You are on page 1of 6

Dostê Xwedê Riya Rastdariyê 19

Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be!


Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.

Me di dersa xwe ya din de dest bi serhatiya Birahîm kir û em hîn bûn ku navê wî pêşî
Avram bû. Me dît ku Avram li welatê Kildaniyan ê ku îro dikeve welatê Îraqê, hat dinyayê.
Miletê wî welatî pûtperest bûn, lê Nivîsarên Pîroz ji me re dibêjin ku rojekê Xudan Xwedê ji
Avram re xuya bû û jê re got ku ji mala bavê xwe derkeve û here welatekî ku Xwedê wê
nîşanî wî bidabûya.

Gelo tê bîra we ka çima Xwedê emir li Avram kir ku here welatekî din? Sedem ew bû ku
Avram li gor plana Xwedê bibe miletekî nû û ji wî miletê nû pêxemberên Xwedê derkevin û
di dawiyê de Xilaskarê dinyayê bi xwe jî ji wî miletê nû rabe.
Yanî me dît ku Xwedê bi gazîkirina Avram, plana xwe ya xilasiyê pêşve bir, da ku Xilaskar
bê vê dinyayê. Ji ber vê yekê Xwedê ji Avram re got: «Tê pîroz bî… û hemû eşîrên li ser rûyê
erdê wê bi te pîroz bibin.» (Destpêkirin 12:2-3)

Me dît ku Avram li gor peyva Xwedê kir û ji bajarê xwe derket, lê wî hê jî nizanibû ka
Xwedê wê wî bibe ku derê. Çaxê ku Avram ket ser rê, ew 75 salî bû. Wî jina xwe Saray û Lût,
yanî kurê birayê xwe yê mezin û hemû hebûna xwe û hemû xulamên xwe, bi xwe re birin û
ber bi welatê Kenanê ve çû.
Welatê Kenanê îro bi navê welatê Îsraêl û Filistînê tê naskirin.

Çaxê ku Avram gihîşt welatê Kenanê, Xudan ji nû ve jê re xuya bû û jê re got: «Ezê vî


welatî bidim dûndana te.» (Destpêkirin 12:7)
Yanî me dît ku Xwedê ne tenê soz da ku Avram bike miletekî nû, lê soz da wî ku welatekî
nû jî bide dûndana wî, da ku ew tê de rûnin.
Çi tiştekî ecêb e! Avram û jina xwe herdu jî pîr bûn û zarokên wan jî nebûn. Ma ev soza
Xwedê wê çawa bihata cih? Emê wê bersîva ku Xwedê dide vê pirsê, zû bibînin.

1
Niha em dixwazin di serhatiya Avram de pêşve herin. Em di Tewratê de, kitêba
Destpêkirinê dixwînin. Di deriyê 13’an de emê bibînin ku di nav Avram û biraziyê wî Lût
de çi çêbû.

Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin:


Avram bi keriyên heywanan û bi zîv û zêr pir dewlemend bû. …Ew cih bi cih çû heta Beyt–
Êlê, hetawî cihê ku di nav Beyt–Êlê û Ayê de ye; di destpêkê de wî konê xwe li wê derê
danîbû û li wir gorîgeh çêkiribû. Li wir, Avram perizî Xudan.
Kon, pez û dewarên Lûtê ku bi Avram re çûbû jî hebûn. Erd têra wan nedikir ku bi hev re
rûnin, çimkî malê wan pir bû û êdî nikaribûn bi hev re bimînin. Di nav şivanên Avram û
şivanên Lût de pevçûn çêbû. …. Îcar Avram ji Lût re got: «Bila di nav min û te de û di nav
şivanên min û şivanên te de pevçûn çênebe, çimkî em bira ne. Ma hemû welat ne li ber te ye?
Em ji hev veqetin. Eger tu herî aliyê çepê, ezê herim aliyê rastê; eger tu herî aliyê rastê, ezê
herim aliyê çepê.»
Lût serê xwe bilind kir û dît ku deşta Çemê Urdunê heta bi Soarê wek baxçê Xudan, wek
welatê Misrê şîn û bi av bû. (Hingê hê Xudan Sodom û Gomora wêran nekiribûn.) Lût hemû
deşta Urdunê ji xwe re hilbijart û ber bi Rojhilat ve koç kir. Bi vî awayî ew ji hevdû veqetiyan:
Avram li welatê Kenanê û Lût li bajarên deştê rûnişt û bi aliyê Sodomê ve konên xwe vedan.
Lê belê xelkê Sodomê xerab bû û li dijî Xudan pir guneh dikirin.
(Destpêkirin 13:3-13)

