You are on page 1of 6

Kurtvebira IV: Îsa Mesîh Riya Rastdariyê 96

Guhdarên delal, hûn gelekî bi xêr hatin.


Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin.

Me di sê bernameyên beriya niha de dest bi kurtvebira peyama pêxemberên Xwedê kir.


Xwedê hez bike îro emê vê kurtvebirê bibin serî. Dabaşa bernama me ya îro ev e: Temam bû!

Wek ku me dît, Xwedê Kitêba Pîroz kir du beş: Beşê pêşî Peymana Kevin e û beşê diduyan
Peymana Nû yanî Încîl e. Heçî Peymana Kevin e, ew ji Tewrat, Zebûr û ji Nivîsarên
Pêxemberan pêk tê.
Me di beşê Kitêba Pîroz ê pêşî de dît ku bavkalê me Adem guhê xwe neda Xwedê û bi vê
yekê hemû dûndana xwe xist bin padîşahiya Îblîs. Lê belê em hîn bûn ku Xwedê soz dabû ku
rojekê wiyê Xilaskarekî hêzdar bişanda nav zarokên Adem. Ew Xilaskar wê bihata, da ku wî
ew ên ku baweriya xwe bi wî bianîna, xilas bikiran û ew vegerandan Padîşahiya Xwedê.
Ev soza newaze di Peymana Kevin de dabaşa herî girîng bû.

Erê, plana Xwedê ew bû ku wiyê Xilaskar bişanda dinyayê. Loma wî gazî Birahîmê pîr kir
û jê re got: Ezê te bikim miletekî mezin û … hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te pîroz bibin.»
(Destpêkirin 12:2.3)
Îcar me dît ku Xwedê Birahîm çawa kir bavê gelê Îsraêl. Heçî ew gel bû, Xwedê Nivîsarên
Pêxemberan spartin wan. Di nav 1500 salan de wî bi devê gelek pêxemberan peyva xwe ji
gelê Îsraêl re şand. Xwedê bi Ruhê Pîroz peyva xwe xist hişê wan pêxemberan û ji Mûsa
bigire û heta bi Yûhenna, peyva xwe bi destê wan da nivîsandin. Xwedê bi rêberiya van
pêxemberan mirov hişyar dikirin û xerabî û neheqiya zarokên Adem dianî ber çavên wan.
Herweha wî soza hatina Xilaskarê rastdar ê ku wê xwîna xwe birijanda, da ku deynê gunehên
wan bida, dida wan.

Bi ser de me dît ku di dema Peymana Kevin de ji bo bexşandina gunehan serjêkirina


heywanan, yanî gorî pêwist bûn. Xwedê peymana xwe bi gelê xwe re girêdabû û li gor vê
peymanê ev qanûn hebû ya ku digot: Bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin, çimkî
meaşê ku guneh dide, mirin e.
Loma mirovên ku ji Xwedê ditirsiyan ji destpêkê ve gorî pêşkêşî Xwedê dikirin. Lê belê
goriya heywanên wan nikaribû guneh xîş bikiran, çimkî heywan ne wek mirovan hêja û
giranbiha ne.
Mesele em dibêjin, tirimbêla kurê min a leyîstokê heye; ma kurê min dikare here cihê
firotina tirimbêlên mezin û ji firoşkar re bêje: Ji kerema xwe, ji dêla tirimbêla min a leyîstokê
vê Mersedesê bide min. Nexêr, ji xwe ev çênabe, çimkî qîmeta tirimbêla leyîstokê yek an du
lîra ye, lê qîmeta Mersedesê çend hezar in.
Herweha goriyên heywanan nikaribûn gunehên mirovan rakin, çimkî qîmeta mirov û qîmeta
heywanan ne yek e. Erê, Xwedê emir kir ku gorî bên dayîn, lê ew gorî tenê mînakên goriya
rastîn bûn a ku wê bihata dayîn. Ew wextê ku Xwedê goriya rastîn, yanî Xilaskarê rastdar
bişanda vê dinyayê wê bihata. Û bi hatina wî Xilaskarî, Peymana Nû wê dest pê bikira.
Goriyên heywanan tenê ji bo demekê bûn, çimkî guneh bi pêşkêşkirina wan her û her nehat
xîşkirin.

