Professional Documents
Culture Documents
Me di xwendina Tewratê de dît ku Xwedê soz dabû Birahîm ku ewê bibûya bavê miletekî
nû. Ji wî miletî pêxemberên Xwedê wê bihatan û Xilaskarê dinyayê wê ji wî gelî rabûya. Lê
heta hingê jina Birahîm Sara hê zarok neanibûn û ew herdu jî gelek pîr bûn.
Îro emê li serhatiyeke din binêrin. Pêşî emê bibînin ku sê kes hatin serdana Birahîm. Lê belê
ew her sê kes ne mirov bûn. Dido ji wan milyaket bûn û yê sisiyan Xudan Xwedê bi xwe bû.
Belkî hin dibêjin ku Xwedê nikare di şiklê mirovan de ji Birahîm re xuya bûbe, lê ew mirov ji
bîr dikin ku Xwedê mezin e û qet tiştek tune ku ji bo wî zehmet be. Ew Karîndarê her tiştî ye.
Îro emê ji çar deriyên Tewratê bixwînin. Di Kitêba Destpêkirinê de, di deriyê 18’an de,
Kitêba Pîroz dibêje:
Li darmaziyên Mamrê Xudan xwe nîşanî Birahîm da. Birahîm di germa rojê de li ber deriyê
konê xwe rûniştî bû. Wî çavên xwe hildan û dît ku sê zilam nêzîkî wî rawestabûn. Çaxê ku wî
ew dîtin, ji ber deriyê kon bezî, çû pêşiya wan û heta bi erdê xwe tewand û got: «Ya mîrzayê
min, eger min li ber te kerem dîtibe, heta ku tu li ba xulamê xwe nemînî, derbas nebe. Bihêlin
ku hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bîhna xwe vekin. Madem ku hûn hatin ba
xulamê xwe, ez pariyek nan bînim,bidin ber dilê xwe; piştre li riya xwe herin.» Wan jî got:
«Baş e, bila wek ku te got be, wusa bike.»
Birahîm bi lez çû û …dew, şîr û golikê ku amade kiribû anî û danî ber wan. Çaxê ku wan
dixwar, ew jî li ba wan li bin darê rawesta.
Wan ji Birahîm re got: «Ka jina te Sara li ku derê ye?» Wî jî got: «Ew li wir li kon e.» Yekî
ji wan got: «Sala ku bê di vê demsalê de, ezê vegerim ba te û kurekî jina te Sara, wê hebe.»
Sarê li deriyê kon li pişt wî guhdarî dikir. Birahîm û Sara bi nav salan ve çûbûn û êdî pîr
bûbûn. Sara ji kirasan hatibû birîn. Sara di dilê xwe de kenî û got: «Ma piştî vî emrî, şahî wê
ji min re çêbe? Bi ser de, malxwê min jî kal bûye.» Xudan ji Birahîm re got: «Çima Sara
1
keniya û got: ‹Ez pîr bûme, ma bi rastî ezê zarokan bînim?› Ma ji bo Xudan tiştekî zehmet
heye? Sala ku bê di wextê kifşkirî de ezê vegerim ba te û kurekî Sarê wê hebe.» Hingê Sarê
înkar kir û got: «Ez nekeniyam», çimkî tirsiya. Lê wî got: «Belê, tu keniyayî.»
Zilam ji wê derê rabûn û wan li aliyê Sodomê nêrî; Birahîm jî ji bo ku wan rê bike, bi wan
re diçû… Hingê Xudan jê re got: «Giliyê bajarên Sodom û Gomora pir mezin e û gunehê
wan gelek giran e. Ezê herim jêr û bibînim ka tiştên ku kirine bi qasî ku ji min re hatiye
gilîkirin xerab e, an ne, da ku ez bizanim.»
Zilam (yanî herdu milyaket) ji wê derê zivirîn û bi aliyê Sodomê ve çûn. Lê Birahîm hê jî li
ber Xudan rawesta bû. Birahîm nêzîkî wî bû û got: «Ma tê yên rast bi yên xerab re tune bikî?
Belkî di nav bajêr de pêncî kesên rast hene! Ma tê wî cihî tune bikî? Ma ji bo pêncî kesên rast
ên tê de, tu li bajêr nabihûrî? Dûrî te be ku tu weha bikî! Dûrî te be ku tu yê rast jî bi yê xerab
re bikujî û yê rast bibe wek yê xerab. Ma dadgerê hemû dinyayê edaletê nake?»
