekê bide we: Va ye, keçik wê
bizaro bibe û wê kurekî bîne û wê navê wî Îmanûêl deyne.» (Kitêba Îşaya 7:14). «Îmanûêl»
peyveke Îbranî ye û mana wê ev e: «Xwedê bi me re ye».
Û tam wek ku pêxember berê gotibû, wusa çêbû. Hûn dikarin vê yekê di Încîlê de, di Kitêba
Metta 1:18-25'an de bixwînin: Li wê derê dibêje: «Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya
wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi
Ruhê Pîroz bizaro ye. Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê
li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. Ew hê li ser vê yekê difikirî,
milyaketekî Xudan di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê Dawid! Netirse ku tu
Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e.
Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» Ev
hemû çêbûn, da ew peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih:
‹Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne.

1
Û wê navê wî «Îmanûêl» deynin,
ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye».›
Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji
xwe re bi jinîtî anî. Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî.»

Xwedê bavê me Adem ji axa erdê çêkir; em hemû û pêxember jî, em tev ji Adem çêbûne.
Em ji axê hatine û em dinyayî ne. Lê belê Xudan Îsa ji ezmên hat xwar. Em hemû ji dinyayê
ne û ji ber gunehê xwe, em hemû murdar in. Lê belê Îsa wek berf û barana ku ji ezmên tê, bê
kêmahî û paqij e. Em di Încîlê de dixwînin ku «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran
xilas bike.» (Tîmotêyos I, 1:15). Ew hat cihekî xerîb wek ku hûn hatine dewleteke xerîb. Berî ku
Îsa bê xwar, ew bi Xwedê re bû, çimkî ew Peyva Xwedê ye. Wî biryara (qirara) xwe da, ku
bedena mirovan bistîne û bê vê dinyayê, da ku me xilas bike. «Di destpêkê de Peyv hebû», yanî
«Xebera Xwedê», Îsa Mesîh hebû, wek ku Yûhenna di Încîlê de nivîsiye:
«Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. Ew di
destpêkê de bi Xwedê re bû. Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. … Û Peyv bû
xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî.» (Yûhenna 1:1-3 û 14). Ew
ji ezmên hat ser rûyê vê erdê. Wî bedena mirovan stand û bû mirov.

Carekê du zilam ketibûn çaleke kûr. Yekî ji yê din re got: «Min ji vê pîsîtiyê xilas bike!» Yê
din lê vegerand û got: «Xeşîmo, ezê çawa bikarim te xilas bikim? Ez bi xwe jî wek te di eynî
pîsîtiyê de me.»
Herdu jî di çalê de bûn û yekî nikaribû alîkariya yê din bikira. Wî çaxî werîsek ji jor hat û
dengek jî hat û got: «Bi wêrîs bigirin!» Tenê yekî ku neketibû çalê dikaribû alîkariya wan bike.
Ew alîkariya ku bi destê yekî din ji jor hatibû şandin, dikaribû ew xilas bikirana.
Pêxemberê herî qenc jî nikaribû me ji çala gunehan xilas bike, çimkî ew hemû jî gunehkar
bûn. Lê belê Îsa Mesîh ji xasîtiya mirovan a bi guneh bêrî bû. Ew ji jor hat û ji keçikekê çêbû.
Xwedê milyaket şandin, da ku mizgîniya bûyîna wî bidin. Ew di bûyîna xwe de bê hember e. Em
nikarin wî bi mirovekî din re deynin ber hev.

Hûn li ser şexsiyeta wî çi difikirin?

Îsa Mesîh kamil bû, yanî bêkêmahî bû. Wî carek bi tenê jî guneh nekir. Ew tu caran hewce
nebû ku lêbihûrtinê bixwaze, çimkî wî tu caran tu şaşîtî nekirin.. Dawid pêxember ji Xwedê
bexşandina gunehan dixwest. Birahîm pêxember lêbihûrtina gunehan dixwest. Bi rastî
pêxemberekî din jî got: «Ez mirovekî lêvnepak im û ez di nav miletekî de rûdinim ku lêvên wan
nepak in.» (Îşaya 6:5). Tu dikarî di Kitêba Pîroz û di Quranê de heta tu bêjî bes bigerî û carekê jî