Beşê Kitêba Pîroz ê diduyan Încîl e, bi Kurdî jî Mizgînî ye. Di Mizgîniyê de em dibînin ku
Xwedê çawa peymaneke nû bi mirovan re girê dide. Ev peymana nû bi xwîna Xilaskarê ku ji
ezmên hatiye ve, girêdayî ye.
Di Încîlê de jiyana Îsa Mesîh ji me re tê gotin. Îsa Mesîh ew Xilaskarê pîroz e û wî mana
wan hemû goriyan anî cih û ew temam kirin.
Wî xwîna xwe li ser xaçê rijand û bi vî awayî wî rê li ber me vekir ku li gunehên me
bibihûre. Çima diviya ku Xilaskar ji ezmên bihata? Bersiv sivik e: Her zarokê Adem gunehkar
e û di bin hukumdariya gunehan de ye. Yekî gunehkar nikare gunehkarekî din xilas bike. Eger
çewalê birinc ê li ser milê te 50 kîlo be, tê çawa çewalê hevalê xwe jî hildî ser milê din?
Yekî gunehkar nikare cezayê gunehkarekî din hilde ser xwe. Lê belê li ser milê Xilaskar Îsa
Mesîh tu barê guneh nebû, çimkî ew Kurê Xwedê yê ruhanî bû, yanî Peyva Xwedê bû ya ku ji
destpêkê ve bi Xwedê re bû. Ew ji keçikekê çêbû û bû mirov; bedena wî wek ya me bû, lê di
xasîtiya wî de, tu guneh nebû. Barê guneh li ser milê wî tunebû. Loma Xwedê dikaribû ku
barê gunehên me hemûyan daniya ser milê wî. Îsayê pîroz di ber hemû neheqiyên me de mir û
piştî sê rojan ew ji nav miriyan rabû, da ku jiyaneke nû bide me. Şikir ji Xwedê re, wî mirin,
gor, Îblîs û guneh bindest kirin!
Em hemû di çala gunehan de hatine dinyayê û ji bilî Îsa Mesîh ê ku ji ezmên hat, tu kes tune
ku bikare alîkariya me bike. Eger hûn baweriya xwe bi wî bînin, ewê we ji çala gunehan
hilkişîne û xilas bike. Ew ji ezmên hat, da ku zarokên Adem ji gunehên wan xilas bike. Piştî
ku wî ev yek kir, ew vegeriya ezmên, da ku ji bo wan ên ku baweriya xwe bi wî tînin,
mehderê (yanî şefaetê) bike.
Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê weha dibêjin: Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û
mirovan de jî bi tenê aştîkerek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e, yê ku xwe ji bo hemûyan kir
berdêl. (Tîmotêyos I, 2:5.6)
Çimkî ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmanan
hê bilindtir bûyî diviya. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêk anî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê
rastê rûnişt. (Îbranî 7:26; 1:3)

Me di Încîlê de dît, çaxê ku Îsa Mesîh li ser rûyê erdê bû, hinan ji wan mirovên hingê
baweriya xwe bi wî anîn. Mirovên ku fêm kirin Îsa Mesîh kî ye, bi vê yekê gelek şa û dilgeş
bûn. Wan dizanibû ku bi hezaran salan pêxemberên Xwedê li ser hatina Mesîh digotin û hingê
êdî wan ew bi çavên xwe dît! Me bihîst ku di nav şagirtên Îsa Mesîh de hin çûn ba maliyên
xwe û ji wan re gotin: «Me Mesîh dît!» «Me Îsayê Nisretî dît, yê ku Mûsa di Şerîeta xwe de
û pêxemberan li ser nivîsîne.» (Yûhenna 1:41.45)

Lê heyf û mixabin, piraniya mirovên di dema Îsa de fêm nekirin ku bi rastî ew kî ye. Loma
Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Peyv di destpêkê de bi Xwedê re bû. Û Peyv bû xwîn û goşt, bi
kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare
wê binixême. Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. Ew hat mala xwe,
lê gelê wî ew qebûl nekir. (Yûhenna 1:2.14.5.10.11)

Wek ku me dît, gelek mirov bûn şahidên nîşan û kerametên Mesîh ên mezin. Hêza Îsa di ser
hêza bager, nexweşî, cin, guneh û mirinê re bû, lê dîsa jî mirovan fêm nekir ku Îsa kî ye,
çimkî Îblîs hiş û çavên dilê wan kor kiribûn. Elaletên mezin li dor Mesîh diciviyan û destê
xwe li wî didan, lê wan nizanibû ku ew kî ye!
Di gumana wan de ew pêxemberekî wek pêxemberên din bû, lê wan fêm nekir ku hemû
tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di şexsê wî de bû.

