You are on page 1of 1

Baxçê Êdenê

(Destpêkirin 2)

Xudan ji bo mirov li Rojhilat, li Êdenê baxçeyekî spehî çand. Di baxçe de darên cûr bi cûr
ên ku dîtina wan spehî û xwarina wan qenc hebûn. Çemek jî hebû ku baxçe av dida; ew çem ji
Êdenê derdiket, ji hev vediqetiya û dabeşî çar milan dibû.
Navê çemê pêşî Pîşon e; ew li nav hemû herêma Hewîla ya ku zêr lê heye, digere. Navê
çemê diduyan Gîhon e; ew li nav hemû herêma Kûşê digere. Navê yê sisiyan Dîcle ye; ew bi
rojhilata Aşûrê ve diherike. Çemê çaran jî Firat e.
Xwedê mirov bir û danî baxçê Êdenê, da ku wî biçîne û lê bibe xweyî. Ew baxçe cihekî pirr
xweş û bedew bû; her tiştê ku ji bo mirov qenc e bi zêdehî tê de hebû.

Di navenda baxçe de du darên taybetî hebûn: Yek dara jiyanê bû û ya din dara zanîna qencî
û xerabiyê bû. Li ser vê darê Xwedê li mirov emir kir û got: «Tu dikarî ji her dara baxçe
bixwî, lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê, nexwe. Çimkî gava ku tu ji wê bixwî, eseh tê
bimirî.»
Xwedê mirov û hemû tiştên din ên ku afirandibûn dît, lê belê yek li gor mirov nebû. Hingê
Xwedê got: «Ne baş e ku mirov bimîne tenê, ezê alîkarekê li gor wî çêkim.»
Hingê Xwedê tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmên anîn ba mirov, da ku mirov nav li
wan bike. Mirov çi nav li wan kiribe, ew bû navê wan.
Lê ji bo Adem alîkareke li gor wî nehat dîtin. Ser dinê yek nebû ku wek mirov be an bibe
dostê wî.
Loma Xwedê wusa kir ku Adem ket xeweke giran. Çaxê ew radiza, Xwedê parsûyek ji
parsûyên wî derxist û cihê wî bi goşt dagirt. Xwedê ji wî parsûyî jinek çêkir û ji Adem re anî.
Adem pirr şa bû û got:
«Niha ev ji hestiyên min hestî
Û ji goştê min goşt e.
Wê ji wê re ‹jin› bê gotin,
Çimkî ew ji mêr hat standin.»
Adem navê jina xwe ‹Hawa› (yanî ‹Jiyan›) danî. Çimkî ew bû diya hemû mirovan.
Êdî mirov nema tenê;
Ji hingê ve jin û mêr bi hev re ne,
Xwedê ew herdu, jin û mêr, ji bo hev afirandin.
Ji ber vê yekê heta îro mêr dev ji dê û bavê xwe berdide û bi jina xwe re dibe yek û ew
herdu dibin bedenek.

© 2007
www.erf.de/kurmanci
Hemû maf parastî ne

You might also like