2
tu nabînî ku Îsa bexşandina gunehan xwestiye. Bexşandin jê re ne lazim bû, çimkî wî tu caran tu
guneh nekir; ew bê guneh bû.
Şagirtekî Îsa Mesîh li ser wî nivîsandiye û gotiye: «Ew ji gunehan bêrî bû û bê guneh bû. Wî
tu guneh nekirine.» Wî mirovî ew qenc nas dikir. Gava ku pêxemberan gunehên xwe digotin,
Xwedê ew dibexişandin, lê belê Îsa ne hewce bû ku li wî bê bihûrtin. Ew bê guneh bû. Heta wî
dikarî ku ji dijminên xwe re bêje: «Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min heye?»
(Încîl, Yûhenna 8:46). Tu kesî ji wan nikaribû ku gunehekî jî di jiyana wî de bibîne.
Kî ji me dikare bi vî awayî ji dijminên xwe re meydanê bixwîne? Îsa birin ba Pîlatosê walî û
wan bi derewan şahidî li ser wî dan, lê belê Pîlatos nikaribû şaşîtiyekê bibîne. Wî destên xwe
şuştin û got: «Ez ji xwîna vî mirovê rast bê sûc im.» Tu caran mirovên bê guneh peyda nebûne.
Lê belê ew bi tenê xilaskarekî bê guneh e. Ew bi tenê ye û bê hember e.

Hûn li ser peyvên wî çi difikirin?

Carekê dijminên wî leşker şandin ku wî bigirin. Wan guh dan peyivîna wî û piştre bêyî ku wî
bigirin, ew vegeriyan çûn, ecêbmayî man û gotin: «Tu kes tu caran mîna wî nepeyiviye!»
(Încîl: Yûhenna 7:46).
Qenc li ser van gotinên Mesîh bifikirin; wî got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min
bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.» (Încîl, Yûhenna 8:12).

Mirovekî pîr carekê ji min re şîrove kir ku mana van peyvên Îsa çi ye. Wî got: «Dostê delal, tu
dizanî, pêxember wek heyvê ne. Çawa heyv bi şev ronahî dide, pêxember jî bi ronahiya Xwedê
hatine vê dinya tarî. Heyva nîvçe tam wek pêxemberekî ye. Ew bêtir û bêtir ronahî dide, heta ku
ew bibe tam heyv û piştre kêm dibe û dimire. Lê belê netirse. Heyveke din wê bê cihê wê.
Pêxember wusa yek bi yek hatin. Yekî xebera xwe got û mir, çû û cihê xwe ji yekî din re hişt.
Her miletî hinek ronahî ji Xwedê standiye. Dîn û diyanetên mirovan wek mûman in, an jî wek
heyvê ne. Lê belê gava roj ronahî bide, kî wê li wan ronahiyên biçûk binêre û wan bi kar bîne?»
Îsa got: «Ez ronahiya dinyayê me.» Ew ronahiya rastiyê ye. Te qet dîtiye ku roj kêm bûye an jî
winda bûye? Nexêr, ew qet namire. Ew ji bo her kesî li hemû welatên dinyayê ye. Îsa wek rojê
ye. Ew tu caran kêm nabe. Ew ji bo her welatî û ji bo her mirovan e. Wî weha jî gotiye: «Rê,
rastî û jiyan ez im.» Pêxember hemû hatin, da ku riya ku diçe ba Xwedê bidin naskirin. Wan got:
«Ev riya Xwedê ye. Bi vê riyê ve herin!» Wan riyên rast nîşanî wan dan û gotin: «Li gor vê
hînkirinê bikin! Li gor peyva Xwedê bikin! Van emran bigirin, vê yekê bikin û van tiştan nekin!»
Lê belê Îsa got: «Ez rê me. Baweriya xwe bi min bînin û li pey min werin!»