Xudan got: «Eger ez di bajarê Sodomê de pêncî kesên rast bibînim, ezê ji bo xatirê wan
tevahiya wî cihî bihêlim.» Birahîm lê vegerand û got: «Ez toz û xweliya ber lingê te me; dîsa
min ziravê xwe qayîm kir ku ez bi Xudan re bikevim peyivînê: Em bêjin, ji pêncî kesên rast,
pênc kêm bin! Ma ji ber pênc kesan tê tevahiya bajêr wêran bikî?» Xwedê got: «Eger ez li wê
derê çil û pênc kesan bibînim, ez wêran nakim.»
Birahîm careke din ji wî re got: «Belkî li wê derê tenê çil kes peyda bibin.» Xwedê got: «Ji
bo xatirê çil kesî ez tiştekî nakim.» Hingê Birahîm got: «Bila Xudan nexeyide, ezê dîsa bêjim:
Belkî li wê derê sî kes hene.» Xwedê got: «Eger ez li wê derê sî kesî bibînim, ez tiştekî
nakim.» Birahîm got: «Dîsa min ziravê xwe qayîm kir ku ez bi Xudan re bikevim peyivînê: Em
bêjin li wê derê bîst kes hene!» Xudan got: «Ji bo xatirê bîst kesî, ez wêran nakim.» Birahîm
got: «Bila Xudan nexeyide, ezê bi tenê careke din bêjim. Belkî li wê derê tenê deh kes hene.»
Xudan got: «Ji bo xatirê deh kesan ez wêran nakim.» Piştî ku Xudan peyivîna xwe bi Birahîm
re xilas kir, ew çû û Birahîm jî vegeriya cihê xwe.
Ew herdu milyaket jî êvarê gihîştin Sodomê. Lût di dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew
dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, xwe tewand erdê û got: «Mîrzayên min, de kerem bikin
mala xulamê xwe. Peya bibin û şeva xwe derbas bikin. Lingên xwe bişon, şevê derbas bikin û
sibê zû rabin, li riya xwe herin.» Wan got: «Na, emê şeva xwe li meydanê derbas bikin.» Lût
pir li ber wan geriya, heta ku ew vegeriyan ba wî û ketin mala wî. Wî ji wan re ziyafet çêkir,
nanê şkeva peht û wan jî xwar. Lê, beriya ku ew razin, mirovên bajêr, yanî mirovên Sodomê, ji
xortan heta bi pîran, ji her derên bajêr, hemû xelkê, dora mala Lût girtin. Wan gazî Lût kir û
2
gotin: «Ew mirovên ku îşev hatine ba te, li ku derê ne? Wan ji me re derxe, da ku em bi wan re
razin.» (Destpêkirin 18:1-6; 9-16; 20-33; 19:1-5)
Binêrin guhdarên hêja, hûn dibînin, mirovên li bajarê Sodomê çiqas xerab bûn? Erê, dûrî
hazir û guhdaran, di nav xelkê Sodomê de gelek zilamên qûnde hebûn. Di çavên Xwedê de
ew şehwetên şermezariyê ne û pir guneh in (li Romayî 1:26-27’an binêre).
Lût derket derve ba wan û derî li pişt xwe girt 7 û got: «Ey birayên min, vê xerabiyê nekin.
8
… tiştekî bi van zilaman nekin, çimkî ew hatine bin siha banê min.» 9 Wan got: «Biqeşite!»
Û gotin: «Evê ha yekî xerîb e û dixwaze xwe bike hukumdar? Niha emê ji wan zêdetir
xerabiyê bi te bikin!» Wan pir zor li Lût kir û nêzîk bûn ku derî bişkênin. 10 Lê mêvanan destên
xwe dirêjî Lût kirin, ew kişand hundirê malê ba xwe û derî dadan. 11 Hingê wan hemû mirovên
li ber derî, ji biçûkan û heta bi mezinan kor kirin; wusa ku hew dikaribûn derî bibînin..
12
Hingê wan herdu zilaman [yanî herdu milyaketan] ji Lût re got: «Ma hê mirovên te yên
din li vir hene? Zavayên xwe, kur û keçên xwe, her kesê xwe ji bajêr derxe. 13 Emê vê derê
wêran bikin çimkî giliyê wan li ba Xudan giran bûye. Xudan em ji bo wêrankirina vî cihî
şandine.» 14 Lût derket, ji zavayên xwe yên ku dergistiyên keçên wî bûn re got: «Rabin, ji vê
derê birevin. Çimkî Xudan wê vê derê wêran bike.» Lê zavayên wî guman kirin ku henekan
dike.
