Professional Documents
Culture Documents
Riya Rastdariyê 99 - Tu Dizanî Îsa Mesîh Kî Ye? (I)
Riya Rastdariyê 99 - Tu Dizanî Îsa Mesîh Kî Ye? (I)
I Riya Rastdariyê 99
Guhdarên delal!
Silameta Xwedê bi we re be!
Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin.
Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike.
Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn.
Di xwendina xwe ya Încîlê de me dît ku Îsa ji xelkê pirs kir û got: «Hûn li ser Mesîh çi
difikirin? Ew kurê kê ye?» (Metta 22:42)
Bi rastî, di jiyana me de pirsa herî girîng ev e û divê em bersîva vê pirsê bidin. Her tişt û
rewşa we ya di dinya din de bi vê bersîvê ve girêdayî ye. Îsa Mesîh wê zû vegere û wek ku wî
ji xelkê wê demê pirsî, ewê ji we jî bipirse, bêje: «Hûn li ser min çi difikirin?»
1
Meryema keçik çêbû. Ew bi hêza Xwedê çêbû. Berî ku ew çêbe bi heft sed salan, Îşaya
pêxember gotibû ku ewê çawa çêbe. Wî li ser vê yekê ev pêxemberîtî nivîsî: «Va ye, keçik
wê bizaro bibe û wê kurekî bîne û wê navê wî Îmanûêl deyne.» «Îmanûêl» peyveke Îbranî ye
û mana wê ev e: «Xwedê bi me re ye». (Îşaya 7:14; Metta 1:23)
Xwedê bavê me Adem ji axa erdê çêkir; em hemû û pêxember jî, em tev ji Adem çêbûne.
Em ji axê hatine û em dinyayî ne. Lê belê Xudan Îsa ji ezmên hat xwar. Em hemû ji dinyayê
ne û ji ber gunehê xwe, em hemû murdar in. Lê belê Îsa wek berf û barana ku ji ezmên tê, bê
kêmahî û paqij e. Em di Încîlê de dixwînin ku «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran
xilas bike.» (Tîmotêyos I, 1:15). Berî ku Îsa bê xwar, ew bi Xwedê re bû, çimkî ew Peyva
Xwedê ye. Wî bi xwe biryara (qirara) xwe da, ku bedena mirovan bistîne û bê vê dinyayê, da
ku me xilas bike. Ew ji ezmên hat ser rûyê vê erdê.
Carekê du zilam ketibûn çaleke kûr. Yekî ji yê din re got: «Min ji vê herriya pîs xilas bike!»
Yê din lê vegerand û got: «Xeşîmo, ezê çawa bikarim te xilas bikim? Ez bi xwe jî wek te di
eynî pîsîtiyê de me.»
Herdu jî di çalê de bûn û yekî nikaribû alîkariya yê din bikira. Wî çaxî werîsek ji jor hat û
dengek jî hat û got: «Xwe bi wêrîs bigirin!»
Tenê yekî ku neketibû çalê dikaribû alîkariya wan bike. Ew alîkariya ku bi destê yekî din ji
jor hatibû şandin, dikaribû ew xilas bikirana.
Pêxemberê herî qenc jî nikaribû me ji çala gunehan xilas bike, çimkî ew hemû jî gunehkar
bûn. Lê belê Îsa ji xasîtiya mirovan a bi guneh bêrî bû. Ew ji jor hat û ji keçikekê çêbû.
Herweha me dît ku Xwedê milyaket şandin û stêrekî mezin xist ezmên, da ku mizgîniya
bûyîna Mesihê pîroz, yanî mizgîniya welidandina Xilaskarê dinyayê bidin. Ev bûyer çiqas
mezin û newaze bû! Mesîh di bûyîna xwe de bê hember e, çimkî tu kes tu caran wek wî
nehatiye dinyayê. Em nikarin wî bi mirovekî din re deynin ber hev. Lê belê mezinahiya Îsa
Mesîh ne bi tenê di bûyîna wî de kifş dibe. Îsa Mesîh di şexsiyeta xwe de jî bê hember e.