Kurikekî biçûk li bajarekî mezin şaş bûbû. Ew ji welatekî din bû û nikaribû xwe qenc bide

3
fêmkirin. Wî hêvî ji polîsekî kir ku riya malê şanî wî bide. Polîs jê re got: «Di vê enîşkê re here,
bizivire enîşka diduyan ya aliyê rastê, piştre here enîşka sisiyan ya ku diçe aliyê rastê, ji pirê
bibihûre, li zîvroneka çara bizivire û di nîvê wê riyê de...» Kurik dest pê kir girî.
Polîs riya rast şanî wî dabû, lê kurik westiyabû û ditirsiya ku nikare li gor îşaretkirina wî here.
Wê kêlîkê mirovek ji gundê kurik hat. Mirov rahişt destê kurik û ew bi hev re çûn. Gava kurik
westiyabû û nikaribû rêve here, zilêm rahişt wî û ew hilgirt heta mal. Polîs rê şanî kurik dabû, lê
belê mirovê din wek rê bû. Îsa got: «Ez rê me, ez riya mala Xwedê me.»

Tu li ser meseleyên wî yên xweş çi dibêjî ? Tu li ser gazîkirina wî ya xweş çi dibêjî? Wî got:
«Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.» (Încîl, Kitêba Metta
11:28). Ev yek çiqas xweş e! Tu li ser peyvên wî çi difikirî? Kesek tu caran wek wî nepeyiviye.
Ew yek e. Ew bê hember e. Tu kes wek wî tune, ne li erdê û ne jî li ezmên.

Hûn li ser nav û payenavên wî çi difikirin?

Navekî taybetî an jî şexsî yê her pêxemberî heye. Ji Birahîm re tê gotin: «Dostê Xwedê». Ji
Mûsa re tê gotin: «Berdevkê Xwedê». Ji hinên din re tê gotin: «Ruhê Xwedê» û: «Delalê
Xwedê».
Niha bêjin: Mirov ji kîjanî bêtir hez dike, ji delalê xwe û ji ruhê xwe, an ji yên din? Niha bi
wijdan bin û bihêlin, bila dilê we rast bersîvê bide.
Erê, ji Îsa re tê gotin «Ruhê Xwedê». Em di Încîlê de dixwînin ku Xwedê li ser Îsa gotiye: «Ev
e kurê min ê bijartî! Guhdariya wî bikin!» (Lûqa 9:35). Dîsa ez dixwazim ji te bipirsim:
Mirov bêtir ji kê hez dike, ji dostê xwe, an ji kurê xwe? Rast e, ji kurê xwe. Xwedê divê çi bêje?
Em dibêjin ku kur wek bavê xwe ye, ew siya bavê xwe ye, an jî kur sûretê bavê xwe ye. Gava ku
em Îsa dibînin, em li ser Xwedê bêtir fêm dikin (Încîl: Kitêba Yûhenna 14:9). Kur dikare cihê
bavê xwe bigire û wekîltiya wî bike. Ew dikare li cihê bavê xwe bipeyive. Çaxê ku Îsa li ser rûyê
erdê bû, wî tam wusa kir.
Ji ber vê yekê ji wî re tê gotin «Peyva Xwedê». Xwedê bi wî re dipeyivî (Încîl: Nameya ji
Îbraniyan re 1:3). Ew yek e, ew bê mînak û bê hember e.

Hûn li ser karîn û qudreta Îsa Mesîh çi difikirin?

Ew dikare her tiştî bike. Hemû hêz, karîn, qudret û desthilatî ji wî re hatiye dayîn. Çaxê ku Îsa
li ser rûyê erdê bû, tu karên Xwedê neman ku wî nekirin. Ji Xwedê pê ve, kî dikare miriyan
rake? Îsa mirî rakirin. Ji bilî Xwedê kî dikare kotiyan bi yek carê qenc bike? Îsa yên kotî paqij

4
kirin û qenc kirin. Ji Xwedê pê ve kî dikare çavên koran veke? Îsa ev tiştên ha hemû kirin. Wî
her cûreyên nexweşiyan qenc kirin. Tu kes saxnebûyî ji ba wî venegeriya. Wî cin û ruhên nepak
bi peyvekê derdixistin. Wî jiyana mirovan diguhert û ew ji gunehan xilas dikirin.

