You are on page 1of 6

Kurtvebira II: Birahîm pêxember û baweriya wî Riya Rastdariyê 94

Guhdarên delal!
Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.

Îro em dixwazin bi kurtvebira peyama pêxemberên Xwedê berdewam bikin. Peyama


pêxemberan serhatiyek e, yanî serhatiya plana Xwedê ye. Ev peyam ji me re dibêje ku Xwedê
çi kir, da ku li zarokên Adem ên windabûyî bigire û wan ji gunehên wan rizgar bike. Bi kurtî
peyama pêxemberên Xwedê ev e ku mirovên nerast çawa dikarin li ber Xwedayê rast û
dadperwer rastdar derkevin. Loma bi rastî peyama wan mizgîniyeke pir xweş e.
Dabaşa bernama me ya îro ev e: Mirov bi baweriyê li ber Xwedê rastdar derdikeve.

Wek ku destpêk û dawiya her serhatiyê heye, destpêk û dawiya serhatiya plana Xwedê jî
heye. Di bernama din de me li destpêka vê serhatiyê nêrî û me di Tewratê de dît ku mirovê
pêşî Adem çawa biryara xwe da ku li pey dijminê Xwedê Îblîs biçe. Ev gunehê Adem bû
sedem ku hemû zarokên wî û tevahiya dûndana wî di bin hukumdariya guneh de bên dinyayê
û ji zaroktiya xwe ve di wê riya ku diçe dojehê de herin. Hin mirov hene ku vê yekê qebûl
nakin û dibêjin: «Gunehê Adem derdê wî ye. Ev ne xema me ye! Em ne di bin bandûra
gunehê bavkalê xwe de ne.» Lê belê ew mirovên ku weha dibêjin, Nivîsarên Pêxemberan
înkar dikin, çimkî ew Nivîsar dibêjin: «Guneh bi destê yek mirovî, mirin jî bi destê guneh ket
dinyayê; bi vî awayî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir.»
(Romayî. 5:12)
Gotina pêşiyan rast dibêje; ew dibêje: «Nexweşiya vegir li ser nexweşê pêşî tenê namîne.»
Û dibêje: «Mişkek heft kûpa diherimîne.» Yanî çirûskeke biçûk dikare daristaneke mezin
bişewitîne!
Bi vî awayî gunehê Adem li ba Adem tenê nema, lê di nav me hemûyan de belav bû, bû
wek nexweşiyeke vegir an wek agirekî mezin. Gunehê pêşî ê Adem bû sedem ku ji roja
bûyîna wan ve, di dilê hemû mirovan de hevênê guneh hebe. Bi rastî «Çêlikên maran bê jehr
nabin» û «Çêleka sor nikare çermê xwe biguhêze.»
Xasîtiya Adem ya gunehkar, bû mîrasa me hemûyan. Û qet şik tune ku ev xasîtiya me ya
gunehkar wê bibe sedemê helakbûna me – an nexwe divê ku Xwedê ji me re riyeke xilasiyê

1
peyda bike. Mizgîniya Xwedê ev e ku Xwedê riyek amade kir. Me di Tewratê de xwend ku
eynî roja ku Adem û Hewa guneh kiribûn, Xwedê li gor rehm û kerema xwe ya mezin soz
dabû wan mirovên pêşî. Wî gotibû ku wiyê Xilaskarekî pîroz bişanda vê dinyayê û gotibû ku
ewê ji keçikekê çêbûya. Wiyê xwîna xwe li ser xaçê birijanda û jiyana xwe bikira gorî, da ku
deynê gunehên zarokên Adem bidabûya.