Loma pirsa me ya diduyan ev e:
2
carekê jî tu nabînî ku Îsa bexşandina gunehan xwestiye. Bexşandin jê re ne lazim bû, çimkî wî
tu caran tu guneh nekir.
Hem şagirtên wî û hem jî dijminên wî qebûl kirin ku tu guneh li ba wî nehat dîtin. Dostên
delal, tu kesî din tune ku bê guneh be. Îsa Mesîh ji pêxemberan meztir e. Ew Peyva Xwedê ye
û ew ji ezmên hat dinyayê. Erê, Îsa di şexsiyeta xwe de tenê ye û bêhember e. Lê belê hê
tiştekî din heye ku divê em fêm bikin: Îsa di peyvên xwe de jî bêhember e.
Qenc li ser van gotinên Mesîh bifikirin. Wî got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey min
bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya jiyanê.» (Yûhenna 8:12).
Pêxember wek heyvê û stêran in. Ew di tariyê de ronahî didin, lê ronahiya wan nikare tariyê
ji dinyayê derxe. Lê belê Îsa wek rojê ye. Gava roj hiltê û ronahî dide, kî wê li heyvê an li
stêran binêre û bêje: «Ez hewcê ronahiya wan im?»
Pêxemberan ji Îsa re gotin: «Roja rastdariyê». (Melaxî 4:2)
Heyva nîvçe tam wek pêxemberekî ye. Ew bêtir û bêtir ronahî dide, heta ku ew bibe tam
heyv û piştre kêm dibe û dimire.
Îsa roj û ronahiya rastiyê ye. Te qet dîtiye ku roj kêm bûye? Na, ew qet namire. Ew ji bo her
kesî li hemû dinyayê ye. Îsa wek rojê ye. Ew tu caran kêm nabe. Ew ji bo her welatî û ji bo
her mirovan e.
Wî weha jî gotiye: «Rê, rastî û jiyan ez im.» (Yûhenna 14:6)
Îsa qet ne wek rêbirên din ên dîn û diyanetan e. Pêxember hemû hatin û gotin: «Li gor vê
hînkirinê bikin! Ev riya Xwedê ye. Bi vê riyê ve herin! Van emran bigirin, vê yekê bikin û van
tiştan nekin!» Lê belê Îsa got: «Ez rê me. Baweriya xwe bi min bînin û li pey min werin!
Hingê heqê we wê hebe ku hûn her û her li ba Xwedê di Padîşahiya Ezmanan de bin.» Îsa bi
xwe Riya rast e.
Bi destûra we em dixwazin vê yekê bi meseleyekê şîrove bikin:
Kurikekî biçûk li bajarekî mezin şaş bûbû. Ew ji welatekî din bû û nikaribû xwe qenc bide
fêmkirin. Wî hêvî ji polîsekî kir ku riya malê şanî wî bide. Polîs jê re got: «Di vê enîşkê re
here, bizivire enîşka diduyan ya aliyê rastê, piştre here enîşka sisiyan ya ku diçe aliyê rastê, ji
pirê bibihûre, li zîvroneka çara bizivire û di nîvê wê riyê de...» Kurik dest pê kir girî. Polîs
3
riya rast şanî wî dabû, lê kurik westiyabû û ditirsiya ku nikare li gor îşaretkirina wî here. Wê
kêlîkê mirovek ji gundê kurik hat. Mirov rahişt destê kurik û ew bi hev re çûn. Gava kurik
westiyabû û nikaribû rêve here, zilêm rahişt wî û ew hilgirt heta mal. Polîs rê şanî kurik
dabû, lê belê mirovê din wek rê bû. Îsa got: «Ez rê me, ez riya mala Xwedê me.»