15
Çaxê ku bû serê sibê, milyaketan lez lê kirin û jê re gotin: «Bi lez rabe, jina xwe û herdu
keçên xwe yên li vir bibe. An nexwe, tu jî, tê di nav cezayê bajêr de helak bibî.» 16 Lût bi
giranî rabû, lê Xudan li wan rehm kir: Zilaman bi destê Lût, jina wî û herdu keçên wî girtin
û ew deranîn, birin derveyî bajêr. 17 Çaxê ku ew deranîn derve, jê re gotin: «Ji bo canê xwe
birevin. Li pey xwe nenêrin û li vê deştê nesekinin. Birevin çiyê, an nexwe, hûnê helak
bibin.» ...
Hingê Xudan ji ezmên bi ser Sodom û Gomora de agir û kewkurt barand. Wî ew bajar û
hemû deşt û her kesê ku li wan bajaran rûdinişt û gul û giyayên wê axê serobino kir. Lê jina
Lût li paş xwe nêrî û bû stûneke xwê.
Birahîm serê sibê zû rabû, çû cihê ku li ber Xudan rawesta bû. Li aliyê Sodom û Gomora
û li hemû derdora deştê nêrî û dît ku dûyê erdê wek dûyê hêtûnê derdiket.
Çaxê ku Xwedê bajarên deştê wêran kirin, wî Birahîm anî bîra xwe û çaxê wî bajarên ku
Lût tê de rûdinişt serobino kirin, Lût ji nav wê serobinokirinê deranî.
(Destpêkirin 19:6-17; 24-29)
3
Erê, guhdarên hêja, ev serhatiya giran a helakbûna bajarên Sodom û Gomorayê ye. Xwedê
dîwana wan bajaran kir û ew ji ezmên bi êgir û kewkurtê şewitandin. Îro kavilên Sodomê li
welatê Îsraêlê di bin Gola Mirî de veşartî ne. Çaxê ku mirov bikeve pey gunehan, her gav bela
û xerabî ji gunehên wan derdikeve. Eseh Xwedê wê dîwana gunehan bike!
Emê di dema xwe ya ku îro ji me re maye de, di Tewratê de berdewam bikin û bibînin ku
Xwedê çawa soza xwe anî cih û wek ku beriya gelek salan ji wan re gotibû, kurek da Birahîm
û Sarê.
Xwedê soz dabû Birahîm û Sarê ku wê kurekî bide wan û piştî demeke dirêj wî ev soza xwe
anî cih û tiştê ku gotibû, kir. Her kesî dizanî ku Sara nikare zarokan bîne, lê wê li gor soza
Xwedê kurek anî. Wan navê wî Îshaq danî. Mana Îshaq ev e: Ew dikene. Lê belê her kes bi
bûyîna Îshaq şa nebû.
4
Çûyîna Simayîl, Birahîm gelek êşand. Lê çareyeke din tunebû, çimkî Xwedê jê re eşkere
gotibû ku ew miletê nû û pêxember û Xilaskarê dinyayê wê ji dûndana Îshaq bin – ne ji
dûndana Simayîl.
Simayîl di wê demê de kêm û zêde 15 salî bû. Wî tinazên xwe bi Îshaq kir û qedrê plana
Xwedê negirt. Wî fêm nekir ku Xwedê wê dûndana Îshaq bikira miletekî mezin da ku bi vî
awayî ji hemû miletan re xilasî û lêbihûrtina gunehan bihata pêşkêşkirin.
Hevalên delal, wextê me nemaye, lê em bawer dikin ku we careke din dît ku Xwedayê
rastîn û zindî Xwedayekî dilsoz e. Ew li ser soza xwe dimîne; peyvên wî pûç dernakevin. Ji
ber vê yekê wek ku gotibû, wî dîwana bajarên Sodom û Gomorayê kir. Loma jî wî ji Birahîm
re got ku divê kurê xwe Simayîl ji ba xwe derxe, da ku plan û armanca Xwedê ya ku nayê
guhertin, bê cih.
Em pir spas dikin ku we guhdariya peyvên me kir. Ji kerema xwe guhê xwe bidin
bernameya ku bê jî. Hingê emê li serhatiya herî girîng a di jiyana Birahîm de binêrin, yanî
emê li serhatiya gorîkirina kurê wî binêrin.