You are on page 1of 6

Kurtvebira III: Mûsa pêxember û Şerîeta Xwedê Riya Rastdariyê 95

Guhdarên delal!
Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro jî li ser Riya Rastdariyê ji we re bipeyivin

Îro em dixwazin bi kurtvebira peyama pêxemberan berdewam bikin, yanî emê careke din li
Mizgîniya Xwedê binêrin, çimkî ew nîşanî me dike ku mirov çawa dikarin li ber Xwedê
rastdar derkevin. Em hê li Tewratê dinêrin. Wek ku hûn dizanin, Xwedê kitêba Tewratê bi
destê Mûsa pêxember da nivîsandin. Me di gelek dersên beriya niha de dît ku Tewrat ji bo
hemû mirovên ku dixwazin rastiyê bizanin, gelek girîng e. Xwedê di Tewratê de bingehê
peyama xwe danî, da ku em bikarin hemû hîndariyên din bi rastiya Tewratê re rû bi rû bikin û
bizanin ka ew rast in û ji Xwedê ne, an ne ji Xwedê ne.

Di destpêka Tewratê de me dît ku bavkalê me Adem çawa guneh kir. Sûc û gunehê wî ji wî
derbasî hemû dûndana wî bû û bû wek nexweşiyeke vegir. Wek ku Xwedê ji pêşî ve gotibû,
guneh gelek êş, girîn, mirin û helakbûna herheyî anî ser mirovan. Lê belê şikir ji Xwedê re,
Nivîsarên Pîroz dibêjin: Li dera ku guneh lê zêde bûye, kerem[a Xwedê] hê bêtir zêde bûye.
(Romayî 5:20)
Erê, rast e, çimkî hê di wê roja ku gunehê pêşî hat kirin de, Xwedê li gor dilovanî û
hezkirina xwe da zanîn ku rojekê ewê Xilaskarekî bişîne vê dinyayê, da ku ew zarokên Adem
ji nefret û nifira ku guneh aniye ser mirovan, rizgar bike.

Di dersa me ya din de me dît ku Xwedê gazî Birahîm kir. Xwedê soz da wî ku dûndana wî
wê bibe miletekî mezin. Ji wî gelî hemû pêxember wê rabûna û Xilaskar jî wê ji wî gelî
bihata. Îcar Birahîm bû bavê Îshaq, Îshaq bû bavê Aqûb û Aqûb bû bavê diwanzdeh kuran û ji
wan kurên wî diwanzdeh eşîrên gelê Îsraêl rabûn.

Niha em dixwazin bi kurtvebira xwe berdewam bikin, da ku em bibînin ka Xwedê çawa bi


mînaka dûndana Birahîm hînî mirovan kir ku ew bizanin Xwedê çawa ye û divê ew çawa ji
xwe re riya xilasiyê hilbijêrin, da ku ew ji dîwana Xwedê ya rastîn xilas bibin.
Loma dabaşa me ya îro Şerîeta Xwedê ya pîroz e.

1
Di xwendina xwe ya Tewratê de me dît ku Xwedê hişt ku gelê Îsraêl li Misrê çar sed salan
bikeve bin koletiyê. Xwedê ev yek ji pêşî ve ji Birahîm re gotibû û tam wusa jî derket. Lê
gava ku wextê Xwedê hat, wî Mûsa şand ba gelê Îsraêl. Mûsa bi xwe ji gelê Îsraêl bû û di
qesra padîşahê Misrê Firewnê xerab de mezin bûbû.

Xwedê Mûsa şand ba Firewn, da ku jê re bêje: Xudan Xwedê dibêje: Bihêle ku gelê min
derkeve û biperizin min. Lê Firewn tinazên xwe bi wan kir û got: Ev Xudan kî ye? Ez tu
caran nahêlim ku gelê Îsraêl ji Misrê derkeve!
Li ser vê yekê Xwedê hêz û rûmeta xwe bi Firewn û bi gelê Misrê da zanîn: Neh belayên
pir xerab hatin ser xelkê welêt, lê gelê Îsraêl tu ziyan nedît. Firewn ew hemû nîşan û
kerametên Xwedê dîtin, lê dîsa jî wî tobe nekir û li gor gotinên Mûsa nekir.
Îcar Xwedê ji Mûsa re got: Ezê hê belayeke din bînim serê Firewn û miletê wî. Piştî vê
belayê, ewê bihêle ku hûn herin!
Ma tê bîra we ku ew bela çi bû? Erê, ew kuştina hemû nixuriyan bû.