Çaxê ku li gor plana Xwedê wext hat, wî soza xwe anî cih û Xilaskarê sozdayî şand
dinyayê. Ma ew Xilaskarê ku ji ezmên hat, kî bû? Erê, ew Îsa Mesîh ê bêkêmahî û rast bû.
Ji kerema xwe guhê xwe bidin van ayetên Nivîsarên Pîroz. Ew bi me didin zanîn ku di nav
Ademê gunehkar û Mesîh ê ku qet guneh nekir de, çi ferq heye. Mizgîniya Xwedê dibêje:
Çimkî eger mirinê, ji ber neheqiya yek mirovî û bi wî, hukumdarî kiribe, yên ku kerema
Xwedê ya zêde û diyariya rastdariyê distînin, wê bi yekî, yanî bi Îsa Mesîh di jiyanê de çiqas
bêtir hukumdariyê bikin. Îcar ka çawa bi neheqiya yek mirovî, hemû mirov sûcdar derketin,
wusa jî bi karê rastdariyê yê yekî, ji bo hemû mirovan rastdarî û jiyan hat. Û çawa bi
neguhdariya yek mirovî gelek bûn gunehkar, wusa jî bi guhdana yekî gelek wê rastdar bên
derxistin. (Romayî 5:17-19)

Erê, Nivîsarên Pîroz li ser zarokên Adem û li ser wan zarokên Adem ên ku bi saya Îsa
Mesîh bûn zarokên Xwedê, weha dibêje.

Em hemû di sûretê Adem de çêbûne. Lê Xwedê gazî zarokên Adem dike, da ku ew ji nû ve


çêbin, dilekî nû bistînin û êdî di sûretê Adem de nemînin, lê li sûretê Îsa Mesîh bên guhertin
(Korîntî II, 3:18).
Ev yek çawa çêdibe? Bi rastî ev yek bi tenê bi baweriyê çêdibe.
Nivîsarên Pîroz dibêjin: Eger hûn di dilê xwe de bawer bikin ku Îsa Mesîh deynê gunehên
we daye, Xwedê wê jiyaneke nû bide we, yanî hûnê ji nû ve çêbin, ewê dilê we paqij bike û
hêza Ruhê Pîroz wê we vejîne. Bi yekîtiya bi Îsa Mesîh re hûnê bibin afirînekî nû. Êdî hûn ne
ji bo xwe dijîn, lê hûnê ji bo wî yê ku ji bo we mir û rabû, bijîn.

Niha em dixwazin vegerin Tewratê û em bi kurtvebira peyama pêxemberan berdewam


bikin. Pêşî emê bînin ber çavê xwe ku Xwedê piştî Adem û Hewayê çawa plana xwe pêşve
bir. Di bernameyên xwe de me li herdu kurên Adem ên pêşî Qayîn û Habîl nêrî. Habîl ji soz û
emrên Xwedê bawer kir û li hêviya hatina Xilaskar dima. Lê belê dilê Qayîn ji Xwedê dûr bû.

2
Xwedê gazî wî kir ku ew hesabê wî tiştê ku kiriye bide û tobe bike, lê bervajiyê vê, hêrsa
Qayîn rabû, ew çû û birayê xwe yê biçûk kuşt.

Piştî vê serhatiyê me dît ku piraniya mirovan di şopa Qayîn de çûn û bi gunehkirinê


kêfxweş bûn. Loma çaxê ku em tên dema Nûh, em dibînin ku Nivîsarên Pîroz weha dibêjin:
Xudan dît ku xerabiya mirovan li ser erdê gelek e. Her roj hemû nêt û fikrên dilê wan tenê
pîs bûn. (Destpêkirin 6:5)
Me dît ku mebesta Xwedê ew bû ku zarokên Adem bi lehiyekê, yanî bi tofaneke mezin
helak bike. Di wê dema xerab û tarî de bi tenê Nuh ji soz û emrên Xwedê bawer kir. Ji ber vê
yekê Xwedê emir li Nuh kir ku gemiyeke mezin çêke, da ku ji bo mala wî û ji bo gelek
heywanan bibe cihê xilasiyê. 100 salan Xwedê bîhna xwe li gunehkaran fireh kir û di wê
demê de Nuh bi kurên xwe ve gemî çêdikir. Lê belê ji bilî Nuh û mala wî, tu kesî guhê xwe
neda peyva Xwedê û tu kesî tobe nekir.
Xwedê tu caran derewan nake û her car gotina xwe pêk tîne. Wî di dema Nûh de jî tam li
gor gotina xwe kir. Loma di dawiyê de wî hemû mirovên ku nexwestin bikevin gemiyê ji rûyê
erdê xîş kirin. Cihê xilasiyê ji bo wan amade bû, lê wan ew xilasî qebûl nekir û helak bûn.