Mirovekî ku navê wî Lazar bû mir. Cenazê wî veşartin û xeber ji Îsa re şandin. Gava Îsa hat
wir, ew çar roj bû ku Lazar hatibû veşartin. Lê Îsa çû gorê û got: «Lazar, were derve!» (Încîl:
Kitêba Yûhenna 11:43). Ew jî ji gora xwe derket derve.
Îsa li ser hêz û karîna xwe ya ku dikaribû miriyan rake, qet şik ji me re nehiştiye. Wî got:
«Vejîn û jiyan ez im», yanî: »Qiyamet û jiyan ez im.» (Încîl: Kitêba Yûhenna 11:25).

Rojek wê bê, hemû yên ku di goran de ne, wê dengê wî bibihîzin û wê derkevin derve. Eger
hingê tu mirî bî, tu jî, tê ji gora xwe derkevî, gava tu mirî bî. Mûsa jî, Birahîm jî û hemû
pêxemberên din jî wê dengê wî bibihîzin û ji gorên xwe derkevin. Lê belê Îsa Mesîh niha dikare
jiyana nû bide te, yanî jiyana herheyî ya ku destûrê dide te ku tu her û her li ba Xwedê bî. Ew îro
li hemû derên dinyayê jiyana mirovan nû dike. Ew dikare dil û jiyana te jî biguhere. Tu li ser hêz
û qudreta wî ya mezin çi dibêjî? Ew yek e; ew Karîndarê her tiştî ye û tu kes nabe hemberê wî.

Hûn li ser mirina wî çi difikirin?

Hûn li ser mirina wî çi dibêjin? Ma tu dizanî ku tê li ku derê bimirî? Mirina te wê li vê derê an


jî li welatekî din be? Ewê li ser behrê be, di rê de be, an jî tê li ser textê xwe bimirî? Wê li ku
derê be? An hûn dizanin ku hûnê çawa bimirin? Ewê bi nexweşiyê be, bi qezayê be an jî mirina
adetî be? Tê çawa bimirî? An belkî tu dikarî ji min re bêjî ku tê kengê bimirî? Tê çend salan bijî?
Kîjan tarîxê tê bimirî? Û piştî mirinê çi wê bê serê te? Ez û tu, em mecbûr in bêjin ku em li ser
van tiştan qet tiştekî nizanin, ew di destê Xwedê de ne.
Lê belê Îsa Mesîh dizanibû û ji pêşî ve got ku ewê li ku derê bimire: li Orşelîmê (yanî li
Qudsê). Wî ji pêşî ve got ku mirina wî wê çawa be, li ku derê be û kengê be. Di Încîlê de weha
dibêje: «Îsa her diwanzdeh şagirt anîn ba xwe û ji wan re got: Va ye, em derdikevin
Orşelîmê, yanî Qudsê, û hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov, yanî li ser
Mesîh, hatine nivîsîn, wê bên cih: Ewê bê xistin nav destê miletan, wê tinazên xwe bi wî
bikin, wê wî riswa bikin, wê tif bikin wî, wê wî bidin ber qamçiyan û wê wî bikujin û ewê
roja sisiyan ji nav miriyan rabe.» (Încîl, Lûqa 18:31-33).
Herweha Îsa ji şagirtên xwe re got ku ewê kengê bimire, yanî di roja cejnê de çaxê ku her kesî
berxek dikir gorî, yanî dikir qurban, da ku Cejna Derbasbûnê pîroz bikin. Hingê ewê bimira,
çawa ku ew bi xwe berxê Xwedê bû, yê ku wê bibûya gorî, da ku gunehên hemû mirovan xîş
bikirana. Wî ji wan re got ku ewê piştî sê rojan dîsa rabe. Ev tiştên ha hemû tam wek ku wî

5
gotibûn çêbûn.
Wî ev hemû tiştên ha dizanibûn. Ew ne wek hemû mirovên din bû. Em nizanin emê kengê
bimirin û pêxemberan jî nizanibû. Gava Xwedê bixwaze, ez û tu, emê bimirin, û bi wî awayî û li
wî cihê ku ew dixwaze.
Lê belê Îsa got: «Tu kes nikare jiyana min ji min bistîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe, yanî
bi daxwaza xwe, didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û ez dikarim dîsa bistînim jî. Min ev
emir ji Bavê xwe stand.» (Încîl: Kitêba Yûhenna 10:18). Wî qet guneh nekiribû, ji ber vê yekê
ne mecbûr bû ku bimira. Wî ji bo me jiyana xwe da. Ew mir, ji bo ku em bên bexşandin. Ew ji
bo min û te mir. Ew şivanê qenc e yê ku bi dilxwazî jiyana xwe ji bo miyên xwe daye. Tu caran
mirina tu kesî ne wek ya wî bû. Ew bi tu kesî re nayê hemberkirin. Di nav mirovan de ew yek
tenê ye.