Yanî me dît ku Xwedê hem nixuriyê mala Firewn û hem jî nixuriyên hemû malên Misriyan
kuştin. Lê belê nixuriyên gelê Îsraêl hatin parastin, çimkî wan li gor emrê Xwedê xwîna
berxan li serderiyên malên xwe dabûn. Xwedê bi xwe gotibû: Ew xwîna li ser xaniyên ku hûn
tê de ne, wê ji we re bibe nîşan; çaxê ez xwînê bibînim, ezê di ser we re derbas bibim û çaxê
ez ji bo helakkirinê li welatê Misrê bixim, bela wê di nav we de nebe. (Derketin 12:13)

Îcar ji ber xwîna berxan Xwedê di ser xaniyên gelê Îsraêl re derbas bûbû û nixuriyên wan
nekuştibûn. Bi vî awayî Xwedê gelê Îsraêl ji destê Firewn rizgar kir.

Wek ku me dît, mana hê kûrtir a vê serhatiyê heye. Erê, gelê Îsraêl ji hukumdarî û zordariya
Firewn xilas bû, lê belê Nivîsarên Pîroz dibêjin: Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo
ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn. (Korîntî I, 10:11)
Serhatiya xwîna berxan a ku Îsraêliyan li serdera deriyên xwe dan, da ku Xwedê nixuriyên
wan ji mirinê biparêze û ji Firewn rizgar bike, mînakek e, yanî mînaka riya xilasiyê ye.
Xwedê ev rê peyda kir, da ku bi vê riya xilasiyê gunehkar ji destê Îblîs xilas bibin, çimkî bi
rastî Îblîs zordarekî ku hezar caran ji Firewn xerabtir e.

Peyva Xwedê ji me re diyar dike ku hemû zarokên Adem xulam in û ketine bin koletiyê.
Belkî hin ji we dibêjin: «Erê, em xulamên Xwedê ne!»
Lê belê ev gotin bi peyva Îsa Mesîh re li hev nagire. Îsa Mesîh di Încîlê de weha got:

2
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e.
(Yûhenna 8:34)
Madem ku wusa ye, yanî madem ku hemû zarokên Adem xulamên guneh in, ew hemû
xulamên Îblîs in jî, çimkî mîrê guneh yanî serkaniya guneh Îblîs e. Û bi rastî, yê ku xulamê
guneh û Îblîs be, qet nikare xwe ji destê wan xilas bike. Ma xulam çawa dikare xwe ji
xulamtiyê rizgar bike? Ma kole wê çi bide mîrê xwe ku azad bibe û bê berdan? Ma mîr wê
destûra wî bide? Erê, belkî mîrekî rast û qenc wê xulamekî qenc berde, lê belê Îblîs ne mîrekî
rast û qenc e!
Îblîs jî wek Firewn, tu caran bi dilxwazî qebûl nake ku yek ji xulamên wî azad bibe. Nexêr,
ew tu caran qebûl nake! Wey li me, erê, wey li me hemû zarokên Adem çimkî bi rastî em
ketine bin nifireke dijwar. Îblîs em kirine xulamên xwe. Ma yek heye ku bikare me ji hêz û
desthilatiya Îblîs rizgar bike?
Erê, şikir ji Xwedê re, Xilaskar heye! Xwedê Rizgarkar şand vê dinyayê û hêza wî heye ku
me hemûyan azad bike. Ew Xilaskarê rast û hêzdar Îsa Mesîh e; ew ji ezmên hat dinyayê û
hemû pêxember şahidên wî ne.

Me di Tewratê de xwend, Xwedê soz dabû ku rojekê Xilaskarê pîroz ê ku wê ji keçekê


çêbûya, wê serê Îblîs biperçiqanda. Herweha me di Kitêba Zebûran de bihîst ku Dawid
pêxember çi got. Wî got: Xwedê wê ji wî Xilaskarî re bêje Kurê min; wî got ku ew Xilaskar
wê bi awayekî pir dijwar bê kuştin, wê cefayê bikişîne û dest û lingên wî wê bên qulkirin. Di
Încîlê de me li ser vî Xilaskarê newaze gelek tişt xwendin.
Ew Îsa ye, kurê Meryemê ye; jiyana wî pîroz û paqij bû û di dawiyê de ew di ber gunehên
me de li ser xaçekê mir û piştî sê rojan ji nav miriyan rabû û ji gorê derket.
Erê, Îsa Mesîh ev hemû gotinên pêxemberên Xwedê anîn cih. Xilaskarê gunehkaran ê ku
pêxemberan li ser wî nivîsandibû, bi rastî ew bi xwe bû.

Peyva Xwedê ji Îsa Mesîh re dibêje: Berxê Xwedê. Wek berxên ku di roja Cejna
Derbasbûnê de hatin serjêkirin, Îsa xwîna xwe rijand, da ku me ji dîwana Roja Dawî xilas
bike. Kêm û zêde 1500 salan piştî ku Xwedê gelê Îsraêl bi saya xwîna berxan di Cejna
Derbasbûnê ya pêşî de xilas kir, Xwedê destûr da zarokên Adem ku Mesîhê rastdar Îsa, bi
bizmaran li xaçekê bixin.
Erê, Îsa Mesîh di roja Cejna Derbasbûnê de hat xaçkirin. Îcar tam wek ku Îsa mana goriya
Birahîm yanî mana Cejna Qurbanê (Kurban Bayramı) anî cih, wî mana berxê Cejna
Derbasbûnê jî anî cih.