Li vir em dibînin ku Lût erd û zeviyên avî ji xwe re hilbijartin û erdê dêm ji apê xwe re hişt.
Lê belê cihê ku Lût ji xwe re hilbijart di diyarê Sodomê de bû û Sodom tije guneh û xerabî
bû!

Lût li gor daxwaza xwe hilbijart, lê Avram daxwaza Xwedê hilbijart. Xwedê hez bike emê
piştî du dersên din bibînin ka çi hat serê Lûtê ku li gor daxwaz û xwestekên xwe kir. Di
dawiyê de, Lût her tişt winda kir: Wî hebûna xwe, jina xwe, keçên xwe, şahiya xwe û şahidiya
xwe ya qenc winda kir. Heçî Avram bû, wî her tişt di destê Xwedê de hişt û Xwedê ew gelek
pîroz û bimbarek kir.

Serhatiya Lût û Avram çawa dikare bi kêrî me bê?

2
Em dikarin pirseke biçûk ji xwe bipirsin: Ka gelo em bêtir wek Avram an wek Lût in? Ez li
xwe binêrim: Ma ez wek Lût li tiştên vê dinyayê digerim, an ez wek Avram li tiştên Xwedê û
li tiştên dinya ku bê digerim? Rewşa me jî weha ye, divê em biryara xwe bidin û hilbijêrin.
Daxwaza min heye û daxwaza Xwedê heye. Bê şik yê şehreza wê ji xwe re daxwaza Xwedê
hilbijêre. Nivîsarên Pîroz dibêjin: Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda
bike, çi feyda wî heye? (Marqos 8:26) Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin…
Çimkî dinya û xwesteka wê derbas dibe, lê yê ku daxwaza Xwedê dike her û her dijî.
(Yûhenna I, 2:15.17)
Ew tiştê ku tu ji hemû tiştên din bêtir dixwazî, çi ye? Tiştên vê dinyayê ne, an tiştên Xwedê
yên herheyî ne?

Em niha vegerin serhatiya Avram. Kitêba Pîroz dibêje:


Piştî ku Lût ji ba wî veqetiya, Xudan ji Avram re got: «Niha serê xwe rake û ji cihê ku tu lê
yî, li bakûr û başûr, li rojhilat û rojava binêre. Ezê hemû vî welatê ku tu dibînî, ji bo her û
her bidim te û dûndana te. Ezê dûndana te wek toza erdê zêde bikim. Wusa ku mirovek bikare
toza erdê bijmêre, wê bikare dûndana te jî bijimêre. Rabe, li seranserê welêt bigere, çimkî ezê
wî bidim te.»
Avram konê xwe hilanî û hat Hevronê, li darmaziyên Mamrê rûnişt û li wir gorîgehek ji
Xudan re çêkir. (Destpêkirin 13:14-18)