Heçî rêberên dîn û diyaneta Cihûyan bûn, me dît ku wan ji dil û can Îsa red kir. Wan hesûdî
û çavnebariya wî kir û biryar dan ku divê ew bê kuştin. Wan ew radestî Romayiyan kir û di
dawiyê de wan Mesîh birin ser xaçekê. Lê belê me dît ku ji destpêkê ve plana Xwedê tam ew
bû. Mirina Îsa Mesîh tam li gor plana Xwedê çêbû. Wî ev yek ji demeke dirêj ve bi devê
pêxemberan diyar kiribû. Wê şeva ku xulamên serekên kahînan hatin ku wî bigirin, Petrûs
dixwest ku mamosteyê xwe bi şûrê xwe biparêze. Lê Îsa ji wî re got: « Ma tu dibêjî qey ez
nikarim ji Bavê xwe bixwazim û ew jî di cih de ji diwanzdeh lejyonan zêdetir milyaketan
bigihîne min? Lê hingê Nivîsarên Pîroz ên ku dibêjin divê weha bibe, wê çawa bên cih?»
(Metta 26:53.54)

Îsa qenc dizanî ka ew çima hatibû dinyayê. Wek ku pêxemberên Xwedê ji zû ve gotibûn, ew
hat, da ku jiyana xwe bide û xwîna xwe ji bo gunehkaran birijîne. Îsa hat, da ku mana goriya
Birahîm û mana hemû goriyan bê cih û di goriya wî de temam bibe. Gelo ma tê bîra we ku Îsa
li ser xaçê çi got? Beriya ku ew ruhê xwe bispêre Bav Xwedê, wî bi dengekî bilind gazî kir û
got: «Temam bû!» û hingê ew mir (Yûhenna 19:30). Gava ku ew mir, di Perestgehê de
perdeya Cihê Herî Pîroz ji serî heta binî çiriya, bû du perçe (Marqos 15:37.38). Tam di wî cihî
de xwîna goriyan dihat reşandin, da ku gunehên gel bên bexşandin!
Çima Îsa got: «Temam bû!»? Û çima perdeya Perestgehê, yanî perdeya Cihê Herî Pîroz
çiriya, bû du perçe?
Xwedê ev perde ji serî heta binî çirand û Îsa got: «Temam bû!», da ku her kes bizane ku
bexşandina gunehan bi xwîna Îsa Mesîh e. Xwedê bi vî awayî li gunehên zarokên Adem
dibihûre û heq dide wan ku ew bikarin her û her di rûmeta Xwedê de bin!

Îsa bi mirina xwe peyvên pêxemberan û mana goriyan anîn cih. Û wek ku me dît, rabûna wî
ya ji nav miriyan kifş kir ku Xwedê goriya wî qebûl kir. Erê, Îsa Mesîh deynê hemû gunehan
daye. Tiştek kêm nemaye û ew gorî her û her hem têra dadperweriya Xwedê dike û hem jî têra
bexşandina gunehên me dike.
Îsa Mesîh goriya bêkêmahî û bêqusûr e. Xwedê ew şand, da her kesê ku baweriya xwe bi wî
bîne, helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe!