3
Ew mirovên ku hingê Îsa xaç kirin, ev yek bi nezanî kirin (Karên Şandiyan 3:17), lê belê ew
yeka ku Mesîh wê bibûya gorî ji destpêkê ve, di plana Xwedê de tiştê herî girîng bû.

Îsa ji bo gunehan goriya dawî û bêkêmahî ye. Îsa Mesîh bi rijandina xwîna xwe, tevahiya
deynê gunehan da. Loma tiştek nemaye ku ji xîşkirina gunehan re bibe asteng û bi vî awayî
zarokên Adem dikarin ji hukumdariya guneh xilas bibin. Nivîsarên Pîroz vê yekê weha şîrove
dikin:
Çimkî berxê me yê Cejna Derbasbûnê Mesîh hatiye gorîkirin. (Korîntî I, 5:7)
Ji ber ku hê em qels bûn, Mesîh di dema kifşkirî de ji bo nepakan mir. Kêm caran yek ji bo
mirovekî rast dimire. Ji bo mirovekî qenc belkî yek mirinê bide ber çavê xwe, lê belê Xwedê
hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.
(Romayî 5:6-8)

Em niha serhatiya Cejna Derbasbûnê dihêlin û em dixwazin bînin bîra xwe ka em li ser
Şerîeta Pîroz a ku Xwedê dabû gelê Îsraêl, çi hîn bûne.
Me di Tewratê de dît ku Xwedê çawa rûmet û pîroziya xwe ji Mûsa pêxember û ji gelê
Îsraêl re eşkere kir. Çaxê ku ew di çolê de bûn, Xwedê di nav êgir û xurexura ewran de daket
ser serê çiyayê Sînayê û Deh Emrên Mezin û gelek qanûnên din dan gelê xwe. Ji wan hemû
emir û qanûn re Şerîeta Mûsa tê gotin. Xwedê emir li Îsraêliyan kir û got:
«Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez
bike:
Li pêşberî min divê tu xwedayên te yên din nebin! Ji xwe re qet pûtekî çêneke!
Navê Xudan Xwedayê xwe badîhewa neyne ser devê xwe! Divê roja Şemiyê li bîra te be,
da ku ew ji te re veqetayî û pîroz be!
Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike:
Qedrê dê û bavê xwe bigire! Kuştinahiyê neke! Zînayê neke! Diziyê neke! Li hember cîranê
xwe şahidiya derewîn neke! Çavê xwe neavêje mal û milkê cîranê xwe!»
Xwedê li ser van hemû emran ev peyv bi ser de zêde kirin û got: «Kî ku tevahiya Şerîetê
pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.» (Aqûb 2:10)
«Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê
de ye.» (Galatî 3:10)
De vêca niha me bihîst ku Şerîeta Xwedê çi ji zarokên Adem re dibêje.

Guhdarên delal, ma we fêm kir ku Xwedê dixwaze her yek ji me ji roja bûyîna xwe û
heta bi roja mirina xwe, vê Şerîeta pîroz bi awayekî bê kêmahî pêk bîne? Yanî Xwedê

4
dixwaze ku em di tevahiya jiyana xwe de di fikrên xwe de, di gotinên xwe de û di kirinên
xwe de bêqusûr bin.
Her roj û her saet divê ku em bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe ji
Xudan Xwedayê xwe hez bikin. Herweha divê wek ku tu ji xwe hez dikî, tu ji cîranê xwe jî
hez bikî.
Ma we ev Şerîeta pîroz pêk aniye? Eger em bi wijdan bin, ez û tu, em herdu dizanin ku me
ev Şerîet pêk neaniye. Nivîsarên Pîroz vê yekê erê dikin û dibêjin:
Tu kesê rast tune, tenê yek jî tune. (Romayî 3:10)
Eger em bêjin: «Gunehê me tune», em xwe dixapînin û rastî bi me re tune. (Yûhenna I, 1:8)
Tu kesî ji me tu caran her tiştê ku Xwedê dixwaze pêk neaniya, çimkî di dilê me hemûyan
de ji roja bûyîna me ve hevênê guneh heye.