Piştî wan tiştan, Xwedê di dîtinekê de ji Avram re weha got: «Netirse, Avram. Ez ji bo te
mertal im, ez xelata te ya gelek mezin im.» Avram got: «Ya Xudan Xweyiyê min, tê çi bidî
min? Ez bê zarok diçim. Malê min wê ji vî Eliyezerê Şamî re bimîne.» Avram berdewam kir û
got: «Te dûndan neda min. Loma xulamê mala min wê bibe wêrisê min.»
Hingê peyva Xudan ji Avram re hat, got: «Ew nabe wêrisê te. Lê yê ku wê ji pişta te be, wê
bibe wêrisê te.» Û Xudan ew deranî derve û got: «Li ezmên binêre. Eger tu bikarî stêran
bijmêrî, wan bijmêre. Dûndana te wê evqas be.» Avram ji Xudan bawer kir û wî ev yek jê re
rastdarî hesab kir. (Destpêkirin 15:1-6)

Çi tiştekî ecêb e! Avram û jina xwe pîr bûn û zarokên wan tune bûn. Lê dîsa Xwedê ji nû ve
soz da wî û li ser miletekî mezin ê ku wê ji pişta wî derketa, got. Ew wê çawa çêbûya?
Avram wê çawa bibûya bavê miletekî mezin? Bersîva rast bi tenê ev e: Xudan Xwedê,
Xwedayê karîndarê her tiştî ye. Xwedê mezin e! Tiştek tune ku ji bo wî zehmet be! Tiştê ku
Xwedê dibêje, ew dike jî.

3
Lê belê em li ser Avram çi bêjin? Xwedê sozeke ku li gor bîr û baweriya mirovan çênabe
dabû wî! Gelo Avram ji Xudan bawer kir? Guhê xwe bide van peyvên Nivîsarên Pîroz:
Avram ji Xudan bawer kir û wî ev yek jê re rastdarî hesab kir. (Destpêkirin 15:6)
Çiqas xweş e ku Xwedê sozeke ku li gor hişê mirovan li derveyî aqil e, da Avram. Lê belê
dîsa jî, bersîva Avram çi bû? Wî ji Xwedê û ji soza wî bawer kir! Îcar Xwedê li ser vê yekê çi
kir? Ji ber baweriya Avram, Xwedê ew rast hesab kir!

Bi rastî, eger tu bixwazî di çavên Xwedê de rast bî, divê dilê te bi vê rastiya kûr pir şa bibe!
Çima Xwedê Avram mirovekî rast hesab kir?
Ma Avram bi xwe zilamekî rast bû? Na, tu caran! Di dersa ku bê de emê bibînin ku Avram
wek hemû zarokên Adem gunehkar bû. Nexwe çima Xwedê Avram rast hesab kir?
Xwedê Avram mirovekî rast hesab kir, ji ber ku Avram ji peyva Xwedê bawer kir!

Eger yek ji Xwedê bawer bike, divê em vê yekê çawa fêm bikin?
Belkî hûn dizanin ku Nivîsarên Pêxemberan bi zimanê Îbranî hatibûn nivîsandin. Bi Îbranî
peyva bawerkirinê AMAN e. Gelek mirov di dawiya duakirinê de dibêjin: Amîn. Mana vê ev
e ku mirov dibêje: «Erê, ev rast e» an jî «Belê, ez vê yekê qebûl dikim.» Mana bawerkirinê ev
e. Çaxê ku Xwedê soz da Avram, bersîva Avram a ji dil ev bû: «Amîn! Erê, ev rast e! Ez ji
peyvên te bawer dikim!»
Ji ber vê peyva biçûk Amîn, yanî ji ber qebûlkirina peyva Xwedê, Xwedê Avram rast
hesab kir.

Hûn li ser vê yekê çawa difikirin? Gelo hûn jî dixwazin ku Xwedê we wek Avram rast
hesab bike? Hingê divê wek ku Avram ji Xwedê bawer kir, hûn jî weha ji Xwedê bawer bikin.
Zehmet be jî, divê hûn ji peyvên Xwedê bawer bikin. Belkî mirovên te, an dost û hevalên te
Peyva Xwedê qebûl nekin, lê dîsa jî divê tu Peyva Xwedê qebûl bikî. Xwedê dixwaze cilên
rastdariyê li te bike; ew dixwaze desthilatiyê bide te ku tu her û her li ba wî bijî, lê divê tu ji
Peyva Xwedê bawer bikî!

