Professional Documents
Culture Documents
Riya Rastdariyê 100 - Tu Dizanî Îsa Mesîh Kî Ye? (II)
Riya Rastdariyê 100 - Tu Dizanî Îsa Mesîh Kî Ye? (II)
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê bi we re be!
Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Em gelek dilgeş in ku em dikarin îro dîsa bên ser dabaşa Riya Rastdariyê.
Îro emê bi dabaşa xwe ya ji bernama din berdewam bikin. Cara din me dest pê kir, em li ser
pirsa «Hûn li ser Îsa Mesîh çi difikirin?» peyivîn. Ev pirs gelek girîng e, çimkî bi bersîva vê
pirsê ve ev yek girêdayî ye, ka emê piştî mirinê her û her li ku derê bin.
Di bernama din de me pirs kir, got ka hûn li ser bûyîna Îsa Mesîh ya newaze, li ser
şexsiyeta wî ya pîroz, li ser karên wî yên mezin û nedîtî, li ser hêza wî û li ser nav û
payenavên wî yên hêjabilind çi difikirin.
Îro pênc pirsên din ên girîng û manedar hene ku em dixwazin li wan binêrin.
Pirsa pêşî ev e:
7) Hûn li ser serfiraziya wî ya li ser mirinê çi difikirin? Yanî hûn li ser rabûna wî ya ji
nav miriyan çi dibêjin?
Îsa mir û hat veşartin. Dijminên wî her tişt kirin, ku ew di gorê de bimîne. Wan kevirekî
mezin gêr kir ber devê gorê. Wan kevir mor kir û li hawirdora gorê nobedarên çekdar danîn.
Bê şik mirovan her tişt dikirin, ku ew di gorê de bimîne. Lê belê ew kirinên wan ji Îsa re
nebûn asteng. Bi rastî ew di roja sisiyan de ji nav miriyan rabû û xwe nîşanî şagirtên xwe da;
piştre ew carekê ji zêdeyî pênc sed kesî re xuya bû.
Piştî rabûna wî, van mirovan ew dît, destê xwe li wî dan û bi wî re xwarin.
Wî birînên destên xwe, yên lingên xwe û tenişta xwe nîşanî wan dan.
Ew rabû çawa ku wî gotibû ku ezê rabim. Xwedê Îsa ji nav miriyan rakir û bi vê yekê nîşanî
hemû dinyayê da ku wî mirina Îsa ya li ser xaçê qebûl kiriye. Îsa xebata xwe pêk anî; ew bû
goriya bêqusûr û goriya herî dawî ya ku deynê gunehan dide.
Mirin dijminekî pir mezin e. Bav û kalên me mirin. Pêxember jî mirin û termên wan di gorê
de mirî man. Rojekê em jî, emê bimirin. Lê belê şikir ji Xwedê re, ku Îsa Mesîh mirin bindest
kiriye. Ew îro dijî. Ew Xilaskar e û sax e û dikare wan hemûyan xilas bike yên ku bi navê wî
tên ba Xwedê; çimkî ew dijî û ji bo wan ên ku baweriya xwe bi wî tînin, mehderê, yanî
2
şefaetê dike. Ma pêxemberekî din heye ku piştî mirina xwe îro sax be? Nexêr, tu kes tune.
Mesîh yê bi tenê ye ku ji mirinê rabû û mirin bindest kir.
Ew dijî û îro sax e; loma ew mirovên ku baweriya xwe bi wî tînin, ji mirinê natirsin. Ji bo
wan, mana mirinê ew e ku ewê herin ba Xudanê xwe yê ezmanî.
Erê, Îsa bêhember e û bi tu kesî re nayê hemberkirin. Tu kes wek wî, ne li erdê heye û ne jî
li ezmên. Hûn li ser serfiraziya wî ya li ser mirinê çi dibêjin?
Pirseke me ya din ev e:
3
Xwedê bi rakirina wî ev yek bi zelalî da fêmkirin. Qet şik tune. Ewê vegere. Çavên hemûyan
wê wî bibînin. Her çok wê li ber wî bitewe. Her ziman wê eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh
Xudan e.