Guhdarên delal, em dixwazin vê kurtvebira peyama pêxemberan bi çend ayetên Peyva


Xwedê bi dawî bikin. Ew ayet mana goriya Îsa Mesîh a temam û bêkêmahî ji me re şîrove
dikin. Ji kerema xwe qenc guhdariya wan ayetan bikin, ji ber ku ew bi zelalî dibêjin ku Mesîh
çima xwîna xwe li ser xaçê rijand.
Nivîsarên Pîroz weha dibêjin: Şerîet ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi
tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Şerîet tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal
tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê. Nexwe, eger paqij bibûna,
wanê dev ji pêşkêşkirina wan berda. Çimkî eger yên ku diperizin bi carekê ji gunehên xwe
paqij bibûna, êdî di wijdana wan de qet sûcdarkirina guneh nedima. Lê belê ew gorî sal bi sal
gunehên mirovan tînin bîra wan. Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake.
Loma çaxê ku Mesîh hat dinyayê, wî got:
«Te gorî û pêşkêş nexwestin, lê te ji min re bedenek amade kir.
Tu bi goriyên şewitandinê û bi goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, razî nebûyî.
Hingê min got: ‹Wek ku di Kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn:
Ya Xwedê, va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.›»
Ew ya pêşî hiltîne, da ku ya diduyan deyne. Li gor vê daxwazê bi pêşkêşbûna bedena Îsa
Mesîh ya bi carekê, em hatin pîrozkirin.
Her kahîn roj bi roj radibe, xizmetê dike û gelek caran eynî goriyên ku qet nikarin guneh
rakin, pêşkêş dike. Lê viyê ha ji bo her û her tenê goriyek di ber gunehan de pêşkêş kir û li
milê Xwedê yê rastê rûnişt.
Ji hingê û pê ve, ew li bendê ye heta ku dijminên wî bibin pêgeha lingên wî. Çimkî wî bi
pêşkêşiyekê ew ên ku tên pîrozkirin, her û her gihandine bêkêmahîtiyê.
Ruhê Pîroz jî li ser vê ji me re şahidiyê dike û dibêje:
«Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan,
Peymana ku ezê bi wan re girêdim ev e:
Ezê qanûnên xwe bixim dilê wan
Û ezê wan li ser hişê wan binivîsim.
Êdî ez gunehên wan û neheqiyên wan
Tu caran naynim bîra xwe.›»
Îcar li dera ku lêbihûrtina van heye, êdî pêwistiya pêşkêşa di ber guneh de namîne.

Ji bo vê yekê birano, bi xwîna Îsa em dikarin bi cesaret bikevin Cihê Herî Pîroz. Em di wê
riya nû û jîndar re bikevinê ya ku wî ji bo me di bedena xwe de di perdê de vekiriye. Û li ser
mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye. Em, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn
nêzîkî Xwedê bibin. Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin; çimkî ew ê ku soz daye
ewledar e. Û em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. …
Çimkî, piştî ku em gihîştin zanîna rastiyê, eger em bi zanîn guneh bikin, êdî ji bo gunehan
tu gorî namîne, lê tenê libendêmayîneke tirsehêz ya dîwanê û agirê kelegerm ê ku dijminan
dixwe û tune dike, dimîne. Yê ku Şerîeta Mûsa bişkanda, li ser şahidiya dido an sê kesan, bê
rehm dihat kuştin. Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne,
xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê
cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike? Çimkî em wî yê ku ev gotiye nas dikin: «Heyfhilanîn ya
min e, ezê bergîdana wê bidim.» Û dîsa: «Xudan wê dîwana gelê xwe bike.» Tiştekî tirsehêz e
ku mirov bikeve destê Xwedayê jîndar. (Îbranî 10:1-7. 9-24. 26-31)
Eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin?
(Îbranî 2:3)

Bi van gotinan, Xwedê her kesî ji me hişyar dike, da ku em li hember riya xilasiyê ya tenê
ne xemsar bin, çimkî xilasî bi tenê bi Îsa Mesîhê ku xwîna xwe rijand, tê dîtin û tê bi dest
xistin.
Her kesê ku wê goriya ku Xwedê bi xwe amade kiriye, kêm bibîne, divê bizane ku ji bo
bexşandina gunehên wî tu goriya din tune. Mirovên ku weha bifikirin, tenê dikarin li benda
dîwana Xwedê ya dadperwer bimînin û di wê dîwanê de rehm tune, dadperwerî heye.
Îsa Mesîh goriya bêqusûr e û wî can û jiyana xwe li gor plana Xwedê kir gorî. Her kesê ku
baweriya xwe bi wî bîne, helak nabe, lê jiyana wî ya herheyî heye. Li ser xaçê Îsa Mesîh got:
«Temam bû!» Me dît ku Îsa Mesîh bi xwe Peyva Xwedê ye; ji ber vê yekê Xwedê bi xwe got
ku her tişt «Temam bû!» Sê rojan piştî vê yekê, Xwedê Îsa vejand û kifş kir ku goriya Îsa
Mesîh ya ji bo bexşandina gunehan tam li gor daxwaza wî bû û hat qebûlkirin.

Dostên delal, ma hûn fêm dikin ku Îsa Mesîh deynê gunehên we daye? Ma hûn bawer dikin
ku Îsa Mesîh karê xilasiyê ji bo we aniye cih û temam kiriye? An hûn hê li xêr û kirinên xwe
yên qenc ewle dibin?

Gelek spas ku we qenc guhdariya vê bernamê kir. Heta cara ku bê, qenc li ser van herdu
peyvên Îsa Mesîh bifikirin. Wî li ser xaçê got:

«Temam bû!» (Yûhenna 19:30)

Xwedê bi we re be!

You might also like