Hûn li ser serfiraziya wî ya li ser mirinê çi difikirin?

Ew mir û hat veşartin. Dijminên wî her tişt kirin, ku ew di gorê de bimîne. Wan kevirekî
mezin gêr kir ber devê gorê. Wan kevir mor kir û li hawirdora gorê nobedarên çekdar danîn. Bê
şik ew miribû û mirovan her tişt dikirin, ku ew di gorê de bimîne. Lê belê ew kirinên wan ji Îsa
re nebûn asteng; ew di roja sisiyan de ji nav miriyan rabû û xwe nîşanî şagirtên xwe da; ew li
Petrûs û Meryem xuya bû û piştre ji zêdeyî pênc sed kesî re xuya bû. Ew dîsa rabû çawa wî
gotibû ku ezê rabim.
Xwedê ew ji mirinê rakir. Xwedê dixwest nîşanî hemû dinyayê bide ku wî Îsa qebûl kiriye.
Van mirovan hemûyan ew dît. Wan piştî rabûna wî, pê re xwarin û vexwarin. Wî birînên destên
xwe, yên lingên xwe û tenişta xwe nîşanî wan dan.

Mirin dijminekî pir mezin e. Bav û kalên me mirin. Pêxember jî mirin û termên wan di gorê de
mirî man. Rojekê em jî, emê bimirin. Lê belê şikir ji Xwedê re ku Îsa Mesîh mirin bindest kiriye.
Ew îro dijî. Ew Xilaskar e û sax e û dikare wan hemûyan xilas bike yên ku bi navê wî tên ba
Xwedê; çimkî ew dijî û ji bo wan ên ku baweriya xwe bi wî tînin mehderê, yanî şefaetê dike. Ma
pêxemberekî din heye ku piştî mirina xwe îro ew sax be? Nexêr, tu kes tune. Mesîh yê bi tenê ye
ku ji mirinê rabû û mirin bindest kir. Ew bi tenê ye û bi tu kesî re nayê hemberkirin. Tu kes wek
wî, ne li erdê heye û ne jî li ezmên.

Hûn li ser çûyîna wî ya ezmên çi difikirin?

Îsa cil rojan piştî rabûna xwe hilkişiya ezmên. Eger ez ji Cihûyan bipirsim ku li ezmanan kî wê
cihê pêşî bistîne, ewê bêjin: «Mûsa»; ez ji Misilmanan bipirsim, ewê bêjin: «Mihemmed» û ez ji

6
Mesîhiyan bipirsim, ewê bêjin: «Îsa». Lê belê Xwedê ne bi Cihûyan û ne bi Misilman û ne bi
Mesîhiyan şêwiriye. Xwedê Îsa biriye ezmanan û navê li ser hemû navan re daye wî. Xwedê ev
yek kiriye, da ku her kes û heta yên di xwe de mezin û pozbilind jî xwe li ber Îsa nizim bikin.

Hûn li ser hatina wî ya diduyan çi difikirin?

Îsa Mesîh wê dîsa bê. Wî bi xwe ev gotiye; wî got: «Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi
Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger
wusa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim? Dema ku ez
çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim,
hûn jî li wê derê bin.» (Încîl: Kitêba Yûhenna 14:1-3).
Milyaketan jî ev gotiye; wan got: «Çima hûn li vir radiwestin û li ezmên dinêrin? Ev Îsayê
ku ji nav we ber bi ezmên ve hat hilkişandin, çawa we dît ku ew hilkişiya ezmên, wusa jî wê
vegere.» (Încîl: Karên Şandiyan 1:11).