Wek ku me dît, Îsa Mesîh bê hember e û tu kes wek wî tune. Ew di bûyîna xwe de, di
qerektêrê xwe de, di jiyana xwe ya bê leke de, di hînkirina xwe de, di kirinên xwe yên mezin
de, di nav û payenavên xwe de, di hêz û karîna xwe de, di cefa û mirina xwe de, di rabûna
xwe ya ji nav miriyan de, di hilkişîna xwe ya ezmên de û di hatina xwe ya diduyan de yek e û
bê hember e. Tu kes wek wî tune ku bikare dilê zarokên Adem biguhere. Ew îro sax e. Ew li
ba wan e, yên ku baweriya xwe bi wî tînin. Ewê di nêzîk de vegere. Kesek wek wî ne li erdê
heye û ne jî li ezmanan. Ji ber vê yekê ew dixwaze ku di jiyana te de bibe Padîşah û Serdar.
Îsa Mesîh dixwaze Xilaskar û Xudanê te be. Loma wî li ser xaçê jiyana xwe da û ji nav
miriyan rabû. Hêza wî heye ku gunehên te xîş bike û jiyaneke nû bide te. Ew dikare dilê te
bişo û paqij bike û bi saya hêza Ruhê Pîroz dilê te nûvejen bike. Ew dixwaze têkiliyeke nû û
newaze di nav te û Xwedê de çêke. Lê belê divê ku tu hêviya xwe bi wî û bi goriya wî ve girê
bidî û baweriya xwe bi wî bînî.
Heyf û mixabin gelek hene ku dibêjin: «Bi rastî Îsa Mesîh pêxemberekî mezin e», lê belê
wan tu caran ew Xilaskarê xwe û Xudanê xwe qebûl nekiriye.
4
Dostên delal, tiştekî bêkêr e ku mirov bêje: «Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh pêxemberekî
mezin e». Divê ku tu Peyva Xwedê qebûl bikî. Xwedê dibêje: «Îsa Mesîh Xudanê hemûyan
e» û dibêje: «Îsa Mesîh li ser xaçê di ber te û di ber gunehên te de mir.» Em hemû zarokên
Adem in û pirsgirêka me ya mezin heye: Pirsgirêk guneh e. Xwedê li gor rehm û kerema xwe
ya mezin ev pirsgirêka guneh çareser kir, lê belê divê ku em çareseriya wî qebûl bikin.
Mesele em dibêjin ez nexweş im. Ez diçim ba doktor û ew dermannameyê dide min ku
dermanekî taybetî ji min re lazim e. Îcar ez diçim dermanxanê û vî dermanî dikirrim. Hingê ez
vedigerim mal, ez dermanê xwe datînim ser masê û ez li dermên dinêrim û derman jî li min
dinêre. Ma ezê bi vê yekê sax bibim? Nexêr. Eger ez bixwazim sax bibim, divê ez vî dermanî
bixim destê xwe û wî li gor dermannameyê daqurtînim.
Dermanê ku Xwedê pêşkêşî me dike, da ku em ji gunehên xwe xilas bibin, gorîbûna Îsa
Mesîh e û xwîna wî ye, ya ku wî li ser xaçê rijand.
Belkî hin mirov hene dipirsin: «Ma emê çawa wî dermanê Xwedê yê ku ji bo gunehên me
ye, bistînin û daqurtînin?»
Bi rastî, ev yek ne tiştekî giran û zehmet e. Ji Xwedê re bi eşkereyî bêje: «Ya Xwedê, ez
yekî gunehkar im.» Jê re bêje: «Karên min ên qenc jî li ber te wek cilekî qirêjî ne û qet tiştek
ji destê min nayê ku ez xwe ji dîwana te ya rast xilas bikim.»
Di dilê xwe de bawer bike ku Îsa Mesîh cezayê gunehên te hildane ser xwe. Îsa Mesîh
deynê gunehên te tam temam daye. Wî di ber gunehên te de xwe kiriye gorî û Xwedê ev gorî
qebûl kiriye û êdî ji bo te dîwankirin nemaye.
Eger tu ji dil û can bawer bikî ku Mesîh mir û ji nav miriyan rabû, da ku gunehên te
bibexşîne û te xilas bike, hingê Xwedê wê gunehên te bibexşîne, wê cilên rastdariya Mesîh li
te bike, wê Ruhê xwe yê pîroz bixe dilê te û wê desthilatiyê bide te ku tu her û her di nav
rûmeta wî û di Padîşahiya wî de bijî. Şikir ji Xwedê re, eger tu bawer bikî, tu dikarî îro li ber
Xwedê rastdar derkevî!