Piştî vê yekê me dît ku zarokên Nuh li ser erdê zêde dibûn, lê hêdî hêdî wan Peyva Xwedê
ji bîr kir, çimkî ew jî zarokên Adem bûn û ji roja bûyîna wan ve, di dilê wan de hevênê guneh
hebû.
Hingê me li ser birca Babîlê bihîst. Me dît ku mirovan dixwest ku hemû li cihekî bicivin, li
wir bajarekî mezin ava bikin û birceke bilind jî çêkin. Bi vî awayî ew li hember Xwedê rabûn,
çimkî Xwedê emir li wan kiribû, ku ew li tevahiya dinyayê belav bibin.
Loma Xwedê dîwana wan kir, yanî wî zimanê wan tevlihev kir, wusa ku ew ji hev dûr ketin
û li ser rûyê erdê belav bûn.

Piştî serhatiya birca Babîlê me li serhatiya newaze a Birahîm pêxember nêrî. Plana Xwedê
ew bû ku ew zarokên Adem ji hêza guneh xilas bike û bi rastî, di vê planê de cihê Birahîm
gelek girîng bû.
Bavê Birahîm yekî pûtperest bû û Birahîm bi xwe jî wek hemû zarokên Adem yekî
gunehkar bû. Lê belê me dît ku Xwedê li gor plana xwe ya newaze ji Birahîm re xuya bû û jê
re got ku divê ew ji mala bavê xwe û ji welatê xwe derkeve. Mebesta Xwedê ew bû ku ew ji
dûndana Birahîm miletekî mezin rake. Plana Xwedê ew bû ku wê ji wî gelê nû Xilaskarê
pîroz bihata dinyayê. Me li ser van tiştan di Tewratê, di Kitêba Destpêkirinê de xwend. Di

3
deriyê 12’an de, Xwedê weha gazî Birahîm kir û got: «Ji welatê xwe, ji ba gelê xwe û ji mala
bavê xwe derkeve û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim. Ezê te bikim miletekî mezin û ezê te
bereket bikim. Ezê navê te mezin bikim û tê pîroz bî. Yên ku te pîroz bikin, ezê wan pîroz
bikim. Û yên ku nifirê li te bikin, ezê nifirê li wan bikim. Hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te
pîroz bibin.» (Destpêkirin 12:1-3)

Çima Xwedê li Birahîm emir kir ku ji welatê xwe bar bike, here welatekî din? Bersiv ev e:
Daxwaza Xwedê ew bû ku ji dûndana Birahîm miletekî nû rabe. Lê belê çima Xwedê dixwest
ku ji dûndana Birahîm miletekî nû derkeve? Bersiva vê jî ev e: Xwedê dixwest ku ji vî miletî
pêxemberan rake, da ku ew Nivîsarên Pîroz binivîsin. Herweha Xwedê dixwest ku Xilaskar
bişîne dinyayê û li gor plan û daxwaza Xwedê Xilaskar wê ji wî gelê nû bihata.
Loma Xwedê soz da Birahîm û got: «Tê pîroz bî …û hemû eşîrên li ser rûyê erdê wê bi te
pîroz bibin.»