«Rê, rastî û jiyan ez im. Ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav Xwedê.» (Yûhenna 14:6)
Tu kes tu caran wek Îsa Mesîh nepeyiviye. Ew yek e. Ew bê hember e. Tu kes wek wî tune,
ne li erdê ne jî li ezmên. Lê belê Îsa ne tenê di bûyîna xwe de, di şexsiyeta xwe de û di peyvên
xwe de bê hember e. Ew di kirinên xwe de jî bêhember e.
Mirovekî ku navê wî Lazar bû mir û hat veşartin. Gava Îsa hat wir, ew çar roj bû ku Lazar
hatibû veşartin. Lê Îsa çû gorê û got: «Lazar, were derve!» (Yûhenna 11:43) Ew jî ji gora xwe
derket derve. Îsa li ser hêz û qudreta xwe ya ku dikaribû miriyan rake, qet şik ji me re
nehiştiye. Wî got: «Vejîn û jiyan ez im» yanî: «Qiyamet û jiyan ez im.» (Yûhenna 11:25)
Rojek wê bê, hemû yên ku di goran de ne, wê dengê wî bibihîzin û wê derkevin derve.
Guhdarê delal, eger hingê tu mirî bî, tu jî, tê ji gora xwe derkevî. Lê belê Îsa Mesîh niha
dikare jiyana nû bide te, yanî jiyana herheyî ya ku destûrê dide te ku tu her û her di bihiştê de
bî. Baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne û wî Xilaskarê xwe û Xudanê xwe qebûl bike. Ew îro li
hemû derên dinyayê jiyana mirovan nû dike. Ew dikare dil û jiyana te jî biguhere. Tu li ser
Îsa çi difikirî? Tu li ser karên wî yên mezin çi dibêjî? Ew yek e; ew Karîndarê her tiştî ye û tu
kes nabe hemberê wî.
Beriya ku em vê bernamê bi dawî bikin, pirseke din jî heye ku em dixwazin li ser bifikirin:
4
5) Hûn li ser nav û payenavên wî çi difikirin?
Wek ku me di Nivîsarên Pêxemberan de dît, bi dehan nav û payenavên Îsa hene. Ev nav û
payenav alîkariya me dikin ku em bêtir fêm bikin ka Îsa kî ye.
Mesele jê re tê gotin: Mesîh ... Îmanûêl ... Peyv, yanî Peyva Xwedê ... Kurê Mirov ... Berxê
Xwedê ... Xilaskar ... Nanê Jiyanê ... Mêwa rastîn ... Şivanê qenc ... Ronahiya dinyayê ...
Xudanê rûmetê ... Vejîn ... Alfa û Omêga ... Yê Pêşî û Yê Paşî ... Derî ... Rê, Rastî û Jiyan ... û
Kurê Xwedê!
Hin dibêjin: «Çênabe ku Xwedê di şiklê mirov de bê vê dinyayê.» Lê belê yên ku weha
difikirin, hê fêm nekirine ku plana Xwedê ya ji bo xilaskirina gunehkaran çi bû. Plan û
mebesta Xwedê ew bû ku Kurê Xwedê yê herheyî bê dinyayê, bibe mirov, xwe bi zarokên
Adem bide naskirin û wan ji destê Îblîs xilas bike. Dostên delal, Xwedê mezin e û ew çi
bixwaze, dike; tiştek jê re nabe asteng. Xwedê dixwaze ku her kes wî nas bike. Loma ew hat
dinyayê, bû mirov û li ser rûyê erdê jiya.
Guhdarên delal, hûn li ser nav û payenavên Îsa Mesîh çi dibêjin? Ew bêhember e. Hûn li ser
bûyîna wî, li ser şexsiyeta wî û li ser karên wî çi dibêjin. Li gor bîr û baweriya we ew kî ye?
«Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Ew kurê kê ye?» (Metta 22:42)
5
Îro wextê me nemaye, lê Xwedê hez bike emê di bernama ku bê de bi pênc pirsên din û bi
bersîvên wan berdewam bikin û rêwîtiya xwe ya ji bo fêmkirina Nivîsarên Pîroz bi dawî
bikin.