Hemû bawermendên wî yên rast li hêviya hatina wî disekinin. Misilman dizanin ku ewê dîsa
bê, da ku dîwana hemû mirovan bike. Ewê bê, da ku bijartiyên xwe bi xwe re bibe ezmên. Ewê
bê ku li ser erdê hukumdariyê bike. Ewê padîşahê dinyayê be. Ewê hukumdariyê bike, heta hemû
dijminên wî bikevin bin lingên wî. Hinek mirov şaş in û bawer dikin ku ewê çil salî hukum bike.
Xwedê dibêje 1000 salî. Ez baweriyê bi tiştên ku Xwedê gotine tînim. Bi ya min, bereket û
selameta 1000 salî ji ya 40 salî çêtir e! Erê, ewê zû vegere. Hingê hemû wê bêjin ku ew Padîşahê
padîşahan e, Xudanê xudanan e û Serdarê serdaran e. Rast e, ewê bê û rojekê ez û tu, emê li ber
wî bisekinin. Hingê ewê hakimê mezin be.
Gava ku tu wî rû bi rû bibînî, ewê ji te bipirse: «Bîr û baweriya te li ser min çi bû?» Hingê tê
çi bersîvê bidî wî? Eger tu bêjî: «Ez difikirîm ku tu yek ji pêxemberan bûyî», ewê ji te bipirse:
«Ma çima tu li pey emrên min neçûyî?» û tê bêyî hukumkirin, ji ber ku te bawer dikir ku ew bi
tenê pêxemberekî wek wan ên din bû, lê belê ew bi kesî re nayê hemberkirin. Ew Xilaskarê tenê
ye. Kî wê vegere, da ku li ser erdê hukumdariyê bike? Ma Birahîm, an Mûsa, an Dawid, an jî yek
ji wan pêxemberên din? Nexêr. Xudan Îsa wê bê û ewê hakim, yanî dadger be. Xwedê bi rakirina
Îsa ev yek bi zelalî da fêmkirin. Qet şik tune, ewê vegere. Çavên hemûyan wê wî bibînin. Her
çok wê li ber wî bitewe. Her ziman wê eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e. Erê, ew yek e.

Hûn dibêjin ku ewê çi şertan deyne ber we?

Îsa Mesîh dibêje: «Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.»

7
(Încîl: Kitêba Metta 11:28). Ew îro gazî te dike. Gava ku wî bang kir şagirtên xwe yên pêşî, wan
dev ji malên xwe, ji dê û bavên xwe, ji karên xwe û ji hemû tiştên xwe berdan û li pey wî çûn.
Ew dixwaze ku tu jî wusa bikî.
Mana vê ne ew e ku divê tu dev ji mala xwe an ji xebata xwe berdî, da ku tu bikarî li pey Îsa
biçî, lê ew dixwaze ku tu baweriyê bi wî bînî ku ew Xilaskarê te ye. Ew dixwaze ku tu tevahiya
jiyana xwe radestî wî bikî û cihê pêşî bidî wî. Ew dixwaze ku tu wî bikî serwerê jiyana xwe. Ew
her tiştî dixwaze – dilê te, hişê te, bedena te û canê te. Madem ku her tiştê ku wî li ser xwe got
rast e, hingê şertên wî jî wê di cihê xwe de bin.
Ew di welidandina xwe de, di qerektêrê xwe de, di jiyana xwe ya bê leke de, di hînkirina xwe
de, di kirinên xwe yên mezin de, di nav û payenavên xwe de, di hêz û karîna xwe de, di cefa û
mirina xwe de, di rabûna xwe ya ji nav miriyan de, di hilkişîna xwe ya ezmên de û di hatina xwe
ya diduyan de yek e û bê hember e. Ew îro sax e. Ew li ba wan e, yên ku baweriya xwe bi wî
tînin. Ew li ezmanan e û ji bo wan mehderê, yanî şefaetê dike. Ewê di nêzîk de vegere. Kesek
wek wî ne li erdê heye û ne jî li ezmanan. Ji ber vê yekê ew dixwaze ku di jiyana te de bibe
Padîşah û Serdar.

www.Kurdish-Bible.org www.erf.de/mizgini

You might also like