Professional Documents
Culture Documents
Rojekê ev peyva Xudan ji wî re hat, Xwedê jê re got: «Rabe, here bajarê Nînewê û dengê
xwe li hember mirovên wî bajarê mezin hilde, çimkî xerabiya wan mezin e û gihîştiye
heta ber min.»
Lê belê Ûnis rabû ku ji ber Xudan bireve. Ew çû Yafayê û gemiyeke ku diçû Terşîşê, yanî
diçû bajarekî Îspanyayê, dît. Wî heqê riya xwe da û li gemiyê siwar bû, da ku ji ber Xudan
dûr keve.
1
Ûnis hilda, avêtin deryayê û harbûna deryayê sekinî. Li ser vê yekê ev zilam ji Xudan gelek
tirsiyan û gorî jê re serjêkirin.
Xudan xema Ûnis xwar: Wî masiyekî mezin şand, da ku Ûnis daqurtîne û Ûnis sê şev û
sê rojan di zikê masî de ma.
Ew di zikê masî de li ber Xudan Xwedayê xwe dua kir û jê re got:
Xudan dua Ûnis bihîst û li masî emir kir ku wî bavêje bejê. Masî jî Ûnis vereşiya,
avêt bejê.
Cara diduyan peyva Xudan ji Ûnis re hat, Xwedê jê re got: «Rabe, here Nînewê û wan
peyvên ku ez ji te re bêjim, bi mirovên Nînewê bide bihîstin.»
Ûnis rabû û li gor peyva Xudan çû Nînewê. Nînewe bajarekî gelek mezin bû, wusa ku
mirov dikaribû sê rojan lê bigeriya. Ûnis ket nav bajêr, rojekê pê ve çû û bang kir, got: «Hê
çil roj hene û piştre Nînewe wê hilweşe.» Çaxê ku xelkê Nînewê ev bihîst, wan
bawerî bi Xwedê anî û gotin: «Bila rojî bê girtin!» û ji mezinê wan heta biçûkê wan xirarî li
xwe kirin. Gava ev peyv gihîşt padîşahê Nînewê, ew ji textê xwe hat xwar,
xiftanê xwe ji xwe kir, xirarî wergirt û di {nav} xweliyê de rûnişt. Hingê wî li xelkê
2
Nînewê kir gazî û got: «Bi fermana padîşah û giregirên wî: Bila mirov û
heywan, pez û dewar tiştekî tam nekin, neçêrin û avê jî venexwin. Bila
mirov jî û heywan jî xirari li xwe bikin û bi hêz hawar bikin Xwedê. Û bila her kes ji riya
xwe ya xerab û ji zordariya di destê xwe de vegere. Kî dizane? Belkî Xwedê ji vê yekê
vegere û dev jê berde, ji hêrsa xwe ya kelegerm bizivire ku em helak nebin.»
Xwedê, dît ku wan çi kirin û dît ku ew ji riyên xwe yên xerab vegeriyan. Loma wî dev ji wê
helakbûna ku gotibû wê li wan bike berda û ew nekir.
Lê heçî Ûnis bû, ew gelek aciz bû û enirî. Wî li ber Xudan dua kir û got: «Ax, ya Xudan,
ma hê çaxê ku ez li welatê xwe bûm, min ev negot? Ji ber vê yekê di cih de ez xebitîm ku
herim Terşîşê, çimkî min dizanibû ku tu Xwedayekî keremdar û dilbirehm î, tu dereng
hêrs dikevî, kerema te gelek e û tu dev ji cezakirinê berdidî. Ya Xudan, ez lava dikim: Canê
min ji min bistîne! Çimkî ji bo min mirin ji jiyanê çêtir e.»
Lê Xudan got: «Ma tu qenc dikî ku tu hêrs dikevî?»
Li ser vê yekê Ûnis ji bajêr derket û li rojhilata wî rûnişt. Wî ji xwe re kolikek çêkir û li
bin siha wê rûnişt, da ku bibîne wê çi bi bajêr bê.
Xudan Xwedê kerçik amade kir, derxist ser serê Ûnis, da ku li ser wî bike sih û wî ji halê
wî yê xerab rizgar bike (Kerçik şitilekî bi pelên fireh e ya ku zû bilind dibe; li gor
hinan, wek kundir an jî wek miqewr bû).
Ûnis ji bo vê kerçikê bi şahiyeke mezin şa bû. Lê roja din çaxê bû sibeh, Xwedê
kurmek şand û kurm li kerçikê xist, ew jî hişk bû. Û dema roj derket, Xwedê
bayê rojhilat yê şewatkar şand. Tavê li serê Ûnis xist û ew gêj bû û xwest ku bimire,
got: «Ji bo min mirin ji jiyanê çêtir e.»
Lê Xwedê ji Ûnis re got: «Ma tu qenc dikî ku tu ji bo kerçikê hêrs dikevî?»
Wî got: «Heta mirinê ez qenc dikim ku ez hêrs dikevim.»
Lê Xudan jê re got: «Tu li ser wê kerçika ku te di ber de zehmet nekişandiye û
mezin nekiriye têşî. Ew di şevekê de derket û di şevekê de hişk bû çû. Lê
belê, ma ez li ser Nînewê, li ser wî bajarê mezin neêşim? Di vî bajarî de ji sed û
bîst hezaran bêtir mirov hene ku nikarin destê xwe yê rastê û yê çepê ji hev nas bikin û gelek
jî heywan hene.»
3
www.erf.de/mizgînî