Ma Xwedê li ser soza xwe ma? Ma wî li gor soza xwe ya ku wî dabû Birahîm, kir? Erê,
wî soza xwe anî cih. Çaxê ku Birahîm 100 salî bû û jina wî Sara 90 salî bû, Xwedê li gor soza
xwe kurek da wan. Navê wî Îshaq bû. Îshaq bû bavê Aqûb û Aqûb jî bû bavê diwanzdeh
kuran. Ji wan diwanzdeh kurên Aqûb, diwanzdeh eşîr, yanî gelê Îsraêl derket.
Yên ku bi Nivîsarên Pîroz dizanin, ew qenc dizanin ku bi rastî Xilaskarê mirovan ji gelê
Îsraêl hat, çimkî hem diya wî Meryem û hem jî Ûsiv ê ku jê re bû wek bav, ji dûndana
Birahîm bûn.
Ji ber vê yekê di Încîlê de ayeta pêşî weha dibêje:
Kitêba malbata Îsa Mesîhê kurê Dawid ê kurê Birahîm ev e. (Metta 1:1)
Heçî eslê Îsa Mesîh ê dinyayî yanî yê mirovî ye, ew ji dûndana Birahîm, Îshaq û Aqûb hat.
Lê heçî eslê wî yê ezmanî yanî yê xwedayî ye, ew Kurê Yê Herî Mezin e, ew Peyva Xwedê
ye (Kalimat Allah e) û ji ezmên hat, da ku li ser erdê bibe mirov.

Guhdarên delal, bihêlin ku em vegerin ser serhatiya Birahîm, çimkî pêwist e ku em tiştekî
din bînin bîra xwe. Me dît ku Birahîm wek hemû zarokên Adem ên din gunehkar hat dinyayê.
Lê belê Nivîsarên Pîroz bi me didin zanîn ku îro Birahîm li ezmên di rûmeta Xwedayê pîroz
de ye û wê her û her li wir bimîne!
Îcar pirs ev e: Birahîm, ji bo ku Xwedê li gunehên wî bibihûre, wî rastdar derxe û wî
qebûl bike ezmên, çi kir?

4
Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê çi dibêjin? Ew weha dibêjin: Birahîm ji Xudan bawer kir û wî
ev yek jê re rastdarî hesab kir. (Destpêkirin 15:6)

Birahîm ji Xwedê, ji Xwedê bi xwe bawer kir. Yanî Birahîm ji wan tiştên ku Xwedê jê re
gotibû, bawer kir. Xwedê ev yek jê re rastdarî hesab kir, yanî ew rast derxist.
Guhdarên me yên delal, gelo hûn wek Birahîm ji Peyva Xwedê bawer dikin? Qenc guhê
xwe bidinê. Em napirsin: Ma hûn bawer dikin ku Xwedê heye, an tune? Em napirsin: Ma
Xwedê yek e, an ne yek e? Îblîs jî dizane ku Xwedê heye û Xwedê yek e. Lê belê Xwedê
tiştekî din dixwaze. Ew dixwaze ku tu ji peyvên wî yên li ser riya rastdariyê bawer bikî.
Xwedê ev rê ji bo xilaskirina mirovan vekiriye û ev rê bi baweriyê ve girêdayî ye. Birahîm
bawer kir û wî ji me re got ku çi pêwist e. Birahîm li ser wî çiyayê taybet, wê roja ku wî ji
dêla kurê xwe ve berxek kir gorî çi got? Gelo tê bîra we? Wî got: «Kurê min, Xwedê bi xwe
wê berxê ji bo goriya şewitandinê peyda bike.» (Destpêkirin 22:8)
Û piştî ku wî berx serjê kir û kir gorî, wî navê wî çiyayî kir Yahwê Yîrêh ku tê wergerandin:
«Xudan wê peyda bike.» (Destpêkirin 22:14)
Çima Birahîm ev nav li wî çiyayî kir? Çima wî got: «Xudan wê peyda bike»? Ma Xwedê
hingê peyda nekir? Belê, Xwedê ji bo Birahîm û Îshaq peyda kiribû, lê Birahîm pêxember bû
jî û wî li ser tiştekî din got ku Xwedê wê hê jî bike. Çaxê ku Birahîm got: «Xudan wê peyda
bike», wî li ser rojeke din got. Wê rojê li ser wî çiyayî berxek ji dêla kurê wî hatibû serjêkirin.
Lê wî ji dûr ve rojeke din dît. Di wê roja ku wê bihata de, Xilaskar wê li wir xwîna xwe
birijanda, da ku wî ew hemûyên ku bawerî bi wî bianiyana, ji dîwana Xwedê ya rast û
dadperwer xilas bikirana.