Guhdarên delal, gelo we dermanê Xwedê, yanî ew çareseriya ku wî pêk aniye, qebûl kiriye?
Ew dikare we ji nexweşiya gunehan sax bike û ji agirê herheyî yê dojehê xilas bike. Lê belê
yê ku dermanê Xwedê kêm bibîne, bila bizane ku dermanekî din tune ku bikare mirov ji
nexweşiya gunehên wî qenc bike. Qet tu dermanê din tune! Xwedê riyeke din amade nekiriye
ku gunehkar pê paqij bibin û li ber Xwedê rastdar bibin. Riyeke din tune ku mirovan di wê re
here bihiştê, yanî here Padîşahiya Xwedê.
Ji kerema xwe qenc guhê xwe bidin Nivîsarên Pîroz. Ew li ser riya rastdariyê ya ku Xwedê
ji bo gunehkaran amade kiriye, weha dibêjin:
5
Çimkî bi kirina Şerîetê tu kes li ber Xwedê rastdar dernakeve. Lê niha, bêyî şerîetê,
rastdariya Xwedê eşkere bû û Şerîet û Nivîsarên Pêxemberan jî jê re şahidiyê dikin. Ev
rastdariya ji Xwedê ya ku bi bawerkirina bi Îsa Mesîh e, ji bo wan hemûyan e ku bawer
dikin. Çimkî tu cihêtî tune: Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man. Ew bi kerema
wî, bi rizgariya ku bi Mesîh Îsa hatiye, bê berdêl rastdar derdikevin. Îcar pesindan li ku derê
ma? Ew li derve ma. Bi çi qanûnê? Ma bi kirina Şerîetê? Na, lê belê bi qanûna baweriyê. ...
Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. Ev ne ji
kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede. (Romayî 3:20-24.27; Efesî 2:8-9)
Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji
nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî. ... Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»
(Romayî 10:9.13)
Dostê delal, gelo te gazî navê Xudan kiriye? Ma te diyariya Xwedê, yanî xilasiya canê xwe
ji destê wî standiye? An tu hê dixebitî ku tu xwe bi xêr û kirinên xwe xilas bikî? Em ji te hêvî
dikin ku tu Riya Rastdariyê ya ku Xwedê ji bo xilaskirina me hemûyan amade kiriye, red
nekî. Xwedê dilê te dizane. Li ber wî qebûl bike ku tu gunehkar î û te emrên wî yên pîroz
şkênandine. Jê re bêje: «Ya Xwedayê min, eger ne bi kerema te be, ez dizanim heqê min ew e
ku tu dîwana min bikî, lê tu rehmê li min bike.» Hingê şikir jê re bike ku wî Xilaskarê pîroz û
bêguneh şand. Wî Xilaskarî bi dilxwazî di ber te de cefa kişand û cezayê te yê herheyî kişand
û tu ji wî cezayî xilas kirî. Ew bi serfirazî ji nav miriyan rabû û ji gorê derket!
Ew niha li ezmanan li milê Xwedê yê rastê rûniştî ye û ji bo her kesê ku baweriyê bi wî
bîne, mehderê dike.
Dostê delal, divê ku tu bi Riya Rastdariyê ya ku Xwedê amade kiriye herî ba wî – an na, tu
qet nikarî nêzîkî wî bibî. Xwedayê dilbirehm û dilovan gazî te dike û te vedixwîne ba xwe. Îro
were, gazîkirina wî qebûl bike û xilas bibe.
Eger te baweriya xwe bi wî yê ku hemû pêxemberan li ser şahidî kiriye anîbe, ji kerema
xwe ji me re binivîse û bi me bide zanîn, da ku em jî bi te re şa bibin.
Di lêkolîna me de, ev bernameya 100’an e. Me hûr û kûr li Nivîsarên Pîroz nêrî û em spas
dikin ku hûn di vê yekê de bi me re bûn. Em niha dixwazin bi van gotinên duayekê xatiran ji
we bixwazin. Ew dua di Peyva Xwedê de nivîsî ye û dibêje:
Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we
derxe ber rûmeta xwe; bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa
Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn. (Cihûda 1:24.25)