Nivîsarên Pîroz dibêjin: Bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê. (Îbranî 11:6)
Hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. Ev ne ji
kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede. (Efesî 2:8-9)

4
Nexwe em li ser Birahîmê ku li gor bedenê bavkalê me ye çi bêjin? Eger Birahîm ji ber
kirinên xwe rastdar derketibe, heqê wî heye ku pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê. Ma
Nivîsara Pîroz çi dibêje? Dibêje: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat
hesabkirin.» (Romayî 4:1-3)

Avram ji peyvên Xwedê bawer kir. Loma Xwedê rastdariya xwe ya bêkêmahî da wî. Û di
vê yekê de tiştê herî newaze ev e: Ev peyvên Kitêba Pîroz ên ku dibêjin: Birahîm ji Xwedê
bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin ne tenê ji bo Avram in. Ew ji bo me jî tên
gotin. Eger em ji Mizgîniya Xwedê bawer bikin, Xwedê wê rastdariya xwe ya bêkêmahî
bide me jî. Ji xwe ev Mizgînî li ser wî Xilaskarî ye yê ku piştî demeke dirêj ji malbat û
dûndana Birahîm hat vê dinyayê.

Tu li ser van tiştan çi dibêjî? Gelo bi rastî tu ji Xwedê bawer dikî? Pirs ne ev e ku tu bawer
dikî ku Xwedê heye, an tu bawer dikî ku Xwedê yek e. Li ser van tiştan Kitêba Pîroz dibêje:
Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin - û dilerizin. (Aqûb 2:19)
Îblîs bi xwe jî dizane ku Xwedê yek e. Lê belê ev bawerî nayê wê manê ku Xwedê wê
gunehên te afû bike û te rastdar hesab bike. Tiştê ku Xwedê dixwaze ev e ku tu ji Peyva
Xwedê bawer bikî û wê qebûl bikî. Xwedê dixwaze bi Nivîsarên Pêxemberan bi te re
bipeyive. Ew dixwaze ku tu Mizgîniya xilasiyê nas bikî û jê bawer bikî, çimkî di Mizgîniyê
de ew nîşanî te dide ku tu çawa dikarî li ber Xwedayê pîroz rastdar bêyî derxistin û her û her
li ba wî bijî.

Hevalên delal, gelo Xwedê cilên rastdariya xwe daye we? An bi tenê we cilên dîn û
diyanetê li xwe kirine? Gelo hûn guhê xwe didin peyvên Xwedê yên dilsoz? An hûn guhê xwe
didin peyvên mirovan ên ku zû derbas dibin? Ma tu dizanî ku Nivîsarên Pîroz li ser Riya
Rastdariyê ya ku Xwedê amade kiriye, çi dibêjin? Tu ji vê yekê bawer dikî?

Heçî Avram bû, wî ji peyvên Xwedê bawer kir. Erê, ji bo Avram mana vê ew bû ku ew xatir
ji dîn û diyaneta bavê xwe û ji mirovên xwe bixwaze. Lê belê tam ji ber vê yekê jê re dostê
Xwedê hat gotin. Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re
rastdarî hat hesabkirin û jê re dostê Xwedê hat gotin. (Aqûb 2:23)
Hevalê delal, gelo tu jî dostekî Xwedê yî?

5
Divê em îro li vir bernama xwe bi dawî bikin. Em pir spas dikin ku we qenc guhdariya
bernama me kir. Em ji bo bernameya ku bê jî li hêviya we ne; hingê emê li serhatiya Avram û
Simayîl binêrin.

Heta hingê ji kerema xwe li ser van gotinên Nivîsarên Pîroz qenc bifikirin ên ku dibêjin:
Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin» û jê re dostê Xwedê hat
gotin. (Aqûb 2:23)

Xwedê we pîroz û serfiraz bike!

You might also like