Me di bernameyên xwe de gelek caran di Încîlê de xwend û me dît ku Îsa Mesîh kêm û zêde
2000 salan piştî Birahîm hat vê dinyayê. Me dît ku ew hat, da ku ew vê pêxemberîtiya
Birahîm bîne cih. Erê, derveyî bajarê Orşelîmê, li ser çiyayê ku Birahîm ji dêla kurê xwe ve
berx kiribû gorî, Xilaskar Îsa Mesîh xwîna xwe rijand, da ku zarokên Adem rizgar bike. Erê,
wan Îsa bi bizmaran li xaçê xist, lê beriya ku bimire, wî bi dengekî bilind weha got: «Temam
bû!»
Ji xwe mana temam ev e ku tiştekî kêm nemaye. Çima Îsa got: «Temam bû!» Bi rastî wî
weha got, ji ber ku bi mirina wî ya li ser xaçê, plana Xwedê çû serî û tiştek jê kêm nema.
Xwedê di nav gelek sed salan de bi devê pêxemberên xwe li ser vê plana xilasiyê gotibû û
mirina Îsa Mesîh mana goriya Birahîm a kûr û mana hemû goriyên din jî pêk anî. Ji bo
bexişandina gunehan tiştek nemaye, ku pêwist be bê kirin.

5
Guhdarên delal, gelo hûn bawer dikin ku Îsa Mesîh goriya dawî û bêkêmahî ye? Ma hûn
bawer dikin ku ew ji ezmên hat, da ku bibe berxê Xwedê? Ma baweriya we jî wek ya Birahîm
heye?
Ji kerema xwe guhê xwe bidin van gotinên Kitêba Pîroz. Ew li ser baweriya Birahîm weha
dibêje: Nexwe em li ser Birahîmê ku li gor bedenê bavkalê me ye çi bêjin? Eger Birahîm ji
ber kirinên xwe rastdar derketibe, heqê wî heye ku pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê.
Ma Nivîsara Pîroz çi dibêje? «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat
hesabkirin.»
Ji ber vê yekê baweriya wî «jê re rastdarî hat hesab kirin.» Îcar gotina «jê re rastdarî hat
hesab kirin» ne tenê ji bo Birahîm hat nivîsîn, lê belê ji bo me jî hatiye nivîsîn. Ji me re jî
bawerî wê rastdarî bê hesabkirin, em ên ku baweriyê bi wî yê ku Xudanê me Îsa ji nav
miriyan rakir, tînin. Îsa di ber neheqiyên me de teslîmî mirinê hat kirin û ji bo rastderxistina
me rabû. (Romayî 4:1-3; 22-25)
Amîn!

Gelek spas ku we qenc guhdariya vê bernama girîng kir. Em bi hêvî ne ku hûn di bernama
ku bê de jî bi me re bin. Xwedê hez bike emê hingê bi kurtvebira peyama pêxemberên Xwedê
berdewam bikin. Emê li pêxemberekî din binêrin, çimkî ew jî ji bo amadekirina hatina
Xilaskarê dinyayê hatibû hilbijartin. Navê wî pêxemberî Mûsa ye.

Bila Xwedê dil û hişê we veke, da ku hûn van gotinên Nivîsarên Pîroz qenc û bi zelalî fêm
bikin. Ew weha dibêjin:

«Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin.» (Romayî 4:3)

You might also like