Belkî hin hene ku dibêjin: Madem ku wusa ye û tu kes nikare Şerîeta Mûsa pêk bîne, ma
çima Xwedê ev emir dan me? Ma Xwedê dixwaze ku hemû helak bibin? Nexêr, Xwedê
hezkirin e û naxwaze ku kesek helak bibe! Îcar Xwedê çima emrên xwe yên pîroz dan
gunehkaran? Ji xwe wî dizanibû ku tu kes nikare wan pêk bîne! Madem ku wusa ye, nexwe
armanc yanî mebesta Şerîetê çi ye?
Xwedê bersiva vê pirsê di Nivîsarên Pîroz de daye. Wî got:
«Bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Ji ber ku bi Şerîetê guneh tê
zanîn. (Romayî 3:20)
Yanî bi Şerîetê em dizanin guneh çi ye û em dibînin ku Xwedê emrên xwe yên pîroz spartin
gunehkaran, da ku ji me re guneh û qusûrên me kifş bike. Xwedê dixwaze ku em vê rastiya
girîng fêm bikin: Em hemû hewcedarê Îsa Mesîh in. Çimkî wî ew nifira ku guneh anî ser me,
ji ser me rakir, hilda ser xwe. Di nav hemûyên ku li ser rûyê erdê çêbûn de, bi tenê Îsa Mesîh
hemû emrên Xwedê bêkêmahî pêk anîn. Wî Şerîeta Mûsa temam kir û ew bir serî.
Me dît ku di nav Îsa Mesîh û hemû zarokên Adem de ferqek mezin heye, çimkî xasîtiya
Mesîh ji guneh bêrî bû. Îsa Mesîh Peyva Xwedê ya herheyî ye; ew ji ezmên hat vê dinyayê, ji
keçikekê çêbû û bedena mirovan stand. Ew bû mirov, lê ew nebû gunehkar. Loma, çaxê ku ew
li ser dinyayê bû, wî weha got: «Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê
rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. (Metta 5:17)
Ma we bihîst ku Îsa çi got? Wî rastiyeke kûr û newaze da zanîn. Wî got: Ez hatime, da ku ez
Şerîeta ku Xwedê spartibû Mûsa, temam bikim. Gelo hûn fêm dikin ku mana wê çi ye?
Tiştê ku zarokên Adem, yanî me tu caran nikaribû ku em bikin, wî bi xwe ji bo me kir. Wî
Şerîeta Xwedê ya pîroz temam kir, ew pêk anî û piştre wî xwîna xwe li ser xaçê rijand, da ku

5
nifira Şerîetê nekeve ser me, lê bikeve ser wî û ew me ji dîwana Xwedê ya dadperwer xilas
bike.

Tu sedem nebû ku Îsa Mesîh bimira, çimkî wî tu caran tu guneh nekiribû. Lê belê Îsa
dixwest ku plana Xwedê ya xilasiyê pêk bîne û ji ber vê yekê wî jiyana xwe di ber me de da.
Me dît ku Xwedê bi devê pêxemberan soz dabû ku riya xilasiyê wê vebûya û weha çêbû. Piştî
ku Îsa Mesîh xwîna xwe rijand, yanî deynê gunehên me da, Xwedê ew di roja sisiyan de ji
nav miriyan rakir. Ji kerema xwe guhê xwe bidinê ku Nivîsarên Pîroz li ser vê yekê çi dibêjin.
Ew dibêjin: Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.
Çimkî ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî
Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh
di nefsa mirov de sûcdar derxist. (Romayî 8:1.2.3)

Guhdarên delal, ma hûn hêviya xwe bi çi ve girê didin? Ma hêviya we Mizgîniya Xwedê
ye? Ma bi rastî hûn hêviya xwe bi Xilaskarê rastdar ve girê didin ê ku cezayê gunehên we
kişand? An hûn hê jî hêvî dikin ku xêr û kirinên we yên qenc wê Xwedê razî bikin ku hûn ji
dîwana wî ya dadperwer xilas bibin?
Ji kerema xwe ji bîr nekin ku Peyva Xwedê weha dibêje: Hemû yên ku pişta xwe bi kirina
Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku weha hatiye nivîsîn: «Her kesê ku di hemû
tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.» Lê belê Mesîh,
em bi berdêl ji nifira Şerîetê kirrîn û rizgar kirin. Ew ji bo me ket bin nifirê, da her kesê ku
baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.» (Galatî 3:10.13; Yûhenna 3:16)

Gelek spas ku we qenc guhdariya van tiştên girîng kir.


Di bernama ku bê de Xwedê hez bike emê careke din bi kurtvebira xwe berdewam bikin û
emê bibînin ku Îsa Mesîh her tiştê ku pêxemberan li ser wî digot, anî cih. Bi vê yekê bi rastî
wî deriyê xilasiyê vekir û ji zarokên Adem re aştî anî.

Bila Xwedê hiş û dilê we veke, da ku hûn dersên bernama îro qenc fêm bikin. Û Xwedê
wusa bike ku ew soza Mizgîniya Xwedê di bîra we de bimîne; ew soz ev e:

Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.


(Romayî 8:1)

You might also like